Bernamegeh, Hejmar-3, Zeynelabîdîn Fanî-Seîd VEROJ pdf

Zeynelabidîn Fanîzade yan jî Zeynelabidîn Îrfanî, di sala 1884an de ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li cîyê ji dayikbûna xwe, li navçeya Qadirlîyê û ji wê şûn ve li Edenayê temam kirîye. Paşê Darûlfunûnê bi dereca yekemîn xelas kirîye û ji wê şûn ve jî li Îstenbulê Mekteba Hiqûqê xwendîye.

Sala 1911an di Partîya Hurîyet û Îtilafê de dest bi sîyaseta aktîf kirîye. Bi rûtbeya bînbaşîtî tevlî şerê Balqan bûye…

Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, dema ku CTKê hatîye avakirin ew, yek ji endamê îdarî û kesayetîyek girîng ê CTKê bû. Ji parçebûna CTKê (Hezîrana 1920an) şûn ve Zeynelabidîn Fanîzade, ji ber vê parçebûnê îstifa dike û di daxuyanîya xwe ya îstifakirinê de dibêje:

“Ji ber ku di navbera endamên cemîyetê de îxtilaf û cudayîya fikrî çêbûye, min ji endametîya CTKê îstifa kirîye. Li gor dîtina min qenaet û şexsê Seyid Abdulqadir Efendî gelek muhterem e. Ji ber vê yekê, sebebê îstifaya min ne dijberîya cenabê Hezretî Seyid Efendî ye û li gor agahîya min wan hevalên rêzdarên din ên ku îstifa kirine, qenaeta wan jî di vê çarçoveyê de ye. Esasen netîce, wê di hilbijartinên yekşema hefteya pêşîya me de dîyar bibe.”[1] ….

Ber bi dawîya sala 1922an de ku Îstenbul dikeve bin hukma M. Kemal û hevalên wî, gelek mixalif ji bêgavîyê terka Îstenbulê kirine. Di ser de destpêkirina hevdîtin û pêkhatina Peymana Lozanê jî, rewşeke nû derxistîye meydanê û firsenda nefîkirin/sirgûnkirin û derxistina ji hemwelatîyî ya mixalifan daye M. Kemal. Ji xeynî yên berê derçûyî û reviyayî, bi navê “Lîsteya 150an”, beşekê din ê mixalifan hatin sirgûnkirin û ji mafê hemwelatîbûnê ji dest wan hate girtin. Ji endam û rêvebirên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê), heşt (8) kes di nav lîsteya 150an de hebûn: “Hemdî Paşayê (kevne Wezîrê Behrîyeyê), Xelîl Rehmîyê Bedirxanî (kevne miteserrifê Melatîyê), Mistefa Paşayê Kurd/Yamûlkî (kevne serokê Mehkema Dîwanê Herb), Mesûd Fanî (keven miteserrifê Cebelî Berekat), Zeynelabîdî (kâtibe umûmî yê Partîya Hurîyet û Îtilafê), Mewlanzade Rifat (xwedîyê rojnameya Serbestî), Fanîzade Elî Îlmî (xwedîyê rojnameya Ferda) û Kurd Heqî yê Silêmanî.”[2]

Seyid Mihemedê lawê Seyid Abdulqadirê serokê CTKê, sala 1925an di dema mehkemekirinê de ji bo Zeynelabidîn dibêje: “Ew katibê Umûmî yê CTKê bû, ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê Katibê Umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin.[3] “Ala osmanî vemirî, me ala kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[4]

Ew jî wekî her du birayê xwe yên din, ji ber xebata xwe ya sîyasî ya mixalif, di sala 1924an de dikeve lîsteya “Sirgunên 150an”, di vê lîsteyê de navê wî di rêza 37an de hatîye lêkirin. “Zeynelabidîn berdevk û sekreterê giştî yê Partîya Hurîyet û Îtilafê bû, dema hatîye sirgûnkirin, pêşîyê çûye Misrê ji wir ve çûye Mekkeyê ji bo pêşwazîkirina Wahdetîn”[5] û paşê ji wir ve jî derbasê başûrê Kurdistanê bûye. Li wê derê jî peywendîya wî û malbata Nehrîyan berdewam kirîye. Wî di Kerkûkê de dest bi kar kirîye û sala 1926an ji bo hewa gorrînê çûye bajarê Rewandizê. Di hejmara sêyemîn (3) a Zarê Kirmancî de li ser hatina wî ya Rewandizê, weha hatîye nivîsandin: Cenabî milletperwerî wetten xway xeyur Zeynelabidîn Beg musenefzade le Kerkûkewe bo hewa gorrrîn û ziyaret hate şarman, le hesret gewre û piştîwan qayimqam mîwanin, be xêrhatinî dekeyin.”[6] Li gorî raportek îsixbarata Îngiliz, “Di meha Sibata 1927an de, li Kerkûkê di navbera layengirên tevgera kurd û layengirên tirkan de propagandeyek bi qewet hebûye. Zeynel Abidîn wekî wekîlêt Seyid Tehayê Nehrî ye û dij bi Şêx Mehmûdê Hefîd.”[7] Di kitêba navborî de, behsa raportekî din a taybet ji Erbîlê hatîye şandin di roja 02.02.1930an de dibêje; “Zeynelabidîn mudirê pêştir ê mektebê bûye li Kerkûk, li meha Eylûlê kurê Seyid Teha ew li gel xwe birîye Tehranê. Wextê ji Tehranê zivirîye, bi rêya Erbîlê di roja 23.11.1930an de çûye Bexdayê.”[8] Dema ku ew li başûrê Kurdistanê dijîya, çav û dêna asayîş û îstixbarata Tirkêyê li ser wî bûye. Di destpêka sala 1938an de ji alîyê Muduriyeta Asayîşa Giştî ya Tirkîyê ve li ser rewşa sirgûnên 150an, raportek tête amadekirin û li gorî dîyarkirina vê raportê, “Zeynelabidînê Sekreterê Giştî yê Partiya Hurrîyet û Îtilafê, li Iraqê û di bajarê Rewandizê de dimîne.”[9]

3.1. Hewldana derxistina cerîdeya Soran li Hewlêrê

Dr. Kurdistan Mukiryanî ya birazîya Husên Huznî Mukriyanî, di berga dûyemîn a pirtûka Sercemê Berhemên Husên Huznî de, di bin sernavê “Çûna Hewlêrim û Metbee Damezrandinim û Cerîdey Ronakî Derxistinim Le Hewlêr” [Çûna Min a Hewlêrê, Damezrandina Metbee û Derxistina Rojnameya Ronakî] de, ji destnivîsên mamê xwe neqil dike û behsa hevdîtina Husên Hûznî û Zeynelabidîn û Ehmed Begê muteserrifê Hewlêrê dike û dibêje:

“Dema min bihîst ku Ehmed Beg bûye muteserrifê Hewlêrê û dest bi hukmê kirîye li wê lîwayê, her kes bi nivîs û têlgraf bi xêrhatina wî dikir û diçûn zîyareta wî. Ez wekî kesekî nenas û neşareza, bêdeng mam û li mal rûniştim û neçûm.

Piştî muddetekê ez her li mal bûm û derneketim. Qaymeqamê Rewandizê dû-sê caran ji min re got ku Ehmed Beg hatîye, min deng nekir, hetta rojekî hat Rewandizê û bû mêvanê mala Murad Begê qaymeqam. Gazî min kir, dema ez çûm kesek bi navê Zeynelabidîn li ba wî bû ku mensûbê Seyid Tehayî bû. Ew rûniştîbûn, muteserrifî got: Niha min behsa we dikir, ev çend meh e ku ez hatime lîwaya we, min ta niha we nedîye.

Min got: Niha jî her nexoşîya Silêmanîyê li min heye û hêj halê min baş nebûye ku bikarim hêvîmendîya xwe pêşkêşî we bikim, ji ber hendê bibûrînin.

Min nezanî bû berî ku ez biçim wir giftûgo hatbû kirin, şertekî wisa danîbûn ku lazime ez rojnameyekê derxim û Zeynelabidîn efendîyê kurê Xaqî[10] Efendî bibe midurê mesulê min.

Min got: Ev jî weke çûna min a Silêmanîye ye. Min guh neda, wan zor da min. Ez jî mezlûmê destê îstîbdadê me û tu qewetekî din ê min nîne. Ew zehmetî û jarî û perêşanîya ku li Silêmanîyê bi serê min hat, heta mirinê besê min e. Ehmed Beg bi zorê ez digel xwe birim Hewlêrê û digel Zeynelabidîn Efendî çend rojekî em li wir mayin.

Roja dûşema 25ê Mayîsa 1935ê ya beramberî 21ê Sefera 1353an, me bi hev ra daxwazî pêşkêş kir ji bo îmtiyaza rojnameyek bi navê “Soran” ku du car di hefteyê da derkeve. Me daxwazname da muteserrifî. Ewraq ketin nav muameleyê, lêbelê min di nav wê karê da lîstik didî û ji bo min nedihate aşkerakrin û min ji wê lîstik û yarîyê fêm nedkir.

Ewraq xwestina îmtiyazê bû dawî, sê-çar memûrê Hewlêr ku di eslê xwe de xelkê Silêmanîyê bûn û mensûbê muteserrif bûn, wan bi wereqe ez haydar kirim ku baştir e Zeynelabidîn nebe midurmesûlê vî rojnameyê. Mebest çi bû, ez nazanim! Çima berê Ehmed Beg ez bi zorî kirim hevalê wî û niha çi qewimîye? Nazanim. Bi rastî min mebest û armanca muteserrif û memûr nedizanî, lê min fêm kir ku ev kare çê nabe.

Gerçî yek-dû mehan li Hewlêrê ez rastî mesref û zehmetîyê hatim. Li Rewandizê min malbat bi perêşanî bi cî hêlabû.

Rojekî li dayrê ez çûme ba muteserrif û min behs kir ku armanc ji hatina min û negihîştina bi arezûya min, gelo tiştekî qanûnî ye yan cenabê we poşman bûne? Wî jî got ez ji dil hez dikim û wezareta karê hindr jî dixwaze îcazeyê bidete hewe. Lê şert û şirûtê qanûnî yê we netemam e.

Min got: Çawa?

Got: Ji bo damezrandina metbeeyê lazime xudîyê wî ji medresa alîye mezûn be.

Mecbûr ez vegeriyam û min gelek hewil da qanûnê çapxanan ku ji dewra osmanîyan ve li Iraqê mabû, min ew qanûn peyda kir û min bire ba muteserrifî û li wir hatibû beyan kirin ku ew kesê bixwaze metbeeyek li cihekî dabimezrîne tenê pêwîste beyana damezrandin û navê metbeeyê bide memûrê îdareya merkezê wî cihê û tenê ev û tiştekî din nebû.

Îcar got: We digel Zeynelabidîn îttifaq kirîye?

Min got: Belê, we ez hildam ba wî, lêbelê Ehmed Xoce Efendî û Hîkmet Emîn ji min ra gotin em wisa bi baş dizanin ku Zeynelabidîn neke hevalê xwe. Min jî axaftinên wan bi axaftina we dizanî, min dixwest evê ji we re bibêjim.

Wî go: Ez jî bi başî nazanim, çima? Bê sebeb ma.

Piştî gelek gengeşe û giftûgoyan ji dayîrê derketim. Min got; ezê bizivirim Rewandizê û destê xwe li vê karê pir zehmetî berdim. Ez ketim nav fikr û xeyalan, yek-dû roj wekî gêjan mam, dihatim û diçûm.”[11]

Ji xeynî van agahîyan, di derbarê jîyan û xebata wî ya li başûrê Kurdistanê pirr agahî li ber destê me nîne. Gelo ew li wê derê zewicîye û zarokên wî hene yan na, em vê nazanin. Qasê ku tê zanîn wî, di destpêka salên 1940an de jî li bajarê Kerkûk û Daquqê kar kirîye.

Di derbarê dîroka mirina wî de, di çapemenîya Tirkîyê de agahîyên nerast belav bûne û ev nerastî ji alîyê gelek çavkanîyan ve hatîye dubarekirin. Qanûna efû ya ji bo Sirgûnên 150an, “Di roja 1 Hezîran 1938an de ji alîyê meclîsê ve hatîye erêkirin.”[12] Taha Toros dibêje: “Zeynelabidin berîya derçûna efûya 150an li Bexdadê mirîye.”[13] Ev agahî nerast e, lewra wî di 31ê Cotmeha 1940an de, ji Riza Tefîk re nameyek şandîye. Ji nameya wî ya ku bi navê Zeynelabidîn Îrfanî di sala 1940an de hatîye nivîsandin, weha dîyar dibe ku ew, wê demê Katibê Tehrîrat ê Kerûk û qeza Daquqê bûye.[14]

Di derheqê nivîsandin û berhemên wî de, tu agahîyek li ber destê me nîne. Lêbelê di kovara Zarê Kirmancî de behsa berhevoke wî ya li ser tarîxa kurdan dike ku pêkhatîye ji nivîsên nivîskarên îngiliz, alman, rus û fransizan.[15] Zeynelabidînê sekreterê dewra dawî ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Partîya Huriyet û Îtilafê, jîyana xwe bi têkoşîna bidestxistina mafê neteweyî yê miletê kurd û mixalefetkirina li dijî Îtihad-Teraqî û tevgera M. Kemal derbas kirîye. Lêbelê heta vê gavê dîroka rastîn a koça dawî ya Zeynelabidîn Fanî nayê zanîn, ne dîyare.

[1] Serbestî, Kurd Tealî Cemîyetî, no: 595, Sêşema 20 Nîsana 1920, r. 2

[2] İsmail Göldaş, Kürdistan TealiCemiyeti, Doz Yayınları, İstanbul, 1991, r. 24-25

[3] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951

[4] Seyid Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2

[5] Nurşen Mazıcı, Belgelerle Atatürk Döneminde Muhalefet (1919-1926), Dilmen Kitabevi, İstanbul-1984, r. 147

[6] Zarê Kirmancî, J.: 3, 14yê Sefer 1345 (1926)

[7] Nayif Hemudî, Al Qadiye al Kurdîye we Herekat El Şêx Mehmûd El Hefîd, r. 359 (Wergera: Sidîq Salih)

[8] Nayif Hemudî, Al Qadiye al Kurdîye we Herekat El Şêx Mehmûd El Hefîd, r. 607 (Wergera: Sidîq Salih)

[9] İlhami Soysal, 150’likler, 2. Baskı, Gür Yayınları (Ji Arşîva Lûtfî Baksî)

[10] Navê bavê Zeynelabidîn Bakî (Baqî) ye, ne Xakî ye. Bawer dikim li vê derê Baqî bi xeletî wekî “Xaqî” hatîye nivîsandin. (S. V.)

[11] Kurdistan Mukrîyanî, Sercemî Berhemî Husên Huznî Mukrîyanî (Bergê Duwem), Çûna Hewlêrim û Metbee Damezrandinim û Cerîdey Ronakî Derxistinim Le Hewlêr, Weşanên Aras, 2007, r. 606-607 (Wergera ji soranî: Hêmin Omer)

[12] Ayşe Hür, Resmi Tarihin Hainleri: 150’likler, Radikal Gazetesi

[13] Taha Toros, Mesut Fanî Üzerine, Tarih ve Toplum, sayı: 61, İletişim Yayınları, Ocak 1989, r. 50

[14] Abdullah Uçman, Bir 150’liğin Mektupları Ali İlmî Fânî’den Rıza Tevfik’e Mektuplar, Kitabevi, 2. Baskı, İstanbul, 2012, r. 159

[15] Zarê Kirmancî, J.: 4, sala yekem, Duşeme 19ê Rebiulewel 1345, r. 21