Şêx Seîd, Tevgera 1925an û Hadîseya Pîranê (PDF) bitikîne

Were ey Şêx Seîdê pir minewer,

Bes e, rabe tu îro ey dilawer.

Zemanê te ne ew çax e tu razî;

Bi serbestî tu heqê me bixwazî.

(Cîgerxwîn)

  1. Malbat û perwerdeyî

Mihemed Şêx Seîd, lawê Şêx Mehmûd Feyzî ye û sala 1865an li Paloyê ji dayik bûye. Şêx Mehmûd lawê Şêx Elîyê Sebtî ye û ew jî lawê Mele Qasim e. Mele Qasim lawê Mele Heyder e, ew jî lawê Hecî Husên e û ew jî lawê Seyîd Haşim e. Seyîd Haşim, sala 1639an ji alîyê Padîşahê Osmanî Muradê IVan ve hatîye darvekirin.[1] Şêx Elîyê bavkalê şêx Seîd, bi navên Şêx Elî Sebtî û “Şêx Elîyê Amedî tê nasîn û di sala 1777an de li gundê Çilsitûna bi girêdayî Bismîlê ji dayik bûye.”[2] Şêx Elî, li ser daweta Mewlana Xalid çûye serdana wî, demeke dirêj pêre maye, bi wî re çûne Şamê û ji wî destûra xelîfetî û postnişînîya terîqeta Nexşebendî girtîye û piştî ku vegerîyaye bi girêdayê vê xeta Nexşebendî tekke û medrese ava kirîye. “Berê wê jî malbata me li Kurdistanê xwdî medrese bû, mederese li gundê Çilsitûna Bîsmîlê bû ku vê gavê bi tirkî dibêjin “Kırkdirek”. Ji ber ku medreseya li wê derê li ser çil stunan hatîbû avakirin, jêre digotin Çilstûn. Di wê medreseye de, ji bo medreseyên din ên Kurdistanê dersîam dihatin perwerdekirin, îcazet dida wan yanî wekî darûlfûnûnekê bû.”[3]

Piştî ku Şêx Elî ji cem Mewlana Xalid dizivire gundê Çilstûnê, dibîne ku hal û şertên berê nemane. “Sala 1833an ji wir ve radibe diçe Xarpêtê, li wê derê Mele Ehmedê Kurdî nas dike, demekê bi hev re li herêmê dixebitin û xelîfetî dide wî, paşê ji bo berfirehkirina xebatê bi hev re diçin Paloyê. Şêx Elî, ji gundê Akragê Paloyê bi Eyşe Xanima mala Eyûbîyan re dizewice.”[4] Dema ku ew çûye wê herêmê, li herêmê malbata Qerecimşîdên mîrê Mîrdasîyan hikûm kirine. “Li wê derê nasîna wî û Mele Elîyê katibê Qerecimşîdan çê dibe ku ew jî merivekî zana, şaîr û hişyar bûye. Mele Elî jî tevlî terîqatê dibe û wî ji Xarpêtê dibe Paloyê. Demek li Paloyê niştecî dibe û paşê ji ber hineke acizîyan terka Paloyê dike ji wir ve diçe Mûşê. Piştî demekê mîrên Qerecimşîdan dişînin pey wî û dixwazin ew carek din vegere Paloyê. Ji vegera Paloyê şûn ve, li wê derê ji wî re Medrese û mizgeftek çêdikin. Ew medrese li herêmê dibe navendek girîng ê perwerdeyî û ji gelek alîyan ve şagird têne wê derê ji bo xwendin û wergirtina îcazeyê.”[5] Şêx Elî heta dawîya jîyana xwe li Paloyê dimîne, sala 1871ê li wê derê koça dawî dike û vê gavê jî gornê wî li wê derê ye.

Piştî wefata Şêx Elî, lawê wî yê Şêx Mehmûdê bavê Şêx Seîd, ji Paloyê koçê Qolhîsara Xinûsê dike û berîya destpêkirina Şerê Umûmî li wê derê wefat dike. Di Şerê Umûmî de dema ku Uris hatine herêmê, ew ji bo demek ji Qolhîsarê çûne Pîranê. “Ji Şêx Elî çar zarokê lawîn çêbûne; Mihemed Nasih, Mehmûd Feyzî, Hesen Zekî û Husên Taqî. Şêx Mehmûdê bavê Şêx Seîd, li Xinûsa Erzerumê bi cî bûye, zewicîye û heft zarokên lawîn ji wî re çêbûne: Seîd, Bahadîn, Dîyadîn, Necmedîn, Tahir, Mehdî û Ebdurehîm.”[6] Malbata Şêx Seîd li Xinûsê bi karê xweyîkirin û bazirganîya pez debara xwe dike. Ew, di dema mehkemekirinê de dibêje: “Sîh sal in ku em karê bazirganîya pez dikin.”

Wî tehsîlekê baş kirîye, di medreseyên Kurdistanê de xwendîye; “Paloyê li nik apê xwe yê Şêx Husên, Mûşê li nik miftî Mihemed Emîn, Melezgirdê li nik Abdulhelîm û Xinûsê jî li nik Mûsa Efendî dersên wekî enwar, muharrîr, nahiv, sarf, mantiq, meanî, îstîare, beyan, bedî’ eqaîd û wd xwendine.[7] “Şêx Seîd bi zimanê Erebî, Farisî û Tirkî pirr baş zanîbû; di nava hebûnê de bû, li welatên dorûberê geryabû û şexsîyetekî Kurdê rewşenbîr ê dema xwe bû.”[8] Wî bi tevî van zimanên bîyanî, du lehçeyên zimanê kurdî; Kirdkî (Zazakî) û Kurmancî jî baş zanîbû.

Zewaca wî ya pêşî bi Emîne Xanimê re bûye û ji vê zewacê heft zarok çêbûne; sisêyê wan lawîn û çarê wan jî keç bûne. Di dema şerê Uris de, mecbûr dimînin ku ji Xinûsê koça ber bi Pîranê bikin. Emîne Xanim di vê koçberîyê de, ji ber nexweşîyê wefat dike. Ji wê şûn ve bi Fatîma Xanima xuşka Mîralay Xalid Beg re dizewice û ji vê zewacê jî zarokekî wan ê lawîn çêdibe bi navê Ehmed. Ji jina wî ya Nafîye Xanimê jî bi navê Ezîze û Abdulxalik du zarok çêbûne.”[9] Li ser hev deh zarokên Şêx Seîd Efendî çêbûne; pêncê wan keç û pêncê din jî lawîn bûne.

  1. Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê

(Cemîyeta Serxwebûn û Rizgariya Kurdistanê)

Di 17ê Kanûna sala 1918an de li Îstenbulê bi serokatîya Seyîd Evdilqadirê lawê Şêx Ubeydulahê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîbû avakirin. Piştî xebata salûnîv-du salan, CTKê parçe dibe û eynî wext ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve, bi tevî 19 şubeyên xwe ve tête girtin.

Piştî girtina CTKê, li Îstenbulê şertên xebata legal namîne. Herweha dîyar bû ku ne hikûmeta Îstenbulê û ne jî tevgera Mistefa Kemal, naxwazin mafê rewa yê miletê Kurd nas bikin. Bi taybetî piştî îmzekirina Peymana Lozanê, kadroyên sîyasî, ulema û gelek serokeşîrên Kurd îqna bûn ku desthilatdarên Cimhurîyeta Tirkîyê dê mafê miletê Kurd qebûl nekin û ew soz û bextê ku berê di rojên teng de hatîbûn dayin, dê pêk neînin. Piştî vê qenaet û nêrîna hevpar, bi hev re dest bi xebata avakirina rêxistineke nû dikin. Di sala 1922an de li Kurdistanê û li bajarê Erzerumê, bi awayekî îllegal (pinahî), bi serokîya Xelid Begê Cibrî Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgariya Kurdistanê/Komîteya Îstiqlala Kurdistanê/Cemîyeta Azadî) hatîye avakirin. Li gor nivîsandina Robert Olsan; “Navê vê rêxistinê pêşîyê Ciwata Azadîya Kurd (Kürd Özgürlük Cemiyeti) bûye û paşê navê wê kirine “Civata Xweserîya Kurd (Kürd İstiklal Cemiyeti).”[10]

Şêx Seîd, kurmet û zavayê Xalid Beg bû û “bi teklîfa Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, di dawîya havîna 1924an de tevlî rêxistinê bûye.”[11] Li gor Uğur Mumcu jî, yekemîn kongreya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê di sala 1924an de Li Erzerumê çêbûye û Şêx Seîd di vê kongreyê de bûye endamê rêxistinê.[12] Herweha ew aza û yek ji rêvebirên vê rêxistinê bû. Serkirde û rêvebirê vê rêxistinê, bi navê “Sîyasîyûn” û “Dînîyûn” (Ulema), du beş bûn. “Xalid Begê Cibran, ji bo pêkanîna xîyala damezrandina Kurdistanek serbixwe dest bi xebatê kiribû lêbelê wî dizanî ku di nava civata Kurdan de qasê pêdivîyê fikra nasyonalîzmê pêşneketîye û nekemilîye. Ji ber vê yekê, ji bo gihîştina armaca xwe, dîn wekî sîlehek îdeolojîk bikaranîye.”[13] Ji bo baş bikaranîna vê sîlehê, dest bi rêxistinkirina şêx û ulema kirîye û di nav rêxistinê de koma serkirdayetîya “Dînîyûn” û “Sîyasîyûn” çêkirîye. Qasim Firatê bînbaşîyê teqawid jî di îfadeya xwe de dibêje: “Kesayetên sîyasî jî û kesayetên dînî jî bi Îstenbulê ve girêdayî bûn; serokê wan Seyîd Evdilqadir bû.”[14] Şêx Seîd ji beşê dînîyûn bû. Bi tevî şêx û mele û ulemayên din, li Kurdistanê xebat û propaganda serhildaneke neteweyî ya giştî dikirin.

Di vê dema hessas de, pêşwext li Beytûşebabê bûyerek diqewime; bînbaşî Îhsan Nûrî û hevalên wî yên di nav leşkerên Tirkîyê de, ji ber xelet xwendina têlgrafekê bi şifre ya Yusif Zîya, berîya dema destnîşankirî di roja 3yê Eylûla 1924an de dest bi hereketeke leşkerî dikin. Li ser vê bûyerê, Yusif Zîya li Anqerayê hatîye desteserkirin û ji wî şûn ve di 20ê Kanûna Paşîn a sala 1924an de Xalid Begê jî li Erzerumê hatîye desteserkirin.[15] Berîya girtina Xalid Beg, Şêx Seîd du caran hişyarî dide wî, da ku ji Erzerumê derkeve. Xalid Beg di bersiva xwe de dibêje: “Efendî meraq neke hîn dema me heye.”[16] Piştî ku ji koma sîyasîyûn Xalid Beg, di 20ê Kanûna Paşîn a sala 1924an de li Erzerumê hate desteserkirin. Barê Şêx Seîd girantir bûye, ji hedîseya Pîranê şûn ve jî, karê dînî û sîyasî bi hev re ketîye ser milê wî.

Piştî ku du serokên rêxistinê; mîralay Xalid Begê Cibrî û mebûsê Bedlîsê Yusif Zîya Beg hatine girtin û wan ji wir ve birine Bedlîsê ji bo mehkema Dîwana Herbê Mexsûsa. Wê demê Şêx Seîd li Qolhîsara Xinûsê dimîne. Rêvebirên hikûmetê dixwazin wî jî bi awayekî bigrin, ji bo vê yekê wî vedixwînin mehkema Bedlîsê ji bo lêpirsîn û îfade wegirtinê. Şêx Seîd ji vê tevgêr û mexseda wan dikeve gumanê û weha şirove dike ku dixwazin wî jî desteser bikin. Ew bi hinceta rewşa dijwar a zivistanê û nebaşbûna tendirustiya xwe, çûna Bedlîsê red dike û dibêje bila îfadeya min li Xinûsê bête girtin. Li ser vê helwest û daxwaza wî, li mehkema Xinûsê diçe îfadeyê û piştî îfadedayinê tê berdan.

Şêx Seîd bi tevî heval û kesên derûdora xwe, li ser vê rewşa hanê dişêwirin û di dawîya vê şêwrê de, biryara derketin û dûrketin ji Qolhîsarê dide. Ji wir ve berê xwe didin Şûşarê, dê ber bi Çebaxçûr û Diyarbekirê ve werin. “Li gundê Qirkan Şêx Elîriza jî digîje wan. Şêx Elîriza di roja 15.10.1924an de ji Helebê çûbû Îstenbolê, bûbû mêvanê Seyîd Evdilqadir Efendîyê serokê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê. Di vê hevdîtinê de, di derheqê rewşa herêmê û nêrîna serokên herêmî de agadarî dide Seyîd Evdilqadir… Elîriza piştî vê hevdîtinê di serê meha Kanûnê de tê Tekmanê û li gundê Qirkanê civînek çêdikin û di vê civînê de li ser hevdîtinên xwe agadarî dide û şêwirandinek di nav kadroyên rêxistinê de çêdibe. “[17]

Şêx Seîd, ji bo hazirî û rêxistinkirina xebatê, ji Xinûsê tê ber bi mintiqa Çan, Çebaxçûr, Xarpêt û Dîyarbekirê ve û digîje heta Licê. Di dema vê gera wî de, hejmarekê zêde xelk bi tevî çekên xwe tevlî cemaeta wî dibin. Li gorî neqilkirina Fehmî Bîlalê sekreterê wî ji devê Mela Xalidê Licî; dema ku ew li Licê bûye, serkirdeyên sîyasî yên Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê ya şubeya Dîyarbekirê, bi sebeba ku dema gerên bi vî awayî nehatîye, mudaxaleyê vê terzê xebat û gera wî dikin û li ser biryara koma rêvebir a Diyarbekirê (Dr. Fuaf û …), ew ji Licê vediqete ku ber bi bakur ve biçe cîyekî tenha yê mintiqa Sîwanê.

Di dema çûna ber bi wê herêmê ve, li binê gundê Serdê, Şêx Tahir û du rûsipiyên gund têne pêşîya wî û bi îsrar dixwazin wan li gund bikin mêvan. … Dema ku ew li gund dimînin, Salih Begê Hênê tê zîyaretîya wan û dixwaze ew biçe Hênê bibe mêvanê wî ji bo lihevanîna du malbatên mîrekên Hênê.[18] Ji wir ve jî li ser vexwendin û daxwaza Şêx Evdirehîmê birayê wî, “Di 13ê Sibata 1925an de bi tevî sêsed siwarîyan diçin Pîranê li mala Şêx Evdirehîm. Wê demê Pîran, gundek bi girêdayî nehîya Gêlê bû û Gêl jî bi girêdayî bajarê Dara Hênê bû.”[19]

  1. Hedîseya Pîranê û destpêkirina hereketa çekdarî

Dema ku ew bi tevî cemaeta xwe li Pîranê dimînin, di roja 13ê Sibata 1925an de, mifrezeyek cendirme diçin ber mala ku ew tê de mêvan e û dixwazin du mehkûmên ku tevlî cemaeta wan bûne desteser bikin. Li ser vê meselê pevçûn çêdibe û bi navê Hasan Tahsin mulazimekî cendirmeyan tê kuştin û yên din jî têne dîlgirtin. Li ser vê hedîseyê, tevgera 1925an berîya dema destnîşankirî ji Pîranê dest pê dike.

Di nivisîn û belgenamyên Tirkiyê de, hadîseya Pîranê “di 13ê Sibata 1341/ 1925an de çêbûye.”[20] Li gor Martin Van Bruinessen, “Bûyera Pîranê di roja 8ê sibata 1925an de”[21] çêbûye. Yek ji beşdarvan û hepiskirîyê vê tevgerê Hesen Hişyarê Serdê dibêje: “Bûyera Pîranê di 11ê sibatê de çêbûye û ji wê şûn de çûne Darahênê.”[22] Di vê hadîseyê de; mulazimek û du cendirme têne kuşitin, sisêyê din jî birîndar dibin, qumandarê wan Hesen Husnî û mulazimek û cendirmeyên din jî têne dîlgirtin. Ji alîyê kurdan ve, mualim Fexrî Efendî yê Paxirmadenî, di dema navbênkarîyê de ji alîyê cendirmeyan ve tê kuştin. Şêx Seîd, piştî çêbûna hadîseya Pîranê, êdî li meydana şer e û serokê sîyasî û dînî yê Tevgera 1925an e.  Li gor dîtina Dr. Fuad, “Hedîseya Pîranê, berîya wextê destnîşankirî tevger daye destpêkirin.”[23] Li gor bernameya sîyasî ya Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, serhildana çekdarî dê di Newroza 1925an de dest pê bikira.[24] Şêx Seîd bi xwe jî dibêje: “Hedîseya pîranê çêbû û me nekarî pêşîya wê bigirta. Hedîseya Pîranê gurr bû, êdî em jî ketin nav û bi vê awayê dest pê kir.”[25]

Piştî çêbûna hedîseya Pîranê, êdî di demeke kin de li gelek cîyan tevgerek serhildana çekdarî dest pê dike û belav dibe. Ji teqîna hadîseya Pîranê şûn ve, Şêx Sêîd bi tevî komek merivên pêre ber bi êvara wê rojê ji Pîranê derkertin çûne nehiya Pêçarê û li gundekê wê civîn girêdane. Ji wir ve çûne Darahênî (Gênc), berîya ku ew bigîjin wê derê, di 16ê Sibatê de rêvebirîya bajar hatîye bidestxistin. Piştî sazkirina kombûnek û gotûbêja li ser rewşê, bajarê Darahênê ji bo demeke miwaqet wek paytext hatîye îlankirin û Feqî Hesenê Modanî ji bo walîtîya bajar hatîye tayînkirin. Ji wê şûn ve tevgera serhildanê, li herêmeke berfireh belav bûye, di nav demeke kurt de, bajar û bajarokên wekî Licê, Gêl, Erxenî, Maden, Palo, Xarpêt, Çebexçûr, Mûş, Xinûs, Varto û wd. erdekî berfireh ketîye destê şervanên Kurd. Cara dawî di roja 7-8ê meha adarê de digîjin ber sûrên Dîyarbekirê, bi tevî hemû hewldanan nekarîne bajêr bi dest bixin.

Di vê demê de gelek name û beyanname li ser navê Şêx Seîd hatine belavkirin. Van name, beyanname û daxuyanîyên Şêx Seîd bi navê “Nexşebendî Mihemed Saîd Palewî”, Emîr-ûl Mucahidîn Mihemed Saîd El-Nexşebendî, Hadîm-ûl Mucahîdîn Mihemed Saîd El-Nexşebendî, Mihemed Saîd…”[26] Li gor gotina Qasim Firat, îmza wî bi navê “Şeyh Said-i Palev-i Kurdî, Hadîm-ûl mû’min’in”[27] bûye. Di dema mehkemekirinê de ji wî tê pirsîn; “Di dema rojên serhildanê de, çima te pêşîyê unvanê “Emîrûl Mucahîdîn” û paşê jî “Hadîm-ûl Mucahîdîn” bi kar anîye?”[28] Ew dibêj: Min wî mezinatîyê layiqê xwe nedît, ez ne ew kes im ku li ser vê miletê mezinatî bikim, ez ji bo xizmeta wan rabûbûm, lewma min navê “Hadîmûl Mucahîdîn” yanî xizmetkarê mucahîdan tercih kir.

  1. Derxistina Qanûna Taqrîrê Sukûn û avakirina Mehkemeyên Îstiqlalê

Dema ku hedîseya Pîranê pêk hat, Ali Fethi Okyar serokê hikûmeta Anqerayê bû. Wezîrê Daxilî yê Hikûmeta Okyar, roja 16ê Sibatê di derheqê bûyeran de agahî dide heyeta mebûsan û ji wê du roj şûn ve yanî di 18ê Sibatê de jî agahaî dide Meclîsa Mebûsan. Wezîrê Daxilî di vê agahî de; hedîse wek bûyereke adî nîşan daye û gotîye tedbîrên ku ji alîyê hikûmeta me ve hatine girtin û fermanên ku hatine dayin, wê di demeke kurt de wan têk bibe û bişkîne. Li ser zixt û îtirazên mebûsên mixalîf, hikûmeta Okyar, li bajarên Dîyarbekir, Elezîz, Gênç, Erxenî, Mûş, Dêrsim, Ûrfa, Mêrdîn, Sêrt, Bedlîs, Siwêrek, Wan, Hekarî, Erzerum û qezayên Xinûs û Kixê Îdareya Ûrfî îlan dikin. Digel van bajaran, bi biryara hejmar 6/908an, di roja 23yê sibata 1925an de bi tezkîreyek ji Reîsê Meclîsa Mebûsan daxwaz dike ku bajarê Meletîyê jî bikeve nav Îdareya Ûrfî.[29] Bi tevî girtina biryara Îdareya Ûrfî, dijberî û nakokîyên sîyasî yên navbera grubên Hikûmeta Anqerayê, bi piştgirîya Mistefa Kemal û bi serkêşîya İsmet İnöni yê cîgirê serokê Partîya Komarî ya Gel, Ali Fethi Okyar mecbûr dimîne ku di 2yê adara 1924an de îstifaya kabîneya xwe pêşkêşê Reîsêcimhur bike. Piştî îstifaya wî, di 4ê adara 1924an de bi serokwezîrîya İsmet Paşa hikûmeteke nû tête damezrandin. Serokwezîrê nû İsmet Paşa, di axaftina xwe ya meclîsê de dibêje: “Di sîyaseta daxilî de, em dê vê hedîseya dawî bi lez û bez û bi şiddet vemirînin.” Di heman şevê de, teklîfa qanûna “Takrir-i Sükûn ve Hıyanet-i Vataniye”[30] dike û bi tevî hemû mixalefeta Kazım Karabekir ê nûnerê Partîya Komarî ya Teraqîperwer û kesayetên wekî Raûf Orbay, ev teklîf di şeva 4ê adara 1925an de wek qanûn tête qebûlkirin. Kazim Karabekir di axaftina xwe ya li ser armanca derxistina vê qanûnê de dibêje: “Yê ku di xeternakî de ye ne Cimhurîyet e, takekes in. Meqseda esasî ya derxistina Qanûna Teqrîrê Sikûn, bi wesîleya serhildana Kurdan, li her derê belavkirina terorê ye û di encama wê de girtin û rawestandina xebata TCFê (Partîya Teraqîperwer a Cimuhrîyetê ) ye. Fethî Beg vê yekê qebûl nedikir.”[31] Bi tevî dijberî û hemû mixalefetê, di heman şevê û heman rûniştinê de teklîfa damezrandina du Mehkemeyên Îsiqlalê jî hatîye qebûlkirin; Mehkemeya Îsiqlal a Anqerayê û Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê. Di roja 7ê adara 1925an de, muddeîumûmî û azayên van her du mehkemeyan jî têne bijartin. Heyeta Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê, pêk hatibû ji van kesan:

Reîs: Mazhar Müfid (Mebûsê Denizli),

Muddeîumûmmî: Ahmet Süreyya (Mebûsê Karasi)

Aza: Ali Saip (Mebûsê Urfa)

Aza: Lütfi Müfid (Mebûsê Kırşehir)

Azayê Yêdek: Avni Doğan (Mebûsê Bozok)[32]

Ev lijne û koma kadroyên sîyasî yên Mehkema Îstiklal a Şerqê, piştî amadekarîyên pêdivî, di roja 4ê nîsana 1925an de ji Anqerayê û bi ser Edenê re ber bi Dîyarbekirê ve rê dikevin û berêvara roja 12ê nîsanê digîjin Dîyarbekirê. Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê, “di 14 nîsana 1341an de li Dîyarbekirê dest bi kar kirîye.”[33]

  1. Wergirtina biryara derbasbûna alîyê Îranê û desteserina Şêx Seîd

Ji bo servegirtina nava bajarê Dîyarbekir, cara dawî di 7-8ê Adarê de hewldaneke nû çêbû lêbelê bi ser neket. Di heman demê de ji alîyê Fransayê ve jî rê hate vekirin ku leşkerên Tirk ji başûr ve di ser Mêrdînê re bigîjin hawîrdor û nava bajarê Dîyarbekirê.  Bitaybetî biserneketina êrîşa Dîyarbekirê, gihîştina leşker û çekên giran ên Tirk ji bo herêmê, bû sebebê şikestina bere û hêvîya şervan û serkirdeyan.

Piştî vî bûyerê Şêx Seîd bi tevî hinek serkirdeyên pêre, berê xwe dan alîyê alîyê Serhedê çûn Mûşê û Vartoyê.  Bajarê Vartoyê, di 11ê Adarê de ji alîyê hêzên Şêx Elîriza û Şêx Ebdullah ve hatibû girtin lêbelê di 25ê Adarê de cardin ji destê wan derketibû. Di wê demê de, “Şêx Elîriza Efendî li herêma eşîretên Hesenan, Sîpkan, Zirkan û yên din bang û beyanname belav dikir di nav axa û giragirên herêmê de, da ku piştgirîya hereketê bikin.”[34] Şêx Seîd li wê herêmê, bi serokeşîr û serkirdeyên tevgerê re civîneke îstîşareyê çêdikin, rewş û halê mewcud dinirxînin. Ji wê derê ve jî diçin herêma Solxanê, di gundê Ariqê bi tevî Şêx Ebdulah, Bînbaşî Qasim jî dibînin. Di wê hevdîtinê de Qasim, bêhêvîbûna Şêx Seîd ferq dike û ji wî dipirse dibêje fikra te çi ye?  Ew dibêje: “Em dê bi hêza xwe ya mewcud, ji deşta Mûşê û di ser pira Mûradê re derbas bibin û bigîjin hêzên Xalid Begê Hesanan û Nuh Begê birayê Hecî Mûsa Beg û ji wir ve jî derbasê Îranê bibin.”[35]

Berîya wê Bînbaşî Qasimî, yek ji berpirsiyarên herêm Şêx Ebdulahê Melekan ê zavayê Şêx Seîd xapandibû, îqna kiribû û kişandibû alîyê xwe. Êdî bi tevî Şêx Ebdulah, gav bi gav pîlana girtin û teslîmkirina Şêx Seîd û hevalên wî çêdike. Osman Nûrî Paşayê qomandarê firqa 12an jî ji vê rewşa hanê agadar kirîye. Ji mîrekên Gonikê her du kurên Xalid Beg; Kamil û Baba Beg bi tûndî li dijî Qasim û fikrên wî bûn. Piştî hevdîtin û çûna rêyeke dirêj, ji gundê Melemîyê berê xwe didin gundê Çarbihurê. Di şefeqa sibê re ji wê alîyê çem ve, ji alîyê merivên Qasim ber bi koma Şêx Seîd û hevalên wî ve ku nêzîkê nod kes hebûne teqe çêdibe. Ew zan dikin ku esker avêtîye ser wan. Koma wan ji hev dibe, sê-çar şax dibin; Bînbaşî Qasim, birayê wî yê Reşîd û Reşîdê Qargebazarî, birayê wî Elî, Şêx Ebdulah û Şêx Seîd bi hev re ne. Tên ber pira Abdurehman Paşa, Şêx Seîd ji hespê xwe peya dibe û dixwaze ji pirê bibuhûre lêbelê Qasim pêşîya wî digre, nahêle ew derbas bibe. Şêx Seîd berê lûla tifinga xwe dide ser dilê qasim, dibêje; ez dê teslîm nebim, rê bide ez derbas bim. Bi hev re dikevin munaqeşeyê. Qasim ji wî re dibêje; ma tu yê piştî şêst salan qetil bikî. Di wê hengameyê de Reşîdê birayê Qasim, ji paş ve her du milên Şêx Seîd digre, tifinga destê wî jê digrin. Qasim tezkîreyek ji Osman Paşayê qumandarê firqayê re rêdike û dibêje: “Min Şêx Seîd li ser Pira Abdurehman Paşa tewqîf kirîye, divê gavek zûtir mifrezeyeke piçûk bigîje nik me. 15ê Nîsana 1341, Çarşem”[36]

Di dema girtina Şêx Seîd de, di heqîba wî ya li ser hêstirê de çar hezar zêr hebûne, lêbelê heta ku gihîştine pirê ew zêr winda bûne. Pêşîyê wan dibin Vartoyê, ew 15 rojan li Vartoyê girtî dimînin, lêpirsîna Pêşî li wê derê tê kirin û paşî wan bi tevî alayîyekî esker rêkirine Dîyarbekirê.

Piştî ku Şêx Seîd û hinek hevalên xwe hatin derdestkirin, ji demkê şûn ve Şêx Giyasedîn, Şêx Mehdî û Şêx Selahedîn çûn cem Şêx Elîriza. Li wê derê mişewire û hevdîtinên xwe kirin û di dawîyê de biryara çûna alîyê Îranê tê qebûlkirin û bi tevî 150-200 siwarên xwe ve derbasê Îranê dibin.”[37] Di vê rêwîtîyê de, ji bo ku bi hêzên eşîretên wê herêmê re şer nekin, li herêma Agirîyê bi rê û bihurên çîyayên asê re, pirr bi dijwarî û zehmetî derbas dibin û digîjin bajarê Xoyê.

Ew hêvî dikin ku dewleta Îran piştgirîya wan bike, li wê derê baregaha xwe ava bikin û şer berdewam bikin. Di vê navberê de Tirkîyê, bi rêya dîplomatîk bi Şahê Îranê re têkilî pêk anîye da ku serkirde û şervanên Kurd neyên hewandin. Îranê li gor vê, li ser sînor amadekarîyên xwe kirîye. Dema şervanên Kurd derbasê Îranê dibin, wan li baregahekî leşkerî berhev dikin û bi serokatîya Şêx Elîriza hevdîtinên navbera şanda Kurd û Îranîyan dest pê dikin. Îranî dixwazin Kurd çekên ber destê xwe radestê wan bikin, alîyê Kurd jî dibêjin heta lihevhatinekê nebe em çekên xwe radestê we nakin. Li ser vê yekê, “Di navbera şanda Kurd û nûnerên Îranê de dema munaqeşeyek tûnd çêdibe, ew êrîşê Şêx Elîriza Efendî dikin. Ev bûyer ku digîje derve, di nav şervanên Kurd de nerehetî peyda dibe û bi bêhemtî teqe çêdibe. Piştî çêbûna teqeyê, leşkerên Îranê bi çekên giran wan gulebaran dikin. Piştî gulebarana leşkerên Îranê, Şêx Dîyadîn û gelek şervanên Kurd têne şehîdkirin, Şêx Xiyasedîn û Şêx Elîriza jî têne birîndarkirin. Ji sipartina wan a axê şûn ve, Şêx Elîriza û hevalên wî yên sax mayî ji alîyê rêvebirên dewleta Îranê ve têne hepiskirin. Ancax piştî şeş mehan têne berdan û ji wir ve diçin nik Simkoyê Şikak û jê dixwazin ku ew piştgirî bide wan û ew li wê herêmê baregahek çêkin. Simko ji vê pêşniyar û daxwaza wan aciz dibe û li ser vê yekê ew jî terka rojhelatê Kurdistanê dikin û derbasê başûrê Kurdistanê dibin.”[38] Xebata wan a wê derê, bi taybetî li Mûsilê heta demên dawîya salên 1929an berdewam dike.

  1. Şêx Seîd di Mehkemeya Îstiqlalê de

Bi tevî hemû piştgirî û fedekarîyên xelkê Kurdistanê, ji ber hinek sedemên navxweyî û sîyaseta navneteweyî ya wê demê, Tevgera 1925an bi ser neket. Roja ku Mehkemeya Îstiqlalê li Dîyarbekir dest bi kar kirîye, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusif Zîya hatine înfazkirin. Ji destpêkirina Mehkema Îstiqlalê du roj şûn ve, Şêx Seîd û hinek hevalên wî li Çarbihûra nêzîkê pira Abdurehman Paşa hatine girtin. Roja ku ew hatine girtin, li Dîyarbekirê mehkema Şêx Eyûbê Qerebexçê û Dr. Fuad dest pê kirîye, piştî du rojan yanî di 17ê nîsan 1925an de biryara darvekirina wan hatîye dayin û înfaza wan di destê sibeha 17ê nîsanê de li meydaneke piçûk a alîyê rast ê derîyê Îçqeleyê hatîye tetbîqkirin.

Şêx Seîd û hinek hevalên pêre, di roja 15ê nîsana 1925an de li Çarbihûra nêzîkê pira Abdurehman Paşa, ji alîyê bînbaşîyê teqawid Qasimê Cibran ve tê desteserkirin. Qasim, ji eşîra Cibran bû, meriv û bacenaxê Xalid Beg bû. Piştî desteserkirinê, berê wan didin Dîyarbekirê û bi tevî hevalên wî yên pêre, di êvara roja sêşema 6ê Gulana 1925an de digîjin Dîyarbekirê. Wan dibin ber Qonaxa Hikumetê ku wê demê di Îçqeleyê de bû; li vê derê Walî Mîthad Beg, Mursel Paşayê Qumandanê qolorduya 7an û mifetîşê orduyê Kazim İnanç pêşwazîya wan dikin. Rojekê berîya anîna wan, heyeta mehkemê jî gihîştibû Dîyarbekirê. Her pênc azayên Heyeta Mehkemê, pêk hatibûn ji komekê mebûsên bijarteyên dewra duyemîn a Meclîsê û di nava wan de tenê Ahmet Sureyya hiqûqnas bû.

Dîl û girtîyên Tevgera 1925an, di hepisxaneya nav Serayê de hatine hepiskirin, lêbelê mehkemeya wan di dêrekê mezin ê Ermen-Fileyan de hatîye kirin. Mehkemê di 26ê Gulanê de dest pê kirîye û 28ê Hezîranê biryara darvekirina wan bi hejmara 69 hatîye dayin. “Şêx Seîd gelek wêrek bû, nizanibû tirs çi ye?”[39] Di dema mehkemekirinê de li ser pirsa sawcî Şêx Seîd dibêje: “Ez ne li pêşîya vê hereketê me û ne jî li dawîya wê me…. Wekî her kesî ez jî di nav de me. Tenê ji dosye û gruba Şêx Seîd Efendî, ji bo 48 kesan biryara darvekirinê tê dayin û van kesan alîyê derveyê Derîyê Çîya yê sûra Diyarbekirê û li nêzîkê rêya Fîsqeya, di roja 29ê hezîrana 1925an de, di destê sibê de hatine darvekirin. Pêşîyê hevalên wî yek bi yek li ber çavên wî hatine darvekirin û paşê ew hatîye darvekirin. Dema ku Şêx Seîd li Dîyarbekirê hatîye darvekirin, temenê wî 60 salî bûye. Di dema darvekirinê de, li ser gotin û zimandirêjîya Ahmed Mithadê walîyê Diyarbekirê û yên din, Şêx Seîd dibêje: “Heqê bizina kol namînê ji bizina bi quloç re!” Piştî darvekirinê, cenaze nedane meriv û malbatên wan, li nêzîkê cîyê darvekirinê erd vekolandine û hemû bi hev re li wê derê binaxkirine. Desthilatdarên Komara Tirkîyê, ji wê rojê heta îro, cîyê gornê wan dîyar nekirine û rê nedane ku meriv û nevîyên wan û miletê Kurd biçin serdana şehîd û mirîyên xwe bikin.

Ji girtin û darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî şûn ve; hikûmeta Kemalîst dest danîye ser hemû mal û hebûna wan, erdê wan hatine îstimlaqkirin, ji alîyê rêvebirên hikûmetê ve ji dergûşa zarokan bigre hemû eşya û alavên wan di bazar bajarê Xinûsê de hatine firotin. Ew di şeva dawî ya Xinûsê de, di xanîyekê vikûvala de razana. Ji panzdeh salan mezintir hemû endamên malbatê yan hatibûn girtin, yan revîyabûn yan jî di nav rêza tevgerê de bû. Tenê ji malbata Şêx Seîd Efendî nêzîkê sed kesan hatibûn şehîdkirin. Li ser hev ji panzdeh hezaran zêdetir kurd hatine kuştin. Jin û zarokên malbatên alîgirê tevgerê, bi serê xwe û tenê mabûn. Ji demekê kurt şûn ve li ser fermana hikûmetê, hemû malbatên têkildarê tevgerê; jin-zarok û pîr-kal bi hev re hatine nefîkirin (sirgûnkirin) ji bo wîlayetên rojavayê Tirkîyê. Berê malabata Şêx Seîd dane herêma Traqyayê, ketine rêya rêwîtîyeke tije êş, ezab û tengasîyan. Dawîyê digîjin nav girava gola Eğridirê. Di nava wan de mêrê herî temendirêj, Mehmûdê çardeh salî bû. Di heman demê de Mele Seîdê Kurdî jî sirgûnê girava Eğridirê kirine. Qedera reş e, herçiqas di tevgera serhildanê de ne bi hev re bin jî, di sirgûnê de bi hev re bûne.

Li ser mexsed û armanca Tevgera 1925an gelek şirove hatine kirin. Bi dîtina Qasim Firatê lawê Şêx Elîriza: “Mexseda tevgera Şêx Seîd ev bû ku di Kurdistanê de li gor esasên Îslamî dewleteke Kurd bête avakirin.”[40] Qenaet û biryara Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê jî ev e ku “Serkirdeyên vê tevgerê ji bo armanc û mexseda pêkanîn û avakirina Hikumeta Kurdistaneke musteqîl, bi çekdarî û rasterast serî hildane.”

Di dema darvekirinê de gotina dawî ya Şêx Seîdê nemir ev e:

“Jiyana min a tabiî gihîşte dawî. Min xwe feda kir di rêya miletê xwe de, bi tu awayî ez ne poşman im. Ji niha û şûnve wê lawê me li ber neyaran fedî nekin, ev ji bo me bes e.”[41]

Di derheqê Şêx Seîd û Tevgera 1925an de îdîa û babeteke girîng jî, piştgirîya hêzên emperyal ên wê demê, bi taybetî jî yê Brîtanya ye. Ev îdea bi pirranî ji alîyê rêvebirên Komara Tirkîyê, Yekîtîya Sovyetê û hinek grubên çepgir ve tête parastin. Lêbelê îro gelek belgeyên veşartî yên wê demê, bîranîn û daxuyanîyên rêvebirên wê demê didin nîşankirin ku ev îdea nerast e, bi tu awayî piştgirîya hêzên emperyal ji bo Tavgera 1925an çênebûye. Serok û rêxistinên kurdan gelek hewldane ku piştgirîya van dewletan bigrin, lêbelê hewldanên wan bêencam mane. Berûvajî wê, polîtîka dewletên mezin ên wekî Brîtanya, Fransa û Yekîtîya Sovyetê ev bû ku ji bo berjewendîya xwe piştgirîya tevgera M. Kemal bikin. Ji xwe van her sê dewletan jî berîya destpêkirina Tevgera 1925an, her yekî cihê cihê bi tevgera M. Kemal û paşê jî bi Komara Tirkiyê re peyman îmze kirine. Van dewletên navborî, vê polîtîkaya xwe di coxrafyaya di bin hukmê wan de jî dane îspatkirin. Eger weha nebûna, Brîtanya li başûrê Kurdistanê û Fransa jî li rojavayê Kurdistanê hêzên mandater bûn, bi dehan dewlet ji ereban re dan çêkirin, çima li wan dera dewletek Kurdistanê çênekirin? Dev ji dewletê berde, mafê otonomî û kulturî yê miletê Kurd jî nasnekirine.

Tevgera 1925an, di meydana şer de bi serokatîya Şêx Seîd hate îdarekirin; bi tevî ku piştgirîyeke baş a miletê Kurd ji hereketê re hebû, di nav demeke kurt de serkevtineke girîng bi dest xist û li herêmeke berfireh a bakurê Kurdistanê belav bû, lê mixabin bi ser neket. Bêguman gelek sedmên civakî-sîyasî yên navxweyî û derveyî yên vê têkçûnê hene û divê ji bo dîyarkirina wan, lêkolînên berfirehtir bêne kirin. Bi dîtina min sedemên herî girîng ên têkçûnê ev in: Rewşa civakî ya wê demê ye ku têkilîyên eşîrtîyê serdest bûn û fikra neteweyî gelek lawaz bû; lawazî û kêmtecrûbeya Komîteya Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Azadî) bi tevî ku 26 şubeyên wê li Kurdistanê hebûn; digel ku hejmareke zêde kadroyên leşker di nav rêxistinê de hebûn, amadenekirina lojîstîka pêdivî û lawazbûna heyeta (serkirdayetîya) erkanê herb; kêmasîya hewldanên dîplomatîk û tunebûna piştgirîya hêzeke gewre ya navneteweyî.…

* Di vê meqaleyê de, şiroveyên li ser Tevgera 1925an, di çarçoveya kurte portreya Şêx Seîd Efendî de hatine kirin, bêguman ji bo lêkolîna li ser tevgera neteweyî ya 1925an, xebat û çaroveyeke hîn berfireh pêdivîye. (S. V.)

[1] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 32

[2] Feyzi Bilgin (Abdurrahimoğlu), Yakılan Şeyh, Ekovizyon Yayıncılık, 2006, r. 18

[3] Ahmet Aras, Abdülmelik Fırat ile mülakat, 24 Kasım 2000, http://kovarabir.com/abdulmelik-firat-1925-hareketini-azadi-cemiyeti-hazirladi-ve-onun-basinda-da-miralay-halit-bey-vardi-1/ (21.02.2021)

[4] Feyzi Bilgin (Abdurahimoğlu), h.b.,  r. 23

[5] Ahmet Aras, Abdülmelik Fırat ile mülakat, 24 Kasım 2000, http://kovarabir.com/abdulmelik-firat-1925-hareketini-azadi-cemiyeti-hazirladi-ve-onun-basinda-da-miralay-halit-bey-vardi-1/

[6] Ferzende Kaya, h.b., r. 33

[7] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 962

[8] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 33

[9] Ferzende Kaya, h.b., r. 33

[10] Robert Olson, Kürt Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Özge Yayınları, Ankara, 1992, r. 72

[11] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 34

[12] Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması 1919-1925, Tekin Yayınları, Ankara, 1991, r. 56

[13] Dr. İhsan Şerif Kaymaz, Musul Sorunu, otopsi, 2003, s. 469

[14] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 975

[15] Robert Olson, h.b., r. 141

[16] Ahmet Aras, Abdülmelik Fırat ile mülakat, 24 Kasım 2000, http://kovarabir.com/abdulmelik-firat-1925-hareketini-azadi-cemiyeti-hazirladi-ve-onun-basinda-da-miralay-halit-bey-vardi-1/

[17] Ferzende Kaya, Mezopotamya Sürgünü Abdülmelik Fırat’ın Yaşam Öyküsü, 4. Baskı, r. 36

[18] Mela Xalid, Fehmî Firat Kî ye?, Kovara Bîr, Hejmar: 7, Havîna 2007, Dîyarbekir, r. 214

[19] Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanması 1919-1925, Teki Yayınevi, 1991, r. 67

[20] Uğur Mumcu, h.b., r. 68

[21] Martîn Van Bruinessen, Ağa Şeyh Ve Devlet (Kürdistan’ın Sosyal ve Politik Örgütlenmesi), Özge Yayınları, r. 356; Robert Olson, Kürd Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Özge Yayınları, 1992, r. 144; Kasım Fırat, Röportaj, Dava, sayı: 8, 1990, r. 10 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[22] Hasan Hişyar Serdî, Görüş ve Anılarım, Med Yayınları, İstanbul, 1994, r. 201

[23] Şevket Beysanoğlu, h.b., r. 932

[24] M. A Hasretyan, 1925 Kürt Ayaklanması (Şeyh Sait Hareketi), Jîna Nû Yayınları, 1985, r. 10

[25] Şevket Beysanoğlu, h.b., r. 963

[26] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 18, 25, 105

[27] Kasım Fırat, Röportaj, Dava, sayı: 8, 1990, r. 10

[28] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 39

[29] Ahmet Süreyya Örgeevren, h.b., r. 48-49

[30] “Qanûna Pêkanîna Aramî û Xîyaneta Wetenî”, pêk hatîye ji 3 bendan û di benda yekem de weha hatîye nivîsandin: Hikûmet bi tesdîqkirina Reîsêcimhur û bi resen û îdareten jî, dikare qedexe bîne ser hemû teşkîlat û tehrîkat û teşwîqat û teşebbusat û neşrîyatên ku ji bo îrtîca, îsyan (serhildan) û têkbirina nîzama îctîmaî ya memleket, xerakirina hizûr û sikûn û emnîyet û asayîşê kar dikin. Ew ên ku van kiryaran pêk bînin, hikumet dikare wan bişîne/bide Mehkema Îstiqlalê.

[31] Kazım Karabekir, Kürt Meselesi, Prof. Dr. Faruk Özerengin, Truva Yayınları, İstanbul, 2020, r. 16

[32] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yayınları, İstanbul, 2002, r. 88

[33] Ahmet Süreyya Örgeevren, h.b., r. 103

[34] Kasım Fırat, Röportaj, Dava, sayı: 8, 1990, r. 13

[35] Mahmut Akyürekli, Binbaşı Kasım’ın Hatıraları; Azadi, Şeyh Said Hakkındaki İfadeleri ve Cıbranlı Halit Bey’in Mektupları, Avesta Yayınalrı, İstanbul, 2020, r.73

[36] Mahmut Akyürekli, j. b., r. 81

[37] Kasım Fırat, h.b., r. 13

[38] Kasım Fırat, h.b., r. 14

[39] Hesen Hişyar Serdî, Görüş ve Anılarım, Med Yayınları, İstanbul, 1994, r. 407

[40] Kasım Fırat, h.b., r. 14

[41] Hesen Hişyar, 63 Yıl Sonra Şeyh Said Direnişi, War, hejmar: 8, r. 35

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne