Seîd Veroj/ Rojnameya Serbestî, Mewlanzade Rifat û Abdurehman Nacîm

0
2125

Rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat

“Milletên ku xwedî dîrokeke nivîsandî û tekûz nebin, herwekî ew millet hîç nejîyabin.” 30 Mayıs 1913

Dr. Abdullah Cevdet

Bûyer û rûdanên sedsala nozdeh û bîstan, hem li cîhanê û hem jî di nav Împeratorîya Osmanî de encamên pirr girîng derxistin meydanê. Herweha vê rewşa hanê, bandoreke girîng li ser rewşa aborî, komelayetî û sîyasî ya Kurdistanê jî kir.

Di salên dawî yên împeratorîyê de, ji ber bandora belavbûna fikrên neteweyî, peyderpey di nav kurdan de jî fikrên kulturî yên qewmî [neteweyî] peyda dibin. Fikrên neteweyî, di bin bandora bûyerên sîyasî yên wê demê de, pêşîyê bi rêya çapemenî û çalakîyên kulturî geş dibin û paşê jî di warê sîyasî û rêxistinîyê de. Di vê çarçoveyê de, ji destpêka sedsala 20an şûn ve çapemenîya kurd jî geş dibe, gelek kovar û rojname ji alîyê kurdan ve têne weşandin. Rojnameya Serbestî, yek ji wan weşanên sereke ye.

Bi her alî ve ronîkirina dîroka çapemenîya Kurdistanê pire girîng e û pêdivî ye. Rabirdû û dîroka çapemenîya milletekî, bîra tomarkirî ya wî milletê ye û ji alîyekî ve jî dîroka wî ya komelayetî û neteweyî dide nîşandan. Faktorê tewr girîng ê netewetî û netewebûnê jî xebata çapemenî û weşangerî ye. M. Salih Bedixanî di nav rûpelên Rojî Kurd de ev girîngî weha anîye ziman: “Milletên ku girîngîya pêdivî nedin çapemenîya xwe û milletên ku rayagiştî ya wan xwedîyê rêyeke durist û metanetê nebe, hêza wan jî wekî hêza sirûştî ya ava ku li zevîyek berfireh belavbûyî, heder û wenda dibe. Lewra milletên wisa, ji ber vê xafletê, daîmî ji xeternakîya bêrêxistin mayin û têkçûnê xelas nabin… Heçî qewmên ku bê tarîx û bê nivîsandin û rojname ye… Ew qewm wekî însanekî kerr û lal e.”

Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegerîya Kurdan bête kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî û destpêka sedsala 20an e.

Xwedî û berpirsiyarê rojnameyê Mewlanzade Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye û lawê nivîskarê navdar Abdurehman Nacîm e. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û sîyasetmedarî tê naskirin. Her wiha şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera neteweperwer a Kurd e di destpêka serdema 20an de. Wî, digel rojnameya Serbestî, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye

Yekemîn hejmara rojnameya Serbestî, di 3yê Teşrîna Sanî ya 1324  (16yê Sermawêza 1908) de hatîye neşirkirin. Di kumyeyê û li binê navê “Serbestî”yê de rûmêzek weha hatîye nivîsandin: “Rojnameyeke rojane ye û bêyî ku li cudahîya cins û mezhebên osmanîyan binêre xizmeta hiquqa hemûyan dike.” Li gor agahdarîyên heyî, “Serbestî li ser hev 770ê hejmar” hatine weşandin. Li ber destê me nêzîkê şesed hejmaran hene. Li ser bergê hejmara 601an jî tarîxa yekşema 25ê Nîsana 1920î hatîye nivîsandin. …

M Rifat û rojnameya Serbestî, li hemberê desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî, bi tevî grub û rêxistinên mixalifên nêzîkê hev, mixalefet û têkoşîneke dijwar kirine. Ji ber vê yekê, zixt û zordestîya li ser mixalefetê her ku diçû girantir dibû; her rojê ku derbas dibû cînayetên sîyasî zêdetir dibûn. Di vê pêla terora desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê de, gelek caran rasterast yan jî bi rêya sîxuran, M. Rifat û Serbestî jî hatibûn tehdîtkirin û gef li wî hatibû xwarin. Piştî van tehdît û gefxwarinan, roja 6ê Nîsana 1909ê, Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê li ser pira Galatayê hate kuştin. Piştî kuştina sernûserê Serbestîyê, çendek rojnamevanên din jî ji alîyê rejîma Îttihad û Terraqî ve hatin kuştin.

Weşana rojnameya Serbestî, dem deman bête rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên Kurdan de ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guherîn çêbûne; ku ew guherîn di vê xebatê de, bi ser sê dewran ve hatine destnîşankirin. Dewra yekem; ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire heta biryara sirgûnkirina Dîwana Herb-î Urfî ya 21ê Nîsana 1909yê dewam kirîye. Dewra duyem; ji dema sirgûnkirina Misrê dest pê dike, bi çûna Parîs, Yunanîstan û cardin vegera Stenbolê û heta dawîya sala 1912yê dewam dike. Di 1ê Îlona 1912 de bi biryareke sîyasî, neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.

Piştî rawestandina weşana Serbestî, sala 1913yê hem di jîyana wî ya şexsî û hem jî ya fikrî de guhartinên girîng çêdibin. Mewlanzade Rifat, sala 1913yê, di 44 salîya xwe de, bi Nûrîye Ulvîye Xanim re dizewice.

Ji alîyê fikrî û sîyasî ve M. Rifat, berê xwe ji fikra “Îtihadê Osmanî” ber bi daxwazên neteweyî yên kurd ve dide. Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê, têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ev dem û dewreya nû, bi nameya wî ya ji bo kovara Hetavî Kurd dest pê dike. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de, ji alîkî ve bersiva Abdullah Cevdet jî dide û dibêje: “Nûha wezîfeya me ev e, divê bîzatîhî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealeke mîllî baznedin, milletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr bi paş ve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas diêşîne.(Rifat, 1329: Hetavî Kurd, h. 2) Em dibînin ku hemû milletan ji bo bilindbûn û pêşketinê, ji xwe re helqeyeke neteweyî dîyar kiriye. Eger armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye…  Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanet amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.” (Rifat, 1913: Hetavî Kurd, h. 2)

Abdullah Cevdet jî di çaçoveya van munaqeşeyan de, li ser pirsgirêka neteweyî nêrîna xwe weha tîne ziman û dibêje: “Serdema me, serdema netewetîyê ye. Hikûmet û dewletên otorîter ên tewr radîkal jî nikarîn pêşîya vê cereyanê bigirin û dê nikaribin jî.” (Cevdet, Rojî Kurd (2002): r. 52)

Dewra sisêyan jî; ji navbereke dûrûdirêj a nêzîkî pênc salan şûn ve dest pê dike û di vê demê de Serbestî, weşaneke bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komela Pêşxistina Kurdistanê) ve hatîye weşandin.

Di her yek dewreyê de çawa ku polîtîkaya rojnameyê guherîye, herweha piranîya koma nivîskaran jî guherîye. Bi taybetî jî di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî guherîye. Li gor beyannameya CTKê di dewreya sisêyan de; Serbestî wek weşaneke Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) kar kirîye, pirranîya nivîskaran kurd in û naveroka nûçe û nivîsên wan jî li ser kurd û Kurdistanê ye.

Wekî di destpêkê de jî hate gotin neşrîyata rojnameya Serbestî, bi berdewamî nebe jî, li ser hev nêzîkî diwanzdeh salan dom kirîye. Di vê mudetê de, di nav hejmarên wê de li ser gelek babetan nivîs û nûçeyên cur bi cur hatine belavkirin. Ji bo derxistina fihrist û tesnîfkirina nivîs û nûçeyên rojnameyê, xebateke hîn berfireh divê. Lêkolînên berfireh ên li ser Mewlanzade Rifat û xebata wî ya çapemenîyê û bi taybetî jî rojnameya Serbestîyê, dê ronahî bide ser gelek bûyerên sîyasî û civakî yên navbera salên 1908-1922 yê Împeretorîya Osmanî û xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan.

Piştî ku paytextê împeretorîyê û bajarê Stenbolê dikeve destê hikûmeta Anqerayê, berdewamkirina weşana Serbestîyê mimkun nabe û şexsiyetên wekî Mewlanzade Rifat jî nikarin li wan deran bimînin. Di sala 1923an de pêkhatina Peymana Lozanê, rewşeke nû derdixe holê; di vê peymanê de bendek li ser sirgûnkirina mixalîfên tevgera M. Kemal hebû ku TBMMyê li gorî vê bendê, navê M. Rifat jî xistîye nav “sirgûnên 150yan.” Ji ber vê yekê M. Rifat ji bêgaviyê terka Stenbolê dike û berê xwe dide Binxetê, diçe Helbê bi cî dibe. Li wê derê jî dest ji têkoşînê bernade û di nav xwebata Xoybûnê de cî digre.

Ji nav rûpelên vê xebatê jî dê xuya bibe ku M. Rifatî, di rêya azadbûnê de girîngî û pêdivîya çapemenî û rêxistinbûnê baş têgihiştîye û jîyana xwe di vê rê de derbas kirîye. Em dikarin bêjin ku ev gotina wî ya li jêrê, naveroka têgihîştina wî dide dîyarkirin û bûye rêbera pratîka wî: Me hemû jîyana xwe bi azadî derbas kir. Me azadîya xwe, bawerîya xwe û wijdanê xwe nekir malzemeyê yekî.

Mewlanzade Rifat wek evîndar û têkoşerekî sînornenas ê hurriyet û doza rewa ya milletê kurd, di rêya vê xebata dûrûdirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ber dilovaniyê.

Nivîs û pirtûkên M. Rifat:

Wî di xebata xwe ya nivîskarî û çapemenîyê de xweyîtî û mesûlmidurîya gelek rojname û kovaran kirîye. Herweha ew nivîskarê wan bû û di van rojname û kovaran de gelek nivîs û meqeleyên wî hatine çapkirin û belavkirin. Ji bo berhevkirin û lêkolîna wan, xebateke hîn berfireh divê. Ji xeynî nivîsên wî yên di rojname û kovarên wekî Hukuku-ı Umumiye, Înkılab-î Beşer (wek organek PRG), Âkil, Âhalî, Meşrûtîyet, Faruk, Cîhad, Serbestî, Hevatî Kurd, Jîn û wd. de ev pirtûkên wî hatine çapkirin:

1- Bilanço yahud Vatan Uğurunda Çektiklerim-1909 [Bîlanço yan jî di Rêya Welat de].

2-Yemen Hakkında Dahiliye Nazırı Talat Bey Efendi’ye Açık Mektup-1911

[Di derheqê Yemenê de Nameya Aşkera ji Nazirê Daxîlî Talat Begî re].

2- 31 Mart Bir İhtilalin Hikayesi-1911 [31 Adarê Çîroka Îhtîlalekê].

3- Türkiye İnkılabının İçyüzü-1929 [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê].

4- Mevlanzâde Rifat’in Anıları [Bîranînên Mewlanzade Rifat].

5-Siyonistler Osmanlıyı Nasıl Yıktı-1923 [Sîyonîstan Çawa Dewleta Osmanî Rûxand].

***

Abdurehman Nacîm

Di navbera Meşrutîyeta Yekemîn û Meşrutîyeta Duyemîn de, xebat û çalekîyên kulturî û rewşenbîrîyên kurdan, ji qonaxek derbasê qonaqek din dibin. Eger em bixwazin navek li vê pêvajoyê bikin; em dikarin xebat û çalekîyên kulturî û rewşenbîrîyên vê demê wek destpêka fikra neteweyî ya kulturî qebûl bikin. Lêbelê di wateya xwe ya modrn de, berhemên edebîyata moderna kurdî ancax piştî Meşrûtiyeta Duyemîn, bi rêka kovar û rojnameyên wê demê peyda bûne.

Di serdema Împeretorîyê de ziman û edebîyateke neteweyî yê Împeretorîyê tune bû. Gelek nivîskar, edîb û entellektuelên împeratorîyê di kar û xebatên nivîskarî de, zimanên cihê cihê bi kar anîne; yanî ew nivîskarên pirrzimanî yên împeratorîyê bûne. Dema em bala xwe bidin zimanê nivîsandin û nivîskarên wê demê, weha dîyar dibe ku digel zimanên xwe yên qewmî pirranî bi zimanê erebî, farisî û osmanî nivîsandine. Abdurehman NACÎM jî yek ji wan nivîskaran bû.

***

Gelek nivîskar û rewşenbîrên me kurdan hene ku zanîna me ya li ser jîyana wan û berhemên wan ên nivîsandî gelek kêm e. Ji van kesayetîyan yek jî Abdurrehman Nacîm ê bavê rojnamevanê navdar Mewlanzade Rifat e. Dema em Abdurehman Nacîm û xebata wî ya nivîskarîyê nas bikin, ji alîyek ve şopa demar û membaya li paş entellektuelîya Mewlanzade Rifat jî xuya dibe. Abdurehman Nacîm, entellektuelek î girîng ê dema xwe û milletê kurd e, li ser babetên cûr bi cûr xebat û nivîsên wî hene; ew bi nasnama xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, hiqûqzanî, edîbî, şaîrî û karê tesnîfkirina kutbxaneyan tête naskirin.

A. Nacîm, li bajarê Silêmanîyeyê ji dayik bûye, endamê malbateke namdar û giragir ê vî bajarî ye. “Ew, di 21ê Gulana 1833ê de li qezeya Şehrezor a bi girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyek navdar ê wê deverê bû. Abdurrehman Nacîm bi leqaba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn.”[1] Li wê deverê jî malbata wan bi navê Mewlanbegzadeyan tête nasîn.”[2]

Wî, tehsîl û “Xwendina xwe, di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye û îcazeta xwe girtîye.”[3] “Di 21 salîyê de selahîyeta îrşadê û di 23 salîya xwe de jî selahîyeta îcazetê ji Şêx Osaman Siracedîn Efendî yê Tawîlan wergirtîye ku ew jî xelîfeyê Mewlana Xalid bûye. Ji wê şûn ve nêzîkê 4-5 salan di medreseyên Bexdayê de li ser îlmên Îslamî ders dane.”[4] Li ser dewra zaroktî û ciwantîya wî, agadarîyên berfireh li ber destê me nîn in. Piştî temamkirina xwendinê, “qasî 4-5 salan di medreseyên Bexdadê de li ser îlmên Îslamî ders daye. Li gor dosya wî ya sicîlê; bi zimanê turkî, erebî û farisî dixwend û dinivîsand, herweha muqtedîrê axaftina zimanê kurdî bû.”[5] Qasî ku tê zanîn ew di dawîya salên 1850an de hatîye Stenbolê. Wî heman demî perwerdeyîya hiqûqê dîtîye, hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Herweha ew, di tesewufê de girêdayî terîqeta Neqşebendî bû.

A. Nacimî bi navên ciyawaz gelek meqale û pirtûk nivisîne. A. Nacîm nivîskarekî pirzimanî bû; wî bi zimanê erebî, farisî û osmanî berhemên manzûm û mensûr nivisîne. Ji nivîs û berhemên wî dîyar dibe ku ew heman demî muqtedîrê edebîyat, belegat û gramera van zimanan jî bûye. Hinek nivîs û meqeleyên wî didin nîşandan ku ew li ser edîb, edebiyat û perwerdeya kurdî jî xwedî zanîneke berfireh û kûr bûye. Hetanî îro berhemên wî yên bi zimanê kurdî nehatine dîtin, lêbelê di nivîsên wî de hinek cumle û hevokên kurdî wek mînak hatine nivîsandin. Ev jî didin xuyakirin ku bi kurdî zanîn û xwendina wî bêguman e.

A. Nacîm, piştî ku derbasê mulkîyeyê dibe, “bi wezîfeya reîstîya Mehkemeya Îstinafê di 12yê Sermaweza 1882yan de ji Stenbolê tayînê Diyarbekir bûye. Ew, vê bi wezîfeyê gelek kêfxweş û dilşad dibe, bi heyecan û bêsebrî çûyina ji bo Dîyarbekirê dipê. Di vê navberê de gelek caran Dîyarbekir tê xewna wî. Ew, vî heyecan û bêtebatîya xwe, di Rahnameya Dîyarbekir/ Rahnameya Nacîm de weha tîne ziman: “Dema ku zivistan çû û bihar hat, qerar ev bû; dê biçim Diyarbekir yanî Amed. Ew tiştê ku di gelek şevan de dilê min wan dîtî bû, Ameda reş Diyarbekir bû….”[6] Gihîştina xwe ya ji bo bajarê Amedê weha tîne ziman:“Roja duşenbe dozdeyê meha Receb, pazdeh ji meha Nîsanê bêzehmet û eziyet. Gihîştim Dîyarbekir bi kêf û xweşî, ev nezma me jî gihîşte paşî.”[7]

Wî, dema tewr dirêj a wezîfeya xwe ya fermî li bajarê Amedê derbas kirîye, bi rêvebir, minewer û şairên Amedê re têkilîyên wî yên germ û geş çêbûne. Wî dema ku li Xarpêtê jî kar kirîye, carina serdana Amedê û dostên xwe yên li Amedê kirîye.

Gelek pirtûk û meqeleyên wî hatine çapkirin. Xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê, ronahîyek girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiya. Ew, di demên dawî yên jîyana xwe de li Elezîzê serokê Mehkemeya Îstinafê bû, di 23yê Hezîrana 1895ê de, li bajarê Elezîzê di 62 salîya xwe de çûye ser dilovanîya xwe.

Bersiva Konsolosê Brîtanya

Dema ku A. Nacîm li Diyarbekir reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû, Konsolosê Brîtanya Mr. Trotter li hin deverên Kurdistanê digere; serdana hinek gundan, koçberan û cotkaran dike û li ser encama vê gera xwe raportek belav dike û di naverokê de; Kurdan bi cehalet û hovîtîyê dide nasandin û herweha dibêje qewmê kurd ji maarîfetê [îlim-kultur] mehrum e. Ev daxuyanîya Konsolos, di nav nivîskar û rewşenbîrên kurdan de nerehetî û acizîyek peyda dike, kesayetîyên wekî Keyfî, Abdurehman Nacîm û Hesen Zûhdî bi rêya rojnameya Tercûman-î Hakîkat bersiva wî didin.

Gengeşe û nivîsên di nav rûpelên Tercûman-î Hakîkat [Tercûmanî Heqîqet][8] de, ferezanî û hîkmeta A. Nacîm a li ser edebîyat û kultura kurdan, bi gelek aşkerayî dide dîyarkirin. Divê em vê rastîyê jî dîyar bikin ku berîya wî, refleksên bersivdana Konsolosê Brîtanya, ji alîyê Keyfî ve hatîye nîşandan. Keyfî, li ser daxuyanîya Bînbaşî Mr. Trotter, di hejmarên 969 û 974 ên Tercûman-î Hakikat de, rexne li daxuyanîyên wî digire û bi “Kurdîya Goranî” du xazelên goranî bi tevî tercumeya wan a turkî pêşkêş dike.

Keyfî di destpêka nivîsa xwe de dibêje:

“Mr. Trotter ê Konsolosê Îngiltere yê Diyarbekirê, li ser Kurdistanê nivîsek belav kirîye û bê tefekûr têde gotîye edebîyata kurdî “nîn” e. Di rastîyê de li kutibxane, gelek eserên edebîyata kurdî hene; li vê derê ez dê xazeleke kurdî ya sade û herî kêmhûner, wekî “mukadîmeyeke redkirina” tehqîqatên wî, bi tevlî tercumeya wê ya turkî ji bo rojnameya we rêkim. Hûn dê bibînin ku gotin û agahdarîyên wî çiqas dûrê rastîyê ne.”[9]

Piştî nivîsên Keyfî, Abdurahman Nacîm jî di nivîsa xwe ya bi navê “Ulema ve Kürd ahalisi[Ulema û gelê kurd] de bersiva Mr. Trotter ê Konsolosê Brîtanya yê Dîyarbekirê dide û dibêje:

“Ew meqaleya ku ji alîyê Konsolosê îngiliz ve hatîye nivîsandin û di rojnameyan de hatîye neşirkirin; dûrê halkirina heqîqetê ye û ne li gor arzûyan e. Li ser vê babetê tehqîqatên Konsolosê navborî, sivik û bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê bêne redkirin û sererastkirin. Lewra Konsolos bohtan li hemû kurdan dike û dibêje ew nezan û wahşî ne, bê îlim û bê îrfan in. Halbûkî qewmê necîb ê kurd, bi delîlên aşkere xwedîyê fazîletên rast, berhemên hêja, qelem û eserên îlmî ye.

Ji alîyê îlim, fazîlet, xettatî û şaîriyê ve qewmê kurd, li gorî yên din bêtir navdar e. Her çeşîd telîf û tesnîfê kurdan, eserên xwedî îtibar ên kutibxaneyan in.

Wan, bi van nirx û berhemên xwe, pirtûkxaneya dinyayê neqişandine û ronî kirine. …

….

Ji ber ku zimanê kurdî gelek dewlemend û ji alîyê şîweyan ve jî rengîn e, bi kurdî gelek pirtûkên edebî yên mensur û menzum hatine nivîsandin.

Ji alîyê şaîrên kurdan ve bi zimanekê zelal, manîdar, şaîrane û hakîmane qesîde, mesnewî, rubaî û şiîrên cûr bi cûr di şiklê nezmê de hatine nivîsandin.

Ulema û şaîrên kurdan; wek eser û şaîrên erebên bedewî, ehlê faris û turk şiîr nivîsandine û eser hiştine. Ji van navdarên wekî Hezretî Şêx Mewlana Xalid, Beytûşîyê Ellame, Şêx Marûfê Berzencî û miftîyê Bexdayê Şêx Mihemed Feyzî Efendî bi eserên matbu û muteber hatine nasîn…..”[10]

Amdurahman Nacîm di nivîsa xwe ya dirêj de, piştî van agahdarîyan, ev car bi xwe vedigere pirsan ji Konsolos dike û dibêje:

“Gelo Konsolosê navborî, 30-40 medreseyên bajarê piçûk ê Silêmanîyeyê geriyaye ku hemû bi xwendevanên îlmê tije ne? Yaxud li mekteb û medreseyên bajarê Sineyê geryaye? Gelo medreseya pîroz a Darûl Îhsanê dîtîye ku wekî Cemîû’l Ezhera Misrê, odeyên wê yên bêhejmar hene û ji bajarên dûr gelek xwendevanên ji bo tehsîla îlm û fennê têde xwendina xwe dom dikin. Yaxud medreseyên li Savucbulaq, Saqiz, Banê, Şino, Tercan, Serdeşt, Nistan, Enderkaş, Bokan, Beytûş, Çimiyan û medreseyên din ên bi van deran ve girêdayî bi çavên xwe dîtine? Yan jî medreseyên li qezayên piçûk ên ser bi Silêmanîyê ve wekî Qeredax, Helepçe, Kelanbar, Beyare, Bazyan, Qizilan, Asker, Akçayan, Merge, Maun, Pêşder û medreseyên li Rewandûz, Koyê, Erbîl, Îmadîye, Xoşnav, Şemdînan û ciyên din dîtine û li ser wan agahdarîyên wî hene? Ku ev medrese û mekteb her yek wek Darûl Maarîfek e.

Haşa! Konsolosê navborî ne ev bihîstiye, ne dîtîye û ne jî li ser tehqîq kirîye. Gelo Konsolos dizane ku îro piranîya ulemayên medreseyên li bajarê Erzerum, Diyarbekir, Mêrdîn, Sîwaz, Xarpêt, Mûsil, Heleb, Bexdad, Şam, Misir, Medîneyê Mûnewere, Mekeyê Muazzama kurd in? Na, nizane.

Yaxud eserên îlmî û mifedar ên hinek şexsiyetên xwedî fazîlet û alimên kurd ên li tekyayên Humul û Hafa ya Stenbolê nas dike ku îro di rojnameyan de têne neşirkirin?

Konsolosê navborî ne dikare wan nas bike û ne jî muqtedîrê naskirin û têgehîştina eserên wan e….”[11]

….

Nivîskar, di dawîya nivîsa xwe de dibêje, em hêvîdar in ku Konsolos piştî van agahdarîyên berfireh, xeletîya xwe sererast bike û qethen ji me jî aciz nebe û herweha bi bîrxistina risteyên Nalî, dawî bi nivîsa xwe dihêne.

“Bo çi negirîm sed kertim dil dişikînî

Bo çi mey nerijî şîşe le sed cîke şikawe.

Yanî:

Çawa û ji ber çi ez negirîm, tu her roj sed car dilê min ê wêran dişikînî.

Çawa û ji ber çi şerab nerije, şûşeya wê li sed cîyan şikestiye.”[12]

[1] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, 2001, Îstenbul, r. 287

[2] İbrahim Göksel Baykan, Abdurrahman Nâcim Efendi ve ilk kütüphane katalogları,

[3] Ali Birinci, J. b., r. 287

[4] İbrahim Göksel Baykan, http://www.yek.gov.tr/Link/ShowLink?LINK_CODE=50&LAN_CODE=TR,

[5] İbrahim Göksel Baykan, J. b., 29.10.2015

[6] Abdurrahman Nacîm, destnivîsa Rahnameya Dîyarbekir, r. 1

[7] Abdurrahman Nacîm, destnivîsa Rahnameya Dîyarbekir, r. 12

[8] Rojnameya Tercûmanî Heqîqet, 27 Hezîrana 1878an – 12yê Kanûna sala 1924an hatîye weşandin.

[9] Keyfî, Tercüman-i Hakikat [Tercûmanî Heqîqet] gazetesi, no: 974, s. 3, 19 Eylül 1881

[10] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat [Tercûmanî Heqîqet] gazetesi, no: 982, 29 Ekim 1881, r. 2-3

[11] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat [Tercûmanî Heqîqet] gazetesi, no: 982, s. 2-3, 29 Ekim 1881

[12] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat gazetesi, no: 982