mertala-firateLi ser operasyona Mertala Firatê nêzîkê mehek derbas bû. Ji encamên vê gavê yên operasyonên li ser xeta Azez-Cerablusê, dubarebûna polîtîkayek kevnare derdikeve pêşiya me. Di sala 1963ê de piştî ku Baasîyan desthilatdarî bi dest xistin, li ser bingeha şovenîzm û nijadperesiya erebî li hemberê kurdên li Sûriyeyê polîtîkayeke dijwar a erebkirinê cîbicî kirin. Xaka kurdan bi zorê ji wan hate girtin, eşîrên çekdar ên ereb li vê derê hatin bicîkirin û xwestin li seranserê sînorê Tirkiyê “Kemera Erebî” çêbikin. Rejîma Baasê, ji wê rojê ve hetanî îro polîtîkayên xwe yên erebkirinê domandine. Dema ku Rejîma Baas polîtîkaya pêkanîna “kemera erebî” cîbicî dikir, rêvebirên dewleta Tirkiyê tu reaksîyonek nîşan nedidan. Îro têkçûna polîtîkaya Baasê û îhtimala hevgihandine cografya rojavayê Kurdistanê hatîye rojevê, Turkîye bi munasebeta PYD/YPGê dixwaze pêşî li hevgihandina erdê rojavayê Kurdistanê bigre. Ji bo vê yekê, bi tevî Artêşa Azad a Sûriyê operasyona Mertala Firatê daye destpêkirin.

Sê hefte li ser destpêkirina operasyona Mertala Firatê derbas bû, artêşa Turkiyê di demeke kurt de bi tevî Artêşa Azad a Sûriyê herêmek berfireyîya wê 95 km û kûrayîya wê jî 15-20 km ji bi kontrola DAIŞê derxistin û girtin bin konterola xwe. Di vê pêşkevtinê de, di navbera hêzên leşkerî yên Turkiye û DAIŞê de pevçûneke girîng çênebû. Bi serkevtina vê operasyonê, xeta Azez-Cerablusê gihaşte hev û sînorê Tirkiyê bi DAIŞê re nema. Bi tevî vê operasyonê, dewleta Turkiyê rasterast tevlî şerê Sûriyê bû û pêre jî munaqeşeyên nû dest pêkirin: Gelo ev operasyon bi bê erêkirina DYA çêbûye? Ji alîyê din ve jî bi bê erêkirina Rusya, Îran û Suriyeyê çêbûye yan bi îradeya xweser a Turkiyê çêbûye? Turkiye bi kûrayî ve, kare seha operasyonê çiqas berfireh bike? Ev bûyer dê Turkiyê bikşîne ber bi herêmên hundirê Sûriyê ve, bi taybetî jî ber bi Helep û Reqayê ve? Ku Turkiye pêde biçe dê vegara wî çawa be? Û wd. Gelek pirsên din jî karin bêne pirsîn.

Ji bo bersivandina van pirsan, pirr bi kurtayî be jî divê em li rewşa hêzên navneteweyî û dewletên herêmî binêrin. Di herêmê de ji alîyek ve bi pêşngîya DYAyê, Brîtanya, Almanya, Fransa û Erebîstana Siûdî û wd. ji şêstî zêdetir dewlet di vê cepheyê de berhev bûne. Ev cephe, vê gavê stratejîya xwe bi hêza hewayî û yekîneyên taybet, bi piştgirîkirina hêzên herêmî yên hevkarên xwe, bi taybetî jî bi HDS li seha şer hebûna xwe didomînin. Turkiye jî bi awayek fermî di nava vê cephê de ye û hêza hewayîya vê cepheyê, di operasyona Mertala Firatê de piştgirîya Turkiyê dike. Ji alîyê din ve jî bi pêşengîya Rusyayê, Îran, Sûriye, Iraq û Hîzbullah wek hevpeymanên stratejîk ên Sûriyê, bi hemû hêza xwe ve parastina rejîma Baas a Sûriyê dikin. Bi taybetî Îran, meseleya dahatûya (peşeroja) rejîma Sûriyê, ji ber stratejîya xwe ya li herêmê, wek mesela hebûn û tunebûnê dibîne. Ji ber vê yekê rasterast bi awayekî aktîf piştgirîya rejîma Baasê dike. Bi tevî hemû nakokîyên navbera Sûriye û Iraqê, ji ber tesîr û giranîya Îranê, hikumeta Şiî ya Iraqê jî, ji alîyê aborî û lojîstîkê ve piştgirîyeke girîng dide rejîma Baas a Sûryê. Ji xeynî dewletên navborî, ji sedî zêdetir grubên çekdar ên girr û hûr hene. Di vê rewşa mewcud de, di navbera Îran, Turkiye û Sûriyê de ji xeynî meseleya kurd û Kurdistanê tu zemîneke din nîne ku van dewletan bi tevî nakokîyên xwe ve bîne ber hev.

Dema ku operasyona Mertala Firatê li ser vî hêz û mêzîna navdewletî û herêmî bête nirixandin; bêyî erêkirina DYA, Rusya û Sûriyeyê ne mimkune Turkiye bi serê xwe dest bi vê operasyonê bike. DYAyê ji berê ve dixwaze Turkiye li hemberê DAIŞê muhafeza sînorên xwe bike û rê li ber çûnûhatina DAIŞê bigre. Di vê çarçoveyê de, li gor daxuyanîyên ku ji alîyê rayedarên DYAyê ve hatine dayin, di rewşa memcud de Turkiye dikare operasyonê 20-25 km bi kûrayî bibe. Eger Turkiye bixwaze El Bab û Minbîcê bigire û berê xwe bide herêmên di bin destê HSDyê de, nebawerim ku DYA û hevpeymanên wê vê yekê qebûl bikin. Rusya jî naxwaze Turkiye ber bi El Bab û başûrê wê ve biçe û rewşa Helebê ji bo rejîma Sûriyê bixe xeteriyê. Digel vê yekê, Rusya bi pêşîvekirina vê operasyonê, dixwaze ji alîyek ve bingeha lihehatina piştî daxistina balafirê xweş bike û di sehayê de helwesta Turkiyê bibîne, ji alîyê din ve jî Turkiyeyê wek helqeyek lawaz a NATOyê biceribîne. Dema ku Turkiye berdewamîya rejîma Baas û desthilatdarîya Beşar Esed qebûl bike û zêde têkilê nava Sûriyê nebe, ji alîyê Îranê ve jî tengasîyek girîng dernakeve.

Dema em ji alîyê sîyaset û armanca Turkiyê ve li operasyona Mertala Firatê binêrin; ji alîyê ewlekarî ve pêşîlêgirtina êrîşên DAIŞê û parastina welatîyên sivîl girîng e û divê ji bo vê tevdîr bêne girtin. Lêbelê ji daxuyaniyên sîyasîyan û gengeşeyên rayagiştî wisa tê fêmkirin ku armanca sereke ya sîyaseta Turkiyê, pêşîlîgirtina hevgihandin û yekparebûna cografya rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo veşartina vê aramcê jî peyvên wekî “dewleta PKK/PYDê”, “korîdora terorê” yan jî “koridora PYDê” û wd. têne bikaranîn. Bêguman em jî zordestî, monopol û terora PYDê ya li ser kurdên ne ji wan û hemû alîyên din, ji Turkiyê bêtir şermezar dikin û vê yekê rast nabînin. Lêbelê dijîtîya van polîtîkayên PYDê û dijberîya mafê rewa yê mileta kurd du tiştên cûda ne. Dema ku Rejîma Baasê bi zorê kurd ji erd û warê wan derdixistin, rêvebirên Turkiyê deng ji xwe nedianîn. Îro sebeb çi dibe bila bibe, parastina encamên politikaya Baasî û paşvegerandina rewşa berê ya Sûriyê nerast e û nemimkun e jî. Bi tevî vê, ku Turkiye bixwaze operasyonê bigehîne sînorên Helebê û tevlî operasyonên xelaskirina Reqayê jî bibe, bawer dikim hêzên navneteweyî yên di herêmê de, dê rê li ber hewldanekî wisa bigrin. Lewra qedera Helebê, dahatûya Sûriyê dîyar dike. Ji ber vê yekê dê rê nedin Turkiyê, ger rê li ber neyê girtin jî, dê çûyina wê wekî vegara wê nebe.

Di dawîyê de, divê rewşa nû ya Rojhelata Navîn rast bête xwendin. Sûriye helqeyeke pirr girîng a statuqoya herêmê ye û nemimkun e wek berê bimîne. Di vê pêvajoyê de, carina alîyê dewletên herêmî û hin grubên çekdar biguhere jî, dahatûya Sûriyê dê li gor lihevhatina cepheya DYA û Rusyayê çareser bibe. Li gor daxuyanîya alîyan û pêdaçûna rewşê, Sûriyeya paşerojê, bi kêmanî dê li ser sê herêman parve bibe û ji wan yek jî herêma Kurdistanê ye. Bêguman ew Kurdistan, dê ne Kurdistana PKK/PYDê be, dê Kurdistanek pirrdeng û pirreng be. 21.09.2016