“Ji wê rabe here bêje Fuad beg/ Ji kurmanca ra rêzanî tu bê şek.

Qelem fêde dike îro tu rabe/ Xewa şîrîn ji bo me pir ezab e.”

Cîgerxwîn

Dr. Fuad bi eslê xwe ji Çêrmûga Diyarbekirê ye û ji mala Hecîqadiran kurê Hecî Îbrahim Efendî ye ku li Diyarbekirê berniyas bû. Xwendina wî ya seretayî li Diyarbekirê dest pê dike, paşê jî li Stenbolê û piştî wê jî diçe Parîsê dixwîne û dibe doktor vedigere tê li Diyarbekirê bijişkîyê dike. Doktor li ser pîşeya xwe zor zana bû. Ji alîyê malbatî ve rewşa wan a aboriyê baş bû, wî gelek caran ji nexweşên xwe pere nedigirt û belaş derman dida feqîr û xizanan. Ji ber vê yekê di dilê xelkê de text danîbû, ji alîyê xelkê ve gelek dihat heskirin.

Ew ji berê de bi rewşa gel re mijûl dibû û kar dikir ku wan hişyar bike, da ku xwe ji bin zilm û dîlketinê rizgar bikin. Ji bo vê jî têkoşîneka dijwar û bi rêxistinî pêdivî bû. Bêşik ew bîreweriya pê re çêbûyî, çareserkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî ji rêxistinbûnê cuda neditît. Ji bo vê yekê digel hinek hevalên xwe, di sala 1919an de şaxê Diyarbekirê yê Komela Tealî ya Kurdistanê birêxistin dikin. Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya Doza Kurdistanê de wê pêvajoyê weha dîyar dike:

“Komela Tealî ya Kurdistan di demekê kurt de li gelek deveran liqên xwe vekirin. Bi tenê li Diyerbekirê bi hezaran kes bûbû endamê Komelê. Di wê demê de Ganîzade Doktor Cewded Begê ku ji Stenbolê hatibû Diyarbekirê beşdarî vê Komelê bûbû. Doktor Fuad Beg jî endamê Komelê bû. Ji bo ji van kesên behremend û xwedan ezmun mifayê werbigrin desteya rêveberiyê xwe ji kar kişand.” Dr. Fuad di mêj ve bi rêxistinên kurd re di nav têkilîyê de bû, destpêka van têkilîyan digîje dema xwendevanîya wî. Dozgerê mehkemeyê Ahmet Sûreyya dibêje: “Dr. Fuad; di nav ew şexsiyetên dîyar û destnîşankirî de bû ku ji berê ve di rêya doza neteweperwerî û damezirandina hikûmeta kurd de kar dikirin.”[1]

Piştî dest ji kar kişandina rêvebirya berê, desteyek nû ya rêvebirinê tête dirustkirin, Dr. Fuad dibe yek ji endamên vê desteyê û digel hevalên xwe dest bi xebat û rêxistinê dikin. Qedrî Cemîl Paşayê ku yek ji endamên wê desteyê bû dibêje:

“Li ser pirsa netewî me ligel Doktor Fuad, Bavê Tûjo, Cercîzade Fîkrî, Elîyê Licêyî civînek kir, me biryar da ji bo em rewşa Mehmûd Berzencî fêr bibin û peywendiyê li gel rêkxistina wî daynin, ji ber vê çendê jî pêdivî bi çûna Silêmanî hebû. Ji bo pêkanîna vî karî, me di nava xwe de qure kişand, kar kete ser milê Bavê Tûjo. Bavê Tûjo di nav çend rojan de bi rêka Remanê gehişte Mûsilê, lê di wê demê de îngilîzan li beramberî Mehmûd Berzencî ketibûne bizavê û rê nedane Bavê Tûjo biçe Silêmanî û Bavê Tûjo girtin dan destê tirkan. Bavê Tûjo şandin Anqerê da ku dadgeha wî bikin, demekê li zindana Anqerê ma û paşê wî berdan û careka din vegeriya Diyarbekir.”[2]

Piştî ku Komela Tealî ya Kurdistan parçe dibe û Serhildana Qoçgirîyê têk diçe, di nav grûbên rewşenbîr û rêxistinên kurdan de fikra yekbûn û rêxistineka nûh dertê holê. Di vê çarçovê de bi li Erzeromê bi serokatîya Xalid Begê Cibrî û hevalên wî, bi navê Komîta Îstiqlala Kurdistanê rêxistineka nûh di şiklê bereya netewî de tête bi îlegal tête damezirandin, ku ji çendek grûban pêk hatibû. Bi vê awayê gelek rewşenbîr û grûbên siyasî yên kurd li dora vê rêxistina nûh berhev bûbûn. Navê kurt ê vê rixistinê Azadî bû. Di bin rêvebiriya Azadîyê de, “Şoreşger û rewşenbîrên kurd ji bo azadiya Kurdistanê kar dikirin da ku bikaribin serhildaneke giştî rêk bixin. Ji efserên kurd Îhsan Nurî yê Bedlîsî, Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweysê Silêmanî, Xurşîdê Hertûşî endamên girîng ên vê rêkxistinê bûn. Mulazim Îsmaîl Heqî Şaweysê Silêmanî li ser fermana ku ji navenda rêkxistinê ya li Erzeromê ye wergirtîye da ku li deverên din yên Kurdistanê karê rêkxistinê pêk bihîne hatibû Diyarbekirê. Bi beşdariya min, Cemîl Paşazade Qasim Beg, Dr. Fuad, parêzer Mihemed Efendî (Bavo Tujo) ango Hecî Axtiyê navdar, Ekrem Cemîl û hindek hevalên din ve me tayekî (şaxek) vê rêkxistinê li Diyarbekirê vekir. Peywendiya tayê me û ya navenda Erzeromê bi kodan (şîfre) li ser rêka serokê tayê Darahênê, Tayib Elî yê fîdekar ve çêdibû.”[3]

Dr. Fuad mesûlê komîteya bajêrê Diyarbekirê bû. Her weha propagandîst û rêxistinkarekî jêhatî bû. Wî rêxistina nava bajêr û agadarî û peywendiya bi derve re pêk dianî. Her wiha, Dr. Fuadî bi kurdên başûr (Mûsil, Silêmaniye) û yên Binxetê re jî di nav têkiliyê de ye û berdewamî ji hev agadarî werdigrin. Ji vê yekê jî derdikeve holê ku Komîta Îstiqlala Kurdistanê, rêxistin û tekoşîna xwe li tevayî Kurdistanê dikir.

Dr. Fuad di nav vê xebat û tekoşînê de, rêxistinkarekî rewşenbîr û şoreşgerekî netewî yê çalak bû. “Dr. Fuad kurdperwer û pêşengê doza kurd e, ji bo pêkanîna vê yekê amade ye her fedekariyê bike.” Berîya ku serhildan dest pê bike dixwaze bi navê Mezopotamyayê rojnameyek derbixe. Wî “hemû jiyana xwe, zîrekî û ramana xwe ji bo çêkirina Kurdistaneke serbixwe serf kiriye.” Wî dixwest bi her liv û tevger û helwêsta xwe ji gelê xwe ra bibe mînak û hişyarîya netewî pê re peyda bike. Wek mînak, di wan deman de grûba endamên Komîta Îstiqlal wek helwêsteke netewî, ji bo propaganda û moraldayina gel, cilûbergên kurdî-herêmî li xwe dikir û bi vî awayî li nava sûka Diyarbekirê digeriyan. Dozger Ahmet Sûreyya jî dibêje: “Di roja 7-8ê Adarê de ku ew roj roja tearûz û êrîşa li ser Diyarbekirê bû, Doktor Fuad kumikek kûlavîya gewre û sertûj danîbû serê xwe û bi cil-bergên neteweyî yên kurdî bêteredûd di nav sûka Diyarbekirê de digeriya.”[4]

Ji gotar û gazindên kadroyên wê demê dîyar e ku di têkiliyên navend û liqan de lawazî û alozî hebûye. Ekrem Cemîl Paşa vê yekê weha tîne ziman “Liqên Azadiyê yê girîng bi raya min yê Diyarbekirê bû. Serokên me li Ezeromê serhildanek amade dikir. Lê mixabin me ji çi tiştekî agahdar nekirin. Çi tiştek di derbarî xeta bizavê de nîşan nedan. Ji me çi xizmet û karek nexwestin.”[5]

“Di roja 8ê Sibata 1925ê de, dema ku pêzanîna kuştina leşkerên baregeha tirk li Pîranê belav bû û me bihîst, em wek endamên tayê Diyarbekirê ya rêkxistina Azadî, tênegehiştin ev ji bo çi û bi çi armancê hatiye kirin. Ji ber ku serokê Azadî Xalid Begê Cibrî û endamên wê yên bi karîger girtîbûn û hêj damezrandina rêkxistinê nehatibû temamkirin, me hizir nedikir ku ev bizav bi biryara rêkxistinê ve hatiye kirin. Em di nav matmayîn û dudiliyekê de bûn. Ji bo em rastiya vê bûyerê fêr bibin, me mirovek şande cihê bûyerê, lê dema em li benda hatina wî mirovê bûn ez û çend hevalên bi kurdîniya xwe ve berniyasin hatine girtin. Em di bin siriyeke leşkeran de, li zindana adliyê hatin hepiskirin. Hêrîş û teqînên ku li ser navenda Diyarbekirê çêdibûn, hevalên neteweperwer di zindanê de li ser wan şîroveyên cûrbicûr dikirin û bi meraqekî li benda encamê bûn. Ev rewş bi qasî bîst rojan berdewam kir û heta ji Edenê firqa leşkerî hat û hêrîş bire ser şervanên ku Diyarbekir dorpêç kirine, hingê rewşa vî karî hate guhertin. Êdî me di zindanê de dengê çekan nedibihîst. Piştî ku ev bizav hate tepeserkirin me hinde jî hêvî nedikir ku dê karekî hovane û dirinde bihête kirin. Pêkhatên ku hindek fermandarên bêwijdan kirin, ne di demê Hulago û ne jî demê Nêron de hatine dîtin.”[6]

Piştî ku serhildan şikest, Mehkema Îstiqlalê ya Şerqê li Dîyarbekirê hate damezirandin, Dr. Fuad bi xwe jî wekî gelek şoreşger û rewşenbîrên kurd tête destgîrkirin. Di destpêkê de dosyaya Dr. Fuad û Şêx Eyubê Siwregî vekirin. Ji xwe Dr. Fuad, ji berê ve bi îddîaya xebata Kurdistana serbixwe hatibû girtin û sucdarkirin, di mehkema eskerî de doza wî dewam dikir. Dr. Fuad, di xebata binerdî (îlegal) de pirr hesas û ketûm bû. Ji ber vê yekê di derheqê endametiya wî ya rêxistinê de, li ber destê mehkemê îsbatên şênber pirr kêm bûn. Dadgeha Îstîqlalê ji bo cezakirina wî çi delîlek cidî peyda nekiribû. Hinek tiştên ku di çarçoveya huqûqê de nabin delîl, wek delîl derxistibûn pêş. Di rewşên wiha de çêkirina sedeman û lihevanîna derewan ne zahmet e. Her wekî ku bi ser Hesen Xeyrî yê Dêrsimî ve hat, ew jî bi hinek îddîayên pirr sivik û basîd sûcdar kirin: ku dibêjin “di dema serhildana Şêx Seîd de, tu bi cil û bergên netewî yên kurd di nav sûka Diyarbekirê de geryayî”; ya din, wî di lêpirsîna xwe de gotibû ez Kurdekî Zaza me, ev gotin ji bo sêdaredana wî wek tewaneke (sûc) din hate pesendkirin; her weha, ew nameya ku Dr. Fuad ji bo merivekî xwe yê bi navê Ferîd Paşa ku li Stenbolê dijiya nivisandibû, ji aliyê mehkemê ve wek belgeyê têkiliya wî û Tevgera 1925an tête nîşandan û dibe sedemê darvekirina wî. Di wê nameyê de derbarê rewşa herêmê û tevgera kurd de weha tête gotin:

“Şaxê Mûsil û Bexda yê Komîta Îstiqlala Kurdistanê, ev çend meh e ku faaliyeteka cidî dimeşîne. Bi biryar û nîşandana vê komîteyê, Şêxê Xinûsê Şêx Seîd Efendî dest bi serhildanê kiriye û hatiye gihiştiye Licê û Hêneyê. Vê gavê li bakûrê Diyarbekirê, 8-9 seat li dûrê bajêr şer çêdibe. Xwedê dawîya wî xêr bike. Komîta Helebê jî bo heman armancê amadekariya xwe ya bo serhildana gelê kurd tewaw kiriye. Mûş û hawîrdora wî ketine destê hêzên eşîretan. Di dawiyê de dikarim vê bibêjim, armanca fikra Kurdistanê, hukûmetê mecbûr kiriye ku bi ciddî li ser vê yekê bifikire. Em binêrin ka dê çi bibe?

Ez bi xwe, piştî dîtin û bihûrandina rojên derbeder, li benda demê me.”[7]

Ew dem hat, di encama biryar û mehkemeyeke sîyasî de, roja 16yê Nîsana 1925an yekemîn ceza darvekirinê ji bo Dr. Fuad û Şêx Eyubê Siwregî tête birrîn.

“Vê biryarê, kenê rûyê kesayeta îdealîst, neteweperwerê kurd Doktor Fuad têk nebiribû. Bi helwesta xwe ve jî nîşan dida ku ew çi girîngiyê nade biryara sêdaredanê. Piştî biryara sêdaredanê, ji bo bi zêdeyî êşê bidin mehkûman, tetbîqkirina biryarê sê rojan didane rawestandin û paşê biryarê pêk dihanîn. Lê qaşo zeman didan ku ji bo ev biryar ji layê dozger ve bihête temyîzkirin. Lê dozger çi biryareka dadgehê temyîz nekiribû. Li gor gotina rêveberê zindanê Ezîz Efendî, doktorê me Fuad di nav van sê rojan de çi xemgîniyek nîşan nedaye, li ser xwe bûye û ji rêveber daxwaz kiriye ku li jûra rêveber bi xêzana xwe re tenê bimîne û di her sê rojan de jî bêyî ku avê bikarbihîne li gor pêdiviyên ayînî xwe paqij kiriye. Piştî biryara sêdaredanê ji bilî kurdan, kîjan takekesê gelê din dikare hinde li ser xwe be. Ji berhema vê peywendiyê zarokek kurîn ji dayika xwe çêbû û navê wî lêkirin Mihemed Fuad.”[8]

Dr. Fuad, di 17ê Nîsana 1925an de, roja înê di şefeqa sipê de wek yekemîn û ciwantirîn kadroyê Tevgera 1925an, di 37 salîya xwe de digel Şêx Eyubê Siwêregî li meydana nizîkê deriyê Serayê têne darvekirin. Dema ku ew şoreşgerê neteweyî yê kurd dibin ber dara sêpiyê, ew serê xwe bilind dike û berê xwe dide bêdengiya beden û kolanên Diyarbekirê û wê gavê ji me ra wisa tarîf dike:

“Şevek tarî ya hebû ya tune bû nîv;

Deşt di xew da çiya digrî, ne hilate hîv”

Û pişt re bersîva celadên xwe dide, dibêje:

“Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî alaya serxwebûnê li ser bête hilkişandin.”

Dr. Fuadî di dilê gelê kurd de text danîbû. Ew dilîniya wî ya li hemberê gele kurd, heman demî dilxwaziyekî bo wî çêkiribû di nav gel de. Lewma li pey darvekirina wî xelkê Diyarbekirê kilaman li ser wî dibêjin. “Li gorî ku Faruk Hatipoğlu ji devê Şevket Beysanoğlu dibêje, kilamek weha li ser wî hatiye gotin:

“Şûşeyên wî li her derê diberiqin

Bêje lo diktoro, bêje lo Fuado!

Diyarbekir bo te digirî

Bêje lo diktoro, bêje lo Fuado![9]

Piştî têkçûna Tevgera 1925an û darvekirina Dr. Fuad, ji aliyê dewleta komarê ve paşnavê “Erkmen” li malbata wan tête danîn. Lê pişt re ev paşnav ji aliyê kurê wî ve weke heqaret tête qebûlkirin û ji ber vê yekê tête guherîn. “Sê zarokên Dr. Fuad çêbûne; keçek û lawek ji jina pêşîn in û lawek jî ji jina duyemîn e. Kurê wî Muzafer ku ji jina pêşîn çêbûbû, ji bo bi bîranîn û bîrxistina neheqiya li bavê wî bûye, paşnavê xwe diguherîne dike “Öldürülenoğlu (Kurêkuştî)”.

Muzafer ji Şaredariya Kadikoya Stenbolê teqawît dibe û di sala 1978ê de diçe rehmetê. Qîza wî Dîcle Oldurulenoglu di Lîseya Anatolya ya Kadikoyê de mamostaya zimanê îngilizî ye. Kurê piçûk ê Dr. Fuad, Mehmed Fuad Erkmen jî, di sala 1949 de Koleja Huqûqê ya Stenbolê xelas dike û bo demeke kurt li Nîgdeyê dozgerîyê (savcı) dike û pişt re dev jê berdide, dest bi abukatiyê dike. Ew ji sala 1955an vir ve li Îzmîrê abukatiyê dike.”[10]

Îro jî li ser armanc û naveroka Tevgera 1925an gengeşî berdewam dikin. Di serî de berdevk û pêgirtiyên îdeolojiya fermî ya Dewleta Komarê, rayedarên wê demê yên Dewleta Sovyetê, gelek grûbên çepgir yên tirk û hinek kesayet û grûbên kurd jî dixwazin Tevgera 1925an û pêşengên wê, wekî hewldana oldar û kevneperestên li dijraberê Komara Tirkiyê û îradeya tevgerê jî wek halandan û tevdana hêzên emperyal yên derve nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de, Kemalîstan bi hênceta Tevgera 1925an, Qanûna Teqrîrî Sukûn derxistine û xwestine bi vê yekê hem serê daxwazên meşrû yên gelê kurd bigre û hem jî oposiyona (muhalefeta) nava xwe pûç bikin.

Rêvebirên Dewleta Sovyetê (Bolşewîk) jî, bi derewên mezin ên bê binyad Tevgera Rizgariya Kurd a 1925an, bi egera havkariya bi hêzên emperyal re, taybetî jî bi yê îngiliz û fransizan re sûcdar dikin û miqabilê wê, piştgirîya kemalîstan dikin. Hukûmeta Kemalîst, wek tevgereka “netewî û şoreşger” dibînin. Gotar û nivîsên ku di rojnameyên tirk de darbarê Tevgera 1925an de têne belavkirin, pesend dikin û piştgirî didine wan. Raskolinîkof di nivîseka xwe ya di rojnameya Pravdayê (Moskova, 26.02.1925) de weha dibêje:

“Rojnameyên tirk ku dibêjin ev tevger bi piştgirî û halandana îngilizan ve ji layê feodal û muslumanên fanatîk ve hatiye rêxistinkirin rast e. Îngiliz bi tûrik û çewalan pare û destek didine wan… Dewleta nû ya Tirkiyê, berhema tevgereke rizgarîxwaz e. Ev serhildan jî ji layê hêzên emperyal yê Îngiliz ve li herêmên Rojhelata Tirkiyê hatiye destpêkirin. Ji ber vê yekê, çîna karkerên dinyayê rêz li vê tekoşîna dewleta Anqerê digre, dê bi şûr û agir li hemberî emperyalîzma zordar ya dinyayê, piştgirî bide Şoreşa Netewî ya Tirkiyê.”[11]

Demegog û şarlatanên Bolşewîkan û dagirkeran di derbarê tevgera kurd de ji bo xapandina raya giştî ya dinya û navxwe, çi derewan li hev tînin bila bînin, çi dibêjin bila bibêjin, “Roj bi bêjingê nayê veşartin”. Agadarî û belgeyên berdest, gotar û daxuyaniyên wan ên bê bingeh derewîn derdixin. Heta rêvebirên wan bi xwe jî, ji alîyekî ve mecbûr mane ku bi rastiyê mikur bibin. Mehkema Îstiqlalê ya Şerqê, di dawiya mehkemekirina rêvebir û beşdarvanên Tevgera 1925an de, digîje wê encamê ku armanca Tevgera 1925an damezirandina “Dewletek serbixwe ya Kurdistanê” ye. Piştî 63 salan, serokwezîrê wê demê Ismet Inönü jî, li ser têkilîyên derve yên Tevgera 1925an di bîranînên xwe yên ku di sala 1987an de çap bûne weha dibêje:

“Ez di vê baweriyê de me, dema ku em sedemên serhildana Şêx Seîd dinirxînin divê baş bala xwe bidinê. Her hal divê em vê wek tevgereka netewî qebûl bikin.”[12] Her weha Îsmet Paşa di heman pirtûka xwe de, di derbarê Tevgera 1925an û têkiliya wî ya bi dewletên bîyanî re û bi taybetî jî bi dewleta îngiliz re weha dibêje: “Di derheqê van hemû serhildanan û ya Şêx Seîd de jî bi salan e li welêt propagandayek tête kirin û vê propagandayê tesîrek peyda kirîye. Lêbelê tu delîlekî nehatiye dîtin ku serhildana Şêx Seîd rasterast ji aliyê îngilizan ve hatiye sazkirin yan jî piştgirî jê re hatiye dayin.”

Tevgera 1925an ji aliyê îdeologên Dewleta Tirkîyê û hevkar û hevpeymanên wan ve bi çi navî tête navkirin bila bête, di pişt wê de rêxistina Azadî (Komîta Îstiqlala Kurdistanê) û rêvebir û endamên wê yên şoreşger û fedekar hebûn. Di dawiya darezandina şiklî ya “Mehkemeyên Îsiqlal yên Şerqê” de jî serhildan û hereketa 1925an bi vî awayê tête tarîfkirin:

“Serhildana li Şerqê; hem ji aliyê nasname û naveroka xwe, hem jî ji alîyê armanc û ruhiyeta rêxistinkaran ve, bêguman tevgerekî netewî ye û ji xeynî damezirandina dewlet û hukûmeteke kurdî tu aramaca wê nîn e.”

Belê Dr. Fuad jî şoreşgerekî çalak ê vê rêxistin û dozê bû.

Bila ruhê wî şad be.

Çavkanî:

– Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejiyana Min

– Zinar Silopî, Doza Kurdistan.

– Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925)

– Şevket Beysanoğlu, Diyarbakır Tarihi, cild: 3

– Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi

– Ismet Inönü, Hatıralar 2. kitap

– Naci Kutlay, Bîranînên Min

Belgelerle Şêx Said Hareketi, Bolşevikler ve Kemalistlerin suç ortaklığı

* Ev nivîs; di 16 Tebaxa 2007an de di kovara Bîrê de hatibû weşandin, bi hinek têbinî û çavkanîyan nivîs hatîye berfirehkirin û bi minasebeta salvegera şehadeta wan a sala 93an em ji nû ve belav dikin. (S. VEROJ)

[1] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Said İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, S.106, Temel Yayınları, İstanbul, 2002

[2] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, r. 58, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007

[3] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, r. 77-78, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007

[4] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Said İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, S.106, Temel Yayınları, İstanbul, 2002

[5] Ekrem Cemîl Paşa, Kurtejîyana Min, r. 44, Weşanên Bîr, Diyarbekir, 2007

[6] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, r. 84, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007

[7] Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması [Serhildana Kurd-Îslam], Têbinî 293, r. 221, Tekîn Yayınevi, Ankara, 1991

[8] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, r. 85, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2007

[9] Naci Kutlay, Bîranînên Min, Weşanên Avesta, r. 171, 1998

[10] Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanması [Serhildana Kurd-Îslam], r. 222, Tekîn Yayınevi, Ankara, 1991

[11] Binêre: Belgelerle Şêx Said Hareketi, Bolşevikler ve Kemalistlerin Suç Ortaklığı, www.newroz.com, 17.07.2007

[12] İsmet İnönü, Hatıralar 2. Kitap, Bilge Yayınları, s. 200, Ankara, 1987