Kamiran Bedirxan, lawê Emîn Alî û neviyê Mîr Bedirxan e. Li ser cî û sala ji dayikbûna Kamiran Bedirxan nêrînên cûda hene. Li gorî Aharon Cohen ew, “Sala 1894ê li bakûra Suriyê û 100 km dûrî Helebê li bajarê Jerablosê hatiye dinyayê.”[1] Joyce Blau jî dibêje: “Emîr Kamiran di 21ê Tebaxa 1895ê li Şamê ji dayik bûye”[2] Di sernivîsa çapa nû ya rojnameya Roja Nû de hatiye nivîsandin ku “Kamiran Alî Bedirxan, di 21ê Tebaxa 1895an de li Stenbolê ji dayik bûye û xwendina xwe ya ewil jî li Stenbolê xelas kiriye.”[3]

Dema ku Bedirxanî ji ber bûyera kuştina Şehremînî Ridvan Paşa (24ê Adara 1906an) careke din bi tevî malbatên xwe ve têne nefîkirin, wê demê Kamiran Bedirxan, zarokek yanzdeh salî bû û di Dibistana Sultanî de xwendevanê pola seretayî bû. Kamiran Bedirxan, ji ber vê bûyerê bi tevlî zarokên din ên Bedirxanîyan ji aliyê polîsan ve hatiye destgîrkirin. Ew, bûyera destgîrkirin û birina zarokên Bedirxaniyan ji dibistanê weha tîne ziman:

“Piştî xwarina fîravînê min li bexçeya dibistanê dileyîzt, ez gelek tî bûbûm û ji bo vexwarina avê ber bi kaniyê ve dibeziyam. Kekê min ê Celadet ku du sal ji min mezintir bû, ji hewşa din a dibistanê hate nik me û deng li min kir. Hatina wî ya vê derê, ji bo min ne tiştekî adetî bû, lewra ew du sal li pêşiya min bû. Min û wî tenê êvaran li yataqxaneyê (li ciyê razanê) hevûdu didît. Bi dîtina wî matmayî bûm. Ji min re got: ‘Were em dê biçine yataqxaneyê’. Min wisa fikir dikir ku kekê min tiştekî ji min vedişêre. Wê gavê çavdêrê me yê dibistanê Cemal Beg hate nik me. Bi ken ji min re got, tu dê bi çûyina malê memnûn bibî yan na. Bi rastî jî ez, yek ji zarokên nerehet ê dibistanê bûm. Ev halê hanê, kekê min xemgîn dikir û bala neh pismam û dotmamên min ên li vê dibistanê jî dikşand. Me berê xwe da jûra mudir Abdurehman Beg û min dît ku hemû pismam û dotmam li ber derî berhev bûne û paşê em bi hev re çûn jûra wî. Li min nihêrt û gepa min mis da. Ji wezîfedarê li wê derê re got, hemû temam in, yanzdeh kes in. Em digel kesên redîngotî, ji deriyê giştî derketin, bi tevî polîsan hinek yek bi yek û hinek jî dido bi dido siwarê faytonên sergirtî bûn û ketin rê.

Di rê de polîsan hinek pirs ji me dipirsîn û bi taybetî jî digotin li mala we çend mêr hene. Di rê de diyar bû ku me nabin malê. Faytonan berê xwe dabû Bab-î Zabtiyye û me birin asayişa giştî û xistin eywanek mezin. Wezîfedarek hat navê me pirsî û ji ber ku biçûkê hemûyan bûm, navê min jî di lîsteyê de li dawiyê hatibû lêkirin. Cara yekemîn bi destpêka vê bûyera tuhaf, em yanzdeh kurdên biçûk û yanzdeh Bedirxanî hatibûn ber hev. Tewr mezinê me Silêmanê kurê apê min ê Xalid bû û panzdeh salî bû û ew ji bûyerê agahdar bû. Li wê derê ji me re gotin, serokê Şaredariya Uskudarê Ridvan Paşa, ji aliyê kurdan ve hatiye kûştin; ji ber vê yekê apên min û kekê min ê Sureyya ji aliyê hikumetê ve hatine destgîrkirin. Piştî nîv saetê, ji bo îfadegirtinê em yek bi yek ji eywanê derxistin, lê yê ku diçû nevedigeriya. Şev bi ser me da hatibû, dema bangî kekê min ê Celadet kirin û ew çû, ez tenê li odê mabûm. Wê gavê ne ku ez ditirsiyam, qasê tê bîra min ez gelek bi hêrs û kîn bûm, lê nizanim li hemberê kê bû. Dema derî vekirin û gotin “Kamiranê kurê Emîn!”, min xwe wenda kir, lewra ez hînê xîtabeteke wisa nebûbûm. Min vê yekê wek neheqî dît û li nik xwe sonda tolhildanê xwar… Polîsê ku ez birim ji min nav, sal, îkametgah, navê kesên li malê dimînin pirsîn, bi taybetî jî gotin dema bavê te ne li malê be -li Anqera û Konyayê wezîfeya mifetîşiya Edliyeyê dikir-  kî malê îdare dike? Min got: dayika min. Gotin: Çawa jinekê kare maleke wisa îdare bike, divê mêrek li wê malê hebe. Polîsê din jî di dema lêpirsînê de, ji paş ve milê min digûvaşt. Min ji wî re got; ‘destê min berde, tu min diêşînî.’ Wan guh neda min, gelek aciz bûm û min bi kurdî û dengekî bilind got ‘Beraz!’…

Piştî lêpirsînê, dawiyê ber bi nîvê şevê ve me birin malê. Cara pêşî min rondikên çavan û hûzin li wê derê dît. Polîsê ku digel me hatibû, ji dayika min re got: ‘Ji bo teslîmgirtina zarokan, divê hûn kefîlekî nîşan bidin.’ Dayika min got: ‘Beriya nûha we bav û apê wan destgîr kirin, hûn dixwazin kî bibe kefîl? Ger hûn pê bawer nabin, ya baştir ew e ku hûn wan jî bibin nik merivên wan ên destgîrkirî.’…

Di vê navberê de, dûr nêzik bi sedan kesên ku têkiliya wan bi me re hebûn hatibûn destgîrkirin… Dawîyê, me rêkirin nik bavê min ku wê demê li Konyayê wezîfedar bû. Di sibeya meha Çiriya Pêşîn a 1906an de, derûdora mala me ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin, em siwarê seyareyekê kirin û berê me dan otogarê. Dema em gehîştin otogarê, birayên min Hîkmet, Sureyya û pismamê min Şerîf Beg jî li wê derê bûn. Berê me hemûyan bi hev re dan ber bi Konyayê. Em hemû malbat hatibûn nik hev; dayika min, sê kekê min, birayekî min ê biçûk û xuşka min Meziyet.

Bavê min li Konyayê, di daîreyeke şaredariyê de hatibû binçavkirin… Piştî çûyina me, walî hat nik bavê min û got, hûn hemû bi fermana Sultan hatine nefîkirin ji bo bajarê Îspartayê.”[4]

Nefîkirina vê carê ya Bedirxaniyan, hetanî ragehandina Meşrûtiyetê dewam dike. Piştî ragehandina Meşrûtiyeta Duyemîn, efûyek giştî tête derxistin û piraniya malbatên Bedirxaniyan jî vedigerin Stenbolê. Emîn Alî Beg, ji ragehandina Meşrûtiyeta Duyemîn şûn ve, vedigere Stenbolê û ji ber karê xwe neqlê bajarê Edirneyê dibe û li wê derê, ji demeke kurt şûn ve teqawit dibe. Em vê yekê ji agadariyên Tarik Z. Tunaya hîn dibin; dema behsa damezirêner û rêvebirên Partiya Radîkal Avamê [Partiya Radîkal a Gel] dike, li ber navê Emîn Alî Beg, di nav kevanekê de gotiye “Ji mifetîşiya Maliyeya Edirneyê teqawit bûye.”[5] Lêbelê baş nayê zanîn ku di navbera kîjan salan de li wê derê xebitiye.

Ji xeynî salên nefîkirinê, pirraniya jiyana zaroktî û ciwaniya her du lawên Emîn Alî Bedirxan li Stenbolê derbas bûye. Dema Şerê Balkan dest pê dike, Kamiran Bedirxan, bi rizamendiya xwe di 17 saliyê de tevlî Şerê Balkan bûye. Di vê demê de, wekî gelek rewşenbîrên kurd, ew jî di bin bandora fikriyata osmanîparêzî û îslamîparêziyê de dimînin. Ev bandor, di helbest û nivîsên wan ên wê demê de bi zelalî xuya dibe.

Ji mexlubiyeta Şerên Balkan şûn ve, ji xeynî bajarê Edirneyê, hemû erdê Makedonya ji destê Împeratoriya Osmanî derketibû. Di vê hengameyê de Îtihad û Terakkî careke din bi darbeyekê desthilatdarî bi dest xist.

  1. 1. Destpêka nivîskarî û berhemên sereke

Yekemîn berhema nivîskarî ya her du birayan, pirtûka bi navê Edirne Sûkutunun İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Sûkuta Edirneyê] ye û di Hezîrana sala 1913an de li Stenbolê hatiye nivîsandin. Dema em li naveroka pirtûka wan binêrin, wisa tê fêmkirin ku her du bira jî wê demê li bajarê Edirneyê di cebheya Şerê Balkanê de bûne. Dema em bala xwe bidin mukadîme û naveroka vê pirtûkê, wisa jê der tê ku wê demê her du bira jî li ser zemîna fikra Osmanîparêzî û Îslamparêzî de bûne.[6] Ev fikr û têgehiştin, di nav rewşenbîrên kurd de wê demê di rewacê de bû. Paşê Kamiran Bedirxan bi xwe jî fikrên xwe yên wê demê wisa tîne ziman; “Ez merivek bawermend bûm, min wisa pê bawer dikir ku divê beriya her tiştî dîn bête parastin.” Naveroka pirtûkê jî, vê rastiyê bihêztir dike.[7]

“Li paş bergê vê pirtûkê, behsa hinek xebatên din ên birayên Bedirxanî tête kirin, lêbelê em nizanin ku ew xebatên wan hatine çapkirin yan na. Ew heşt pirtûkên ku navê wan hatiye lêkirin, wekî li jêrê hatine nivîsandin û rêzkirin:

1) Dindaşlarımıza [Ji Hemdînên Me re];

Celadet Bedirhan û Kamiran Bedirhan

2) Saltanat-i Edebiyye [Seltenatê Edebiye]; çar cild e,

Celadet Bedirhan û Kamiran Bedirhan

3) Hacle [Jûra Bûkê]; du cilde e, Kamiran Bedirhan

4) Kadının Vazife-i İctimaiyyesi [Wezîfeya Civakî ya Jinan], nivîskara wê, Madam Anna Lamperber e û ji aliyê Süreyya Bedirxan ve hatiye tercumekirin.

5) Felaketler Karşısında Milli İnfialler [Înfîalên Mîllî li Hemberê Bextreşiyan], Celadet Bedirhan û Kamiran Bedirhan

6) Kurd Aziziye Hükümeti [Hikumeta Kurdî ya Azîzî],

Süreyya Bedirhan û Kamiran Bedirhan

7) Muhasara Kıvılcımları [Çirûskên Dorpêçkirinê],

Celadet Bedirxan

8) Paris Sen Muhakemesinde Otomobilli Caniler [Kujerên bi Otomobîl di Muhakemeya Sen a Parîsê de], Süreyya Bedirhan”[8]

Pirtûka çîroka Bobi’nin Hatası [Xeletiya Bobî] ya li ser navê Celadet Alî, 18yê Eylûla 1329ê hatiye nivîsandin û ji aliyê çapxaneya Mûdaffa ve sala 1915an hatiye çapkirin.[9] Rîsaleya bi navê Osmanlı Teyyâreciliğinin İlk Şehidleri İçin Hükümetten Rica [Tika ye ji bo Şehîdên Pêşîn ên Balafirvaniya Osmanî], ji aliyê Celadet û Kamiran Bedirxan ve hatiye nivîsandin û sala 1329 [1915]an di çapxaneya Seday-i Millet de hatiye çapkirin. Naveroka pirtûkê, pêşniyarên li ser bîranîna du balafirvanên osmanî ye ku di Sibata 1914an de bi ketina vê balafirê li Sûriyê şehîd bûne. [10]

Pirtûka Tanin-i Harb; “Di dema Şerê Yekem ê Cîhanê de, di sala 1916an de wek broşureke bi navê Tanin-i Harb ji aliyê Kamiran Bedirxan ve hatiye nivîsandin û sala 1331an di Çapxaneya Yeni Osmanlı de hatiye çapkirin ku di naveroka wê de, helbestên ku cesaret û moralê bidin orduyê û pesnê Îslam, Xîlafet û Osmaniyetiyê bidin hene.”[11]

Çawa ku di rêzeyên destpêkê de jî hatibû gotin; piştî îmzekirina Peymana Mondrosê, yekemîn partiya siyasî, di 22yê Teşrîna Ewel a sala 1334 (1918)yê de bi navê Radikal Avam Firkası [Partiya Gel a Radîkal], hatiye damezirandin. Mewlanzade Rifat serokê Partî ye û Emîn Alî Bedirxan jî yek ji damezirêner û rêvebirê partîyê bû. Ji malbata Babanan jî, Azîz Beg damezirênerê partîyê bû. Ev partî, wek yekemîn partiya modern û legal e ku ji aliyê kurdan ve hatiye damezirandin. Ji ber ku di nivîsên me yên beriya nûha de behsa vê babetê bûye, li vê derê naxwazim dubare bikim. Yên ku bivê, dikarin ji wan nivîsan îstîfade bikin.

Piştî ku PRG tevlî xebat û rêxistina CTKê bû, rojnameya Serbestî jî wek weşanek CTKê, bi rêya şube û endamên cemiyetê tête belavkirin. Di vê demê de, li ser babetên cûr bi cûr gelek nivîs û meqaleyên birayên Bedirxaniyan di nav rûpelên Serbestiyê de têne weşandin. Dema em bala xwe bidin hejmara nivîs û meqaleyên wan, wisa xuya dibe ku nivîsên Kamiran bêtir hatine belavkirin. Kamiran Bedirxan, wê demê nivîskarê berdewamî yê Serbestiyê bû, lê belê hinek nivîsên wî di rojnameya Türkçe İstanbul û İçtihata Abdulah Cevdet de jî hatine belavkirin.

  1. 2. Nivîsên di nav Serbestiyê de

Me di hejmarên berdest ên Serbestiyê de panzdeh nivîsên Kamiran Bedirxan destnîşan kirine. Navê meqaleyên nivîskar û dîroka weşandina wan, di rêzeyên jêrê de hatine destnîşankirin:

– Kamiran Bedirhan, Kürdler Hakkında [Di derheqê kurdan de][12]

– Kamiran Bedirhan, Kürdistan-I [13]

– Kamiran Bedirhan, Kürdistan-II [14]

– Kamiran Bedirhan, Kürdistan-III [15]

– Kamiran Bedirhan, Kürdistan-IV [16]

– Kamiran Bedirhan, Kürdistan [17]

– Kamiran Bedirhan, Kürdistan Hakında Selayhiyetdar Olmayanlar [Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahiyetdar in][18]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’da Haleti Fikriye [Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî] [19]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Nazik Bir Vaziyet Karşısında [Kurd û Kurdistan: Li hember weziyetek nazik][20]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kurd Lisanı

[Kurd û Kurdistan: Zimanê Kurdî][21]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin Amali

[Kurd û Kurdistan: Amelê kurdan][22]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistan’a Göz Dikenler [Kurd û Kurdistan: Yên çav berdana Kurdistanê] [23]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan][24]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan][25]

– Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan][26]

  1. 3. Nivîsên di nav Türkçe İstanbul û Îçtihadê de

Rojnameya Türkçe İstanbul (TI), bi serpereştiya Saîd Molla hatiye weşandin û ew bi xwe jî mixalifekî dijwar ê Îttîhad û Terakkî bû. Ji ber vê yekê têkiliyên wan bi hemû grubên mixalif re hebû û di serî de jî têkiliyên wan bi rewşenbîr û siyasetmedarên kurd û ermenan re baş bûn. Wisa xuya ye ku ji ber van têkiliyan e ku herdu birayên Bedirxanî di vê rojnameyê de jî nivîsandine. Digel vê, divê em qelem û karê wan ê rojnamevaniyê jî bidin ber çavê xwe.

Qasê me tesbît kiriye, di nav rûpelên vê rojnameyê de nêzikê deh nivîsên Kamiran Bedirxan hatine belavkirin. Ji van; 7 nivîsên wî hatine wergerandin ji bo tirkiya îro û yên mayî ji ber kêmaniya hin hejmarên rojnameya navborî, nehatine wergerandin.

Kamiran Alî, Anadolu’ya Doğru

[Ber bi Anatolyayê ve][27]

– Kamiran Alî, Kat’i ve adil tasfiye

[Tesfiyeya qethî û adil][28]

– Kamiran Alî, Tahsili Tali ve Şekli Lazımi

[Tehsîla talî û şiklê pêdivî][29]

– Kamiran Alî, Milliyet Meselesi

[Meseleya mîlliyetê][30]

– Kamiran Alî, Ev Sağlığı, İmar Meselesi

[Tendirustiya malê û meseleya îmarê][31]

– Kamiran Alî, “We la Tettektumuş-Şehade”

[Şahidiyê neveşêrin] [32]

– Kamiran Alî, Köleliğin Memnuiyeti Resmiyesi

[Bi fermî qedexekirina koletiyê][33]

– Kamiran Alî, Kiliseler İttihadi

[Îtîhada kelîseyan][34]

– Kamiran Alî, Hala Militarizm

[Mîlîtarîzm berdewam e] [35]

– Kamiran Alî, Kuholun Memnuiyeti Resmiyesi

[Bi fermî qedexekirina alqolê][36]

  1. 4. “Meseleya mîlliyetê”

Di bin vê sernivîsê de, rasterast wergera du meqaleyên Kamiran Bedirxan hatine kirin, da ku têgehîştin û nêrîna wî ya li ser meseleya neteweyî bête fêmkirin. Lewra têgihîştin û nêrîna kabirayên rewşenbîr û pêşengên tevgera rizgariya kurd, ji aliyek ve nêrîn û siyaseta rêxistinên wê demê dide nîşandan. Ji ber vê yekê, ev cûre nivîsên siyasî, ji bo têgihîştina ast û rewşa siyasî ya wê demê pirr girîng in.

Kamiran Bedirxan di nivîsa xwe de dibêje:

“Di Şerqê de hişyariya neteweyî, -di nava hinek milletan de- piştî nîvê esra nozdeyan tesîra xwe nîşan daye.”[37]

“Serokkomarê Amerîkayê Mr. Wîlson, di xîtabeteke xwe de bi dengekî bilind dibêje; heqê hemû milletan heye ku bigîjin mafê xwe yê rewa yê xudabexş.

Ev serkirdeyê bijarte yê Dewleta Amerîkayê, bi van gotinên xwe heqîqeteke ebedî tîne ziman. Ev rewşa komelayetî ya ku ji sedsala nozdeyan vir ve wek esra mîlliyetê tête qebûlkirin, wek aqîdeyekê roj bi roj girîngiya wê bêtir û xurttir dibe.

Eger milletekî hebûna xwe, bi unwanên nexwezayî ve girê bide û guhdariya dîrok û qewmê xwe neke, dê rastî aqûbetên dilşewat bêt. Qurbanekî mûdhîş ê vê heqîqetê jî, memleket û milletê me yê masûm û mexdûr e ku îro em bi girîn û xemgîniyeke bêdawî şîna wê dikin.

Di derheqê girîngiya prensîbên mîlliyetê û qudreta ebed zindîbûna van qenaetan de çi bête gotin ne bes e.

Ew mirovên ku di heman rojê de bextewar bin, bi heman xemgîniyê bigirîn, heman muqaderatê bi hev re parve bikin, di delhîzên dirêj û berfireh ên welat de jiyana xwe di gelek serdem û dewran de bi hev re derbas bikin, hevgirtina di navbera layengiriya wan de û xweşikiya xwezayiya lihevkirina ruhiyeta wan a bi bêaxaftinê, çi hîseke mûdhîş e.

Di vê xusûsê de ne pêwîst e ku zêde bête fikirandin. Dema mueseseyên ku ne li gorî tebîetê bin, avabûn û demeke dirêj li ser piyan mayîna wan, di jiyanê de berhemdarbûna wan zehmet dibe û pêşiyê dereceya lihevbûna babetên xwezayî yên milletê xuya dibin.

Emê îro behsa prensîb û tevgerên hişyarkirina mîlliyetê û tesîra wan a îroyîn bikin ku -qaşo- beriya pênc salan dest pê kiribû.

Yekemîn: Di bingehê de divê ev bête qebûlkirin, ew milletperwerê ku xweperest nebe, girîngiya îstisnabûna (cihêtiya) milletê teqdîr dike û li hemberê milletperwerên din kîndar nabe, bîlakîs hurmeteke pirr zêde û bêdawî nîşan dide. Bi vê hîsiyatê mitehassîs dibe û tevdigere.

Duyemîn: Milletperwerek, beriya her tiştî naxwaze ferdên milletê xwe xerc bike û ji ber vê yekê jî welatperwerek hiqûqî -ku pêdiviyeke fewqalede û îhtiyaceke heyatî çênebe- û aştîxwaz e. Ne ku ji mirina sê mîlyon kesan re, li ser mirina birayekî xwe jî diricife.

Sêyemîn: Milletperwerên rewşenbîr û samîmî ji bo tekamûlkirina milletên xwe di rêya xwezayî ya îlm, medeniyet û esrê de diçin û milletê xwe jî di vê rê de dimeşînin.

Li ser vê babetê îzehet û hejmartina bendên çaran, pêncan û şeşan mimkun e.

Li vê derê li ser ew grubên ku di bin navê Türk Ocağı [Turk Ocaxî] û hinek unwanên din de xebat û rêxistinkirina tevgera mîllî ji xwe re kirine armanc, sikût dikim.

Lêbelê aniha dixwazim vê bibêjim; ji xeynî hinek mirovan, hîn ew milletperwer û rewşenbîrên ku bi cewhera xwe ve girêdayî bin, mirovan biheyirînin, hêja, ji dil û xwedîhurmet bin negihîştine.

Di rastiyê de rewşa îro ya memleket; weziyeta perîşan a xemgîn û bedbext, wisa dide xuyakirin ku milletperwerên tirk ên bijarte, gihaştî, saf, bêîhtiyat, bi bawer, musemehekar û xemxûrê yên din nîne.

Hestên mîllî yên rastîn, wekî muvafaqiyeteke îlahî tesîrên fewqalede dikin û berhemên wisa peyda dikin ku eqlê mirov pê diheyire.

Zihniyetên wesat jî bi evîna mîlliyetê bilind dibin û dibin xwediyê hêz û qudretekê.

Îro bi awayekî giştî ew ên (fikrê) ku di çarçoveya îmkanên heyî de parastina gihaştina mirovatî dikin û bêrawestan herî zêde ji bo pêkanîna saziyên civakî dixebitin, milletperwer in. Û mezinayiya hîssiyata mîllî, bêîstîsna milletên herî mezin û herî biçûk ên li Awrupayê xistine daîreya pêşkevtinê.

Bi awayekî minasib di îzehatkirina van rastiyan de mexseda me ev e; pêşîlêgirtin û hişyarîdayîna alîgirên tevgerên li derveyê milletperweriyê ku roj bi roj li welatê me çarçoveya xwe berfireh dikin.

Em hemû dizanin ku prensîbên exlaqî yên herî fewqalede jî di destê kesên kêrnehatî de çawa encamên neyînî derxistine holê.

Bêyî ku em vê rastiyê ji ber çavan dûr bixin û ji bîr bikin, divê em nefsa xwe biparêzin ji ew aksûl-emela [reaksiyona] ku ji aliyê mecnûnên di bin unwanên neteweperweriya tirkan de û di seriyê de jî li hemberê mîlliyet û milletê tirk û bi giştî jî li hemberê bextewarî, refah, hizur û jiyana hemû mirovan hatiye kirin.

Ev mesele, meseleyek meşrû ye û ji her tiştî bêtir muxtacê pêkanîna qeweteke manewî ye. Ji ber vê, divê ev mesele bi nêrîneke rewşenbîrî û minasib bête vekolandin û şirovekirin, ji wê şûn ve jî bi tevgereke maqûl a mîllî ve bête girêdan.

Divê hemû mesayî ji bo pêkanîna vê qeweta manewî bête serfkirin û ji bo ku zeafiyeta têkoşîna mîllî çênebe, çi alîkarî ji destê me bête, divê em bikin.

Ku em di nav daîreya hestên xwe de bimînin, şiroveyên maqûl û rastiyên berçav nebînin yan jî bibînin û qebûl nekin, dê aqûbetên êşdar ên wisa derxînin meydanê ku wê hidûdê tesawirên gelek dilêş derbas bikin. Ji ber vê yekê, divê em xwe ji xerabiyên ku li jorê hatin gotin biparêzin, ruhê xwe bi cewhera eslî ya hîssiyata mîlliyetê û bi heraret û ronahiya vê hîssiyatê têr bikin.

Ji bo keştîvanan wateya wezîfeya stêrka Qurixê çi be, mîlliyet… namzetê ebedî û berdewamiya hişyariya milletan e. Îstiqamet û piştgiriya pêdivî ya milletan, her dem û daîm ew temîn dike.

Li gorî vê yekê, wek zarûriyeteke tabiî (sirûştî) wezîfeya me ya civakî ev e, ku em bibin milletperwerekî dilpak, jêhatî û dilxwazê xebatê.”[38]

Kamiran Bedirxan di nivîseke xwe ya din de jî, di derheqê meseleya neteweyî de bersiva rexne û pêşniyarên hinek rojnameyan û bi taybetî jî bersiva rojnameya Yeni dide û dibêje:

“Me, daxwazên kurdan bi dûr û dirêj anîn ziman.

Di çarçoveya pêdivî û xwestekên rastîn de, daxwaz û tesewirên milletan meşru ne û armanca wan a neteweyî jî digire nava xwe.

Di dereceyeke tewr bilind de û bi awayekî mîsoger (miheqeq) rêzgirtina li hemberê heqê hevûdu, di rêya azadbûn û bextewariyê de riayetkirina ji bo azadî û bextewariya her milletê, di rêya hereketa gihîştina armancê de nuqteyên tewr bingehîn in û divê kurd teqîba (peyçûna) wan bikin.

Kurd; nafikirin û naxwazin ku pêşkevtin û bextewariya wan zerarê bide milletekî din. Em rîayetê prensîbên neteweyî yên Serokkomarê Amerîkayê Mister Wîlsonî dikin ku ew yek ji serwer û ustadê herî bêteref ê dinyayê ye û gihiştiye qenciyeke esasî ya îlahî. Dil û daxwazên me, ber bi pêşkevtina vê usulê ve ye.”[39]

  1. 5. “Mîlîtarîzm berdewam e”

Hikûmeta Îtihad û Terrakiyê, ji bo vegerandina erdê wendakirî yê Împeratoriya Osmanî, Şerê Yekemîn ê Cîhanê wek firseteke nû nirxand û di sala 1914an de ligel dewleta Almanya tevlî şer bû. Meyleke mîllîtarîst a Dewleta Osmanî ji berê ve hebû. Di sed salên dawî de ev xusûsiyet hîn bêtir derketiye pêş. Ji bo ku bibin dewleteke mîlîtarîst, di van sed salan de mirov û pereyekî gelek zêde hatin windakirin, lêbelê di miqabilê wan de eserê serkevtinek herî biçûk jî nehate meydanê. Di van sed salan de netîceyên hewldanên dîrokî û leşkerî yên dewletê, mexlûbiyetek berdewamî dide xuyakirin. Bi tevî alîkariya leşkeriya almanan, mexlûbiyeta di Şerê Giştî de, dawî li Dewleta Osmanî anî. Lewra rêvebirên hikumeta Îtihad û Terakkî, serkevtinê, tenê bi hêzkirina teşkîlatên leşkerî ve girêdabûn. Bi gotina Kamiran Bedirxan; ji ber ku dilên medenî û civakî nehatin teqwiyekirin, hemû teşkîlatên leşkerî encameke sernekevtî û zerareke mudhîş anîn meydanê. Rizgariya vî milletê, bi orduyê-leşkeriyê nabe, ancax bi destê alîkar ê îlim, marîfet, medeniyet û perwerdeyiyê dibe. Orduya milletekî perwerde nebûyî, bi tevî hemû fedekariyên însanî ve nikare xelasbûna memleket pêk bîne. Divê êdî em têbigîjin ku mexlûbiyeta me, ne ji ber sebebên leşkerî bû. Beriya ordu û leşkeran, divê em çaksazî di muesseseyên komelî û îlmiyeya xwe de pêk bînin. Divê em heyat û heraretê bidin armancên wekî pêkanîna edaletê, avadanî û çaksaziya welat, temînkirina asayîşê, geşepêdana çandinî û îqtîsadiyê.[40]

Kamiran Bedirxan di berdewamiya nivîsa xwe ya bi navê “Mîllîtarîzm berdewam e” de, rexne li vê siyaseta mîlîtarîst digire û dibêje:

“Bi rastî jî hîn îstiqbala însaniyetiyê pêk nehat û nehate diyarkirin.

Em hîn nikarin îddîa bikin û bibêjin însaniyetî; qasê ku bibêje welatê min rûyê zemîn e û milletê min însaniyet e, bilind bûye.

Lêbelê çi dibe bila bibe, dahatû, bi gaveke bilind û bi ferqeke mezin ji rabirdûyê veqetiyaye.

Hîsên bilind ên însanan nebe jî, berjewendî, endîşe û meseleya pêkanîna aramiyê pêdiviya aşitiyeke demdirêj tîne rojevê.

Însan ji bêhna xwîn û barûdê kerixîne, hewldanên bêaram û fedekariyên bênavbir di her kesî û her bajarî de îxtiyaciya hizûr û pêdiviya sikûneteke lezgîn peyda kiriye.

Beşek însan bi rizamendiya xwe, beşeke din jî ji bêgaviyê û beşeke mezin jî bi kêfxweşiyê sikûnetê daxwaz dikin.

Ku meriv bibe tecelîgeha heqîqetan, ji ber memnûniyetiyê ye. Ew ên ku muqaderata me û rewşa welatê me yê nebaş bi dest xistine, bi îsrar naxwazin heqîqetên ku ji bêgaviyê di çarçoveya neh deh rêzikan de hatine ragehandin bibînin.

Agahdariyek gehiştiye ber destê me ku heyret û teesufeke mezin dide meriv; ji mamoste û memûrên ku di dema şer de hatibûn tecîlkirin, qismekî wan ji bo perwerdekirina zabîtan rêkirine tehlîmgehê.

Pêşiyê me got belkî ev nûçeya hanê henekek trajîk e, lê diyar bû ku ev fikra xerab, bûye heqîqeteke dehşet. Di vê rewşa hanê de hîn bi hêsanî tête fêmkirin, ew kesê ku di nava van tengasiyên bêsînor de be, li hemberê vê tevgera nedîtî û neyê tehamûlkirinê de wê bikeve çi halî.

Li rojhilata welatê me bifikirin; li wê derê xwendin û nivîsandin ji aliyê pirr kêm kesan ve tête zanîn û perwerdeyî jî belav nebûye. Eger hûn ji vir bîst hezar ciwanên minewer û mitefekîran, bê ku xizmeteke xêrdar bikin ji bo tiştekî bêmexsed û bêarmanc ji jiyan û mueseseyên pêdivî yên jiyanê veqetînin û bixin binê axê, tebeqeya mayî ya mineweran jî rê kin qişleyan û bi vî awayî jiyana civakî felc bikin, têgihîştina vê zehmet e û mexseda zîhniyeta we çi ye?

Îro di derbarê leşkeriyê de û li ser sînorê tehlîm û şiklê vê îhtiyaciyê de, bi îzehatên dirêj û fireh nivîsandin nepêdivî ye. Nuqteya ku em diwxazin îzeh bikin ev e; em bi dinya û memleketê xwe re bidin zanîn ku rêvebirên dewleta me xwediyê nêrîneke teng û keyfî ne.

Ev weziyeta hanê çiqas dibe sebebê şermezariyê? Em nabêjin îhtiyacî bi orduyê nîne û bila bête belavkirin. Gotina me ev e; ordu ne muxtaciya me ya sereke ye. Heqîqet ev e, ku me bi salan para herî mezin a dahatûya xwe ji ordu û leşker re veqetand. Di dawiyê de, ne weqît û ne jî neqît ji karê teşebûsên girîng ên wekî tendûristî, perwerdeyî, zîreat, sinayî, daristan û madenê re ma. Lêbelê ev teşebusên girîng, çavkaniyên qeweta bingehîn a memleket in. Me hemûyan dît ku encamên van hewldanên mîlîtarîst ên mezin û bêsînor çi peyda kirin.

Ji bo ku bibin dewleteke mîlîtarîst, di van sed salan de mirov û pereyekî gelek zêde hatin windakirin, lêbelê di miqabilê wan de eserê serkevtineke herî biçûk jî li meydanê nîne. Di van sed salan de netîceyên hewldanên dîrokî û leşkerî yên dewleta me, mexlûbiyeteke berdewamî dide xuyakirin.

Ciwanên bijarte yên ku ji mirin û kuştinê re amade ne, vê bizanin ku çek û muhîmatên bêhesab nikarîn pêşî li mexlûbiyeta herbê li Mora, Sirbîstan, Boxdan, Eflak, Cezayîr, Tunûs, Qibris, Misir, Trablus, Bîngazî, Gîrît, Ûskûp, Selanîk, Kosova, Yanya, Manastir, Edirne û Herbê Umumiyê bigire.

Ji ber ku dilên medenî û civakî nehatin teqwiyekirin, hemû teşkîlatên leşkerî encameke sernekevtî û zerareke mudhîş anîn meydanê. Ev rastî û tiştên pêkhatî li ber çavan e, evana zeka û muhakemeyê dikujin. Lêbelê ji aliyê wan ve hîn jî hinek hewldanên ji bo xizmeta sehneya civakî têne kirin, em tênagîjin û nizanin ev hewldan dê bi gotineke çawa bêne wesifkirin. Îro pêdiviya memleket bi takekesên orduyên pîşekarî yên wekî mamoste, senaetkar, tabîb, zîraetkaran heye.

Divê em heyat û heraretê bidin armancên wekî pêkanîna edaletê,  avadanî û çaksaziya welat, temînkirina asayişê, geşepêdana çandinî û îqtîsadî.

Ev jî, bi wê orduya (artêşa) leşkerên ku musîbetên bêdawî yên li ser serê me kêm dikin, êşa me ya bêsînor didin rawestandin, me ji ketina kendalên bilind diparêze nabe. Ev rastiyeke wisa ye.

Erê xwîna hêja ya vî milletê, ji aliyê orduya me ya bi qîmet a ku hêjayê tebrîk û teqdîrkirina dost û dijmin e, hatiye rijandin. Lêbelê rizgariya vê milletê, bi orduyê-leşkeriyê nabe, ancax bi destê alîkar ê îlim, mehrîfet, medeniyet û perwerdeyiyê dibe.

Milletekî pêşketî û medenî bi hêsanî dikare bibe xwediyê orduyeke baş; ji bo vê meseleyê dewletên wekî Brîtanya û Amerîkayê mînakên herî ronahî û diyar in.

Feqet vê rastiyê jî da îspatkirin ku orduya milletekî perwerde nebûyî, bi tevî hemû fedekariyên însanî nikare xelasbûna memleket pêk bîne. Divê êdî em têbigîjin ku mexlûbiyeta me ne ji ber sebebên leşkerî bû. Beriya ordu û leşkeran, divê em çaksazîyê di muesseseyên komelî û îlmiyeya xwe de pêk bînin. Ku vê carê jî xeletî û gendelî werin veşartin û meseleya çaksaziyên bingehîn were îhmalkirin, ji nûha ve dîtin û nîşandana paşeroja me xuya ye.

Ez temenî dikim ku em nebin qurban û temaşevanê vê dîmena dilşewat (trajîk).

Bi dîtina me, îro hereketa ku pêşiyê bête kirin ev e; divê bêlayeniyek çêbe ji bo pêkanîn û domandina jiyaneke di nav aşitî û aramiyê de, ji wê şûn ve jî heta ku mimkun be, kadroyên teşkîlata leşkerî bêne kêmkirin.

Bi van çaksaziyan (îslehatan) unsûr û serwetê zînde yê ku bête bidestxistin, divê ji bo refaha welat û welatiyan bête veqetandin.

Îro em ji mirinê bêtir, herî zêde muxhtacê jiyanê ne.

Divê em di guhê milletê de bi zelalî biqîrin û bibêjin: “Êdî ji mirinê bêzar bin” beriya ku hûn hemû rewşenbîr bêne kuştin.”[41]

  1. 6. “We la tektumuş-şehade [Şahidiyê veneşêrin!- Ayet]”

Di 31ê Çiriya Pêşîn a 1918yê de li Mondrosê ji aliyê Husên Raûf ê Nazirê Behriyeyê Osmanî û qumandarê Brîtanyayî Amîral Calthorp ve Peymana Mondrosê hatibû îmzekirin. Peyman, encamnameya Şerê Cîhanî yê Yekemîn bû, di nav de ji bo Dewleta Osmanî şertên pirr giran hebûn û îmzekirina peymanê dihat wateya radestbûna osmaniyan. Cemiyeta Îttihad û Terakkî du hefte beriya îmzekirina peymanê, desthilatdariya hikumetê dewrê Ahmed Îzzet Paşa kiribû. Gelek serok û rêvebirên CÎT, bi minasebeta meseleya tehcîrkirina ermenan, ji ber tirsa girtin û darizandinê, di 1ê şeva Çiriya Paşîn de terkê welat kirin û reviyan. Paşayên wekî Enwer, Talat û Cemal, Behaddîn Şakir ê serokê komîteya cîbicîkirinê û Doktor Nazim bi keştiyek binbehrî ya Almanan reviyan Odessayê. Hinek serokên herêmî yên CÎT jî, xwe ji ber çavan dûr kirin. Wek nimûne, çend endamên CÎTyê ji bo darizandinê hatin girtin, lêbelê mehkemeyeke rastîn nehate damezirandin, delîl û îsbatên pêdivî jî nehatin berhevkirin. Berpirsyar û rêvebirên hikumetê alîkariya pêdivî nedikir, xelkê jî, ji ber tirsa kuştinê nediwêriya şahidiya qetl û xerabiya îttihadparêzan bikin.

“Herkes ji bîranîna navên van mirovan dikerixe, ji ber kiryar û karesatên wan ên ku bihîstine û dîtine, bi wijdana xwe bawerî bi tawanbariya wan dikin û ji ber vê yekê jî mutmaîn in. Lê mixabin newêrin heqîqetê li ber mehkemeyê bînin ziman.

Em bang li wan kesên ku heqîqetê dîtine û naxwazin bibêjin dikin:

‘Hey mirovên muqawemet lawaz!’ Ev lehî dê we jî bide ber xwe.”[42]

Kamiran Bedirxan, bi vê ayeta ku kiriye sernivîsa meqaleya xwe, bang li xelkê sivîl dike û dibêje: “Ez bi êşa giran a ruhê xwe bang li hemû kesên xwedîşexsiyet dikim û dibêjim metirsin, heqîqetê bibêjin.

“Hêza tewr mezin heq e û ji Heq ve tê.”[43]

Hûn jî werin di mehkemeyan de şahidiya xerabiyên îtihadparêzan bikin.

“Şahidiyê veneşêrin!

Em li ber vê emrê bilind ê Xudayî, hurmet û îteatê dikin, li ber wî histûyê xwe xwar dikin û tabihê wî dibin.

Divê ji bo darizandina ew ên ku memleket xerab û wêran kirin, xan û manê me mehkûmê aqûbeteke xerab kirin, bilezînin. Ev karesat û cinayetên ku di nav van pênc salan de milleta Îslamê duçar bû, mîsalên wê di dîrokê de nînin.

Ewên ku navê bilind ê însanetiyê lekedar kirine, xerabiyên bêdawî û bêsînor kirine, bûne qatilê hal û îstiqlala milleteke gewre û di navbera dewletan de bûne xwediyê mewqiyeke reş, wê li ber edaleta Cîhanê bêne darizandin.

Hinek muesese (sazî) ji şeş mehan vir ve bi hemû qewet û qudreta xwe îddîa dikin û dibêjin em tevlî kiryarên vê zulma pênc salan nebûne, lêbelê zeman û mekanên ku millet li wê dijî, delîlên aşkere yên vê heqîqetê ne. Ew dê bêne vexwendin. Bila ew li nik xwe bi hemû qeweta xwe îddîa bikin û bibêjin em tevlî vê zulmê nebûne, ev hîç tiştekî temîn nake.

Em dixwazin ev qaîdeya fiqihê bibe “delîlê amel” ku dibêje “Heqîqeten pêzanîna karên ku bi veşartî hatine kirin, ancax bi delîlên aşkere mimkun dibe.”

Dema ku biryar li ser vê esasê bête girtin, helwesta sereke ya ku ji aliyê herkesî ve bête nîşandan ev e; herkes bêyî ku berjewendiyên xwe yên şexsî bifikre, divê ji bo bilindkirin û parastina berjewendiyên pîroz ên mirovatî û milletê, hemû agahdariyên xwe yên di derheqê kiryarên bedbext de, li ber Dîwana Herbê bi qîrîn û dengekî bilind beyan bike û bide zanîn.

Bi qabîliyeta îfadekirina peyvan nasandina rêxistinkarên van cînayetan ne mimkun e. Ku millet, vê koma melûnan, bi hêza heq û edaletê îtham û mehkûm bike, li welatê me qanûn û edalet jî tête tesîskirin.

Şopa kiryarekî herî sivik, li nik dadger wek çirûskên ronahiya fikrekê tête pêşkêşkirin. Ji dadger re; îlham nasîb e, îcraya wî edalet, îhqaqa wî heq e, ew ên ku ji aliyê kiryar û îcreatê ve bêtawan bin diyarkirina bêtawanîya wan, bi cezakirina tawanbaran mimkun dibe.

Ev mefkûreyên xelaskar ên ebedî bi vî awayî derdikevin meydana heqîqetê.

Herkes ji bîranîna navên van mirovan dikerixe, ji ber kiryar û karesatên wan ên ku bihîstine û dîtine, bi wijdana xwe bawerî bi tawanbariya wan dikin û ji ber vê yekê jî mutmaîn in. Lê mixabin newêrin heqîqetê li ber mehkemeyê bînin ziman.

Em bang li wan kesên ku heqîqetê dîtine û naxwazin bibêjin dikin:

“Hey mirovên muqawemet lawaz! Ev lehî dê we jî bide ber xwe.”

Êdî dem hatiye, divê ev rastî bi dengekî pirr bilind û xofdar were qêrîn. Di vê xusûsiyetê de nûqteya herî girîng a ku li ber çavan bête girtin ev e; derxistina rastî û heqîqetê ye.

Di nav ew ên ku îro bûne mehkûmê îtihama wijdana milletê de;  mimkun e yên bêguneh jî hebin û yên ku sûcên (tawanên) wan ji zankirina me zêdetir bin jî hebin. Belkî jî ew ên ku em wan mexdûr dizanin, karesatên herî xerab kirine û li heyatê ne.

Digel her tiştî, ji bo ku rastiyên li ser vê meseleyê derkevin meydanê, divê em hemû zanînên xwe bibêjin û guhdariya dengê bilind ê wijdana xwe bikin; ev rastî di leh û alehê kê de dibin bila bibin, divê li ber dîwana edaletê bi awayekî berfireh bêne beyankirin û îzahkirin. Ne pêdivî ye ku em bi zalimane tev bigerin û xwediyê qesteke mexsûs bibin, li meydanê ji her alî ve; ji aliyê xusûsî yan jî giştî ve welat û milletekî xopan û têkçûyî heye. Ji nava wan tawanbaran (sûcdaran) pênc kes wenda bûne û ne xuya ne, yên mayî li vir in.

Îro daxwaza heq û edaletê ev e; divê takekes bi hêza xwe ya yekgirtî, bê tirs û bi awayekî lez û lezgînî hewldanên ji bo derxistina heqîqetê bikin. Ger wisa nebe, divê em dev ji heqîqetên domandina jiyanê û paydarbûnê berdin.

Dema meriv mewcudiyeta hinek ehmeqên ku virde û wêde bawerî bi virr û derewên bengîxwaran dikin dibînin, girîna meriv tê.

Do naskiriyekî min ê saf got: “Yekgirtina Mîllî” belavnebûna, mahiyeta wê nehata fêmkirin, dê piştî panzdeh rojan bûyerek servegirtina Babê Alî bihata serê me.”

Gelo “Yekgirtina Mîllî” ji bo tevgereke wisa musaîd e? Li ser vê xusûsiyetê, vê gavê bêdengmayinê tercîh dikim.

Vê gavê lerizîna bi tesewira xeternakiyên xiyalî! Ya Reb! Ev çi nesîb e, di vê jiyana me ya zelîl de?

Ez dilrehet im, beşeke zêde ya wan kesên ku heqîqetê vedişêrin û ji eşkerekirina heqîqetê ditirsin, di paşerojê de jî bi tesewirkirina mewcûdiyeteke wisa ditirsin. Ez bi êşa giran a ruhê xwe bang li hemû kesên xwedîşexsiyet dikim û dibêjim metirsin, heqîqetê bibêjin.

“Hêza tewr mezin heq e û ji Heq ve tê”

Divê em pê bawer bin û pê îtiqad bikin; ew ên ku ne heqperest bin û nikaribin di rêya heqê de fedekariyê bikin, ji bo wan mafê jiyanê nîne.

Divê em xwe ji cînayeta ruhî biparêzin, ji nîşandana bêhêzî û lawaziyê bi dûr kevin. Sedsala bîstan ji lawazan re dibêje: “Lawazbûn cînayetek e û cezaya wê jî îdam e.” Ew ên ku hez ji heqê nekin, îcab bike mirina di vê rê de negirin ber çavan, divê kefen û darbesta xwe amade bikin.

Ev deng û ev hukmê vebirrî, heman demî dengê heq e û biryara tabîatê ye.

Ev deng, dema tewafuqê tabîatê bike û di nav hişkiya qanûnên tabîatê de bibe îfadeyeke herî dijwar, dê bi me bide diyarkirin ku em çi qasî mecbûr in ku bi qetiyeten dengê wijdana xwe guhdar bikin.

Welhasil vê gavê esra bîstan a ku bi çirûskên heqîqetê hatiye ronîkirin û Xwedayê ku gelê wî kaînat e, hafizê kevn û mekan e; beşer, wijdan û edaleta ku ji aliyê ruhî ve nêzikê asta Xweda ye, bi emrê Celîlê Rebbanî taqîbkirina heqê ji bo me ferman dike.

Em guhê xwe bidin rûpelên payebilind ên Quranê û guhdar bikin: “We la tektumuş şehade” [Şahidiyê veneşêrin].”[44]

  1. 7. Ermenistan û Kurdistan

Dema em li ser bûyerên sedsala 19an û destpêka sedsala 20an hûr bibin, bêguman meseleya ermenan yek ji bûyerên girîng ên wê demê bû. Ji destpêka sedsala 19an şûn ve, Împeratoriya Osmanî her ku pêda çû erd wenda dikir û sînorên wê teng dibûn. Veqetandina pêşîn di sala 1821an de bi Yunanistanê dest pê kir û paşê bi veqetandina Krîstiyanên Balkanan dewam kir. Piştî Konferansa Berlînê jî Romanya, Sirbîstan, Qeredax, Bosna-Hersek û Bulgarîstan ji împeratoriyê veqetiyan. Pêla fikra neteweyî ya milletên Krîstiyan û veqetandina wan a ji Împeratoriyê, bandoreke girîng li ser ermenan jî kir. Bi taybetî jî Peymana Berlînê (1878), planên îslehetê (çaksaziyê) û bûyerên 1895-96an, dema geşbûna vê dewreyê didin nîşandan. N. Dêrsimî, di Bîranînên xwe de hemû bendên peymana îsleheta (çaksaziya) ji bo ermenan bi dûr û dirêj nivîsîne.[45]

Cara pêşîn peyva “şeş wîlayetên” ermenan yan jî “wîlayetên sîtte”yê, reform û îslehetên ji bo van wîlayetan, piştî Peymana Berlînê hatin rojevê. “Li gorî plana îslehatê, dê ji şeş wîlayetên navborî (Erzerom, Wan, Bedlîs, Diyarbekir, Mamuretulazîz û Sêwaz) du wîlayet bihatana teşkîlkîrin û ji bo rêvebirina karûbarê ermenan jî du mifetîşên awrupayî bihatana tayînkirin.”[46]

“Ji nîvê sedsala 19an şûn ve, rewşa ermenên nav Împeratoriya Osmanî gihîşte qonaxeke siyasî ya navdewletî. Her ku zeman derbas dibû, Împeratorî jî ber bi lawazbûn û rûxandinê ve diçû. Digel vê lawazbûnê, li ser împeratoriyê nifûz û bandora hêzên dewletên Awrupayî û reqabeta di navbera wan de jî zêdetir dibû… Dîrokzan, bi awayekî giştî şerê salên 1877-78an ê navbera osmanî û rûsan, wek destpêka peydabûna meseleya ermenan qebûl dikin….”[47]

Destpêka peydabûna îdeolojiya neteweyî di nav ermenan de, digîje salên 1870an. Ji bo hîn bêtir bidestxistina mafên neteweyî û serxwebûnê, di sala 1887an de li Cenevreyê bi navê Hinçaqyan yekemîn rêxistina veşartî û şoreşgêr a ermenan hate damezirandin. Ji wê sê sal şûn ve, li Rûsyayê jî bi navê Taşnaqsutyun (1890) rêxistineke çepgir hate damezirandin. Damezirandina rêxistinên neteweyî û xebata wan a di nav ermenan de, meseleya ermen û Ermenîstanê hîn zêde geş kir û di rojeva siyasî ya navdewletî û rayagiştî de bêtir derxist pêş.

Piştî Peymana Berlînê, meseleya ermenan çend qonaxên xwînî derbas kiriye. Di vê navberê de, bala rejîma Abdulhemîdê II. jî li ser tevgera ermenan bû. Pêşiyê di dema wî de, di navbera salên 1890-96an de, tevgera ermenan bi dijwarî û xwîndarî hatibû têkbirin. E. W. Charles Noel dibêje: “Qetlîamên ku di navbera salên 1865 û 1895an de bi ser ermenan ve hatine, temamî bi fermanên osmaniyan hatine pêkanîn.”[48] Hemîd Bozarslan jî di heqê bûyerên wê pêvajoyê de gotina G. Meyrier neqil dike û dibêje armanca: “Qetlîamên 1894-1896an ev bû, ku bibe pêngavên pêşîn û şênber ên ber bi ji nû ve pêkanîna Anatolyayê ji bo koma tirk û misilmanan.”[49]

Abdulah Cevdet, piştî van bûyeran, di nivîseke xwe de miqayeseya veqetandina milletên krîstiyanên Balkan û ermenan dike, pêdiviya wekheviya mafê milletên nav împeratorî tîne ziman û dibêje: “Kurd, ermen, tirk û yên din mehkûmê vê yekê ne ku di jiyana xwe de bi hev re û qasê hev nîmet û zehmetan bibînin; di heman rewşê de û qasê hev bextewar yan jî nebextewar bin.”[50]

Dewletên Awrupayî (Rûsya jî di nav de), ji bo pêkhatina Peymana Berlîn û planên îslehetê, roj bi roj li ser rêvebirên Dewleta Osmanî zextên xwe zêde kirin. Hewldan û zextên van dewletan, di nav rêvebiriya Dewleta Osmanî de şuphe û tengezariyek peyda kiribû. Plana îslehetê di Sibata sala 1914an de wek qanûn hate erêkirin. Rêvebirên osmaniyan jî, ji bo nûtralîzekirina tevgera ermenan, di nav milletên misilman û bi taybetî jî yê kurdan de gotar û propagandayeke nû dan destpêkirin û gotin: “Dê Kurdistanê bikin Ermenîstan.” Bêguman vê gotara wan, tesîreke girîng li ser civaka kurd kir. Bandora vê gotarê, plan û teşwîqên nehênî yên rêvebirên dewletê; paşê bûn sebebê bikaranîna şîdeta girseyî, çêbûna hinek bûyerên civakî û tevkujiya ermenan.

Digel ku dewletên Awrupayî û Rûsya bi meseleya ermenan re mijûl dibûn, her yek ji wan li gor siyaseta xwe ya li ser herêmê, bi hev re di nav reqabeteke dijwar de bûn, xwedî ajanda û hesabên taybet bûn. M. Rifat ê xwediyê rojnameya Serbestî, encama nakokiyên siyaseta dewletên navborî li ser ermenan weha tîne ziman: “Di navbera reqabeta siyasî ya îngîlîz, alman û rûsan de kêm-zêde ermen hatine perçiqandin. Ji ber ku ermen bi dîplomasiya Awrupiyan hatin xapandin, felaketek xemgîn bi ser wan ve hat.”[51]

Ji ber van nakokî, dijayetî û hewldanan meseleya Kurdistan û Ermenîstanê, ji Peymana Berlînê şûn ve, bû meseleyeke girîng û rojane ya siyaseta osmanî û navdewletî. Lêbelê ew cografya ku di çavkanî û çapemeniya ermen û Awrupiyan de wek erdê Ermenîstanê dihate nîşandan, heman demê beşeke girîng a cografya Kurdistanê teşkîl dikir. Vê rewşa hanê, di navbera kurd û ermenan de munaqeşe û nakokiyek nû dan destpêkirin. Di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn de, ji aliyê hikumeta Îttihad û Terakkî ve fermana “tehcîrkirina” ermenan hate derxistin û di dawiya vê tehcîrê de tevkujiya ermenan çêbû. Dr. Nûrî Dêrsimî dibêje: “Di pêvajoya çar salên Şerê Yekem de, hemû biryarên Îtihad û Terakkî ji aliyê Teşkîlatê Mahsûsa ve dihatin tetbîqkirin… Qetlîama ermenan di 15yê Adara 1915an li herêma Zeytûnê dest pê kir, peyderpey li gelek herêman belav bû û hetanî dawiya sala 1916an dewam kir.”[52] Ev tevkujî û tundrewiya ku ji aliyê hikumeta Îttihad û Terakî ve li hemberê ermenan hate pêkanîn, encama siyaseta merkezîbûn û damezirandina netewe-dewlet a tirk bû.

Hikumeta Osmanî û peyrevên wan, di platformên navdewletî de her carê hewl didan ku tawanên xwe yên di derheqê tevkujiya ermenan de bidin ser pişta kurdan. Ji ber ku kurd milletekî bêdewlet bû, rêxistinên wan ên siyasî û hewldanên wan ên dîplomatîk jî pirr lawaz bûn, dengê wan gelek kêm derdiket. Gelek dîrokzan û pisporên tevkujî û jenosîdê, rastiyek pirr girîng diyar dikin û dibêjin; pêkanîna jenosîdê ancax bi destê rêxistinên wekî dewletan mimkun dibe.

Ji ber ku wê demê çapemenî û ragehandina kurdan gelek lawaz bû, kurdan nedikarî deng û raya xwe bilind bikin, derewên rayedarên Osmanî û paşê jî yê Cimhuriyetê pûç bikin. Piştî bidawîhatina Şerê Yekemîn, tenê bi rêya rojname û kovarên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestî gotin û dîtinên xwe dianîn ziman, buhtan û manîpulasyonên rêvebirên osmanî û rêxistinên ermenan diderewandin.

Dema em li ser meseleya Kurdistan û Ermenîstanê, bala xwe bidin dîtin û nivîsên rewşenbîr û rûpelên çapemeniya kurd, xuya dibe ku bi awayekî giştî û di dereceya yekemîn de serî li çavkaniyên herêmî û raportên lêkolînerên rojavayî dane. Piştî çêbûna Peymana Mondrosê, amedekarî û hewldanên ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê dest pê kirin. Her aliyek parastina pêkanîna daxwaz û dîtinên xwe dikir. Di vê hengameyê de, di navbera kurd û ermenan de jî têkoşîn û hewldana diyarkirina îstatîstîkên serjimêriyê dest pê kirin û di pêvajoya beriya Konferansa Aşitiyê de gihîştin qonaxa tewr bilind. Rojnameya Serbestî û nivîskarên wê jî, wek aliyê kurd tevlî van gotûbêjan dibin, Kamiran Bedirxan di çar hejmarên Serbestiyê de daxwaz û dîtinên xwe yên li ser vê babetê tîne ziman û dibêje:

“Pêr hejmara nû ya rojnameya Îstiqlalê hate belavkirin, di nav de xerîteyeke balkêş ji bo xwendevanan bi unwanê “dê şiklê nû yê xerîteya dinyayê çawa be”, ji “Jurnal”ê ya ku li Parîsê tête weşandin hatibû neqilkirin. Nûha em dê beşek ji wê xerîteyê bînin ber çavê we; ev beş di bin unwanê Ermenîstanê de, Kurdistan jî digre nava xwe.

Divê li Kurdistanê, mewcûdiyeta dîrokî û nifûsa milletên di pênc wîlayetên navborî de li gorî ûsilên îlmî bête mihafezekirin û parastin. Millet û mîlliyeta kurdan bête beyankirin û ragehandin. Xweşî û aramiya kurd û tirkan jî bi vî awayî çê dibe, tenê bi vî awayî.

Mixabin ev xala girîng û zindî, vê gavê tête îhmalkirin.

Milletên ermen û kurdan bi muhabbeteke dêrîn bi hev ve girêdayî ne, tenê kurdek jî nîne ku bixwaze hiqûqê vê milletê ezîz bête binpêkirin. Lêbelê divê hiqûqê milletê kurd jî bête parastin û rê li ber îhmalkirina vê hiqûqa muqader bête girtin. Heqê ku heq be muhterem e û piştî ku nifûs jî bête qebûlkirin, hereketê yekane yê ku ji bona heq bête kirin, qebûl û tayînkirin e.

Wîlayetên Kurdistana Tirkiyeyê ji Erzerum, Wan, Bedlîs, Diyarbekir û Elezîzê pêk tên û rastiyên di derheqê van wîlayetan de ji aliyê gelek pispor û mutefekîrên Awrupayî ve bi awayekî zanistî hatine beyankirin û îzehkirin.

Em hêvîdar in ku îdare û şiklê nû yê Kurdistanê, li gorî pirraniya nifûs û esasên îlmî û dîrokî be.

Dema ku mewzû muxtariyeta ermenan be, bêtir behsa sê wîlayetan dibe; Wan, Bedlîs û Erzerum. Lêbelê di van her sê wîlayetan de jî, xelkê ermen ne qasê nîvê xelkê din e. Li gor lêkolînerê îngîlîzî Linc, hejmara ermenan ne zêdeyê ji %37an e. Bi dîtina pisporê rûsan jî, rêjeya ermenan digîje hetanî ji %39an. Lêbelê li gorî agahdariyên nivîskar Ardofê endamê rêxistina Taşnaqiyan, hejmara ermenan %20 e.”[53]

“Li gor meqaleya nivîskarê navdar ê rûsî Mr. Oçîn ku di rojnameya “Newiye Vermiyo”yê de hatiye belavkirin, dibêje: Di wîlayetên wekî Wan, Bedlîs û Erzerumê de piraniya nifûsê kurd in.

Ji ber vê, muxtariyetiya Ermenîstanê, ji muxtariyetiya Kurdistanê pêve ne tiştek e.

Mîralayê îngîlîzî Trotter jî di lêkolîna xwe ya li ser wîlayetên Şerqê de dibêje: Her çiqas li Ermenîstanê geriyam jî, min Ermenîstanek nedît.

Nivîskarê navdar ê Amerîkayê Web Word jî dibêje: Ermen tenê di nehiyeyekê de jî pirraniya nifûsê teşkîl nakin.

Dema em bala xwe bidin vê rewş û van rêjeyan, diyar dibe ku ew kesên li paytextên Awrupayê propaganda muxtariyeta Ermenîstanê dikin, çiqas xiyalperest in.

Muxtariyeteke wisa, tenê tête wateya erêkirina serdestiya kurdan.”[54]

“Profesor Cons Mol, di pirtûka xwe ya li ser Antolyayê de ku ji gotarên rêzekonferansên wî yên Londrayê pêk hatiye, dibêje: Yên ku dixwazin behsa Ermenîstanekê bikin, ez li wan deran ewqas geriyam ne ku Ermenîstanek, rastê pirranîbûna ermenan jî nehatim.

Li bajarê Wanê ermen kêmanî bûn, li Diyarbekir û Mamuretûl Azîz û Bedlîs û Mûsilê jî wisa ye, li Erzerumê ji hemû deran bêtir kêmanî bûn.

Nûha em dê behsa kîjan Ermenîstanê bikin?”[55]

“‘Rojnameya “Jurnal Deba”, beyanata berfireh a serokê delegasyona Kurd ji bo Konferansa Sulhê ya Parîsê (Şerîf Paşayê Kurd) çap kiriye û dibêje; li gor naveroka pirtûkên bi wêne yên ku di pêşiya Herbê Umûmî de hatine çapkirin, pirraniya nifûsê xelkê şeş wîlayetên başûrê Anatolyayê, ji kurdan pêk tê.

Piştî belavkirina vê beyanatê, rojnameya Mayn jî di sermeqaleya xwe de li ser rewşa mewcûd weha gotiye: Ne ku rewşa piştî Herbê Umûmî, beriya pêkhatina tehcir û kuştinan jî, pirraniya nifûsê wîlayetên navborî, ne ermen bûn. Ji ber vê, ku bêjin bila pirranî bikeve bin hukmê kêmanî, ev ne adilane ye û ne mimkun e.’

Dawiyê em wisa bawer dikin; îro ji bo kurdan ew heqên esasî yên ku hatine erêkirin û qebûlkirin, dê bi awayekî berfireh roj bi roj bi pêş kevin, di demeke kin de kurd jî wekî hemû milletan dê ji hiqûq û rastiyên rewşa dîrokî û îroyîn, ji pirraniya nifûs û mewcudiyeta xwe ya mîllî îstifade bikin.”[56]

  1. 8. Rewşa bîr û raya di Kurdistanê de

Kamiran Bedirxan di nivîsên xwe yên Serbestiyê de, behsa rêjeyeke pirr zêde ya nameyên xwendevanan dike ku ji Kurdistanê ve ji bo rojnameyê hatine rêkirin. Naverok û babeta pirraniya wan nameyan, bîr û rayên kurdên li Kurdistanê tîne ziman. Ji ber vê, Kamiran Bedirxan bi sernivîsa “Rewşa bîr û raya di Kurdistanê de”, meqaleyek nivisandiye û di nav de behsa naveroka wan nameyan dike. Ji wan nameyan yek jî, li ser navê Elî Kurdî, ji qeza Kebana Elezîzê hatiye rêkirin. Kamiran Bedirxan, bi giştî behsa wan nameyan dike û bi taybetî jî li ser nameya Elî Kurdî dibêje:

“Ji Kurdistanê ve nameyên bêhejmar ji me re tên. Xwediyên van nameyan, endamê tebeqeyên muhtelîf ên civakê ne û di qenaet, nêrîn û şiroveyên wan de yekgirtinek balkêş xuya dibe.

Nameyên ku bi navên cihê cihê ji me re hatine rêkirin, wekî mecmuayek zihniyetên ku bi hev re difikirin û tevdigerin e.

Em wisa dibînin ku di navbera qenaetên me û qenaetên welatiyên ku ji muqaderata dilêş a dîrokê hişyar bûne û ji karesatan ders wergirtine de, samîmiyet û hevgirtineke kûr heye. Vê yekgirtinê dilînî û xweşhaliyek ruhanî da me.

Qenaetên muşterek ên kurdan ev in. Di nameya ku bi navê Elî Kurdî ji Kebanê ve hatiye rêkirin de, eynen wisa dibêje:

‘Ez naxwazim behsa rabihuriya Kurdistanê bikim. Lewra di rewşeke dilşewat de bû. Em ji saziyên medeniyetê yên wekî dibistan, medrese, rê, kanî, xestexane, kitêbxane, xaniyên seadetê, teraqî û muvaffaqiyetê mehrûm bûn.

Di halê hazir de jî, ji ber şer û tehcîrkirinê, welatiyên me di halekî sefîl û sergerdan de ne.

Milletê me rastê muameleyên bêmerhamet û zalim hatine û ji wasîteyên jiyanê yên wekî ga, hesp, pez û wd. hatine mehrûmkirin; hemû serwetên wan ji destê wan hatine girtin.

Zulm û facîayên ku bi serê ermenan ve hatine, bêteredûd bi serê kurdan ve jî hatine.

Beriya çar salan zulma ku tenê li Bedlîsê hate serê şêx û eşrafan, her aliyê Kurdistanê tarûmar kiriye.

Tenê li navenda wîlayeta Bedlîsê, ji aliyê zabitên bêwijdan ên Îttîhad û Terakkî ve ji milletê me yê kurd 12.000 kes hatine kuştin.

Rehma Xwedayê gewre, li ser şehîdên ezîz û birayên me yên paknijad ên qehreman be ku mirinê tercîhê jiyana bindest kirin.

Bala xwe bidin van bûyerên dilêş, bi her awayî hewl didin ku kurd careke din nebin pêleyistika li ber destê bêwijdanan. Ji bo ku Kurdistan; bi mal, can û hemû hebûna xwe ve bi şerefa xwe bijî, amade ye ku her fedakariyê bike. Em bi her awayî piştgiriya we dikin.’

Ev peyv, bi baweriyeke bêguman û ji kûrayiya ruh ve hatine gotin.

Eger hûn bixwazin ez dikarim bi rêzikekê daxwaza hemû kurdan ji we re bibêjim: “Mirin lêbelê mirineke muhterem û azad.” Ev dengê ku ji navenda Kurdistanê ve tête, rewşa bîr û raya îroyîn gelek baş dide nîşandan û heq e. Em vê heqîqetê dubare dikin û her dem dibêjin. Kurd dixwazin jiyaneke azad û rêzdar bijîn, dê hîç demekê tecawizê hiquqê eslî yê milletekî nekin.

Di qabîliyetên hizrî yên çalak û armanca kurdan de, memleketekê mezin ê berfireh (yekgirtina osmanî), xiyalên mîllî yên ronîdar, nikare ji xwe re bingeha geşbûn û îstinatê [xwesipartinê] bibîne.

Bila her millet azad be, hemû heq bêne qebûlkirin û hîç kesek tecawizê heqê kesekî din neke. Em hiqûqa xwe ya mîllî dixwazin. Her millet vê dixwaze û bi vî ruhî tevdigere. Ew ên ku bibêjin kurd heqê xwe yê mîllî naxwazin, kenîna mirov bi wan tê.

Divê em xwe biparêzin li hemberî manîpulasyonên nîşandana nefretê. Dê heqê mîllî yê kurdan, ji aliyê rêvebirên adil û rêzdarên hêzên gewre yên cîhanê ve bête qebûlkirin. Daxwazên me heq in, em bi rehetiya wijdana heqaniyetê li benda biryara adilane ya îstiqbalê ne.

Eniya her kurdekî vekirî ye, baweriya wî temam û wijdana wî musterîh (rehet) e.”[57]

  1. 9. Reformekirina zimanê kurdî û perwerdeyî

Xebatên li ser kultur û pêşxistina zimanê kurdî, piştî Meşrûtiyetê bi awayekî hîn serûber û bi rêxistinî hatin kirin.

“Piştî îlankirina Meşrûtiyetê, ji bo îsleh û standardkirina kurdî, Komela Kurd ji bo Belavkirina Zanînê û hin rêxistinên din hatibûn damezirandin. Van rêxistinan di dema destpêkirina Şerê Giştî de xebat û weşana xwe dabûn rawestandin. Bi dawîhatina Şerê Giştî şûn ve, van rêxistinan bi belavkirina kovara Jînê, dest bi berdewamkirina xebata berê kirin.

Komeleya navborî ji berê ve dixebitî ku li ser esasê cihê nivîsandina herfan, gramereke zimanê kurdî binivisîne û bide çapkirin. Alfabe hatiye amadekirin û hetanî çend rojên din dê bête çapkirin. Alfabeya ku niha tê çapkirin, ji alfabeya berê bêtir mifedar û mukemeltir e. Em muteşebis û nivîskarên wê pîroz dikin.”[58]

Kamiran Bedirxan jî di nivîsa xwe de behsa girîngiya xebata vê komeleyê û karê standardkirina zimanê kurdî dike û dibêje:

“Em bi balkêşiyeke mezin civîn û xebata li ser şiklê gramer û îslehkirina herfên zimanê kurd dişopînin ku di navenda Cemiyeta Tealiya Kurdistanê de berdewam dike.

Di cedwela xebata ku ji bo temînkirina pêşkevtina dehaya neteweyî ya kurdan tête kirin de, girîngîpêdana îslehkirina herfan, sererastkirina gramerê hêjayê memnuniyeteke fewqalede ye.

Êdî naveroka azadbûn, bextiyarî û mesûdbûna milletan, rasterast meseleyeke perwerde û ronahiya medenîbûnê ye.

Ew milletên ku zimanê xwe reforme bikin, qaîdeyên gramera xwe sererast bikin, herfên sade û sivik çêbikin, hîç astengek li ber îstiqbal û pêkhatina hêviyên wan namîne. Di halê hazir de ew milletên ku bi eserên xwe yên medenî bûne sebebê heyretê, ew jî demekê ji aliyê îlmî, sinayî, komelayetî û siyasî ve di rewşek gelek perîşan de bûn.

Ev rêya rizgarî ya ku îro em pêde diçin, her milletekî di vê rê de tûşê problemên gewre û hetta ji yê me gewretir jî bûne.

Ji bo serkevtin û bidestxistina mewqiyeke rêzdar, her daîm fedekariyek mezin lazim e. Di rastiyê de şerefa serkevtinê, bi têkoşîn û hewldana ji bo berhemanînê mimkun dibe.

Ne mimkun e ku mirov bi hewldaneke biçûk muwaffaq bibe.

Îro zanistiya giştî temîna paşeroj û îqbala cemiyetan e, kurd jî girîngiya vê yekê dizanin û nîşana wê ya herî girîng jî, têkoşîn û hewldana wan a ji bo îslehkirina zimanê kurdî ye.

Di vê xebatê de xusûsiyetek tewr girîng ê ku komîsyon dîqet bike ev e: Alfabeya ku ji bo xwendin û nivîsandina kurdî bête dirustkirin, divê gundî jî karibin di demeke kurt de bi wê alfabeyê hînê xwendin û nivîsandinê bibin.

Li gorî agahdariyên me, heyeta navborî piştî gelek tecrûbeyan, bi wergirtina biryara îslehkirina meseleya herfan, îstiqameta xebatê diyar kirine.

Meseleyeke tewr dijwar a komeleyê jî, şikl û rêbaza alfabê ye; gelo ev alfabe dê ji milê çepê ber bi milê rastê ve yan ji milê rastê ber bi milê çepê ve bête nivîsandin. Dema em bala xwe bidin girîngiya vê babetê, divê em bi hîssa faaliyeteke azamî û têgihîştineke nûjeniyê tevbigerin.

Divê em bala xwe bidin girîngiya rewşê, bi nûjenî û hîssên xebateke azamî tevbigerin.

Ji xeynî serkevtinê, divê her qenaet û îctihadên batil ji bo hîssên nûbûnê bêne fedakirin.

Esasen dînê Îslamê jî dibêje; bi şertê ku mixalifê emir û hukmên bilind ên îlahî nebe, li gorî pêdiviyên zeman, usilên minasib tetbîq dibin.

Hetta mirovên alim, mutefekîrên maqûl û nûjen, karin bibin mutefîq û tesdîq bikin ku ev yek li gorî Quranê ye jî.

Di vê xebatê de, pêwîst e em berê xwe nedin wan rêyên ku qebûlkirina wan ne mimkun be, bi şertê ku pêjnên ruhî û temayulên kurdan rencîde nebe, em karin usilên musaîd ên ku hînbûn û perwerdeyiya kurdî hêsantir bikin bînin wucidê. Bi rastî selehiyet û ehliyeta ew şexsiyetên ku bi van meseleyên îlmî re meşxul in; têrî sererastkirina reformekirina ziman, rêkûpêkkirina herfan dike û ev bûye mecburiyetiyeke pêdivî.

Em tebrîkên xwe pêşkêşê wan şexsiyetên pispor û koma îlmî ya ku tevlî xebata reformekirina ziman, sererastkirina qaîde û herfên kurdî bûne dikin û bi hemû hesreta ruhê xwe serkevtina wan dixwazin.”[59]

Di bername û rêznameyên hemû rêxistin û weşanên kurd ên wê demê de, gelek girîngî dane pêşkevtina zanist û perwerdeyiya di nav milletê kurd de. Ji bo destnîşankirin û çareserkirina pirsgirêkên di derheqê perwerdeyiya civata kurd de, munaqeşe hatine kirin û nêrînên cûr bi cûr hatine pêşkêşkirin. Wekî gelek nivîskarên wê demê, Kamiran Bedirxan jî endam û peyrevekî bernameyên wan rêxistinan bû, gelek caran di nivîsên xwe de behsa vê babetê dike û dîtinên xwe yên li ser destnîşankirin û çareseriya problemên perwerdeyî tîne ziman û di nivîseke xwe de dibêje:

“Li gor qanûna esasî ya hikumeta Osmanî, perwerdeyiya seretayî mecbûr û bedawa ye. Lêbelê ev hukmê girîng ê qanûnê, ne di gundên kurdan û ne jî yên tirkan de hatiye tetbîqkirin. Ji ber vê yekê, kurd hatine mecbûrkirin ku şiklê jiyana xwe ya îptîdaî (kevnare) bi awayekî giştî muhafeze bikin.”[60]

“Dibistanên me negihiştîne qonaxa temînkirin û tetmînkirina pêdiviyên welat.

Serkevtina têkoşîna li hemberê rewşa heyî, musabeqe û jiyana îroyîn; bi hebûna ciwanên zînde, xwedî armanc, xwedî gotin û kiryar mimkun dibe.

Her çiqas mektebên me yên îdadî, arîstokrasiyek ezberkarên baş, tebeqeyek minewerên xweşgotin perwerde dikin jî, ji teşkîlkirina tebeqeyek ehlîkar aciz in ku pêdiviya welatê me bi wan heye û gelek muhtacê xizmetên wan e.

Di mektebên me yên îdadî de bi salan dersên fransizî têne xwendin lê ji xeynî Sultaniya Galatayê, di mektebên mayî de ne ku piraniya wan, tenê ciwanekî me jî ne weqfê zimanê navborî ye û nizanin.

Perwerdeyiya me ya diwanzdeh salî dûrê qabîliyeta tetbîqkirinê ye, piraniya xwendekaran di klasên (sinifên) neh û dehan de mecbûr dimînin ku terka mekteba xwe bikin. Ji ber vê yekê, divê mudetê tehsîlê, qasê demeke minasib bête kurtkirin.

Welhasil divê perwerdeyî ruhekî wisa bide ciwanên me ku karibin li hember hemû giranî û dijwariya vê esrê li ber xwe bidin.

Di nivîseke din de, em dê li ser usilên perwerdeyiya mekteban, bernameyên wan û di tetbîqkirina bernameyan de tadîlat û çaksaziyên pêdivî rawestin.”[61]

  1. Derketina ji bajarê Stenbolê û çûna Almanyayê

Stenbola paytexta Osmanî, di 5ê Çiriya Pêşî ya sala 1922yê de ket bin kontrola tevgera Kemalîst û hikumeta Anqerayê. Wekî gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê, di dawiya salên 1922an de, ji aliyê rêvebirên komarê ve “Ji bo Emîn Alî Bedirxan û sê lawên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran jî cezaya darvekirinê hate birrîn. Vê biryarê, ew bêgav kirin ku birevin Qahîreyê û ji wê derê ve jî biçin Almanyayê.”[62] Em gavên dawî yên vê serûwena veqetandina ji Stenbolê, ji pozê qelema Celadet Bedirxan bixwînin:

“Di roja sêşema 26ê Eylûla 1922yê de biryara çûyinê hatibû girtin. Ji bo vê, pasaport û ewraqên rêwîtiyê hatin amadekirin. Rêwîtî, dê roja çarşembê bi vapora Bulgarya, ber bi Varnayê ve dest pê bikira. Serê sibê ya çarşembê, min û Kamiran rahiştin neh walîzên xwe û em çûn nivîsgehê. Beriya çûyina vê derê, bi îhtîmala çêbûna guhartinekê, me serî li acenteyê da. Ji me re gotin, vapora Bulgarî ya ku dê biçûya Varnayê, diçe Pîreyê. Beriya roja şemî jî tu vaporek Bulgarî naçe Varnayê, lê îro piştî nîvro vapora Îtalyanî ya bi navê Scriva diçe Varnayê. Ji bo rahiştina alavên xwe, em bi lezgînî hatin Kadîkoyê û ji wir jî bi vaporek hatin Stenbolê. Lê em dîsa hîn bûn ku vapor îro jî hereket nake. Di vê navberê de em pê haydar bûn ku çenteyekî Kamiran jî wenda ye. Kamiran ji bo lêgerîna çenteyê vegeriya salonê, lê ew ê ku çente bi xeletî rahiştibû li me vegerand. Di wê navberê de barkêş û polîs hatin nav vaporê û îlanek li embara vaporê hilawîstin. Li gor vê îlanê, vapor dê nîvroya roja dinê hereket bikira. Piştî vê agadariyê, em jî vegeriyan û wê şevê jî li mala xwe man. Roja çarşema 27 Eylûla 1922yê, me dîsa xatir ji hev xwest û daketin Stenbolê. Vaporê ala xwe ya hereketê hildabû û saet tam di yekê nîvroyê de bendera Stenbolê terk kir.” [63]

Her sê birayên Bedirxanî; Sefder, Celadet û Kamiran Bedirxan diçin Almanyayê û li wê derê dest bi xwendina unîversîteyê dikin. Sefder Endaziyerîya Daristanê, Celadet û Kamiran jî hiquqê dixwînin.

  1. Xebata di nav Xoybûnê de, kovarên Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr

Ji ber ku ev dema Kamiran Bedirxan bêtir tê zanîn, ez dê bi kurtayî behsa vê deme bikim. Piştî ku xwendina xwe ya li Almanyayê xelas dike, derbasê Binxetê dibe û tevlî xebata Xoybûnê dibe û paşê jî bi tevî Kekê xwe yê Celadet di nav pêvajoya derxistina Hawarê kar dike.

Kovara Hawarê:

Hejmara yekemîn a Hawarê, di 15yê Gulana 1932an de roja yekşemê li Şamê di çapxaneya Terekî de hatîye çapkirin. Hawar ji panzdeh (15) rojan carek bi kurdî-fransizî hatîye weşandin û li ser hev 57 hejmar (15.08.1943) hatine çapkirin. Sala pêşî kêm-zêde li gorî peryoda xwe tête weşandin û paşê peryoda weşanê xera dibe, dem deman weşana wê mudetên dirêj hatîye rawestandin, hetanî Tebaxa sala 1943yê li ser hev 57 hejmar têne çapkirin.

Naverok û babeta kovara Hawarê:

  • Ziman û millet
  • Alfabe û Rêziman
  • Ferheng
  • Edebiyat û folklor
  • Danasîna klasîkên Kurd
  • Wergerandin
  • Tarîx û Erdnîgarî
  • Jîyana civakî û neteweyî
  • Kitêbxaneya Hawarê
  • Nameyên xwendevanan

Nivîskarêne Hawarê: Celadet Bedrirxan, Rewşen Bedirxan, Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Lewê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêrevan, Reşîd Kurd, Tewfîq Wehbî, Evdil Xaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Pîrot, Lawêkî Kurd…

Celadet Bedirxan di Hawarê de bi navên wekî Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawrê, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînemxanê nivisîye….

Ronahî:

Ronahî, di 1ê Nîsana 1942an de li Şamê bi serpereştiya Celadet Bedirxan dest bi weşanê dike, peryoda weşana wê mehane bûye û li ser hev 28 hejmar hatine çapkirin. Dema weşana Ronahîyê rastê dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn tê.

Roja Nû:

Di 3yê Gulana 1943an de li Beyrûdê bi serpereştiya Kamiran Bedirxan dest bi weşanê dike, kovareke hefteyî bûye û li ser hev 73 hejmar hatine çapkirin. Hejmara dawî di sala 1946an hatîye weşandin.

Kovara Stêr jî, li ser hev 3 hejmar wek pêveka roja nû hatîye weşandin.

Ew, di sala 1947an de çûye Fransayê û li wê derê Navenda Lêkolînên Kurdî ava kirîye, demeke dirêj berpirsiyarîya navendê û herweha nûnerîya tevgera neteweyî ya Kurd û Mistefa Barzanî li Awrupayê kirîye. Li nik pisporên Awrupayî Kamiran Bedirxan, heman demî pisporekî rojhelatnas dihate qebûlkirin û li ser meseleyên Rojhelatê gelek caran pê dişêwirîn. Di sala 1954an de bi jineke Polonî (Nathalîya) re dizewice. Zarokên wî nîn in. Wî, ji bilî Kurdî, bi zimanê Almanî, Fransizî, Arebî, Osamnî, Farisî zanibû. Qasê ku ez dizanim, hetanê îro 30 pirtûkên wî hatine çapkirin.

Dawî

Bi giştî gelek endamên malbata Bedirxaniyan û bi taybetî jî Emîn Alî Bedirxan û zarokên xwe; Sureyya, Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkevtina fikra/hizra neteweyî û tevgera rizgarî ya Kurdistanê de xwedî ked û roleke pirr girîng in. Wan ji aliyê xebata siyasî, rêxistinî, çapemenî, kulturî û dîplomasiyê ve gelek xizmetên mezin ji bo neteweya kurd kirine.

Em bi awayeke giştî dikarin xebata rewşenbîrî/kulturî û sîyasî ya Kamiran Bedirxan, bi ser çar dewran ve dabeş bikin. Dewra yekemîn, ji salên 1913an bigre hetanî dawîya Şerê Yekemîn ê Cîhanê dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vî demê, di çarçoveya fehma “yekgirtina osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye. Dewra duyemîn, ji rawestandina Şerê Yekem ê Cîhanê şûn ve bi damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Stenbolê dom dike; giranîya nivîsandin û xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin. Dewra sêyemîn, ji tevlîbûna xebata Xoybûnê bigre, çapkirina kovarên Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr yanî hetanî çûna wî ya Fransayê dewam dike. Dewra çaremîn jî, xebatên wî yên li Fransa û dewletên Awrupayî ne.

Kamiran Bedirxan, di 4ê Çiliya Pêşî ya sala 1978an de ji nav me veqetiya û li Parîsê koça dawî kir. Li ser wesiyeta wî, laşê wî dane Fakulteya Tibbî ya Parîsê ji bo lêgerînên zanistî. Em xebat û keda wî ya ji bo milletê kurd, qet jibîr nakin û di salvegera mirina wî de, careke din wî bi rêz û hirmetê yad dikin.

[1] Aharon Cohen, Entellektuelekî herî girîng ê Kurd: Mîr Dr. Kamiran A. Bedir-Xan (Gulan/Hezîrana sala 1979an), Wergêrîya Meqalê: Yıldız Samer û Hazım Kılıç, Stêr, Weşanxan Xanî & Bateyî, Danmark, 1992

[2] Bn. “Pêşgotin”a pirtûka Malmîsanij a bi navê “Cızira Botanlı Bedirhaniler”, Avesta Yayınları, İkinci Baskı, İstanbul, r. 9

[3] Roja Nû, Jîyana Kamûran Alî Bedirxan, Weşanên Jîna Nû, Uppsala, Sibata 1986, r. 6

[4] Malmîsanij, İlk Kürt Gazetesi Kurdistan’ı Yayınlayan Abdurrahman Bedirhan (1868-1936), Weşanxaneyê Vateyî, 2011, Stenbol, r. 48-49

[5] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cilt: 2, İletişim Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 2010, r. 10

[6] Malmîsanij, Cızira Botanlı Bedirhaniler,  Avesta Yayınları, çapa: 2., 2000, İstanbul, r. 236-237

[7] J. b., r. 236

[8] J. b., r. 240-41

[9] Celadet Alî Bedirxan & Kamiran Alî Bedirxan, Bobi’nin Hatası, Avesta Yayınları, İstanbul, 2011, r. 35

[10] J.b., r. 8, 27

[11] J.b, r. 8

[12] Serbestî, no: 181, 21 Kanun-i Evvel 1918

[13] Serbestî, no: 186, 26 Kanun-i Evvel 1918

[14] Serbestî, no: 188, 28 Kanun-i Evvel 1918

[15] Serbestî, no: 193, 2 Kanun-i Sanî 1919

[16] Serbestî, no: 198, 7 Kanun-i Sanî 1919

[17] Serbestî, no: 462, 7 Nisan 1919

[18] Serbestî, no: 470, 19 Nisan 1919

[19] Serbestî, no: 477, 26 Nisan 1919

[20]  Serbestî, no: 485, 4 Mayıs 1919

[21] Serbestî, no: 486, 5 Mayıs 1919

[22] Serbestî, no: 488, 7 Mayıs 1919

[23] Serbestî, no: 490, 9 Mayıs 1919

[24] Serbestî, no: 496, 15 Mayıs 1919

[25] Serbestî, no: 497, 21 Mayıs 1919

[26] Serbestî, no: 498, 22 Mayıs 1919

[27] Türkçe İstanbul, no: 119, 29 Mart 1919

[28] Türkçe İstanbul, no: 120, 30 Mart 1919

[29] Türkçe İstanbul, no: 126, 5 Nisan 1919

[30] Türkçe İstanbul, no: 128, 7 Nisan 1919

[31] Türkçe İstanbul, no: 132, 11 Nisan 1919

[32] Türkçe İstanbul, no: 138, 17 Nisan 1919

[33] Türkçe İstanbul, no: 147, 26 Nisan 1919

[34] Türkçe İstanbul, no: 150, 29 Nisan 1919

[35] Türkçe İstanbul, no: 139, 18 Nisan 1919

[36] Türkçe İstanbul, no: 147, 26 Nisan 1919

[37] Kamiran Âlî Bedirhan, Kürdistan-IV, Serbestî, no: 198, 7 Kanun-i Sanî 1919

[38] Kamiran Âlî, Milliyet Meselesi [Meseleya mîllîyetê], Türkçe İstanbul, no: 128, s. 1, 7 Nisan 1919

[39] Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerin Emelleri [Daxwazên kurdan], Serbestî, no: 488, 7 Mayıs 1919

[40] Kamiran Âlî, Hala Militarizm [Mîlîtarîzm berdewam e], Türkçe İstanbul, no: 139, s. 1,18 Nisan 1919

[41] Kamiran Âlî, Hala Militarizm [Mîlîtarîzm berdewam e], Türkçe İstanbul, no: 139, s. 1,18 Nisan 1919

[42] Kamiran Âlî, We la Tektumuş-Şehade, Türkçe İstanbul, no: 138, 17 Nisan 1919

[43] Kamiran Âlî, J., b..

[44] Kamiran Âlî, We la tektumuş-şehade, Türkçe İstanbul, no: 138, 17 Nisan 1919

[45] Bn. Dr. Nûrî Dêrsimî, Hatıratım [Bîranînên Min], Doz Yayınları, 1997, İstanbul, r. 52

[46] Edward William Charles Noel, Kürdistan 1919,  Avesta Yayınları, İstanbul, 1999, r. 139

[47] Derleyenler: Joost Jongerden- Jelle Verheij, Osmanlı Döneminde Diyarbekir’de Toplumsal İlişkiler (1870-1915), İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları, 2015, r. 93

[48] Edward William Charles Noel, Kürdistan 1919,  Avesta Yayınları, İstanbul, 1999, r. 139

[49] Hamit Bozarslan, Türkiye’nin Modern Tarihi, Avesta Yayınları, İstanbul, 2004, r. 20

[50] Abdullah Cevdet, Kürdistan ve Mefhumları, İçtihad, no: 50, 16 Kanuni Sani 1328/29 Ocak 1913

[51] Mevlanzade Rifat, Türkiye İnkılabının İçyüzü, Pınar Yayınları, İstanbul, 2000, r. 90-91

[52] Dr. Nûrî Dêrsimî, Hatıratım [Bîranînên Min], Doz Yayınları, 1997, İstanbul, r. 84-85

[53] Kamiran Âlî Bedirhan, Kürdistan-I, Serbestî, no: 186, 26 Kanûn-î Evvel 1918

[54] Kamiran Âlî Bedirhan, Kürdistan-II, Serbestî, no:188, 28 Kanun-î Evvel 1918

[55] Kamiran Âlî Bedirhan, Kürdistan-III, Serbestî, no: 193, 2 Kanun-î Sanî 1919

[56] Kamiran Bedirhan, Kürdistan, Serbestî, no: 462, 7 Nisan 1919

[57] Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistanda Fikir Durumu [Kurd û Kurdistan: Rewşa bîr û raya di Kurdistanê de], Serbestî, no: 477, 26 Nisan 1919

[58] Kürd Lisanının Tedvini [Standardkirina zimanê kurdî], Serbestî, no: 480, 4 Mayıs 1919

[59] Kamiran Bedirhan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd Lisanı, Serbestî, no: 486, 5 Mayıs 1919

[60] Kamiran Âlî Bedirhan, Kürdistan-IV, Serbestî, no:198, 7 Kanun-î Sanî 1919

[61] Kamiran Âlî, Tahsili Tali ve Şekl-i Lazim, Türkçe İstanbul, no: 126, 5 Nisan 1919

[62] Nakdimon, Şalom; Irak ve Ortadoğu’da Mosad, Elips Yayınları, Ankara, 2004, r. 9

[63] Celadet Alî Bedirxan, Günlük Notlar (1922-1925), Weşanên Apec, Stockholm, 1995, r. 11-12