Ji şerê salên 1877-1878an ê dewleta Osmanî û Rusya şûn ve, di pêşengiya siyasî û civakî ya tevgera Kurd de jî guherînên girîng ên nû çêbûne. Pêşengiya tevgera Kurd, ji rêvebirên mîrnişîniyan derbasî ulema û rêberên dînî dibe. Şêx Ubeydullahê Nehrî, mînakekî girîng ê temsîla destpêka vê dema nû ye. Şêx Ubeydullah, rewşa siyasî-civakî ya piştî Şerê Osmanî-Rusan û dewleta Qacarî ya Îranê wek keyseke nû dinirxîne û di sala 1880an de dest bi rêxistinkirina tevgereke nû ya Kurd dike. Ew, beriya destpêkirina serhildanê, ji Nesturiyan jî destekê digire û pêşiyê berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, yanî beşê Kurdistana bin destê dewleta Qacarî ya Îranê.

Ji agahdarî û dokumentan wiha diyar dibe ku armanca tevgera 1880an ev bûye; pêşiyê bajarên Kurdistana Îranê bêne rizgarkirin, paşê jî berê xwe bidin Kurdistana Osmaniyan û bi vî awayî her du parçeyan bigihînin hev. Lêbelê konjoktora siyasî ya navdewletî û hêzên emperyal ên wê demê; bi taybetî jî Brîtanya û Rusyayê, nedixwestin statuya mewcûd a Împaratoriya Osmanî û Îranê, li dijraberê berjewendiyên wan biguhere.

Piştî şerê 1877-1878an, ji erdê Osmaniyan bajarên wekî Qers, Bazîd, Erdexan û Batum ketibûn bin destê Rusyayê. Li herêmê zêdebûna tesîra Rusyayê, rêya bazirganiya Behra Reş a Berîtanyayê dixist xeternakiyê û her wiha bandora wî ya li ser nifûsa Xirîstiyanên di nav sînorên Dewleta Osmanî de zêdetir dikir. Ji ber vê, Brîtanyayê nedixwest Rusya sînor û bandora xwe ya ber bi başûr ve berfireh bike. Lewma parastina yekîtiya dewleta Osmanî û Îranê, berdewambûna bandora wan a li herêmê, li gor pêdiviyên siyaseta Brîtanyayê bû. Dîplomatên Brîtanyayê yên li herêmê, di çarçoveya vê siyasetê de kar kirine, qethen nexwestine tevgera Kurd bi pêş bikeve û yekîtiya wan çêbe. Lewma dîplomat û serbazên xwe yên bijarte şandine herêmê û statuyeke taybet a dîplomatên wan ên li Kurdistanê hebû. Li hemberê tevgera Kurd, siyaseta Rusyayê jî paralelî ya Brîtanyayê bû.

Bi girêdayî Balyozxaneya Brîtanya ya Stenbolê ve, “di 24ê Nîsana 1879an de Serheng Charles W. Wilson, bi navê Konsolosê Giştî yê Anatolyayê tête tayînkirin. Her wiha Serpel (Yuzbaşî) E. Clayton wek konsolosê leşkerî yê bajarê Wanê, Serpel W. Everett wek cîgirê konsolosê leşkerî yê Erziromê û Amîrhêz (Bînbaşî) H. Trotter jî wek konsolosê leşkerî yê Kurdistanê têne wezîfedarkirin.”[1] Wê demê balyozê Brîtanyayê yê Stenbolê, Austen Henry Layard bû. Li ser pêşniyara Layard, dewleta Brîtanyayê di 17yê Gulana 1879an de Serpel E. Clayton, bi unwanê Vîskonsolosê Kurdistanê tayînî bajarê Wanê dike. Clayton bi girêdayî konsolosê Erziromê Amîrhêz Trotter dixebitî. Lêbelê Dewleta Osmanî, karkirina wî ya di hemû bajarên Kurdistanê de qebûl nake. Piştî redkirina vê biryarê, nêzîkê mehek derbas dibe û “di 24ê Hezîrana 1879an de daxuyaniyeke konsolosê Erziromê Trotter, di hejmara 583an ya rojnameya Tercûmanî Efkar de tête belavkirin ku dibêje: Ez bi navê Konsolosê Kurdistanê hatime tayînkirin û herêma wezîfa min wîlayetên Erzirom, Diyarbekir, Mûş û Wan e.”[2]

Li gor agahdariyên Trotter, “Konsolxaneyên leşkerî yên wîlayetên navborî, têkilî û statuya wan a bi rêvebirên Dewleta Osmanî re di çarçoveyeke taybet de bû: Li gor Wezareta Derve ya Brîtanyayê, konsolosên navborî ne ji rêzê bûn, li gor peymana navbera aliyan, wan wek ajanên siyasî yên taybet kar dikir… Ev statuya taybet, di navbera salên 1879-1883an de dewam kiriye. ”[3]

“Piştî ku Trotter wek Konsolosê Kurdistanê tête wezîfedarkirin, gelek caran serdana wîlayetên Diyarbekir, Mûş, Bedlîs û Wanê dike û li ser rewşa van wîlayetan agahdarî û raportan rêdike Balyozxaneya Stenbolê.”[4] Daxuyaniya wî ya ku bûye mewzûya nivîsên E. Nacim û Keyfî, yek ji wan raportan e. Li gorî neqilkirina Wadie Jwaideh di raportek Trotter de armanca tevgera Şêx Ubeydullah wiha hatiye ragehandin: “Armanca Şêx Ubeydullah ev e; ku memûrên Sultan ji herêmê dûr bixe, xwe wek serokê Kurdistanê bide qebûlkirin û bandora xwe ya li ser herêma navbera başûrê Wanê û bakurê Mûsilê xurttir bike.”[5] Di berhema navborî de Claytonê cîgirê Konsolosê Brîtanyayê jî dibêje: “Bi dîtina min, armanca wî ev e, ku yekîtiya hemû Kurdan pêk bîne û di bin serokatiya xwe de dewleteke serbixwe damezirîne.”[6]

Ji şerê Rus-Osmanî şûn ve, di destpêka sala 1880an de li herêmê bûyera herî girîng a ku bala Brîtanyayê dikşîne ser xwe, tevgera bi serokatiya Şêx Ubeydullahê Nehrî ye. Wekî gelek caran, Rusya û Brîtanya li ser vê tevgera 1880an jî hevûdu gunehbar dikin, digel ku siyaseta wan paralelî hev bû. Li gor neqilkirina Celîlê Celîl, Trotter, di raporta xwe ya ji bo Balyozxaneya Stenbolê de dibêje: “Tevger û serhildana Kurdan, bûyereke pirr xeternak e.”[7] Û her wiha ji bo têkbirina tevgera Kurd, bi wasiteya ajanên xwe yên li herêmê berdewamî xebitîne û bi rêvebirên Dewleta Osmanî û Îranê re jî di nav hevkariyê de bûne. Brîtanya, ji bo têkbirina tevgera Kurd, giranî û bandora xwe ya li ser her du aliyan bi kar dianî ku sînorên xwe qewîtir bikin û rê nedin çûn û hatina Kurdan. Dîrokzan Celîlê Celîl dibêje: “Brîtanya ji bo têkbirina tevgera Kurd, berdewamî bi Stenbol û Tehranê re hevdîtinên dîplomatîk pêk aniye û ji her du aliyan xwestiye ku li hemberî Kurdan bi hev re tevbigerin.”[8] Di meqaleyeke rojnameya Tercüman-i Hakikat [Tercumanê Heqîqet] de, helwesta Rusyayê li hemberî tevgera Kurd wiha hatiye diyarkirin: “Eger dewleta Îranê nekaribe serhildêrên Kurd terbiye bike, em dê derbasî wî aliyê hidud bibin û wan terbiye bikin.”[9]

Di hinek çavkaniyan de, helwesta Stenbolê ya li hemberî tevgera 1880an, lawaz û bêlayen hatiye şirovekirin. Lê encama bûyeran nîşan daye ku şiroveyek wiha ne rast bû. “Di destpêka hereketê de, wek piştgirê Kurdan xuyabûna Seraya Osmanî, ji ber du sedemên bingehîn bû: Yekem, ji ber nakokiyên dîrokî yên bi Îranê re, Seraya Stenbolê dixwest bi vê minasebetê Îranê bixe tengasiyê; yê duyem, dixwest nakokiyên di navbera Kurdan û komên Xirîstiyan ên Ermen-Asuran kûrtir bike û wan li hemberî hev bi kar bîne.”[10]

Bersiva ronakbîrên Kurd ji Konsolosê Brîtanyayê re

Dema ku E. Nacim li Diyarbekirê reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû, Konsolosê Brîtanyayê Mr. Trotter li hin deverên Kurdistanê digere; serdana hinek gundan, koçberan û cotkaran dike û li ser encama vê gera xwe daxuyaniyek belav dike û di naverokê de, “Kurdan bi cehalet û hovîtiyê dide nasandin û her wiha dibêje qewmê Kurd ji me‘rîfetê [îlim-kultur] mehrûm e. Ev daxuyaniya Konsolos, di nav nivîskar û ronakbîrên Kurdan de nerehetî û aciziyekê peyda dike, kesayetiyên wekî Ebdurehman Nacim, Keyfî û Hesen Zuhdî bi rêya rojnameya Tercüman-i Hakîkat bersiva wî didin.

Di vê nivîsê de, ez dê bi kurtayî behsa jiyana E. Nacim bikim û bi tenê li ser bersiva wî rawestim. Lewra bersiva wî; hem ji bo nasîna şair û edîbên Kurd û herhemên wan û hem ji bo tarîxa edebiyata Kurdî belgeyeke pirr girîng e.

A.Nacim, di Sermaweza sala 1882an de wek reîsê Mehkemeya Îstinafê a Diyarbekirê hatibû tayînkirin û bersiva konsolosê navborî jî bi vê unwanê ji bajarê Diyarbekirê ve bi wasiteya rojnameya Tercüman-i Hakîkat dide. Beriya ku vê wesîqeya tarîxî pêşkêşî we bikim, divê pêşiyê bi kurtayî behsa jiyana wî bikim.

Ebdurehman Nacim, sala 1833-34 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, endamê malbateke namdar û giragir ê vî bajarî ye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmaniyê û kesayetiyekî navdar ê wê deverê bû. Ebdurehman Nacim bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn.

Wî, tehsîl û “xwendina xwe, di medreseyên Silêmaniye û Bexdayê de îkmal kiriye û îcazeta xwe girtiye.”[11] “Di 21 saliyê de selahiyeta îrşadê û di 23 saliya xwe de jî selahiyeta îcazetê ji Şêx Osman Siracedîn Efendî yê Tewîlan wergirtiye ku ew jî xelîfeyê Mewlana Xalid bûye. Ji wê şûn ve nêzîkî 4-5 salan di medreseyên Bexdayê de li ser ilmên Îslamî ders daye.”[12] Li ser dewra zaroktî û ciwantiya wî, agadariyên berfireh li ber destê me nîne. Piştî temamkirina xwendinê, “bi qasî 4-5 salan di medreseyên Bexdayê de li ser ilmên Îslamî ders daye. Li gor dosya wî ya sicîlê; bi zimanê Tirkî, Erebî û Farisî dixwend û dinivîsand, her wiha muqtedirê axaftina zimanê Kurdî bû.”[13] Wî heman demî perwerdeyiya hiqûqê dîtiye û ew di tesewifê de girêdayî terîqeta Neqşebendî bû.

Bi qasî ku tê zanîn ew di dawiya salên 1850yan de hatiye Stenbolê. Di 9ê Temûza 1861an de ji bo Mifetişiya Kutubxaneyên Derseadetê tête tayînkirin. Di tayînkirina vî karî de, zanîn û tecrûbeya wî ya di medreseyên Kurdistan û Bexdayê de wek referans hatiye qebûlkirin. Her wiha ew di dereceyeke bilind de waqifî ziman û edebiyata Erebî, Farisî, Osmanî û Kurdî bûye. E. Nacim, xwedî ilm û irfaneke dewlemend û berfireh bû û di kar û meslekên curbicur de xebitiye. Ew, di seha ilmiye, edliye mulkiyeyê de xebitiye. Sala 1870ê, derbasî Mulkiyeyê bûye. Li ser hev nêzîkî bîst û pênc salan di mulkiyeyê de kar kiriye. Di karê mulkiyeyê de, dema herî dirêj li Diyarbekirê maye û ji vir ve bersiva Mr. Trotter daye. [Ji bo agahdariyên berfirehtir, hûn dikarin ji pirtûka min a bi navê “Abdurehman Nacîm: Edîb, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas” ku di nav weşanên Weqfa Beşîkçî de derketiye îstifade bikin.]

Ferezanî û hikmeta E. Nacim a li ser edebiyat û kultura Kurdan, di gengeşe û nivîsên di nav rûpelên Tercüman-i Hakîkat[14] de, bi gelek eşkerayî xuya dibe. Divê em vê rastiyê jî diyar bikin ku beriya wî, refleksên bersivdana Konsolosê Brîtanyayê, ji aliyê Keyfî ve hatiye nîşandan.

Ebdurehman Nacim, di nivîsa xwe ya bi navê “Ulema ve Kürd ahalisi[Ulema û gelê Kurd] de bersiva Mr. Trotter ê Konsolosê Brîtanyayê yê Diyarbekirê dide û dibêje:

“Ew meqaleya ku ji aliyê Konsolosê Brîtanyayê ve hatiye nivîsandin û di rojnameyan de hatiye neşirkirin; dûrî halkirina heqîqetê ye û ne li gor arzûyan e. Li ser vê babetê tehqîqatên Konsolosê navborî, sivik û bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê bêne redkirin û sererastkirin. Lewra Konsolos buhtan li hemû Kurdan dike û dibêje ew nezan û wahşî ne, bê ilim û bê irfan in. Halbûkî qewmê necîb ê Kurd, bi delîlên eşkere xwediyê fazîletên rast, berhemên hêja, qelem û eserên ilmî ye.

Ji aliyê ilim, fezîlet, xettatî û şaîriyê ve qewmê Kurd, li gorî yên din bêtir navdar e. Her çeşîd telîf û tesnîfê Kurdan, eserên xwedî îtibar ên kutubxaneyan in.

Di çarçoveya meseleyên fiqhî de li ser îbadetê, muamelat, eqdê nîkah û hiqûqê cezayê, qanûnên edlî, şer’î û yasayên îlahî û rêvebirinê tesnîfên wan ên bêhejmar hene. Kurdan li ser metn û telîfên Hazretê Îmam Şafîî, Newewî, Rafi’î û Xezalî şerh û haşiyeyên bêhejmar neşir û tedwîn kirine. Şerh û haşiyeyên telîf û manzûmeyên ulemayên Kurd yên wekî Hezretî Mewlana Ebubekir ên bi navê “Wudûh”, “Enwer”, “Siracul-Qulûb”; “Menku’lut-Tefasir” a Yusuf Esmam; “Zatuş-Şîfa”ya Îbnul-Cezîrî; “Kifaye” û şerha wê “Hîfa’ye” ya ellame Beytûşî; telîf û manzûmeya “Ehmediye” ya Şêx Marûf Berzencî li meydanê ne. Di Silêmaniyeyê de, ji malbata Berzencî û Heyderîzadeyan şexsiyetên xwedî ilim û fen ên wekî Sibxetullah, Ehmed, Heyder, Ebdullah Efendî û wd. alimên gewre yên Kurdan li ser babetên fiqih, tefsîr, usûl, nehw, serf, mentiq, kelam, hendese, hesab, erûz, exlaq, edebiyat, tarîx, siyayî, fen û babetên cûrbicûr berhemên wan ên telîf û tesnîfkirî hene.

Wan, bi van nirx û berhemên xwe, pirtûkxaneya dinyayê neqişandine û ronî kirine. Telîfên “Şerh-î Meqamat” û “Diwan”a Hezretî Mewlana Şêx Xalidê Silêmaniyeyî, di nav ulemayê de dest bi destan hatiye gerandin. Ev dengên payebilind ên ilim û irfanê, ronahî dane şerq û xerbê. Teftezanî yê ku wek ulemayê duyemîn tête qebûlkirin, Celal Dewanî û Mihemed Feyzî Efendî yê Silêmaniyeyî ku niha miftiyê Bexdadê ye. Gelo ma ev ne ji payebilindên ulemayên Kurd in?

Pêbawerê demê û seyîdê esrê Şêx Ebdulqadir Efendî ku îro li Silêmanyeyê xwedî kursî ye û ders dide, Seyîd Kake Ehmed Efendiyê Berzencî, Mewlana Ehmed Efendiyê Tûtşî, Mihemed bîn Resûl Efendiyê Rewanduzî û Evdirehman Efendiyê Rojbeyanî kesayetiyên têr û tije ne û di her ilmê de xwe gihandine, zuhd û teqwa jî, di rêka Hezretê Îmam Xezalî de ne, bi berhem û te’lîfên xwe ji dûr û nêzîk ve têne naskirin. Gelo ev kesên navdar hemû ne alimên Kurd in?

Ji alimên gewre yên Kurd Îmam Cezîrî, Yehya Efendî Amadî, Seyîd Ebdulletîf Efendiyê Şehrezorî, Mewlana Elî Efendiyê Qizilcî, Îbnî Adem û Îbnul-Hacc û Ellame Erbîlî bi qelem û eserên xwe yên ilmî wekî tava rojê li meydanê ne, îro telîf û berhemên wan di hemû kutubxaneyên Stenbolê de jî hene û hatine parastin.

Welhasil diyar e ku ulemayên Kurdan bi luxetê Erebî, Farisî, Tirkî û bi zimanê xwe yê maderzadî yê Kurdî her çeşîd eser nivîsandine.

Ji ber ku zimanê Kurdî gelek dewlemend û ji aliyê şîweyan ve jî rengîn e, bi Kurdî gelek pirtûkên edebî yên mensûr û menzûm hatine nivîsandin.

Ji aliyê şairên Kurdan ve bi zimanekî zelal, manîdar, şairane û hekîmane qesîde, mesnewî, rubaî û şiîrên cûrbicûr di şiklê nezmê de hatine nivîsandin.

Ulema û şairên Kurdan; wek eser û şairên Erebên bedewî, ehlê Faris û zimanpakên Tirkî şiîr nivîsandine û eser hiştine. Ji van navdarên wekî Hezretî Şêx Mewlana Xalid, Beytûşiyê Ellame, Şêx Marûfê Berzencî û miftiyê Bexdadê Şêx Mihemed Feyzî Efendî bi eserên metbû‘ û muteber hatine nasîn.

Xelkê Kurd bi xwe jî aşînayê zimanê Erebî û Farisî ye. Hinekên wan jî bi zimanî Îngilizî û Fransizî tahsîl dîtine….”[15]

Ebdurehman Nacim di nivîsa xwe ya dirêj de, piştî van agahdariyan, ev car bixwe vedigere pirsan ji Konsolos dike û dibêje:

“Gelo Konsolosê navborî, 30-40 medreseyên bajarê piçûk ê Silêmaniyeyê geriyaye ku hemû bi xwendevanên ilmê tije ne? Yaxud li mekteb û medreseyên bajarê Sineyê geriyaye? Gelo medreseya pîroz a Darul-Îhsanê dîtiye ku wekî Camîul-Ezhera Misrê, odeyên wê yên bêhejmar hene û ji bajarên dûr gelek xwendevanên ji bo tehsîla ilm û fennê tê de xwendina xwe dom dikin. Yaxud medreseyên li Sawucbulaq, Seqiz, Bane, Şino, Tercan, Serdeşt, Nistan, Enderqaş, Bokan, Beytûş, Çimiyan û medreseyên din ên bi van deran ve girêdayî bi çavên xwe dîtine? Yan jî medreseyên li qezayên piçûk ên ser bi Silêmaniyê ve wekî Qeredax, Helepçe, Kelanbar, Beyare, Bazyan, Qizilan, Esker, Aqçayan, Merge, Maun, Pêşder û medreseyên li Rewanduz, Koy, Erbîl, Îmadiye, Xoşnav, Şemdînan û ciyên din dîtine û li ser wan agahdariyên wî hene? Ku ev medrese û mekteb her yek wek Darul-Mearîfek e.

Konsolos hîç hevdîtinek bi ulemayên xwedî şeref re kiriye ku ji Şîrevanê, Talişê, Geylanê, Daxistan û bajar û ciyên din ve ji bo tehsîlê tên li medreseyên Kurdistanê xwendina ilim û fennê dibînin, dersên esasî dixwînin û îcazetname werdigirin û ji bo neşirkirina ilmên nûranî vedigerin welatên xwe?

Haşa! Konsolosê navborî ne ev bihîstiye, ne dîtiye û ne jî li ser tehqîq kiriye. Gelo Konsolos dizane ku îro piraniya ulemayên medreseyên li bajarê Erzirum, Diyarbekir, Mêrdîn, Sêwas, Xarpêt, Mûsil, Heleb, Bexdad, Şam, Misir, Medîneya Minewere, Mekeya Muazzama Kurd in? Na, nizane.

Yaxud eserên ilmî û mifedar ên hinek şexsiyetên xwedî fezîlet û alimên Kurd ên li tekyayên Humul û Hafa ya Stenbolê nas dike ku îro di rojnameyan de têne neşirkirin? Na, nikare nas bike.

Konsolosê navborî ne dikare wan nas bike û ne jî muqtedîrê naskirin û têgehîştina eserên wan e….”[16]

Nivîskar gotinê tîne ser sejimêriya Kurdan û rewşa sosyolojîk a civata Kurd. Belavkirina raportên bi vî awayî, wek helwesteke şexsî û populer ê konsolosên Ewrûpayî dinirxîne, belavkirina van cûre raportan û çavkaniyên wan muteber nabîne û dibêje:

“Konsolos; mîqdarê nifûsa Kurdên medenî û yên eşîrên koçberên konên reş jî nizane û li ser wan agahdariyên xelet belav kiriye. Wekî ku di gotinek pêşiyan a Ereban de hatiye gotin, “Xwediyê malê, nava malê baştir nas dike.” Lê mixabin, sed car mixabin ku konsolosên werkîno, daîmî li ser Dewleta Alî Osman û miletên necîb ên Musilman agahdariyên kêm û xelet didin dewletên xwe û her wiha meqaleyên wan ên rojnameyan jî rast têne qebûlkirin. Û gelê Ewrûpayê jî bi vê yekê têne xapandin û berdewamî di eleyhê me de îtirazan dikin. Nizanin ku meqaleyên wan bê bingeh in û agahdariyên wan jî, ji çavkaniyên muteber nehatine bidestxistin. Nizanin ku li nik van kesan şiûra pevgirêdaniya dewletê, kêmtir e ji bi destxistina şohretê.”[17]

Nivîskar, di dawiya nivîsa xwe de dibêje, em hêvîdar in ku Konsolos piştî van agahdariyên berfireh, xeletiya xwe sererast bike û qet‘en ji me jî aciz nebe û her wiha bi bîrxistina risteyên Nalî, dawî bi nivîsa xwe dihêne.

“Bo çi negirim sed kertim dil dişikînî

Bo çi mey nerijî şîşe le sed cîke şikawe.

Yanî:

Çawa û ji ber çi ez negirîm, tu her roj sed car dilê min ê wêran dişikînî.

Çawa û ji ber çi şerab nerije, şûşeya wê li sed ciyan şikestiye.”[18]

Nûbihar, hejmar: 140

[1] Bilal Şimşir, Ermeni Gailesinin Tarihsel Kökeni Üzerine, Ermeni Araştırmaları Dergisi, Sayı 1, Mart-Nisan-Mayıs 2001

[2] Ayşe Bayraktutan, Atatürk Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Bilim Dalı, Erzurum İngiliz Konsolosluğu ve Faaliyetleri, Yüksek Lisans Tezi, Erzurum, 2010, r. 116

[3] Ayşe Bayraktutan, J. b., r. 113

[4] Ayşe Bayraktutan, J. b., r. 116

[5] Wadie Jwaideh, Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi Kökenleri ve Gelişimi, İletişim Yayınları, 8. Baskı, İstanbul, 2014, r. 166

[6] Wadie Jwaideh, J. b., r.165

[7] Celîlê Celîl, 1880 Kürt Ayaklanması; Şeyh Ubeydullah Nehri, Avesta Yayınları, İstanbul, 2014, r. 65

[8] Celîlê Celîl, J. b., r. 90

[9] Tercüman-i Hakikat, Kürd kıyamında reng-i siyasi, no: 755, 20 Muharrem 1297-H (1880), r. 1-3

[10] Celîlê Celîl, J. b., r. 90

[11] Ali Birinci, J. b., r. 287

[12] İbrahim Göksel Baykan, http://www.yek.gov.tr/Link/ShowLink?LINK_CODE=50&LAN_CODE=TR, 25.11.2015

[13] İbrahim Göksel Baykan, J. b., 29.10.2015

[14] Rojnameya Tercûman-i Hakîkat, di 27 Hezîrana 1878an de dest bi weşanê kiriye, damezirêner û rêvebirê rojnameyê Ahmed Mîdhad e û xwediyê îmtiyazê jî Mehmed Cevdet e. Weşana rojnameyê 34 sal dewam kiriye û li ser hev 15325 hejmar hatine weşandin.

[15] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat [Tercûmanî Heqîqet] Gazetesi, no: 982, 29 Ekim 1881, r. 2-3

[16] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat [Tercûmanî Heqîqet] Gazetesi, no: 982, r. 2-3, 29 Ekim 1881

[17] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat Gazetesi, no: 982, r. 2-3, 29 Ekim 1881

[18] Abdurrahman Nacim, Tercüman-ı Hakikat Gazetesi, no: 982