hemzeye-muksiDi bîranîna koçkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd ê navdar Hemze Begê Muksî de,vê sibê, em birek ji rîsipî û hezkerên zimanê Kurdî bi gurzek gul çûne Dugirê û li ser gora wî civiyan. Me ew bibîr anî. Mamoste Konê Reş gotineke devkî li ser rol û xebatên buhuştî pêşkêş kir, û min jî ev kurte gotina jêr ji beşdaran re xwend:

Hemze Beg, ey “Rehberê fîdakar”!

Vaye îro, em birek ji Kurdhez û şagirdên we bi gurzên gulan li ber serê te civiya ne, bi xemgînî em wê helbesta ku hozanê Kurd ê navdar”Hejar Mukiryanî” li ser kêla gora te nivîsandiye dixwînin, ew a ku tê de, soz û peyman dabû, eger ew roja azadiya welêt bibîne, ewê bi xwe mizgîniyê ji te re bîne!…

Lê, mixabin ku, wekî çawa ew kul û hesreta giran bi gelek xebatkarên Kurd ên dilsoz re çûye gorê, wisa ew bi we re jî çûye.!!

Li her çar parçeyên welêt îro keç û lawên te rabûne ser piyan,  daxwaza mafên xwe dikin û di qadên şer de, ew mêrxasiyeke bê mînak nîşan didin. Raste em nikarin mizgîniya azadiyê ji te re bêjin, lê em dikarin dîtina çirûskên wê ji te re dupat bikin, û em bawer in ku tê wê mizgîniya şêrîn jî bibihîzî.

Silav ji giyanê te yê pîroz û yê hemû sembol û mezinên gelê me re.

Û spas ji beşdariya we re.

***

Piştî nîvro, li Navenda Partiya Yekîtî Ya Demoktat a Kurd Li Sûriyê, simînarek li jiyan û xebatên Hemzeyê Muksî li dar ket, rêzdar Konê Reş gotneke balkêş pêşkêşî beşdaran kir û bi navê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî Li Sûriyê rêzdar Nûşîn Bêcirmanê gotineke devkî li pêwistiya bîranîna sembol û mezinên Kurdan pêşkêşî beşdaran kir. Berî wê jî, min gotineke nivîskî ji beşdarên rêzdar re pêşkêş kir û eva jêr deqa wê ye:

5ê Nîsanê, salvegera koçkirina xebatkar û rewşenbîrê Kurd

Hemze Begê Muksî ye

Li sala 1991an, di serdaneke min a goristana gundê Dugirê yê nêzîkî Tirbespiyê de, min çend wêne ji kêlên gora buhuştî Hemze Begê Muksî re kişandin û ew li cem xwe parastin. Helbesteke Kurdî ya pir xweş û watedar li ser kêla wî hatibû nivîsandin. Hin camêr dibêjin ku ew helbest ya hozanê Kurd ê navdar ê Kurdistana Îranê Hejar Mukiryanî ye ku wê demê ew li Tirbespiyê dijî.

Min gotareke danasînê bi vî rewşenbîrê dilsoz, bi navê Rêberê Silîvî di hejmara 23an a kovara Gelawêjê -1992an de weşand.

Piştî çar salan, careke din riya min bi goristanê ket, mixabin, min dît ku her du kêlên wî ji cih hatine hilkirin, û li kêleka gorê dirêjkirî ne. Yek ji wan nîvşikestî, û ya din jî, qet-qetî bûye, nivîsa li ser wan berebad bûye. Paşê ji min ve hate zanîn ku, ne tenê kêlên Hemze Begê, lê belê yên gelek mezinên Kurdan li wê goristanê bi destên gemar yên hin kesên girêdayî dezgehên ewlehiyê hatibûne şikandin!.

Bi alîkariya çend xortên Kurd ên welatparêz, û li ber ronahiya wan wêneyên ku berî wê bi çar salan min ji kêlan re girtibû, me kêline nû dane çêkirin û roja 13.11.1995an, me gora buhuştî Hemze Begê Muksî bi tevayî nû kiriye, û ew ji windabûn parastiye.

Hemze Begê Muksî, Sala 1892an, li wilayeta WANê ji dayik bûye. Di xwendina xwe de her dem serkeftî bûye, ” Di demên pêşî de, ew yek ji şakirdên herî muhîm yê Seîdê Nûrsî ye ku li medresa Horhorê ya li Wanê ders jê girtiye û cara pêşîn tefsîra wî ya bi navê Îşaratul îcaz(إشارات الإعجاز)  weşandiye. Herweha di dîroka kurdan ya siyasî û nêz de, şexsiyetekî berbiçav û xwedî cihekî muhîm e. Ew di xebatên wekî avakirina Kurdistan Tealî Cemiyetî û di avakirina Xoybûnê de jî roleke aktîf dileyize”(1). Sala 1919an, dadgeha Tirkan biryara dardakirinê ango îdamê derheqa wî xweşmêrî derdixe, neçar dibe, ew derbasî binxetê dibe,û  ta dawiya jiyana xwe, bê dudilî ew kar û xebata Kurdewariyê berdewam dike.

Di 57-mîn salvegera koça dawî ya Xebatkar û ronakbîrê Kurd ê bi nav û deng, îro ez wê gotara xwe ya bi sernavê“Hemzeyê Muksî kiye?!” ku berî 23salan di kovara Gelawêjê de dabû weşandinê. Piştî rastkirina hin şaşiyên zimên, ez ji we re pêşkêş dikim:

Hemzeyê Muksî kiye?!

Amadekirina: Rêberê Silîvî

Hemzeyê Muksî, yek ji wan rewşenbîr, zana û xebatkarên gelê me ye, ên ku di destpêka sedsala bîstan de, li Stenbolê dest bi kar û xebatê kirine. Û bi amanca rizgarkirina Kurdistanê ji bin destê Osmaniyan zend û bendên xwe badane. Ji ber vê yekê jî, wî gelek komelên civakî û edebî, li  Stenbolê saz kirine.

   Herweha, Hemzeyê Muksî yeke ji wan endamên navdar û naskirî ji komela xwendekarên Kurd”Hêvî”, ya ku di roja 27.07.1912an de, li Stenbolê hatibû damezrandin.

Û ji ber ku tîn û kela dilê vî mêrxasê hêja bi wî qasî nedişkest, dîsa H.Muksî, piştî şerê cîhanê yê pêşîn digel çend zana û xebatkarên Kurd ên dilsoj û dilsoz, “Komela Pêşketina Kurdistanê” li Stenbolê saz kirine, û di roja 07.11.1918an de, kovareke heftane bi Kurdî û Tirkî, bi navê (JÎN) weşandine, xwedî ûberpirsyarê wê bûye Hemzeyê Muksî, yê ku 20 hejmar jê weşandine, paşê, serokatiya wê sipartine rewşenbîr û têkoşerê Kurd Memdûh Selîm. Memdûh Selîm jî, ji hejmara 21ê heta hejmara 25an, ango hejmara dawî weşandiye.

“Komela Pêşketina Kurdistanê” û Kovara JÎN, roleke pir bilind û hêja di dîroka gelê me yê bindest de-di wê qonaxê de- leyistine. Li hêlekê, “Komela Pêşketina Kurdistanê” di dema xwe de, bi navê gelê Kurd û tevgera wî ya rêzanî peyivî ye, her û her doza rizgariya Kurdisanê bilind kiriye, ta ku “Şerîf Paşa” bi navê nûnerê Kurdistanê şandiye Konferensa Parîsê û peymana Sêvrê li wê derê imza kiriye.

Peymana Sêvrê yeke ji destkewtî û serkewtiyên gelê Kurd ê dîrokî ye, çimku têde sazkirina Kurdistaneke serbixwe û azad bi dewleta Osmanî û dewletên xerbê û nûnerê Ermeniyan daye pejirandin”qebûlkirin”. Eve, yek ji şêrîntirîn meyweyê vê komela ciwan bû.

Li hêla din jî, Kovara JÎN, bi rêberiya Hemzeyê Muksî daye ser rêya azadî û serfuraziyê, derd û êşên gel ser sing û berê xwe weşandine, rewşa wî berçav kiriye, edaleta doza wî û mafên wî yên netewî daye xuyakirin…Herweha JÎNê, dengê xwe bilind kiriye û bi qêrîn gotiye: “Na”…Na ji kir û pîlanên ne mirovane û kirêt re yên li dij Kurdan ji bal dewleta Tirk ve dihatin hûnan. JÎNê gotiye: ” Ji valakirina Kurdistanê ji xelkên wê yên Kurd re sed na gotiye “.

Di hejmara 1-ê  ji JÎNê de, kurte gotarek li ser qabê wê, di bin sernivîsa”amanca me” hatiye nivîsandin, mirov ji wê kurte gotarê, nerîn, raman û armancên JÎNê dinase, weha hatiye:

” JÎN, ne ji bo destxistina lişteka”menfe’teka” madî derdikeve, amanca wê, belavkirina zanînê ye. Li ser jiyana Kurd a dîrokî, heqên wî yên netewî, bêjeya wî û rewşa wî ya civakî ku ji sedsalên dirêj virde hatine ihmalkirin. Li gora baweriya me, amadekirina ciyekî layiq ji bo netewê Kurd di civîngeha neteweyan de, bi xebateke wisa mumkin e, ku ev awayê wê xebatê li gora fama vê demê be.

   Em têdigihîn ku ev teşebbusa me, xebateke pir dijwar dixwaze. Belam, dema ku me ev wezîfa giran da ser milê xwe, me bi rastî hêvî kir, ku em dikarin xwe bispêrin alîkarî û hêsaniyên madî û mênewî yên neteweyê Kurd. Ew neteweyê Kurd ku ji bo welat û gelê xwe, hertim bi qebûlkirina fîdakariyên mezin hatiye naskirin. Rastîn û lêkanîn ji Xwedê ye.”

   Sala 1919an,”Komela Kurd Ji Bo Belavkirina Zanînê Û Weşanan “, Mem û Zîna Ehmedê Xanî yekemîn car çap kiriye. Hozan û mamosteyê mezin Hemzeyê Muksî, pêşgotinek bi rêk û pêk bi sernivîsa”Dîbace” jê re nivîsandiye. Tevî ku bêjeyên zimanê Ereb bi pirnî cî gitine jî, lê belê di naveroka xwe de, pêşgotina Muksî, pir zengîn û bilind e.

   H.Muksî, li ser ustûbarê Kurdan di dîbacê de dipeyive, û di warê guhdan û parastina asar, tore û zimanê dê yê şêrîn de weha dibêje:

“…Xasma di vî e’srî de, di dema medeniyetê de, hicet û berata miletan lîsan û edebiyatê wan e, yê bê hicet bê berat, da’wa wî nayêt sekirin, kes guhê xwe naditê. Meger malûm bibit ku berata wî jê hatiye standin, ji bo isbata vê dawayê û danîna xêma miletiya xwe, hindek ji xortê me, şev û roj serfa heyata xwe dikin, asarê qedîm, neşrê wî yê teze çêdikin, yek ji wan asarê kevin”Mem û Zîn e”, ku sertac ibtîhaca Kurdan Ehmedê Xanî di(1105)da nivîsiye..”

   H.Muksî, dîsa di dîbacê de dibêje ku Ehmedê Xanî yê Kurd, bi zanîn û fêrisiya xwe ne kêmî Firdewsî yê Îranê ye, dibêje:

“…Çunke Firdewsî biqelema xwe Îran vejand, Ehmedê Xanî nehişt ku Kurdistan temam bimrit, û mewta muebbed xilas kir. Ema temam ehya nekir, çunke zemanê Firdewsî ji bo fikra wî musa’id bû. Zemanê Ehmedê Xanî xayet berebad û çetin bû. Dewleta Osmanî digel hikûmeta Îranê muttefeqen Kurdistan di mabeyna xwe de teqsîm kiribûn, dest-pê wan wisa girê dabûn ku nedikarîn xwe bihejînin. Çunke made çawan esker soq li ser wan dikirin, bi enwa’ê hîle û desîsan ixtîlaf û şîqaq êxistibûne nav Kurdan…”

   Di dawiya dîbaca xwe de, destên xwe berjor dike, ji Xwedê hêvî lavan dike ku xortên Kurdan biparêze, rê li pêş wan dûz bike û dibêje:

“…Ya Reb!, tu wan mehfûz bidêrî û muweffeq bike..”

Hemzeyê Muksî, li Sûriyê, dûrî WANê, roja Şemiyê 15ê Rmezana 1377koçî(5ê meha Nîsana sala 1958an), piştî jiyaneke tev xebat, tev derd û kulên giran, rewanê xwe yê pak siparte Xwedayê mezin û di xaka Kurdistan a bav û kalan de, bi destê heval, hogir û dostan, bi destê welatevînên Kurd hatiye veşartin.

Gora vî comerdê payebilind, li Cizîrê dimîne, li gundê”Dugirê” yê nêzîkî bajarê “Tirbespiyê” ye. Li ser kêla wî, helbesteke di kevir de kolayî heye, bi tîpên Erebî hatiye nivîsandin, lê mixabin, navê  helbestvan ji min ve ne xuya ye. Eve ye deqa wê helbestê bi tîpên Kurdî:

Mamoste Hemze Beg, rehberê fîdakar

Pir kes ji xwe te kirine hişyar

Raze bi xoşî bes e menala

Peyman elê me ew hewala

Roja ku welat bijî bibînim

Ez mijde bi xwe ji bo te bînim.

Li ser kêla wî ya rojhilat jî bi zimanê Erebî, ev nivîsa jêrîn heye:Tirba Hemze Begê Mûksî

الفاتحة

هذا قبر المرحوم الجناني حمزة بك ابن الحاج بكير

توفي إلى رحمة الله وعفوه

في 15 من شهر رمضان المبارك

سنة 1377

Dawî…Dixwazim bêjim ev nivîsara piçûk, tenê danasîna Hemzeyê Muksî ye, hêvîdar im, di pêşendê de, rewşenbîrên Kurd, lêkolînan li ser jînengeriya wî, kar û xebata wî çêbikin, çimku mirovê di saxiya xwe de dil û hişê xwe dabe miletê xwe, hêjaye ku miletê wî jî , wî ji bîr neke, navê wî bi rûmet û bilind di dilê xwe de biparêze.

Jêder:

1.Cildê 1ê Kovara JÎN.

2.”Mem û Zîn”…Ehmedê Xanî.

3-pirtûka biyografîk ya li ser jiyan, serborî û mucadela HemzeBegê Muksî, ji weşanên Kentê.

05.04.2015