Beynatê, navê gundeke ku li ser bajarê Farqînê ye. Li seriya nahiya Malabadê ye. Lê mixabin piştî ku bendav li ser çemê (rûbarê) Malabadê ango Batmanê ava bû, ev gund di bin avê de ma. Lewra ji Salih re dibêjin Salihê Beynatî.

Salihê Beynatî esas ji eşîra Xilika ye. Tê gotin ku ev eşîr ji rojhilatê Kurdistanê hatine herema Serhedê û ji Serhedê jî hatine herema Silîva ku navenda herema Silîva jî şehrê Farqîn e.

Eşîra Xilika û Çoçina bi hev re ji Serhedê hatine herema Silîva. Mihemed Axayê Kelî jî, di salên 1900an de li gundê Başimtê dima. Mezinê eşîra Şêxdodan bû. Heya Mihemed Axayê Kelî sax bû, ferqê nedixist mabeyna eşîra xwe ya bi navê Şêxdoda û eşîrên Xilika û Çoçina. Lê mixabin dema Mihemed Axayê Kelî di sala 1925an de, bi Şêx Seîd û hevalên wî re tê dardakirin, kurê wî Mehmûd Axa, 1- 2 salî ye. Piştî ku Mehmûd Axa, mezin dibe û tê serê eşîra xwe, ew jî weke bavê xwe ferq û meylê naxe mabeyna van sê eşîran. Salihê Beynatî Xilikî ye û Mehmûd Axa jî Şêxdodî ye. Di bingeha xwe de ev sê eşîr pismamên hev in. Lê bi dayîn û sitendina jinan, ev her sê eşîr, dubare bûbûn eqrebayên hev û têkiliyên wan yên nêz hebûn.

Ji bo ku ez di jiyana Salihê Beynatî de xeletî nekin min gelek hewl da xwe. Ji bo wê sedemê jî, ez bi mehan li benda kurê wî Henîfî mam heya ku ji Îstenbolê were Dîyarbekirê û em hev û din bibînin. Ez sipasîya xwe ji Henîfî re dikim ku agahîyên berfireh di derbarê bavê xwe de da min û bi riya hevalek xwe yê bi navê Seyfeddîn jî CDyên bavê xwe yên stranan gihande destê min.

Salih, li gundê Beynatê di sala 1938an de tê dinyayê. Ew 2 xwuşk û 2 bira ne. Lê biraye wî di biçûkatîya xwe de dimre.

Helîma xwuşka Salih e û hê jî sax e. Li şehrê Batmanê dijî. Henîfa jî xwuşka Salih bû. Lê wefat kiriye û li gundê Reşo dima.

Salih di xortaniya xwe de, rencberîya mala xwe dikir. Paleyî dikir. Di dema ku ew dijiya, paleyî kareke wisa bû ku kêm kes dikaribûn ew karî bikirana. Karekî bi zahmet û pisporî diviya. Girîngiya paleyan, ji nebûna traktor û bîçeran bû. Salih, ev karê ku di wê demê de, ew çend bi rûmet bû, ne tenha bo xwe, her weha ji xelkê re jî dikir. Lê bi yewmîya xwe dikir.

Karê paleyiyê bêtir ji Şêx Ezîz ê Baxça re û her weha ji Mehmûd Axayê Kelî re dikir. Şêx Ezîz, dema hêzên Kurdan di sala 1925an de Farqînê dixin bin destê xwe, wî dikin Qaziyê (dozger) Farqînê. Lê piştî îdama Şêx Seîd û hevalên wî, Şêx Ezîz dibe firarê dewletê û heya salên dereng jî firar bû. Di şûna wî de 2 kurên wî digrin ku yek ji wan 6 salî û yê din jî 8 salî bû. Dewlet, her dû kurên wî dişînin nefîyê (sergûnê). Sedemên ku ez van agahdariyan di jiyana Salihê Beynatî de didim ev e ku Salih, di heman demê de, dengbêjeke ku kilamên sîyasî jî digot. Salih di sînorê herema Xerza û Silîva de dijîya. Di tevgera 1925an de, gelek kes ji herema Silîva hatibûn dardekirin û du kesên nêz yên malbata Salihî; Şêx ezîz û Mihemed Axa jî bi îdamê hatibûn cezakirin. Lê Şêx Ezîz xwe nedabû destê dewletê û Salih li ber destê wî gelek mabû.

Di sala 1955an de, dema pira Malabadê ya nûh tê avakirin, Salih jî tê de xebatkar e.

Salih, kurê Hecî Huseyîn e. Hecî Huseyn zilameke gir û bilind bû. Jê re digotin Kurd Huseyîn.  Di salên 1960an de Hecî Huseyîn, jineka din ji bo xwe tîne û diçe gundê Qeremûsê ku di wê demê de Şêx Ezîzê Baxça jî li wî gundî ye. Hecî Huseyîn dibe xizmetkarê nava mala Şêx Ezîzî. Xizmeta mala wan dike. Jina wî ya duwê dotmama wî ye. Ji bo ku fitne û şer di mabeyna wan de derneyê, bar kiribû û çûbû gundê Qeremûsê. Li dora 15-20 salan li wir dimîne.

Dema hêj mala wan nehatiye Qeremûsê, Salih li wir paleyî dike, li paleyîyê îlham tê wî û dest bi dengbêjîya xwe dike. Sal 1956 an 1957 e. Belkî dil digre ango dibe evîndar û dengbêjiya xwe zêde dike.

Di evê babetê de min ji xwarziyê Salihê Beynatî, ji Evdilbaqî pirsî bê Salih însaneke çawa bû û evîna stranbêjîya wî ji ber çi sedeman dest pêkiribû! Evdilbaqîyê Huseynka weha got:

“Salih xalê min yê helal ji dê û bavê bû. Ez nabêjim seranserî Kurdistanê lê di herema Dîyarbekir de dengbêj di ser wî re nînbûn. Lê vê paşîyê nexweşîna pençeşêrê (kanser) li mîdeya wî xist. Bi wê nexweşînê re dengê wî jî xirab bû û nikaribû bibêje. Min, ew bir ser hekîmeke li bajarê Bedlîsê jî. Lê çare nemabû. Tam di dewreya xwe ya herî bilind de bû. Ji dengbêjiyê zêde hez dikir.”

Min xwest ku ez piştrast bibim bê ka stranbêjîya wî, ji evîna wî dest pêkiribû an na? Kî an kîjan dengbêjan lê tesîr kiribûn?

Xwarzîyê wî Evdilbaqî bersivand û got;

“Reso li ser wî bandorek zêde hêlabû. Ez bandora Seîdê Usman baş nizanim lê belkî ji wî jî fêr bûbe. Lê strana wî ya ewillî ya ku straye, ne strana Koçero ye. Belkî ew ya sêyan be. Weke ku ez dizanim strana wî ya ewilî BEDEW BEDEW bû. Ew vê stranê li ser xwe û evîna xwe gotibû. Stran ya wî bû. Ne ya kesek din bû. Piştî ku aşiq bûbû, bû dengbêj. Weha dest pê dikir: Bedew, bedew ji vê dinyayê heya wê dinyayê…. Min hemû ji bîrkirine mamoste. Derdê dinyayê zahf in. Dema min xalê xwe wenda (berze) kir dinya li min tarî bû…”

Dengê Evdibaqîyê xwarziyê Salih, di telefonê de zîz bû û kelegirî bû. Ez jî pê re xemgîn bûm. Lê min di ber dilê wî da û piçek rihet bû. Nema min xwest piştî ev xemgînîyê jê pirseka din bikim.

Li gor ku İzzetê kurê Mihemed Emîn Axayê birayê Mehmûd Axa dibêje, Seîdê Usman dengbêjek gelek baş bû. Di dîwana Mihemed Axa de dengbêjiyê dikir. Lê piştî ku Mihemed Axa, di sala 1925an de hat îdamkirin, cardin dengbêjiya xwe dewam kir. Dema Salih dest bi dengbêjiyê kir, li ber destê Seîdê dengbêj xwe bi pêş xist. Carna di dîwanan de bi hev re kilaman digotin û diavêtin ber hev.

Min di serî de jî behsa Şêx Ezîzê Baxça kir ku mala wî li gundê Qeremûsê dima. Kurê Şêx Ezîz, Şêx Ahmed jî yek ji wan kesa ye ku Salihê Beynatî baş dinasîya. Li ser Salihê Beynatî weha got:

“Bavê Salih, navmaliyê bavê min bû. Bavê wî, ji xwe re dotmama xwe anîbû. Salih jî xwest ji xwe re jineke ji gund birevîne lê nebû. Piştî ev hewldanê Salih çû gundê Beynatê û bavê wî jî çû gundê Reşo.. Salih dema li Qeremûsê bû, bi êvaran xweş selata dida. Lê piştî ji gundê me çû tam bû dengbêj. Dengeke xweş li serê bû.”

Kesên ku bandorê li ser Salihê Beynatî dikin û tesîra wan ji alîyê stranbêjîyê de li serê kiriye Reso û Seîdê Umsan e. Dengbêj Reso, ji xelkê Qereyazî ya li ser Erzeromê ye. Seîdê Umsan li Farqînê li gundê Kelê dima. Ev her du dengbêj jî najîn û çûne ber rehmeta xwedê.

Stranên ku Salihê Beynatî yekem car pê meşhûr bû, strana Koçero ye. Di pey strana Koçero de, strana bi navê Newala Qeremûsê ye. Strana sêyem ya bi navê Têlî ye. Di vir de strana herî girîng ya Şerê Newala Qeremûsê ye. Min zêde meraqa Şerê Newala Qeremûsê kir û ji Şêx Ahmed pirsî. Şêx Ahmed weha bersiva min da:

“Ew her 3 kesên ku li Newala Gundê Qeremûsê hatin kuştin ji mala Elîyê Ûnis bûn. Bavê min wan 3 kesan nasnedikir. Lê beriya vê hedîsê, di serhildana Xerzan de, dema dewletê wan nefî (sirgûn) kiribû, ji wan jineke tevî kureke xwe li cem bavê min bûn. Bavê min jinikê mar kir û zêde neçû sebîyê wê jî mir. Paşî ji wê jinbava min birayê min Medenî û xwuşka min Durrîye hatin dinyayê. Pir dereng jî, ew jinbava min dimre û ev car bavê min bi dîya min re dizewice.”

Lê car din min strana ku Salihê Beynatî pê meşhûr bûbû, ji Şêx Ahmed pirsî bê ka serpêhatiya ev stranê çi bû? Şêx Ahmed weha bersivand:

“Di wê demê de, bavê min her 3 kesên ji mala Elîyê Ûnis ku li Newala Qeremûsê ketibûn şer nasnedikir. Wan jî bavê min nasnedikir. Li gundê Qoca Îsmaîlê Biro hebû. Ew jî zavayê mala Elîyê Ûnis bû. Du bira û mamê wan têne mala Îsmaîl. Dibêjin ku ji me re rêberek bibîne da em derbasî Binê Xettê (Sûrîyê) bibin. Li heman gundî Sebrîyê Hecî Ûsiv hebû. Îsmaîl, jê dixwaze ku ev her sê(3) malxezûranê wî derbasî Binxettê bike. Sebrî jî diçe qereqola Sînanê û gilîyê (şîkayeta) wan ji dewletê re dike.

Qereqola Sînanê, xeberê dide qolordûya Dîyarbekirê. Eskerê Sînanê, Dîyarbekir û yên Farqînê, davêjin ser van sê kesan. Ew her 3 kes li Newala Qeremûsê bûn. Newal bi ewle bû. Ger ev 3 kes newal û newal ber bi gundê Qoca ve biçûna wê xelas bibûna. Lê xerîbin û rê nizanin. Ber bi gundê Dêrika Emê Reşo ve tên. Lê esker li pêşiya wan kemîn (dafik) danîye.

Fermandarê esker, ji Silêmanê Evdilqadirê Sînanî re dibêje ‘Here ji wan re bibêje bila teslîm bibin.’ Silêman dibêje ez newêrim. Ez herim wê min bikujin. Esker zorê dide ser. Zilamek ji Sînika ku navê wî Xelîl e û xwarzîyê Silêman e dibêje: Ez ê herim. Esker didine Xelîl. Diçin ser wan lê Xelîl bi zirt diaxife. Gazî dike dibêje: Eger hun ji destê esker xelas bibin jî, ji destê min xelas nabin.

Ew her sê kes dibêjin ‘Em xerîb in û bi rêya xwe ve diçin. Dev ji me berdin.’ Lê Xelîl qebûl nake. Dema dikevin menzîla ev her sê şervanên tevgera Sasonê li Xelîl dixin û Xelîl dikujin. Ber bi gundê Dêrikê ve gaz û gaz tên. Dertên gaza Dêrikê. Esker sîliha giran (Xefîf makîne) daniye pêşîya wan. Li eskerê ser makînê dixin û esker direve. Ew xwe digihînin sîlihê lê nizanin bişûxlînin.

Dev ji sîlihê berdidin. Ji alîyê gaza gundê Sergewra ve esker li wan didin. Li wir mamê wan birîndar dibe. Her du birazî, ji mamê xwe dûr in. Dizivirin ser mamê xwe. Lê mamê wan dibêje ‘Lawo! Hun herin. Ez kuştîme, hun xwe xelas bikin. Ew dixwestin careka din ber bi çîyê ve herin. Lê dev ji mamê xwe bernadin.

Di wê zivirandina wan ya ber bi mamê xwe de, esker li wan dide û her du birazî û mamê wan têne kuştin. Cenazê her sê şervanan tînin qeza Farqînê.”

Min, ji Şêx Ahmed pirsî bê ka navên wan 3 şervanên Sasonî dizane an na! Lê nedihat bîra wî. Got ‘Belkî di stranê de hebin lê nayê bîra min. Û axaftina xwe domand: Lê satranên ku Salihê Beynatî gotiye, yek ji ya din xweştir e. Lê hîç kesek weke Salihê Beynatî nikaribû strana Şerê Newala Qeremûsê bigota. Salih ne weke dengbêjên din lê di cîh de dibêje. Esas, Salih, piştî ji Qeremûsê çû û dil girtibû, dengbêjîya xwe bi pêş xist.

Min pirsî bê ka wextê ku Şerê Newala Qeremûsê qewimîbû, haya Şêx Ezîz, ji wan kesên di şer de hebû an na! Ji ber ku Şêx Ezîz jî zavayê wan bû. Şêx Ahmed bersiva min weha da:

“Erê bavê min zavayê wan bû lê haya (agahdarîya) wî ji van sê kesan nînbû. Lê dema ku cenazeyên wan anîn û di gundê me de derbas kirin hêj nûh jinbava min bihîst ku ew cenaze yên mamê wê û 2 kurmamên wê ne. Di wê demê de bavê min dibêje; ‘Xwezî min berê bizanîya û ew însan bihatana cem min, min dikaribû wan derbas bikira Binxetê. Di wê demê de bavê min ji heqqê xwe bi her awayî dihate der. Ji bo ku ew jî gelek caran firarîyê kiribû. Rê û dirbên Binxettê baş dizanibû. Pêwendiyên wî gelek xurt bûn.”

Min pirsî bê ka hîç carek Şêx Ezîz, ji Salihê Beynatî re behsa ev şerê ha kiriye an na?

Şêx Ahmed:

“Salih ku li gundê Qeremûsê maye, bê şik bavê min û der û dor behsa ev bûyerê jê re kirine. Lê ez bi xwe, di vê bawerîyê de me ku ev stran beriya Salih jî hatiye gotin. Lê strandina Salih ji yên din cûda bû.

Şêx Ahmed, gelek di cih de diaxifî. Dema ew şer qewimî bû, hêj Salih nehatibû dinyayê. Ji ber ku şer di sala 1937an de ye.”

Eceba Salih kengê gundê Qeremûsê terk kiribû û careka din zivirîbû gundê xwe Beynatê!

Şêx Ahmed: Roja daweta Şêx M. Letîf û xwuşka min Durrîye bû. Danê êvarê jin çûbûn bêrîyê. Salih jî dil berdabû keçek. Sala 1956-1957an bû. Dixwaze wê keçikê ji xwe re birevîne lê keçik pê re nareve. Piştî vê bûyerê Salih ji gund çû û nezivirî gund.

Salih di sala 1957an de dizewice. Malbata wî hemû ji malxalanan dizewicin. Hecî Huseyîn, Salih, kurê Salih Henîfî û kurê Henîfî jî ji mala xalên xwe zewicîne.

Ji zewaca Salihî 6 qîz û 3 kur têne dinyayê.

Şahîde-   di 1959an de wefat kiriye.

Henîfî –  1961

Fehmî –  1963

Eyşeta-   1965

Çîçek-    1967

Huyla-    1969

Remzîya-1971

İrfan-      1973

Fatma-    1975

Di sala 1958an de diçe eskerîya xwe dike. Dema diçe eskerîyê, mala wan li Beynatê ye. Salih jî weke gelek Kurdan li Beynatê diçe nêçîr û hêla kewan jî. Ji nêçîrê zahf hez dikir.

Hecî Huseynê bavê Salih, piştî ku ji gundê Qeremûsê dertê, diçe gundê Reşo û li wir dibe navmaliyê İzzed Axayê mala Azîzan. Demek xweş li wir dimîne.

Di sala 1971ê de Salih, li ser karê çeltûkê (birinc) Mehmûd Axayê Kelî ye. Li medreba wî dinihêrt. Diçû dîwana Mehmûd Axa lê ne weke dengbêjeke axayî, weke pismam û rêvebirê hin ji karên Mehmûd Axa.

Di sala 1971ê de esker desthilatdarin. Esker, Salihî digrin û tînin tehqîqê ango bo lêkolîna sîyasî ya baregeha Dîyarbekirê. Mehmûd Axayê Mihemed Axa, li pey Salih tê Amedê û ew ji destê eskeran xelas dike. Li gora dewletê, sedem ew bû ku Salih Kurdînîyê kiribû. Salih di wan deman de strana Şerê Zîlanê gotibû. Lê dema ku em behsa Zîlanê dikin, em ne behsa Zîlana Serhedê dikin. Behsa Zîlana ku li rojhilatê Malabadê ya Farqînê dikeve. Di mabeyna xelkê Bekira û dewletê de, li gundê Zîlanê şer derketibû û alayîyeke esker kuştibûn û xistibûn çemê Malabadê. Tê gotin ku ew demê, Emînê Perîxanê jî ji Binxetê zivirîbû û bi eskerê Tirk re hatibû şerê Bekira yê ku li devê çemê Batmanê qewimîbû.

Mala Salihî, ji sala 1968an heya sala 1976an li navenda Farqînê bû. Sedem jî zarokên wî diçûn xwendegehê. Tevî ku mala wî li Farqînê bû, dîsa ew diçû gund û karê Mehmûd Axa dikir. Di wê demê de, ez bi xwe jî li Farqînê xwendevan bûm û min gelek caran rehmetîyê Salih dît. Lê pêwendîyên me zahf xurt nînbûn.

Paşî Salih mala xwe tîne Malabadê û li wir dijî. Salih, ji mîdeya xwe nesax e. Kanser e. Tê Dîyarbekirê û li wir emelîyat dibe. Sal 1982 ye. Paşî, wî dibin Anqera û li wir tedawî dibe. Lê doktorên li Anqerê, ji malbata wî re dibêjin wî bibin mala wî da li xerîbîyê perîşan nebin. Malbata wî, ew tînin malê û di 19/05/1984 an de, li Malabadê wefat dike. Gora wî li Malabadê ye.

3 kasetên Salih hene. Li ser kaseteke wî ya din jî xebat tê kirin ku ji layê teknîkî ve bê xelas kirin. Ew banda wî, ji wan şirîtên dirêj û kevn e.

Jina Salihê Beynatî ya ku Henîfî jê ye, li Îstenbolê li mala Henîfî dima. Beriya wefata xwe, ji kurê xwe Henîfî re dibêje: Kurê min! Halê min nexweş e. Min bibe welatê min. Ger mirina min hebe, bila li welatê min be.

Henîfî jî daxwaza diya xwe tîne cih û wê tîne Malabadê. Di 25/10/2009an de, jina Salih jî, koça xwe ya dawî dike û wefat dike.