Yek bi yek, qor bi qor, ber bi gulistanê ve, ber bi baxê Îrem ve çûn; di dilên wan de bêxofiya dijmin, a xeterên jiyanê û hêviyên salan, di paşilên wan de hêz û tecrubeyên berhemdar, di destên wan de gul û sosinên rengîn, di gel hêviyên mirovantî û jiyaneke têr û tijî, hîmdarên hebûn û jiyana gelê me, mêrxasên aştî û azadiyê, ji nav me bir bi bir koç kirin. Bi hêz û hêvî bûn, bi sebir û aram bûn; ji bo azadî û rizgariyê di kolanên reş û tarî de, di rewşên zor û bi xeter de, bêtirs derbas bûn. Di zilûmatên tarî de, ji nivşên nuh re şewq, hêvî û berxwedanê; û her wiha bêxofî û tekoşînê diyarî kirin. Nivşên nuh bi evîn û dilsoziya wan, bi bawerî û tekoşîna wan agirê hêvî û berxwedanê, di riyên zor û pergalên nûjen de dan domandin; ew ji xwe re, ji hebûn û keftelefta gelê xwe re mînakên giranbuha, di riya azadî û rizgariyê de rêberên payebilind hesibandin. Gelê kurd, lehengiya wan piştî alîjiyanbûna wan jî di berxwedan û serhildanên nuh de da domandin; ew nedan jibîrkirin.

Çaxê mirov dîroka tekoşîna rizgariya neteweyê kurd bîne ber çavê xwe, dê mirov gelek lehengên hêja û bi rûmet bi bîr bîne. Bi taybetî di vê sedsala dawî de, gelê kurd li hember koledarî û zordestiyê, ji bo rizgarî û azadiya xwe, car bi car serî hildaye û ji nav van serhildan û berxwedanan gelek lehengên birûmet derketine. Ev leheng, ji gelê kurd re bûne rêber û baweriya berxwedan, serhildan û rizgariyê; di dîroka tekoşîna gel de bûne numûneyên payebilind. Yek ji van lehengan jî Mustafa Barzaniyê nemir e ku ez dê wî bi çend rûpelan be jî bi bîr bînim.

Di Çileya sal 1914 da rojên serma nêzîkahiyê li sersala nû dikir. Waliyê Osmanî yê Mûsilê Suleyman Nazîf fermana serokê Barzaniyan Şêx Abduselam derxistibû. Mîna gelek serokên din ew jî bi xiyaneta kurdekî din hatibû zeftkirin. Şêx Abduselam û sê hevalên xwe li ber çavên kurdan hatin bidardakirin. Dewleta serdest dixwest bi vî awayî gelê kurd çavtirsandî bike. Li gora dijmin, tekoşîna kurdan bi vî awayî ji bo demeke kin be jî hatibû tefandin.

Birayê wî, Barzaniyê biçûk ê deh duwanzdeh salî, tevî çend hevalên xwe çûbû meydanê da ku bidardakirina kekê xwe bibîne. Çaxê wî rewşê fêm kiribû û kekê xwe di sêpî de daleqandî dîtibû, çavên wî xumam girtibûn û agir bi dilê wî ketibû.

Wî hê jî baş fêm nedikir bê kekê wî û hevalên xwe çima dihatin qetilkirin. Ji bo çi malbata wî û kurdên din dixistin bin vê tade û zordariyê? Çima ew jî mîna herkesî di aştî û azadiyê de ne dijiyan? Wî fêm nedikir. Ta niha jî wî fêm nekiribû bê ji bo çi çaxê ew neh mehî bû tevî diya xwe li Amedê xistibûn zindanên Osmaniyan. Wî fêm ne dikir bê çima ew sê salî cara duyem tevî dayika xwe ketibû zîndanên Mûsilê. Gundê wan hatibû şewitandin, mêr hatibûn kuştin û ew tevî dayika dilovan dîl girtibûn. Ji bo çi?

Dê wî ev rewş piştre fêm bikira. Ne zêde dûr, pirr di nêz de. Dê rewşa gelê kurd, tade û zordariyên li ser neteweyê kurd, wî di demeke nêz de bigihîştandina û bikirina tekoşer û serokê doza kurdan.

Helbet ne hêsan bû ku mirov lawê welatekî bindest be. Dê wî ev zû fêm bikira. Welatekî di bin destên dijminê barbar û xedar de, di kûrahiya dilê xwe de tekoşerên bêhempa û serokên doza neteweyekî derdixist pêş. Dê rewşa welêt û bindestiya neteweyê kurd, tade û zordariyên li ser gelê kurd Barzaniyê biçûk hîn di xortaniyê de li çaraliyê Kurdistanê bidana gerandin. Dê gavekî wî li cem Mahmûd Berzenciyê nemir, gavekî wî jî li kêleka  Seîd Birokî bûya. Êdî jiyan ne jiyana wî bû, jiyana wî, ya neteweyê kurd bû. Ew hem di xizmeta serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa de, hem jî di ya Komara Mehabadê û Qazî Mihemedî de bû. Kî dikaribû bibe xwediyê vê bextewariya bêpîvan? Kî dikaribû ewqas dilşad û serfiraz bibe?

Malbata Barzaniyan

Navenda malbatê û Barzan dikeve hêla çepê rûbara Zapê, ber quntara çiya. Bapîrê Mustafa Barzanî Abduselam Barzanî, berî ku ew were dinyayê serî li ber Împaratoriya Osmaniyan hildabû, lê çaxê ji bo hevdîtinê û aştiyê çûbû Mûsilê ew girtibûn û bidardakiribûn. Dijmin bi vê jî nasekine û piraniya endamên malbatê piştî bidardakirina serokê eşîrê, dixe zindanan. Dijmin piştî demekê malbatê ji hev belav dike û bi hêla Suleymaniyê, Hewlêr û Kerkukê ve nefî dike. Endamên malbatê nêzî salekê di van riyên dûr de şerpeze dibin.

Piştî şêx Mihemed wefat kiribû, birayê wî Abduselam ketibû dewsa wî. Abduselam malbatê û eşîrên din civandibû ser hev û piştî salên 1906an, ku di dema Sultan Abdulhemîd de rewşa kurdên hawîrdor xweştir bûbû, dest bi daxwaza mafên xwe kiribû. Wê demê Sultan Abdulhemîd ji nav kurdan bi dehhezaran kurd dabû hev û xistibû nav hêzên leşkerê Osmaniyan. Navê wan “Hamîdiye Alaylari”. Dê vê rewşê di nav eşîrên kurdan de nakokî û bêhizûriyeke mezin derxista holê. Ji bilî ku ji teref Jontirkên nû nîjadperestiyeke bêhempa dest pê kiribû, asîmîlasyoneke kesnedîtî jî bûbû xetereke mezin.

Li ser wê di sala 1907an de serokeşîr û mezinên kurdan dicivin û digîjin encamekê. Li ser navê kurdan telgrafekê ji Dewleta Osmaniyan re dişînin û daxwaza kurdan pêşkêş dikin. kurd di telgrafê de doza azadiya zimanê kurdî dikin. Pêwîst bû cihên ku kurd lê dijîn, kurdî bibûya zimanê fermî û yê xwendegehê. Daxwaza duyem, a karmendan bû û pêwîst bû li Kurdistanê kesên kurd bihatina wezîfedarkirin. Her wiha pêwist bû ku hiquqa îslamî weke zagonên bingehîn bêtin qebûlkirin û bikaranîn. Daxwaza dawî jî li ser zikatê bû. Pêwîst bû ku zikata li Kurdistanê dihat civandin, ji bo avakirina xwendegeh û çêkirina riyên Kurdistanê bihatina xerckirin.

Hukûmeta Jontirkan ev daxwazên herî hêsan jî mîna serhildanekê pejirand û li hember kurdan dest bi seferberiyê kir. Daxwazên kurdan di nav kurdan bi xwe de jî bi du şêweyên cîhê hatin nîqaşkirin. Hinek li hember van daxwazan derdiketin û nedixwestin bi hukûmetê re têkevin nakokiyan. Hinekên mîna Seyîd Abdulqadir, Emîn Elî-Bedirxan, Şerîf Paşayê Suleymanî û derdora wan jî bi kêf li van daxwazan xwedî derdiketin.

Piştî van daxwazan, hukûmetê kurdan bi hevalbendiya Rusyayê sûcdar kirin. Ev dihate wê maneyê ku bersîva hukûmeta Osmaniyan destpêkirina şer bû. Hukûmetê êrîş bir ser kurdên herêmê û Şêx Abduselam jî bêçare dest bi berxwedanê kir. Hêzên kurdan li hember hêzên dijmin berxwedaneke baş û serkeftî pêk anîn, lê çaxê eşîrên din ên kurd xwe dan alî û şer nekirin, malbata Barzaniyan bi tenê û bêhêz man. Berxwedan zû hat şikandin û leşkerê tirk gund û bajarên Kurdan şewitandin û wêran kirin. Suleyman Nazîf, ku ew bi xwe jî Kurd bû û waliyê Mûsilê bû, car bi car êrîş bir ser Şêx Abduselam lê nikaribû wî zeft bike. Şêx Abduselam derbasî Kurdistana rojhilat bû û li wirê bû mêvanê Seyîd Tahayê Nehrî. Wî her wiha Îsmaîl Axayê Şikakî (Simko) jî ziyaret kir. Piştre ji wir vegeriya û bû mêvanê kurdekî. Ev merivê bêbext jî ew da dest.

Mustafa Barzanî wê demê bi tenê sê salî bû û tevî diya xwe cara duyem ket zîndanê. Vê carê heta ku di sala 1909an de hukûmeta Îttîhad û Teraqî nehat ser hukim jî ew bernedan. Bi darde daleqandina Şêx Abduselam û hevalên wî tesîreke mezin li ser Barzaniyê piçûk kiribû. Her wiha wê tesîr li ser rewşa gel û ya malbatê jî kiribû.

Piştî kuştina Şêx Abduselam, Şêx Ahmedê 18 salî dikeve dewsa kekê xwe û dibe serokê malbatê. Piştî berxwedanê malbata Barzaniyan di herêmê de dibe xwediyê roleke girîng; ango serokatiya pirsa neteweyî.

Şerê Cîhanê yê Yekem

Berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn (1914-1918) kurdan rêxistina Hêvî di sala 1912an de damezrandibû û kovara Hetawê Kurd(Rojî Kurd) jî dest bi weşanê kiribû. Çaxê Dewleta Osmaniyan di şer de li gel Almaniyan cî girt, xwest ji şer îstîfade bike û muxalefetê bêtesîr bike. Bi vî awayî êrîş birin ser kurdan jî. Pêşî rêxistina Hêvî û kovara Hetawê Kurd hat qedexekirin. Piştra endamên girîng xistin hepsê û dû re jî ew şandin eskeriyê.

Di sala 1915an de fermana ermeniyan derket û bi vî fermanî re qirkirina mezin jî dest pê kir. Di nava demeke kin de nêzî 1.500.000 ermenî û 600.000 jî kurd hatin qetilkirin. Hukûmetê ji bo her serê ermeniyekî 25 qirûş bexşîş dida. Ango qîmeta mirovekî bûbû 25 qirûş! Ji ermeniyan ên ku dikaribûn birevin xwe bi awayekî xelas kirin, ên mayî çi bêje bi giştî hatin qetilkirin. Nêzî 700.000 kurd hatin nefîkirin û ber bi Anatoliyayê (Ankara, Konya, Kirşehir û Nevşehir) ve hatin şandin. Cihên ku ermenî û kurd jê hatibûn valakirin bi tirkan hatin dagirtin.

Piştî şer bi dawî hat, rewşa beşê Kurdistana ku di destê Osmaniyan de bû bi tevahî guherî. Hêla El-Cezîre û Çiyayên Kurd bi Sûriyeyê ve hat berdan û îdareya Sûriyeyê kete destê Fransayê. Hêla ku niha di nav sînorên Iraqê de ye (niha di beşek başûrê Kurdistanê de îdare di destê kurdan de ye) jî kete bin hukmê îngîlîzan.

Peymana Sewrê û serhildana Berzencî (1882-1956)

Piştî ku elmanî û bi wan re jî osmaniyan şer wenda kirin, di peymana Sewrê (1920) de biryar hat dayîn ku kurd û ermenî jî li bakurê Kurdistanê bigihîjin azadiya xwe. Lê mixabin ev bi tenê li ser kaxez ma. Xuya bû ku hê ji hingê ve Dewletên Hevbeş li ser kurdan difikirîn, lê hesabê wan her tim li ser “hespê” qewîtir bû.

Îngîlîzan ku Iraq di bin bandora wan de bû, vê carê ji hukûmeta Iraqê daxwaz kirin ku li deklerasyona xwe xwedî derkevin û mafên kurdan ê otonomiyê bi cî bînin. Li gora vê deklerasyona ku di navbera hukûmeta Îngîlîz û ya ereban de hatibû îmzekirin, diviya ku kurdan di nav sînorên Iraqê de otonomiyê bi dest bixista.

Hukûmeta ereb ne razî bû ku çi otonomî bide kurdan, lê ji ber rewşa xwe ya bindestiya Îngîlîzan û bêhêzbûna xwe ne digot “na” jî. Çawa hebe “kurd jî beşek ji gelê dewleta Iraqê” bûn. Her wiha kurd bi xwe jî ji rewşê ne razî bûn. Hê di sala 1918an de Şêx Mahmûdê Berzencî û gelek pêşevanên kurd îmze berhev kiribûn da ku di bin bandora Îngîlîzan de hukûmeteke kurd ava bikin.

Malbata Berzencî ji salên 1850an ve di herêma Suleymaniyê û derdora wê de pêşevanî dikirin. Bavê wî Şêx Saîdê Suleymanî jî piştî serhildana 1908an hatibû bidardakirin.

Di çiriya paşîn de temsîlkarê Îngîlîzî Noel, li ser navê Împaratoriya Îngîlîstanê hukumdariya Başûrê Kurdistanê da Mahmûd Berzencî. Lê piştî demekê ku Soan kete dewsa Noel, rewş guherî û împaratoriyê xwest ku li hember Berzencî û hukûmeta kurd hinek guhartinên fermî pêk bîne. Kurdan ev qebûl nekir û Berzencî biryara berxwedanê da. Piştî şer, Berzencî di gulana 1919an de wezîfedarên Îngîlîzan da girtin û serxwebûna xwe îlan kir.

Berzencî her wiha ji çaraliyê Kurdistanê alîkarî daxwaz kir. Wî digel vê ji Lenîn re jî bi nameyekê ve daxwaza piştgiriyê kir. Mala Barzaniyan bi serokatiya Şêx Ahmed çûn hewara Berzencî û di şerê li hember Îngîlîzan de ciyê xwe girtin. Mustafa Barzanî hê di wê demê de serokatiya hêzeke kurdan dike û di Dola Piyaw de bi cî dibe. Şêx Mahmûdê Berzencî di sala 1922an de xwe melîkê Kurdistanê îlan kir. Îngîlîzan bi balafirên xwe Kurdistan û bi taybetî jî hêla Suleymaniyê seranser bombebaran kirin. Tevî vê jî hêzên Berzencî nêzî du salan bi ber xwe dan.

Çi mixabin serhildan zêde dom nekir. Îngîlîzan tevî balafirên xwe êrîşan birin ser Suleymaniyê û hukumeta ereb û îngîlîz dor li hêzên kurdan girtin. Ev serhildana Berzencî jî di sala 1924an de bi dawî hat. Dê Berzencî şeş sal şûnde dîsa serî li hember dijmin hilda û Suleymaniyeyê bixista bin destên xwe. Lê ev jî bi ser nakeve û îngîlîz Berzenci demeke dirêj li cihekî mihkem dixin bin çavan. Mahmûd Berzencî ku xwe melîkê Kurdistanê îlan kiribû û li ser navê xwe dirav dabû çapkirin, piştre derbasî Bexdayê bû û li wir di sala 1956an de çavên xwe ji jiyana bêbext re girt.

Peymana Lozanê (1923)

Piştî şerê cîhanê niştîmanperwerî li çaraliyê cîhanê bela bû û li Rojhilata Navîn jî di rojevê de cihê xwe girt. Li Balkanê piraniya welatên di bin destên Împaratoriya Osmaniyan de gihîştin azadiya xwe. Li Afrîkayê û li Rojhilata Navîn jî gelên bindest daxwaza serxwebûn û azadiyê dikirin. Kurd jî beşdarî nav wan neteweyên ku daxwaza rizgarî û serxwebûna xwe dikirin bûn.

“Kurd Tealî Cemiyetî”, “Kurd Mîllet Fikrasi” û “Kurd Îçtîmaî Cemiyetî” çend rêxistinên kurd bûn û daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikirin. Lê xuya bû serxwebûna Kurdistana ku ji hêla neft û madenên xwe yên binerdê ve pir dewlemend bû û ji teref dewletên cihê ve hatibû parvekirin, ne ji Hêzên Hevbeş û ne jî ji dewletên dorhêlê re ne zêde girîng bû. Her çiqas dewletên ku di şer de bi serketibûn behsa rewşa kurdan dikirin jî, di Rojhilata Navîn de “rehetî” û “stabîlîte” dixwestin. Wan “nikaribû” ev axa dewlemend bi destê “çend eşqiyayan” ve berdana.

Bi Peymana Lozanê re rewşa kurdan hê bêtir xerab dibû û ev car Kurdistan dibû çar perçe. Dewleta tirk a ku sînorên îro di bin hukmê wê de ye, bi serokatiya Kemal Atatürk hat damezrandin û perçeyê mezin ê Kurdistanê ket bin bandora wê. Herçî di destpêkê de komara Türkiyeyê ya kurd û tirkan jî bû û herdu netewe “efendiyên welêt” bûn jî, ev soz û gotin zû hatin jibîrkirin û piştre jî bi dehhezaran kurd hatin qetilkirin û bi sedhezaran jî hatin nefîkirin.

Ji hêla din ve başûrê Kurdistanê ketibû bin destê erebên ku di bin bandora Îngîlîzan de mabûn û Başûrê Piçûk jî di bin destê Suriyê ku di bin bandora Frensayêde mabû. Êdî li dewletên ereban du hebên nû zêde bûbûn: Iraq û Sûriye.

Tevî ku şerê cîhanê bi dawî hatibû jî, kurd heta 1930an bi dijminên dagirker re çaralî şer dikirin. Ya rastî serhildanên Koçgîrî û Dersimê jî bi cureyekê berdewama şer û serhildana Agiriyê bû. Bi kurtî ji destpêka Şerê Yekem ê cîhanê û dawiya Şerê Duyem, kurd bi her awayî û bênavbir di şer de bûn.

Li Rojavayê Kurdistanê Îsmaîl Axa (Simko) di sala 1921an de serhildaneke mezin pêk anî. Simko bû waliyê Şinoyê û ta sala 1930an jî vê domand. Şah Rizayê Pehlewî di vê salê de wî diezimîne cem xwe da ku pê re li hev were. Şertê wî jî ew e ku Simko bêçek were. Bi vî awayî wî dixin xefikê û piştre jî dikujin.

Piştî ku dewleta tirk a nû tu mafên kurdan qebûl nekir û sozên xwe zû ji bîr kir, kurdan dest bi daxwaza azadiyê kirin. Lê bersîva dewleta tirk ji ya Îngîlîzan cudatir bû. Di sala 1925 an de kurdan bi serokatiya Şêx Seîd serî hildan û gelek bajar û qesebeyên Kurdistanê jî bi dest xistin. Lê serhildan bi tenê ma û dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve çaralî dor lê girt.

Di sala 1927an de rêxistinên “Kurdistan Tealî Cemiyetî”, “Kurd Teşkîlatî Îçtîmaî Cemiyetî”, “Kurd Mîllet Fîrkasi” û “Kurd Îstîklal Komîtesî” digîjin hev û Xoybûnê ava dikin. Ev di dîroka kurdan de ji hêla rêxistinî ve gavekî pir girîng û modern tê pejirandin. Generalê kurd Îhsan Nûrî Paşa jî dibe serokê partiyê.

Îhsan Nûrî li hêla Agiriyê hêzên kurdan civand ser hev û serhildana ku bi navê Agirî tê ziman, berferehtir kir. Wê demê Îbrahîm Haskê Tello jî hukûmeta kurdan ava kiribû. Her wiha rojnameya “Agirî” jî dest bi weşanê kiribû.

Hukûmeta tirk di gulana 1930an de êrîşeke mezin bir ser tekoşerên kurd. Hukûmeta Sovyetê jî sînorên xwe girt û nehişt ku leşkerên kurd bi wir ve herin. Bi vî awayî dewleta tirk li Agirî û Zîlanê qirkirineke mezin pêk anî. Îhsan Nûrî û çend hevalên xwe pêşî çûn ser Agiriya Biçûk û piştre jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Li ser daxwaza Xoybûnê, Mustafa Barzanî tevî 500 leşkerên xwe çûbû hewara serhildana Agiriyê û li hêla Oramarê êrîşên giran biribû ser dijmin. Êrîşên Barzanî û hevalên wî wisa dijwar bûn ku dewleta tirk pir tirsandibû û ji ber wê jî piraniya hêzên xwe bi ser Oramarê ve şiyandibû. Lê Barzanî bi çeknasî xwe bi paş ve kişandibû û derbasî Barzan bûbû.

Agirî û tecrûbeyên wê, di dîroka kurdan de xwedî roleke girîng e û gelek jî balkêş e. Kurdan yekem car bi rêxistinî û awayekî modern şer kiribû. Her wiha leşkerê kurd zerarekî gelek mezin jî dabû dewleta dijmin. Lê dijmin gelek xurt bû û ji çaralî ve alîkarî wergirtibû. Vê carê Îngîlîz jî hatibûn hewara dewleta tirk. Wan ne dixwest ku kurdên başûr werin alîkariya kurdên bakur û bi vî awayî bêtir nêzî hev bibin.

Wê demê li Barzan jî rewş ne xweş bû û serhildaneke nû nêzîk dixwiya. Çaxê hukûmeta Iraqê digel îngîlîzan bi balafiran êrîş birin ser Barzan û herêmê dan ber agir, Barzaniyan biryara berxwedanê da. Tekoşîna wan her berdewam bû. Lê kurdên azadîxwaz û malbata Barzaniyan ne bi tenê li hember îngîlîz û ereban şer dikirin. Her wiha gelek eşîrên kurd jî derdiketin pêşiya wan û êrîş dibirin ser azadîxwazên kurd.

Mustafa, Ahmed û Sadiq Barzanî tevî leşkerên xwe berxwedaneke mezin dan û tekoşîneke bêhempa kirin. Lê çaraliyê wan hatibû girtin û dijmin zor dida wan. Bêçare di hezîrana 1932an de derbasî Bakur bûn û ketin destên dewleta tirk.

Malbata Barzaniyan pêşî li Serhedê hatin bicîhkirin, lê piştre cihê wan her tim hat guhertin. Çaxê îngîlîz di sala 1934an de bi hukûmeta Iraqê efûyek dan derxistin, penaberên kurd û malbata Barzaniyan vegeriyan Behdînan. Her sê Barzanî ji malbatê hatin veqetandin û şiyandin Hîlleyê, çoleke li navendeke ereban.

Mustafa Barzanî li wir zêde debar nekir û vegeriya Barzan. Dê ev vegera wî bibûna serhildeneke nû. Barzanî tevî hevalên xwe Rewandiz xist bin destên xwe. Lê çaxê hukûmet bi hêzên mezin êrîş birin ser wan, Barzanî tevî leşkerên xwe çû serê çiyê. Piştî demekê bi hukûmeta Iraqê re li hev kirin û Barzanî vê carê derbasî Suleymaniyê, cihê nefiyê bû.

Hukûmeta Mustefa Kemal di destpêka Şerê Duyem ê cîhanê de rewşa xwe bêtir xurt kiribû. Piştî têkçûna Serhildana Agiriyê, kurd jî demekê bêdeng mabûn. Herçî di sala 1935an de li Sasonê û di nav salên 1937 û 38an de jî li Koçgirî û Dêrsimê serhildanên girîng pêk hatin jî, hukûmeta tirk bi plan û barbariyeke kesnedîtî ew zû da tefandin.

Dewleta nû ya tirk heta niha li hember serhildanên kurdan alîkariyeke mezin ji Yekîtiya Sovyetan werdigirt. Lê piştî ku dewlet bi hêz bû û alîkarî ji dewletên kapîtalist wergirt, êdî pêwîstî bi alîkariya Sovyetê nema bû. Dê hukûmeta tirk tevî Iraq û Îranê di sala 1937an de “Peymana Sadabadê”, ku li hember kurdan û komunîzmê bû, îmze bikira û bi vî awayî sedaqeta xwe ya li hember welatên Rojavayê nîşan bidana. Her sê dewletên dagirker dê bi vî awayî hem di serhildanên kurdan de alîkariya hev bikirana û hem jî sînorên xwe ji çûyin û hatina kurdên azadîxwaz re bigirtina.

Rewşa Iraqê

Çaxê Iraq di sala 1932an de dibe endamê Yekîtiya Neteweyan, hingê li ser kaxez li Kurdistanê cihê ku kurd tê de piraniyê pêk dianîn, zimanê fermî kurdî û erebî hat qebûlkirin. Li gorî peymanê pêwist bû ku beşek ji hatina aboriya neteweyî li Kurdistanê bihata mesrefkirin. Lê di rastiyê de rewş qet jî ne wisa dimeşiya. Ne xwendegeh û ne jî riyên welêt hatibûn avakirin û ji hêla aborî ve jî rewş pir xerab bû.

Lê ji hêla têgihîştina pirsa neteweyî ve rewş roj bi roj diguhirî. Kurd hêdî hêdî şiyar dibûn û li doza xwe xwedî derdiketin. Her wiha Partiya Komunîst ku endamê Komînternê bû û Partiya Gel ku xwe sosyalîst dihesiband, xebata xwe eşkere dikirin.

Di sala 1936an de general Bekir el-Sidqî dest danî ser hukim. Hatina Bekir a ser hukim rewşê hebekî pozîtîf guhirandibû. Êdî nîqaşeke eşkere hebû û meriv dikaribû xwe bi şêweyeke azad îfade bikira.

Lê ev azadî zêde dom nekir. General Nûrî Saîd tevî hevalbendên xwe yên nîjadperest bi alîkariya Îngîlîzan Bekir el-Sidqî ji ser hukim daxistin û ew kuştin. Dê vê rewşa nû tesîreke zêde li ser welatperwerên kurd bikira û ew mecbûrî jiyana îllegaliyê bikira.

Ev rewşa nû û zordariya serdestan, kurd bêtir nêzî hev dikirin. Ji hêlekê ve eşîrên din xwe nêzî malbata Barzaniyan dikirin û ji hêlekê ve jî kurdan gav bi gav ber bi avakirina rêxistineke neteweyî ve gavên girîng diavêtin.

Di sala 1939an de di bin serokatiya Refîq Hilmî de Partiya Hêvî hat damezrandin. Tevî ku Partî çi bêje herkesî himbêz dikir jî, bi taybetî du fikrên girîng xwe didan diyarkirin. Alîgirên fikra yekem dixwastin bi îngîlîzan re pêwendî bête danîn da ku bi alîkariya wan mafên kurdan têkeve rojevê. Xwediyên fikra din jî dixwastin bi Sovyetê re, ku niha ketibû nav Îranê û Rojavayê Kurdistanê, pêwendî bête danîn. Li gorî wan îmkaneke pir mezin hebû ku li wirê bikaribin ji rewşê îstîfade bikin û di bin bandora Sovyetê de kurdan bigihîjînin azadiyê. Lê çi mixabin berpirsiyarên Hêviyê negihîştin encamekê û nakokî her dom kir.

Di sala 1941an de Reşît Alî dest datîne ser hukim û bi Elmanyaya Hîtler re pêwendî datîne. Lê Îngîlîzan bi alîkariya kurdan êrîş birin ser wî. Her wiha di vê demê de dezgeha mîsyonerên elmanî li Tehranê jî hebû. Herçî şah Riza xwe bêteref îlan kiribû jî, baweriya Hêzên Yekbûyî pê nedihat û nikaribû bi taybetî ji bo petrolê çavên xwe ji hebûna elmanan re bigire.

Li hêla din peymana navbera Stalîn û Hîtler jî bi dawî hatîbû û hêzên leşkerî yên Elmanan êrîş biribû ser Sovyetê. Vê rewşê Sovyet jî ji bêçareyî beşdarî nav Hêzên Yekbûyî kiribû. Di tebaxa 1941an de leşkerê rûs ji bakur ve û yên îngîlîz jî ji hêla Iraqê ve ketin Îranê.

Vê rewşa nû bala kurdan jî kişandibû. Êdî Rojavayê Kurdistanê bûbû cihê herî girîng. Partiya Hêvî ji bo ku rewşê bibîne û raporekê amade bike, Mîr Hac dişîne Mehabadê. Mîr Hac li Mehabadê berpirsiyarê “Komeley Jiyanewey Kurdistanê” dibîne û herdu li ser rewşê dûr û dirêj diaxifin.

Ber bi serokatiyê ve…

Mustafa Barzanî hê ji zarokatiya xwe ve di nav şerê azadiyê de pijiyabû. Bûyerên ku li çaraliyê Kurdistanê dibûn û rewşa malbata wî tesîreke mezin lê kiribû. Şertên Kurdistanê û bûyerên giran ew hê di zarokatiyê de derxistibû pêş. Ew êdî merivekî bîrewer û bi rûmet bû. Wî Kurdistan jî baş naskiribû. Dema li bakur bû rewşa kurdên wirê û sîyaseta dewleta tirk, çaxê ew nefî kiribûn nav ereban jî rewşa ereban bêtir fêm kiribû. Ew her wiha di Medreseya Kurd de jî şagirtekî zana û bîrewer bû.

Barzanî mîna serokeşîrên din ji gelê xwe ne dûr bû. Wî êşa gelê xwe baş fêm kiribû û ji çareserkirina wê re jî bi her awayî çalakî dikir. Nefspiçûk û aram bû. Ne merivekî kîndar û çavnebar bû. Lê bi sebir bû û xwedî baweriyeke pir qewî bû. Tevî ku car bi car xiyanet dîtibû û jiyabû jî, tu caran bêbawer nebû. Li gorî wî pêwîst bû ku gelê kurd xwe bi rêxistin bike. Ji vê pê ve tu rê tune bû. Bi tenê rêxistineke xurt û bi bawer dikaribû gelê kurd ji bin zordarî û bindestiyê rizgar bikira.

Wî hê di xortaniya xwe de ji serhildanên kurdan re bi her awayî alîkarî kiribû. Bi vî awayî jî hem wî Kurdistanê nas kiribû û hem jî kurdan ew baş nas kiribû.

Di sala 1943an de dema ew li Suleymaniyê li surgûnê bû, bi alîkariya kurê Berzencî ji wirê reviya. Tevî çend hevalên xwe pêşî derbasî Kurdistana Rojava bû û piştre jî vegeriya Barzan û li wir bi cî bû.

Piştî ku li Barzan bi cî dibe, li Çolemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike û Barzanî tevî leşkerên xwe diçe alîkariya wan dike. Herçî serhildan zêde dom nake û zû têk diçe jî, lê navê Barzanî pir belav dibe û êrîşên ku dibe ser dijmin, di nav gelê kurd de nav û deng dide.

Piştî vê bûyerê Barzanî derbasî Barzan bû û vê carê bi xwe serî hilda. Li ser vê kurdên Mahabadê ji Barzanî re nameyekê dişînin û jê daxwaz dikin ku serhildan bi tenê di nav sînorên başûrê Kurdistanê de nemîne. Kurdan her wiha daxwaza civîneke neteweyî jî dianîn rojevê.

Lê Barzanî vala ne disekinî. Wî ji hêlekê ve êrîşan dibir ser qereqolên dijmin û xwe ji çekan ve xurtir dikir û ji hêlekê ve jî ji eşîrên kurd re xeber dişand da ku piştgiriyê bikin. Lê çi mixabin gelek eşîr dûrî serhildanê diman. Her wiha di navbera eşîran de dubendî û neyartî jî ji serhildanan re xetereke mezin bû. Barzaniyan ev baş fêm kiribûn. Di navbera malbata Barzaniyan û Zîbariyan de jî nakokiyeke kevn hebû. Malbat biryar dide ku vê nakokiyê ji ortê rake. Li ser vê Mustafa Barzanî bi keça serokeşîrê Zibariyan re dizewice û bi vî awayî ev nakokî jî bi dawî tê.

Hukûmeta Iraqê li ser bûyerên ku li Kurdistanê dibin malbata Barzanî careke din bi hêla Hîlleyê ve nefî dikin. Serokwezîr Nûrî Saîd bi hîle û zor li ser navê Şêx Ahmed Barzanî name jê re dişîne da ku Barzanî teslim bibe. Lê bersîva Barzanî dibe êrîşeke giran a ser hêzeke mezin a Iraqê.

Di vê demê de Partiya Hêvî ji vê rewşê zêde hêz digire û di nav gel de bi rêxistin dibe. Partî hê di vê demê de ji hukûmetê dawxaza otonomiyê dike. Hukûmet li ser vê daxwaza kurdan “Wezareta Karûbarên Kurdistanê” dadmezrîne û gelek kurdên ku di daîreyên dewletê û di nav hêzên leşkerî de kar dikirin, derbasî nav hêzên kurdan dibin.

Barzanî di dawiya sala 1943an de navbirekê dide êrîşên xwe. Armanca wî ew e ku bi awayekî siyasî û bêyî ku xwîn birije, pirsa kurdan hel bibe. Ew di sibata 1944an de diçe Bexdayê û digel daxwazên Partîya Hêvî ji hukûmetê re pilanê çareserkirina pirsa kurdan pêşkêş dike. Hukûmeta Nûrî Saîd hinek ji van daxwazan qebûl dike û dixwaze ku di meclîsê de van bide qebûlkirin. Lê ev pêşniyar û hinek pilanên din ku wî dixwast bi cî bîne, di meclîsê de qebûl nabin û Nûrî Saîd xwe vedikişîne. Piştre jî hukûmeta Hamdî Paçacî tê damezrandin.

Barzanî dîsa derdikeve serê çiyê û li wir qerergeh vedike. Lê wî êdî dixwast tekoşînê bi awayekî rêxistinî bidomîne û di sibata 1945an de di serokatiya wî de Partiya Azadî tê damezrandin. Partiya Azadî, Kurdistaneke otonom kiribû armanca xwe.

Lê Împaratoriya Îngîlîzan û hukûmeta Iraqê li hember vî gavê nû bêdeng ne man. Car bi car êrîş birin ser kurdên azadîxwaz. Barzanî û leşkerên kurd di tebaxa 1945an de li hember êrîşên dijmin berxwedaneke mezin pêk anîn û hêzên dijmin ji hev belav kirin.

Barzanî ji hêlekê ve li hember hêzên dijmin ku bi sed caran bi hêztir bûn şer dikir, ji hêlekê ve jî hewil dida ku serhildana kurdan fereh bike da ku bibe serhildaneke neteweyî. Wî car bi car bangî rêxistin û serokeşîrên kurdan dikir da ku di nav şoreşê de cihê xwe bigirin. Tevî vê jî mîna piraniya caran gelek eşîr dikevin himbêza dijmin û êrîş dibin ser şoreşa gelê xwe.

Dê vê carê jî çaraliyê şervanên kurd ji teref dijmin ve bihatina zeftkirin. Weke ku tanq û topên leşkerê dijmin ne bes bin, piraniya eşîrên kurd jî êrîş dibirin ser şoreşê. Her wiha leşkerê tirk jî ji jor ve dor li hêzên kurdan girtibû. Dê vê carê jî serhildana kurdan ji teref dijmin ve û bi piştgiriya kurdên xwefiroş bihatina şikestandin.

Piştî ku şer têk çû, Barzanî bi malbata xwe û tekoşerên xwe re derbasî Rojava bû. Wê helbet careke din dora wan bihata. Serhildana 1943-45an jî bi vî awayî negihîşt armanca xwe.

Komara Kurd a Mahabadê

Dema peymana Hîtler û Stalîn bi êrîşên Hîtler ve bi dawî hat, Yekîtiya Sovyetê jî beşdarî nav Hêzên Hevgirtî bûbû. Îranê, ku ji hêla neftê ve yek ji wan ciyên herî dewlemend bû û di bin bêvila Sovyetê de bû, bi dizî bi Elmanyayê re pêwendî danîbû. Hêzên Hevgirtî (Yekîtiya Dewletên Amerîkayê, Fransa û Îngîlîstan) ji jêr ve û Sovyetê jî ji jor ve Îranê zeft kirin. Hêzên Sovyetê heta Kurdistanê meşiyan û piştre jî xwe bi paş ve vekişandin.

Wê demê kurdan ji rewşê îstîfade kir û xwe ji bo bûyerên nû amade kirin. Heyeteke kurd ku Qazî Mihemed jî di nav wan de bû, çû Moskovayê. Hukûmeta Sovyetê, ji ber ku rewşa wan û siyaseta wan li Îranê baş neçûbû û Partiya Tudeh jî ne zêde xurt bû, dixwast bi kurdan re têkiliyeke xurt deyne. Wan dixwast bi vî awayî kurdan bigîjînin hêla xwe da ku di herêmê de xurttir bibin.

Kurd jî ji hêla xwe ve vala nedisekinîn. Mahabad û derdora wê di nav hêzên Sovyetê û Îngîlîzan de, di cihekî tampon de mabû û her wiha azad jî bû. Kurdan dixwast bi alîkariya hêzeke mezin mafên xwe bi dest bixin. Û di vê rewşê de ya herî nêz jî Yekîtiya Sovyetê bû. Îngîlîzan bi salan Başûrê Kurdistanê di bin bandora xwe de girtibûn û tu niyeta wan î ku welatê kurdan ji destê xwe berdin tune bû.

Bêşik Îngîlîzan li Îranê siyaseteke cuda didan meşandin. Çaxê ku şah Riza ku hevalbendê Elmanyayê bû, cihê xwe dewrî kurê xwe Muhammed Riza Pehlewî kir, îngîlîzî gihîştibûn armanca xwe. Ji xwe Pehlewî hevalbendê wan bû û îngîlîzî jî ne zêde xwediyê armanca guhertinekê bûn. Li gorî Îngîlîzan heke rewş biguhiriya dê hingê rewşa neftê jî têketa xeterê. Her wiha heke kurdan mafên xwe yên neteweyî li Rojhilat bi dest xista, wê gavê dibû ku Başûrê Kurdistanê jî ji dest derketa.

Rêxistina Komelê (Komeleya Jiyaneweyê Kurdistanê) ku di îlona 1942an de hatibû damezrandin, heyetekê hilbijart da ku li Yekîtiya Sovyetê temsîla kurdên Îranê bike. Heyeta kurdan bi serokatiya Qazî Mihemed di îlona 1945an de çû Bakuyê. Serokwezîrê azerî Bagirof pêşneyar kir ku kurd di bin bandora Azarbeycana Îranê de bibin xwediyê otonomiyê. Lê heyeta kurd ev pêşneyar qebûl nekir. Pêwîst bû kurd bi serê xwe di nava Îranê de otonomiyê wergire. Tevî vê nakokiyê jî li ser dawxaza hukûmeta Sovyetê, Bagirof soza piştgiriyê da.

Barzanî piştî ku gihîşt Şinoyê, dest bi pêwendiyan dike. Di demeke kin de hêzeke mezin a leşkerî dicivîne û diçe Mahabadê cem Qazî Mihemed. Êdî tekoşerên kurd bi serokatiya Barzanî dikevin xîzmeta doza kurdan. Êdî ew li ser navê doza kurdan serleşkerekî mezin û şêwirmendekî giranbiha bû.

Piştî ku heyeta kurd ji Sovyetê vegeriya, di çiriya pêşîn a sala 1945an de bi endamê Komelê re civînek pêk anî. Dê ev civîn bibûna kongreyeke rêxistinê û civînê li ser pêşneyara berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê jî navê partiyê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ve guhert. Bi vî awayî dê hem partî ferehtir bibûya û hem jî dê ji Yekîtiya Sovyetê alîkarî werbigirta.

Di çileya pêşîn a sala 1945an de Komara Demokratîk a Azarbaycanê hat damezrandin. Dê vê biryarê rê ji kurdan re jî vekira. Pêşevanên kurd di çileya paşîn a 1946an de li Mahabadê civîneke mezin li dar dixin û wê rojê jî Komara Demokratîk a Mehabadê îlan dikin. Alaya kurdî bi jor ve tê hilkişandin û Qazî Mihemed di sibatê de weke serokkomar sond dixwe. Êdî parlamento û hukûmeteke kurdî jî hebû.

Barzanî û du kesên din ji teref hukûmeta Kurd ve weke general tên hilbijartin. Barzanî êdî di bin xîzmeta Komara Kurd de bû û hêzên xwe yên leşkerî hê bêhtir xurt dikir. Ev her wiha jê re dibû tecrûbeyeke bêhempa jî. Barzanî ji bo hukûmeta kurd û Komara Demokratîk a Kurd xîzmeteke baş kir. Weke serleşkerekî Komarê wî leşker gihand hev û ji bo parastina Komarê xebateke bêhempa pêk anî.

Lê dê ev serkeftin jî zêde dom nekira. Rewşa cîhanê û bidawîhatina şer, siyaseteke nû derxistibû holê. Êdî ji nû ve parvekirina cîhanê ketibû rojevê. Hêzên Hevgirtî dev ji Îranê bernedidan, lê Sovyetê jî ne dixwest destvala vekişe. Bi vî awayî peymanek di nav Sovyetê û Hêzên Hevgirtî de pêk hat û leşkerê Sovyetê di şeşê gulana 1946an de xwe ji Îranê vekişand.

Ew rewş di nav kurdan de panîkeke mezin derxist. Hêzên komara nû hê ne zêde bi qewet bûn û kurd ji rewşeke wisa re ne amade bûn. Her wiha kurd niha ji hev bela jî bûbûn. Êdî bi tenê Barzanî û hêzên xwe li pişt Qazî Mihemed mabûn.

Bi piştgiriya Hêzên Hevgirtî û bêdengbûna Yekîtiya Sovyetê, Îranê haziriya êrîşên mezin dikir. Pêşî Komara Azarbaycanê bi hêsanî û bêşer hilweşandibûn û niha jî dor hatibû ser Komara Mehabadê.

Barzanî car bi car ji Qazî Mihemed daxwaz kir ku bi ber xwe bidin. Lê Qazî Mihemed xwe ne dida ber vê pêşniyarê. Barzanî ji bo berxwedanê hazirî dikir, lê tu niyeta hukûmetê ku şer bike tune bû. Xwînrijandin ne pêwîst bû li gora wan. Ji nişka ve tu kes li pişt Qazî Mihemed û Komara Demokratîk a Kurd nemabû.

Hukûmeta kurd bêşer teslîmî hêzên Îraniyan dibû. Lê Barzanî bi şid li hember vê bû û dixwest kurd bi her awayî Komara Kurd biparêzin. Di dawî de Qazî Mihemed jî li dijî berxwedanê derket. Wî ne dixwest xwîn birije. Qazî Mihemed alaya kurdî bi emanetî teslîmî Barzanî kir. Barzanî li ser daxwaza wî tevî leşkerên xwe ji Mahabadê vekişiya. Bi vî awayî leşkerê dijmin bi hêsanî ket Mahabadê. Hukûmeta Îranê bext dabû ku serokên kurdan ne kujin. Lê tevî ku endamên hukûmetê û serokkomar Qazî Mihemed bêşer teslîmî hêzên dijmin bûbûn jî, ew li ser bextê xwe ne rawestiyan û wan li meydana Çarçirayê, cihê ku Komara Mahabadê ya Kurd hatibû îlankirin, di 31 adara 1947an de bi darde hatin daleqandin. Kurdên çaraliyê Kurdistanê ku zêdeyî salekê bi Komara Kurd pesinîbûn û ew pîroz dikirin, dîsa ketibûn xemgîniyê. Komara Kurd a dema modern jî bi vî awayî hilweşiya.

Damezrandina PDK-Iraqê

Çaxê Barzanî li Mahabadê bû gelek daxwaz ji kurdên başûr dihatin ku partiyeke nû bête avakirin û rêxistinên din jî derbasî nav wê bibin. Di sala 1946 an de rêxistinên Hêvî, Rizgarî û Şoreş gihîştin hev û PDK-Iraq ava kirin. Navê wê Partiya Demokrat a Kurd bû û tevî ku Barzanî ne li wir bû jî ew weke serokê partiyê hat hilbijartin. Mustefa Barzanî êdî navekî namdar bû û çaralî dihat nasîn. Wî her wiha di şerê li hember dijmin de bawerî û tekoşeriya xwe dabû îspatkirin. Wekî din jî wî bêtir dikaribû hêz û eşîrên kurdan li hev bicivîne.

Meşa dîrokî ya Barzanî

Piştî têkçûna Komara Mahabadê û bi dardakirina Qazî Mihemed û serokên kurdan, Barzanî mecbûr mabû ku xwe ji Îranê vekişîne. Hukûmeta Îranê dixwest wî û hevalên wî êsîr bigire û wan bêçek bike. Lê Barzanî û hevalên xwe teslîm nebûn. Malbat û zarok vegeriyan Başûr û Şêx Ahmed û serokeşîrên din ji teref hêzên dewleta Iraqê ve hatin êsîrkirin. Barzanî û 500 leşkerên xwe di nav şerîda her sê sînoran de man û derbasî Iraqê nebûn. Çaxê hukûmet bi wan hisiya, dor li wan girt. Peyman bi Turkiyeyê re jî çêkirin da ku derbasî wir nebin. Her wiha leşkerê Îranê jî li pey wan bû.

Li gorî lihevhatinê pêwîst bû ku teslîmî hukûmeta Iraqê bibin, lê wan ev bi cî ne anîbû. Hukûmetê ji hêlekê ve bi leşkerê bejî û ji hêla din ve jî bi balafiran êrîş dibirin ser Barzanî û leşkerên wî. Ew pêşî derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Gundiyên kurd ew li wirê bi kêf û şahî himbêz kirin. Lê ew nikaribûn li wirê jî rawestiyana, ji ber ku leşkerê tirk jî dor li wan girtibû. Her wiha riya wan jî dûr bû û pêwîst bû ku bidomînin.

Çaxê ew di ser çiyayên Şemdînan re derbas bûn, bi şefeqê re tirkan êrîş birin ser wan. Leşkerê tirk jî bi balafir û topan dor li wan girtibûn û ew xistibûn bin çemberê. Lê tevî vê jî leşkerên kurd bêzerar ji çembera tirkan filitîn. Ew di ser şerîda nav herdu sînoran de dimeşiyan. Îcar leşkerê Îranê jî dabû pey wan. Îranê fêm kiribû ku ew ber bi Sovyetê ve dimeşin û ji lewre jî leşkerên wan li Koturê pêşî li wan girtibûn û xefik danîbûn. Lê kurd bi hostetî ji vê xefikê jî rizgar bûn.

Li Makûyê mecbûr mabûn ku bi wan re têkevin şer. Wan ev biryar ji bo ku derbasî hêla Tirkan nebin û bi wan re nekevin şer dabûn. Di nav leşkerên kurd û Îraniyan de şerekî mezin çêbû. Leşkerê dijmin bi her awayî hat şikandin lê çar tekoşerên kurd şehît ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Dê ev meşa dirêj ku nêzî 350 kîlometreyê bû, ji Mahabadê dest pê bikira û di ser Şino, Rizaiye, Shapûr, Qotur, Makû û Agirî re derbasbûya û li sînorên Sovyetê bi dawî bihata. Barzanî û hevalên xwe di 10ê Hezîranê de gihîştin Agiriyê û daxwaza penaberiya siyasî ji Sovyetê kirin. Hevalekî xwe ji bo vê daxwazê bi dizî şiyandin Sovyetê û ew bi xwe jî li gundekî kurd li benda bersîva Sovyetê rawestiyan. Lê leşkerê Îranê dev ji wan bernedidan. Ji bo ku zêde balkêşî neyê ser wan bi dijmin re neketin şer û ber bi Arasê ve meşiyan. Heke şer derketina, êdî pêwîst bû bi tirkan re jî biketina şer. Di rewşeke wiha de pêwîstî bi vê tune bû. Piştî ku îltîcaya wan qebûl bû, di 18ê hezîranê de derbasî nav sînorên Yekîtiya Sovyetê bûn.

Navê Barzanî bi vê meşa dirêj û bi xeter kete dîrokê û di nav gelê kurd de hê bêtir belav bû. Êdî ew lehengekî gelê xwe û canfîdayê şoreş û berxwedanê bû.

Piştî meşa dirêj rewşa Kurdên başûr û Iraqê

Piştî têkçûna Komara Mahabadê rewşa kurdan çaralî xerabtir bûbû. Serokên kurdên Îranê hatibûn qetilkirin, kurdên Iraqê bêserok û bêserwer mabûn û kurdên din jî xemgîn û şermezar bûbûn. Tade li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibû. Afateke mezin bi ser kurdan ve hatibû û zordariyên dijmin li çaraliyê Kurdistanê bûbûn jiyana rojane.

PDK-I demeke dirêj sanciyên bêserokatiyê kişand. Serokê Partiyê Barzanî li dervayî welat jiyana penaberiyê dijiya, sekreterê wê Hemze Abdulah di hepsê de bû û xebata Partiyê ketibû rewşeke xerab.

Îbrahîm Ahmed û çend hevalên xwe di vê demê de ketibûn nav sefên Partiyê. Weke ku tê zanîn Îbrahîm Ahmed bi fikrên çep dihat nasîn û dixwast partiyê bikşîne ser fikrê çepîtiyê. Ew di kongreya 1951an de bû sekreterê partiyê û tevî hinek hevalên xwe di programa wê de hinek guhertin pêk anî. Navê partiyê di kongreya sêyemîn de ku di sala 1953an de pêk hat, ji “Partî Demokratî Kurd” bû “Partî Demokratî Kurdistan-Iraq”. Dê ev rewş û guhertinên nû gelek eşîran ji partiyê bi dûr bixista û partiyê qels bikira.

Di sala 1954an de di rewşa Iraqê de guhertineke mezin çêbû. Hukûmeta Nûrî Saîd destûr dabû ku partî eşkere kar bikin. Her wiha Partiya Komunîst ya Iraqê, Partiya BAAS, Partiya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî bi biryarekî di nav “Eniya Neteweyî” de yekîtiyekê ava kirin.

Partiya Baasê mîna seksiyoneke Partiya Baas a Suriyeyê ku di salên 1940an de ji teref Mîşel Eflaq ve hatibû damezrandin, kar dikir. Programa partiyê giranî dida ser “şoreşa neteweyî”.

Di sala 1955an de Partiya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî gihîştin hev û pirsa kurdan jî xistin programa xwe. Êdî Iraq ji kurd û ereban pêk dihat. Digel ku ev gotin bi xwe re zêde tişt ne dianî jî, ev gaveke girîng bû û kurdan dixwest ji vê îstîfade bikin.

Lê dê ev rewş jî zêde dom nekira. Piştî hilbijartinan Nûrî Saîd partiyên din qedexe kir û êrîşên li hember kurdan zêdetir bûn. Di sala 1955an de ji teref Turkiye, Iraq, Îran û Pakîstanê ve “Peymana Bexdayê” hat îmze kirin. Amerîka jî weke çavdêrê vê peymanê bû. Piştî ku Iraq xwe di sala 1958an de ji vê peymanê vedikşîne, navenda wê diçe Ankarayê û navê wê dibe Cento.

Di nav Partiyê û Partiya Komunîst de gelek caran nakokiyên mezin derketibûn. Lê di sala 1957an de ev nakokî zêdetir dibin. Êdî Partiyê jî xwe nêzî fikrên çep kiribû û beşek kurdên di seksiyona Kurdistanê de ketibûn nav sefên Partiyê.

Di 14ê tîrmeha 1958an de bi serokatiya general Abdulkerîm Qasim cuntayeke leşkerî hat ser hukim. Cûntayê Melîk Feysel û Serokwezir Nûrî Saîd da kuştin. Wan bi vî awayî welat ji melîktiyê jî rizgar kiribûn û komara nû damezrandibûn. General Qasim di hukûmeta nû de cî dabû partiyên din jî. Her wiha Baba Eliyê kurê Berzencî jî ji kurdan neqandibû û kiribû wezîrê karûbarên avakirinê. Wî her wiha ji bo ku cihê xwe ewle bike “Konseya Neteweyî” jî ava kiribû. Di vê konseyê de alewiyek û kurdek jî hebûn.

Hukûmeta nû girtiyên kurd ku di nav wan de Şêx Ahmed Barzanî û şaîrê mezin Goran jî hebûn, serbest berdidin. Herçî hukûmeta nû otonomiya kurdan bi tevayî qebûl nekira jî, ne dixwest kurdan di rewşeke wiha de bike dijmine xwe û li hêviya ku bi wan re pêwendiyeke xweş deyne.

Li gora qanûnên ku ji nû ve hatibûn amadekirin Iraq beşek ji niştîmanê ereban bû lê kurd û ereb bi her awayî mîna hev xwedî par bûn. Dê mafên wan yê neteweyî li gora çarçoveya neteweyî ya Iraqê bihatina dayîn. Her wiha tu ferq di nava netewe, ziman, ol û baweriyan de jî tunebûn.

Îbrahîm Ahmed li ser navê partiyê nameyekê ji Bexdayê re dişîne û ji bo ku hukûmetê pirsa kurdan xistiye bernameya xwe, piştgiriya wê dike û pîrozbahiyên xwe pêşkêş dike.

Dema zagonên bingehîn hatin îlankirin, li ser navê partiyê Îbrahîm Ahmed axaftinek kir û li ser van guhertinan razîbûna xwe û ya gelê kurd pêşkêş kir. General Qasim jî di axaftinekê de diyar kir ku hukûmetê bangî Barzanî kiriye da ku vegere “welatê xwe”.

Barzanî li Yekîtiya Sovyetê

Piştî ku Barzanî û hevalên xwe bi meşeke dûr û dirêj ku 52 rojan diajo derbasî Sovyetê bûbûn, li Nahçîvana Azarbaycanê hatibûn bicîkirin. Barzanî û hevalên xwe li wir ji hev tên veqetandin. Ew di kampên leşkerî de, di rewşên xerab de dest bi jiyaneke nû dikin. Piştî demekê hukûmeta herêmî Barzanî dişîne Bakûyê.

Barzanî û hevalên xwe ji hev hatibûn veqetand û ne dihiştin ku ew hev bibînin. Her wiha rewşa penaberên kurd roj bi roj xerabtir dibû. Li ser şîkayeta Barzanî çend caran rê dan ku ew hev bibînin.

Xuya bû ku berpirsiyarên Partiya Komunîst a Azarbaycanê kîna xwe ya dema Mahabadê ji bîr nekiribûn. Berpirsiyarên kurd di dema azadiya Mahabadê de ne xwestibûn ku Komar têkeve bin hukmê Azarbaycanê û niha jî fersend ketibû destê Bagirof û berspirsiyarên Partiya Komunîst. Bagirof Beriya jî kişandibû hêla xwe û herduyan li gora dilê xwe agahdarî didan Stalîn û Komîteya Merkezî.

Barzanî û hevalên xwe di dema Stalîn de ji ber van sedeman gelek êş û derd kişandin. Car bi car Barzanî û penaberên kurd dihatin nefîkirin. Nefîkirineke di nav nefiyê de… Penaberên kurd pirê caran birçî diman. Her wiha di nav kampên kar de yan jî di nav kampên leşkerî de kar dikirin. Lê ya herî xerab jihevqetandina wan bû. Ev jihevqetandin û birin û anîn ta ku Stalîn sax bû jî dom kir. Her tim ji hev dûr û di bin çavan de bûn. Di kampên xerab de nîv têr û nîv birçî dijiyan û her ji çend mehan an jî salan carekê dihatin nefîkirin.

Barzanî ji vê rewşê ne razî bû û pir aciz dibû. Wî ji berpirsiyarên hukûmeta herêmî destûr xwest ku here cem berpirsiyarên partiyê û Hukûmeta Sovyetê da ku pirsa neteweyê kurd bîne ziman. Dê wî bi vî awayî rewşa penaberên kurd jî bianîna ziman û gilî û gazincên xwe pêşkêş bikira. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Hukûmetê di tebaxa 1948an de penaberên kurd şiyandin Özbekîstanê. Barzanî li Taşkentê hat bicîhkirin û bi alîkariya mamosteyekî rûs xwe fêrî zimanê rûsî kir. Tevî ku Barzanî ne li Azarbeycanê bû jî, Bagirof hê jî dijîtiya wî dikir û di derheqa wî de raporên xerab dişand navenda partiyê. Wî her wiha merivekî xwe şiyand cem serokkomarê Özbekîstanê Yusufov û ew jî mîna xwe kir dijminê Barzanî.

Bi vî awayî Bagirof, Yusufov, Larentî û serokê parastinê yê dema Stalîn Beriya li dijî Barzanî cepheyeke dijberiyê ava kiribûn. Barzanî jî vala ne disekinî. Wî ji çend rojan carekê nameyên ku rewşa penaberên kurd diyar dikirin ji Kremlînê re dişand. Lê mixabin ev name bi giştî li cem Beriya diman û ne digihîştin cihê xwe.

Di adara 1949an de dîsa cîhê Barzanî hat guhartin. Vê carê ew şandibûn giraveke ku di nav gola Aralê de dima. Piştre gav bi gav ên din jî birin Aralê, lê

ew li sê giravên cihê belav kirin. Yên mayîn jî li cihên din belav kiribûn. Pêwendiyên wan ji hev qut bûn û haya wan ji hev ne tunebû. Daxwazên hevdîtinê jî bi tu şeklî ne dihatin qebûlkirin. Barzanî rojekê di sala 1950an de bi jineke cîran ku dê biçûya Moskovayê re dikeve pêwendiyê da ku nameya wî li wirê bavêje qutiya posteyê. Ji bo vê wî îşilkekî xwe firotibû û hinek pere dabû jinikê. Bi alîakriya jinikê name digîje Kremlînê.

Li ser daxwaza Stalîn di serokatiya Finikradof de heyetek diçe Taşkentê û Barzanî jî tînin wir. Ev heyet jî daxwaza Barzanî qebûl nake, ango destûr nade ku ew here Kremlînê.

Di destpêka 1953an de li ser daxwaza Barzanî penaberên kurd tev li meydana hukûmetê dirûnin û dest bi boykota xwe dikin. Şertê wan ew bû ku di serokatiya Barzanî de heyetek biçe Kremlînê û pirsa kurdî ji serokên dewletê re bîne zimên. Ew nêzî 72 saetan li wir rûniştin û daxwazên xwe ji berpirsiyarên herêmî kirin. Li hember zirtên serokê hukûmetê jî Barzanî û kurdên din xwedî biryar bûn. Pêwîst bû ku pirsa neteweyekî bindest çareser bibûya û Barzanî amade bû her xeter himbêz bikira.

Ancax piştî vê rê dan ku du kes li ser navê kurdan herin Moskovayê. Tevî ku rê nedabûn Barzanî ku du nav van du kesan de be jî, wî qîma xwe bi vê pêşniyarê anîbû.

Tevî vê ji heta ku Stalîn sax bû, xirecira penaberên kurd û hukûmeta herêmî dom kir. Çaxê Stalîn mir û Kruschev ket dewsa wî, rewş bi her awayî guhirî. Serokê KGBê Beriya hat kuştin û gelek ji hevalbendên wî jî hatin cezakirin. Piştî ku rewş hebekî sivik bû, Barzanî çû Moskovayê da ku Kruschev û serokên Sovyetê ziyaret bike û doza alîkariyê bike. Lê ew jî ne hêsan bû. Barzanî li ber Kremlînê sê roj û sê şevan dikeve greva rûniştinê. Di dawiyê de Barzanî derdikeve hizûra Kruschev û rewşê bi giştî jê re diyar dike. Kruschev û hevalên xwe bi hevre Barzanî guhdarî dikin. Barzanî her wiha tiştên ku Bagirof û Beriya anîbûn serê wan tîne ziman û wiha dibêje:

“Hûn ji hêlekê ve alîkariya gelên bindest dikin û ji hêlekê ve jî Beriya û merivên mîna wî li dijî van kiryaran xebat dikirin.” Barzanî li gotinên xwe wiha dom dike: “Ez xwe niha serkeftî dihesibînim. Ji ber ku ez niha pirsa neteweyê kurd bi heyeta herî bilind a rojhilatê re, ango bi heyeta Kremlînê re diaxifim. Ji xwe ez jî ji bo rewşa neteweyê kurd ku ji teref dagirkeran ve û çaralî hatiye perçekirin bînim ziman, hatime vir. Vî neteweyî baweriya xwe daye min. Hûn dewleteke mezin in û dibêjin ku hûn alîkariya gelên bindest dikin. Ez ji bo vê li vir im. Ez ji bo ku doza gelê kurd a heqiyê bi ser bikeve alîkariya we dixwazim.”

Kremlînê jî 74 nameyên ku Barzanî ji hukûmeta Sovyetê re şandibû bi dest xistibûn. Lê yek ji van nameyan jî ne gihîştibû cihê xwe. Barzanî ji Kruschev û hukûmeta Sovyetê piştgiriya mafên kurdan daxwaz kir. Kruschev jî soz û bextê ku dê kurd bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin, da Barzanî.

Piştî vê hevdîtinê rewşa penaberên kurd baş dibe. Gelek xortên kurd (nêzî 200 kesan) li unîversîteyên Moskovayê dest bi xwendinê dikin. Her wiha xaniyek û otomobîlek dan Barzanî û wî jî dest bi xwendina ziman, siyasetê û aboriyê kir. Barzanî her wiha beşdarî kurseke leşkeriyê jî dibe. Ev kurs ji generalên rûs û yên dewletên sosyalîst re dihat amadekirin.

Barzanî li wir ronakbîrên kurd ên mîna Qanatê Kurdo û Erebê Şemo dît û di sala 1956an de çû Êrîvanê û li wir kurdên din ziyaret kir. Barzanî piştgiriya daxwaza kurdên Sovyetîstanê ya otonomiyê kir. Hukûmeta Sovyetan ev daxwazê qebûl nekir lê ji bo pêşketina çanda kurdî biryarên nû wergirt û bi vî awayî weşanên kurdî, radyo û pirtûkên kurdî bi serbestî û bi alîkariya dewletê dest bi weşanên xwe kirin.

Dema Barzanî û hevalên xwe li Sovyetîstanê diman, bi serokatiya Celal Talabanî heyetek li ser navê kurdên başûr beşdarî kongreya navneteweyî ya şagirt û ciwanan bûbû. Çaxê Barzanî û Talabanî hev dîtin, Talabanî jê re rewşa Kurdistanê û kurdan anî ziman û li pêşneyarên Barzanî guhdarî kirin.

Barzanî li Sovyetê vala ne disekinî. Wî ne bi tenê bi kurdên Sovyetîstanê re danustandin dikir. Wî her wiha bi gelek heyetên navneteweyî re jî pêwendî datanî û pirsa kurdan dianî ziman. Ji bilî wan heyetan wî bi berpirsiyarên Kremlînê û Partiyê re jî pêwendiyên xurt danîbû.

Barzanî vedigere Kurdistanê

Di 14ê tebaxa 1958an de general Abdulkerim Qasim dest datîne ser hukim û melîkê Iraqê ji ser text tîne xwarê. Êdî rê ji Barzanî û penaberên kurd re vebûbû ku vegerin ser axa bav û kalan. Her wiha hukûmeta nû jî destûr dabû ku Barzanî vegere welatê xwe. Hinek penaberên kurd li Sovyetê man, lê yên din bi kêfxweşî û bi def û zirne vegeriyan Kurdistanê. Barzanî û hevalên xwe di ser Romanya, Bulgarîstan û Çekoslovakyayê re çûn Misirê û li wirê jî Cemal Abdulnasir ziyaret kirin.

Çaxê Barzanî di 6ê çiriya paşîn de li Bexdayê ji balafirê peya dibe, mîna qehremanekî neteweyî tê himbêzkirin. Bi sedhezaran kurd li meydanê li benda wî bûn. Her wiha general Qasim jî hatibû pêşiya wî. Dê hevdîtina Barzanî û Qasim ne bi vê tenê bima û dê herdu serokan li ser pirsgirêka kurd û ya Iraqê car bi car bihatina cem hev û ji bo çareserkirinê guftûgo bikirana.

Bi vegera Barzanî re Partiy dîsa xurt bûbû û dest bi xebateke nûjen kiribû. Partî êdî eşkere kar dikir û dikaribû çaralî xebatê bikira. Rewşa nû hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê azadî û rehetiyeke berbiçav anîbû holê. Lê dê ev jî zêde dom nekira. Pirsgirêkên civakî û neteweyî rê ne dida ku ev azadî û rehetî zêde dom bike.

Yek ji wan pirsgirêkên sereke ew bû ku Misir û Iraqê dixwastin bi hev re Komareke ereb damezrînin û xwedêgiravî xwe xurttir bikin. Lê di rewşeke wisa de Kurdistan mîna perçeyekî vê komarê dihat hesibandin. Ev rewş bêşik ne li gora fikrê Barzanî û kurdên din bû.

Di nav leşkerê ereb de jî pirsgirêkên bingehîn hebûn. Gelek ji generalan ne dixwest ku yekîtiyeke wiha pêk bê. Her wiha di pirsa kurdî de jî nakokî hebûn. Gelek ji nav serokên leşkeran nîjadperest bûn û pirsa kurdî ji bo çaxê ku kurd bi hêz bûn qebûl dikirin. Wan bi vî awayî dixwest xwe bi hêz bikin û dîsa êrîş bibin ser kurdan.

Dewletê bi vê niyetê pêşî xebata rêxistinan azad kir lê piştre wan bi xasûkî da pêşberî hevdu. Hukûmetê dîsa soz û bextê xwe ji bîr kiribû. Wê dor bi dor rêxistinan ji ortê da alî û piştre jî kovar û rojnameyên kurdî qedexe kir. Bêşik Qasim ji nakokîyên nav rêxistinan jî îstîfade dikir. Lê ew bi wê jî nema û xwest di nav eşîrên kurdan û Barzanî de jî nakokî derxe. Û di vî awayî de jî baş bi ser diket.

Barzanî bi vê rewşê gelek diêşiya. Çaxê li Moskovayê beşdarî pîrozkirina şoreşa Oktobrê bû, gilî û gazinên xwe ji berpirsiyarên hukûmeta Sovyetê re pêşkêş kirin. Lê wan bi tenê Barzanî guhdar kirin û piştre jî bêdeng man.

Piştî ku Qasim muxalefeta din belav dike, dor tê ser kurdan û bi taybetî jî Barzanî. Ji ber nakokiyên reforma axê gelek serokeşîrên kurd çek hilgirtibûn û êrîş dibirin ser hêzên leşkerî. Ji xwe Qasim jî ev rewş bi zanebûn hazir kiribû. Piştî ku dît di nav kurdan de nakokiyên girîng hene, di îlona 1961 an de êrîş bir ser Kurdistanê. Pêşî bi balafiran Kurdistanê da bombekirin û piştre jî du tumen leşker şiyandin welêt.

Barzanî û Partiyê fêm kiribûn ku ew nikarin bi vî şeklî kurdan biparêzin. Pêwîst bû ku ew dest bi berxwedanê bikin. Li ser vê biryar hat girtin û Barzanî tevî 400 pêşmergeyên xwe derket serê çiyayê Metînan û herêma Berwarî. Şerê çekdarî pir lawaz dest pê kir, lê di nava demeke kin de çaralî belav bû. Pêşmergeyan roj bi roj ax ji destê dijmin rizgar dikirin û êrîşên dijmin jî bi hostetî dişikandin. Di şer de bi hezaran leşkerên ereb hatin kuştin.

Ji hêlekê ve serhildana kurdan û ji hêlekê ve jî nakokiyên nav rêxistin û hêzên ereban, hukûmeta Qasim roj bi roj qels dikir. Her wiha muxalefeta ereban jî ji bo armanca xwe, şoreşa kurd pir girîng dipejirand. Ji bo ku bi serkevin û Qasim ji ser hukim daxînin, piştgiriya kurdan û rêbêrên wan pêwîst didîtin. Ji lewre jî car bi car xwestin ku bi serokatiya şoreşê re têkevin pêwendiyê û hevkarî bikin. Kurd jî bi şertê bidestxisitina otonomiya kurdan û hatina demokrasiyê li Iraqê ji bo xebateke wiha amade bûn. Nûnerên kurd û berpirsiyarên Koalîsyonê çend caran hev dîtin û biryar girtin da ku hukûmeta Qasim ji ser hukim hilweşînin.

Koalîsyonê di destpêka sibata 1963an de dest bi xebata xwe kir. Ji hêlekê ve grev û boykot û ji hêlekê ve jî serleşkerên muxalîf êrîş birin ser Qasim û hukûmeta wî. Baasiyan di demeke kin de hukim xistin destên xwe û general Qasim kuştin. “Serokatiya Konseya Neteweyî ya şoreşger” ango Koalîsyonê Abdulselam Arif weke serokkomar û Hesen al-Bakr jî weke serokwezîr hilbijartin.

Koalîsyon ji Baasî û Nasirîstan pêk dihat. Koalîsyonê wezîrên hukûmetê di nav hev de parê vekirin û du heb jî dan kurdan. Li gorî wan pirsa kurdî jî bi vî awayî hel bûbû. Tevî ku kurd bi şertê ku otonomiyê bi dest bixin piştgiriya wan kiribûn jî, qet behsa wan nedibû.

Kurd nikaribûn dev ji otonomiya xwe berdin. Ji ber ku niha garantiya tu tiştekî tune bû û çaxê ne li gora hesabê hukûmetê bûya, dîsa dikaribû êrîşê bibe ser kurdan. Ji lewre jî Barzanî di serokiya Celal Talabanî de çend nûnerên kurd şand Bexdayê da ku li ser pirsa kurd bigîjin biryarekê. Piştî çend car çûyîn û hatin, nîqaş û dilhiştin û di dawiyê de jî çûyina cem Cemal Abdulnasir û bi “erêkirina” wî, hukûmetê otonomiya qismî ya kurdan qebûl kir.

Kurd her tim ji bo aştiyê amade bûn û di vî awayî de car bi car gav avêtibûn. Vê carê jî xwe hazir dikirin da ku dev ji çekan berdin. Lê ta niha jî tu garantiyek tune bû. Pêwîst bû ku Kurdistan azad bibe û kurd di nav axa xwe de bibin xwedî erk û desthilatdarî.

Lê piştî ku Koalîsyonê dest danî ser hukim, fermana komunîstan derxist. Mîlîsên hukûmetê di demeke kin de bi hezaran komunîst û kesên çep kuştin. Hingê gelek komunîst û bi taybetî jî endamên PKI yê, ku heta niha şoreşa kurd bi xayîntî û ajantiya emperyalîzmê sûcdar dikirin, êdî xwe avêtibûn bextê kurdan û hatibûn Kurdistanê.

Bêşik Barzanî û Partiyê ev anîn bîra wan, lê wan nikaribû van merivan bi paş ve bişînin kuştinê. Piştî ku PKI di Kurdistanê de bi cî bû, êdî xwe beşek ji şoreşa kurd dihesiband û ew “pêşverû” dipejirand. Endam û alîgirên ku ji ber destê Baasê rizgar bûbûn, li Kurdistanê bi cî bûn û bûn xwediyê kampên xwe.

Hukûmeta Yekîtiya Sovyetê heta dawî piştgiriya Qasim kiribû. Lê piştî ku hukûmeta nû dest bi kuştina komunîstan kiribû û gelek ji wan jî xwe avêtibû tor û bextê kurdan, hukûmetê nîsana 1963an de siyaseta Qasim a li hember kurdan di rojnameya Pravdayê de rexne kir. Nivîsa ku di rojnameyê de derketibû piştgiriya mafên kurdan jî dikir. Berpirsiyarên Sovyetê bi vê jî neman û di medyayê de car bi car hukûmeta Iraqê rexne kirin û piştgiriya şoreşa kurd kirin.

Her wiha di vê demê de Yekîtiya Dewletên Amerîkayê jî nêzîkayî li pirsa kurdî dikir. Bi vê armancê nameyekê ji Barzanî re dişînin û jê daxwaza pêwendiyan dikin. Ew di nameyê de piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistaneke otonom jî diyar dikin.

Planên Yekîtiya Komara Ereb jî ku ji dewletên Misir, Iraq û Sûriyeyê ve pêk dihat, di 17 ê nîsana 1963an de bi dawî hat. Hukûmeta Iraqê dixwast pirsa kurdî bi Yekîtiya Komara Ereb ve girêde. Lê Barzanî û kurdên din vê qebûl nedikirin. Dê ev “Komar” an jî federasyon bi tenê mehekê dom bikira û neketa jiyanê.

Hukûmeta Iraqê di gulanê de piraniya leşkerên xwe şand Kurdistanê. Lê Barzanî hê jî dixwest pirsa kurdî bi riya aştiyê hel bike. Ji bo wê jî Barzanî doz ji serokwezîr Hasan al-Bakr kir ku li gorî şertên pêvajoya aştiyê gav biavêje û pirsa kurdî bi vê riyê çareser bike. Barzanî ji bilî vê bala al-Bakr kişand ser leşkerê ereb ku Kurdistan seranser dager kiribû.

Bersîva al-Bakr bû hepiskirina nûnerên kurd ku ji bo hevdîtinan li Bexdayê bûn. Di destpêka hezîranê de jî li Suleymaniyeyê nêzî 300 kurd hatin girtin û wendakirin. Hukûmeta mirdar bi vê jî nema. Wê ji bo kuştin an jî girtina Barzanî 100.000 dînar jî pêşkêş kiribû.

Hukûmetê di vî şerî de ji sê hêlan ve êrîş biribû ser Kurdistanê: Amediyê, Rewandûz/Barzan û Koy Sancaq. Her wiha nêzî 5000 leşkerê Sûriyeyê jî beşdarî vê êrîşê bûbûn. Nêzî 200 gund seranser hatin şewitandin û wêrankirin. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Cuntaya Arif û al-Bakr biryar dabû ku vê carê doza kurdî ji binî ve ji ortê rakin û ji lewra jî Kurdistanê seranser wêran dikir. Lê tekoşerên kurd di serokatiya Barzanî de, bi şerê gerillayî leşkerê ereb car bi car şikandin û di dîroka kurdan de lehengiyên bêhempa pêk anîn.

Hukûmeta Iraqê dîsa bi Sovyetê re pêwendî danî û wan kişand aliyê xwe da ku dev ji rexneyên xwe berde û piştgiriya kurdan neke. Li ser daxwaza Sovyetê, Moxolistana ku demek berê di Yekîtiya Neteweyan de doza kurdî anîbû ziman, vê pêşniyara xwe bi şûnde kişandibû. Dê Barzanî li ser vê rewşê wiha bigota:

“Em ne di wê baweriyê de ne ku em dê mafên gelê xwe bi pêwendiyên di nav lordan de wergirin. Em dê vê serkeftinê bi tekoşîna xwe ya pîroz û çekên xwe bi dest bixin.”

Bi rastî jî pêşmergeyan tekoşîneke wîsa bêhempa dabûn ku caşikan dev ji çekan berdabûn û leşkerê dijmin jî xwe bi şûnde vekişandibû. Di çiriya pêşîn de gelê kurd axa rizgarkirî bi giştî ji destê dijmin derxistibû.

Aştiya 1964an û dubendiya Kurdan

Şerê azadiyê hukûmet jî berdabû pêşberî hev. Di çileyê pêşîn de Arif di hukûmetê de guhertinên mezin çêkir û Baasî ji kar û barên hukûmetê bi dûr xist û bi vî awayî hukim bi tevayî xist bin kontrola xwe. Di hukûmeta nû de cî dabû kurdekî Nexşebendî jî.

Arif bi gotin aştî dixwast û digot “em dixwazin vî welatî bi birayên xwe yî kurd re par vekin”. Li ser daxwaza Amerîkayê, Cemal Abdulnasir û Ben Bella însiyatîf girtin û di 10ê sibata 1964an de şer rawestiya. Êdî Arif şer dabû rawestandin. Bêşik ev ji bo kurdan jî baş bû.

Li gorî şertên lihevhatinê dê di nava çarçoveya yekîtiya Iraqê de çareserkirina mafê neteweyî yê kurdan bi zagonên bingehîn bihata garantîkirin. Dê bi efûyeke giştî kurdên girtî serbest bibûna û dê malên wan bi paş ve bihatina dayîn. Dê “Wezareta karên Bakur” bibûna sivîl û ji nû ve bihatina sazkirin. Dê karmendên kurd vegeriyana ser karên xwe û ambargoya aborî ji ser Kurdistanê rabûya. Dê her wiha komîsyonek ji bo zerar û ziyana Kurdistanê saz bibûya û tazmînata wê bida kurdan.

Barzanî weke prensîb ev peyman qebûl kir û ji bo şer rawestandinê biryar da. Wî li ser vê ji medyayê re weha digot:

“Em fersendekê didin hukûmetê da ku sozê xwe bi cî bîne û mafên me yên neteweyî têxe jiyanê. Ger ew li ser sozê xwe nesekinin, em dê ji mecbûrî bersîvê bidin. Bidawîanîna şerê çekdarî nayê maneya ku em dev ji çekan berdidin. Em dê li gora rewşê û pêkanîna şertên kurdan biryar wergirin.”

Tevî van gotinan jî şer rawestandin lê vê peymanê di nav Partiyê de dubendî derxist holê. Îbrahîm Ehmed û hevalên xwe vê peymanê ji bo kurdan têr nedidîtin û doza otonomiyeke ferehtir dikirin. Li gorî wan rewşa cûntayê a niha ne baş bû û hêzên leşkerî jî pir qels bûbû. Pêwîst bû kurdan ji vê rewşê îstîfade bikira û şerê xwe dom bikira da ku otonomiya xwe bi dest bixista.

Ji aliyê din ve ji ber ku rewşa kurdan jî ne baş bû, Barzanî jî ne dixwest şer dom bike. Pêwîst bû ku kurd jî hebekî bêhna xwe berdin û pêwîst bû Kurdistana wêran bihata avakirin. Diviya ku girtiyên hepsan bihatina berdan û vegeriyana malên xwe û gundiyên kurd axa xwe biajotina. Li gorî Barzanî rewşa xerab a aborî pişta kurdan şikandibû.

Bêşik ev nakokî ne bi tenê ji rewşa niha derketibû holê. Nakokî çi bêje ji destpêka ketina Îbrahîm Ehmed a nav partiyê dest pê kiribû û car bi car di rewşên wiha de xwe nîşan dida. Lê dê ev nakokî bi vî awayî jî ne rawestiya û Ehmed û hevalên xwe roj bi roj ji Barzanî û şoreşê bi dûr biketina. Ew û hevalên xwe di kongreya 6 em de beşdarî civînê nebûn û li hember partiyê û Mustafa Barzanî dijberiya xwe eşkere kiribûn.

Ev nakokî di demeke kin de mezin bû û di nava herdu hêlan de şerê çekdarî dest pêkir. Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî û Omer Debabe serokatiya muxalefetê dikirin û her sê jî endamê polîtburoya partiyê bûn. Dê grûba wan di şer de zêde bi ber xwe nedana û derbasî Îranê bibûna.

Cûnta li ser sozê xwe nasekine

Dê hukûmet dîsa li ser sozê xwe nesekiniya. Nameyên ku Barzanî car bi car ji wan re dişand ne digihîştin wan an jî bêbersîv diman. Cûntayê di dawiyê de piştî ku rewşa xwe hinek sererast kir û xwe ji şer re amade kir, şertê ku kurd dev ji çekên xwe berdin anî pêşberî kurdan. Dê her wiha hêzên pêşmergeyan jî bihatina belavkirin. Li ser wê bersîva Barzanî eşkere bû: “Pêşmerge bersîva hêviya mafên neteweyî yên dîrokî ne. Ew parêzgerên pîroz ên mafên gelê kurd in. Her kî bixwaze bêyî ku kurd bigîjin mafên xwe hêzên pêşmergeyan bête belavkirin, ew pirsê berevacî dikin. Her weke mêrikê ku erebeyê li pêşiya hespan girê bide.”

Cûntayê di destpêka sibatê de ultîmatomek ji Barzanî re şiyand û xwest ku ew û hevalên xwe teslîmî hukûmetê bibin. Cûntaya şovenîst niha dixwest ji belavbûna kurdan îstîfade bike û wan di rewşeke zor de zeft bike. Lê kurdên ku derbasî Îranî bûbûn û çendeyek berê li dijî Barzanî û şoreşê bûn, niha dîsa dixwestin beşdarî şoreşê bibin. Li ser vê Barzanî ji bilî Î. Ehmed û S. Azîz efûyeke giştî derxist û ew jî dîsa gihîştin hêzên şoreşê. Ji bilî vê Barzanî eşîrên din jî gihîştandibû şoreşê. Di demeke kin de êzîdiyên kurd jî ji hêla xwe ve serî hildan. Vê carê êdî kurd di bin serokatiya Barzanî de weke neteweyekî hevgirtî serî hildabûn.

Lê Arif jî vê carê xwe baş xurt kiribû. Ji hêlekê ve Sovyeta ku heta niha pereyê ku dê bida Iraqê dabû rawestandin, niha dabû cûntayê. Piştî ku merivên Baasê ji hukim hatibûn bidûrkirin, hukûmeta Sovyetê ji rewşê razî bû. Her wiha Nasir, Kruschef û Arif bi hevdu re dabû naskirin û Arif jî bi her awayî temînat dabû Sovyetê. Ji bilî vê hukûmeta Amerîkayê jî di Rojhilata Navîn de îstîkrar dixwest û ji siyaseta Arif razî bû. Bi kêmasî bawer dikir ku dê bikaribe wê ji bin kontrola Sovyetê derbixe. Dê her wiha Nasir jî bangî Barzanî bikira û daxwaza ku tevî leşkerê xwe teslîm bibe bikira û bi vî awayî li hember şoreşa kurd rûyê xwe yê rastî eşkere bikira.

“Yan Kurdistan yan neman!”

Di nîsana 1966an de Abdulselam Arif û du wezîrên xwe di qezayeke helîkopterê de mirin. Birayê wî Abdurrehman Arif ket dewsa wî. Abdurrehman li ser daxwaz û bangên Barzanî mîna Abduselam, behsa biratiya kurd û ereban dikir. Lê xuya bû dê ew jî zêde dom nekira. Serleşkerên cûntayê ji bo domandina şer zor didan hukûmetê û hukûmetê jî car bi car bangî Barzanî dikir da ku tevî pêşmergeyên xwe teslîmî hêzên dewletê bibe. Riya kurdan a dirêj û bi tade her berdewam bû.

Di dawiya gulana 1966an de tekoşerên kurd hêzên dijmin perîşan kirin. Hukûmet mecbûr ma ku dest bi hevdîtinê bike. Ev dihat maneya aştiyê. Dê hukûmetê dîsa mafên kurdan qebûl bikira. Arif di çiriya pêşîn de diçe Kurdistanê, cem Barzanî. Ev yekemîn car bû ku serokkomarek diçû Kurdistanê. Barzanî hingê şîara xwe ya tarîxî diyar dikir: “Yan Kurdistan yan neman!”

Barzanî vê carê şert danîbû ber cûntayê ku di bin kontrola Yekîtiya Neteweyan de mafê kurdan ê çarenûsiyê bête dayîn. Arif ev jî qebûl kir. Lê cûntayê vê carê jî ev bi cî neanî.

Baas tê ser hukim

Li Iraqê şerê navxweyî yê li ser îdarekirina welat yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e. Ji ber wê jî di nav hêzên leşkerî û siyasî de her tim nakokî hene. Herçî Baas ji bo demeke kin ji îdareyê hatibû bi dûrxistin jî, ji hêza xwe zêde tişt wenda nekiribû. Di 17ê tîrmeha 1968an de cûntayeke nû hat ser hukim. Vê carê Hesen al-Bakr bi piştgiriya leşkerên muxalîf û bi alîkariya Partiya Baasê dest danîbû ser hikum û hukûmeteke nû ava kiribû.

Mîna cûnta û hukûmetên din, ji bo ku Baas bikaribe birêvebirina hukmê xwe ewle bike, pêwîstiya wan bi kurdan hebû. Ji bo wê jî di hukûmeta nû de çar wezaret ji kurdan re veqetandin. Ji van du kes ji hêla Barzanî, yekî serbixwe û yek jî ji aliyê Îbrahîm Ehmed û grûba wî bû.

Lê Barzanî li hember vê derket û nehişt ku hevalên wî beşdarî hukûmeteke ku hevalbendên Îbrahîm Ehmed tê de cî digirtin, bibin. Barzanî ji ber du sedeman li hember vê biryarê derdiket. Ya yekem ew bû ku hukûmetê bi zanebûn dixwest kurdan perçe bike û ev bike de facto. Ya duyem jî li gorî Barzanî êdî ev grûb ne di nav sefên kurdên azadîxwaz de bû.

Digel vê jî dê Partiya Baasê di destpêka çileya paşîn a 1969an de di kongreya heftemîn de mafên kurdan qebûl bikira û li deklarasyona xwe ya hezîranê xweyî derketa. Li gorî vê deklarasyonê diviya ku kurd û ereb li hember emperyalîzmê û siyonîzmê hêzên xwe bidana ser hev û welat bi hev re ava bikirana. Tevî vê jî armanca cûntayê ew bû ku ji rewşa kurdan îstîfade bike û wan berî hevdu bide. Wan qaşo dixwest ku pirsa kurdî hel bikin, lê ne bi serokatiya şoreşê re. Serokên dewletê ji dewsa ku bi Barzanî re têkevin pêwendiyê, berê xwe dabûn kesên “pêşverû” yên mîna Îbrahîm Ehmed û hevalên wî.

Barzanî nikaribû ev tişta qebûl bikira. Xuya bû ku şerekî nû xwe nêz dikir. Pêşmerge niha ji bo şerekî nû amade bûn. Wan êrîş birin ser hêzên cûntayê û Qeledizê û Pencewînê ji destên wan rizgar kirin.

Cûntaya Ereb ji hêlekê ve êrîş dibirin ser kurdan û ji hêlekê ve jî dixwest eniyekî giştî ava bike. Lê ev bi ser nediket û Barzanî jî armanca wan fêm kiribû. Li ser vê Partiyê di 15ê gulana 1969an de ji bo yekîtiyeke ku mafên kurdan bîne cî û cûntayê ji ser hukim daxîne, dest bi xebatekê kir û ev bi daxuyaniyekê jî diyar kir.

Şoreş her diçû xurttir dibû û ji hêla çekan ve jî pir bi hêz bûbû. Cûnta bêçare mabû. Her wiha li ser Şat al-Ereb bi Îranê re jî nakokî derketibû. Nakokiyên navxweyî û şoreşa kurdan du pirsgirêkên din bûn.

Di îlona 1969an de Sovyetê bi xwe xwest ku ji çareserkirina vê pirsê re bibe alîkar. Baas ji berê ve amade bû, lê ya herî girîng ew bû ku Barzanî qayil bikin. Li ser vê dê Sovyetê merivekî bi navê Ezîz Şeref ku ji sala 1965an ve li nefiyê dijiya û bi saya kurdan ji destê cûntayê rizgar bûbû, bişanda cem Barzanî.

Barzanî bi xwe ji cûntayê bi şik bû. Baweriya wî bi hukûmetê nedihat. Li gorî wî dema wan di odeyekê de li ser çareserkirina pirsa kurdî nîqaş dikirin, di odeyeke din de planên leşkerî dihatin amadekirin. Ya rastî vê carê jî rewş wisa bû. Hukûmetê ji hêlekê ve bangî aştiyê dikir û çareserkirina pirsa kurdî li hember emperyalîzmê dianî rojevê, ji hêlekê ve jî leşkerê xwe dişand Kurdistanê.

Ber bi 11 yê adarê ve…

Di destpêka 1970an de di hukûmeta Hesen al-Bakr de guhertineke din çêbû. Vê carê Ezîz Şerîf kiribûn wezîrê edaletê. Wî her wiha di nav hukûmetê û Partiyê de navbeyntî jî dikir. Civîn carinan li Bexdadê û carinan jî li Kurdistanê pêk dihatin.

Di dawiyê de Saddam Huseyn, ku hingê cîgirê serkarê leşkerî yê herêmî bû, çû Kurdistanê û sê rojan li cem Barzanî bû mêvan. Deklarasyona peymanê ji teref Barzanî û Saddam ve hat îmzekirin û di 11ê adara 1970an de ji teref al-Bakr ve di radyoyê de hat îlankirin.

Ev peyman di dîroka gelê kurd de gavek ji yên herî girîng bû. Kurdên başûr bi vê peymanê digihîştin azadiya xwe û li bakurê Iraqê Kurdistaneke otonom dihat damezrandin. Dê di demeke eyan de jimartinek li Kurdistanê çêbûya û li gora wê jî kar û xebata Kurdistanê têketina destên kurdan. Kurd êdî di welatê xwe de îdare dixistin destên xwe.

Bi vê peymanê re ji hêlekê ve cuntayê û ji hêlekê ve jî PDKê efûyeke giştî derxistin. Bi vî awayî piraniya kurdan serbest bûbûn. Di dawiya adarê de hukûmeteka nû ava bûbû û di nav vê hukûmetê de pênc wezaretên ku Barzanî jî ew tesdîq kiribûn, dabûn kurdan. Samî Abdurrahman jî bûbû wezîrê karûbarên “Bakur”.

Dê li gora peymanê serkirdatiya Konseya şoreşa kurdî jî bihatina fesixkirin. Barzanî piştî peymanê û damezrandina hukûmeta nû, ji bo niyeta xwe ya qenc bide nîşandan “ez êdî bi tenê mafên gelê xwe yê Iraqê diparêzim” gotibû.

Piştî lihevhatinê û efûya giştî, partiyê kongreya heştemîn pêk anî. Kongre bi beşdarbûneke berfireh û eşkere pêk hat. Digel delegeyên partiyê ji rêxistinên din û ji Baasê jî delege beşdarî civînê bûn. Barzanî careke din weke serok hat hilbijartin û Hebîb Kerîm jî bû sekreter. Digel Samî Abdrrahman, Mehmûd Osman û Alî Abdullah, Mesûd û Îdrîs Barzanî jî ji bo komîteya merkezî hatin hilbijartin.

Sekreterê partiyê Hebîb Kerîm di civîna polîtburoyê de ji bo cîgirê serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. Lê berpirsiyarên Baasê xwedêgiravî ji ber pêwendiyên wî yên bi Îranê re ji vê wezîfeyê re ew qebûl nekirin. Dê ev biryara cûntayê hê di destpêka peymanê de nakokî derxista.

Lê nakokî ne ev bi tenê bû. Cûntayê berî wextê jimartina şêniyên bajarê Mûsil û Kerkûkê, ereb di vir de bi cî kiribûn da ku îdare nekeve destê kurdan. Di qanûnên bingehîn ê nû de qet behsa otonomiya kurdan tune bû. Li gorî peymanê dê îdareya bajarên Kerkûk, Xaniqîn, Mûsil, Sîncar û Diyalayê ji teref hêzên kurd û hukûmetê ve bihatina îdarekirin. Lê ev jî bi cî nehat. Her wiha li Bexdayê li hember nûnerên kurd Îdrîs Barzanî û Hemîd Berwarî sûîqest jî hatibû plankirin.

Barzanî di destpêka 1971an de li hember siyaseta asîmîlasyonê û bicîkirina ereban li bajarên Kurdistanê derket û ev kiryar protesto kirin. “Armanc ji van kiryaran berî ku di çiriya pêşîn de jimartin çêbin, nifûsa ereban li bajarên Kurdistanê zêdekirin e” Barzanî digot.

Dê di demeke kin de li hinek deveran şerên piçûk derketina. Hukûmetê bi maniya van êrîş û şerên piçûk di havînê de êrîş bir ser kurdan û dîsa şer dest pê kir. Berdevkê cûntayê êdî Saddam bû û wî dest bi siyaseteke nû kiribû. Berî ku êrîşê bibe ser kurdan bi hukûmeta Sovyetê re pêwendî danîbû û bi saya peymanekê, rewşa cûntayê saxlem kiribû.

Lê dê cûnta dîsa jî bi ser neketa. Hêzên pêşmergeyan, weke ku cûntayê texmîn dikir, nehatibû belavkirin. Di dawiya îlonê de cûnta di şer de ketibû tengasiyê. Pêwîst bû ku tiştekî cuda bête kirin. Dor vê carê hatibû ser Saddam. Saddamê ku îmzeya xwe avêtibû ser peymana 11ê adarê, bi van xebatên xwe rutbeya xwe roj bi roj bilindtir kiribû.

Melle Mustafa Barzanî merivekî oldar bû, Saddam ev dizanibû. Wî heyeteke ji meleyan pêkhatî tevî du quranên diyarî şand cem Barzanî. Dê herhal wî xwîna misilmanan ne rijanda Saddam difikirî. Lê di nav wan quranan de ji bo qetilkirina Barzanî bombe hatibûn veşartin û meleyan jî ev nizanîbû. Dê bombe di destê meleyekî de û bi pêşmergeyekî ve biteqiya û Barzanî careke din ji kuştinê bifilitiya.

Cûnta li benda xebera kuştina Barzanî bû. Lê çaxê pê hisiya ku rewş ne wisa ye, dest bi teroreke nû kir. Lê cûnta bi vê jî ne dirawestiya. Ew her tim li pey merivên qels bû da ku şoreşê ji hundir ve têxe destê xwe yan jî qels bike. Yek ji wan mirovên qels jî Ubeydullahê kurê Barzanî bû. Saddam bi awayekî ew kişandibû aliyê xwe. Çaxê partî û Barzanî pê hisiyan, ew girtin û xistin hepsê. Lê şeva ku dê bihatina kuştin ew reviya û çû cem Baasê. Ew êdî “mêvanê” Saddam bû û di xîzmeta wî de bû.

Hukûmetê bi gavên xwe yên “pêşverû” û bi pêwendiyên bi sîstema sosyalîst re dixwest şoreşa kurd bi her awayî bifetisîne. Bi vê armancê û li ser daxwaza Sovyetê Partiya Komunîst dest bi weşanên xwe kir. Piştre jî ji vê partiyê du wezîr xistin nav hukûmetê. Dawî jî hukûmetên Iraq û Sovyetê li hev kirin û bi hev re peymana dostanî û hevkariyê li Bexdayê îmze kirin. Piştî vê peymanê hukûmeta Sovyetê bi hezaran şêwirmend, teknokrat û leşkerên ku bi petrola kurdan dihatin xwedîkirin şand Iraqê.

Barzanî xetera mezin fêm kiribû. Heta niha Sovyetê car caran piştgirî dikir an jî dengê xwe li hember qirkirinan derdixist. Lê niha ev jî ji dest çûbû. Barzanî bi Îranê jî ne zêde bawer bû. Wî dizanibû ku dê Îranê di rewşeke xweş de dev ji kurdan berda û wan bi tenê bihêle. Her wiha Amerîka jî daxwaza wî ya piştgiriyê bêbersîv hiştibû.

Tevî ku Barzanî bi her awayî hêviyên xwe ji cûntayê birîbû jî dîsa ne dixwest xwîn bête rijandin. Ji bo vê wî jî heyetekê şand Kremlînê ku pirsgirêkê bîne ziman û Iraqê mecbûr bike da ku cûnta peymanê bicî bîne. Di civînê de Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê şertên ku PDKê pêşkêş dikir, ango bicîanîna deklerasyona 11ê adarê qebûl dikir.

Lê hukûmeta Sovyetê ji bo bicîanîna vê deklerasyonê zorî ne dida Iraqê. Cûntayê jî êdî di vî awayî de pişta xwe qewî kiribû û hêzên xwe jî dabû ser hev. Ji bo wê jî êdî dîsa dikaribû dest bi êrîşên xwe bike. Bi vî awayî pêşî êrîş birin ser Şêxan û piştre jî gundên Sîncarê ku kurdên êzîdî tê de dijiyan bombe kir. Leşkerê cûntayê bi vê jî nerawestiya û êrîşên xwe gav bi gav zêde kirin.

Lê Barzanî û PDK jî vala ne disekinîn. Ji ber ku pêwendiyên Sûriyeyê jî mîna Iraqê bi Sovyetê re hebûn û perçeyekî Kurdistanê di bin bandora wan de bû, tu hêviyên alîkarî yan jî piştgiriyê ji wir tune bû. Her wihe perçeyê herî mezin ê Kurdistanê di bin bandora Turkiyeyê de bû û di rojeva Komara Turkiyeyê de jî ji bo kurdan tu guhartinek tune bû. Turkiye her wiha li hember her şikil pêşdeçûna pirsa kurdî bû jî.

Bi vî şeklî bi tenê Îran di dest de dima. Dewleta ku bikaribe kurdên başûr bigîjîne Amerîkayê, Îran bû ji ber ku nakokiyên wan bi Iraqê re hebûn. Iraqê bi riya Sovyetê hukmê xwe li Xelîcê jî zêde kiribû. Ji bo vê jî şah dixwest bi kurdan re têkeve pêwendiyê û bi riya wan cûntaya Baasê ji ser hukim daxîne.

Lê baweriya kurdan û Barzanî bi şahê Îranê nedihat. Tevî vê jî tu riyeke din xwanê ne dikir. Şah Riza bi riya Nîkson û Kîssinger û bi “garantoriya” wan bi Barzanî re kete pêwendiyê. Kîssinger bi vî awayî biryara alîkariyê da. Lê dê weke ku piştre jî bixwiya û ku di şerê Xelîcê yê dawî de jî eşkere bû, ev alîkarî ne ji bo serkeftina kurdan bû. Wan bi vê alîkariyê dixwast cûntaya Iraqê bitirsînin û têxin bin hukmê xwe.

Cûntaya Baasê jî vê rewşê bi her awayî bi kar anî. Ji hêlekê ve Partiya Komunîst a Iraqê kişand hêla xwe û ji hêlekê ve jî “Cepheya Neteweyî ya Pêşverû” ava kir da ku dorê li kurdan teng bike. PKI dîsa çû Bexdayê û şoreş û serokên wê dîsa bûn “paşverû”! Li gorî wan “Barzanî bi temamî ketibû nav lepê emperyalîzmê û kevneperestan”.

Cûntayê ji hêlekê ve ev kiryar dikirin û ji hêla din ve jî di adara 1974an de haziriya îlankirina otonomiya yekalî dikir. Lê Barzanî û kurd bi temamî ev kiryar protesto dikirin. Ji ber vê jî Barzanî Îdrîs şand Bexdayê da ku hukûmet vê biryarê bicî neyne. Lê hukûmet di vî awayî de xwedî biryar bû û di 11ê adarê de otonomiya yekalî îlan kir.

Li ser vê Partiyê wezîrên xwe ji hukûmetê vekişand û waliyên Hewlêr û Suleymaniyeyê jî dev ji karên xwe berdan. Hukûmetê jî zûzûka dewsa wan ji kurdên hevalbendên xwe dagirt. Yek ji wan jî Ubeydulla Barzanî bû.

Hasan el-Bekr û Saddam zagonên bingehîn guhertibûn û otonomiya ku dabûn kurdan jî li gora xwe di bin kontrola xwe de hiştibûn. Bi vî awayî Barzanî û partî bêtesîr kiribûn û ji raya giştî re diyar dikirin ku otonomiya kurdan hatiye dayîn.

Şerê dawî

Bêşik gelek sedemên şerê dawî hebûn. Lê sedemê herî girîng çavsoriya cûntaya Baasê bû. Cûntayê Yekîtiya Sovyetê û piraniya dewletên ereb dabû pişt xwe û li hember “emperyalîzmê” û “hevalbendên wan” kurdan şerekî bêhempa dikir. Her çiqas Sovyetê jî daxwaza ku kurd û PDK bi Baasê û PKI re têkevin hevkariyê û bi vî awayî li hember emperyalîzme hêzeke xurt ava bikin dikir jî, Barzanî bi wan bawer nedikir û guh ne dida gotinên wan.

PDK beşdarî nav “Eniya Pêşverû ya Neteweyî” (EPN) nebû. Nakokiyên bi PKI re her çû zêde bûn û di navbera wan de gelek caran şerê çekdarî pêk hat. Digel vê jî Sovyetê nedixwest ku kurd “têkevin” bin hukmê emperyalîzmê. Ji ber wê jî car bi car “tavsiye” dikirin da ku kurd jî têkevên nav refên “pêşverûyan” û EPNe. Lê kurdan guh ne dida wan.

Êdî nakokî gihîştibû dereceya herî bilind. Endamên komunîst bi hêzên cûntayê re êrîş dibirin ser kurdan û hêzên şoreşê. Partiyên komunîst ku ta niha bêdeng bûn jî êdî şoreşê rexne dikirin û Barzanî bi “hevalbendiya emperyal- îzmê” sûcdar dikirin.

Cûntayê li ser hev ultîmatom didan Barzanî da ku şertên ku wan danîne qebûl bike. Lê bersîva Barzanî diyar bû: Dê tekoşîn bi tenê çaxê mafên kurdan têketina bin garantiyekê bi dawî bihata!

Vê carê şer pir giran bû û cûntayê bi tevahiya hêza xwe êrîş dibir ser kurdan. Hejmara leşkerê cûntayê nêzî 150.000 bû. Hêzên pêşmergeyan jî nêzî 50.000 bû lê nêzî 70.000 jî mîlîsên wê yên ku çaxê pêwîst bûya radihştin çekan û derbasî nav hêzên şoreşê dibûn, hebûn.

Balafirên cûntayê tevî pîlotên Sovyetê seranserê Kurdistanê bombebaran dikirin, lê cîhan bêdeng bû. Hawar û gaziyên Barzanî ku ji çaraliyê cîhanê re dikir, bêbersîv diman. Tu kesî dengê Barzanî û yê gelê kurd ne dibihîst.

Tevî şerekî pir dijwar û bombeyên napalmê jî cûntayê di şer de pir zorî dikişand. Pêşmergeyên qehreman dinya li leşkerê dijmin kiribû zîndan. Hêzên leşkerî bi hezaran mirî li pey xwe dihiştin û direviyan. Cûntayê fêm kiribû ku dê di şer de wenda bike; pêwîst bû ku bi riyeke din kurdan bişikîne.

Ji bo vî karî Sovyet namzedê herî girîng bû. Sovyetê û Amerîkayê di Konseya Ewleyî ya Yekîtiya Neteweyan de li hev kirin ku Îran û Iraqê li hev bînin. Êdî Amerîkayê jî sozên xwe ji bîr kiribû û dev ji piştgiriya Kurdan berdabû.

Şêwirmendên Îran û Iraqê di destpêkê de li Îstenbolê hatin cem hev. Şah Riza û Enwer Sedat di destpêka 1975an de li Qahîreyê hev dîtin û Sedat pêşniyara Saddam pêşkêşî wî kir. Sedat piştre di sibatê de çû Bexdayê û şertên Şah pêşkêşî Saddam kir. Di dawî de jî Şah Riza Pehlewî û Saddam Huseyn di 6ê adarê de li Cezayîrê di civîna OPECê de hev dîtin û li hev kirin. Piştî civînê di bin garantoriya serokkomarê Cezayîrê Bumedyen de peymana xwe ji medyayê re eşkere kirin.

Peymana Cezayîrê hêviyên kurdan bi her awayî bi dawî anîbû. Îranê bi vê peymanê re Şat al-Arabê bi dest dixist û dibû xwediyê Xelîcê. Bi vî awayî otonomiya kurdan, ku sibê dikaribû li serê Îranê jî bibe bela, bi cî nedihat. Îranê dev ji “piştgiriya” kurdan berdida û Iraqê jî dev ji ya Dofarê berdida.

Dema peyman eşkere bû, Barzanî li Tehranê bû. Çaxê wî û Şah hevdu dîtin, bersîva Şah diyar bû:

“Hûn dikarin şoreşa xwe bidomînin lê em dê çekên xwe ji we wergirin û sînoran bi temamî bidin girtin. An jî hûn dikarin bi efûyê vegerin Iraqê û teslîmî hukûmetê bibin. Ya dawî jî hûn dikarin îltîcayî me bikin.”

Barzanî tu caran wiha aciz nebûbû. Li ser telgrafa wî navenda PDKê civînekê pêk anî û di civînê de biryarê berdewamiya şerê çekdarî hat dayîn. Ev wê çaxê li gora dilê Barzanî bû jî.

Barzanî di 9ê adarê de vegeriya Kurdistanê û serkarên şer û siyasetvanên kurd da civandin û rewşa nû diyar kir. Piştî nîqaş û şêwirmendiyê Barzanî ji Nîkson û Kîssinger re li ser navê partiyê û kurdên başûr nameyeke kurt şiyand:

“Rewşa nû di nav gelê me û şervanên me de bêçareyî û perîşaniyê dixe jiyanê. Gelê me li hember xetereke pir mezin e. Em li hember rewşeke hebûn û tunebûnê ne. Ez ji vê re tu gotin û îzehkirin nabînim. Em hevî dikin weke ku we ji me re jî soz dabû, alîkariya me bikin û li cem gelê me cî bigirin. Ji bo berdewamiya jiyana me û parastina malbatên me, ji bo jiyaneke bi şeref û bi şexsiyet ji vê pirsgirêkê re çereseriyeke bi rûmet pêk bînin.”

Barzanî tu bersîv negirt. Lê wî di dawiya adarê de nameyeke din ji Kîssinger re şiyand:

“Birêz Kîssinger, me jî dixwest ku pirsgirêka navbera Îran û Iraqê bi riya aştiyê hel bibe û em bi vê kêfxweş in. Lê digel vê eşkere ye ku gelê me yê bêparastin di van şertan de ketiye xetereke pir mezin. Îranê sînorên xwe ji me re daye girtin û alîkarî jî qut kiriye. Tevgêra me û gelê me bi şeklekî kesnedîtî tê tunekirin.

Birêz Kîssinger, em bawer in ku Dewletên Yekbûyî li hember gelê me xwediyê berpirsiyariya moral û siyasî ye. Ji bo wê jî em ji we hêvî dikin:

1) Em dixwazin şerê li hember gelê me bête rawestandin û fersenda hevdîtinê bête amadekirin, ji bo gelê me çareseriyek bête dîtin an jî bi kêmasî îtîbara me bête dayîn.

2) Bila her riyên tesîrên mirovantiyê bêtin bikaranîn da ku Îran di vê rewşa dîrokî ya bi derd û keder de alîkariya gelê me bike. Bi kêmasî bila alîkariya jiyana me bike da ku em bikaribin ta ku çareseriyek bête dîtin, di cîhê xwe de şerê xwe bidomînin.

Birêz Kîssinger, em pir bi endîşe ne. Em li benda bersîveke nihênî ne. Em ne bawer in ku DYA li hember kurdan di tevgêreke bêberpirsiyar de ye.”

Kissînger ji vê nameyê re jî tu bersîv neda.

15ê adarê berpirsiyarê SAVAKê li qerergeha kurdan bû û ultîmatom dida kurdan: sînor bi giştî hatibû girtin û her alîkarî hatibû qutkirin. Her wiha ji devereke din jî rê ne dihat dayîn ku alîkarî di sînoran de derbas bibe. Pêwîst bû yan çekên xwe bidana Îranê û derbas bibûna yan jî bi hukûmeta Iraqê re li hev bihatina.

Barzanî tu caran neketibû rewşeke wiha nexweş. Wî gelek zorî dîtibûn û gelek caran jî ketibû rewşên zor, lê qet wiha bêçare ne bûbû. Niha êdî xwarina gelê kurd jî ketibû xeterê. Rewş bi her awayî li gora hesabên cûntayê dimeşiya. Kurd jî bi her awayî bi tenê mabûn. Barzanî di dawî de xeber şand cem Hesen al-Bakr ku li ser muzakereyên xwe bidomînin. Êdî xwînrijandin ne pêwîst bû. Lê Bexdayê pêşniyarên Barzanî qebûl nekir.

Barzanî di 22ê adarê de bi riya radyoya kurdî careke din bangî Amerîkayê kir da ku zor bidin Îranê ku şerrawestandinê dirêj bikin. Bi vî awayî gelê kurd dikaribû derbasî Îranê bibe.

Gelê ku ji ber êrîşên cûntayê direviya, berê xwe dida sînorên Turkiyeyê (bakurê Kurdistanê) û Îranê (rojavayê Kurdistanê). Lê sînor bi her awayî girtîbûn. Di destpêkê de çend kesên ku derbasî bakur bûn, hatin girtin û bi şûnde hatin şiyandin. Leşkerê Saddam ew tev kuştin. Vê rewşê di nav kurdan de panîkeke mezin pêk anî.

Di vê rewşê de Barzanî tevahiya giregirên Partiyê û şoreşê civand. Wî rewş îzeh kir û herkes di kiryarên xwe de azad hişt. Dê ew bi xwe derbasî Îranê bibûya û pêşniyara wî ji bo yên din jî ev bû. Lê kesê ku bixwesta, dikaribû bimîne û şer bidomîne. Kes li hember pêşniyara wî derneket û ji bo xwevekişandinê biryar hat wergirtin.

Xwevekişandin û derbasbûyîna Îranê di 22ê adarê de dest pêkir. Nêzî 200.000 kurd ji dijminekî reviyan û xwe avêtin tor û bextê dijminekî din…

Piştî têkçûna Şoreşê…

Şoreşa kurd careke din ji bo demekê be jî bi dawî hatibû. Barzanî, serok û serleşkerên şoreşê dîsa li nefiyê bûn. Barzanî û hevalên xwe, xwe avêtibûn bextê Şahê bêbext.

Barzanî êdî biryar dabû; wî diyar kiribû ku wî dev ji rolê serokatiyê berdaye. Pêwîst bû êdî neteweyê kurd serokên din ji nav xwe derxe. Dema wî bi rojnamevanê Misirî Hasaneyn al-Haykal re xeber dida, wiha digot:

“Şoreşa kurd bi dawî nehatiye, niha bi tenê navbir daye û bêhna xwe dide. Rola min bi dawî hatiye, lê gelê kurd li cihê xwe ye û dikare serokên ku berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derêxe. Rola min tewa bûye, lê ne mumkin e ku dawiya gelê kurd were.”

Barzanî ji destê dijmin, ji tade û zordariyên dijmin gelek dîtibû. Wî dizanibû ku dijminên kurdan çiqas dijwar û barbar in. Ji lewre jî tu caran xwe ne da destê dijmin. Xayîntî û bêbextiya dijmin di gelek rewş û awayan de jê re bûbûn ders.

“Min xwe neda dest, lê me xwest ku em niha şoreşê bi dawî bînin. Bêşik min dikaribû piştre jî şoreş bida domandin, lê min nexwest zêde xwîn bête rijandin. Min her wiha xwest ku bi vî awayî rola xwe jî bi dawî bînim. Lê ev ne dawiya şoreşa kurdan e…”

Tevî van gotinan jî xwe avêtibû bextê dijminekî bêbext. Lê êdî tu mecal jê re nemabûn. Dor li wî û gelê kurd pir teng bûbû. Dijmin pir xurt û bi fen bû. Piştî ewqas tekoşîn û serhildan gelek westiya bû jî. Ya rastî ew ne ji şer westiyabû. Ew bêtir ji bêbextiya dijmin û kurdên ku mil didan wan westiya bû.

Piştî ku derbasî Îranê bû, nexweşîna wî hê bêtir giran bûbû. Heta ku di şoreşê de serokatiya serhildanê dikir, kes pê nehisandibû. Niha êdî wî nikarîbû wê veşêre û rewş roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçû. Li ser vê partiyê û malbata wî di destpêka 1976an de Barzanî şiyandin Amerîkayê.

Têkçûna şoreşê di nav kurdan de rewşeke nû derxist holê. Kurd êdî bi hev ketibûn û çaralî hev sûcdar dikirin. Nîqaşên piştî şoreşê, mîna her şoreşan,  bi xwe re dîtin û şiroveyên cihê dixistin rojevê. Bêşik nakokiyên ku gelek caran berî şoreşê jî dihatin rojevê, vê carê êdî bêtir eşkere bûbûn. Dê vê rewşê kurdan bi her awayî perçe bikira û dê di pêvajoyê de alozî û nexweşiyên girîng bianîna holê. Ji hêlekê ve serokatî, ango malbata Barzaniyan dihat sucdarkirin û bi taybetî jî Barzanî bi kevneperestiyê dihat îthamkirin. Her wiha wê demê gelek kesan dîtinên çep û marksîzmê jî, ku êdî hêdî hêdî li Kurdistanê jî belav bûbû,  ji xwe re dikirin mertal û êrîş dibirin serokatiya şoreşê. Ji hêla din ve jî du rêxistinên cihê, YNK û Qiyada Miwaqit dest bi xebateke nû kiribû.

Şoreş bi ser neketibû lê ne dibû ku gelê kurd bê serokatî bimîne. Ji hêlekê ve Celal Talabanî û hevalên xwe ji bo serokatiyê û avakirina tevgêreke xurt (YNK) çalakî dikirin û ji hêla din ve jî hinek endamên komîteya merkezî ya PDKê bi navê “PDK Qiyada Muwaqet” (QM) dest bi xebateke nû kiribûn. Wan ji xwe re “stratejiyeke nû” qebûl kiribûn û êdî xwe di nav sefên pêşverû de dipejirandin.

Yekemîn konferansa QM di tebaxa 1976an de li Berlînê çêbû. Barzanî, ku li Amerîkayê bû, dîsa weke serokê partiyê hat hilbijartin. Sami Abdulrahman bû sekreterê partiyê. Mesûd Barzanî, Cewher Namik, Kerîm Sincarî, Alî Abdullah, Dr. Kemal û çend kesên din jî bûn endamên komîteya merkezî.

Barzanî li Amerîkayê di nexweşxaneyekê de dima. Ev ne cara pêşî bû ku dûrî welatê xwe bû, lê dîsa jî hesreta welat û azadiya gelê kurd di hişê wî de bû. Tevî êşa xwe ya xedar jî ew li hatina neteweyê xwe difikirî. Tevî ku êdî ne faal jî bû, car caran bi rojnamevan û siyasetmedarên cîhanê re diaxifî û pirsa kurdî dianî ziman.

Çaxê ku Jimmy Carter bû serokkomar, Barzanî jê re nameyekê şiyand. Dê Barzanî di nameya xwe de wî ji bo hilbijartina serokkomariyê pîroz bikira û pirsa kurdan û tekoşîna wan bi dirêjî bianiya zimên. Wî her wiha rewşa têkçûna şoreşê û sedemên wê jî binav dikir û li ser alîkariya “dostên kurdan” ku hindik û bi derengî digihîşt destê wan agahdarî dida wî.

Barzanî di nameya xwe de ji Carter dipirsî:

“Birêz serokkomar, em ne li hember lihevhatina Îran û Iraqê bûn; lê gelo pêwîst bû ku kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê? Me kurdan bi soz û bextê Yekîtiya Amerîkayê û Îranê bawer kir û li hember cûntaya Iraqê şer kir. Ew soz û bextê ku ji bo azadiyê hatibû dayîn li kuderê ma? Li kampên Îranê yên penaberiyê? Li başûrê Iraqê ku kurd hatin nefîkirin? Di belavbûna kurdan a li rojavayê? Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan? Di bin îşkenceyên mirinê de? Neteweyê YDAê ku ji bo hemû gelan şayanî serfiraziyê ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasiyê avêtiye, dikare piştî vê rola ku di têkçûnê azadiya kurdan de leyîstiye, bêyî însîyatîf bimîne?”

Barzanî di nameya xwe de fikra Jefferson jî tîne bîra Carter û wiha dibêje:

“Dibe ku xeyalên me ne mîna yên birêz Jefferson berfireh bin. Lê em bi tenê otonomiyekê daxwaz dikin. Me ji bo vê şer kiriye, em ji bo vê mirine û em dê hertim vê bibîr bînin. Amerîkayê vê temînatê daye kurdan û ez ji hukûmeta we ya nû vê hêvî dikim.”

Dê Jimmy Carter jî tu bersîv neda Barzanî. Barzanî pir aciz bûbû û careke din jê re name şiyand. Wî di vê nameyê de hêvî dikir ku Carter ziyaret bike û pirsa kurdî bîne zimên. Lê ev name û daxwaz jî bêbersîv ma.

Nexweşîna Barzanî di sala 1978an de pir giran bûbû. Lê wî wesiyet kiribû; divê biçûya welatê xwe û di nav gelê xwe de nefesa xwe ya dawî bida. Pir mixabin negihîşt Kurdistanê. Dema naaşê canê pak gihîşt Kurdistana rojhilat, bi sedhezaran kurd li bendê bûn û bi mîlyonan kurd jî xemgîn û melûl bûn. Neteweyê kurd serokê xwe, serokê serhildan û şoreşa salan wenda kiribû. Êdî Barzanî ji kurdan xatir xwestibû û çûbû ser heqiya xwe…

Tiştekî gelek balkêş e ku cîhekî taybetî ya meha adarê di jiyana wî de hebû. Ew di 14ê meha adarê de hatibû dinyayê. Wî di 11ê adarê de navê xwe li bin Peymana 11 ê Adarê dinivîsand ku vê peymanê mafên kurdan a otonomiyê qebûl dikir. Serokê nemir di 1ê adarê de çavên xwe ji jiyana bêbext re digirt û dest bi jiyaneke bêdawî dikir. Herçî ew alîjiyan bûbû jî, wî di dilê gelê xwe de xwediyê ciyekî taybetî girtibû û dê ew her dem mîna serok û tekoşerekî gelê xwe bijiya.

Di çavên hinek siyasetmedar, ronakbîr û rojnamevanên cîhanê de Mustafa Barzanî

“Serokekî ku kevnî û nûjeniyê digîjîne hev. Xwe bi her awayî daye tekoşîna gelê xwe.”

Cemal abdul-Nasser; serokkomarê kevn ê Misirê

“Serokekî dîrokî ku ji bo gelê xwe bi salan li hember neheqî û barbariyê tekoşîna azadiyê da.”

Kemal Jumblatt; serokwezîrê kevn ê Lubnanê

“Ya rastî Mustafa Barzanî, serokê tekoşer, dîroka şoreşa kurdî ye.”

Edgar O’Ballance, “Kurdish Revolt”; serleşkerê Îngîlîzî

“Mustafa Barzanî merivekî mezin bû…  pêwîst e em dîroka wî bixwînin.”

Husnî Mubarek; serokkomarê Misirê

“… Jiyana wî, her weke ku bi serê gelek kurdan ve hatiye û ev perçeyek ji çarenûs û trajediya jiyana wan e, rêzek ji ya şer û nefiyê bû…”

Davîd Adamson; “The Kurdish War”, rojnamevanê Îngîlîzî

“… Tê gotin ku ew di warê siyaset û şervaniya dîroka kurdî de piştî Selahaddînê Eyyûbî merivê herî girîng e.”

Dr. Guenther Dischner; nivîskarê Elmanî û nivîskarê “Sallah Al Dine-Al -AYUBI’S Grandchildren”

“Di Rojhilata Navîn de serokekî mîna wî nehatiye dîtin…”

Dana Adams Schmidt; rojnamevanê Amerîkî

“Musatafa Barzanî di dîroka gelê kurd de sembola tekoşînê bû.”

Rene Maurice; sekreterê presê yê Francois Mitterand

“Ji nav tevahiya leheng û şehîdên kurdan ên ku beşdarî tekoşîna rizgariyê bûne, cihê Mustafa Barzanî di dilê kurdan de herî taybetî ye.”

Jonathan Randall; rojnamevanê Amerîkî û nivîskarê “The Roads of Kurdistan As I Travelled Them”

Kovara WAR, Hejmar: 13

Çavkanî

* William Aegleton, Mahabad Kurd Cumhuriyeti 1946 (Komara Kurd a Mahabadê 1946); Koral-1990

* Sait Kirmizitoprak, Kürt Millet hareketleri ve Irak’ta Kurdistan ihtilali  (Serhildanên Neteweyê Kurd û şoreşa Kurd li Iraqê); Apec-1997

* M. Siraç Bilgin, Barzani; 1990

* M. Siraç Bilgin, Barzani’nin son yillari (Salên dawî yên Barzanî); Hiddekel-1993

* Dr. Abdurrehman Qasimlo, Kurdistan û Kurd; Jîna Nû-1991

* Kurdistana Îroyîn, problemên tevgera netewî; Roja Nû-1998

* Prof. Dr. şakirê Xidoyê Mihoyan, iki dünya savaşi arasinda Irak’ta  Kürt sorunu (Di navbera herdu şerên Cîhanê de li Iraqê pirsa Kurdî); Jîna Nû-1990

* Barzani’nin tarihi geçmişinden Sovyetler Birligine tarihi yürüyüşü 1945-1958 (Di jiyana Barzanî de meşa wî ya dîrokî ya Yekîtiya Sovyetan) ; Weşanên Yekîtiya Demokratên Kurdistan-1987

* Kerîm Husamî, Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mahabad); Jîna Nû-1986

* Abdul Kadir Brifcani, From Mustafa Barzani to Masoud Barzani (Ji Mustafa Barzanî ta Mesud Barzanî); TWA Limited-London, 1999

* Mesud Barzanî, Barzanî û