Dewleta Federe ya Kurdistanê encama xebat û têkoşîna 100 salî zêdetir ava bû. ew keda hemû kurdan; keda Şêx ûbeydûllah Nehrî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed, Şêx Mehmûd Berzencî, Mele Mistefa Barzanî, Êmîrxan Smaîl Axa, Xalid Begê Cibrî, Şêx Seîdê Pîranî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed,  Serok Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, pêşmergeyên qehreman e.

Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewamiya Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, Otonomiya Kurdistanê, Şoreşa Milî ya îlonê, Şoreşa  Milî ya Gulanê, Serhildanên Sivîl yên li Kurdistanê ye.

Dewleta Federe ya Kurdistanê hêlîna hemû kurdên dinyayê, kurdên hemû beşên Kurdistanê ye. Pêşeroja hemû kurdan e. Bingeha azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Bingeha mafên neteweyî li hemû beşên Kurdistanê ye. Dema ku tiştekî nexweş bê serê Dewleta Federe ya Kurdistanê, ew xirabiya li hemû kurdan dibe.

Divê her kurdek bi vî çavî li Dewleta Federe ya Kurdistanê binêre, Dewleta Federe ya Kurdistanê biparêze.

Hezar mixabin serweriya Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin xeter û tehlûkeyeke mezin de ye. Em bi salen e ku vê xeteriyê dest nîşan dikin û dinivîsînin. Pêşniyaran ji Hikûmeta Kurdistanê, partiyên siyasî, hemû dezgehên Dewleta Federe ya Kurdistanê re pêşkêş û daxwaz dikin.

Hezar mixabin ev pirsgirêke çareser nebû. Ev xeteriya mezintir bû.

Du belgeyên li jêr di merhelaya dawî de tê nîşan kirin ku PKKê serweriya û ewlakariya Kurdistanê çewa xistiye bin xeteriyeke mezin.

Ez van herdu belgeyan pêşkêş dikim.

DÎROK DUBARE (DUPET) DIBE…

Beriya 40 salî PDKê bi PKKê re tîfaq çêkir. PDKê, ji PKKê re bû alîkar. PKKê li Behdînanê cîwar bû. Hezar mixabin piştî demekê PKKê dest bi xirabkirina herêma rizgarkirî kir. Pêşmergeyên Partiya Komunîst ya Iraqê û KUK-SE kûştin. Hewil da û biryar girt ku berpirsiyarên PDKê yên li Behdînanê bi tevayî tasfiye bike û bikûje.

Wê demê kurdpewerekî di Komîta Navendî ya PKKê de reviya hat cem PDKê. Ev plana xeter û barbar û nekurd û projeya dewletên dagirker deşîfre kir.

Heman tişt di ev dema dawî de pêk hat. Fermanderekî PKKê reviya hat cem Hikûmeta Kurdistanê, planên PKKê yên xeter yên vê merheleyê deşîf re kir.

Em beşekî îtîrafên fermandarê PKKê binêrin.

Belge : 1- Îtîrafên fermandarê PKKê ye..

“Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tomara vîdeo ya fermandarê payebilind ê PKKê Ozgur Jiyanda belav kir, ku tê de hûrgiliyên şehîdkirina pênc Pêşmerge û şehîdkirina Xazî Salih Alîxan eşkere dike.

Fermandarê PKKê Înan Çelîk ku bi navê Ozgur Jiyanda tê nasîn û ji gundê Kindiras ê ser bi navçeya Tetwanê ya Bakurê Kurdistanê ye, eşkere kir ku di sala 2008an de tevlî PKKê bûye û di sala 2020an de gihiştiye pileya fermandariya eyaletê.

Ozgur Jiyanda ragihand ku ew di 9ê Hezîrana 2021ê de ji PKKê veqetiyaye.

Jiyanda hûrgiliyên şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Serzêrê Xazî Salih Alîxan eşkere dike û dibêje ku li Herêmê gelek kesên ku bi welatparêziya xwe, bi welatperweriya xwe li ser karê xwe ne, bi navê sîxûriyê têne pênasekirin û tên kuştin û tên şehîdkirin, yek ji wan jî Şehîd Xazî ye.

Ozgur Jiyanda eşkere dike: “Şehîd Xazî însanekî ku di mala xwe de, li ser axa xwe bû, hinek tiştan ji bo PKKê nedixwest bike, ji bo vê yekê PKK ew weke hedef dabû nîşandan.”

Jiyanda dibêje: “Qasî salekê bû ji ber ku Pêşmerge were bisekine, hazirî dihate kirin, haziriyên weke; erd hemû hatibû mayînkirin, li gor pêwîstiyên ku li Pêşmerge bixe sîleh hatibûn bicihkirin, sîlehên giran, sîlehên sûîqestê, qenas hatibûn bicihkirin.”

Li ser bûyera şehîdkirina pênc Pêşmerge li çiyayê Metîna, Ozgur Jiyanda eşkere kir: “Di wê demê de kî li ser sîlehê bû nizanim, lê weke ku ez dizanim berpirsyarê wê Harun Dêrsim û Ozgur Rojava li ser wê sîlehê bûn.” (Kurdistan24)

 Ev îtîrafan jî gelek baş diyar dikin ku PKKê  her çiqas rêxistineke terorîst, biyanî, dagirker e; lê li Dewleta Federe ya Kurdistanê wek rêxistineke serwer tevdigere.

Ji vê xetertir mijar, li hemberî vê xeteriyê bêdeng mayîn e. Ev jî di pêşerojan de pirsgirêkê mezintir dike.

Loma jî Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi nameyekê ev xeteriya diyar kir. Min jî di telewîzyona ARKê de nêrînên xwe di derbarê nameyê û rewşa û statuya PKKê de li Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, ji hemû partiyên Kurdistanê daxwaz kir ku li hemberî PKKê xwediye helwestek hevbeş û mişterek bin.

Ev hewildanan jî xeteriya PKKê li Kurdistanê diyar dike.

Belge: 2…

LI SILEYMANIYÊ DESTHİLATDARÎ DI XETERIYÊ DE YE…

Di basnewsê de nûçeyeke wek belgeyekê hat belav kirin. Vê nûçeyê jî xeteriya li ser serweriya Dewleta Federe ya Kurdistanê bi awayekî din diyar dike. Ev belge wisa dibêje:

BasNews- PKKê roj bi roj hegemoniya xwe li Silêaniyê zêdetir dike û wan hemû hêzên xwe yên di şer de şikest dixwin dibe Silêmaniyê û herêma Silêmaniyê. Çavdêrên siyasî hişyariyê didin û mezinkirina mar wê bibe ejdarha û wan bi xwe qût bike.

Di heyama hefteyekê de 2 caran balafirên şer ê Tirkiyê li herêma Silêmaniyê çekdarên PKKê armanc û herî dawî di êrîşa duhê de li Gelaleyê 2 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Herwiha di hefteya borî jî de ji ber êrîşe çekdarên PKKê 3 kes hatibûn kuştin.

Çavkaniyekê ji herêma Silêmaniyê ji BasNewsê re aşkere kiriye, PKKê gelek hêzên xwe yên di şerê li gel Tirkiyê de şikestine vediguhêze Silêmaniyê û bi nan û avê gundiyan dijîn û bacê ji gundiyan werdigirin.

Herwiha akademisyen û şîrovekarê siyasî Dr.Soran Sêwkanî derbarê wê hewla PKKê ya bi cîbûna li Silêmaniyê ji BasNewsê re axivî û aşkere kir PKK karîgeriyek xirab li wan herêman kiriye yên lê bi cî bibû. Niha PKK li herêma Helebce û Silêmaniyê li ser sînor weke parêzerekî sînor kar dike. Herwiha Dr. Soran Sêwkanî dibêje: “Ji Hewramanê heta Qendîlê PKK hewl dide îdeolojiya xwe belav bike, heta radeyekê jî karîne wî karî bikin. Çûnke medyaya vê herêmê alîkarê mezinbûna PKKê ye û hinek endamên bilind ê YNKê jî di wê baweriyê de ne hebûna PKKê di berjewendiya wan deye û PKKê li dikî PDKê bi kartînin. Lê ew nizanin mar dibe ejderha û wan bi xwe qut dike û mumkune YNK êdî nema dikare rewşê kontrol bike û destê welatên cîran di wî karî de hebe.’’ Herwiha Dr. Soran Sêwkanî amaje bi wê yekê jî dike Tirkiye bi her awayî hewl dide PKKê ji sînorên xwe dûr bixe û nahêle ku PKK li vir jî bi aramî bisekine û bi rêya îstîxbaratê wê endamên PKKê bike armanc.”.

Ev rewşa di salên bihûrî de ji aliyê Goranê  û beşek YNKê ve hatibû diyar kirin ku Sileymaniyê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê biqetînin, bi Hikûmeta Federal ya Iraqê re girê bidin.

Loma  Serweriya Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin xeteriyeke mezin de ye.

Divê Hikûmeta Kurdistanê pêşiya vê xeteriyê werbigre. Wek dewletekê serweriya xwe ya neteweya kurd biparêze.

DIVÊ DI NAVBEYNA BEŞÊN KURDISTANÊ Û RÊXISTINÊN KURDISTANÊ DE HIQÛQA LI DEWLETA KURDISTAN YA MEHEBADÊ CÎ BI CÎ BIBE…

Hîç şik tune ye ku Kurdistan weletek e. Lê welatekî parçebûyî ye. Neteweya kurd, yek neteweyek e. Girêdayî parçebûna Kurdistanê parçe bûye.

Loma jî divê di navbeyna beşên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê de hevkarî, pêwendî, danûstandin, tîfaq bibe. Lê divê destwerdanî nebe. Her beşek ji hiqûqa beşên din re, her partiyek him li beşa xwe û him jî li beşên din ji hiqûqa partiyan din re rêzgirtî be.

Ev hiqûqa jî d Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de şiklek qezenç kir û bû çandeke siyasî û pêwendiyên navber beşan.

Serok Mele Mistefa Barzanî bi hêza xwe ya pêşmergeyan ve çû Rojhelata Kurdistanê û li wir jî beşdarî avabûna dewletê bû. Pêşmergeyên xwe xist xizmeta Dewletê, bi xwe jî seroktiya Qadi Mihemed û desthilatdariya dewletê qebûl kir. Biryarên wan cî bi cî kir. Tu wext negot ku ez we nas nakim, ezê bi serê xwe bibim hêzek û serokekî.

Kurdekî dilsoz, serokkekî  dilsoz, partî û rêxistineke dilsoz ya kurd vê yekê dike.

Hezar mixabin PKKê rêxistineke Kurd û Kurdistanê nîne. Loma alîkariya ji wan re tê kirin, wek xirabî vedigere mirov, partiyan.

PKKê ji hiqûqa navber beşên Kurdistanê û partiyên Kurdistanê rêz nagre. Detswerdaneke gelek milîter û mirovkûj dike. Partriyên Kurdistanbê û Dewleta Federe ya Kurdistanê rewa nabîne.

Li Dewleta Federe ya Kurdistanê jî nûha ev xirabiya PKKê pêk tê.

Loma jî divê Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê gor dewletekê û şertê nû û qerektera PKKê  tev bigere. Divê di derbarê PKKê de xwediyê biryar û stratejiyekê nû be. PKKê terorîst, biyanî, dagirker, ne yasayî îlan bike.

Dewleta Federe ya Kurdistanê wek dewletekê tev bigere. Divê xeteriya li ser desthilatdarî û serwerî û hiqûq û sîstema xwe ji holê rake.

Diyarbekîr, 25. 06. 2021