Ez di vê nivîsa xwe de li ser du mijarên girîng radiwestim. Mijara yekemîn:  Demazrandin û  dîrok û têkoşîna Partiya Demokrat a Başûrê Kurdistanê (PDK a Başûr) e. Mijara duyemîn: Li Rojavayê Kurdistanê xebata tîfaqê li çi qonaxê  ye û dijitiya PKKê li hemberî tîfaqê.

DAMEZRANDIN Û DÎROK Û TÊKOŞÎNA PDK A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ…

Partiya Demokrat a Başurê Kurdistanê beriya 74 salan, di 16ê Tebaxa 1946an de, piştî Şerê 2-emîn yê Cîhanê û PDK a Rojhelata Kurdistanê ava bû. Ez dikarim bibêjim ku PDK a Rojhelata Kurdistanê û avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê jî raste rast di avakirina PDK a Başûr de xwediyê rolekî girîng bû. Di heman dem de dema ku li dinyayê bi taybetî jî li dinyaya Rojava û Ewrûpayê demokrasî wek rejîm hat pejirandin û pêşket, PDK a Başûrê Kurdistanê jî ava bû. Ji bona xwe hiqûq û rê û rêbaza demokrasiyê pejirand.

Gelek balkêş e ku  li hemû dinyayê rejîma demokrasiyê populer bû. Partiyê wê dema ava bûn di navên xwe de peyva demokrasiyê bi kar anîn.. Li Tirkiyeyê jî Partiya Demokrat (DP) di sala 1946an de ava dibe.

Partiya Demokrat a Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya Serokê Neteweyî Mistefa Barzanî de ava bû.. Sekreterê giştî yê yekem jî Hemze Evdillah bû. Lê piştî ku Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û gelek hevalên xwe  derbasî Yekîtiya Sovyetê dibin, Ibrahîm Ehmed û hevalên wî encamên komployên gelek xirab Hemze Evdillah tasfiye dikin. Îbrahîm Ehmed dibe sekreterê giştî yê partiyê. Wê demê diyar dibe ku îbrahîm Ehmed ji bona neteweya kurd ne, ji bona xwe û taqima xwe xebat dike. Di encamê de ew îxtirasa û zihniyeta wî ya komployî ew kir hevalê Partiya Baasê.

Hîç şik tune ye ku PDK a Başûrê Kurdistanê li ser bingeheke xûrt ava bû. Li pişt wê dîrokeke bi şeref û xûrt hebû. Ew piştî serhildana û reforxwaziya Şêx Ebdûlselm Barzanî, desthilatdariya kurd ya dema Şêx Abdulselam; serhildana Şêx Ehmed (1932), Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî (!933-36), serhildana neteweyî ya Mele Mistefa Barzanî ya 1942-45an ava bû. Ji aliyê gelek grubên siyasî yên kurdperwer ava bû.

PDK a Başûrê Kurdistanê xwediyê dîrokek bi rûmet e. Dema ku Serokê Neteweyî û Efsanewî Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyan, partî bû partiyeke vekirî û yasayî. Partî bû xwediyê qiymet û qedirbilindiyeke mezin. Di nav kurdan de qeraktereke civakî û kîtlewî qezenç kir.

PDK a Başûrê Kurdistanê di siyaseta Iraqê û siyaseta navneteweyî û herêmî de bû partiyeke serek e. Di guhertina  makezagona (Qanûna Esasî) a Iraqê de bû xwediye roleke pêşeng. Di makezagona Iraqê de hat qebûl kirin ku Iraq ji du neteweyan (neteweya kurd û ereb) ava bûye. Li Iraqê jî du ziman, zimanê kurdî û zimanê erebî zimanê fermî û perwerde ye.

PDK a Başurê Kurdistanê li Iraqê sîstem desenralîze kir. Ji sîstema otonomxwaz û federal re rê vekir.

Hezar mixabin piştî ku derbeya leşkerî çêbû, Hikûmeta Merkezî ya Iraqê ji  peyman û guhertina makezagonê re xwedî derneket. Diyar bû ku dê li hemberî kurdan şer bike.

PDK a Başûrê Kurdistanê û Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî dema ew xeteriya dîtin û tespît kirin, ji Baxdayê çû li Kurdistanê çîwar bû. Li Kurdistanê dest bi amadekariya şer kir. Di îlona 1961an de Hikûmeta Merkezî ya Iraqê dest bi êrîşê kir. Wê demê PDK a Iraqê û Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî biryar da ku “Şoreşa Neteweyî ya Îlonê bimeşîne. Di encamê de şerekî dijwar dest pê kir.

Hezar mixabin di vê pêvajoyê de Îbrahîm Ehmed û hevalên wî li dijî Mele Mistefa Barzanî derketin. Di sala 1966an de çûn bi Basasê re tîfaq kirin û li dijî Şoreşa Neteweyî ya Kurdistanê şer kirin.

Lê di encamê de Şoreşa Neteweyî ya îlonê û Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî serkeftî bûn. Baas mecbûr bû ku di 11ê Adar a 1970yî de bi PDK a Başûrê Kurdistanê re Peymana Otonomiyê/Hukmî Zatî îmza bike.

Dema ev peymana çêbû, pirsa Kerkukê çareser nebû. Ji bona Kerkûkê biryara plebîsîtê hat pejirandin ku di sala 1974an de jî plêbîsît çê bibe. Lê Baasê ji bona ku ji encama plêbîsîtê ditirsiya, loma ji bona ku peymanê xirab bike gelek planên qirêj meşandin. Ji bona serok Mele Mistefa Barzanî gelek sûîkast amade kirin, serkeftî nebûn. Loma di sala 1974an de dest bi şer kirin û êrîşkirin ku Otonomiya Kurdistanê têk bibin. Hezar mixabin bi piştgiriya çar dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî bi piştgiriya Dewleta Îranê û Emerîka û Yekîtiya Sovyetan serkeftî bûn. Otonomiya Kurdistanê rûxandin.

Lê li Başurê Kurdistanê, PDK a Başûrê Kurdistanê di 26ê Gulana 1976an de dîsa dest bi Şoreşa Neteweyî ya Gulan kir. Ev car ji partiyê re Mesûd Barzanî serokatî kir. Lê gelek kesên hêja jî bi wî re bûn. Ew jî di serokatiyê de  xwediyê rolekî Mezin bûn. Cewher Namîk û Samî Abdirrehman ew du kesên bi navûdeng bûn.

Dîroka PDK gelek dirêj e. Piştî  sala 1991ê pêvajoyek nû ji bo PDK û ji bo kurda û Kurdistanê destpêkir. Kurd bûn xwediyê statuyekê, parlemento ya Kurdistanê hate avakirin. Li  Kurdistanê de cara yekem sala 1992ê hilbijartin pêkhat û parlementoya Kurdistanê dest xebata xwe kir.

Di sala 1976an de YNKê jî ava bibû.

PDK a Başuré Kurdistanê û YNKê bi hev re Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kirin. Di sala 2005an de jî, ji bona ku li Iraqê dewleta federal ava bibe, bûn bingeheke girîng.

Di bin pêşengiya Serok Mesûd Barzanî de,  PDKê û YNKê di sala 2017an de refêrandûma serxwebûna Kurdistanê li dar xistin. Serkeftî bûn. Ji %93 kurdan ji serxwebûna Kurdistanê re “erê” got.

Hezar mixabin piştî vê serkeftinê, grubek YNKê ji Hikûmeta Nevand ya Iraqê û bi dewletên kolonyalîst û emperyal re bûn heval, Kerkuk hat îşgal kirin. Di vê qonaxê de jî ev dagirkeriya dom dike.

Divê ku PDKê vê îxanetê ji holê rake. Ber bi dewletbûnê gav bavêje.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TÎFAQ Û DIJITIYA PKKÊ Û ÊRÎŞA CIWANÊN ŞOREŞGER…

Beriya çen mehan diyar bû ku li Rojavayê Kurdistanê tîfaq pêk hatiye. Piştî wê daxûyanî minaqeşeyeke dest pê kir. Piştî ev minaqeşeyan derket holê ku li Rojavayê Kurdistanê tîfaq çênebûye, ji bona tîfaqê hewildan heye. Emerîka û Fransa jî ji vê xebatê re serpereştî dikin.

Pişt re hat diyar kirin ku bi giştî li hevkirinek çêbûye û xebata esasî ya tîfaqê dest pê kiriye.

Di ser wê daxuyaniyê re gelek wext derbas bûye. Hîn encamek nehatiya holê. ENKS û PYDê di derbarê vê mijarê de hîn daxuyaniyeke hevbeş neda ku di pirsên esasî û bingehî de li hev kirine, an li hev nekirine? Dê bi hev re xebat bikin?  Dê bi hev re li Kurdistanê desthilatdar bin? Dê gor plûralîzmê rêvebirina Kurdistanê realîze bikin?

Diyar e ku astengiyê mezin hene. Di vê navberê de şîrketeke Emerîkî bi PYDê re ji bona petrolê peyman çê kir. Peyman ji bona petrola Derêzorê ye. Gelo di tîfaqê de statuya wan petrolan û petrolê Kurdistanê dê çewa bibe? Ev mijareke girîng e. Heta ez dibêjim ku li pêş hevkarî û tîfaqê jî asteng e.

Ji aliyê din de PKKê aşkere dijitiya xwe ya vê tîfaqê diyar dike.

Berpirsên PKKê gelek bi zelalî didin xuyakirin ku ew naxwazin ev yekrêzî pêkwere. Daxuyaniya Cemîl Bayik di vê xalê de gelek aşkere ye.

Ji aliyek din ve bi provakasyonên PKK kesên girêdayî Qendîlê, êrîş birin ser ofîsa PDKSê û ala Kurdistanê daxistin û ofis şewitandin, sloganên PKK li ser dîwarên ofîsê nivîsandin.

Hesen Remzî, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) li ser êrîşê diyar kir: “Roja şemiyê nêzîkî saet 20:00ê êvarê, grûpeke bi navê Ciwanên Şoreşger ya ser bi PYDê êrîşî ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li rojhilatê bajarê Qamişlo kirin, vê grûpê li ser deriyê ofîsê li ser logoya partiyê û Ala Kurdistanê gelek tiştên xirab bi boyaxa reş nivîsîn, sloganên xwe avêtin û agir li pêşiya ofîsa me vêxistin. Bi qasî saetek û saet û nîv ev berdewam bû.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê destnîşan kir ku di salên çûyî de jî grûpên bi heman navî êrîşî ser ofîsên PDK-Sê dikirin û got: “Ofîsên me dişewitandin û gelek caran Ala Kurdistanê binpê dikirin û dişewitandin. Mixabin. Ev kiryarên wiha di vê qonaxê de ku em tê re derbas dibin, em weke ENKS bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S), em baweriyê bi diyalog û gotûbêja Kurdî-Kurdî dikin, ji ber ku em dibînin yek ji faktorên ku dilxweşî û aramiyê û herwiha heval û dostên Kurdan bêhtir pêk bîne, ev yekrêziya hanê ye. Ji ber vê yekê em di vê qonaxê de ev êrîş êrîşeke xirab e, xuya ye hinek kes, şepêlek heye di nav PYDê de naxwazin ev diyalog bi rê ve here û miletê Kurd bigihe rehetiyekê ku jiyaneke xweş û aram bijîn li Kurdistana Sûriyê.”

Ev gruba Apocî û PKKyî ne. Ev êrîşa jî nîşan dide ku PKKê li dijî tîfaqaka Rojavayê Kurdistanê ye.

Diyarbekîr, 21. 08. 2020

([email protected])