Ez dixwazim li ser du mijarên girîng rawestim. Mijarek rojane ye, mijarek jî dîrokî ye.

LI BAKURÊ KURDISTANÊ JÊBER Û ROJEVA ŞAŞ: YEKÎTIYA NETEWEYÎ…

Gundî afirandarên domdar nînin. Gundiyek dema tiştekî bike û bi afrînê, gundiyên din wê dişopînin. Dema ku şopar dibin, paşî û pêşîya wî karî hesab nakin. Ev kara bi qezenc e û an jî bi zerar e, zêde ji bona wan mijareke girîng nîne. Dema gundiyek traktorekê bikire cîranê wî jî dikire. Hewcedar e, an ne hewcedar e,ji bona wan girîng nabe.

Gundî ji jêberê hez dikin. Hemû jêberên xwe dubara dikin.

Sinifa siyasî ya Kurdistanê û bi taybetî jî sinifa siyasî ya Bakurê Kurdistanê jî, xwediyê jêber in. Jêberên wan ji derve de tên û an jî ji dîrokê tên. Ew wan jêberên xwe hîn dubarê dikin.

Sinifa Siyasî ya Bakurê Kurdistanê di heman dem de bi dehan salan e ku nikare hespan bixe pêşiya erebeyê, her dem erebeyê dixe pêşiya hespan. Loma jî mijarên xwe û sedemên mijarên xwe nikare tespît bike, heman tiştî dubare dike.

Hîç şik tune ye ku sinifa Bakurê Kurdistanê xwediyê berçavika hespan e jî, bes  ciyê lê dinerê dibîne. Hewirdora xwe nabîne. Tespît û çareseriyên xwe bi vê berçavikê dibînin û tespît dikin; li çareserî digerin, çareserî jî nabe çareserî, dibe pirsgirêkeke nû.

Li Kurdistanê û bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê di rojev tespîtkirinê de xwediyê jêberekê ne û loma jî xwediyê rojeveke rast nînin. Erebê dixin pêşiya hespan. Xebata xwe ya yekem didin aliyekî, bi mijar û pirsên din re eleqeder dibin.

Li Bakûrê Kurdistanê di mijara “Yekîtiya Neteweyî” de heman jêber û mentalîte heye. Ev jî dubarê dibe, mijarên bingehî nayên tespît kirin û çareser kirin.

Di vê qonaxê de rojeva Bakûrê Kurdistanê avakirina yekîtiya neteweyî nîne.

Lewra Yekîtiya Neteweyî, di Tevgera Neteweyî de pêwîst dibe. Can û rih qezenç dike. Tevgera Neteweyî jî, bi rêxistin û partiyên siyasî û civakî tê ava kirin.Hezar mixabin li Bakûrê Kurdistanê, piştî Derbaya Leşkerî ya 12 Îlona 1980yî tevgera Neteweyî û rêxistinên kîtlewî bi destê Dewleta Tirk û PKKê hat tasfiye kirin.

Loma li Bakûrê Kurdistanê di vê qonaxê de rojeva stratejîk, avakirina Yekîtiya Neteweyî nîne. Ji bona yekîtiya neteweyî bê qewimandin, rêxistin û partiyê hevdemê û bersîva tevgera Kurdistanê bide bê avakirin.

Diyar e ku beriya yekîtiya neteweyî, li Bakurê Kurdistanê karên bê kirin hene. Ev karan nebin, di yekîtiya neteweyî de serkeftin nabe.

Li Bakurê Kurdistanê rêxistin û partiyên ku bi neteweya kurd re di nav pêwendiyê de ne û xwediyê bernameyeke hevdem-rojane tune ne. Nav çi dibe bila bibe, grûbên neteweyî hene. Ew jî nayê wê wateyê ku li Bakûrê Kurdistanê Tevgera Neteweyî heye.

 KOMARA KURDISTANÊ, DEMOKRAT Û HEVDEM BÛ…

Di dîroka nêzik a Kurdistanê de bûyera girîng, avabûna Komara/Dewleta Kurdistanê ye. Komara Kurdistanê piştî Şerê Cîhanê yê 2emîn ku Îran ji aliyê Brîtanyaya Mezin û Yekîtiya Sovyetan de hat îşgal kirin, di sala 1946an de ava bû.

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî Mihemed jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:

“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike.

….”     

Komîteya giştî ya PDKê, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijart.. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikûmet ava kir. Hikûmet ji 13 wezîran pêk dihat:

Hikûmeta Komara Kurdistanê, Ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin,  pejirand.

Komara Kurdistanê bi nav ne, bi wateya rasteqîne dewleta Kurdistanê bû. Ji bona vê yekê çar nîşanên girîng hene.

Nîşana yekemîn: Dema ku Komara Kurdistanê ava bibe, hemû beşên Kurdistanê alîkarî kirin. Di hemandem de dema ku Komara Kurdistanê li Mehabadê Qada Çarçirayê hat îlan kirin, ji hemû beşên Kurdistanê nûner li wir bûn.

Nîşana duyemîn: Dema ku Serokkomarê Kurdistanê Qadi Mihemed û wezîrên wî tên mehkemekirin di parêznameya xwe de girêdayî statuya Nemir Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî, gelek aşkere diyar dike ku. Kurdistan welatek e. Ji aliyê dewletên kolonyalîst ve hatiye parçe kirin. Loma jî Kurdistan wek xaniyekî xwediyê çar xûrfe ye. Mele Mistefa Barzanî jî di nav mala xwe de, ji xûrfeyekê hatiye xûrfeya din.

Nîşana seyemîn: Beşek wezîrên Komara Kurdistanê ji beşên din yên Kurdistanê bûn.

Nîşana çaremîn: Komara Kurdistanê reformên Şêx Evdulselam Barzanî pêk anî.

Komara Kurdistanê bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetê ava bû. Hezar mixabin pişt re jî bi îxaneta Yekîtiya Sovyetan hat rûxandin.

Komara Kurdistanê ya Mehabadê di temena xwe ya kurt de, karêm gelek hêja pêk anî. Di qada aborî û perwerdayiyê de, di demeka teng de gavên girîng avêt.

*Zimanê kurdî, bû zimanê perwerdeyî.

*Ji bona Komarê hêzên leşkerî yên nîzamî hatin avakirin.

*Îstasyoneke radyoyê hate damezirandin.

*Li Şînoyê, li Mehabadê, Bokanê, Saqizê dibistan ava bûn.

*Meleyan êdî li mizgeftan bi kurdî waaz didan.

*Di Komara Kurdistanê de ji bona ku hûnera kurd, şanoya kurd, musîka kurd pêş bikeve xebatên girîng hatin kirin.

*Wek peymaneke civakî makezagon amade bû: Makezagona Komara Kurdistanê, gorî demokrasîyeke pêşketî û pîvanên Wîlson û hêjayiyên Ewrupayî hatibû amadekirin. Sekûlerizm û modernîteke demokratîk hatibû pejirandin. Ev yek ji bo civateke muhafezakar, edetî, îslamî gelek girîng bû. Di makezagonê de wekheviya jin û mêran, mafên sendîqayî, azadiya fikrî, rêxistinî, baweriyê hatibû qebûlkirin.

*Li Komara Kurdistanê, mafên kêmneteweyan hatin pejirandin.

Diyarbekîr, 24. 01. 2020

([email protected])