PKKê, di van rojên dawî de li Dewleta Federe ya Kurdistanê dîsa dest bi êrîşan kir. Di du rojên cûda de 6 pêşmergê kûşt û 7 pêşmergê brîndar kir, 2 pêşmerge jî revandin. Ciyê wan diyar e. Lê pêşmergê nayên berdan. Berpirsiyarên PKKê ji malbata pêşmergeyan re gotiye ku “em dê lêpirsîn û darizandina wan bikin, pişt re bigihîjin armancekê.” Yanî gelek aşkere ye ku PKKê wek her demê Kurdistaniyan direvîne, hepis dike, êşkence dike û dikûje. Gundiyan direvîne û zarokên gundiyan direvîne dike leşker, an bi destê dewletê ew tên kûştin, an jî PKKê wan înfaz dike û dikûje.

PKKê gund û bajar dagirkirine. Nahêlê ku gundî çandiniyê bike. Ji gundiyan xeracê digre. Dema xwest gundiyan ji gund derdixe. Di nav gundiyan da planên xwe qirêj dimeşîne. Gundiyan li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê bike dijmin, perwerdeyê dike, bi zorê û bi tirsê û bi terorê gundiyan dike dijminê Dewleta Federe ya Kurdistanê.

PKKê desthilatdarî û nîzam û hiqûq û serweriya Kurdistanê nas nake. Partiyên siyasî û desthilatdarî rewa nepejirîne. Li gelek ciyan jî serwerî û desthilatdariya ava kiriye. Tiştekî gelek xerîb e ku di kjûştina 5 pêşmergeyan de diyar kir ku “mafê pêşmergeyan nîne ku bên herêma ew lê desthilatdar û serwer in, wan ev qebûl nekir, loma jî me ew pêşmergeyan kûştin”.

Dema ku rewşa PKKê li Başûrê Kurdistanê bê şirove kirin, gelek aşkere tê dîtin ku tehdît û tehlîkeya PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê heye. PKKê hatiye wê merheleyê ku êdî ji gel re dibêje ku li hemberî desthilatdarî û Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê serhildan bikin.

SIYASETA DESTHILATDARÎ Û HIKÛMETA KURDISTANÊ DERBARÊ PKKÊ DE ŞAŞ E DIVÊ BÊ GUHERTIN…  

Ev statuya PKKê li Başûrê Kurdistanê di çend salên dawî de çênebû. Wek tê zanîn êrîşkeriya PKKê piştî şerê 1emîn yê Kendavê (Korfezê) dest pê kir. PKKê bi hewildan û bi piştgiriya çar dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Îran, Iraqê, Sûrîyeyê) li hemberî Herêma Azad ya Kurdistanê şer kir. PKKê çend caran li hemberî KDP, li hemberî YNKê, li hemberî herduyan şer meşand. Bi hezaran pêşmerge û hemwelatiyên Kurdistanê hatin kûştin.

PKK ji sala 1991 vir ve dest pê kir li Herêma Azad ya Kurdistanê cîwar bibe. Piştî demekê jî gund û herêmên di bin kontrol û desthilatdariya Rejîma Baasê-Seddam de bûn, Dewleta Iraqê da PKKê.

Xeteriya PKKê di nav 30 salî de mezin bû har qonaexe girîng.

Hîç şik tune ye ku di avabûna xeterî û tehlîkeya PKKê de siyaseta Desthilatdarî û hİikûmet û partiyên siyasî yên Kurdistanê esa e û bingeh e.

Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê di qonaxa Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta FederE ya Kurdistanê de jî siyaset û stratejiyeke şaş meşand. PKK wek rêxistineke Kurdistanê pejirandin û qerektera PKk ya terorîstî û dagirkerî û biyanî û taşeronî nedîtin û qebûl nekirin.

Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê li hemberî PKKê wek dewletekê tevnegeriya. Hemwelaitên xwe û hêjayî û qezencê neteweya Kurd li hemberî PKKê neparastin. PKKê her demê pişşê pişê kirin. Li hemberî xirabî û êrîşên PKKê siyaseta şermazarkirinê meşandin. Ew siyaseta gelek aşkere bû ku siyaseteke şaş û bêmesûliyet û nedewletî û zirardayina welêt û  hemwelatiyan e.

DIVÊ DESTHİLATDARÎ Û HIKÛMETA KURDİSTANÊ BI WATEYA STRATEJÎK SÎYASETA XWE YA DERBARÊ PKKê DE BIGUHERE. WEK DEWLETEKÊ, WELAT Û HEMWELATIYÊN XWE BIPARÊZE…

Desthilatdariyek û Hikûmetek, welatê xwe, hemwelatiyên xwe, serweriya xwe, pergela xwe ya civakî û şiyasî, divê bi her awayî biparêze. Ew kes û hêz û dewletên zerar didin welat û hemwelatiyan wan, wan tasfiye bikin, an jî bigrin darizînin û ciza bikin.

Hikûmet, dezgehên ewlekqarî yên Dewleta Federe ya Kurdistanê di van rojên dawî de dema ku pêşmergê ji aliyê PKKê de hatin kûştin û şêhîd kirin, siyaseta şermazarkirinê meşandin. PKKê berê jî dema pêşmergê kûştin, hemwelatî û zarokên gumdiyan revcandin heman siyaset hat meşandin. Hîn jî dimeşînin. Ev siyaseta jî bawerriya xelkê dişkîne. Xelkê bêbawerî dike.

Dewletbûn û desthiladarî û serweriyê tînê hola minaqeşeyê.

Ev helwesta desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê ji hişmendî û siyaset û stratejiya wan ya şaş diqewime. Heta îro jî domand. Vê siyasetê, xeterî û tehlûkeya PKKê mezintir kir. Divê ku ew hişmendî û siyaset û stratejiya Hikûmeta Kurdistanê bê guhertin.

DIVÊ HIKÛMETA KURDISTANÊ, PKK-Ê BI LEZÛBEZ WEK RÊXISTINEKE NEKURD, KURDDIJMIN, TERORÎST, DAGIRKER, BIYANÎ, NE YASAYÎ BÊ ÎLAN KIRIN. WEK DEWLET JÎ ÇI PÊWÎST BE WÊ BIKE…

Ji bona ku siyaseta rast ji bona berjewendiya welêt û hemwelatiyên Kurdistanê bê meşandin.

1- Divê PKKê wek rêxistineke ne kurd û ne Kurdisttanî bête îlankirin,

2- Divê PKKê, dijminê kurdan û Dewleta Federe ya Kurdistanê bê îlan kirin. Lewra PKKê dixwqaze ku Dewleta Federe ya Kurdıstanê têk bibe. PKKê ji bona ku ev plana xwe ya qirêj bixe jiyanê bi dewletên kolonyalîst re hevkarî û raşeronî dike.

3- Divê PKKê, wek rêxistineke ne yasayî bê îlan kirin. Lewra rêxistineke Iraqa federal û Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.  Ji derveyî hiqûqa wan, bi destên dewletên kolonyalîst hatiye ava kirin.

4- Divê PKKê wek rêxistineke terorîst bête îlankirin.

5- Divê PKKê wek rêxistineke dagirker bête îlankirin,

 6- Divê PKKê wek rêxistenek bîyanî bête îlankirin.

7- Divê baş bê zanîn ku li holê şerekî birakûjî tune ye.

Wê demê helwest li hemberî PKKê zelaltir dibe. Hiqûqa navneteweyî, hiqûqa Dewleta Federal ya Iraqê, hiqûqa Dewleta Federe ya Kurdistanê dê li hemberî PKKê cî bi cî bibe.

Wê demê PKKê dê mecbûr be, an jî bê mecbûr kirin ku ji Kurdistanê derkeve. Dev ji xirabiyên xwe û xirabkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berde. Dê nikaribe hemwelatiyên Kurdistanê û pêşmerge û elemanê ewlewiyê bikûje. Dema derneket berpirsiyar û endamên PKKê tên girtin û tên darizandin û ceza kirin. Tên bêçek kirin.

Diyarbekîr, 11. 06. 2021