KOMXEBATA KURMANCÎ Û RÊBERA RASTNIVÎSÊ (PDF)

Komxebata kurmancî ji min re pêşnîyarên xwe yên di derheqê “RÊBERA RASTNIVÎSÎNÊ” de şîyandin. Daxawaz kirin ku ez jî di derheqê pêşnîyarên wan de fikra xwe pêşkêş bikim. Min jî ev pêşnîyarên komxebatê nîrxandin. Ezê fikrên xwe pêşkêş bikim.

Di rastnivîsê de standartkirina ziman, bingeha çand û zimanan e. Hêmana herî girîng ji bo zimanan rastznivîs e. Bê guman amadekirina rastnivîsa zimanekî bi xebata sazîyan tê zelalkirin, bi biryara dewletê tê safîkirin. Mixabin îro di vî warî de tevlîhevîyeka mezin heye. Ez berhêvîme ku sazîyên kurd ji bo rastnivîsa kurmancî biryarekê bidin. Qaîde û rastnivîsa kurdî (kurmancî) serast bikin.

Xebata Komxebata Kurmancî, gaveka gelekî pîroz e. Ez kesên ku di komxebatê de cih digrin tevan pîroz dikim.

Vê komxebatê tiştên gelek minasib pêşnîyar kirine. Wekî “î”ya berî “y”yê. Wekî lêkerên pevedanî yên tebatî ku piştî hatinê tên bi kar anîn. Nivîsandina peyvên ji zimanên bîyanî di kurdî de hatine bikaranîn. Hin qertafên ji zimanên Awrupîyan hatî bikaranîn.

Lê ezê di vê gotarê de li ser kêmayîyên komxebatê rawestim.

Ji berî her tiştî ev xebat, xebata birêz Mustefa Aydoğan e. Divê komxebat bi keda Aydoğan methê xwe nede.

Çend gotinên min ji birêz Aydoğan re jî hene:

Rêbera Rastnivîsînê”, berî sê salan hatîye çapkirin. Birêz Malmisanij, Reşo Zîlan, Remzî Kerîm, Newzat Hirûrî û Zana Farqînî ji Mustefa Aydoğan re imze kirin ku qaîdeyên rastnivîsa wî gelek minasib û bi zanyarî hatine tesbitkirin.

Îro jî piranîya van kesan di Komxebata Kurmancîyê de cih digrin.

Gelo di van sê salan de çi hat guhertin van kesan û Aydoğan qaîdeyên rêbera xwe guherandin û qaîdeyên nû tesbît kirin?

Di kitêba Mustefa de; daçekên “de, ve, re” hatine bikaranîn. Ev pêncî salin kurd bi van daçekan dinivîsin û bi kar tînin. Heta îro problemek nederketî ye. Melodîya van daçekan sehltir û zimanê me hêsantir dike. Gelo bi çi sedemî vê komxebatê daçekên “de, ve, re” guherîn û kirin “da, va, ra” divê komxebat bi zanyarî îzahatekê ji kurdan re bike. Ka çi feydeya vê guherandinê ji zimanê me re heye?

Ku komxebat îdea bike, zimanzanekî wekî LESCOT û CELADET hay ji van devokan û “da, va, ra”yê tine bû, bila li qusurê nenêrin, xweyîyê “Rêberê” Birêz Mustefa Aydoğan û yên di komxebatê de cih digrin heta îro di vî warî de gazindek jî nekirine. Gelo bê îzahat guherandina “de, ve, re”yê çiqa zanyarî ye? Milletê kurd yê çawa ewleyîyê li wan bîne?

Dîsa di kitêba Aydoğan de qertafa nekifşîyê “eka” hatîye bikaranîn.

Aydoğan û Komxebatê bê îzahat “eka” kirine “eke”. Ew kesên ku di sê salan de li fikrên xwe ne bawer bin, gelo karin çi ji kurdan bixwazin?

Ezê di derheqê qertafa nekifşîyê (nebinavkirinê) “eka”yê de fikra xwe pêşkêş bikim. Da ku Komxebat di vê derheqê de biryarekê bide.

Di hevokê de lêker negerguhêz be û kirde jî mê be, kirde qertafê nastîne.

Mînak:

Fatim hate malê.

Bizin çû ser darê.

Çêlek hate ga.

Di hevokê de lêker gerguhêz be û kirde mê be, kirde qertafa (ê)  distîne.

Mînak:

Keçikê nan peht.

Bizinê nan xwar.

Çêlekê rît bi destîyê bivir ve.

Ku di hevokê de nekifşî hebe û lêker gerguhêz be, kirde jî mê  be, kirde peyva “yek-ê”  distîne. Di pevedanînê de  “y” dikeve  “ek-ê” tê dawîya peyvê.

Mînak:

Bizinê nan xwar.

Bizin-ek-ê nan xwar. (nekifşî)

Keçikê nan peht.

Keçik-ek-ê nan peht.(nekifşî)

Di van hevokan de lêker gerguhêz e. Peyva “nan” bireser e. Qertafa “ê” qertafa mêyîtîyê ye. “ê”ya li dawîya “ek-ê”, “ê”ya li dawîya peyva “bizinê û keçikê” ye.

Ku lêker gerguhêz be û navdêr jî bireserê dîyarkirî be navdêra “” qertafa “ê”  distîne.

Mînak:

Vê bizinê bikire.

Bizin-ek-ê bikire.(nekifşî)

Ku lêker gerguhêz be û navdêr jî bireserê dîyarkirî be navdêrê “nêr”  qertafa “î”yê distîne.

Mînak:

Vî hespî bikire.

Hesp-ek-î bikire.(nekifşî)

Ji bo raveka (îzafeya) rengdêran

Ku navdêr “nêr” û raveka rengdêrê be navdêr qertafa “ê” distîne.

Mînak:

Hespê boz revî.

Hesp-ek-ê boz revî.(nekifşî)

Ku navdêr “mê” û raveka rengdêrê be, navdêr qertafa “a” distîne.

Mînak:

Mehîna sor zîtik avêt.

Mehîn-ek-a sor zîtik avêt. (nekifşî)

Ji bo raveka (îzafeya) navdêran

Ku navdêr “nêr” û raveka navdêran be, navdêrê raveber qertafa “ê” navdêrê raveker qertafê nastîne. Lê di kevnare de “î” distand.

Mînak;

Bi kefçîyê dar/î bixwe.

Nanê garis/î nekire.

Nan-ek-ê garis/î bide min.

Ku navdêr “” û raveka navdêran be, navdêrê pêşî (raveber) qertafa “a”, navdêrê paşî (raveker) qertafa “ê” distîne.

Mînak;

Zelala fatimê hat.

Dara sêvê nebire.

Dar-ek-a sêvê bi de min.

Gelo qertafa ku komxebatê qebûl kirî,  “ek-e”yanî qertafa “e”yê di kîjan wezîfeyê de tê bikaranîn. Ma ne lazim e ku komxebat di vî warî de îzahatekê bike? Peywira (wezîfeya) qertafa “e” yê di kurdî de çi ye?

De ka em li îzaha komxebatê binêrin:

“Her çî her du awayên din in (-ek-a, -ek-e), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê ji ber sedema têrbelavbûna awayê duyem (-ek-e), Komxebat di giranîyê da vî awayî tercîh dike.” (rûpel 144)

Gelo zanyarî di ku dera vê biryaran de ye. Biryara Komxebatê bê serûber e. Komxebat pêşnîyar dike ku“-eka” jî rast e û “-eke” jî rast e “lê biryara me ji ber “têrbelavbûnê” “-eke” ye. Halbukî me li jorê îzah kir ku wezîfeya “ek”ê nekifşî ye. Lê wezîfeya “a”ya li dawîya “mehîn-a sor” qertafa raveka rengdêra mêyîtîyê ye. “a” ya li dawîya “dar-ek-a sêv-ê” qertafa raveka navdêra ye. Em nikarin qertafa “ek-e”yê di şûna “ek-a”yê de bi kar bînîn. Çimku em nikarin bêjin “e” qertafa ravekê ye. An jî qertafa zayenda mêyîtîyê ye. An jî tewang e. Di vî warî de jî tişta Komxebat dike ne ilmî ye.

Dîsa komxebat di derheqê qertafên (-ek-ê, -ek-î)yê de ji heq dernakeve û waha dinîrxêne.

“Her çî her du awayên din in (-ek-ê, -ek-î), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê ji ber sedema têrbelavbûna awayê duyem (-ek-î), Komxebat di giranîyê da vî awayî tercîh dike.”

“Her çî awayê duyem e (ek-î), di îzafeya navdêrên nêr yên yekhejmar yên nebinavkirî da tewang û îzafeyê tev li hevûdin dike û loma <î>ya pirtika tewangê ji bedêla <ê>ya morfema îzafeya navdêrên nêr bi kar diîne.”

Komxebat di derheqê “ekê” û “ekî” de, her duwan jî rast dibîne. Lê têrbelavbûnê dike sedemê biryara xwe.  Di vê tesbîtê de jî tiştekî ilmî nîne. Me li jorê îzah kir ku “ekî” di peywira dîyarkirina bireser û nekifşîyê de tê bikaranîn. “ekê” jî di peywira raveka rengdêrê nêr û nekifşîyê de tê bikaranîn. Du qertafên wezîfeya wan cida çawa di şûna hev de tên bikaranîn?

Di nîrxandina gelek mijaran de aqlê komxebatê tevilhev e. Komxebat di derheqê nekifşîya (nebinavkirina) pirhejmarîyê de vê dibêje:

 “Nebinavkirina navdêrên her du zayendan yên pirhejmar, bi pirtika <-(y)in>ê pêk dihê.”

Nimûne:

Hin hesp → hespin

Lê heman Komxebat di derheqê “Nebinavkirinê” de vê îzahatê jî dike:

“Lê her çî tercîha vê rêberê ye, awayê pêşîn e, ango awayê ku di nivîsîna kurmancîyê da,“-n”ya nîşana pirhejmarîyê li derveyî nahêle û îzafeya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nebinavkirî bi awayê “-(y)ên”ê dinivîse.”

Komxebat qertafa (pirtika) “-in” û “-ên”ê her duwan jî wekî qertafên  “nebinavkirî” dide dîyar kirin.

Halbukî qertafa piranîya nekifşîyê (nebinavkirî) “hin (-in)” e. Qertafa piranîya raveka (îzafeya) her du cinsan “-ên” e.

Komxebat tîpa “n”yê “nîşana pirhejmarîyê” dide dîyarkirin. Ku ez bim, ev mijareka lêkolînê ye.

Komxebat di derheqê vê mijarê de waha dibêje:

“Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikireke din jî heye. Nimûneyên vê fikira ku Celadet Bedirxan jî piştgirîya wê dike, weha ne:”

“Ez hin hespan dibînim.            → Ez hespina dibînim.

Ez hin bizinan dibînim.  → Ez bizinina dibînim.

Ez hin derîyan dibînim.  → Ez derîyina dibînim.”

Li gor vê fikirê, ev “a” di esilê xwe da “-an” bûye lê paşê “n”ya dawîn ketiye, ev “n” îşareta pirhejmarîyê ye lê ji ber ku di eynî bêjeyê da “n”yek heye, êdî pêwîstî pê namîne.”

“Lê tercîha vê rêberê ew e ku di nivîsîna kurmancîyê da, “-n”ya “-an”a pirtika tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nebinavkirî bihê nivîsîn. Nenivîsîna “n”yê ku nîşana pirhejmarîyê ye, dikare bibe sedema tevlihevîyê. Loma ji bo tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nebinavkirî, divê ku “-an” bihê nivîsîn.” (rûpel 144)

Ezê li ser vê mijarê bi berfirehî rewestim.

Di kurmancî de qertafên piranîyê

Di kurmancî de qertafên piranîyê, hejmara hemcinsan ji yekê zêdetir didin dîyarkirin.

Di nav gel de qertafên pirhejmarîyê:-a, -î” ne. (Di zazakî de jî heman qertaf tên bi kar anîn.)

Lê nivîskaran qertafa “-an”ê wekî qaîdekî serast bi kar anîye.

Kurmanca ji bo pirhejmarîyê qertafa “a”yê bi kar anîye. Di be ku “a”ya pirhejmarîyê ji “ha”ya farisî hatibe. An jî “ha”ya farisî ji “a”ya kurmancî hatibe. Kurmanca “h”ya di pêşîya “ha”yê de wekî gelek peyvên dîtir qurmiçandîye. Maye “a”. Îro kurmanc pirhejmarîyê bi “a” yê pêk tînin.

Ez vê dibêjim: Ku milletek û nivîskarên xwe hevqasî ji hev dûr bi fikirin, lazim e ku lêkolîn li ser vê mijarê bê kirin.

“Komxebatê” di derheqê qertaf lêkerên “im” û “me”yên li dawîya “-an”a pirhejmarîyê de xwe nebihîstî kirîye. Qet ev mijar neanîye zimên. Divê komxebat di vê mijarê de jî fikra xwe ji raya gel re pêşkêş bike.

Gelo emê ji van mînakên li jêr kîjanan bikar bînin?

Mînak:

Ez dîya lawa me.

Ez keça kurda me.

Ez hostayê dîwara me.

Ez ji nav Xerza têm.

Ez ji nav Batûwa têm.

Ku em qertafa pirhejmarîyê “-an”ê bikarbînin, wê demê divê hevokên li jor waha bên bi kar anîn.

Mînak:

Ez dîya lawan im.

Ez keça kurdan im.

Ez hostayê dîwaran im.

Ez ji nav Xerzanê têm.

Ez ji nav Batûwanê têm.

Tu kes nabêje “Ez Xerzanî me. “Ez Batûwanî me.”  “Ez Botanî me”

Lê tê gotin: “Ez Xerzî me. “Ez Batûwî me.”  “Ez Botî me.”  “Ez Torî me.”

Ev jî delîla wê ye ku bingeha peyvan “xerz”, “batû” , “ bot” û “tor”e.

Qertafa “-an”ê qertafçêker e. Em dikarin bêjin: “Govenda XerzanîŞal û şapikê Batûwanî” “Xemla Botanî” an jî “durêyan, sêrêyan, Şêxan, Pîran, gulan,  jîyan …”

Mîr Celadet jî di mînakên jêr de ev mijar anîye zimên, Ji bo pirhejmarîyê “a” bi tenê bi kar anîye. Lê ev mijar nehatîye zelalkirin.

“Ez hin hespan dibînim.            →        Ez hespina dibînim.

Ez hin bizinan dibînim.             →        Ez bizinina dibînim.

Ez hin derîyan dibînim.             →        Ez derîyina dibînim.”

“sedema hin kuştinan                →        sedema kuştinina

encama hin lêgerînan               →        encama lêgerînina

xweşbûna hin xeberdanan        →        xweşbûna xeberdanina

pîrozkirina hin biserketinan      →        pîrozkirina biserketinina

îmkana hin liberxwedanan        →        îmkana liberxwedanina

şansa hin biserxwevehatinan    →        şansa biserxwevehatinina”

Kurmanca qertafa pirhejmarîya “î”yê, sadece ji bo navdêrên piştî: bist, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed, hezar, milyon, milyar û tirilyonî bi kar anîye.

Mînak:

Ji şêstî heta bi sedî bihejmêre. (Ji şêst zebeşî heta bi sed zebeşî bihejmêre.)

Di vê mînakê de qertafa “î”ya li dawîya “şêstî û sedî” di şûna “a”ya pirhejmarîyê de hatîye bi kar anîn. Em dikarin vê hevokê waha jî bi kar bînin.

Mînak:

Ji şêstan heta bi sedan bihejmêre.(Ji şêst zebeşan heta bi sed zebeşan bihejmêre.)

Navên Hêlan

Komxebatê di derheqê navên hêlan de dev ji qaîdeyê zimanê kurdî berdaye. Xwe sipartîye qaîdeyê zimanê tirkî.

Ka em li pêşnîyra komxebatê binêrin.

“Navên hêlên nesereke: bakurê rojhilatî, bakurê rojavayî, başûrê rojhilatî, başûrê rojavayî”

Herhalde komxebat wateya navehêlan (hêlên nesereke) nizane çîye. An jî wateya ravekên “bakurê rojhilatî, bakurê rojavayî, başûrê rojhilatî, başûrê rojavayî” nizane, çîye.

Maneya “bakurê rojhilatî” eve: Bakur aîdê rojhelat e.Yanî rojhelat deverek e (cihek e) bakurê wî cihî jê tê fêhmê. Wateya navehêlê (arayön) tê de nîne. Wateya van hevokan weke raveka tirkî hatîye damezrandin.

Komxebatê di vê derheqê de waha şirove kirîye:

Lê em di wê bawerîyê da ne ku awayê hêsantir û pratîktir ew e ku em jî wekî gelek zimanên din bikin û xwe bispêrin yektêgihîyê û weha binivîsin: bakurrojhilat bakurrojava, başûrrojhilat, başûrrojava.”(rûpel 38)

Komxebat eşkere dibêje, emê van peyvên pevedanî li gor qaîdeyê raveka tirkî saz bikin.

Lê mixabin peyvên pevedanî di kurdî de bi vî qaîdeyî nehatine damezrandin.

Çimku bi tirkî “kuzeydoğu” rojhelat aîdê bakur e. Lê di kurdî de “bakurê rojhilat”  bakur aîdê rojhelat e. Jiber wê çendê em nikarin raveka kurdî bi maneya raveka tirkî şirove bikin.

Ezê di derheqê vê mijarê de fikra xwe pêşkêş bikim.

Di kurdî de nivîsandina navên hêlan

Navê hêlên serehêl (ana yönler) ev in: Rojhilat, rojava, bakur, başûr

Navê hêlên navehêl (ara yönler)  ev in:

  1. a) Rojhilatê bakur,
  2. b) Rojavayê bakur,
  3. c) Rojhilatê başûr,
  4. d) Rojavayê başûr.

Di kurdî de navê hêlan nêr in.

Navên hêla bi du awayî tên bikaranîn.

  1. Bakurê Kurdistanê hînik e.

Di vê hevokê de peyva “bakurê” navê hêlekî ye. Ne navê deverekê ye. “Bakurê Kurdistanê” raveka navdêrî ye. Qertafa li dawîya peyva “bakurê” qertafa raveka nêrîtîyê ye. Qertafa li dawîya peyva “Kurdistanê” qertafa raveka mêyîtîyê ye.

  1. Kurdistana Bakur hînik e.

Di vê hevokê de peyva “bakur ” navê deverekê ye. Ne navê hêla ye.“ Kurdistana Bakur” raveka rengdêra ye. Qertafa li dawîya peyva “Kurdistana” qertafa raveka mêyîtîyê ye. Li dawîya peyva “Bakur” qertaf nehatîye bikaranîn.

Em nikarin bêjin “Ezê herim Kurdistana başûrê.”

Çimku di vê hevokê de peyva “başûr” raveka rengdêra ye. Di kurdî de rengdêr qertafê nastînin.

Di zimanên dinyayê de navê hêla bi serê xwe (bi tenê) nebûne navê herêma. Lê komxebatê hevoka “Ezê biçim başûrê” ji xwe re saz kirîye. Navê hêlekê kirîye navê herêmekê.

Em dikarin bêjin, bi navê herêmekê re navê hêla bê bikaranîn û alîyê wê herêmê bide diyarkirin an jî bi arîkarîya Qertafçêkera “î”yê peyvên wateya ehlê wî cihî bidin dîyarkirin, dibe.

Mînak: Ez Başûrî me. Ez Bakurî me. Ez ji Kurdistana Başûr im.

Bikaranîna navên hêla, di dinyayê de ji bo dewletên Kore, Almanya û qiteya Emerîkayê hatîye bikaranîn.

Mînak: Emerîka bakur, Emerîka Başûr, Koreya Bakur û Koreya Başûr. Almanyaya Rojhilat, Almanyaya Rojava, di erebî de “Şerqul Ewsat” Di kurdî de jî ji bo“rojhilata navî”, “rojhilata nêzîk” hatîye bikaranîn.

Hevoka “Rojhilata Navî” di eslê xwe de waha ye. “Rojhilatê Herêma Navî” ye. Peyva rojhelat nêr e. Divîbû qertafa raveka “Rojhelata Navî” di şûna “a”yê de “ê” bihata bikaranîn. Yanî hevok waha bûya  “Rojhilatê Navî”

Lê di hevokê de peyva “herêma” ketîye. Qertafa “a” ya li dawîya “herêma” hatîye dawîya peyva “rojhilatê” û bûye “Rojhilata Navî”

Komxebatê ev hevok bi kar anîye. “Ez ji paytextê başûrê hatim.”

Di vê hevokê de lêkera “hatim” ne gerguhêz e. Lê di hevokê de “paytextê Başûrê” ravek e (îzafe ye). Kêmayî di mana hevokê de heye. Ravek nehatîye timamkirin. Em nizanin gelo peyva “başûrê” başûrê Koreyê ye an başûrê Hindistanê ye an jî başûrê Kurdistanê ye.

Divê ev hevok waha be:

“Ez ji paytextê Kurdistana Başûr hatim.” An jî;

“Ez ji paytextê Koreya Başûr hatim.”

Eger em bikarin navê hêlan di şûna navê Almanya an di şûna navê Koreyê, an di şûna navê Emerîkayê de bikarbînin, wî çaxî em dikarin ji bo Kurdistanê jî bi kar bînin.

Eger komxebat bêje em nikarin navê hêla ji bo Almanyayê, an ji bo Emerîkayê, an ji bo Koreyê bi kar bînin lê emê ji bo Kurdistanê bi kar bînin. Wê demê mexseda komxebatê cida ye. Divê mexseda xwe îzah bike.

Nivîsandina cihnavên pirsîyarîyê  (kî, kê, kîjan, kîjanê, kîjanî, kîjanan)

Komxebatê nivîsandina “kî û kê”yê waha şirove kirîye.

Grûpa xweser              Grûpa tewandî

kî                                   kê

kîjan                              kîjanî (di cihê navdêrên nêr de)

kîjan                              kîjanê (di cihê navdêrên mê de)

kîjan                              kîjanan (di cihê navdêrên pirhejmar de)

“Pirsên ku bi cihnavên pirsîyarî yên grûpa xweser dest pê dikin, bersivên wan ji cihnavên kesî yên grûpa xweser dihên wergirtin û weha dihên nivîsîn:”

Nimûne:

Kî dibêje?                      Ez dibêjim.

Pirsên ku bi cihnavên pirsîyarî yên grûpa tewandî dest pê dikin, bersivên wan ji cihnavên kesî yên grûpa tewandî dihên wergirtin û weha dihên nivîsîn” (rûpel 151)

Nimûne:

Kê got?                          Min got.”

Ez pêşnîyara komxebatê kêm dibînim. Pêşnîyara Komxebatê ne ilmî ye. Lazim e ku bê îzahkirin.

Di vê mijarê de ezê fikrên xwe pêşkêş bikim.

Mînak:

Kê got? (wê got.)

Di vê hevokê de lêkera “got” gerguhêz e. Peyva “kê” cînavka pirsîyarîyê ye. Bersiva cînavka pirsîyarîyê “kê”yê bi gruba cînavkên tewandî bi “min, te, wî/wê, me, we, wan” tê dayin.

Te ji kê re got?   (Min ji wî re got.)

Di vê hevokê de lêkera “got” gerguhêz e. Cînavka “kê” bûye navdêr. Wateya berpêbûnê dîyar dike. Daçeka “ji…re” cînavka “kê”yê dike têrker. Bersiva cînavka pirsîyarîyê “kê” bi gruba cînavka tewandî “wî” tê dîyarkirin ji bo zayenda nêr.

Adar bi kê re çû? (Adar bi wê re çû)

Di vê  hevokê de lêkera “çû” ne gerguhêz e. Cînavka “kê” bi arîkarîya daçeka “ji…re” yê wateya bihevrebûnê dîyar dike. Ji bo mêyîtîyê tê bi kar anîn. Bersiva “kê” bi cînavka tewandî hatîye dayin.

Te di kîjan sinfê de xwend? (Min di sinfê de xwend.)

Di vê hevokê de lêkera “xwend” gerguhêz e. Peyva “kîjan”ê rengdêra pirsyarîyê ye. Daçeka “di…de” rengdêra “kîjan” kirîye têrker.

Ji vê mînakê dîyare ku peyva “kîjan”ê rengdêr be, bi gruba cînavkê tewandî re tê bikaranîn. Di tesbîta komxebatê de kêmayî heye.

Te di kîjanê de vexwar? (Min di wê de vexwar.)

Di vê hevokê de lêkera “vexwar” gerguhêz e. Rengdêra “kîjan” bûye navdêr. Esasê vê hevokê waha ye: “Te di kîjan pîyanê de vexwar?” Ji hevokê, peyva “pîyanê” ketîye. Qertafa li dawîya “pîyanê” “ê” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê peyva “kîjanê” bûye cînavka pirsyarîyê. Daçeka “di…de” cînavka “kîjanê” kirîye têrker.

Te ji kîjanî kirîye? (Min ji wî kirîye.)

Di vê hevokê de lêkera “kirîye” gerguhêz e. Rengdêra “kîjan” bûye navdêr. Esasê vê hevokê waha ye: “Te ji kîjan zilamî kirîye?” Ji hevokê, peyva “zilamî” ketîye. Qertafa li dawîya “zilamî” “î” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê peyva “kîjanî” bûye cînavka pirsyarîyê. Daçeka “ji” cînavka “kîjanî” kirîye têrker

Te ji kîjanê kirîye? (Min ji wê kirîye.)

Di vê hevokê de lêkera “kirîye” gerguhêz e. Rengdêra “kîjan” bûye navdêr. Esasê vê hevokê wahaye: “Te ji kîjan keçikê kirîye?” Ji hevokê, peyva “keçikê” ketîye. Qertafa li dawîya “keçikê” “ê” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê peyva “kîjanê” bûye cînavka pirsyarîyê. Daçeka “ji” cînavka “kîjanê” kirîye têrker.

Tu bi kîjanê re çûyî? (Ez bi wê re çûm.)

Di vê hevokê de lêkera “çûyî” ne gerguhêz e. Rengdêra “kîjan” bûye navdêr. Esasê vê hevokê waha ye: “Tu bi kîjan keçikê re çûyî?” Ji hevokê, peyva “keçikê” ketîye. Qertafa li dawîya “keçikê” “ê” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê, peyva “kîjanê” bûye cînavka pirsyarîyê. Daçeka “ji” cînavka “kîjanê” kirîye têrker.

Tu bi kîjanî re çûyî? (Ez bi wî re çûm.)

Di vê hevokê de lêkera “çûyî” ne gerguhêz e. Rengdêra “kîjan” bûye navdêr. Esasê vê hevokê wahaye: “Tu bi kîjan kurikî re çûyî?” Ji hevokê, peyva “kurikî” ketîye. Qertafa li dawîya “kurikî” “ê” hatîye dawîya rengdêra “kîjan”ê peyva “kîjanê” bûye cînavka pirsyarîyê. Daçeka “ji” cînavka “kîjanê” kirîye têrker

  1. Celebên xweser (ez tu, ew, em, hûn, ew) ji bo dema niha û dema bê tên bikaranîn.

Te kîjan qelem kirî? (Min ew qelem kirî.)

Di vê hevokê de lêker gerguhêz e. Peyva “kîjan” rengdêr e. Peyva “qelem”ê bireserê dîyarkirî ye. Bersiva vê hevokê bi cînavka xweser “ew”ê tê dayîn.

Kî dersê dide te? (Ew dersê dide min.)

Di vê hevokê de lêker gerguhêz e. peyva “”cînavk e. Peyva “dersê” bireserê nedîyarkirî ye. Bersiva vê hevokê bi cînavka xweser “ew”ê tê dayîn.

Kîjan, dersê dide te?  (Ew, dersê dide min.)

Di vê hevokê de lêker gerguhêz e. Peyva “kîjan” rengdêra pirsê ye. Eslê vê hevokê waha ye: Kîjan mamoste dersê dide te? Ji hevokê peyva “mamoste” ketîye. Peyva “dersê” bireserê nedîyarkirî ye. Bersiva vê hevokê bi cînavka xweser “ew”ê tê dayîn.

Kîjan yê dersê bide te? (Ewê dersê bide min.)

Di vê hevokê de lêker gerguhêz e. Peyva “kîjan” rengdêra pirsîyarîyê ye. Eslê vê hevokê waha ye: Kîjan mamoste yê dersê bide te? Ji hevokê peyva “mamoste ”ketîye. Qertafa dema bê “ê” hatîye dawîya peyva “kîjanê” bûye cînavka pirsyarîyê. Bersiva vê hevokê bi gruba cînavkê xweser “ew”ê tê dayin.

Lê me di hevokên “Te di kîjan sinfê de xwend? û “Kîjan, dersê dide te” de dîyar kir ku peyva “kîjan” bi gruba tewandî“” û bi gruba serast “ew”ê re tê bikaranîn.

Ez ji hevokên Komxebatê yên di vî warî de bi kar anî, dimînim heyîrî.

Li hevokên ku Komxebatê bi kar anîne danêrin. (inceleyîn)

“Kîjanî ji wan ji te ra got?        Wî xortî ji min ra got.

Kîjanê ji wan ji te ra got?         Wê xwendekarê ji min ra got.

Kîjanan ew dîtiye?                    Wan kesan ew dîtiye.”

Kîjanî ji wan ji te ra got?”

Ev bikaranîn bê wateye. Eslê vê hevokê waha ye. Kî ji wan mamosteyî ji wan ji te re got?

Di vê hevokê de peyva “mamosteyî” ketîye. “î” ya li dawîya “mamosteyî” hatîye dawîya “kîjanî”. Ji xwe peyva “kîjan” ji peyvên “kî -ji -wan” hatîye damezrandin. Ne lazim e ku peyva “ji wan” du caran bê bi kar anîn.

Ev hevok waha bên serastkirin çêtir e.

Kîjanî ji te ra got? An jî; 

Ji wan mamosteyan kîjan mamosteyî ji te re got?  An jî;

Ji wan mamosteyan kîjanî ji te re got?

Ez dikarim bêjim ku bikaranîna Komxebatê ne rast e.

Nivîsandina cînavka peywendîyê

Di kurdî de cînavka peywendîyê peyveka bi serê xwe ye. Ne qertaf e. Ji ber wê çendê divê wek peyvekê bê nivîsandin. Da ku tevilhevî di navbera “a”ya qertafa raveka xwemalîyê ya zayenda mê û “ya”ya cînavka peywendîyê de çênebe.

Mînak:

Ev kitêba min e. “a”qertafa raveka xwemalîyê (aîdîyet) ya zayend mê ye.

Ev kitêb a min e. “a”peyva cînavka peywendîyê ye.

Ku em di van her du hevoka de jî  “a”yê bi tenê binivîsin tevilhevî çêdibe.

Mînak:

Ev kitêba min e. Ev kurê min e

Ev kitêb a min e. Ev kur ê min e.

Bi kurtayî ez dixwazim bejim: Cînavka peywendîyê ji bo mê “ya”, ji bo nêr “” ye. Û ji bo piranîya her du zayenda divê “yên” bê bikaranîn.

Mînak:

Ev kitêb ya min e.

Ev gumlek min e.

Eger em tîpa “y”yê, tîpa kelijandinê (vezeliqandinê) bifikirin, wî çaxî divê gengeşe bê kirin,  gelo di zimanê kurdî de kelijandin di navbera du peyva de tê kirin an na.

Ne di kurdî de û ne di zimanê dîtir de tîpa kelijandinê di navbera du bêjeyan de nayê bikaranîn.

Komxebatê di derheqê peyvên kelijandinê (vezeliqandinê) de xwe nebihîstî kirîye.

Halbukî problemeka herî mezin herfên kelijandinê û bikaranîna wan e. Ez berhêvîme ku komxebat bi berferehî li ser vê mijarê raweste.

Nivîsandina hejmaran (hejmarnavan)

Mejîyê Komxebatê di derheqê hejmaran de tevilhev e. Li fikra komxebatê binêrin da hûn karibin biryarekê bidin.

Komxebat waha pêşnîyar dike.

 “c) Pirtika tewangê, parçeyekî hejmarnavan e û nabe ku ji wan cuda, bi serê xwe dihê nivîsîn. Loma jihevcudanivîsîna vê pirtikê û hejmarnavan ne awayekî minasib e

“Di kurmancîyê da zayenda hejmarnavan jî heye. Lê di warê zayenda wan da, di nivîsîna kurmancîyê da du awa xuya dibin:

“a) Lewra hin kurmancîaxêv zayenda hejmarnavên bingehîn “mê” dihesibînin, li gor wê dinivîsin û her weha di halê tewandinê da jî wan li gor zayenda “mê” ditewînin.”

Nimûne:

“ji yekê, ji duyê, ji sêyê, ji çarê, ji pêncê, ji şeşê, ji heftê, ji nehê, ji dehê, ji bîstê, ji sihê, ji heftê û pêncê, ji nodê, ji sedê, ji hezarê, ji mîlyonê, ji mîlyarê û hwd[1]

“b) Hin kurmancîaxêv jî hejmarnavan nêr dihesibînin û di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê tewangê ferz dike, hejmarnavan li gor zayenda nêr ditewînin.” 

“Komxebata me piştî minaqeşeyên pirhêl her du awayan jî di nivîsîna kurmancîyê da qebûl dike. Lê heger meriv ji bo nivîsînê sîstemekê ji van her du sîsteman hilbijêrê divê ku pêgirîya sîstema hilbijartî bi awayekî lihevkirî bike.”

“Ev awayê duyem ku zayenda hejmarnavan nêr dihesibînin, di kovara Hawarê da û her weha di nivîsîna kurmancîyê ya dema me da jî awayê têrbelav e[2].”

Li gor vî awayî:

“1) Hejmarnavên kurmancîyê yên bingehîn, ji bilî hejmarnava“yek”ê[3], hemû“nêr” in”

“2.Ji hejmarnava“du”yan heta “nozdeh”an hemû hejmarnav bi “-an”ê dihên tewandin”

“5) Hejmarnavên bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed, hezar, mîlyon, mîlyar û hwd bi [-î]yê dihên tewandin. Helbet, gava ku hejmarnav bi dengdêrekê biqede, berî vê [-î]yê [-y-]ya pevgirêdanê dihê. “

“8) Hejmarnava “hezar”î, gava ku bi serê xwe be, wekî li jorê dîyarkirî dihê tewandin lê gava ku bi hejmarnaveke din ra bihê bikarînan û ew bi xwe jî hejmarnava paşîn be, dikeve bin hikimê wê hejmarnavê û li gor wê dihê tewandin.”

“Nimûne:

ji sê hezaran, ji çar hezaran, ji pênc hezaran, ji şeş hezaran, ji heft hezaran, ji heşt hezaran, ji neh hezaran, ji deh hezaran, ji yazdeh hezaran, ji duwazdeh hezaran, ji sêzdeh hezaran, ji çardeh hezaran, ji panzdeh hezaran, ji şazdeh hezaran, ji hevdeh hezaran, ji hejdeh hezaran, ji nozdeh hezaran”

“Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.”

Komxebat, hejmaran jî wekî navdêran ditewîne. Komxebatê hejmarên “ji yekê, ji duyê, ji sêyê, ji çare” tewandî ye û gotîye “ê” qertafa mêyîtîyê ye.

Qertafa li dawîya hejmaran, “î” jî wekî tewangê şirove kirî ye.

Ezê di vê derheqê de fikra xwe pêşkêş bikim.

Divê pêşî ev bê zanîn hejmar ku rengdêr be qertafa diyarkirinê (tewangê) nastîne.

Reqem deh in: Sifir, yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh.

Yên dîtir hejmar in. Ji reqema pêk hatine. Hejmar jî bi serê xwe qertafa nastînin.

Minak: Deh, yazdeh, dozdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şazdeh, hefdeh, hejdeh, nozdeh, bist, sih, çil, pêncî, sêst, heftê, heştê, not, sed.

Di kurdî de reqem bi hev ve nayên nivîsandin.

Mînak:

Bîst û yek, sih û çar, çil û şeş, pêncî û heşt, şêst û yek, heftê û çar, heştê û pênc, not û neh, sed û bîst û yek, hezar û du sed û çil û çar, milyon û hezar û sed û deh, sed û bîst û pênc milyon û sê hezar û du sed û çardeh, du sed û şeş mîlyar û sed û bîst û neh milyon û heşt sed û pêncî û du hezar û sed û bîst û pênc.

Lê di kurdî de ev reqemên li jêr bi hev ve tên nivîsandin: :Yazdeh, dozdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şazdeh, hefdeh, hejdeh, nozdeh

  1. Di kurdî de rengdêrên hejmara resen qertafê nastînin. Nayîn tewandin û nayên dîyarkirin.

Ku hejmar qertafa bistîne, hejmar wê demê dibin navdêr.

Mînak:

Azad ji deh kitêba zêdetir nexwendîye.

Azad ji deha zêdetir nexwendîye.

Di mînaka “Azad ji deh kitêba zêdetir nexwendîye” de “deh”ê qertaf nestandîye. Rengdêr e. “deh kitêb” jî raveka rengdêrê ye.

Di mînaka “Azad ji deha zêdetir nexwendîye” de “deh”ê qertafa “a” yê sitandîye. Peyva “deha” di peywira navdêrê de ye. Di şûna “kitêbê” de “a” hatîye bi kar anîn.

  1. Di raveka rengdêra hejmarê de ku lêker negerguhêz be, navdêra piştî hejmarê ne bireser be û nediyarkirî be, wî çaxî ne hejmar ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak:

Çar zarok kenîn.

Di vê hevokê de peyva “çar”ê û peyva “zarok”a qertaf nestandîye. Piranî bi“în”a li dawîya “kenîn“ê pêk hatîye.

  1. Di raveka rengdêra hejmarê de ku lêker gerguhêz be, navdêra piştî hejmarê di peywira biresera nediyarkirî de be, wî çaxî ne hejmar ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak:

Min çar zarok birin.

Di vê hevokê de peyva “çar”ê û peyva “zarok”ê qertaf nestandîye. Piranî bi “in”a li dawîya “birin”ê pêk hatîye.

  1. Di raveka rengdêra hejmarê de ku lêker gerguhêz be, navdêra piştî hejmarê di peywira biresera diyarkirî de be, wî çaxî hejmar qertafê nastînin lê navdêr qertafa “-an”yê distîne.

Mînak:

Ez çar zarokan dibim.

Di vê hevokê de peyva “çar”ê qertaf nestandîye. Peyva “zaroka” qertafa “-an”yê standîye. Piranîya hemcinsa bi “-an” ê hatîye damezrandin.

Di mînaka duwem de lêker gerguhêz e. Ji ber ku bireser ne dîyarkirî ye, navdêrê piştî hejmarê qertaf nestandîye.

Lê di mînaka sêyem de lêker gerguhêz e. Ji ber ku bireser dîyarkirî ye, navdêrê piştî hejmarê qertafa “-an”ê standîye.

Nexwe em dikarin bêjin qertafa “-an”ê bi dîyarkirina navdêr ve an jî bi pirhejmarîya navdêr ve girêdayîye. Ev di mînaka “2 û 3”yê de hatîye dîyarkirin.

  1. Ku hejmar di peywira têrkerê de be, wê demê hejmar qertafa “-an”ê distîne.

Mînak: Ji dehan heta bi bîstan bihejmêre.

Di eslê xwe de ev hevok waha ye. “ Ji deh hejmaran heta bi bîst hejmaran bihejmêre.”

Ji hevokê peyvên “hejmaran” ketîye. Qertafa “-an”a li dawîya “hejmarna” hatîye dawîya

dehan û bîstan

  1. 5. Ku berî hejmarê daçeka “bi, ji, li, di” bê bikaranîn, wê demê hejmar qertafa “-an”ê distîne.

Mînak:

Bi pêncan bileyîze. (Bi pênç kaban bileyîze)

Li pêncan gerîyan.   (Li pênç malan gerîyan)

Di şeşan de zarok hene. (Di şeş sinfan de zarok hene.)

Di her sê mînakan de jî peyvên “kaban, malan û sinifan” ketine qertafa “-an” a li dawîya wan hatîye dawîya reqeman.

  1. Ku hejmar, raveka hejmara rêzê be, wî çaxî navdêr berî hejmarê tê nivîsandin, hejmar jî qertafa raveka nêrîtîyê “ê” distîne.

Mînak:

Ez di sinfa çarê de me. (Ez di sinfa çar sireyê de me.)

Ez di sinfa çarem de me.

Di mînakê de jî peyva “sireyê” ketîye. Qertafa “ê” ya li dawîya “sireyê” hatîye dawîya reqemê.

  1. Ku hejmar raveka navdêrê be, wî çaxî hejmar berî navdêrê tê nivîsandin. Hejmar qertafa raveka piranîyê “ên”distîne. Navdêr jî qertafa raveberê distîne

Mînak:

Îro heştê hezîranê ye.( Îro heşt rojên hezîranê ye.)

Bîst û yekê hezîranê berê xwe da zivistanê.

Di eslê xwe de ev hevok waha ye. “Bîst û yek rojên hezîranê berê xwe da zivistanê.”

Di vê hevokê de qertafa li dawîya “yekê” qertafa raveka piranîyê ye. Yanî kurdan qertafa raveka piranîyê “ê” bi kar anîye. Çimku ev gotina pêşîya ye. Ne qertafa mêyîtîyê ye.

  1. Di derheqê qertafên tên dawîya hejmarê de xususîyetek dî jî heye. “î”ya tê dawîya hejmaran. Me berî niha jî dîyarkiribû, di kurdî de rengdêrên hejmara resen qertafê nastînin. Ku hejmar qertafa bistîne, hejmar wê demê dibin navdêr.

Mînak:

Min sed pez firotin.

Adar, sed pezî bifiroşe.

Adar, sedî bifiroşe.

Di vê mînakê de ne peyva “sed”ê ne jî peyva “pezî” qertafa pirhejmarîyê “-an” nestandîye. Peyva “pezî” qertafa “î” standîye.

Mînak: Adar, sed pezan bifiroşe. Adar, sedan bifiroşe.

Ji bo ku tevilhevî çênebe, navdêrên piştî hejmara; bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê not, sed, hezar, milyon û milyarî jî, di şûna qertafa piranîyê “î” yê de qertafa “an”a piranîyê bikarbînin çêtir e.

Mînak:

Sed pezan bikire. Hezar pezan bifiroşe.

Balkêşî: “Δya di dawîya navdêrên piştî hejmara; sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê not, sed, hezar, milyon û milyarî de tê bikaranîn, qertafa piranîyê ye. Îhtîmal e ku asarên di navbeyna kurmancî û  zazakî  de be. Divê li ser vê lêkolîn bê kirin.

Komxebat di derheqê “yek” ê de waha pêşnîyar dike.

“11) Hejmarnava “yek”ê mê ye û bi “-ê”yê dihê tewandin.

Nimûne:

ji yekê

pêlika bîst û yekê

sala şêst û yekê

şeva hezar û yekê”

“Gava ku hejmarnava “yek”ê dikeve pêşîya navdêrekê, tesîra wê ne mîna tesîra hejmarnavên din e. Lewra ew li ser tewandina navdêran tesîrê nake. Navdêrên ku li gel hejmarnava “yek”ê dihên bikarînan, li gor zayenda xwe dihên tewandin:

Nimûne:

Ji yek zilamî, ji yek jinê, ji yek kurî, ji bîst û yek bajarî, ji sih û yek dewletê, ji çil û yek miletî, ji pêncî û yek destî, ji şêst û yek dibistanê, ji heftê û yek neteweyî, ji heştê û yek xanimê, ji heştê û yek xulamî, ji nod û yek mêvanî, ji sed û yek mêrî”

Mixabin qertafa li dawîya “yekê” ne qertafa tewanga mêyîtîyê ye.

Ezê di vê mijarê de fikrê xwe pêşkêş bikim.

  1. Bikaranîna “yek”ê
  2. Di raveka rengdêra hejmarê de ku lêker negerguhêz be, navdêra piştî hejmarê ne bireser be û nediyarkirî be, wî çaxî ne “yek” ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak: Yek zarok kenî. (Zarokek kenî)

Di vê hevokê de peyva “yek”ê û “zarok”ê qertaf nestandîye.

  1. Di raveka rengdêra hejmarê de ku lêker gerguhêz be, navdêra piştî hejmarê di peywira biresera nediyarkirî de be, wî çaxî ne hejmar ne jî navdêr qertafê nastînin.

Mînak: Min yek zarok anî. (Min zarokek anî)

Di vê hevokê de lêker gerguhêz e. Ji ber ku bireser ne dîyarkirî ye, peyva “yek”ê û “zarok”ê qertaf nestandîye.

  1. Di raveka rengdêra hejmarê de ku lêker gerguhêz be, navdêra piştî hejmarê di peywira biresera diyarkirî de be, wî çaxî hejmar qertafê nastînin lê navdêr qertafa zayendê “î” û “ê”yê distîne.

Mînak:

Ez yek kurikî dibim. (Ez kurikekî dibim.)

Ez yek keçikê dibim. (Ez keçikekê dibim.)

Di van hevokan de peyva “yek”ê qertaf nestandîye. Peyva “kurikî” qertaf a “î”yê standîye. Peyva “keçikê” qertaf a “ê”yê standîye.  Qertafên zayendê “î”, “ê”  hatine bikaranîn.

  1. Ku hejmar, di peywira navdêrê têrkerê de be, wê demê hejmara “yek”ê qertafa “ê”yê distîne.

Mînak: Ji yekê heta bi bîsta bihejmêre. Di eslê xwe de ev hevok waha ye: (Ji yek hejmarê heta bi bîst hejmara bihejmêre.)

Ku peyva “yek”ê nekifşîya hejmarê dîyar bike, di wê hevokê de navdêr tê piştî “yek” ê qertafa zayendê distîne.

Mînak:

Ezê yek zebeşî bikirim. (Ezê zebeşekî bikirim.)

Ezê yek sêvê bikirim. (Ezê sêvekê bikirim.)

  1. Ku berî “yek”ê daçeka “bi, ji, li, di” bê bikaranîn, wê demê “yek” qertafa “ê”ya li dawîya navdêra distîne peyva “yek” ê ji rengdêrî dikeve û dibe navdêr.

Mînak:

Bi yekê bileyîze  (Bi yek xarê bileyîze)

Li yekê gerîyan   (Li yek malê gerîyan)

Di yekê de zarok hene. (Di yek sınfê de zarok hene.)

  1. Ku “yek”, raveka hejmara rêzê be, wî çaxî navdêr berî hejmarê tê nivîsandin, hejmar jî qertafa raveka nêrîtîyê “ê” distîne.

Mînak:

Ez di sinfa yekê de me. (Ez di sinfa yek hejmarê de me.)

Ez di sinfa yekem de me.

  1. Ku hejmar raveka navdêrê be, wî çaxî hejmar berî navdêrê tê nivîsandin. Hejmar qertafa raveka nêrîtîyê “ê”distîne. Navdêr jî qertafa raveberê distîne

Mînak:  Îro yekê hezîranê ye. (Îro yek rojê hezîranê ye.)

  1. Di hevoka “Ez yek zilamî dibînim.” de, “zilamî” qertafa nêrîtîyê standîye û bireserê dîyarkirî ye. Di hevoka “Ez yekî dibînim.” de, “yekî” qertafa nêrîtîyê sitandîye. Di vê hevokê de peyva “yekî” ji rengdêrî ketîye di peywira cînavkê nekifşîyê de ye. Peyva “yekî”di şûna “zilamekî” de bûye bireserê dîyarkirî.
  2. 9. Di hevoka “Yekê gulanê” de peyva “yekê” qertafa raveka (îzafeya) pirhejmarîyê standîye. Lê em dizanin ku peyva “yek”ê mê ye.

Bikaranîna peyva “nîv”ê

Li pêşnîyara Komxebatê binêrin. Da em karibin fikra xwe bêjin.

12) Her çî “nîv” e, gava ku bi serê xwe be, bi “-î”yê dihê tewandin.

Nimûne: ji nîvî”

“Gava ku “nîv” li gel hejmarnavên din bihê bikarînan, wan naxe bin hikimê xwe lê ew bi xwe dikeve bin hikimê wan û li gor wan dihê tewandin.”

Nimûne:

“ji yek û nîvê, ji du û nîvan, ji deh û nîvan, ji bîst û nîvî, ji sih û nîvî, ji çil û nîvî, ji pêncî û nîvî”

“Gava ku “nîv” li gel navdêran jî dihê bikarînan, wan naxe bin hikimê xwe û navdêr bi tewanga xwe dihên tewandin.”

Komxebatê di derheqê peyva “nîv”ê de jî tevlîhevî kirîye.

Ezê di derheqê peyva  “nîv”ê de fikrê xwe pêşkêş bikim.

Peyva “nîv”ê peyveka nêr e.

  1. Peyva “nîv”ê bi hejmarê re bê bikaranîn, peyva “nîv”ê qertafa nastîne.

Mînak:

Min nan û nîv kirî.

Te sê wereqe û nîv anîn.

Wî sed û bîst û şeş metre û nîv qumaş firotin.

Adar, du milyon û hezar û sê sed û çil û heft wereqe û nîv xerç xirin.

  1. Di hevokê de ku peyva “nîv”ê bi navdêra pîvanê re bê bikaranîn, wê demê peyva “nîv”ê piştî navdêrê pîvanê tê bikaranîn. Peyva “nîv”ê qertafê nastîne.

Mînak:

Şeş kêlo û nîv pembû bikire.

Wî du metre û nîv kumaş firotin.

Sê lître û nîv şîr kirîn.

Di van hevokan de peyva “nîv”ê piştî peyvên pîvanê “kêlo, metre û lître”yê hatîye bi kar anîn.

Balkêşî: Peyva “nîv”ê ji bo tiştên tene (heb) bin tê bikaranîn.

Yanî em nikarin bêjin: “Pênc xwarin û nîvê bide me.” (Ev mînaka komxebatê ye.)

Balkêşî: Lê bi wateya mecaz em dikarin bêjin:

Nîv mela, nîv xwenda, nîv alim, nîv zana, nîvco, nîv insan

  1. Di hevokê de ku lêker gerguhêz be, bireser jî nedîyarkirî be, wê demê navdêr û peyva “nîv”ê jî qertafê nastînin.

Mînak:

Ahmed du nan û nîv xwarin.

Zana sê wereqe û nîv xerç kirin.

Di van hevoka de peyva “nîv”ê bireserê nedîyarkirî ye. Peyva “nîv”ê qertaf nestandîye.

  1. Di hevoka “Bi qasî du wereqe û nîvên xwe jê hilde.” de, lêker gerguhêz e. Qertafa “-ên” qertafa ravekê ye. Eslê vê hevokê waha ye.“Bi qasî du wereqe û nîv wereqeyên xwe jê hilde.” ye. Peyva “wereqeyên” ketîye. Qertafa “ên” hatîye dawîya “nîv”ê.
  2. 5. Çar metre û nîvan bikire.

Di vê hevokê de, lêker gerguhêz e, peyva metreyê bireserê dîyarkirî ye. Peyva “nîva” jî bi “metre”yê ve girêdayî ye. Qertafa li dawîya “metre”yê hatîye dawîya peyva “nîvan”. Qertafa“-an”ê qertafa “Çar metre û nîv metreyan” e.

  1. Ji şeş û nîvan, çar û nîvan derêxe.

Eslê vê hevokê ev e:

Ji şeş kêloyan û nîv kêloyan, çar kêloyan û nîv kêloyan derêxe.

Peyva “nîv”ê bi hejmara şeş û çarê ve girêdayî ye. Ji ber wê çendê qertafa “-an” ya li dawîya “kêloyan” hatîye dawîya “nîv”ê.

Di vê hevokê de “şeş û nîvan” û “çar û nîvan” têrker e.

  1. Ku peyva “nîv”ê raveka (îzafeya) rengdêra be, peyva “nîv”ê qertafê nastîne lê navdêrê piştî “nîv”ê qertafa nêrîtîyê “î”û “ê”yê distîne.

Mînak:

Nîv metreyê bikire. ( ji nîvî)

Nîv wereqeyî bide min.

Ji nîv sêvê ev maye.

  1. Ku peyva “nîv”ê raveka navdêra be, wê demê peyva “nîv”ê qertafa raveka nêrîtîyê “ê” distîne.

Mînak:

Nîvê malê xwe bide min.

Nîvê zebeş bide cîrana.

Nîvê sêvê xira bûye.

Bikaranîna peyva saetê û daçeka “di…de”yê û daçeka “ji”yê

Komxebatê hevokên wisa dane ku aqlê mirova disekine. Wezîfa daçekan îzah nekirîye.

Gelo peyv, raveka rengdêran be “bazindaçek” çi dike? Gelo peyv, raveka navdêran be “bazindaçek” çi dike? Gelo peyv, bireser be “bazindaçek” çi dike? Divê bê îzah kirin.

 Em li mînakên Komxebatê binêrin û serast bikin.

  1. “Ez di saet pêncan de hatim.”

Di vê hevokê de têkilîyê peyva “saet”ê ne bi pêncê re ne jî bi raveka rengdêrê ve nîne. Mexsed jê ne pîvana dem e. Ji ber wê çendê ne hewceye peyva “saet”ê di nav qalibê daçeka “di…de”yê de bê nivîsandin.

Em dikarin bêjin ku peyva “saet”a di pêşîya pêncê de zêdeye ne lazime bê nivîsandin. Bê peyva “saet”ê jî wateya hevokê xira nabe. Çimku qertafa li dawîya peyva “pêncan” qertafa li dawîya “pênc saetan” e. Peyva “saetan” ketîye. Di hevokê de ne lazim e, du caran peyva “saet”ê bê bi kar anîn. Nexwe hevok waha bê bi kar anîn rastir e.

Mînak:“Ez di pêncan de hatim.” An jî; “Ez saet di pênçan de hatim.” Di vê hevokê de mexsed dîyarkirina hatinê di“pênca” de ye.

Ezê çend mînakên dî jî bidim da mijar bê zelalkirin.

  1. “Ez di du saetan de hatim”

Di vê hevokê de peyva “du saeta” raveka rengdêrê ye. Mexsed jê pîvana deme. Ji ber wê çendê peyva “saet”ê di nav qalibê daçeka “di…de”yê de cih girtîye. Raveka “du saeta” kirîye hokera mîqtarî.

Di vê hevokê de wezîfeya (peywira) peyva “saet”ê heye.

Peyva “saet”ê dide zanîn ku “hatin” ne di du deqîqeya de ye. Ne du roja de ye. Hatin di du saeta de pêk hatîye.

  1. “Ez di saeta çarem (çarê) de gihatim wir.”

Di vê hevokê de peyvgruba “di saeta çarem de” raveka navdêrê ye. Qalibî daçeka “di…de”yê ev peyvgrub êxistîye di bin bandora xwe de. Peyvgrub hêmana (öğe) hokerî ya demî ye.

Di vê hevokê de peyva “saet”ê divê di nav qalibê daçekê de bê nivîsandin. Ji ber ku peyva “saet bi çarê” re hejmara rêzê dide dîyar kirin. Ku di vê hevokê de peyva “saet”ê neyê nivîsandin hevok bê wate dibe.

Mînak:  “Ez saeta di çarem de gihatim wir.” Hevok bê wateye.

  1. “ Di saeta min de milla sanîyeyê nîne.

Di vê hevokê de peyvgruba “saeta min” ravek e. Wateya xwemalitîyê têxê di hevokê de. Ji ber wê çendê daçeka “di…de” peyvgruba “saeta min” tevde êxistîye di bin hukmê xwe de û kirîye têrker.

  1. “ Adar li saeta xwe nenêrî.”

Di vê hevokê de peyvgruba “saeta xwe” ravek e. Wateya xwemalitîyê têxê di hevokê de. Ji ber wê çendê daçeka “li” peyvgruba “saeta xwe” kirîye têrkera berpêbûnê.

Komxebatê peyvên “dehekî, sedekî û hezarekî” pêşnîyar kirin e.

Pêşnîyara min di derheqê nivîsandina van hejmaran de ev e: “Dehkî, sedkî û hezarkî”ye. Yanî qertafa “e”yê bê nivîsandin. Axaftinê giran dike.

Lazime ku Komxebat îzah bike ka ”an” bi çi awayî dibe tewang û ”î” bi çi awayî dibe tewang di nivîsandina salê de.

”30.6. Tewang[4] di nivîsîna salê da

Nimûne: (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”)

di sala 1914an de

di sala 1920î de  

di sala 1870 de”

Eger em van hevokan bi nivîsandinê binivîsin emê waha binivîsin:

Di sala hezar û neh sed û çardehan de ye. (Di sala hezar û neh sed û çardeh salan de)

Di sala hezar û neh sed û bistî de (Di sala hezar û neh sed û bîst salî de )

qertaf  “-an”  û  “î” yê, ev her du jî qertafên piranîya “salan û salî” ne.

Di derheqê hejmarnavên rêzê de jî mejîyê Komxebatê tevlîhev e. Komxebat vê mijarê waha şirove dike.

29.5. Hejmarnavên rêzîn

“Hejmarnavên rêzîn, li gor qayîdeyên jorîn û bi alîkarîya “yê”, “ya”, “yên”ê dihên çêkirin.[5]

Nimûne:

“yê/ya yekê, yê/ya duyan, yê/ya sêyan, yê/ya çaran, yê/ya pêncan, yê/ya şeşan, yê/ya heftan, yê/ya heştan, yê/ya nehan, yê/ya dehan, yê/ya yazdehan, yê/ya duwazdehan, yê/ya sêzdehan, yê/ya çardehan, yê/ya panzdehan, yê/ya şazdehan, yê/ya hevdehan, yê/ya hejdehan, yê/ya nozdehan, yê/ya bîstî, yê/ya sîyî, yê/ya çilî, yê/ya pêncîyî, yê/ya şêstî, yê/ya heftêyî, yê/ya heştêyî, yê/ya nodî, yê/ya sedî, yê/ya hezarî, yên”

“b) Ji bo standardkirina hejmarên rêzîn

Ji ber ku di nava kurmancîaxêvan da di pirsa zayenda hejmaran da cudabûnek heye û li gor hin devokan zayenda wan nêr e, li gor hin devokan jî mê ye, ji bo çareserkirina vê pirsê û peydakirina standardekê, hewcedarî bi rêyeke çareserkirinê ya pratîk heye. Piştî tecrubeyan, rêyeke pratîk peyda bûye ku ew jî bikarînana morfema “-em”ê ye. Hin nivîskarên kurmancîyê êdî bi vî awayî dinivîsin. Hilbijartina vî awayî dê rêyê li ber alozîyan bigire û dê di warê hejmarên rêzîn da standardekê peyda bike.”

“Ji ber vê yekê, tevî qayîdeya li jorê dîyarkirî jî ya baştir ew e ku kurmancîaxêv ji bo hejmarnavên rêzîn li ser vê “-em”ê li hevûdin bikin, wê bikin bingehê standardkirinê û hejmarên rêzîn bi vî awayî binivîsin: hejmarnav + -em”

Komxebatê şirove kirîye ku hejmarên rêzê bi arîkarîya“yê”, “ya”, “yên”ê tên damezrandin. Gelo wazîfeya “yê”, “ya”, “yên”ê di kurdî de çî ye? Divê Komxebat vê îzah bike. Ya duwê divê komxebat vê jî îzah bike. Gelo hejmarên rêzê sadece bi arîkarîya “yê”, “ya”, “yên”ê tên çêkirin? An bi awayekî dîtir jî tên çêkirin. Divê Komxebat vê jî îzah bike.

Di vê derheqê de komxebatê pêşnîyar kirîye ku hejmara rêzê bi qertafa “-em”ê bê damezrandin çêtir e.

Gelo emê bêjin: Em di sinfa çareman de ne. An jî: Ez di sinfa ya çaremê de me.

Emê “yê”, “ya”, “yên”ê di hevokê de çawa bi kar bînin. Divê komxebat vê mijarê bi berferehî îzah bike.

Di vê derheqê de ez waha difikirim:

Ez di sinfa çarê de me.

Di vê hevokê de peyvgruba “sinfa çarê” ravek e. (Îzafe ye)

Lê ku em bêjin: Ez di sinfa çaran de me.

Qertafa ravekê nayê bikaranîn. Wezîfeya qertafa “-an”ê çî ye? Me got hejmar qertafan nastînin. “-an” qertafa navdêrekî ye hatîye dawîya “çarê”.

Ku em bêjin: Ez di sinfa çarem de me. Gelo wezîfeya “-em” ê di kurdî de çî ye?

Ku em bêjin: Ez ya çareman im., an jî ez ya çaremê me. Di van hevokan de wezîfeya qertafa “-em”û “-an”ê, an jî “-em” û “-ê” çî ye

Divê Komxebat vê mijarê bi berferehî îzah bike. An nexwe alozî xilas nabin.

Di sernivîsa vê mijarê de jî ez dimênim ecêbmayî. Gelo “Hejmarnavên rêzîn” ne ravek e? Belê. Qertafa “-în”ê ji kengî ve bûye qertafa ravekê. Herhalde Komxebatê jibîr kirîye. Ev terîmek e hatî peydakirin lê divê ev terîm qertafa ravekê bistêne. Yanî waha bê tewandin: “Hejmarnavên rêzînê”

“Nivîsîna lêkeran”

“Kopula di kurmancîyê da li gel parçeyên axaftinê yên din (parçeyên ku bi dengdêran diqedin û nedengdêran diqedin) weha dihê nivîsîn:”

“Ez kurd im

Tu kurd î

Ew kurd e

Em kurd in

Hûn kurd in

Ew kurd in”

Qey ne lazim e ku Komxebat îzah bike, mexset ji “kopula” û “parçeyên” çî ye? Komxebat di derheqê qertaf lêkeran de çi difikirê? Gelo “im, î, e, in” qertafin an jî lêkerên serbixwe ne?

Di vê mijarê de ez waha difikirim:

Di eslê xwe de qertaflêkerên li dawîya navdêran, bi wezîfeya ku navdêra bikin pêveber tên bi kar anîn. Ev qertaf waha ne:  “im, î, e, in

Qertafên di mînakên jêr de jî, heman qertaf in. Yanî “ime, yîye, ye, ine” ne.

“Ez swêdî im-e         

Tu swêdî yî /y e          

Ew swêdî ye         

Em swêdî in-e        

Hûn swêdî in-e       

Ew swêdî in-e”        

Gelo ma ne lazim e ku Komxebat îzah bike di hevoka “Tu siwêdî yî” de, di şûna “e”de çima “î” hatîye bikaranîn? Wezîfeya “î”yê li wê derê çîye? An jî çire “e” bûye”î”?

Ev xeletê meşhur e? An jî qaîdeyekê rastnivîsê ye di kurdî de?

Me berî niha jî îzah kiribû ku di vî mijarê de alozî hene.

Mînak:

“Ez keça kurda me” an jî “Ez keça kurdan im.” Komxebatê ev mijar pêşnîyar nekirîye.

Têbinî: Li hinek deveran hevoka “Tu swêdî ye” jî tê bi kar anîn.

Şivan Perwer di strana “kirîvo” de waha bikar tîne: “Tu jî êzîdî ye.”  

Bi gelemperî ”tu jî êzîdî yî” tê  bi kar anîn. Ez bim, ev mijara lêkolînê ye.

“Nivîsîna lêkerên nesade”

Gelo mexseda Komxebatê ji peyva “nesade” çîye? Em li pêşnîyara Komxebatê binêrin û paşî jî şirove bikin.

“Lêkerên nesade jî wekî hemû lêkerên din, ji parçeyên axaftinê yên nelêkerî cuda dihên nivîsîn. Lê ji navên wan jî dîyar e ku lêkerên nesade bi xwe ji çend bêjeyan pêk dihên. Hin beşên lêkerên nesade hene ku bi parçeyên xwe yên lêkerî ra bûne yek lê hin jî cuda ne.”

“Loma lêkerên nesade ji alîyê nivîsînê va dabeşî du grûpan dibin:”

“1. Lêkerên nesade yên ku bi hevûdin va dihên nivîsîn

  1. Lêkerên nesade yên ku ji hevûdin cuda dihên nivîsîn”

Ji pêşnîyara komxebatê waha tê fêhmê: Lêkerên ku ji du peyvan hatî damezrandin tên fêhmê. Hinek ji van lêkeran, bi hev ve tên nivîsandin, hinek jî cuda tên nivîsandin.

Komxebatê di derheqê yên bi hev ve tên nivîsandin de waha gotîye:

Lêkerên nesade yên ku bi hevûdin va dihên nivîsîn

Hin lêkerên nesade hene ku bi hevûdin va dihên nivîsîn.

pêşgir + lêkera sade

Ev cureyên lêkeran ji pêşgiran (da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-, wer-) û lêkerên sade pêk dihên. Bi serê xwe tu maneya van pêşgiran tune ye. Loma di rastnivîsîna vî cureyî da, qayîdeya sereke ew e ku divê pêşgir bi tu awayî ji lêkerên sade nehên veqetandin û hertim bi wan va bihên nivîsîn.”

Gelo (da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-, wer-) qertafên an daçek in? Divê bên îzah kirin. Komxebat vana wek qertafan şirove dike. Komxebat waha didomîne. ”Divê pêşgir bi tu awayî ji lêkerên sade nehên veqetandin û hertim bi wan va bihên nivîsîn.”

Gelo hevokên ku Komxebatê ji bo mînakan dayîn, ne muxalifê vê tesbîtê ne? Ka li hevokan binêrin:

“Ez dadigirim.

Ez dadikim.

Ez vedixwim.

Ez vedigerim.

Ez çêdikim.

Ew çêdibe.

Ez hildikim.”

Rastîya van hevokan li gorî Komxebatê gereke waha bûna:

“Ez didagirim.

Ez didakim.

Ez divexwim.

Ez divegerim.

Ez diçêkim.

Ew diçêbe.

Ez dihilkim.”

Divîbû ku “bi tu awayî(da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-, wer) ji lêkerên sade cuda neyên nivîsandin. Lê Komxebatê daçeka dema niha “di” anîye di navbera wan de bi kar anîye. Rastî ewe ku qertafa “di” di pêşîyê de bê bi kar anîn. Wekî “Ez divexwim.”

Ezê fikra xwe ya di derheqê “vê-xistin, vê-ketin”ê de jî pêşkêş bikim. Divê bê zanîn ku lêkera “ketin, xistin”ê devokî ne. Ev hevok bi eslê xwe waha ye: “ketin, pêxistin”e. Ji hev vekirina van hevokan “bi- wê- ketin” û “bi- wê- xistin”e. Di tesbîtên Komxebatê de kêmayî hene.

Di derheqê qertafa dema bê (dahatû) de

Komxebatê di derheqê qertafa dema bê de biryarek daye. Lê di derheqê biryara xwe de îzahat nekirîye. Komxebatê waha pêşnîyar kirîye:

“Di nivîsîna kurmancîyê da, ji bilî hin awayên pêkvenivîsandî (Nimûne: Tuê bibînî, tu bibînî, tu bibînî) – ev awa hene:

dê, ê, wê, yê, tê

Nimûne:

Tu bibînî, tu ê bibînî, tu bibînî, tu bibînî, tê bibînî

Ji van awayan du awa hene ku herî û pir dihên bikarînan: ” û ê”.

Ji van her du awayan tercîha Komxebata me ya di vî warî da ” ye.   

Divê ku ev”” cuda bihê nivîsîn.” 

Komxebatê lêkolîn kengî kirîye û danekên di destê Komxebatê de çine? Ma ne lazim e ji raya gel re pêşkêş bike. Gelo “pir bikaranîn” li kîjan deveran e? Da ku gel di derheqê biryara wan de serwext bibe. Jiber vê sedemê ev ne pêşnîyareka zanyarî ye.

Tişta ez dizanim; devera Behdîna xariç, kurd bi gelemperî “ê” bi kar tînin. Mîr Celadet jî ev mijar bi “ê”yê serast kirîye.

Di mînakên komxebatê de eşkere ye ku di “dê, ê, wê, yê, tê” de qertafa dema bê “ê” ye. Di van mînakan de “w, y” herfên kelijandinê ne. “d, t” jî di şûna herfên kelijandinê de ne. Eslê wanan jî evin: “di-hê” û “ti-hê” ne. Di eslê van de jî “h” kelijandin e. “di” û “ti” hatine zêdekirin.

Nexwe em dikarin bêjin, esasê qertafa dema bê “ê” ye. Evên dîtir hemû jî zêde ne. Kelijandin jî îşaretê qertafa dema bê “ê”yê bi peyva pêşîya xwe ve dide nivîsandin.

Komxebatê di derheqê dema bê (dahatû) de ev pêşnîyar kirîye:

“Di nivîsîna dema dahatû da, divê ku pirtika “bi-”yê bihê nivîsîn. Di zimanê nivîskî da, nenivîsîna wê ne rast e.”

“Nimûne:”

“Awayê rast                  Awayê nerast             

Ez dê biçim.                   Ez dê çim.                              

Ez dê bikim.                   Ez dê kim.

Ez dê bixwim.                Ez dê xwim.

Ez dê bikujim.                Ez dê kujim

Ez dê bigirim.                Ez dê girim.

Ez dê bimeşim.              Ez dê meşim. “

Heman Komxebat van mînakan jî dide:

“Her çî lêkerên nesade ne, -ji bilî lêkerên mîna “çêbûn” û “çêkirin”ê- bêyîbi-”dihên nivîsîn. “

“Nimûne:

Ez dê dagirim.

Ez dê rawestim.

Ez dê vexwim.

Ez dê vegerim.

Ez dê rûnim.”

Lazime Komxebat, sedemê nenivîsandina qertafa dema bê “bi”yê îzah bike.

Gelo ku mînakên li jêr waha bên nivîsandin çênabe?

Ezê bi-dagirim.

Ezê bi-rawestim.

Ezê bi-vexwim.

Ezê bi-vegerim.

Ezê bi-rûnim.

Ezê di-dagirim.

Ezê di-rawestim.

Ezê di-vexwim.

Ezê di-vegerim.

Ezê di-rûnim.”

Fikra min eve ku lêkerên bida-, hil-, ra-, rû-, ve-, weryê bên afrandin, qertafên “di” û “bi”yê di pêşîya lêkerêde bên nivîsandin, sergêjî nemîne.

Komxebatê di derheqê lêkerên ne sade de waha pêşnîyar kirîye:

“Ev cureyên lêkeran ji pêşgiran (da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-, wer-) û lêkerên sade pêk dihên. Bi serê xwe tu maneya van pêşgiran tune ye. Loma di rastnivîsîna vî cureyî da, qayîdeya sereke ew e ku divê pêşgir bi tu awayî ji lêkerên sade nehên veqetandin û hertim bi wan va bihên nivîsîn.”

“Lê kategorîyeke din ya bêjeyên din+lêkera sade heye ku di esilê xwe da hejmareke lêkeran ya zêde nakeve ber. Hêmanên ku lêkerên weha pêk diînin, di proseseke leksîkalîzebûnê ra derbas bûne û li gel lêkerên sade êdî bûne yekparçe. Divê ew wekî leksemên nû bihên dîtin. Loma divê ku ev hêmanên lêkerî hemû bi hevûdin va bihên nivîsîn.”

“Nimûne: Çêbûn, çêkirin, berdan, derxistin, derbûn, derketin, derxistin” 

Komxebat di derheqê lêkerên “nesade” de tevlîhev kirîye. Di vî warî de îzahatek jî nekirîye. Di vegotinê de pêşnîyar kirîye ku “bi tu awayî ji lêkerên sade nehên veqetandin û hertim bi wan va bihên nivîsîn.” Lê di van mînakên ku Komxebatê dayîn de qertafa dema niha “di” êxistîye di navbera (da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-,wer-) û lêkerên sade de. Gelo komxebat wateya “bi tu awayî” bi çi mexsedê nivîsîye?

Ma nelazimbû ku Komxebat, mînakên “çêbûn, çêkirin, berdan, derxistin, derbûn, derketin, derxistin” dayîn îzah bike. Ka yê çawa bêne nivîsandin.

Gelo mexseda komxebatê kîjan ji vanên li jêr e?

Çê-bi-bûn, çê-bi-kirin, ber-bi-dan, der-bi-xistin, der-bi-bûn, der-bi-ketin, der-bi-xistin”

An jî: bi-Çêbûn, bi-çêkirin, bi-berdan, bi-derxistin, bi-derbûn, bi-derketin, bi-derxistin”

Divê Komxebat, bi zanyarî vê mijarê jî îzah bike.

Hevokên komxebatê nayên fêhmê. Di vê derheqê de ezê çend mînaka bidim, Hûn hevokên wan şirove bikin û binirxênin.

“Ziman di axaftinê da û di nivîsînê da bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku meriv wekî dipeyive, nanivîse

“Loma dihê gotin ku axaftin zimanek e ji bo guhan e û nivîs jî zimanekî din e ji bo çavan e”

“Ji bo nivîsîneke baş, birêkûpêk, fêmbar û her weha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal -çi yên ku xwe bispêrin rêzimanê, çi jî yên ku xwe bispêrin hevfikirî û lihevkirinê- şert in.”

“Her çî nivîsîna rêbereke rastnivîsînê ye, ji bo wan zimanan hêsantir e ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê da lihevhatinên wan yên civatî hene.”

“Her çî kitêbên dersan in jî bi cudayîyan va mişt in.”

“Di nivîsîna kurmancîyê da qayîdeya giştî ew e ku lêker ji parçeyên axaftinê yên din cuda dihên nivîsîn.”

 “Her çî bilêvkirina 23 nedengdêrên alfabeya kurmancîyê ye, bi vî awayî dihê kirin:”

“Kopula di kurmancîyê da li gel parçeyên axaftinê yên din (parçeyên ku bi dengdêran diqedin û nedengdêran diqedin) weha dihê nivîsîn”

 “Her çî alfabeya kurmancîyê ya herfgotinê ye, ango alfabeya herf bi herf gotinê ye, maneya wê ew e ku gotinek herf bi herf û her herfeke wê jî bi alîkarîya navên merivan dihê bilêvkirin”.

“Herfên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî, di kurmancîyê da bi herfekê dihên nivîsîn. Ji ber vê yekê ye ku kurmancîya van bêjeyên ji zimanê erebî weha dihê nivîsîn:”

”Herfên bêjeyên zimanên ewropayî yên ducare jî di kurmancîyê da dibin herfek.”

 ”Gava ku bêjeyeke nû bi pêşgirekê bihê çêkirin û ew pêşgir her bi herfa destpêka morfema sade biqede, divê ku herfa ducare bimîne.”

 “Di xwendinê da, gava ku meriv çav li wê bikeve, divê ku raweste.”

“Ez ji ber van tiştên xerab jî wî bajarî ji bîr nakim.”

 “Di saet dehan de”

Kîjanî ji wan ji te ra got?”

26.08.2017

HALİL AKTUĞ