Seîd Veroj/ Abdurehman Nacîm: Edîb, Şaîr, Perwerdekar, Hiqûqnas

0
3317

Abdurehman Nacîm, di sala 1833-34an de li qezaya Şehrezor a girêdayî bajarê Silêmanîyê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed Beg e, ji mîrekên Silêmanîyê û kesayetîyeke navdar ê wê deverê bû. Abdurehman Nacîm bi leqeba xwe ya Mewlanbegzade jî tête nasîn. Wî, tehsîl û xwendina xwe, di medreseyên Silêmanîye û Bexdayê de îkmal kirîye, herweha perwerdeyîya hiqûqê dîtîye û di tesewufê de jî bi girêdayî terîqeta Neqşebendî bû. Ew di dawîya salên 1850î de tê Stenbolê û dibe yek ji danerê sîstema kutibxaneyên Stenbolê.

Abdurehman Nacîm bi nasnameya xwe ya nivîskarî, perwerdekarî, huqûqzanî, edîbî û şairî tête nasîn û herweha nivîskarekî pirrziman bû. Di mudetê jîyaneke kurt de, gelek pirtûk û li ser babetên cûr bi cûr meqaleyên balkêş dîyarîyê me kirine. Ew, bavê rojnamevan û sîyasetmedarê navdar, Mewlanzade Rifat e.

Wî, hem di seha îlmîye û hem jî di seha mulkîyeyê de kar kirîye. Piştî ku derbasî mulkiyeyê dibe, bajarên wekî Diyarbekir û Xarpêt jî di nav de, bi wezîfeyên fermî li gelek deveran xebitîye. Dema ku ew li Diyarbekir reîsê daîreya Mehkemeyên Îstinafê bû, Konsolosê Brîtanya Mr. Trotter li ser rewşa wê demê ya Kurdistanê raport û daxuyanîyek belav dike û di naverokê de: Kurdan bi cehalet û hovîtîyê dide nasandin û herweha dibêje; qewmê kurd ji maarîfetê [îlim-kultur] mehrum e. Abdurehman Nacîm ji bajarê Diyarbekirê ve bersiveke berfireh û dirêj dide Konsolos û dibêje: “Ew meqaleya ku ji alîyê Konsolosê îngiliz ve hatîye nivîsandin û di rojnameyan de hatîye neşirkirin; dûrê halkirina heqîqetê ye û ne li gor arzûyan e. Li ser vê babetê tehqîqatên Konsolosê navborî, sivik û bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê Ew, piştî van agahdarîyên berfireh, xeletîya xwe sererast bike û qethen ji me jî aciz nebe.”

Abdurehman Nacîm, li ser babetên cihê cihê nivisîye û xasleten bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê, ronahîyeke girîng daye dîroka edebîyatê. Hezar mixabin ku ew kanîya zanînê zû çikiyaye, ew, “23yê Hezîrana 1895ê, di 62 salîya xwe de li bajarê Elezîzê çûye ber dilovanîya xwe.”

***

Pêşgotin

Bûyer û rûdanên sedsala nozdeyan, hem li cîhanê û hem jî di nav Împeratorîya Osmanî de encamên pirr girîng derxistin meydanê. Bi taybetî jî Peymana Berlînê (1878) û Şerê navbera Împeratorîya Rus û Osmanîyan; qrîzên aborî, sîyasî û civakî yên nava Împeratorîya Osmanî kûrtir û berfirehtir kirin û bûn sebebê guherîn û têkçûna pergala Împeratorîyê. Siltan Abdulhemîdê II., di navbera Meşrûtiyeta Yekemîn û Meşrûtiyeta Dûyemîn de, gelek caran hewl da ku di çarçoveya “Yekgirtina Musilmanan” de fikra “Osmanîparêzîyê” bi pêş bixe û bi vê awayî împeretorîyê li ser hev bigre, lê bi ser neket.
Herweha vê rewşa hanê, bandoreke girîng li ser rewşa aborî, komelayetî û sîyasî ya Kurdistanê jî kir. Sîstema otonom a mîrnişîniyê li Kurdistanê bi dawî hat, pêşengî û serokatîya tevgera civakî û sîyasî ya Kurdistanê derbasê tebeqeya şêx û ulema bû. Di sala 1878an de, hewldana serhildana Husên û Osman Paşayên Bedirxanî, xeleqeya dawî ya vê dewrê bû. Du sal piştî vê hewldanê, di 1880an de bi serokatîya Şêx Ubeydulahê Şemzînî tevgereke nû dest pê kir. Şexsiyet û bûyerên ku bûne mewzûya vê xebatê jî, divê di bin bandor û rewşa vê demê de bêne xwendin.
Xusûsiyeteke Împeraratorîyê jî ev e ku di nav de gelek qewm, kom û komikên etnîkî, dînî û kulturî bi hev re dijîn. Ziman û edebîyateke neteweyî ya Împeratorîyê tune bû. Gelek nivîskar, edîb û entellektuelên împeratorîyê di kar û xebatên nivîskarî de, zimanên cihê cihê bi kar anîne; yanî ew nivîskarên pirrzimanî yên împeratorîyê bûn. Dema em bala xwe bidin zimanê nivîsandin û nivîskarên wê demê, weha dîyar dibe ku digel zimanên xwe yên qewmî pirranî bi zimanê erebî, farisî û osmanî nivîsandine.
Di salên dawî yên împeratorîyê de, ji ber bandora belavbûna fikrên neteweyî, peyderpey di nav kurdan de jî fikrên kulturî yên qewmî [neteweyî] peyda dibin. Netewetîya kulturî, di bin bandora bûyerên sîyasî yên wê demê de, pêşîyê bi rêya çapemenî û çalakîyên kulturî geş dibe û paşê jî di warê sîyasî û rêxistinîyê de. Di vê çarçoveyê de, berhemên nû yên edebîyata kurdî jî di vê demê de peyda dibin. Edîb û nivîskarên kurd, êdî qîma xwe bi dubarekirina teşbîhên şairên berê naînin. Şair û rexnegirê kurd Keyfî, di nivîseke xwe de pêdivîya guherîna naveroka berhemên edebî û cûreyên ciyawaz ên nivîsînê weha tîne ziman û dibêje: “Nabe ku meriv her daîm bi dubarekirina teşbîhên şairên berê, şiîr nivîsandinê ji xwe re bike sermîyan. Berîya ku meriv bi van xîyalên beyxude re mijûl be, mijûlayîya bi îlmên pozîtîf re bêtir faydedar e.”
Di wê demê de parastina hebûna edebîyat, ziman û kultura kurdan, bi kurdî nivîsandin, helwesteke cihê bû û destnîşankirina cûdayîyek kulturî ya neteweyî bû. Divê nêrîn û helwesta rewşenbîrên wekî Abdurehman Nacîm, Keyfî, Hesen Zûhdî û hevalên wan jî di vê çarçoveyê de bête nirixandin. Em dikarin xebat û çalekîyên kulturî û rewşenbîrî yên di navbera Meşrutîyeta Yekemîn û Duyemîn de, ji alîyekî ve wek destpêka fikra neteweyî ya kulturî qebûl bikin. Lêbelê di wateya xwe ya modrn de, berhemên edebîyata kurdî ancax piştî Meşrûtiyeta Duyemîn, bi rêka kovar û rojnameyên wê demê peyda bûne.
Pirranîya belge û materyalên vê pirtûkê, bi lêgerîn û lêkolîna li ser hejmarên rojnameya Tercüman-ı Hakikat [Tercûmanî Heqîqet] derketine holê. Bawer dikim rojnameyên dema Dewleta Osmanî bi awayekî berfireh bêne lêkolandin, dê li ser kurd û Kurdistanê gelek materyalên nû yên balkêş derkevin ronahîyê.
Di peydabûna vê xebatê de keda gelek dost û hevalan heye, bi taybetî mamoste Cemîl Amedî bi wergerandina metnên Osmanî û A. Meretowar jî bi hesasîyeteke zimanheziyê ji bo sererastkirina zimanê metnê keda xwe ya birûmet û nûrê çavan rijandine. Herweha hevalên ku navê wan nehatiye nivîsandin û keda wan di vê xebatê de çê bûye, ji bo wan jî gelek sipas dikim.
16.03.2017

İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları

İBV Çapa Yekem: Hezîran 2017, Stenbol