Ev romana di destê we da beşa sêyem ya rêzeromana nivîskar Mehmed Dehsiwar pêk tîne: Şopa Xeterê (Apec, 2017), Çepera Giran (Apec, 2019) û Berbanga Şevînê (Apec, 2020). Piraniya bûyerên ku di vî cilda sêyem ya romanê re derbas dibin li çend paytextên îroyîn, dîrokî û nîv-fermî da diqewimin, wek Stockholm, Enqere, Stembol û Dîyarbekir. Li her serbajarekî bîranîneke lehengê romanê yê bi navê Merdan heye. Navê wî yê tam wek di romanên din da jî derbas dibe Merdan Jîndar e. Di romana Berbanga Şevînê da panoramayeke fireh ya rewşa sîyasî bi giştî li Tirkiyê û bi taybetî li Kurdistanê li ber çavan tê raxistin (salên 1990-2000). Mirovên mafîyayê, komeke kujeran, hêzên tarî û veşartî di nav dewletê da dewleteke din saz kirine. Di çapemeniyê da ev hêza binerd bi salan wek  “dewleta kûr” hatiye nasîn. Vê dewleta kûr bi taybetî berê xwe daye kurdan, gelek kurdên welatparêz bi destê kujerên nedîyar da hatine kuştin. Di van salan da herkesî herkes şopandiye. Hewa û rewşa polîtîk ya van salan wek tê zanîn gelek sert bûye, tirs û xofeke mezin li welêt hakim bûye.

Romana Berbanga Şevînê bi aramî, bêdengî, xweşî û bedewiya ku li Stockholmê heye dest pê dike. Bi kurtî li vir lehengê romanê Merdan jî tê nasandin, çawa bûye perçeyekî vî bajarî, çawa bûye xweyê mal û îmkanan. Ji aliyê din ew ji welatê kal û bavan dûr maye: “Mîna ku mirov ji himêza dêya xwe bi dûr bikeve, ew bêwar mabû”. Çawa em di romanê da dibînin wek hemû koçberan, penaber û tengezaran Merdan jî bûye xweyê du welatan, du çand û pirzimanan. Evîndara Merdan ya bi salane Şanaz jî êdî hatiye Stockholmê, li wir cîwar bûye û gihiştiye dilketiyê xwe. Ew demekê derdikevin tûreke Ewrûpayê, diçin li çend welatan digerin. Lê belê ji ber zêdebûna karên xwe, lingekî Merdan li Stockholmê, lingekî wî li Tirkiyê û Kurdistanê ye. Gelek demên dirêj ew hev nabînin. Piştî hatin û cîwarbûna Stockholmê jî tenêmayîna Şanazê dîsa berdewam dike. Tenêmayîn demeke dirêj dirûv û formekê dide jîyana wê. Merdan vê carê diçe Tirkiyê bi rojan deng jê dernakeve, Şanaz gelek meraq dike gelo tiştek hate serê wî. Carekê Merdan tê girtin, hêzên polês û dewletê wî bernadin. Çend caran herdu birayên Merdan jî tên girtin. Serê Merdan hertim di belayê da ye.

Ev yek bîna Şanazê teng dike, nizane çi bike. Têlefonên wê bêbersîv dimînin. Biryar digre û bi serê xwe tenê diçe Tirkiyê bona xeberekê ji Merdan bigre, gelo ew heye yan tune ye. Di dawiyê da Şanaz jî tê girtin. Hêzên ku Merdan girtine, bi girtina Şanazê dixwazin zêdetir li ser Merdan bandûra xwe nîşan bidin. Lê belê çi dikin ji devê Merdan tu gotin dernakeve. Di vê rewşa xerab da bêgûman hevalên Merdan jî vala namînin. Li ser planên rizgarkirina Merdan û Şanazê serê xwe diêşînin. Bi opererasyoneke biserketî ev lehengên romanê di dawiyê da tên xelaskirin. Piştî vê bûyerê êdî Şanaz ne dixwaze û ne jî dikare li Stockholêm tenê bimîne. Carekê pêşneyarekê li ber guhê Merdan dixe. Şanaz dixwaze xwişka Merdan ya bi navê Zeyneb, dê û bavê wî jî bên Stockholmê bona ew ji vê tenêmayînê xelas bibe. Merdan vê dîtinê ji dûrî aqilan nabîne, piştî demekê em van endamên malbatê jî li Stockholmê dibînin. Êdî him endamên malbata Merdan, him jî nifûsê kurdan Swêdê piçek be jî zêde dibe.

Koma Merdan ya ku bi salan e li hemberî hêzên çekdar û tarî tekoşîneke mezin dide, di vî cildê romanê da jî li ser karê xwe ye. Merdan û hevalên xwe di warê wergirtina îstîxbaratê da xweyê îmkanên mezin in. Hin kesên wek Akif Beg (di îstîxbarata polês da kar kiriye), Deniz (di îstîhbarata jendirme da xebitiye) û Xelîl Îbrahîm (zabitekî dewletê yê kevin) gelek alîkariya Merdan dikin bona wan kesên bêgune ji wê zilma mezin xelas bikin. Destên van kesan dirêj in. Ew hergav hevkariya Merdan dikin. Di romanê da çend beşên gelek dirêj hene ku qala van hewldayîn û seferên Merdan û hevalên wî dikin ku li hemberî van hêzên tarî hatine pêkanîn. Hemû bi serfirazî bi dawî hatine. Di romanê da kesê herî nêzîkî Merdan bêgûman Bahoz e, gelek ji hev hez dikin. Peyva Bahoz di romanê da wek “paşnava” Merdan xuya dike. Dema operasyonan Merdan hertim Bahoz hildide cem xwe. Jina Merdan Şanaz jî gelek dixwaze Zeyneba xwîşka Merdan bi Bahoz ra bizewice. Şanazê gelek caran ev mijar ji Zeynebê ra vekiriye. Her çiqas pêşiyê Zeynebê ev yek qebûl nekiriye jî, paşê êdî dengê xwe nekiriye.

Di romanê da hin tîp hene ku gelek bala xwendevanan dikşînin, yek ji wan jî Celîl e. Xortekî bi nezanî ketiye nav komên fanatîk yên oldar û bûye dijminê cinsê xwe, bi çek û sîlah êriş birine ser gelek kurdên bêgune. Demek tê hevalên wî dixwazin ku ew xalê xwe jî bikuje. Celîl çi dike nikare biryar bide ku bi destê xwe xalê xwe bikuşe. Celîl hê ji bîr nekiriye dema bavê wî dimre, ev xalê wî lê xweyî derketiye, ew mezin kiriye û şandiye medreseyê. Celîl di dawiyê da dev ji van hevalên xwe berdide, bi alîkariya nas û dostan paşê xwe dighîne refên kurdan. Celîl di romanê da xwe rexne dike, poşmaniya xwe tîne ziman û berê xwe dide pêşerojê. Her çiqas zor be jî dixwaze careke din li jîyanê vegere. Merdan şansekî dide Celîl û li vî xortê kurd xweyî derdikeve.

Di vê romanê da tenê sîyaset tune, mijara evîn û hezkirinê jî heye. Merdan dema ciwan bûye cara pêşîn li Dîyarbekirê li dora keçeke kurd geriyaye, dilê xwe berdaye wê. Wî tu car êşa vê evîna pêşîn ji bîr nekiriye. Di cildê duwem ê vê rêzeromanê da (Çepera Giran) Merdan û Bahoz rastî tu keçên stembolî tên, navê yekê Nesrîn, navê ya din Zerîn bûye. Ev romans hê nehatiye jibîrkirin. Di vî cildê dawîn da jî ew hev dibînin. Dilê Nesrînê ketiye Merdan, dilê Bahoz jî di Zerînê da ye. Nesrîn di vî cildê sêwem da carekê dema qala mijara mirina xwe dike, ji Merdan ra “Tu qevdek gulên kesk, sor û zer bîne, deyne ber serê min”. Merdan hinekî difikire gelo Nesrînê ew navên ku rengên ala kurdî tînin bîra mirovan çima li vir bi du hev rêz kirin? Paşê derdikeve holê ku koka malbata wê jî kurd e. Angorî gotinên bavê Nesrînê koka malbata wan diçe dighêje kurdan. Ew berî gelek salan wek sirgûn hatine vir û ji ber zordestiyan û tirsê bi dirêjahiya salan qet qala vê pirsê nekirine, xwe weke “tirk” nîşan dane yan jî hesibandine.

Di dawiya romanê da xuya dibe ku du xort nişkêva winda dibin. Ji ber vê yekê navbera du malbatan jî xirab dibe. Ji Merdan alîkarî tê xwestin. Piştî lêkolîn û pirsiyaran derdikeve holê ku hin hêzên tarî ew xort revandine bona bi rêya tehdîdan peren ji malbatên wan peyda bikin. Merdanê ku hatiye Dîyarbekirê li pey şopa wan ketiye paşê van xortan xelas dike û wan dighîne dê û bavên wan. Ev çalakî û hewldana Merdan ya dawî ye ku bi serketin û serfirazî xelas dibe. Ew xortên xelaskirî bi dilşahî diçin dighêjin malbatên xwe. Êdî Merdan û Bahoz jî haziriya xwe dikin bona herin Swêdê bighêjin hezkiriyên xwe. Mesaja romanê berbi dawiya vê berhemê, di rûpelê 500î da hêdî hêdî zelal dibe. Vê mesajê mirov bi sê peyvên efsûnkirî jî dikare bîne zimîn: rizgarî, azadî û dilşahî. Merdan û Bahoz êdî berê xwe didin pêşerojeke nûjen û dilşa. Dilezînin ku ji “wî welatê ku mirov nizanibû bê sibê çi lê diqewimî, veqetin”. Di dawiya romanê da Merdan tê Stockholmê, digihêje jin, dê-bav û xwîşka xwe Zeyneb. Merdan hê nizane jina wî Şanaz ducan (hemle) ye. Şanaz ji ber vê şabûn û dilşahiyê nizane çawa û kingê vê xebera xêrê ji Merdan ra bêje. Demekê şunda Merdan bi kêfxweşî fêr dibe ku ew êdî dibe bav, zarokek ê jê ra çêbibe! Piştî ku mirov hemû vê romana hacimfireh (506 rûp) ya bi navê Berbanga Şevînê dixwîne, mirov dixwaze romanê “Romana Merdan” bi nav bike! Ez bawer dikim ku hûn xwendevan jî dê vê heyraniya min ya di derbarê Merdan da bi parve bikin û bi hewaseke mezin vê berhemê bixwînin.

1-Bona danasîna cildê yekem Şopa Xeterê:

 http://www.rupelanu.com/romaneke-polesi-sopa-xetere-1720h.htm

2-Bona danasîna cildê duwem Çepera Giran:

http://www.rupelanu.com/romaneke-nu-ya-mehmed-dehsiwar-cepera-giran-sere-merdan-u-nemerdan-4361h.htm

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*