Ev lokalîna me ya li ser Seydayê Xanî û afirandinên wî, ji sê şaxan pêk tê:
a) Seydayê Xanî kî ye?
b) Afirandiyên wî çi ne?
c) Bi wan afirandiyên xwe çi anîye ziman?
a) Seydayê Xanî kî ye?
Ev diyare ku ji mêj ve gelek xwenda, roşinbîr, zana 0 hinermend li ser vî Seydayê hinermendê bi nav û deng lêgerîn û êkolînan kirine. Ez di vî bawarî da me, ku Seydayê Xanî di vî 50-60 salên dawîn da pirtir ji wan sê esrên pêşîn hatiye naskirin û danaskirin. Bi kurtî malbata Seydayê Xanî: Ehmedê kurê Îlyasê kurê Rustem e. Di sala 1651ê da li gundê Xanasê (navê gundekî nêzikê Çolemêrgê) hatiye dinyayê. Bernavê “Xanî” ji wî gundî girtîye. Pêsiyên malbata Xanî, ji Herêma Botan çûne wê derê. Seydayê Xanî sala ji dayik bûyina xwe di pasgotina “Mem û Zîn”ê da bi van du malikan daye zanîn:
Lewra ku dema ji xeybê fek bû / Tarix hezar û sêsd û yek bû. (hicrî)
Ji gotin û nivîsanên Xanî tête zanîn ku; Xanî, gelek tişt nivisîye, bi tenê di kevnesopa medrese û tekyeyan da Nibûhar, Mem û Zîn û cend beytên perakende bi dest me ketin. Ez gelek li pey dîwana Xanî geriyam min peyda nekir. Bi tenê yek beyteka wî ya çarane (car malik) me peyda kir ku malikekî ji wan bi Arabî ye, yek bi Farisî ye, yek bi Tirkî ye û yek jî bi Kurdî ye. Bi dîtina min, nivisînên Seydayê Xanî ne vana bi tenê ne. Lewra di pasgotina Mem û Zînê dibêje: “Xetê te ye ser nivist û sermesq/Sih sale xetê xeta diket mesq”
Însanan kutipxaneyên Iskenderye, Bexdad hwd. şewitinadine, bi milyonan kitab û afirandin jî li benda şewitandina xwe ne ku bibin duman û xwelî. Seydayê Xanî xwediyê esqeka mucerred e, yanî ew esq û dengê wijdana mutlaq (serbixwe) e. Bêveqetandin û tercih li ber nepakî û nerastiyan serhildanî kirîye. Evan însanên ku esqa wan miicerred bibe, yanî ji amacên maddî û piçûk derkeve, ew bê serm û tirs dajon ser zulmê, nerastî û nepakiyên ku bi dîtina wan; hinkî bi wan nepakiyan dêşin. Hela werin em binêrin da seydayê Xanî di vî warî da ji bo pevçûna Xwedê û Melekê Tawis di dawîya destana “Mem û Zîn”ê da çi dibêje:
"Îblisê feqîrê bê cinayet
Hindî te hebû di gel înayet
Her rojî dikir hezar taet
Lewra ku te da wî îstîtaet
Wî secde nekir li xeyrê mabut
Gêra ji ber derê xwe merdut
Yek secede nebir li pêşê exyat
Qehra te kir muxelet dinar."
Mewlana Celaledînê Rumî jî rûmeta însan di însaniyetiya wî da dibine û wî bi însan bûyina wî dipîve, ne bi dîn û bawerî û îbadet û mabudê wî, ew gazî dide însan dibeje: "Were, tu çi dibî bibe were, cihê te li ba me heye". Evan însanên hanê piştî ku diçin pirr dereng têtin naskirin, hinkî li wan digerin lê ew êdî venagerin.
b) Afirandinên wî çi ne?
Seydaye Xanî, di pêşgotina Mem û Zînê da bi Xwedê ra xeber dide dibêje:
"Xetê te ye ser nivist û sermeşq-sih sal e xetê xeta diket meşq ". Xanî, di vir da dide zanîn ku sî sal e, ew dinivîse. Wekî ku me li jor got: nivisînên Seydayê Xanî ne tenê Mem û Zîn, Nûbuhar û Beyta Çarane ya bi çar zimanan. Dema ku Xanî Mem û Zîn qedandiye, salên wî çil û çar(44) bûne. Di paşgotina Mem û Zînê da dibeje:
"Îsal gihişte çil û çaran/ wî pêşrewê gunehkaran". Seydayê Xanî, piştî nivisana Mem û Zînê jî çarde sal jîya ye.
Hûnermendekî wekî Seydayê Xanî, bi Mem û Zîn û Nûbuharekî bi tenê li pey hiştina wî bes nayête dîtin. Ez bawerim, eger di binê kewarê tekye, medrese, mizgeftan û hinkî şikeftan lêgerinekî baş bête kirin, dê gelek afirandiyên pirr hêja yên Kurdî bêtin dîtin ...
1. Seydayê Xanî bi nivisandinên xwe çend tişt bi hev ra dide zanîn; Bi "Mem û Zîn"ê xwediyê eşqa mecazî çawa para xwe jê digre, însanên neteweperwer jî jê xudanpar dibin, mûtesewûf û hûmanîst jî bi dîtin û xwendina we gelek dilşad dibin, ji ber ku Xanî wan jî jibir nekirîye. 2. Nûbuhar: Seydaye Xanî, bi "Nûbuhara Piçûkan" ji gelek tişt hîne zarokan dike: a) Ferhenga Arabî û Kurdî hîn dike. b) Bi gedan arûzê dide naskirin, di her du rûpelan da bahrekî arûzê rava dide û li gora wê bahrê ferhengê rêz dike. c) Di serê her bahrekî (nifşê deryaya qafya pêvandî) du malikê ku adet û toreyên civakî hînê gedan dike. d) Di dawîya Nûbuharê da dîroka nivîsana Nûbuharê bi tiştanokî (mamikekî) hejemarî tîne ziman. 3. Ji dîwana wî ew beyta ku bi çar zimanan li ser çarmalikan nivîsandîye, ew tenê bi destê me ket. Ewan çar zimanan: Arabî, Farisî, Tirkî û Kurdî ne.
Namekî eşqê ji dîwana Ehmedê Xanî
Fate ûmrî fî hewake ya habîbî kûlle hal (Arabî)
Ah û nalem hem demem sûd der fîraqet mah û sal (Farisî)
Ger benim kanım dilersin çoktan olmuştur helal (Tirkî)
Dîn û ebter bûm ji eşqan, min nema aqil û kemal (Kurdî)
Ente fikrî fî fûadî ente ruhî fîl cesed (Arabî)
Leşkerê ğemhayê to milkê dilem wêrane kerd_ (Farisî)
Dade geldim aşk elinden isterim senden medet (Tirkî)
Wan Tataran birine yaxma aqil û dîn û milk û mal (Kurdî)
Tale ğemî zade hemî sa’e sirrî fîl mela (Arabî)
Teşne’ê camê wîsalem cun sehîdê kerbela (Farisî) Yoksa sen diwane oldun nice halim ey dila (Tirkî)
Ya ji nû ve îşweyek da min hebîba cavxezal (Kurdî)
Bîttû hacîren hebîbî lest û mînnî alîme (Arabî)
Her dem ez derdî firaqet ğafilem ez halê men (Farisî) Can û dilden arzi kildim halimi canane men (Tirkî)
Ji arzîhala min tu xafîl qet ne pirsî arzîhal (Kurdî)
Hel lana mîn nîmetî weslîl mîn nesîb (Arabî)
Ofîtadem ber deret bêçare sergerdan ğerîp (Farisî) Derdimin çokluğu senden öte yok hiçbir tabib (Tirkî)
Ey tabîbê min dewayê derdê Xanî her wîsal (Kurdî)
(Me ev helbest ji berhevoka Zeynel Abidîn girtîye)
c) Seydayê Xanî di vê destana “Mem û Zînê” de, ji kî, çi xwestîye?
Seydayê Xanî, li dora xwe û li rûpelê pirtokan nihêrtîye; dîtîye ku eger hûnermendan ji wan însanên pey xwe ra hinkî berhem (mîras) nehiştana, dê di ciyê vê dinyayê da ewê dinyaka dî, bi çandeka dî dê hebîya. Eger Fîrdewsî ji Îraniyan ra Şeyhnameyê bexş nekiribûya; di nava wê da pêşiyê wan ravayê wan nedabûna, bi wan nedana naskirinê dê îro li kenarê Hezarê pêlên alên talankerên Araban bi pêlên Hezarê ra dîlan bikirana. Eger hûnermendên wekî Yunis Emre û Hacî Bektaşê Welî nebayana, evro dê di Anadolê da kîjan çand bikeliya û pêl bida? Weha reng e, Îliada, Nîbelungen û hwd. piştî ku Seydayê Xanî ji van destanan agahdar bûye, xwestiye ku ew jî destanekê ji gelê xwe ra pêşkêş bike.
Bi kurtî: Mem û Zîn, destaneka dîrokî ye, bi zimanê Kurdî bi zaravayê Kurmancî ye. Nivîskarê wê, hûnermendê mezin Seydayê Xanî ye, di rû da çîrokeka du aşiqê bi esqa mecazî ye, lê bi rastî gazîyeka netewî ye. Seydayê Xanî bi nevê Mem û Zîn’ê du tene aşiq û meşuq gefaltîye, evîna wan li gazîya xwe ya netewî pêçandîye. Lê disa jî evîna Mem û Zînê wê gazîyê ne nixaftiye, wê gazîyê di gelek ciyan da pêçeka xwe çirandîye. Seydayê Xanî, ji xaliq û mexluq ra tevda tistên nava dilê xwe rijandiye. Bi vî hawayê daye zanîn ku amac ji pêşkêşkirina vê destanê ew gazî ye, ne ku ew çîroka wê eşqa mecazî ye.
Çavkanî: Kovara War, Hejmar: 3, Zivistana 1998
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.