KURTE:

Rojnamevanekî Siyasetmedar û Rojnameyeke Mixalif; Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî (PDF)

Mewlanzade Rifat, şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera neteweperwer a Kurd edi destpêka serdema 20an de. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî ûsiyasetmedarî tê naskirin. Digel rojnameya Serbestî, rêvebirî û berpirsyariya derxistina gelek weşanên din jî kiriye ku di vê meqaleyê de navê wan derbas dibin. Ji nav wan weşanan ya herî temendirêj Serbestî ye.

Weşana rojnameya Serbestî, dem deman bê rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kiriye. Di nav weşanên wê demê yên Kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di politikaya weşana Serbestî de jî guherîn çêbûne; ku ew guherîn di vê xebatê de, bi ser sê serdeman ve hatine destnîşankirin. Serdema yekem, ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire heta biryara sirgûnkirina Dîwana Herb-î Urfî ya 21ê Nîsana 1909yê dewam kiriye. Serdema duyem, ji dema sirgûnkirina Misrê dest pê dike û heta dawiya sala 1912yê dewam dike. Serdema sêyan jî, ji navbereke dûrûdirêj a nêzîkî pênc salan şûn ve dest pê dike û di vê serdemê de Serbestî, weşanek bi girêdayî Cemiyeta Tealiya Kurdistanê (Komela Pêşxistina Kurdistanê) ve hatiye weşandin. Di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî guheriye. Di vê serdemê de Mewlanzade Rifat, êdî endam û serkirdeyekî aktif ê tevgera neteweyî ya Kurd e.

“Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê

Rozname û cerîde kewtote qîmet û şan.”

Hecî Qadirê Koyî

  1. DESTPÊK

Dema behsa qonaxa sereke ya rojname û rojnamegeriya Kurdan bê kirin, bêguman divê navê rojnameya Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bene lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Dewleta Osmanî û destpêka sedsala 20an e.

Xwedî û midurê berpirsyar ê Serbestiyê Mewlanzade Rifat; kesayetekî namdar, mutefekir û têkoşerekî girîng ê wê demê ye. Ew, bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, siyasetmedarî û dîplomatî tê naskirin. Her wiha hosteyekê polemîkê û xwediyê qelemeke tûj bû.

Di vê xebata berdest de, li gor çavkaniyên heyî, bi giranî dê aliyê wî yê rojnamevanî, siyasî û têkiliya wî ya bi tevgera Kurd û Kurdistanê re derkeve pêş. Ji destpêkê hetanî dawiyê, fikir û ramanên Mewlanzade Rifat, siyaseta weşandina rojnameya Serbestî û ew guherînên fikrî û siyasî yên ku di nava demê de bi wî re çêbûne, bi ser sê qonaxan ve hatine dabeşkirin.

  1. MEWLANZADE RIFAT KÎ YE?

Mewlanzade Rifat, kurê nivîskarê navdar Ebdurrehman Nacim (Veroj (Kürt Tarihi), 2016: h. 22) e. Bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê, ji mîrekên Silêmaniyê ye û endamê malbateke navdar û ji giregirên wî bajarî ye. Ew, neviyê kesayetiyekî navdar ê wê deverê Mihemed Beg e û malbata wan bi leqaba xwe ya Mewlanbegzade tene nasîn.

Mewlanzade Rifat, di sala 1869an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Roja ji dayikbûna wî diyar nebe jî, li gor nameya wî ya ji Nabî Begê Sefîrê Atînayê re ku di 15yê Hezîrana 1909ê (Rifat, 2009: 70) de rêkiriye, ew roj di çil saliya xwe de bûye. Li gor vê yekê, ew di sala 1869an de ji dayik bûye. Dema em li kar û wezîfeyê bavê wî yê wê demê binêrin, diyar e ku ew li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Agahdariyên me yên li ser zaroktî, xwendina seretayî û navîn, jiyana wî ya malbatî, perwerdeyî û siyasî pirr kêm in û ne bes in.

Li ser perwerdeyî û jiyana wî, lêkolîner Murad Issı wiha dibêje: “Mewlanzade Rifat Beg, Mekteba Huqûqa Şahane xwendiye. Piştî xelaskirina mektebê, demekê di Qelema Matbûatê Ecnebiye de kar kiriye. Ji ber jêhatîbûn û serkeftinên wî, hatiye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifiya Beyoglu. Û ji wê şûn ve jî, hatiye tayînkirin ji bo miduriya hepisxaneya bajarê Sînopê. Li ser şikayeta Muteserrifiya Sînopê, di roja 22yê Tebaxa 1895ê de der heqê wî de lêpirsîn hatiye kirin û di encama wê de li wî bajarî hatiye girtin… Demekê li Sînopê girtî dimîne, paşê bi biryareke nû wî sirgûnî bajarê Çorumê û ji wê derê ve jî rêdikin Qeyseriyê.” (Issı, 2010: h. 196) Ali Birinci jî dibêje: “Li ser vê dema jiyana wî, tiştê ku tê zanîn ev e, ku di sala 1896ê de li bajarê Qastamonuyê katibiya xusûsî ya walî Xelîl Beg kiriye.” (Birinci, 2001: 381) “Li ser sirgûniya wî jî du sebeb têne diyarkirin: Ya yekem, hal û hereketên wî yên nemunasib; yê duyem jî, terefdariya wî ya ji bo Sultan Reşadê V. e.” (Issı, 2010: h. 196)

Li gor nivîsandin û ewraqên fermî, Mewlanzade Rifat, heta Adara sala 1905an li Qeyseriyê girtî bûye. Ew bi îddiaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tê tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tê birrîn. Ji ber vê, wî bi cezaya sirgûnê rêdikin bajarê Sen‘aya Yemenê. Lêbelê nayê zanîn ku di kîjan tarîxê de ji Qeyseriyê rêkirine Yemenê. Mewlanzade Rifat van rojan di nav tengasiyên gelek mezin û tunebûnê de derbas dike. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyem, efûyeke giştî tê derxistin û wekî gelek sirgûniyan ew jî vedigere Stenbolê.

  1. DERKETINA EFÛYÊ Û VEGERA STENBOLÊ

Di 24ê Temûza 1908ê de bi tevî îlankirina Meşrûtiyeta Duyem, efûyeke giştî tê derxistin û Mewlanzade Rifat jî dikeve ber vê efûyê û vedigere Stenbolê. Mewlanzade Rifat di bîranînên xwe de li ser îlankirina Meşrûtiyetê wiha dibêje: “Roja 23yê Temûza 1908ê bi rastî jî cejneke millî ye û hêjayê pesindanê ye. Bayê vê roja hêja jiyan lûl kir (taman kir), em jî rizgar kirin û wekî bi hezaran mexdûrên siyasî, ji bajarê Sen‘aya Yemenê yanî ji ciyê nefîkirina me ya dawî …” (Rifat, 2009: 21) “Wekî her kesî, me jî berê xwe da wî bajarî û dixwest gavekî zûtir bigîjin Stenbola ku ji tarîtiya reş a îstibdadê, xweşikayiya xwe ya sirûştî wenda kiribû… Hîn di destpêka rêya hatinê de me digot, ku Sultan Ebdulhemîd di meqamê xîlafet û seltenetê de bimîne, ji bo dahatûya welat xeteriyeke mezin e û me jî ditirsîne… Armanca me, rûxandina desthilatdariya Ebdulhemîd bû.” (Rifat, 2010: 96-97)

….