Pirr bi derengî be jî di van salên dawî de bîranîna Mewlanzade Rifat û nivîsandina li ser rojnameya Serbestî girîng e. Lêkolîn û lêgerîna li ser vê rojnameyê û xwedîyê wê M. Rifat, berpirsiyarîyeke civakî-neteweyî ye û ji bo zelalkirina rewşa sîyasî û civakî ya wê demê jî pirr girîng e. Îro li ser çapkirina rojnameya Serbestî 108 sal derbas bûn. Yekemîn hejmara Serbestîyê, di 3yê Teşrîna Sanî ya sala 1908ê  (16yê Çirîya Paşî ya 1908ê) de, di bin rêvebirî û mesulmidurîya Mewlanzade Rifat de hatîye weşandin. Mevlanzade Rıfat, sala 1869ê li Stenbolê  ji dayik bûye û lawê Abdurrehman Nacîm e. Bavê wî Abdurrehman Nacîm, wê demê mifetîşê kutipxaneyên Stenbolê bû. A. Nacîm bi nasnameya xwe ya şaîrî, hiquqnasî, edîbî û nivîskarîya sêzimanî tê nasîn. Abdurrehman Nacîm (21ê Gulana 1833) li Şehrezorê ji dayik bûye. Navê bavê wî Mehmed Beg e û ji mîrekên Silêmanî bû.

Li ser zaroktî û dema xwendina wî, agahdarîyên  zêde li ber destê me nînin. Tiştê tê zanîn, Mewlanzade Rifatî Mekteba Hiquqî Şehane xwendîye. Piştî xelaskirina mektebê, demekî di Qelema Matbûatî Ecnebîye de kar kirîye. Ji ber jêhatî û serkevtinên wî, hatîye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifîya Beyoglu. Û ji wê şûn ve jî, hatîye tayînkirin ji bo midurîya hepisxaneya bajarê Sînopê. Li ser şikayeta Muteserrifîya Sînopê, roja 22yê Tebaxa 1895ê, di derheqê wî de lêpirsîn hatîye kirin û di encama wê de li wî bajarî hatîye girtin. Paşê di sala 1896ê de li bajarê Qestemonîyê katibîya xusûsî ya walî Xelîl Beg kirîye. M. Rifat, ji wê derê ve jî sirgûnê bajarê Qeyserî bûye. Dema ku li Qeyserîyê girtî bûye, ew, di sala 1905an de bi îdeaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tête tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tête birrîn. Ji ber vî cezayî, wî rêdikin bajarê Sanaya Yemenê.

Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn (24ê Temûza 1908ê), efûyek giştî tête derxistin û M. Rifat û hevalên xwe jî dikevin ber vê efûyê û vedigerin Stenbolê. M. Rifat, piştî vegera Stenbolê, li hemberî desthilatdarîya Îtihad-Terakkî û ji text daxistina Abdulhemîd, dest bi mixalefet û têkoşîneke dijwar dike. Di 16ê Çirîya Paşî ya sala 1908ê de dest bi karê weşandina rojnameya Serbestî dike. Ji hejmara 1ê bigre hatanî 498an, hemû hejmarên rojnameyê di kutibxaneya Beyazid a Stenbolê de peyda dibin. Li gor lêkolîner Murad Issı, Serbestî li ser hev 770ê hejmar hatine belavkirin. Di dereya pêşîn de politikaya weşana Serbestîyê, xwe sipartiye van armanc û prensîbên bingehîn: Weşaneke serbixwe ya bêlayen; parastina nirx û destkevtîyên Meşrûtiyetê; têkbirina Îstibdata Abdulhemîd; di çarçoveya “Osmanîparêzî” de pêkanîna sîstema “Adem-î Merkezî”; mixalefeteke çalak a dijraberê desthilatdarîya Îtihad û Terrakkîyê.

Tehdît û gefxwarinên dijraberê polîtîkaya rojnameya Serestîyê, ji derçûnê demeke şûn ve dest pê kiribû. Piştî van tehdît û gefxwarinan, roja 6ê Nîsana 1909ê, li ser pira Galatayê Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê tête kuştin. Piştî kuştina sernivîskarê Serbestî, bûyereke girîng a din çêbû; di 13yê Nîsana 1909 de bûyerên bi navê Vaka 31 Adarê rû dan. Ji ber van bûyeran M. Rifat, carek din rastê êrîşên desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî tê; ji alîyê Dîwana Herbê Ûrfî ve bi egera têkilîya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî tête birrîn, ji bêgavîyê di 22yê Nîsana 1909an de berê xwe dide Misrê û piştî rêwîtîya 5 rojan digîje Qahîreyê. “Dema ku li Misrê dimîne, nexweş dikeve û li ser pêşniyara doktoran, berê xwe dide Atînayê û ji wê derê ve jî derbasê Parîsê dibe.

Li Parîsê bi piştgirîya Şerîf Paşayê Kurd dest bi çapkirina Serbestî dike. Serbestî, li Parîsê 12 hejmar bi heftane têne çapkirin. Paşê ji ber nakokîya wî û Şerîf Paşa, weşana rojnameyê tête rawestandin û M. Rifat carek din vedigere Misrê. Li Misrê jî bi piştgirîya hinek dostên xwe 7 hejmaran çap dike. Ji ber zixtên sîxurên îstibdatê careke din mecbur dimîne ku ji Misrê derkeve, bi hêvîya derxistina rojnameyê berê xwe dide Parîsê û vê carê jî 4 hejmarên din li vî bajarî çap dike.

M. Rifat piştî çapkirina 4 hejmarên li Parîsê, cardin vedigere Misrê. Ji demekî kurt şûn ve, careke din ji bêgavîyê welatê Misrê terk dike û berê xwe dide Atînayê. Sala 1911 li Atînayê bi piştgirîya rumên kevnewelatîyên osmanî rojnameyên Faruk (3 hejmar) û Ceht (11 hejmar) neşir dike.[1] Wextê ku li Atînayê dimîne, ji ber zixtên hikumeta Yunanî, mecbur dimîne ji Yunanîstanê derbikeve. Ji wê şûn ve berê xwe dide Stenbolê . Dema tê Stenbolê ji alîyê polîs ve tête girtin û bi biryara Dîwanê Herbê Ûrfî cezaya îkameta mecburî digire û wî rêdikin bajarê Bursayê.

Dema Hikumeta Ahmed Muhtar Paşa efûyek tête derxistin, ew jî ketiye ber efûyê û vegeriyaye Stenbolê. Piştî vegerê, di 29ê Temmûza 1912yê de li Stenbolê  dewra duyemîn a neşirkirina Serbestîyê dest pê dike lê mixabin zêde dirêj najo û di 1ê Îlona 1912 de neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.

Piştî rawestandina weşana Serbestî, di sala 1913 de hem di jîyana wî ya fikrî û hem jî ya şexsî de guhartinên girîng çêdibin. Ji alîyê fikrî ve M. Rifat, di destpêkê de wekî nihêrînek giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên kurdên wê demê, wî jî çareserîya meseleya kurd û Kurdistanê, di çarçoveya parastina yekîtîya Dewleta Osmanî de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê milletê kurd dinirixand. Lê piştî ku desthilatdarîya Partîya Îtîhad û Terakkî, xwe li xet û îdeolojîya tukçîtîyê girt û vê yekê bi zordarî li ser milletên din ferz kirin, M. Rifat jî wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, êdî îqna bû ku ji xeyrî rêxistinbûna milletê kurd û serxwebûnê Kurdistanê rê li ber wan nîne.

Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de dibêje: “Nûka wezîfeya me ev e, divê bîzathî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealekî mîllî baznedin, milletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr paşve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas dêşîne. Di nav medenîyeta sosyal de bêgavîya li hemberê asîmîlebûn û mirinê çi qas dilêş û giran e.”[2]

M. Rifat di berdewamîya vê nivîsa xwe de rexne li nêrînê Abdullah Cevdet jî digir û dibêje: “Ez di vê babetê de tevlî nêrînên Dr. Abdullah Cevdet Beg[3] nabim; ku armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye, nepêdivî ye û dema vê pêşniyarê nehatîye. Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanetê amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”[4]

[1] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Îstenbul, r. r. 383

[2] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015

[3] Li vê derê M. Rifat dixwaze bala xwendevanan bikşîne li ser nameya Dr. Abdullah Cevdetî ya bi navê “Ji nivîskarên Hetavî Kurd re”. Ew nivîs di hejmara yekemîn a Hetavî Kurd de hatîye belavkirin û bi kurtayî tê de ev pêşniyar hatîye kirin: “Her ciwanê ku bi dil hes ji milletê xwe bike û heskirina wî bihêz be, wezîfeya wî ya sereke ew e ku bazde Anatolyayê. Li vê derê, li Îstenbulê bi qelem û gotinan qethen tiştekî nabe… Ey ciwanên kurd! Çi wextê ku me mamostetîya dibistana gundekî kurd, tercîhê qaymeqamî û midurîya cîyekî mezin kir, wê demê em dê bikevin rêyekî rast. Bn. Abdullah Cevdet,  Hetavî Kurd, no: 1, Îstenbul, 5ê Teşrîna Ewel 1913. http://www.kovarabir.com/bira-me-dr-abdullah-cevdet-hetavi-kurd-gazetesi-yazarlarina/, 19.11.2013

[4] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329 (4 Aralık 1913, http://www.kovarabir.com/bira-me-mevlan-zade-rifat-muhterem-hetavi-kurd-gazetesi-kurucularina/, 22 Mart 2015

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*