Nûbar Xanima dayika Yaşar Kemal. Zaroka bi wê re Bîlgeya nevîya Elî Îlmî Fanîzade ye. Sal: 1948

Dayik (dê) û bavê Yaşar Kemal, li gundê Ernîsa bajarê Wanê hatine dinê. Ernîs, nêzîkê çîyayê Sîpanê bi alîyê Rojhelatê Bakur ve li perava Behra Wanê ye û gundekî li ser navçeya Muradîyê ye. Li gor daxuyanî û agahîyên resmî (fermî) navê dayika wî Nîgar e û yê bavê wî jî Sadiq e. Bavê Yaşar Kemal ji eşîra Luvan e û dayika wî jî ji eşîra Kizikan e. Wê demê serokê eşîra Luvan Gulîxan Begê apê Sadiq bû. Cîyê niştecîbûna eşîra Kizikan li ser sînorê Tirkîye-Îranê ye, beşekî wan di nav Tirkîyê de dimînin û beşên din jî di nav sînorên Îranê de bi cî bûne.

Wekî bi deh hezaran malbatên kurdên wê herêmê, mala wan jî sala 1915an ji ber şer û êrîşên Rusya Qeyserî, ji bêgavîyê terka cî û warê bav û kalen xwe kirîye.  Ji peravên Behra Wanê berê xwe daye ber bi Rojava ve; pêşîyê ji gund çûne Wanê, dibînin ku ev bajarê qedîm giştî vala bûye. Malbat hemû bi hev re hefteyek li ber qela Wanê derbas dike û ji wê derê ve berê xwe daye Dîyarbekirê. Gulîxan Begê serokê eşîrê jî di nav de, beşekî wan li Dîyarbekirê mane û yên din rê û koça xwe kûdandine, pêda çûne û di sal û nîvekê de gihaştine herêma Klîkya (Deşta Çiqur), bi wergera tirkî dibêjin “Çıkurova” û li gundê Hemîteya navçeya Qadirlîya bajarê Edenê bi cî bûne.

Yaşar Kemal, dengbêj Salihê Qubînî û wênesaz Ahmet Güneştekin

Yaşar Kemal, di payîza sala 1923an de li gundê Hemîteya qeza Qadirlîyê ji dayik bûye. Yaşar, bi çîrok, efsane û kilamên dengbêjê malbatê, Evdalê Musa mezin bûye; kilamên wî yên li ser Evdalê Zeynikê û Sîyabend û Xecê yên herî meşhur bûn. (Bitikîne: https://youtu.be/qKee8gYnNUA) Yaşar dema ku çar salî bûye, bavê wî hatîye kuştin. Salên bavê wî ji yê dayika wî gelek zêdetir bûne. Piştî mirina bavê wî, Nûbar Xanima dayika wî li ser apê wî yê Tahir Beg mehr kirine.

Yaşar Kemal dibêje: “Tiştê ku ez li ser malbatê dibêjim pirranîya wan ji mezinan û bi taybetî jî ji dayika xwe hîn bûme. Hafiza dayika min gelek xurt bû, hîç tiştekî ji bîr nedikir. Dayika min gelek xweş dipeyivî lê mixabin tirkîya wê kêm bû. Ew ji çîrokbêjekî(ê) xweştir bi kurdî dipeyivî. Dema ku wê çîrokek, destanek bigota û behsa bûyerekê bikira, ji ber vegotina wê her kes lal û ebkem dibû. Ez jî heyranê vegotina wê bûm û gotinên wê gelek tesîr li min dikir. Demeke dirêj ez ji peyivîna kurdî dûr ketim, bi tevî ewqas dûrmayînê, ger îro jî hinek bi kurdî peyivîn û têgihîştina min hebe, ew

 ji ber dayika min e.”[1] Li gor agahîyên biyografîk ên li ser Yaşar Kemal, navê dayika wî “Nîgar” bûye.

Li gor agahîya Cavit Benlidayı yê nevîyê Elî Îlmî Fanîzade yê xwedîyê rojnameya Ferda, dema ku mala Yaşar Kemal li Qadirlîyê bûye, ew cîranê mala Elî Îlmî Fanî bûne, dostanîya wan hebûye, daîm çûn û hatina wan çêbûye. Elî Îlmî Fanî, bi tevî birayên xwe yên Zeynelabidîn û Mesûd Fanî,  endamên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê bûn. Ji ber xebata wan a mixalif, navê her sê birayna jî ketibû nav lîsteya sirgûnên 150an û hatibûn derkirin ji nav sînorên Tirkiyê. Ew, bi tevî derçûna efûya 29ê Hezîrana 1938an vegerîyabû war û bajarê xwe yê Qadirlîyê. Cavît Benlidayı dibêje: Navê dayika Yaşar Kemal “Nûbar” bû, me ji wê re digot “Nûbar Bîbî”[2]. Ev wêneyê Nûbar Xanima dayika Yaşar Kemal jî, di arşîva Cavit Benlidayı de hatîye dîtin û ji alîyê wî ve di 9ê Hezîran 2018an de li ser bloka “Kadirlinin Eski Fotoğrafları” hatîye belavkirin. Ev têkilîya malbatî ya edîb, şair û rojnamevanekî navdarê ê wekî Elî Îlmî û aîleya Yaşar Kemal, îhtimaleke din jî tîne bîra me; mimkûn e ku yek ji paşxan û çavkanîya nivîskarî û edîbîya Yaşar Kemal jî, Elî Îlmî bi xwe bûye.

[1] Alain Bosquet ile Görüşmeler, Yaşar Kemal Kendini Anlatıyor, YKY, 1992

[2] https://www.facebook.com/groups/552099351644345/permalink/935474453306831