Seîd Veroj: Kamiran Bedirxan di tevahiya jiyana xwe de Kurdî û Kurdistanî bû

0
2116

Lêkolîner û nivîskar Seîd Veroj diyar kir ku Kamiran Elî Bedirxan di tevahiya jiyana xwe de ‘Kurdî û Kurdistanî bû’ û got, “Ew tenê ne di nava kurdan de, di nava entelektuelîzma Rojhilata Navîn û cîhanê de jî xwediyê roleke girîng e.” Veroj anî ziman ku Kamiran Elî Bedirxan bi laşê xwe yê mirî jî xizmeta însaniyetê kiriye.

Kamiran Elî Bedirxan ji temenê xwe yê ciwan heta dawiya emrê xwe di nava xebatên çandî, rewşenbîrî û bi taybetî jî di nava xebatên siyasî yên kurd de roleke gelekî girîng lîstiye. Bi taybetî li Ewropayê li ser navê siyaseta kurdan dîplomasiyeke gelekî xurt meşandiye. Em jî wekî Sputnik Kurdistanê ji bo salvegera 39em a wefata Kamiran Elî Bedirxan di derbarê van mijaran û hinek mijarên din de bi nivîskar û dîroknasê kurd Seîd Veroj re axivîn.

Seîd Veroj di derbarê jiyakbûna Kamiran Elî Bedirxan de got, “Li ser cihê jidayikbûna Kamiran Elî Bedirxan hinek dibêjin li Şamê, hinek jî dibêjin li Stenbolê hatiye dinyayê. Her çi qas li ser vê yekê lihevkirinek tune be jî, di sala 1895an de ji dayik bûye, kurê Emîn Elî Bedirxan e û neviyê Mîr Bedirxanê Mezin e. Bavê wî Emîn Elî Bedirxan li Stenbolê kar dikir û dijiya û yek ji nefiyêkirê sala 1847an bû, ku ji aliyê Dewleta Osmanî ve ji ber serhildana Mîr Bedirxanê Mezin hatibû nefîkirin û paşê jî li Stenbolê bi cih bûbû.”‘DI SALA 1906AN DE JI BER KUŞTINA ŞAREDARÊ STENBOLÊ BI MALBATA XWE RE TÊ NEFÎKIRIN’

Her çi qas li ser zarokatiya Kamiran Bedirxan zêde agahdariyên me tune be jî, em dizanin mekteba xwe ya navendî li Stenbolê, li mekteba Siltaniye xwendiye. Ev diyar û eşkere ye. Lewra dema ku ew li Stenbolê li mekteba navendî dixwîne, ji ber kuştina şaredarê Stenbolê yê wê demê yê sala 1906an, careke din fermana mala Bedirxaniyan tê derxistin. Wê deme bi tevî zarokên wan, bi tevî nasên wan, bi tevî xizmên wan, yanê yên ku têkiliya wan bi Bedirxaniyan re heye di sala 1906an de careke din ferman lê tê rakirin. Di dema wê fermanê de Kamiran Bedirxan, Celadet Elî Bedirxan jî, tevî 11 zarokên Bedirxaniyan ji mekteba Siltanî tên girtin. Kamiran Bedirxan di bîranînên xwe de behsa wê girtinê dike û dibêje:

BÎRANÎNEKE JI JIYANA KAMIRAN BEDIRXAN“Dema ku polîs hatin min ji mektebê bigirin, min di hewşa mektebê de dilîst. Min mêze kir, ku kekê min Celadet û li gel wî çend kesên din ber bi min ve tên. Hatin cem min û gotin, ka were îşê te heye. Piştî ku ez çûm odeya midur, min mêze kir çend kesên nenas û hinek pismamên min û zarokên Bedirxaniyan hene. Em girtin û em li erebeyê siwar kirin û birin emniyeta wê demê ya li Eminonuyê. Di dema lêpirsîn û îfadegirtinê de gava navê bavê min xwendin û gotin “Emin Ali’nin oglu” (Kurê Emîn Elî), ez gelekî pê aciz bûm. Ji ber ku heta wê demê em hîn nebûbûn ku yek ji bavê min Emîn Elî Bedirxan re bibêje Emîn Elî. Wan ez birim û îfadeya min girtin û di wê demê de polîsan xwest zextan li min bikin û min aciz bikin. Wê wexta ku wan zext li min kirin û milê min guvaşt, min di dilê xwe de got, ‘beraz kurê berazan’. Min ev bi kurdî got lê ev bêmhedî ji devê min jî derket û ji ber ku wan bi kurdî nizanîbû, tênegihîştin ez çê dibêjim.”

‘XEBATA KAMIRAN BEDIRXAN A NIVÎSKARÎ Û REWŞENBÎRIYÊ DI SALA 1913AN DE DEST PÊ KIR’Veroj li ser vegotina vê bîranîna Kamiran Bedirxan de got, “Qesta min a ji vegotina vê bîranînê ew e, ku pêvajoya Kamiran Elî Bedirxan tê re derbas bûye, bûyerên ku bi ser malbata Bedirxan û Kurd û Kurdistanê giştî de hatiye. Kamiran Bedirxan bi vî awayî di sala 1906an de tê nefîkirin. Piştî ku di sala 1908an de Meşrûtiyeta Duyem tê îlankirin, efûyekî giştî tê derxistin. Ji ber vê efûyê careke din Bedirxanî vedigerin Stenbolê. Piştî ku vedigerin Stenbolê, bavê wan Emîn Elî Bedirxan wê demê li Edirneyê mifetîşê maliyê ye. Piştî ku kare wî temam dibe û teqawîd dibe, ji Edirneyê tê Stenbolê bi cih dibe. Û fealiyet û têkiliyên mala Bedirxaniyan yên li ser Kurdan berdewam dikin. Xebata Kamiran Bedirxan ya nivîskarî û rewşenbirî di sala 1913an de dets pê dike. Yekemîn berhema wî ya rewşenbîrî di sala 1913an de bi navê ‘Edirne Sukûtûnûn Îç Yuzu’ (Rûyê Hundirîn ê Bûyerên Edirneyê) ye. Ev xebata Kamiran û Celadet Bedirxan bi hev re ye.”

‘KAMIRAN BEDIRXAN PIŞTÎ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEM LI GEL BIRAYÊ XWE CELADET ELÎ BEDIRXAN Û BAVÊ XWE EMÎN ELÎ BEDIRXAN XEBATÊN SIYASÎ GUR DIKE’Seîd Veroj diyar kir ku piştî vê yekê her çiqas xebatên herdu birayan yên li ser kultur û edebiyata kurdan berdewam kirin jî, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem xebatên siyasî gurtir kirin û wisa berdewam da axaftina xwe: “Herdu bira beriya Şerê Cîhanê yê Yekem tevlî Şerê Balkanan dibe û em ji vê xabata wan tê digihêjin herdu bira demekê li Edirneyê jî wezîfedar bûne, wekî leşker li wê derê mane. Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê dest pê kir, wekî gelek rewşenbîrên kurd ên wê demê Kamiran Elî Bedirxan û Celadet Elî Bedirxan jî ji bo eniya şer tên şandin. Em dibînin ku piştî 4 salên pêvajoya şer, Kamiran û Celadet Elî Bedirxan, tevlî bavê wan Emîn Elî Bedirxan xebatên xwe yên siyasî bêtir gur dikin. Piştî şer partiya yekem a kurdan tê avakirin, Partiya Gel a Radîkal (Radikal Avam Partisi) e. Ev partî ji aliyê Emîn Elî Bedirxan û Mewlanzade Rifat ve, ku Mewlanzade Rifat yek ji mîrekên Silêmanî bû û rojanmevanekî wê demê bû, tê avakirin. Mewlanzade Rifat dibe serokê wê partiyê, Emîn Elî Bedirxan jî di rêveberiya navendî ya partiyê de cih digire. Meh û nîvekê piştî damezirandina vê partiyê, Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê tê damezirandin. Dema Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê tê damezirandin, Seyid Ebdulqadir bi xwe diçe cem Emîn Elî Bedirxan û Mewlanzade Rifat û dibêje, “Em cuda cuda, belavela xebatê dikin, tesîra xebatên me nabe, piştî şer e, rewşa me jî lawaz e. Em hemû bi hevdu re bixebitin.” Ev pêşniyara Seyid Ebdulqadir tê qebûlkirin û Emîn Elî Bedirxan û Mewlanzade Rifat tevlî Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê dibin. Piştî cemiyet dest bi xebatê dike, rojnameya Serbestî careke din dest bi xebatê dike. Ku beriya niha rojnameya Serbestî di sala 1908an de ji aliyê Mewlanzade Rifat ve dest bi weşanê kiribû, lê di pêvajoya şer de hatibû rawestandin. Rojnameya Serbestî careke din wekî weşana Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê dest bi weşanê dike. Di vê pêvajoyê de berpirsê rojnameyê Mewlanzade Rifat e lê edîtorê alîkar Celadet Bedirxan e û yek ji nivîskarên wan ên giran Kamiran Bedirxan bi xwe ye. 17 meqaleyên Kamiran Bedirxan di rojnameya Serbestî de hatine belavkirin. Piraniya nivîsên Serbestî nivîsên Kamiran e û temaya wan nivîsan jî siyaset e. Yek, du nivîsên Kamiran li ser ziman û kulturê hatine belavkirin.”

‘KAMIRAN BEDIRXAN BI BIRAYÊ XWE CELADET Û BAVÊ XWE EMÎN RE DI NAVA KOMA SERBIXWEXWAZAN DE CIH DIGIRE’Veroj dest nişan kir ku xebatên wan bi Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê re dewam dikin lê dema ku tê nîvê sala 1920an, tê dîtin ku Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê li ser esasê otonomîxwaz û serbixwexwazan dibe du perçe û got, “Emîn Elî Beidrxan, zarokên wî û Mewlanzade Rifat di koma serbixwexwazan de cih digirin û cemiyeteke nû ji xwe re çêdikin. Emîn Elî Bedirxan dibe serokê vê cemiyetê, ku di Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê de jî serokê duyem bû, ew navê Cemiyeta Teşkîlat a Îctimaîye li vê cemiyetê dikin û Kamiran û Celadet Bedirxan jî tevlî bavê xwe li ser vê xeta serbixwexwaz de cih digirin û xebatên xwe yên siyasî berdewam dikin. Em dizanin di vê pêvajoyê de, Osmanî piştî şerê yekemin têk çû. Li ser baqiyeya Osmanî bi serkêşiya Îttihad û Terakkî û paşê jî wekî Mistefa Kemal û hevalên wî tevgereke nû dide destpêkirin û li Enqereyê hikûmet û meclîseke nû çêdikin. Di vê pêvajoyê de xebat û şertên kurdan jî her ku diçû, teng dibû. Cemiyeta Teşkîlat a Îctimaîye û Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê cuda cuda xebat dimeşandin. Ligel van rêxistinên nû, wekî Partiya Milet a Kurd û Partî Demokratî Kurd, herdu partiyên legal jî hatine damezirandin. Careke din di nav van partî û rêxisitnan de em dibînin ku Celadet û Kamiran endamên aktîf in. Lewra di vê pêvajoyê de ciwan in, dînamîzma xwe di nava tevgerên kurd de derbas dikin.”

‘KAMIRAN ELÎ BEDIRXAN JI BO COGRAFYAYA KURDISTAN Û ERMENISTANÊ BI SERDAR NOEL RE DIÇE MELETIYÊ’Nivîskar Veroj da zanîn ku Kamiran Elî Bedirxan, Celadet Bedirxan û Ebdurrehman Rehmî Hekarî ji bo gengeşeyên cografyaya Kurdistan û Ermenistanê bi wezîfedarê Konferansa Parîsê Serda Noel re diçin Meletî û wisa behsa wê pêvajoyê kir: “Di vê pêvajoyê de  dema Serdar Noel tê Stenbolê, beriya Konferansa Parîsê li ser cografyaya Kurdistanê û Ermenistanê gengeşe hene. Konferans ji bo amadekariyê Serdar Noel wezîfedar dike, ku here Kurdistanê nifûsa Kurdan û Ermenan tespît bikin. Bi vê wezîfeya fermî Serdar Noel tê û diçe serdana Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê dike. Serdar Noel dixwaze ligel Emîn Elî Bedirxan û kesên pêştir ên kurdan, wekî Seyid Ebdulqadir, bi wî re werin Kurdistanê û ji wî re bibin alîkar. Ew dibêjin ji ber şertên siyasî, hatina Emîn Elî Bedirxan û Seyid Ebdulqadir ne mimkun e lê Celadet, Kamiran û Ebdurrehman Rehmî Hekarî, ku hemû jî endamên Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê ne, ew di sala 1918an de bi Serdar Noel re diçine Meletiyê. Her çiqas çapemeniya Kemalîst dixwest wê bûyerê wekî amadehiya serhildanê nîşan bide jî, lê ne tiştekî wisa ye. Ev tenê ji bo cilqkirina bûyerê ye, ji bo ku li hemberî hikûmeta Stenbolê propagandayê bikin. Mitesarifê wê demê yê Meletiyê jî ji mala Bedirxaniyan e. Dema ku ev di ser Şamê re tên digihêjin Meletî û li Meletiyê du rojan dimînin û xebatên xwe dikin. Lê Kemalîst ji Elezîzê hêzeke leşkerî bi rê dikin, dixwazin ku ew li Meletiyê xebatê nekin, têkilî bi Kurdan re çênebe, meseleya kurdan di civakê de neyê rojevê û gengeşî li ser çênebe. Noel ji bo şer çênebe, tevlî hevalên xwe ji Meletiyê derdikevin. Ew hêza leşkerî hewl dide van desteser bike lê ev mimkun nabe û ew bersiva wê hêzê didin û wan leşkeran dîl digirin. Paşê wan berdidin û dibêjin, eger hûn tevbidin û êrîşê me bikin, em ê jî li we bidin. Bi vî awayî ji wir şûnde vedikişin û dîsa di ser Şamê re vedigerin Stenbolê.”

‘PIŞTÎ KU HIKÛMETA KEMALÎST BIHÊZ DIBE JI BO KAMIRAN BEDIRXAN BIRYARA GIRTINÊ DERDIXE’Dîroknas û lêkolîner Veroj anî ziman ku piştî sala 1922yan, ku êdî hikûmeta Enqereyê hêdî hêdî bi hêz dibû û hikûmeta Stenbolê lawaz dibû, biryar hate girtin, ku Meclîsa Stenbolê jî tevlî Meclîsa Enqereyê bibe û di dewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Di vê pêvajoyê de ji bo kesên mixalîf ên ku li dijî hereketa Kemalîst bûn û di nav tevgera serbixwe ya Kurdistanê de cih girtibûn, biryara girtinê hat derxistin. Di nava wan kesên ku biryara girtina wan hate dayîn de gelek kurd jî hebûn, ku çend kesên ji wan jî Kamiran Bedirxan, Mewlanazade Rifat û Celadet Bedirxan bûn. Piştî vê biryarê gava dibînin li Stenbolê şert û derfetên jiyanê nemaye, di Cotmeha 1922yan de diçin Almanyayê. Li wir xwendina xwe temam dikin. Kamiran Elî Bedirxan hiqûqê dixwîne û di dema xwendina xwe temam dikin de li Bakurê Kurdistanê tevgera 1925an, bi serokayetiya Komîteya Îstîqbalê ya Kurdistanê çêdibe, ku serokê vê rêxistinê Xalid Begê Cibrî bû û wekî sembola serokê vê tevgerê Şêx Seîd Nemir derketibû pêş.”

‘CELADET, KAMIRAN Û SUREYYA ELÎ BEDIRXAN DI SALA 1927AN DE BEŞDARÎ AVAKIRINA XOYBÛNÊ DIBIN’Seîd Veroj  got, ‘piştî têkçûna tevgera kurdan a 1925an, gelek kadroyên wê demê berê xwe didin binxetê, yanê Rojavayê Kurdistanê’ û wisa berdewam kir: “Wê demê ew der di bin hikma Fransayê de bû. Li wir di sala 1927an de rêxistina Xoybûnê tê çêkirin. Kamiran, Celadet û Sureyya Bedirxan, ku her sê bira ne, di nava xebatên vê rêxistinê de cih digirin. Piştî ku Kamiran li Almanyayê xwendina xwe xelas dike, vedigere binxetê û di nava Xoybûnê de cihê xwe digire. Di sala 1929an de dema ku Kongreya Xoybûnê çêdibe, Celadet wekî serok tê qebûlkirin. Di demeke kurt de Xoybûn amadehî û piştgiriya tevgera Serhildana Agiriyê dike. Piştî têkçûna serhildan a Agiriyê di nava Xoybûnê de hinek nakokî derdikevin lê dîsa jî xebatên Kamiran û Celadet Bedirxan berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de xebatên siyasî yên kurdan sist dibin û ew berê xwe didin xebatên kulturî û rewşenbirî. Di vê çarçoveyê de di sala 1932yan de Kovara Hawarê tê weşandin û wekî tê zanîn di nava Hawarê de gelek nivîsên Kamiran Bedirxan hene. Herwisa di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de derfeta siyaseta navdewletî çêdibe û malbata Bedirxaniyan di ser Xoybûnê re piştgiriya damezirandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê dike. Şandeyekê bi serokayetiya Qedrî Cemal Paşa diçe Mehabadê.”

‘KAMIRAN ELÎ BEDIRXAN PIŞTÎ SALA 1948AN BERÊ XWE DIDE EWROPAYÊ ‘Veroj derbirî ku piştî 1948an ji ber ku li ‘Rojavayê Kurdistanê’ şertên xebatê namîne, Kamiran Bedirxan berê xwe dide Ewropayê û got, “Li Ewropayê, bi serokayetiya wî beşa Kurdî li Fransayê tê avakirin û li vê beşa kurdî û Rojhilatnasiyê gelek xortên kurd tên perwerdekirin. Xebatên wî ji aliyekî ve wekî xebatên ilmî berdewam dikin, ji aliyekî ve jî wekî beşekî dîplomasî dewam dikin. Ligel gelek rewşenbîrên Fransayê û şexsiyetên navdar ên têne Fransayê tekiliyên wî çêdibin. Jiyana Kamiran Bedirxan ji serî heta dawî Kurdî ye, Kurdistanî ye, ew di serdema xwe de rewşenbîrekî herî girîng ê kurd e. Gelek xebatên wî çêbûne. Helbest nivîsandine, li ser rêzimaniyê, wergera Quranê û gelek lêkolîn û meqaleyên cûrbicûr nivisandine. Em dikarin biibêjin ew ji aliyê kultur û rewşenbîriya Kurd û nivîsandinê ve xezîneyekî bêhempa bû.”

‘KAMIRAN DI SALA 1968AN DE LI SER MAFÊN NETEWEYA KURDAN DAXWAZNAMEYEKÊ PÊŞKEŞÎ NY DIKE’Nivîskar Veroj da zanîn ku ligel van xebatên kulturî û rewşenbîrî, ew ti caran ji siyasetê dûr neketiye û got, “Li kîjan aliyê Kurdistanê hereket û tevgera neteweyî ya kurd xurt bûye, deng jê hatiye, em dibînin bi taybetî Kamiran Bedirxan û herwisa malbata Bedirxaniyan bi awayekî piştgiriya wê tevgerê kirine û bûne alîkar û eleqeder. Di vê çarçoveyê de di sala 1961an de, dema ku li Başûrê Kurdistanê Şoreşa Îlonê dest pê dike, Kamiran Bedirxan, ku wê demê li Ewropayê ye, nûnertiya taybet a Mele Mistefa Barzaniyê nemir dike. Di Cotmeha sala 1968an de da dema ku li Başûrê Kurdistanê di navbera Tevgera Rizgarî ya Kurd û rejîma Beasê de şer gur dibe, li ser doz û mafên neteweya kurd daxwaznameyekê pêşkeşî Neteweyên Yekgirtû (NY) dike. Kamiran Elî Bedirxan tenê ne ji bo kurdan, xebatên wî feyde daye hemû miletên Rojhilata Navîn. Ji ber ku em dizanin kesên li ser Rojhilata Navîn xebitîne, doktora kirine, şexsiyetên polîtîk û li ser Rojhilata Navîn xebat kirine pêşiyê serdana Kamiran Bedirxan kirine û fikra wî girtine. Em dikarin bibêjin aliyekî Kamiran Bedirxan Rojhilatî bû, aliyekî wî yê din jî Rojavayî bû. Bi kultura Rojavayî re jî eleqeder dibû û gelek dost ji xwe re peyda kiribû. Bedirxan tenê li ser meseleya kurdan nesekiniye, li ser meseleyên dinyayê sekiniye û feydeya wî gihîştiye hemû dinyayê. Em wî di vê roja wefata wî de bi bîr tînin. Ligel vê yekê divê hemû rewşenbîrên kurd rêya serbixwexwaz a Kamiran Bedirxan ji xwe re wekî rê û rehber bigire. Doza wî hêj jî berdewam dike.”

Pirtûk, pirtûkxane
© SPUTNIK/ OMER FARUK BARAN

‘ÎSRAÎLÎ GELEK CARAN BI KAMIRAN DIŞÊWIRÎN Û DI ÇÊBÛNA DEWLETA ÎSRAÎLÊ DE XWEDÎ ROLEKE GIRÎNG E’Dîroknas Seîd Veroj di derbarê têkiliya Kamiran Bedirxan û Îsraîlê de jî ragihand ku Kamiran Bedirxan di navbera kurdan û dewleta Îsraîlê bû hîm û pireke girîng û ev tişt gotin: “Bêguman em dizanin, yek ji yên ku di navbera tevgera kurd û hereketa dewletxwaz a Îsraîlê de têkilî daniye, Kamiran Bedirxan e. Ji ber vê yekê li Rojhilata Navîn gelek caran têkiliya wî ya bi Îsrailiyan re hebû. Gelek caran dema ku Îsraîlî dema li ser tiştekî fikrek çêbikira, diçûn fikra Kamiran Bedirxan dipirsî û jê re digotin, tu çi difikirî, çi dibêjî? Di vê çarçoveyê de jî di pirtûka Shalom Naktiyon de ew têkilî bi awayekî berfireh diyar e. Ji ber vê yekê min got, tesîra Kamiran Bedirxan tenê ne di nava tevgera kurdan de, di Rojhilata Navîn de jî, di çêbûna dewleta Îsraîlê de jî xwedî rol û fikrekî girîng e. Erê di navbera wî û tevgera rizgarîxwaz a Îsraîlê de têkiliyeke xurt hebû, hîmekî girîng di navbera kurd û Îsraîliyan de danî. Ev tiştekî girîng bû. Ez bawer dikim, miletê Îsraîlî jî ew dilxwazî û nêrîna wî ya realîst a li ser Rojhilata Navîn, li ser Kurdistanê û Îsraîlê qet ji bîr nekiriye. Dema em li nivîsên Îsrailiyan jî dinêrin, em dibînin di gelek nivîsan de bi awayekî erênî behsa Kamiran Bedirxan tê kirin. Jixwe dema dewleta Îsraîlê tê avakirin, Kamiran Bedirxan bi awayekî fermî ji bo wê dewletê tê vexwendin û diçe nêzikî hefteyekê an 10 rojan li wir dibe mêvan. Bi dîtina min sedema vê yekê ew e, ku ew çavkanî û xezîneya kulturî û zanînê bû, tecrûbeyeke wî ya girîng hebû.”

‘ÎRANÊ JÊ RE GOT, WERE SERKÊŞIYA KURDÊN ÎRANÊ BIKE LÊ…’Seîd Veroj di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser ku Îranê jî xwestiyê bi Kamiran Elî Bedirxan re hevdîtinê bike û ji bo vê mijarê wisa axivî: “Li Rojhilata Navîn tenê ne Îsraîlê, Îranê jî serdana wî kiriye û xwestiye bi wî re hevdîtinê bike. Pêşniyarekê jê re dibe û dibêje, were di nava kurdên Îranê de serkêşiya vê meseleya kurd bike û em vê meseleyê çareser bikin. Ew jî difikire û dibêje, di vê pêvajoyê de li Başûrê Kurdistanê tevgera kurd xurt û geş bûye, Barzanî wekî serokekî navdewletî derketiye pêş, gelo Îran ji bo çi vê pêşniyarê li min dike û di vê pêşniyara xwe de çi qas samîmî ye? Tê vê meseleyê ji hevalên xwe re û herwisa vê meseleyê ji hevalên xwe yên Îsraîlî re jî vedike. Ew di nava xwe de dipeyivin û dibêjin, ‘baş e, em pêşniyara Îranê dikarin qebûl bikin, em red nekin lê em ê şertên xwe diyar bikin. Çi ne ev şert?’ Dibêjin mesela, em ji Îranê re bibêjin eger tu bi zimanê kurdî hinek gavan biavêjî, em dikarin bi hevdu re bixebitin. Eger bi zimanê kurdî hûn perwerdehiyê bidin kurdan û mafên çandî yên kurdan nas bikin û diyar bikin ku zimanê kurdî ne qedexe ye, perwerdehiya zimanê kurdî wê hebe, em dikarin bi hevdu re bixebitin. Çima em nexebitin? Piştî van pêşniyaran li Îranê dike, Îran pêşniyarên wî red dike û têkiliya xwe ya bi wî re qut dike. Têkiliya wî bi heman awayî bi Libnanê re jî hebû. Di zemîna entelektuela Rojilahata Navîn de cihekî wî yê girîng hebû. Zanîna wî ya entelektuelî li ser esasekî adil bû.”

Pirtûk
© SPUTNIK/ VLADIMIR PESNYA

‘KAMIRAN BI LAŞÊ XWE YÊ MIRÎ JÎ XIZMETA ÎNSANIYETÊ KIR’Veroj herî dawiyê di derbarê bêgorbûna Kamiran Elî Bedirxan de dest nişan kir ku wî wesiyet kiriye xwendekar ji bo kadawrayê ji laşê wî îstifade bikin û ji bo vê yekê jî ev tişt anîn ziman: “Rast e, cihê gora wî tune ye, ew tenê ne entelektuelekî kurdan bû, entelektuelekî dinyayê bû. Ew li ser zemîna dinyayê jî entelektuelekî girîng bû. Ji bo çi gora wî tune ye? Ji ber ku wî beriya mirina xwe wesiyet kiriye, ku bila gora wî tune be û laşê wî bexşê zanîngehê bike, daku wekî kadawrayê xwendekar karibe ji laşê wî îstîfade bikin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin wî bi halê xwe yê mirî jî xizmeta însaniyetê kiriye. Wî bi vî awayî peyameke girîng da dinyayê, da însanan û kurdan. Ji bo vê yekê merivekî mezin û girîng e. Herwisa bi vê yekê xwestiye nişan bide, ku ew çiqasî qîmetê dide zanistê, ilm û îrfanê jî. Loma jî divê em baş Kamiran bixwînin û asta entelektuelîzma kurdî derxînin wê astê.”

Çavkanî: https://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/201712067071741-bedirxan-kurdi-kurdistani-jiyan/