“Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî Le Serdemî Osmanî, Mêjûyekî Kem Xizmetkiraw” 

Di derbarê mijara “Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî Le Serdemî Osmanî” de kurteyek ji axaftina min a sempozyûmê ye.

Berêzan! Ji ber kêmbûna demê ez dê pirr bi kurtayî behsa hin nûqteyên girîng bikim. Di serdema dawî ya Împeratorîya Osmanî de; ji roj û sala çapbûna rojnameya Kurdistanê (21/22 Nîsana 1898) bigre heta sala 1922an gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin. Eger em çapbûna van rojname û kovara li gor dem û bûyerên girîng ên wê demê rêz bikin, sê qonaxên (merhele) girîng dertên pêşîya me: Ji destpêkê ve heta ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn; ji Meşrûtîyeta Duyem bigre heta destpêka Şerê Yekem ê Cîhanê; bidawîhatina şer û ji îmzekirina Peymana Mondrosê şûn ve heta salên 1922an ku bajarê Îstenbulê dikeve bin hukma M. Kema û hikumeta Anqerê.

Di merheleya pêşî de; li Qehîreya paytexta Misrê rojnameya Kurdistan bi serpereştîya Mîqdad Mîdhet Bedirxan di roja 21/22yê Nîsana 1898an de hatîye çapkirin. Kurdistan, ji panzdeh rojan carekî bi zimanê kurdî û tirkîya osmanî dihat çapkirin, piştî çapkirina pênc jimarên pêşî, xwedîyê rojnameya Kurdistanê guherîye û li şûna Mîqdad Mîdhet,  Evdirehmen Bedirxanê birayê wî bûye xwedîyê rojnamê û cîyê çapkirina wê jî guherîye ji bo Swîsreyê. Rojnameya Kurdistan, di bajar û welatê cihê de li Misrê, Swîsreyê, Londonê, Folkstonê li ser hev 31 jimar hatine çapkirin. Dema ku jimara 24an a rojnameya Kurdistanê li Londonê hatîye çapkirin, di heman demê de rojnameyekê din bi navê Ummid ji alîyê Mihemed Salih Bedirxan ve li Misrê di roja 15ê Tebaxa 1900î de hatîye çapkirin.

Di merheleya duyem de, yanî piştî ragehandina Meşrûtîyeta Duyem; gelek rojname û kovarên kurdî ahtine çapkirin û ji bo çipkirina hinekan jî serlêdan ji bo rêvebirên Osmanî hatîye kirin lê mixabin destûra çapkirinê nedane yan jî ew serdan (ji bo rojnameya “Aşîret”, “Marîfet ve îtihad-ı Ekrad”, “Füyuzat-ı Kurdiye” û wd.) wek projek biserneketine. Di vê demê de; pêşîyê rojnameya Serbestî bi rojane hatîye çapkirin, xwedî û mesûlmidûrê rojnameya Serbestî, Mewlanzade Rifat û sernivîskarê wê jî Hesen Fehmî bû. Jimara wê ya yekem, di roja duşema 3yê Teşrîna Sanî ya 1324an (16.11.1908an) de hatîye çapkirin û di 12 salan de li ser hev 770 jimar hatine çapkirin. Di dewra dawîyê de rojnameya Serbestî bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatîye weşandin. Rojnameya duyem, bi girêdayî Cemîyeta Teawûn û Teraqî ya Kurdan ku serokê wê cemîyetê Seyid Evdilqadirê Şemzînî bû, bi navê Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan hatîye çapkirin. Xwdîyê rojnameyê şairê navdar Pîrmêrd û sernivîskarê wê jî Ahmed Cemîlê Dîyarbekirî bû. Piştî çapkirina 9 jimaran, weşana rojnameyê ji alîyê desthilatdarên sîyasî yên wê demê ve hatîye rawestandin. Di heman salê de, bi navê Şerq û Kurdistan, rojnameyekê din jî di 20ê Sermaweza 1908an de bi serpereştîya Ahmed Şerîfê Hersekî, Bedrîyê Melatyayî û Îsmaîlê Hersekî hatîye çapkirin. Li ser hev sê jimarên vê rojnameyê li ber destê me hene û jimara dawî ya berdest, jimara 5an e. Di sala 1912an de Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd (27ê Temûza 1912an) hatîye damezrandin û bi gêrêdayî vê komelê kovarên Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatine çapkirin. Xwedî îmtiyaz û midurmesûlê Rojî Kurd, Ebdulkerîm Efendî yê Silêmanî bû û ev kovar li ser hev çar jimar bi zimanê kurdî û tirkîya osmanî hatine çapkirin, ji çapkirina çar jimaran şûn ve ji alîyê rêvebirîya sîyasî ya Îtihad û Teraqî ve weşana wê hatîye rawestandin. Komela Hêvî, ji wê şûn de, bi mesûlmidurîya Baban Abdulezîz di 11ê Teşrîna Ewela 1329 (24ê Çirîya Pêşîn a sala 1913an) de bi navê Hetawî Kurd kovareke nû derxistîye û li ser bergê wê hatîye lêkirin ku “ji 15 rojan carekî tête çapkirin.” Hetawî Kurd li ser hev 10 jimar hatine çapkirin, jimara dawî di 20ê Hezîrana 1330 (3yê Temmuza 1914)an de hatîye çapkirin. Piştî ku Şerê Umûmî yê Cîhanê dest pê kirîye, hemû xebatên rêxistinî û çapemenî yên kurdan ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ve hatine rawestandin.

Merheleya sêyem a çapemenîya kurdî di dema Osmanî de; ji roja îmzekirina Peymana Mondrosê dest pê kirîye û heta dawîya sala 1922an dewam kirîye. Di vê demê de, kovar û rojnameyên kurdî yên ku hatine çapkirin û belavkirin, bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û rêxistinên bi wî ve girêdayî bûn. Bi mesûlmidurîya Hemzeyê Mûksî û Memduh Selîm Beg, 36 jimarên kovara Jîn, di vê demê de hatine çapkirin. Jimara dawî (36) ya kovara Jîn, di roja duşem a 21ê Hazîrana 1336an (21ê Hazîran 1920an) de hatîye çapkirin, di beşê kunyeya vê jimarê de mottoya: “Rojnameyeke hefteyî yê sîyasî û îlmî ye, yekîtîya kurdan û hiquqa wan a millî diparêze” hatîye nivisîn. Rojnameya Serbestî, di vê dewrê de, wek organa CTKê bi rojane hatîye çapkirin. Rojnameya Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ya kurdan e, pirr girîng e, li ser rojnameya Serbestî xwebateke min di sala 2017an de wek kitêb bi navê “Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî” çap bûye lêbelê divê xebatên hîn berfirehtir bêne kirin. Kovara Kurdistanê jî di vê demê de bi girêdayî CTKê hatîye çapkirin; kovareke hefteyî bû û yekemîn jimara vê kovarê, di roja 30 Kanun-i Sani ya 1335 (30ê Kanûna 1919)an de hatîye çapkirin û li ser hev 19 jimar çap bûne. Mehmed Mîhrî xwedîyê îmtiyaz û Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê bû, di nav rûpelên kovara Kurdistanê de nivîsên bi zimanê osmanî, kurdî, farisî û erebî hatine belavkirin.

Di şûna gotina dawî da: 

  • Rabirdû û dîroka çapemenîya milletekî, bîra tomarkirî ya wê milletê ye û ji alîyek ve jî çavkanîyekê pirr girîng a dîroka wî ya komelayetî û neteweyî ye.

2- Li gor agahîyên îro Kurdistan, yekemîn rojnameya kurdan e û li Qehîreya paytexta Misrê dest bi weşanê kirîye û Mîqad Mîdhet Bedirxan, xweyîyê rojnameya Kurdistanê bû. Li gorî vê, rojnamegerîya kurd li dervayê welat, li sirgûnê û li dîasporayê dest pê kirîye.

3- Çapemenî, rojname û kovar wesîteyên dema modern yanî dema netewedewlet in. Çapemenî û rojnamegerîya kurd jî, bi peydabûn û geşbûna fikra nasyonalîzma kurd dest pê kirîye û herweha bûye amrazê/wesîteyê pêşxistina fikra neteweyî ya kurd.

4- Pirranîya rojname û kovarên wê demê, bi girêdayî cemîyet û rêxistinên wê demê hatine weşandin û belavkirin.

5- Hîç rojnameyek wê demê yê kurdan nîne ku ji serî heta dawî bi zimanê kurdî hatibe weşandin.

6- Destpêka rojnamegeriya kurd di bin givaş û zixtên desthilata sîyasî da dest pê kirîye. Yekemîn şehîdê rojnamegerîya kurd, Hesen Fehmî yê sernivîskarê rojnameya Serbestî ye.

7- Rojnameya Serbestî, yekemîn rojnameya rojane ya kurdan e, dem dema weşana wê bête rawestandin jî, li ser hev nêzîkê 12 salan weşana wê dewam kirîye û 770ê jimar hatine çapkirin.

8- Em dikarin bibêjin ku weşana hemû rojname û kovarên dema salên dawî yên Împeratorîya Osmanî, di encamê da bi biryara sîyasî ya desthilatdarên wê demê hatine rawestandin.

9- Mixabin îro dîrokekê nivîsandî ya rojnamegerîya kurdî  li ber destê me nîne, bi beşdarbûn û piştgirîya akademî û lêkolînerên her parçeyekî Kurdistanê, amadekirina  dîrokekê yekgirtî ya rojnamegerî pêwîst e û mîsoger e.

10- Bêguman cemîyet û rêxistin jî dikarin weşanên bi girêdayî rêxistina xwe  derbixin. Lêbelê rojnamegerîya rêxistinî û îdeolojîk a li ser esasên dirûşmên partîzanî û berjewendiyên rêxistinî, dikarin xusarên gelek mezin bidin civakê. Lewra ew, bi rêya van weşanan berjewendiyên rêxistina xwe û neteweya kurd wekî hev nîşan didin, gelek caran jî berjewendîya xwe ya rêxistinî û grubî di ser berjewendîya neteweyî re digrin.

11- Îro li dinya pêşkevtî ya modern, di meşandina kar û xebata medya û rojnamevanî de azadîya fikrî, etîk û exlaqa meslekî pirr girîng in, divê her rojnamevan û nivîskarê kurd jî bi girêdayî van prensîban bimîne, wijdana xwe neke malzemeyê berjewendîyên şexsî û grubî.

23.04.2021

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*