Di nav rêzenivîsa bîranînên wî yên li ser Şerê Giştî yê Cîhanê de, nivîsek wî ya balkêş jî ya bi sernivîsa “Develer” (Hêştir) e. Malum e, wê demê wasîte û hacetên şer, wekî ya îro pêşkevtî nebûn. Di sehrayê de wesîteyên tewr girîng ê guhestina bar û çekan, deve bûn. Bi gotina Celadet Bedirxan, ew heywanên mibarek “şemendîferên sehrayê” bûn. Ew, di vê sefera xwe de cara pêşîn deveyan ji nêzîk ve nas dike û dibe şahidê hêşbûna boşê (êxleyê) deveyan. Dibêje:

“Me di piçûkayîya xwe de bi heyret temaşa koma van heywanên wekî peyker dikir, lê belê di derheqê ruh û tabîata wan de agahdarîyên me yên mutlaq tune bûn. Me wan bi navê deve nas dikir û ji wan re digot deve.

Lê bi rastî deve bi cûseyên xwe balkêş in û divê bi taybetîyên xwe ve baş bêne naskirin. Bi gelek vekirî dîyar e ku bi wan re ruhîyeta qabîleyek heye, her qefleyê deveyan wekî qabîleyek e.

Di nav qefleyê de, ji deveyan ê herî gewre û qerase wek reîs tête qebûlkirin. Hemû deveyên din, bêîtiraz îteatê nîşan û tevgerên reîsê xwe dikin. Ji reîsê qefleya deveyan re dibêjin “Şeyxûl Cemal” (Mîrê Deveyan) û tu deveyek bê fermana wî tevnagere. Kesê ku dibe selwanê boşa deveyan, bi taybetî pêşîyê bi reîsê wan re meşxûl dibe. Lewra ku reîs neye aşkirin û bidestxistin, hikumkirina li ser deveyên din nemimkun e. Dema ku selwanek karibe li ser reîsên deveyan hikum bike û bi xwe ve girê bide, bi serê xwe kare bi sedan deveyan îdare bike.

Kelûpelê me yên leşkerî li ser pişta qefleyek deveyan bû, ji bo parastina wan hinek leşker û ajotkarên deveyan li pey me ve dihatin. Di nava wan de yekî, dixwaze henekên xwe bi wê reîsê vaqur û cidî bike. Reîs, pêşîyê dixwaze bi hinek deng û tevgeran bide zanîn ku ji henekên wî nerazî ye, lêbelê camêr ji vê yekê fêm nake. Her ku pêde diçe mesele gurr dibe, reîs hêrs dibe û kef dekeve devê wî, lê ciwanmêr deng ji xwe naîne.

Dawîyê reîs, li ber çavê hemû mifrezeyê bi derbekî nerm li ciwanmêr xist û bi erdê ve dirêj kir, barê giran ê li ser pişta xwe avêt û bi dengê hîşînke balkêş qefleyê terk kir.

Ji ber vê tevgerê, herkes û bi taybetî jî selwan ketibûn teşxeleya endîşeyêk, ji ber vê yekê bi tirs û dengekî lerzok deng li serselwan an jî xerbendeyê deveyan kir ku siwarê kerê bû û li pêşiya qefleyê diçû:

– Ya Ebûl Merzuk!

Ebûl Merzuk ji kerê peya bû û ber bi reîs ve bazda. Lêbelê gelek dereng mabû; lewra hemû deveyan di nav çend sanîyeyan de bi nêrîn û çavşikandinê, mesaja (hinareya) reîsê gewre girtibûn û biryar dabûn. Ebûl Merzuk berê xwe da reîs û bi dengekî dilşewat got: Teale ya ruhî teal (were ey ruhê min were)!

Ev deng û daxwaz, dereng mabû. Hemû deveyan biryarê pêk anîn, di wê hengameyê de pêleke serhildanê ketibû nav wan.

Devê wan bi kef tije bû, hawidê xwe û barê li ser pişta xwe avêtin, ji alîyê rast û çepê ve bi feryadên dilşewat direviyan. Di nav deqîqeyêk de li derûdora reîsên xwe berhev bûn, wekî pehlewanên ku barê pişta xwe avêtîye.

Hemû deve li derûdora mîrê xwe berhev bûn, hîşehîşa wan bû û pîkolî dikirin.

Min ji bo hêminkirina deveyan û pêkanîna asayişe, pêşniyara alîkariyê ji Ebûl Merzuk re kir, wî, bi tûndî pêşniyara min red kir.

Wî got; bi qedrê Pêxember bikî, min navê zabîtê min. Deve û selwanên wan bi karê xwe ve mijûl bûn û me jî bi dûr ve temaşa wan dikir.

Çawa ku hemû deve li dora mîrê xwe berhev bûbûn, herweha hemû selwanên deveyan jî li derûdora Ebûl Merzuk berhev bûbûn. Ebûl Merzuk ji dil, bi şêwe û meqamekî dilşewat ê ruhê sehrayê û bi dengekî lerzok dest bi xwendina qesîdeyek hezindar kir. Ew deng û awazê wan ên nerm, di bin tava germ û şewitok a sehrayê de dilê me mist dida, sikûnetekî bexşê me hemûyan dikir û hênikayî dida me.

….

Ji xwendina qesîdeyê demeke kurt şûn ve, ew milê wan ê dirêj ê ku wek şûrê serhildanê bilind bûbû, peyderpey ber bi xwar ve bû û dawîyê danîn ber xwe. Herwekî li erdê pirlantayek wendabûyî bigerin, êdî pozê wan gihîşte erdê, perdeyê çavên wan hatin xwarê û çavên wan hatin girtin.”[1]

Çîroka bihûrandina “Altinkoprî”yê jî xalekî balkêş a bîranên Şer e. Celadet Bedirxan sê sal piştî destpêka şer, yanî di sala 1917yan de bi tevî mifrezeya xwe ji bo tehkîmkirina pira Altunkoprîyê tête wezîfedarkirin. Di vê rêvîtiya de hinek têbinîyên balkêş hene ku dixwazim bi we re parve bikim.

“Dijminan Kerkûk dagirtibû û ber bi Altinkoprîyê ve dimeşiyan.

Mifrezeya me bi awayek teqeze ji bo tehkîmkirina serê pira Altinkoprîyê, bi topên sehra yên 5.7 hatibû wezîfedarkirin.

Ku dijminan Altinkoprî derbas bikira, ji bo dagirtina Mûsilê ji xeynî “Zapê Kebîr” tu astengekî li pêşîya wan nedima. Ji ber vê yekê Altinkoprî îstiqameteke pir girîng bû, em bi mecburî ber bi wir ve ketibûn tevgerê.

Ev hêza narîn û taze berîya sê mehan ji Stenbolê veqetyabû û ji berê ve ji ber du sedemên tehrîbkar û xedar dinalîya, di her gavavêtina me de qurbanek dida; tavê enî û mejî dişewitand û kolerayê jî made û rodîyan diqeland.

Dema pêşdarê me ji milê rastê ve gihîştin ber çem, tava gurr û bişewat a sehrayê çûbû ava, rengê asoya asîman bûbû wekî rengekî sorê îstisna yê lêvên jinan û şopa wî wek xetên neyekrêz hêdî hêdî ber bi semayê ve bilind dibû. Di qubbeyê de wek xetekî mirekeba sor belav dibû û dibû wek ewrên gulreng.

Kela çem rabûbû, kef dikir, diqîrîya û dinalî wekî feryadeke bêdawî.

Hîn berîya em bigîjin ber çem, qumandarê mifrezeya me emir kiribû ku di serî de pêşdar, piştî wan bateryayên topan û ji wan şûn ve jî dê leşker ji pirê derbas bibûna.

Çav û nihêrîna hemû endamên mifrezeya me ku li ser orduya gewre ya şeşemîn bûn, li pirê digerîyan, digerîyan lêbelê pirê xuya nedikir.

Di wê hengameyê de ji alîyê qeraxê çemê ve erebekî nîvçîplaq bi qîrîn gote me:

“Exzel mau el cisre!”

Yanî wî dixwest bibêje: “Lehîyê pir xera kirîye!”

Mêrikê ereb ji dûr ve keleka ber çemê bi destê xwe nîşan da û got: “Şahtûr ya efendî şahtûr!”

Me hemûyan fêm kir ku ancax bi van kelekan em dikarin derbasê alîyê din ê çemê bibin. Piştî bînvedanekî kêmdem, me dest bi bihûrîna çemê kir.

Belê xeternakîya li ser orduya şeşemîn di mesafeya rojekî de bû û me jî dixwest bi vê tevgera leşkerî, bi van wasîteyan û bi vê lezgînîyê pêşî li wan bigirta. …”[2]

Celadet Bedirxan di mûdeta Şerê Giştî yê Cîhanê de rastê gelek xeternakî û tengasîyan, bûyerên balkêş û xemgîn tê û di gelek nivîsên xwe yên ciyawaz de behsa wan dike. Ew, Şerê Giştî yê ku bi tesîra Almanya û bi serkêşîya rêvebirên Îtîhad û Terakkî, Dewleta Osmanî jî kişandîye nava xwe, wek macerayek dibîne û dibêje xwînrêtina “mirovên Anatolyayê”, bedêleke bêmiqabil e. “Ev rê û îstiqameta ku ji alîyê pêxemberên Ocaxê ve li ser nexşeya ‘sewqûl ceyş”ê, bi qelema sor hatiye nîşandan: Turan e.”[3]

Dewam dike…

[1] Celadet Alî, Develer [Hêştir], T. İstanbul, no: 129, 8ê Nîsana 1919

[2] Celadet Alî, Geçit [Bihûr], T. İstanbul, no: 147, 26ê Nîsana 1919

[3] Celadet Alî, Borazanın Kurşunu [Guleyê Borîjen], no: 191, 9ê Hezîrana 1919