Fountain pen on an antique handwritten letter

Av:                                          

1- Av û agir li hev nayên.

2- Av ji agir natirse.

3- Ava zêde, di bîra genî de ye.

4- Av nagihîje tavê, tav tê ber avê.

Aqil

5- Aqil, gem e.

6- Aqil, fêkîya payîzê ye.

7- Her kes bi qasî aqlê xwe ye.

8- Her şêwrekî, aqilekî ye.

9- Xemla pîra, aqil e.

10- Pîva aqil, bawerî ye.

11- Aqil, nagihîje dil.

12- Kes, bi aqilê kesî aqil nabe.

13- Aqil, bi xwendinê xweyî dibe.

14- Âqil şêran kedî dike, tirs pisîkê xwedî nake.

Alem

15- Alem yek e, yek alem e.

16- Alem, ji hev û bi hev e.

17- Alem, bin destê zorê ye.

18- Alem, xulamê rodîyê ye.

19- Alem, kupik û kuzik û kasik û dîzik in.

Azadî

20- Heta ku dibistan tijî nebin, girtîgeh vala nabin.

21- Azadî, ne ya kesî ye, ji bona her kesî ye.

22- Azadî, ji jîyanê hêjatir e.

23- Diloka azadîyê, bi devê girtî nayê gotin.

24- Şewqa azadîyê, di serê vala hilnayê.

25- Dêya me bi azadîyê mijandî ye. 

A

26- Adet bûne îbadet.

27- Çima dikî ax û wax, paşê tuyê jî nebî ax?

28- Aştîya xerab, ji şerê baş çêtir e.

29- Ku tu ax bikî, dê neyarê te jî ox bike.

Birçî

30- Kesê birçî, bawerîya xwe dixwe.

31- Kesê birçî zû dixape.

32- Tenûrekî nan, çavbirçîyan têr nake.

33- Yê birçî çi naxwe, yê têr çi nabêje.

34- Wer bixwe, da ku birçî nemînî.

35- Mirov, hînî birçîtîyê nabe.

36- Çavbirçî, ji zikbirçîyan purtir in.

37- Kesê birçî dimire, yê ku têr e namire?

38- Bi zikê birçî, şîretê rijî naçe xwar.

Bav

39- Ez bavê xwe yê sergînî, nadim bi bavê teyê zêrînî.

40- Bavê, hev da, lawê, tev da.

41- Bavê xwe kuştî ye, bi tirba wî sond dixwe.

42- Tu kesî bavê xwe ne bijartî ye.

43- Mirov kane dînê xwe biguhere, lê bavê xwe na.

44- Bavê te be bavê ku ew te navê.

Birîn

45- Birîna kînê kûr e.

46- Birîn bi tevdanê xweş nabe.

Bûk

47- Ku bûk çê ye, xwesî dê ye.

48- Bûk ji xwe ra nalîrîne.

49- Heta ku bûk xemilî, berbûr betilî.

Baş

50- Kesê baş xwe nade paş.

51- Başî bar e.

52- Bextê başan xerab e.

53- Başî tê kirin, nayê kirrîn.

54- Başî xwestin, başî ye.

55- Başî, fedekarî ye.

56- Başî, hevalê roja xerab e.

57- Baş, kar e; xerab, bar e.

58- Baş başîyê, xerab xweşîyê dixwaz e.

59- Baş li karê xwe ye, xerab li kara xwe ye.

60- Lingê başan, ji serê xeraban çêtir e.

61- Çêrê başan, ji pesnê xeraban çêtir e.

62- Purê başîyan, ji bona bêjinê ye.

63- Ger başî bi te nabe, paşîya te xerab e.

64- Purê başîyan, dendika dafikê ne.

65- Xwezî mezin baş bûna, baş mezin bûna.

66- Nebaşî, bêpaşî ye.

67- Kesên baş, tev mirî ne

68- Yan baş be, yan wekî başa, be.

69- Başîya zêde, teresî ye.

70- Kesê başîyê dixwaze, divê ku baş be.

71- Başî têra xerabîyê, nake

72- Baştirîyê, başî, kuştî ye.

Belaş

73- Belaşî, bê paşî ye.

74- Bihayê belaşîyê giran e.

Bext

75- Kesê ku bextîyar e, ya dîn e ya dîndar e.

76- Bextîyarî, li me bû roja tarî.

77- Bextîyar î, aştî û azadî û nan û saxîya can e.

78- Kesê bextê wî yar e, başî pê de dibare.

79- Yê bextê wî ne yar e, warê wî tirba sar e.

80- Text tê kirrîn, bext na.

Bawerî

81- Bawerî pirr in, aqil yek e.

82- Bêbawerî, valayî ye.

83- Bawerîyên nezanan, xevrojk û xurafe ne.

84- Bawerkirin çêtir e ji hezkirinê.

85- ku bawerî nemîne, tiştekî mirov namîne.

86- Bawerî, xerabîyê bi hezkirin dide kirin.

87- Ku tu bi xwe bawer nekî kes bi te bawer nake.

Bilbil

88- Dayîna gulekî, xweşkirina dilekî.

89- Li gulîstanê qijik nabe bibil.

90- Bilbil nebûya, dê gulê gilî û gazinê xwe li kê bikira.

91- Bilbil ji bo dilekî, bû girtîyê gulekî.

92- Ger nebûya hêstirîyê gulê, bilbil ne dibû girtîyê gulê.

93- Bilbil girtîyê gulê ye, gul girtîyê histirîyê ye.

94- Dema qijik dixwîne, bilbil xwe ditelîne.

B

95- Beroşa piçûk zu dikele.

96- Ger ku ezê bibim bar, Xwedê min têxe axa sar.

97- Emrê beqê bi weq weqê, yê leglegê bi leq leqê dibore.

98- Bi her bayê li ba bî, ger tu qasî çîya bî, bi gorîya gîya bî.

99- Belê, belayê dûr dike.

100- Beg in, şêx in, mele ne, bi me ne, ne ji me ne.

101- Bîr ne kûr e, ben kin e.

102- Bila beden li pîya be, bila xwarin gîya be.

103- Êl rabû, beg winda bû.

104- Beraz bi bergerê kedî nabe.

105- Ê te ye, barê te ye.

106- Yê bi mîne, wê bibîne.

107- Bihar ew bihar e, dar ne ew dar e.

Ciwan

108- Ciwanî xewnek xweş bû, pîrîtîyê şîyar kir.

109- Ciwan kan e nizane yê pîr zane nikane.

110- Ciwan bi hirs e, pîr bi tirs e.

111- Ciwan kane bajarekî ava ke, pîr nikane ta di derzîyê de ke.

112- Di ciwanîyê de sal, di pîrîtîyê de roj dirêj in.

113- Mirov li ciwanîyê hîn dike, li pîrîtîyê fam dike.

114- Cîranê baş ji malê ye, yê xirab kûla salê ye,

Çav

115- Kesê çav birçî têr nabe.

116- Hiş nebîne, çav kor e.

117- Çav bi girtinê kor nabe.

118- Çavê şil, ji dilê kul e.

119- Carna dest, ji çav çêtir dibîne.

120- Ku em bêjin çav bi çav, dunya dimîne bê çav.

Çira

121- Çira bê rûn, ruhnî nade.

122- Çima? Çira ye.

123- Heta çira pê nekve, ruhnî nade.

Dar

124- Destê nagihîje darê, kevira davê darê.

125- Dara bêxêr zû gir dibe.

126- Dara fêkî nade, êzing e.

127- Dara azadîyê bi xwînê xweyî dibe.

128- Dar, bi fêkîyê xwe tê hezkirin.

129- Dara pelê wê zêde, fêkîyên wê kêm e.

130- Bayê gurr dara bilind hildiweşîne.

131- Dar di dendika xwe de ye.

132- Dar bi terrî ditewe.

Doz

133- Dozek me hebû hûr bû, em hatin kuştin gir bû.

134- Kesê doza wî hêjayê mirinê ye, natirse ji mirinê.

135- Herkes bi qasî doz û daxwaza xwe ye.

136- Dozdarê ji bo dozê nemir e, mirar e.

137- Dozdar, ne ji bo zêrê zer û ne li ber sîngê gewr natewe.

Dil

138- Deriyê dilan bi lêdanê venabe.

139- Ku dil har e, serî bar e.

140- Diltengî carna ji desttengî ye.

141- Yê dilekî bişikîne, sed qencî na cebirîne.

142- Ya ne ji dil, ne rast e.

143- Ya ji dil tê, ji dest nayê.

144- Yê dilekî xera ke, sed qencî ava nake.

145- Dil sivikîyê dixwaze.

146- Dil bi hêvîyê dijî.

147- Dil ciwan e, serî pîr e.

148- Dilê bi evîn ciwan e.

149- Dil xweşî yê, ser başîyê dixwaz e.

150- Yê bi ya dilê xwe kir, xwelî li serê xwe kir.

151- Ku her du dil bûne yek, kadîn bû Birca Belek.

152- Dil diêşe, dev dibêje.

153- Dilê qirêj bi şûştinê pak nabe.

154- Dilê bi evîn, dîn e.

155- Ku dil qirêj e, çi rojî ye û çi nimêj e?

156- Dilreş, rûreş e

Dîn

157- Îman, wijdan e.

158- Dînê Xwedê rastî ye, ya ne rast dînîtî ye.

159- Dîndarî ji tirsa mirinê ye.

160- Dîn, bawerî ye ne zordarî ye.

161- Dînxuran, dîn kirine dînîtî.

162- Kesê jar e, dîndar e, yê ku jîr e, dînxwar e.

163- Ew bi xwe ga ye, lê dîn li xwe pêça ye.

164- Xuwînxwar û kîndar nabin dîndar.

165- Zevîya dînxuran dîn e.

166- Tilisma dîn şûr e.

167- Hin kes bi navê dîndarîyê, zordar in.

168- Dînê tirs û nezanîyê, kirasê dîna ye.

169- Dîn, nezanan dîn dike.

Dînîtî

170- Ku war û karê te nîne, dê bejin vîya dîn e.

171- Herkes bi hawakî dîn e, xwe nabîne.

172- Dîn dîna dibîne xwe ditelîne.

173- Dîn e, lê zincîran diqetîne.

174- Dînan nas dike, lê xwe na.

175- Nezan ji hev fam dikin; hevalê dînan dîn e.

176- Dîn e, lê cilê xwe naqetîne.

177- Kesê ne wekî wî ye, ya dîn e yan bêdîn e.

178- Ji bo mirîyan negrî, ji bona dîna bigrî.

Deyn

179- Deyn, bi deyn nayê dayîn.

180- Deyndar hustûxwar e.

181- Ku bû deyndar, dibe neyar.

182- Bila mirar bim, ne xizanê deyndar bim.

183- Dildara ji dil, dê ye.

184- Dendik dê ye, her tişt jê ye.

185- Ku dê bigirî, ken kerî ye.

186- Hinek dê ne, hinek mê ne, hinek jê bela Xwedê ne.

187- Tevê ku mê ne, ne dê ne.

188- Dendik dê ye; mar jî jê ye, dar jî jê ye.

189- Kurd hemû bira ne, dayika wan Kurdistan e.

190-  Qîza çê, rûsipîtîya dê ye.

Derman

191Wer derdekî min heye, bi sed dermanî nadim.

192- Derdekî çû, heft man li dû.

193- Dermanê zêde zerar e.

194- Derman tehl e; tehlî derman e.

195- Derd pirrî ku zêde ye, têra her kesî heye.

196- Derdê piçûkan mezin e.

197- Derdê min bê derman e, derd ji bo min derman e.

198- Ji xelkê re Loqman e, ji xwe re bêderman e.

199- Dermanê bêhintengîyê, bêdengî ye.

Dewlemend

200- Dewlemendîya madî, xizanîya manewî ye.

201- Dewlemend bê rû ne.

202- Ku dewlemendî baş bûya, Xweda ne dida xeraban.

203- Daxwazîyê dewlemendan zêden e.

Derî

204- Deriyê xerabîyê pirr in, kilîda viran li tevan tê.

205- Deriyê kêman ketî ye.

206- Derî neşkêne, kilît lê bîne.

207- Deriyê dilan, bi lêdanê venabe.

208- Deriyê namûsê, şerm e.

Dost

 

209- Dostanî wekhevî ye, parêkirin e.

210- Dostê bindestan nabe, dostê serdest xerab e.

211- Bihayê dostanîyê erzan e.

212- Sed dost kêm e, neyarekî zêde ye.

213- Ger tune ye dostekî, tu bibe dostê yekî.

214- Dostanî bi parkirinê geş dibe.

Dem

215- Dem derman e.

216- Dem xem e.

217- Dem li min bû gurê har, xweşîyên min hemû xwar.

218- Dem, dizekî dijwar e.

219- Ez û demê, hevxur in.

Diz

220- Malê dizan li dizekan helal e.

221- Diz diz e, çi zêr dizî çi derzî.

222- Yê ku bi dizî dike, dizîyê dike.

Dest

223- Destê teng, ji qirika fire ye.

224- Her dest ne paqij e.

225- Destê ku gulan dide, gul bêhn dide.

226- Destê paqij vala ye.

227- Yê destfire dilteng e.

228- Zêr û zor, di destê qirêj de ne.

229- Ya dev xira ke, dest çê nake.

230- Ew bi xwe bindest e, ji aliyê serdestan e.

231- Em bindest in, serdestî bi me nabe.

232- Destê vebe ranabe.

233- Yê ji destê wî nayê, destê xwe vedike.

234- Pêşî dengê xwe rake, paşê destê xwe.

D

235- Derew ji bo hin kesan ar e, ji bona hinekan îftîxar e.

236- Dewran bê wefa ye; xweyî dike, mezin dike dikuje.

237- Dunya leystok e, lê ew bi me dileyîze.

238- Dil bawer dike, serî dibêje çima.

239- Defîne li xirban veşartî ne.

240- Ya dûr, hûr e.

241- Dîroka bindestan xwînî ye.

242- Derzekî piçûk keştîya mezin noq dike.

243- Dehlek bi dasekî nikane.

244- Çi dibîne wî hiltîne.

245- Ku doz û daxwazek te tune, qîmeta sal û seatan tune.

246- Ne bi dor be, dor nayê te.

247- Nîvê dinyayê tarî ye.

248- Her tişt di dendika xwe de ye.

249- Nedî bû dî, bi xwe de rî.

250- Kesê bilind dûr dibîne.

Evîn

251- Evîn, dil bijîn e.

252- Evîn şewitîna dil e, bi agirê şehwetê.

253- Evîndar navê textê hikumdar.

254- Evîndar birîndar e.

255- Evîna birçîyan qermiçî ye.

256- Agirê evînê heta livînê.

257- Ava çavan agirê evînê, natefîne.

ÊŞ

258- Êşa can dide ziman.

259- Dema êşê, dirêj e.

260- Êşa zana, zêde ye.

261- Êş, bi qasê famê ye.

262- Êş, ne xweş e lê nexweşî yê, şan dide.

263- Heta cîyek te ne êşe, li hebûna wî hay nabî.

264- Êş tirsoka ditewîne, mêrxasan dike pola.

265- Hin şa ne, hin êşan e.

266- Kêfa hineka, êşa hineka ye.

267- Xizanî, tama tevê, êşa ye.

268- Êş, gamêşê dike mêş.

269- Yê li pêş e, biêş e.

270- Li zarokî girî heye êş tune, li pîrî êş heye girî tune.

271-  Ê bêesl e, nafesle.

272- Dieybîne, xwe nabîne.

273- Nezan ew e ku ji bo dinê xem dixo; kî çi zane kî kar dike, kî dixo?

Fam

274- Ku fam nake, gotin kar nake.

275- Ku fam kira ji çi ye, qe nedigot ji kî ye.

276- Kesê fama, ji dîna jî fam dike.

277- Ku fam nake, xwendin çi ye.

278- Kesê fam ke, şanetî ya Xwedê nake.

279- Kesê bêfam, bi guhê xwe bawer e.

280- Kesê bêfam, hew heye.

281- Kesê bêfam, bêtam e.

282- Dibêjin ku kesê fama pur najîn, te îro jî kir êvar.

283- Ferqa ga û gavanî, fam e.

284- Guhdar wekî xwe fam dike.

285- Yê ku yekî fam nake, ji pirrî qe fam di ke?

286- Kesê fam neke gêj e, çawa dibêjî bêje.

Fêkî

287- Fêkîya darê, keviran tîne darê.

288- Fêkîya gihiştî zû dikeve.

289- Fêkîya xwendinê zanîn e.

290- Ku fêkî kete erdê, mirov darê nabire.

291- Fêkî li darê bar e.

Fikir

292- Fen û fedî li pê hev in.

293- Kesê ku difikire bi tenê namîne

294- Kesê ku nafikire ji kerê xerabtir e

295- Kesê ku nafikire, nabîne.

GOTİN

296- Her kes xwe dibêje.

297- Kesê erzan, dike gotinê giran.

298- Gotin ji dev dertê, êşa wê ji dil dernayê

299- Gotina wî çêtir e ji dîtina wî.

300- Gotina şekir, dev şêrîn nake.

301- Gotina ji dil, heta dil e.

302- Gotina lewitî, carna jî dilê şewitî ye.

303- Zik bi xwarinê, dil bi gotinê têr dibe.

304- Her kes di gotina xwe de ye.

305- Ger ku kes e, gotin bes e.

306- Gotin heye hîn dike, gotin heye dîn dike.

307- Kesê ne got û kir şêr e, yê got û kir mêr e,

yê got û nekir kerê nêr e.

308- Her gotin ne raste, her rast nayê gotin.

309- Dîtin ji gotinê çêtir e.

310- Ku fam nake, gotin kar nake.

311- Mezin ê gotinan, gotin ê mezina ye.

312- Ku kes e, gotin bes e.

313- Yê pur bêje, dê vir bêje.

314- Gotina vala, kefçîya vala ye.

Gel

315- Gelê zana aza ne.

316- Gelê zarê xwe nizane, winda ne.

317- Kesê xwe ji bo gel ji bîr ke, gel wî ji bîr nake.

318- Gelê ji xew ra nabe, lê nedî şîyar nabe.

Gur

319- Bi guran re dikuje, bi xweyî re şînê dike.

320- Xewa mîyê li ba gur nayê.

321- Gur, gura naxwe.

322- Sed mî bi gurekî nikane.

323- Mî bi berx e, xema gur e?

324- Tu ne gur bî, gur te dixwe.

325- Gurê birçî çêjikê xwe dixwe.

326- Gunehkar ji ber gunehê xwe, kurd ji ber kurdîya xwe tê ceza kirin.

327- Qey gunehê min ji rehma Xweda mezintir e?

328- Dayina gulekî, xweşkirina dilekî.

329- Lê gerîya, tê gerîya.

330- Ji bo geda xwe kir feda.

331- Ji gundîyan tirê ku bajarî her roj helawê dixwin.

332- Gêle bi golikan nabe.

333- Gund bê sergo nabe.

334- Bê ked, golik nabe ga.

335- Çil salan gunehkar e, rojekî tobekar e.

336- Ez ji bo wî girîyam, ew bi min dikenîya.

Heq

337- Kesê neheq, bi neheqî dixwaze.

338- Şûr heqîyê davêje bîra kûr.

339- Ya ne li cî ye, ne heqî ye.

340- Heqxwarî, xûnxwarî ye.

341- Heq, bin destê zorê ye.

342- Heq revîye ezmanan, navê wî ma di zimanan.

343- Şoreşvanê heqîyê, qehreman e.

Hez

344- Her ku min însan naskir, ji heywan zêde hez kir.

345- Hez kêman zêde dike.

346- Hezkirin, parkirin e.

347- Rez, bi hezê geş dibe.

348- Kesê ji xwe hez ke, kes jê hez nake.

349- Ti kes ji tirsokan hez nake, ji hezkirîyan ditirse.

Hingiv

350- Hemû mêş hingiv nadin.

351- Hingivê rûtirşan tehl e.

352- Hingivê mêşê, hêlîna wê xira dike.

353- Min navê hingivê te, da nebînim rûyê te.

354- Ezê hingivê xwe yê xweş, çima bidim mêşa reş.

Hebûn

355- Hebûn ji bo mirinê, rabûn ji bo ketinê ye.

356- Yê ku hebe dê tunebe.

357- Hebûn, bi hember e.

358- Hesret ji hebûnê xweştir e.

359- Tu hebî her tişt hey e.

360- Heval ê hebûnê ye.

Hêvî

361- Emrê kin, hêvîya dirêj kêrî çi tê?

362- Kesê bi hêvîyê dijî, ji birçîna dimire.

363- Hêvî nanê xezanî ye, bixo ha bixo.

Hoz

364- Hoza bêdoz, xira dike.

365- Hoz bi dozê nikane.

H

366- Hevalê baş yê roja xerab e.

367- Yê hezir ke, ba Xizir nake.

368- Hêstêrkên rohnî di şevên tarî de dibiriqin.

369- Çar lingê hespê ne lê dîsa dilikume.

370- Hin kes behr in, hinek qehr in, hinek jehr in.

371- Kesê bêhiş, hişyar nabe.

372- Himmet û nîmeta bi minnet, mihnet e.

373- Hikum bi kuştinê ye.

374- Hikum darî bi zordarî ye.

375- Hirmêya çê para hirçê.

376- Hevalê nêz ji birayê dûr çêtir e.

377- Kes bi hiş nagihîje giş.

Jîyan

378- Jîyan jan e.

379- Jîyan xem e, ne dem e.

380- Jîyan ji bo zana zindan e.

381- Jîyan hirs û tirs e.

382- Jîyan lîstikek paşî mirin e.

383- Çima dijî, wer bijî.

384- Jîyan şewat e ku paşî dibe xwelî.

385- Jîyan paşmayinê xweş nabîne.

386- Jîyan li min kir tarî; extîyarî, neyarî, deyndarî.

387- Jîyan bi derdê do, tirsa sibê dibihûre.

388- Xweşîya jîyanê, ji tirsa mirinê ye.

389- Kirya jîyanê candan e.

390- Yê jîyanê nizane bi mirinê çi dizane?

391- Yê pirr dixwe pirr najî.

392- Yên ku jîyan kirine jan, kî bawere bi cenneta wan.

393- Êşa jîyanê nekêşe, jîyan bi xwe êş e.

394- Jîyan ku welê jan e, kî zane ku mirin çi tofan e?

395- Ji bona ku tu bijî, divê ku tu bikujî.

Jîr

396- Jîritî çêtir e ji mîrîtîyê.

397- Yê ku jar e, bar e; yê kû jîr e, har e.

398- Kesê jar divê rast be, kesê xwar divê jîr be.

399- Hinek, bi kêf û ken in; hinek jar û reben in.

Jin      

400- Jin bi guhê xwe bawerin.

401- Jin ne kêm e, xwe kêm dibîne.

402- Jin xweşîyê dixwaze.

403- Jin ne yar be, neyar e.

404- Jin ji bêdengîyê hez nakin.

405- Jina baş yar û war e, ya xerab jehra mar e.

406- Jin mînanê zarok e; ew bikeve digirî, tu bikevî dikene.

407- Jina baş ji horîyan çêtir e; ya xerab ji Şeytan xerabtir e.

408- Evîna jinan ji kîna wan zêde ye.

409- Jin ji dûr ve gul e, ji nêz ve kul e.

410- Mêr dibîne vedişêre, jin nedîtî diqîre.

411- Bila kul li te keve li pê jinê nekeve.

412- Jin ku serî hilîne, team di malê namîne.

413- Nêr û mê, du nîv in.

414- Mêr ji gunehên jinên xwe ditirsin.

415- Qîza faş nabe jina baş.

416- Purê jinan bê hawa ne; bi sivikî re sivik, bi giranî re giran e.

417- Gelê ku jinên wan nezanin, mêrên wan bindest û xizan in.

418- Mêrê malê li pê nan e, derdê jinê dîlok û def û dîlan e.

419- Jina xweşik dildar e, jina baş yar û war e.

420- Jina baş bi gotina xerab sor dibe; ya xerab ji bona xerabîyê xwe sor dike.

421- Jehra mar ji diran e, ya jinê ji ziman e.

422- Jina baş bextîyar dike, ya xerab extîyar dike.

423- Hin jin jan in, hin derman in.

424- Jina giran fedîyok e, jina xweşik xeydok e, jina sivik kenok û leqleqok ke.

J

425- Bi jara, havîn sar e

426- Lêhatin, ji jêhatinê çêtir e.

427- Lêhat jê hat, lênehat jê nehat.

Kor

428- Li welatê koran şaş dibe padîşa.

429- Korî zor e.

430- Xeyala kora kûr e.

431- Kor dê çi bikeçira yê?

432- Kerr û kor hev didin jor.

433- Bawerî û kîn û evîn kor in.

434- Nankorî karê kêma ye.

435-  Rêberê koran kor be, rêçûna wan dê zor be.

436- Ku bû tarî her kes kor e.

437- Korê ku ronahîyê nabîne, ewê bi ronahî yê çi bibîne?

438- Roja koran çi roj e?

Ker

439- Cehşik mezin dibe, dibe ker.

440- Bi kerî naçe serî.

441- Ezîtî kerîtî ye.

442- Ker ku fam ke, bar li xwe nake.

443- Kerê pîrê kor, hefsalê kesk û sor.

444- Salên zêde, kerîtîyê kêm nake.

445- Kurtan li kerê ne ar e.

446- Ker ceh û cuher nade bi zêrê zer.

447- Ku ne mêr e, kerê nêr e, berde bila biçêre.

448- Kerê gem bikî dê bêje ez kihêl im.

449- Çîya bi ceh û ka be, devê kerê Xoce pê nabe

450- Ker du caran li cîyekî nakeve herîyê.

Kêm

451- Hevalê kêman kêm e.

452- Kes ji kêmayîyên xwe hez nake.

453- Kêm, bi kîn e.

454- Welê kêm û ketî ye, koletî lê xweş hatîye.

455- Xemla kêman zêde ye.

456- Kesê xwe kêm dibîne wek hêvîyê dixwaze.

457- Kêmayî ar e, zêdeyî bar e.

458- Kesê kêm her tiştî kêm dibîne.

459- Kêmayîya mezin xêvîtî ye.

460- Kêmayîyên mezinan mezintir e.

461- Kêmayîyên mêran, şûrê jinan ne.

462- Kêmayîyan bikî aşîkar, yarên li te bibin neyar.

463- Pîrîtî û nezanî û xizanî kêmayî ye.

464- Kesê zêde xwe kêm dike, kesê kêm xwe zêde dike.

465- Kêmayî li kêmane ar e.

466- Ger tu negêjî kêmahîyên xwe na bêjî.

467- Kêmê zêde kêmtir e.

468- Purê bilindan kêm in, hin ji ketîyan kûr in.

469- Dengê kêman zêde ye.

Kêf

470- Kêf kef e, zû ditefe.

471- Kêfa anekî, êşa danekî.

472- Hinek bi kêf û ken in, hinek jar û reben in.

473- Her kêfekî bi êşekî ye.

Ketin

474- Ji bona mirîyan negirî, ji bona ketîyan bigirî.

475- Ketîyên ku ah dike, gazin ji Ellah dike.

476- Ketî ji ketinê natirse.

477- Ketin ji derketinê hêsatir e.

478- Kesê bi xwe ket jê gere, hate tandan pê bigire.

479- Hevalê ketîyan kêm e.

480- Ketî kane kî rake?

481- Ketî kêm e.

Kar

482- Kesê kar ke, ar nake.

483- Kar ker e, bajo here.

484- Kesê karê xwe neke, kar dê wî tune k e.

485- Karê xwe bi roj bike neke şev, roja xwe bike roj û şeva xwe bike şev.

486- Ne karê min be, ne barê min be.

487- Tu karê xwe neqedînî dê karê te biqedîne.

488- Ku tu bêkêr î, her karê te zerar e.

Kanîn

489- Kanîn bi zanînê ye.

490- Kesê bi xwe kare, kes pê nikare.

491- Kesê bi xwe nikare, li dora xwe bar e.

492- Kes nikane kevcalan rast bimeşîne.

493- Ku tu ne bê arî, bi tu kesî nikarî.

494- Çi nake pê nabe nake ku jê bê texsîr nake.

Kîn

495- Agirê kînê vemirîne yan na wê te bi şewitîne.

496- Kîn şêrîn e.

497- Kesê kîndar nabe dîndar.            

K

498- Kevçîya vala zik têr nake.

499- Kesê ne kewwe, natewe.

500- Kevir ji kûz natirse.

501- Her karê min li dar e, histuyê min li ser te xwar e.

502- Kesê bêkêr kêrê mirinê tê.

503- Nekedî bê fedî ne.

504- Kûto xwe bi kar dikuje, hûto jî pê dimêje.

505- Kesê wekî yekî ye, ew kî ye?

506- Hûr bibîne, kûr bibîne, dûr bibîne.

507- Ken ji dilê geş tê, baran ji ewrê reş tê.

Mûm

508- Ronahî di şewatê de ye.

509- Heta mûm pê nekeve rohnî nade.

510- Tarîtîya şevê rohnîya mûmê xar nake.

511- Heta şev tarî nebe mûm rohnî nade.

512- Pêxistina mûmê, bi mûmê kêm nake rohnîya mûmê.

Mal

513- Malê kêman zêde ye.

514- Mirov bêmal e, mal bêmirov e.

515- Dil nebije malê wî, ka mêzeke halê wî.

516- Jê tirê xweyî mal e, hêj fam nake hemal e.

517- Malê bavan dafika lawan e.

518- Ku tine ye malê te, kes pirs nake halê te.

519- Mal mîna şoravê ye, çiqas vexwî tîtir dibî.

520- Mal nîmet e, ne rûmet e.

521- Maldarî bela ye, xezanî xela ye.

522- Mal mîna jina tol e, her roj di hemêza yekî de ye

523- Ku nebe mal û melal, tu bibî rostemê zal kes te nake heval.

Mirov

524- Şertê mirovahîyê bûne çar; zêr û zîv, marq û dolar.

525- Mirov pirr in, mirovahî kêm e.

526- Mirovahî bi peyv û tewr û tevger e.

527- Mirov kovîyan kedî dikin lê xwe na.

528- Mirovê ku bi êşa mirovan naêşe, mirov e gelo?

529- Mirov xwe zû dixapîne.

530- Hinek mirov qet najîn, hinek jî qet namirin.

531- Mirov jî wekî reqeman e, qîmeta wan bi ciyê wan e.

532- Nava mirovan qirêj e.

533- Pirrê mirovan wekî meşka pufdayî ne, devê wan vebe diqedin.

534- Mirovê baş ji meleka çêtir e, yê xerab ji Şeytan xerab tir e.

535- Mirovê mezin ji neyarê piçûk ditirse.

536- Xwedê çêkirîye, mirov xira dikin.

537- Kesê hov e,ne mirov e.

538- Mirov xwe dibîne, lê xwe nas nake.

539- Mirov dil û mejî ye, yê mayî goşt û hestî ye.

Mirin

540- Mirina kûçikan bi kûçikî ye.

541- Mirîyê bêdoz, mirar e.

542- Mirî pirr in, mirin yek e.

543- Mirî bi şûştinê pak nabe.

544- Rûmeta mirî bi mîratê ye.

545- Hinek mirî her sax in, pirrê saxan mirî ne.

546- Mirin ji ketî ra kar e.

547- Kesê ji bo gel dimire nemire, lewra ew ji mirinê mezintir e.

548- Tehlîya mirinê bi mirina hezkirîyan tê tamkirin.

549- Mirin xwelî yê li serê mîran dike.

550- Ji bo doza pîroz be, mirin îd û Newroz e.

551- Yê mirinê dixwaze, ewê çike bi derman?

552- Mirin tehl e, tehlîyan tune dike.

553- Tirsa mirinê, ji mirinê girantir e.

554- Mirina li piyan, çêtire ji nava cîyan.

555- Em nizanin mirin çi gavê tê, em her gav li benda mirinê ne.

556- Sehê mîr mir, welat şîn kir.

M

557-  Av di golê de, mêhvan di malê de genî dibe.

558- Mîranî bi têranî ye.

559- Ya mêrxas be, ya bimire xelas be.

560- Mêrê baş, xwe nade paş.

Neyar

561- Neyar nabe yar, yar dibe neyar.

562- Neyarê neyar yar e, yarê neyar neyar e.

563- Neyarê çê, çêtir e ji yarê ne çê.

564- Neyarê namûsê, bênamûs e.

565- Kî ne wekî wî ye, neyarê wî ye.

566- Kesê heqxwar û zordar e, bavê te be neyar e.

Nekes

567- Xezan pirr tiştan dixwaze, nekes her tiştî dixwaze.

568- Nekesî rûmetê nade kesî

569- Kesê ne kes, bêkes e.

570- Kes ji nekesan hez nake.

571- Nekes naxo dibe ax, zêrê wî ji axê dertê.

572- Nêçîra sextekaran temehkar in.

Naskirin

573- Kesê ku xwe nas nake dê xwedê bi çi nas ke?

574- Xwe nas ke, Xweda nas ke, xwe xelas ke.

575- Kesê xwe nas ke, li xeml û xorinê nagere.

576- Mirov bi dor û dozê xwe nas dike.

Nezan

577- Selam li wan kesan be ku tarîtîya nezanîyê ruhnî dikin.

578- Ji nezanî tirê ku ferezan e, kî ne wekî wî ker be bêîman e.

579- Nezanî bêpaşî ye.

580- Nezan erzan e.

581- Nezanî bar û ar e.

582- Xwe nizanî, tu çi zanî?

583- Nezan ji xwe razî ye.

584- Nezan nabîne.

585- Kesê xwe nizane, nezan e.

586- Nezanî kêmahî û xizanî ye.

587- Barê nezanîyê, girantir e ji derdê xizanîyê.

588- Bi nezan ra gulîstan dibe zindan.

589- Nezan xudbîn e, karê wî taan û kîn e.

590- Nezanî neyar e.

591- Yê xwe nizane ga ye, li pey qevda gîya ye.

592- Nezanî koranî ye.

593- Nezan bi cî bilind nabe.

Nan

594- Jîyan bi can e, xebat ji bona nan e.

595- Nanê kêman, kêmahî ye.

596- Nanê xizan bi xîç e.

597- Derdê nan giran e.

598- Yê nan nede nav nade.

599- Nan ji dendikê ye, dol ji dadikê ye.

600- Hêsan dibe derdê te ku peyda be nanê te.

601- Nanê xizan bi xwêdan e.

602- Derdê xizanî nan e, yê saman def û dîlan e

603- Axatî bi nan dane ye, mêrxasî bi lêdanê ye.

N

604- Nav, nîşan e.

605- Tiştê ku ne bi te ye, ne yê te ye.

606- Kesê ne ji alê xwe ye, neyarê xwe ye.

607- Nîmet bi zehmetê ye.

Pere

608- Tevê perdan, ji bo par û peran e.

609- Pere ne her tişt e, her tişt ji bo pera ye.

610- Yê go pere her tişt e, ew netişt e.

611- Da pê pera, xwe winda kir.

612- Xweyîyê peran li pêş in.

Pesin

613- Kî bûn, ne pesn e, tu çi yî?

614- Pesnê pîran kayîn e.

615- Kesê hêja ye pesnan, pesnê xwe nade.

616- Kesê kêm, bi mirîyan dipesine.

617- Pesin ji bo zana are, ji bo nezan îftîxar e.

P

618- Ku par nekî bê par dimînî.

619- Pîva îmanê wijdan e.

620- Potik kirine pût.

621- Pisîka têr mişka nagire.

622- Pê jî nabe, jê jî nab e…

623- Parkirin, hez û zanînê zêde dike.

624- Pirranî giranî ye.

625- Paşîya tiştekî, dest pêka tiştekî dîtîye.

Pîrîtî

626- Derdê bêderman e pîrîtî.

627- Derd û êş e, kul û kêş e pîrîtî.

628- Perçe perçe mirin e pîrîtî.

629- Bêhn û tama mirinê ye pîrîtî.

630- Sebra kêm, êşa zêde ye pîrîtî.

631- Derdê giran, dilê teng e pîrîtî.

632- Mirina jina ye, pîrîtî.

633- Pîrî, ken dike girî.

634- Ger tu mîr bî, ku tu pîr bî tuyê ji bîr bî.

635- Kes ji pîran hez nake.

636- Kalî kul e.

637- Beza kalê heta palê.

638- Pîrî payîz e.

639- Mirin hew carekî ye, yê pîr her roj mirî ye.

Parsekî

640- Parsekî rureşî ye, lê tûrik dagirtî ye.

641- Xîçê çolê bibin zêr, çavê parsek nabe têr.

642- Ji parsekan yar nabe, parsê neke têr nabe.

643- Hînbûna deynan parsekî ye.

644- Parsekê camêr ji mîrê nekes çêtir e.

645- Xîyar dane parsekî, gotîye xîyar xwar e.

 

 

Rastî

646- Kesê rastî gotîye, ji heft gundan qewirandîye.

647- Kesê rastî xeber de, her tim bi kûl û derd e.

648- Rastî bêpaşî ye.

649- Rast û razî rehet in.

650- Rastî tehl e, tehlî derman e.

651- Rastî di bîra kûr da ye.

652- Rastî bin destê zorê ye.

653- Rast famkirin, ji gotinê zortir e.

654- Yê rast here winda na be.

655- Rastgotin bi qasî wêrînê ye, ne bi qasî zanînê ye.

656- Peyva rast ne xweş e, ya xweş ne rast e.

657- Ya bûyî rast e, gotin xap û xeyal e.

658- Yê rastîyê nizane, xorîyê nas nake.

659- Kesê rast rû reş nabe.

660- Rastî, ji tirsan veşartî ye.

661- Biratîya ne bi rastî, neyartî ye.

662- Kesê rastîyê dixwaze divê ku rast be.

663- Ez ku rastîyê dibêjim, ezê çima nebêjim?

664- Bextê rastan xwar e.

665- Kesê rast ser bilind e.

666- Rastê rût, nagihîje xuwarê xemilandî.

667- Ku rast neçe zû dibe dereng.

668- Kesê nêzî rastîyê ji alemê dûr e.

669- Kesê rastî gotîye yan birçî ye yan girtî ye yan kuştî ye.

670- Rêya xerabîyê kin e.

671- Rêya dirêj bi gehfê kin dest pê dike.

672- Rêya hezkirîyan kin e.

673- Ku rê şaş e, ha berjêr e û ha kaş e.

Ronahî

674- Ronahîya xwendinê xar nabe.

675- Ronahî di şewatê da ye.

676- Ronahî qirêjê nagire.

677- Kesên ku jîyana xwe bi tarîyê ava kirine, ronahîyê naxwazin.

Roj

678- Tu roj heye naçe ava?

679- Bi roj winda kirîye bi şev lê digere.

680- Roj ne roja kesî ye, roj roja her kesî ye.

681- Welê reş û tarî ye, rojê şewat dibîne, jê bê wê bitefîne.

Ru

682- Kesê ne li rû ye, du rû ye.

683- Rû reşî bi şûştinê pak nabe.

684- Rû ji rû şerm dike, bertîl kevira nerm dike.

Qencî

685- Qencîya neyaran ar e.

686- Qencîya li xeraban, xerabî ye li qencan.

687- Qencîyê bavê avê, beq nizane heq zane.

688- Kesê qencî pê nabe, xerabîyê dike.

689- Pûrê qencîyan, dendika dafikê ne.

690- Qencîya ne li cî, xerabî ye.

Q

691- Qirêj li reşî yê naxuyê.

692- Em bi qîmet nezanin, divê ku bi rûmet bimirin.

693- Qanûn û xêr û guneh ji bona kêm û ketîyan e.

694- Qedera me keder e.

695- Ji xwe re bê ziman e, ji xelkê re qehreman e.

Serî

696- Kesê serî raneke, li serî winda dike.

697- Serî leyistoka dil e.

698- Serê tijî histuxwar e.

699- Serê gurî, şehê zêrî.

700- Serê vala pirr deng jê tê.

701- Serê rehtan rehet e.

702- Ser û dil li hev nakin; yek heft e, yek heftê ye.

703- Serdarî bi zordarî ye.

704- Serketin, bi xwestin û xebatê ye.

705- Sivik li ser in.

706- Pur serî ne, bêmejî ne.

707- Kesê serdestê xwe be, nabe bindestê kesî.

708- Hin li pê serê xwe ne, hin li pê perê xwe ne.

709- Çi tê serê te, ji dev û destê te ye.

710- Du serî ku cuda bin, li cîkî bi cî nabin.

711- Serê mirov ne kadîna kesî ye.

Sebir

712- Sebir tehl e, tehlî derman e.

713- Sebra piçûk, derdê mezin dûr dike.

714- Debra bêsebra, kêm e.

715- Sebir tehl e, fêkîya wî şêrîn e.

Seh

716- Sehê têr zû har dibe.

717- Seh diewtin nenasan.

718- Seh ji ku bitirse, bi wir da diewte.

719- Sehê har, xwedîyê xwe nasnake.

720- Kûçik li pey terman e.

721- Xuşk ji bira, seh ji kevira ditirse.

722- Sehê li pê dêlê, har e.

723- Sehê reş bi şûştinê sipî nabe.

724- Sehê têr, ji şêrê birçî çêtir e.

Serxoş

725- Serxoşê birra, serxoşê pera ye.

726- Ji serxoşa tirê ku dewran li dor wan digere.

S         

727- Sîya tarîyê tine.

728- Solek li lingê herkesî nayê.

729- Sextekar hurmetkar in.

730-  Sergîn derê ezmana dîsa rêx e.

731- Sotin nayê gotin

732- Sîya ber sîyan nîne.

Şivan

733- Şivanî bi gur nabe.

734- Şivanê baş wekî pezê xwe dijî.

735- Şivanê xerab hevalê gura ye.

736- Pez ne yê şivane, şivan yê peze.

737- Gundî pale û şivan in, bajarî hunermend û bazirgan in.

738- Perûya şivan çortan e.

739- Şivanêku sehan xweyî neke, dê guran xweyî ke.

Şêr

740- Kesê ne li şer e, şêr e.

741- Şêrê têr kedî nabe.

742- Şêr avrîya rovî naxwe.

743- Ku çend mûrî bibin yek, dikujin şêrê belek.

744- Zincîr li şêra ne ar e.

745- Fermana şêran hat, rovîyan xwe veşart.

Şer

746- Şer şewat e.

747- Şerûd bimire, şer dibe şahî.

748- Kesê şerxwaz, kerem ke pêş.

Şaş

749- Yê şaş nake, tiştek nake.

750- Hin şaş dikin, hin kaş dikin.

Şîret

751- Kes bi şîret şîyar nabe.

752- Kes ji şîretan heznake.

753- Şîretê xwe li xwe ke, ji te zêde kî nezan e.

Şewat

754- Yê agir ne tefîne, dê şewatê derîne.

755- Heta ne şewite, napije.  

Şeytan

756- Kesê bi Şeytan ra nan bixwe, divê kevçîyê wî dirêj be.

757- Kî ne wekî wan e, Şeytan e.

Ş

758- Serwet û şohret û şehwet, şerab in.

759- Şop li rêya namîne.

760- Şerm şerefa jina ye.

761- Şeba niftî şêrîn e.

762- Şêrînan dixwin, tehla davêjin.

763- Du şûr di kalanekî da hil nayin.

764- Şerm ji êşê girantir e.

765- Şeva reş, li pê roja geş e.

766- Şerm û şefqet însanî ye, şîddet û şehwet heywanî ye.

Tirs

767- Tirs, dîya derewan e.

768- Jê netirse lê napirse.

769- Tirsa şûr rastîyê dixe tûr.

770- Tirs rastîyê vedişêre.

771- Hirs û tirs, ditewîne.

772- Li dîya xwe napirse, ji gunehan ditirse.

773- Tirsa mirinê herkesî ditewîne.

774- Serê yekî bişkîne, bi sedan bitirsîne.

Tîr

775- Tîra here, venagere.

776- Tîra xwar, rast naç e.

Tişt

777- Ya ne tişt im, ya her tişt im.

778- Tiştê mezin, bi hindikî, nayê kirîn.

779- Her tişt ji tenikî, mirov, ji hustûra yî, dişkên.

780- Pirrê kesan ne tişt in, lê hinek ji wan her tişt in.

781- Her tişt, di dendika xwe de ye.

782- Kesê ne tişt, dibe her tişt.

783- Her tişt, ne tişt e.

Tûr

784- Tûrê vala li pîya nasekine.

785- Ku tûr hûr e, te divê ji bênderê dagire.

Tav

786- Kesê pif ke tavê, tif dike xwe.

787- Yê li tavê mêze ke, sîyê nabîne.

Têr

788- Kesê têr, torr e.

789- Hin têr naxwin, hin têr nabin.

790- Ji têra tirê ku alem têr e.

791- Bila têrîya te ji bêrîya te be.

T

792- Bi jêkirina mil, tilî naêşe.

793- Ta bi ta dibe werîs.

794- Ax ji baranê, Romî ji talanê têr nabe.

795- Ku teqdîr e, tedbîr çi ye?

796- Tovê qijik bibîne, hêşîn nabe.

797- Yê tam neke, fam nake.

798- Tama xwarinê bi xwê ye, ew jî bi kevçî nayê xwarin.

799- Text tê kirrîn, bext na.

800- Teyr bi baskekî nafire.

801- Tasa bê bin tijî nabe.

Vir

802- Ger ku virr be, divê pir be.

803- Virrekekî şanî min de, dizekî şanî te dim.

804- Virrê veşêrî, pirr dibe.

805- Dinyayê virrek dixwin.

806- Virrên nivîsandî zêde tên bawerkirin.

807- Virrek bûne Suleyman, rastgo mane perîşan.

808- Heta rast rabû ser xwe, virrê dinya da ber xwe.

Welat

809- Welatê gelan ziman e.

810- Welat dê ye, herkes jê ye.

811- Welatê bê dehl û dêlî, bûka bê xeml û xêlî.

812- Cîyê bê av û dar e, ne war e.

Xweda

813- Wijdan qasidê xwedê ye.

814- Xweda ji rojê xuyatir e.

815- Xweda kerran lal kirîye.

816- Xweda bes e, yê mayî tirs û hewes e.

817- Aşê Xwedê giran e, lê baş dihêre.

818- Kesê di xwe da Xwedê nabîne kor e.

819- Derba xwedê bêdeng e, birîna wî bê derman e.

820- Kî ji alê xwe ye, xwedê jî alê wî ye.

821- Ayetên Xwedê pirr in, meztirê wan însan e.

822- Yên ku nikanin mêşekî çêkin, bi sedan xweda çêkirine.

823- Kesê ku xweda nas ke, hêvî ji kesî nake.

824- Gelo gunehên min ji rehma xwedê mezintir e?

Xemil

825- Xemla bexçe bilbil e, hejîran qijik dixo.

826- Jin bi xemlê nabe xanim.

827- Xeyal ke, bixwaze, bixebite dê rojekî bibe yê te.

828- Xeyal xemilandî ye.

829- Xemla pîran aqil e.

830- Xemla min, xeyala min e.

831- Xwendin xeml û xelasî ye.

832- Xemil, xap e.

833- Xemla mirovan aqil e, xemla aqil ziman e.

Xwendin

834- Nivîsînê xêvan, xêv dixwînin.

835- Kilîta serî, xwendin e.

836- Ku fam nebe, xwendin çî ye?

837- Xwendayê xerab, bencê dide dîna.

838- Kesê ku naxwîne, xizan û serbixwîn e.

839- Xêvê xwendî xêviktir e.

840- Kesê nexwendî kor e.

Xerab

841- Xerab li başan bar e.

842- Xerabê xwendî, xerabtir e.

843- Xerab, bi xerabî yê xurt in.

844- Xerab ji tirsan baş in.

845- Xerabî xemilandî ye.

846- Xerab ji xêvan çêtir in.

847- Xerabî bi başan nabe.

848- Xêra xeraban, ji xerabîyê xerabtir e.

849- Hevalê xerab, ji maran xerabtir e.

850- Ji xeraba tirê ku her kes xerab e.

851- Xerabîyê li xwe kî, kî yê qencî li te ke.

852- Kesê çê ke çê ye, yê xera ke xerab e.

853- Her xerab e, pê nabe.

854- Tu xerab bî, her kes baş e.

855- Ewtîna hinekan ji devkirinê xerabtir e.

856- Xerabî li başan dibare.

857- Veşartina xerabîyê, ji xerabîyê xerabtir e.

Xuwed bîn

858- Xwedbînî karê kora ye.

859- Xwedbînî bêhna genî ye.

860- Xwedbîn, kesî nabîn e.

861- Xwedbîn, xwe nabîne.

Xwestin

862- Kesê bi xweşî xwest bide, zordar bi zor distîne.

863- Xwestin hût e, têr nabe.

864- Kesê pirrî dixwaze, bi hindikî şa nabe.

865- Ku xwestina te nabe, ya bûyî bixwaze.

866- Heta bixwazî, kêm î.

Xêr

867- Ya bi xêr, ya ku paşî bi xêr e.

868- Zaroyê bi xêr, çêtir e ji kûpê zêr.

 

Xem

869- Ya xêmê xwe ji bîr ke, ya tirba xwe bikole.

870- Xemxwarî, ji xorîyê çêtir e.

Xizanî

871- Kesê pirrî dixwaze xizan e.

872- Xizanî tama tevê êşa ye.

873- Xizan li pê nan e, maldar xizanîyê nizane.

874- Xizan hev dixun, saman tev dixun.

X

875- Me di nava xwîna xwe de zîl daye.

876- Xwîna xwînmêjan qirêj e.

877- Tu min bixapînî şerma te ye, ez bixapim kêmayîya min e.

Xweş

878- Ji xweşikê re bêjî xweşik naz dike, ji reşikê re bêjî xweşik hez dike.

879- Ya zû diçe xweşî ye, nexweşî her li cî ye.

880- Xweş dibe şûna xençeran, xweş nabe şûna xeberan.

881- Li pê xweşîyê nexweşî ye.

882- Xweşîya cîyan, bi hebûna hezkirîyan e.

883- Xweşî, ne di roja geş de ye, ne di şeva reş de ye.

884- Heçî xweş û şêrîn e, derd û êş û girîn e.

885- Êvara îdê ji roja îdê xweştir e.

886- Emrê dirêj ji yê kin ne xweştir e.

887- Ya ku, bi dil xweş e xweşik e.

Xewn

888- Li kadînê radizê, xewnê mîran dibine.

889- Xeyal xewna hişyarî ye.

890- Xewn ji xeyelê çêtir e.

891- Kesê bê dil razê, xewnê ne xweş dibîne.

892- Kesê piçûk xewnê mezin dibîne.

893- Kesê tî razê, xewna avê dibîne.

Xweyî

894- Alem ji hev û bi hev e.

895- Lê xweyî be, pê xweyî be.

Yar

896- Yara te hemparê kara te ye.

897- Yara wefadar xem e.

898- Ku yar e, ne bar e.

899- Ger ku yarê te yar e, neyar bi te nikare.

900- Kesê yarê wî yar e, evîn pê tamesar e.

901- Xweşik ne yâre, yar xweşik e.

902- Yar şêrîn e an kar?

Zanîn

903- Zanîn ronahî ye.

904- Zanîn hêz e.

905- Zana zexm e.

906- Zana xwe dizane, yê xwe nizane nezan e.

907- Zanîn; bi serîya ye, ne bi sal û rîya ye.

908- Zanîn û huner, bi peyv û tevr û tevger e.

909- Zanîna nayê nivîsin, winda ye.

910- Zana bi nezanî zane; nezan bi çi zane?

911- Zana xwe ditellîne, nezan zincîran diqetîne.

912- Nezanên me bêheş in; zanayên me serxweş in.

913- Bi zana re zindan dibe dibistan.

914- Jê tirê ku ferzan e, reben hêj xwe nizane.

915- Yê pirr bêje nezan e, yê zane bi ziman e.

916- Kesê zana giran e.

917- Nezanî ji zanînê bihatir e.

918- Kêmayî li zana giran e.

919- Her kes ji bo xwe digirî; zana ji bo her kesî.

920- Nezan dengê xwe bilind dike, zana gotina xwe.

921- Zanîn têra nezanîyê nake.

922- Ku tu zanî bibêje da ku bêjin zana ye; ku nizanî nebêje dê bejin dîwane ye.

923- Zanînekî tenê, zanîna kora ye.

924- Zana zanîna xwe dibêje, nezan nizane çi dibêje.

925- Tiştê ji bo zana ar e, ji bo nezan îftîxar e.

926- Reben dinyayê zane lê xwe nizane.

Zêr

927- Kilîta zêrîn li tevê derîyan tê.

928- Tevê zeran ne zêr in; tevê nêran ne mêr in.

929- Zêr zengarî nabe dilan zengarî dike.

930- Zêr û zar û bela ne.

931- Kupê zêran nabe zêr.

932- Zêr bi zorê nikane.

933- Bi gotinê zer nabe zêr.

934- Zarê şîrîn, kilîta zêrîn e.

Zêdehî

935- Zêdehî neyara zêde dike.

936- Zêdehî bar e, kêmahî ar e.

937- Dayin zêdehî ye, girtin kêmahî ye.

938- Zêdehî kêman kêmtir dike.

939- Kesê zede ji alê kêma ye, kesê kêm ji alê zîde ye.

Zarok

940- Zarok gul e, kula dil e.

941- Zarokê bê dê û bav, kulîlka bê av û tav.

Zik

942- Ku zik têr bû; ha nan û dew, ha goştê kew.

943- Zêkê têr, deng jê nayê.

944- Ne ji zik be, kew nakeve dafikê.

945- Bi alastinê zik têr nabe.

946- Ku zik têr e, rovî şêr e.

Zewac

947- Zewac xapek xemilandî ye.

948- Zewaca bê dil, kula dil e.

949- Xeyala zewacê ji zewacê xweştir e.

950- Mêr ji bo livînê; jin ji bo hêlînê dizewice.

951- Zewac ku du alî ye, her yek jê ne razî ye.

Z

952- Yê bi zerar e, neyar e.

953- Ya zar dike, zor nake.

954- Zortir bi zorê kane.

955- Yê bi zor û zerar e, bavê te be neyar e.

956- Zirrînê bi zêran dinivîse.

957- Bext nezanî dike ferezane, ketin zane dike dîwane.

958- Dil û mejî evîndarê çar kezîyê welat in;  Aras û Botan û Dîcle û Firat in.

959- Dîwane me nîvdîn im, li ser hişê xwe nîn im.

Ger ku yarê nebînim, dermana ji ku bînim.

960- Kesê bextê wî yar e, yar dipêçe birîna wî,

Yê bextê wî ne yar e, wêrane ye hêlîna wî.

961- Ay dayê rebenê dayê, dikim nakim li hev nayê

Ez ji kerba ketim tayê, wekî pela li ber bayê

Kerê xelkê ji ceh têr e, hespê min hesreta kayê.

962- Tevê dinê bibe yê min, xemê min kêm nabe çima?

Bibim xweyî her tiştî, her tiştek jê kêm e çima?

963- Yên ku diçin paşte nayin, te divê ji bo çi ye gelo?

Ciyê wan xweş e, keyfa wan li cî ye gelo?

964- Derd û xemê jîyanê wekî êşa diran e,

Heta nekêşe diran, rehetî nayê can e.

965- Min daye wî canê xwe, bûm neyarê malê xwe.

Wer yarek min heye, hebûna min zêde ye.

966- Heta gîya bû, kes ne xuya bû,

Ku bû firîk, herkes şirîk.

967- Ez rûnîk im, tu rûnîk î, ew rûnîk e,

Dê rêya me kî ruhnî ke?

968- Di vê jîyana bi jan, kesekî bê xem nîne,

Ji derd û êş û kêşan, kesekî bê par nîne.

969- Got bi deyn dide dinivsîne, min got here pirr bistîne,

Dema deyn da, hat ber derî, min got Xwedê min bistîne

970- Dînê me rast bû, me wî jî rê kir,

Pûtê me ne bû, me wî jî çê kir.

971- Te divê mîr be ku tune ye malê te,

Te divê şêr be, kes pirs nake halê te.

972- Mirov her mirov e, qet tunebe nanê wî,

Ker her ker e, ji zêr be kurtanê wî.

973- Mêrê malê xezan e, li pê nan perîşan e,

Derdê jinê, dîlok û def û dîlan e.

974- Derdê xwe ji te re nabêjim, tu bê derd î,

Dem dema vireka ye, tu ne merd î.

975- Tu bigerî li dinyayê gaf bi gaf,

Peyda nakî mirovekî bi însaf.

976- Tu kesekî bêkes nîne, heye kesî herkesi,

Mame bê kes Xwedayê min, tu yî kesê bêkesî.

977- Roj çû ava êdî şeva tarî ye,

Rehet razê mirin xewa paşî ye.

978- Emê bêjin tu bûyî kalê sed salî,

Mirin hey tê, karî xwe bide alî.

979- Bawer im Xweda heye, her tişt dayîna te ye,

Tu heyî kes tune ye, alem tev dîna te ye.

980- Camêr bi xwe zordar e, kî ne jê ye neyar e,

Dibê-xirêm xîyar e, ya tê bixwî ya tê bixwî.

981- Aşîna dixuyê bextê min lêbelê bêgane ye,

Ava dixuyê dilê min lêbelê wêrane ye.

982- Evîn kula dila ye, ne evîndar be nizane,

Çi derdekî giran e, yê hîn nebe nikane.

983- Çi hatîye serê min, hemû ji destê dilê min,

Giranîya şêst salan helişî ser milê min.

984- Dilo tu jî girtîyê biskên yar î

Ji xwe şerm ke, tu êdî îxtîyar î

985- Dilo derdê te çi ye, çavê te her birçî ye

Hem digirî û hem dixwazî, gula te çilmisî ye.

986- Ez çûme ba yara xwe, jê re bêjim halê xwe,

Min halê yara xwe dît, min ji bîr kir halê xwe.

987- Heçî Kurd in, ji dozê ne cûda ne,

Hinek dilxwaz, hinek jê canfeda ne.

972- Bi gulekî re sed histirî digihêje,

Emrê gulê kin, yê histirîyan dirêj e.

988- Axa dixwe elokê, xulam dixwe pelokê,

Heta sibê ew jî birçî, ew jî birçî.

989- Dilê xwe, derê xwe, çavê xwe,

Destê xwe guhê xwe veke, lê devê xwe na.

990- Ji xweşikê re bêjî xweşik naz dike.

Ji reşikê re bêjî xweşik hez dike.

991- Heta jin dibe jin, mêr dibe du qat,

Heta law dibe law, bav dibe mat.

992- Ji nekesi; rûmetê nade kesî, bawer nake bi kesî,

Naçe ba kesî, direve ji her kesî,

Bi jîyanek teresî, dimire diçe ji bêkesî.

993- Ji mirovan re mirov divê ku mirovan bike mirov,

Ku mirov nebin mirov, dê mirov çi bikin bi mirov.

994- Nivîskarê ezel bextê me jar nivîsîye,

Ji yar û war û dildaran bêpar nivîsîye.

995- Ez xizanim bê cî me, parsek im tûr li pî me,

Alem şad û şîyar e, ez tenê raketî me.

996- Kesê bextê wî yar e, başî pê da dibare,

Yê bextê wî ne yar e, mala wî tirba sar e.

997- Ji bo peran weaza dide, yê bi rîyê rîyakar,

Ka here meyxaneyê, ne rîya heye ne rîyakar.

998- Pirrî ku rîyakar e, tê bêjî ku welî ye,

Di dilê xwe de Yezîd e, tê bêjî ku Elî ye.

999- Herkes kane gotinekî bibêje,

Huner ew e, gotina xwe bipêje.

1000- Çavê min, dilê min, evîna min,

Li hinekan giran tê girîna min.

1001- Min got êdî xwenda me, ez her tiştî dizanim

Hişê min hat serê min, qet tiştekî nizanim.

1002- Ji simê bismar, ji bismarê nal, ji nalê hesp,

Ji hespê siwar dikeve.

1003-Ji dizekî maldar ra dibên belê,

Ji şêxê virek re dibên welî.

1004- Kesê ji xwe razî ye, jê tirê quretî ye,

Ku fam bikira ji çi ye, qet ne digot ji kî ye.

1005- Kesê rûyê wî xweş e, hezkirîyê kesekî ye,

Kesê xûyê wî xweş e, hezkirîyê her kesî ye.

1006- Yên kerr hene, yên kor hene, yên zengarîyên hov hene,

Dîloka azadîyê bêje, famayên guhdar kin hene.

1007- Dilberê rûmet neda min, dîn kir û berdame çolê

Qîmeta min qet nezanî, wek xîçek avête golê.

1008- Bihar tê û dilîze lê dil pîr û payîz e,

Çi kêşa ye vî dilî, ku bêjim dibe gilî.

1009- Geh yar e, geh war e, geh can e, geh canan e,

Girîn û nalîna min, ji bo Kurd û Kurdistan e.

1010- Ew hez û hesret di dil da çikandî ye,

Ez ne tenê Kurd im, ji bo Kurdistanê me.

1011- Mirin divê ji bo Kurdistanê be,

Tirba bilbil divê li gulîstanê be.

1012- Gayê min ê pîr, çêleka min a bêşîr

Ya ji naxirê nayê, ya ji axur dernayê.

1013- Çawa mêze kî, wer dibînî

Çawa dibînî, wer dimîni

Li kî mêzekî, xwe dibînî.

1014- Mîya reben xwe, berxa xwe û şivanê xwe,

Xweyîyê xwe, seh û guran jî xweyî dike,

Dîsa jî ji ser jêkirinê xelas nabe.

1015- Ku yek ji xwe re xulamekî dibijêre lê dipirse;

Ka tembel e, dizek e, virrek e, çilek e an fitlek e,

Lê li mezinê xwe napirse.

1016- Çerxa felekê çep û çewt e, bê wijdan e,

Destê zorê li ser e, şad û xanedan e,

Gelê reben bindest e, nezan e, xizan e.

1017- Min navê dilê bê wijdan,

Welatê bê tac û text û siltan.

1018- Li pê dilê xwe herî dê te bike jinperest,

Li pê pereyê xwe herî dê te bike pûlperest,

Li pê nefsa xwe herî dê te bike putperest.

1004- Zîv tevlî zêr be zêde dibe,

Qîmeta zêr pê kêm dibe.

1019- Welat bindestê neyar e, ezîtîya me maye,

Alem şad û şîyar e, koletî bi me maye.

1020- Li dinyayê bigere her tişt bi zêrê zer e,

Başî dike çend pere, haya kî ji pêxember e?

1021- Her kes derdê wî heye di nav dilê wî de ye,

Jîyan barek giran e, ji taqetê zêde ye.

1022- Min nezanî û kêmanîyên xwe da binê pîyê xwe,

Serê min çû esmana.

1023- Tu xweşik î, rindik î, biyok î, şemamok î,

Roj bê te nabe êvar, zivistan nabe bihar,

Tu nazdar û ez zordar, me hemêz kir axa sar.

1024- Dilê min ku bê ar e, serê min îxtîyar e,

Yê li pêş e, bi êş e, yê li paş e, bêpar e.

1025- Hinek jê der bi der in, hinek jê bêkeder in.

Ê li bin e, dinale; yên li ser bêxeber in.

1026- Tu ji bo wî can didî, ew ji te nerazî ye,

Sed qencîyên te hebin, ji bo wî fentazî ye.

1027- Malê dinê tev yê te be, hezar sal jî emrê te be,

Ku lawê te xerab be, jin jî li ber te rabe,

Xerabî bi te nabe, jîyana te ezab e,

Here bigrî, were bigrî, rabe bigrî, rûnî bigrî.

1028- Dil dixuwaze bi dostan ra demekî xweş derbas bike.

Mixabin ne dost mane ne demên xweş.

1015- Ji nîmetên dewranê para me av û nan e,

Ji koşk û kaşeneyan para me jê kulxan e.

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*