Em dikarin bibêjin ku îro babeta sereke ya ku hemû dinyayê meşxul dike nexweşîya vîrusa corona ye. Hun dikarin bibêjin ku ma ev dem dema nivîsandina taybetîyên/xusûsiyetên netewe-dewletê ye? Belê, di vê pêvajoyê de ji ber sedemên ku li jêrê dîyar bikim, divê yên bindest û karmend, bi taybetî jî nêrînên sîyasî yên ku temsîla van beşan dikin, divê sazîya dewletê bi her alîyê ve nas bikin. Belê, nexweşîya coronayê, şewbek pandemîk e û di nav demek kurt de li her derê dinyayê belav bûye û tesîra wê ya kuştinê dîyar bûye. Di nav demeke kurt de gihîşte rewşa tehdîdek xurt li ser hemû dinayê. Di vê dema kurt de, sedemê belavbûna wê ya li hemû dinyayê jî, pêvajoya globalîzmê ye ku em ji nîvê salên 1970an vir ve di nav de dijîn. Ew ê ku karkirina polîtîk û aborîya pêvajoya globalîzmê dîyar dike, polîtîkayên neolîberal in. Lêbelê tedbîrên ku divê li hemberê nexweşîya coronayê bêne girtin, ne bi rêya rêxistinên/mekanîzmayên global û herêmî yên wekî Rêxistina Tenduristîya Dinyayê, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtîya Awrupayê hatine girtin, bi rêya netewe-dewletan hatine girtin. Lê em dizanin ku di sala 2013an de, tedbîrên li hemberê şewba Ebolayê ku li Afrîqaya Rojava peyda bûbû, bi serkêşîya Amerîka û hevkarîya komek navneteweyî pêşîya belavbûna wê hatibû girtin. Tedbîrên ku li hemberê şewba Ebolayê hatin girtin, pêdivîya polîtîkaya neolîberal bû. Lakin van demên dawî DYAyê ji neolîberalîzmê dûr ket, meyildarê tetbîqkirina polîtîkayên neomerkantîlîzmê ye. Neomerkantîlîzm, tête wateya çûna ber bi pêkanîna polîtîkayên kapîtalîzma wehşî ya berîya salên 1945an. Ev, ji du rûyên netewe-dewletê yek e û barbarî ye, tê wateya çûna ber bi rejîmên otorîter û heta totalîter ve. Wateya vê yekê jî ev e, dê şîddet û zixt û mêtinkarîya li hemberê hemû bindest û karmendan bêtir bibe. Helbet ev şîddet û zixt û mêtinkarî, dê bi destê netewe-dewletê bête pêkanîn. Ji ber vê, divê em li xusûsiyetên netewe-dewletê binêrin.

Destpêk   

Di nav hemû civakan de, herwiha di navbera du kesan de jî peywendîyeke newekhevîyê heye. Ev newekhevî du cure ne. Yek ji wan newekhevîya di navbera takekesan de ye, ya din jî newekhevîya di nav çîn û kom û tebeqeyan de. Peywendîya newekhevîya di nav takekesan de newekhevîya takekesî, ya di navbera çîn û kom û tebeqeyan de jî newekhevîya civakî ye. Li cihekî ku newekhevîya takekesî an jî newekhevîya civakî hebe, peywendîyek wiha çêdibe ku hinek mirov bi rêya vê peywendîyê re bandorê li mirovên din dikin, wan kontrol dikin û birêve dibin. Ev peywendî li nav malbatê di navbera dê-bav û zarokan de, li kargehan di navbera karsaz û karkeran de, li nav eşîrê di navbera serokeşîr û endamên eşîrê de, li nav partîyê di navbera rêveber û endaman de derdikeve holê û hwd. Ji bo vê peywendîyê, yanî ji peywendîya kontrolkirin û rêvebirina navbera mirovan ra “desthilatî” tê gotin. Deshilatîya ku div tevahîya civakê da derdikeve holê jî, deshilatîya dewletê ye. Hemû şêweyên deshilatî yên din, neçar in ku girêdayî deshilatîya dewletê bin. Ji ber ku tenê dewletê rayedarî heye ji bo danîn-hilweşandin û cîbicîkirina yasayê.

Bi awayekî dîrokî, cureyên dewletê bi vî awayî tên senifandin: Dewleta bajar, dewleta feodal û dewleta netewe. Li vir behsa împaratorîyê tuneye. Ji ber ku împaratorîyan şêweyekî nû yê civak û dewletê neafirandiye. Niha em bala xwe bidin ser mijara xwe ya dewleta netewe.

Pêvajoya jiyanê ya ji dayîkbûn heta mirinê, her cure kar û xebatên mirovan bi destê dewletê tê sazkirin û kontrolkirin. Dewlet bi awayekî rasterast an jî nerasterast bi her cureyên çalakî yên hemwelatîyên xwe ra eleqeder dibe. Netewe-dewleta ku li ser jiyana hemwelatîyên xwe ewqas bi bandor û xwedî selahîyet e, xwedîyê 6 taybetmendîyan e: netewe,  serwerî, sînor (welat), hêza meşru (rewa) ya tundîyê, birokrasî, hiqûq.

  1. Netewe

Netewe, ji komeke mirovên dîyar pêk tê, ku ev kom jî li ser parçeyekî xaka dîyar serwer e. Di warê têgeha neteweyê da nêrînên cuda hene.

Netewe, wiha jî dikare were pênasekirin: Komeke mirovan e ku bi hinek pevgirêdanî û pêwendîyên dîyar bi hevdu ve girêdayî ne. Ev pêwendîyên ku komeke mirovan dike netewe, du cure ne ku yek objektîf e, ya din jî sûbjektîf e. Li gorî têgihîştina objektîf ya neteweyê, hinek faktorên objektîf hene ku komeke mirovên dîyar dike netewe. Herwiha li gorî têgihîştina sûbjektîf ya neteweyê jî hinek faktorên sûbjektîf hene, ku komeke mirovên dîyar dike netewe. Li gorî lîberalîzmê jî faktora ku komeke mirovan vediguhezîne neteweyê, statuya hemwelatîbûna mirovan e, ku ew bi vê statuyê xwe bi xwe rêve dibin. Niha em dikarin hîn ji nêzîk ve li ser van her sê têgihîştinan bisekinin.

  1. Têgihîştina Neteweyê ya Objektîf

Pêwendîyên ku têgihîştina neteweyê ya objektîf pêk tînin, bi pênc lebatên sehkirinê tên hîskirin û xwedîyê karakterekî maddî ne. Ew pêwendî jî yekîtîya nijadî, yekîtîya ziman û yekîtîya dînî ne.

Yekîtîya Nijadî: Li gorî têgihîştina ku li ser bingeha yekîtîya nijadî ye, pêwendîya ku koma mirovan vediguhezîne neteweyê, yekîtîya nijadî ya di navbera wan mirovan da ye. Yanê netewe ew e ku ji mirovên heman nijadê pêk hatîye. Ji ber vê yekê ji bo ku mirov karibin neteweyekê pêk bînin û dewletekê ava bikin, divê ji heman nijadê bin.

Hêmana aîdbûnê ya nijadî, li welatên kolonîzekirî bi kêrî têkoşîna rizgarîyê, li welatên netewe-dewletan jî bi kêrî îdeolojîya faşîzmê tê. Cudahîya nijadî, li welatên mêtingeh ên dewletên kolonyalîst di pêşketina neteweperwerîyê û avakirina dewletên wan de bûye xwedî roleke girîng. Îro li dewletên ku serwerîyê li gelek nijadan (etnîsîteyan) dike, cudahîya nijadî sedemeke girîng e ji bo rizgarîya neteweyên bindest û têkoşîna demokratîk ya eqalîyetên neteweyî. Dewletên pirnijadî ji ber cudahîya nijadî di nav rîskeke parçebûnê de ne.

Ji alîyê dîn ve li gorî têgihîştina aîdbûnê ya nijadî, dewletek divê hemnijadên xwe yên di bin serwerîya dewletên din de dijîn, rizgar bike. Heta divê hemû erdnîgarîyên ku hemnijadên wê lê dijîn, bi dest bixe. Dîsa li gorî vê têgihîştinê, dewlet divê ji hemwelatîyên xwe yên ku ne endamên nijada serwer in, were rizgarkirin. Ev têgihîştin li wî welatî dibe sedema polîtîkayên tehcîrkirin û komkujîyan. Li Almanyaya Hîtler ev herdu têgihîştin  jî hatine sepandin (tetbîqkirin). Desthilatîya Nazîyê hewl da ku cihên li derveyî sînorên Almanyayê, yên ku alman lê dijîn, dagir bike û dewleteke wiha ava bike ku hemû almanan di nav xwe de kom bike. Li gel vê jî li dijî cihû û cêngeneyan ku hemwelatîyên Almanyayê bûn, lê ne alman bûn, komkujî pêk anî.

Yekîtîya Zimên: Li gorî têgihîştina ku li ser bingeha yekîtîya zimên e, netewe pêk tê ji mirovên ku zimanekî hevpar dipeyivin, Ji bo ku mirov karibin di navbera xwe da peywendîyekê deynin, bibin neteweyek û dewletekê ava bikin, berîya her tiştî divê ev mirov bi hevdu ra bipeyivin û li hevdu bikin. Lê belê ji bo avabûna dewletekê yekîtîya ziman ne şertekî  mîsoger (tekûz ) e. Wek mînak, li dewletên wekî Kanada, Swîsre, Belçîka û hwd. tenê zimanek nayê peyivîn. Herwiha hinek dewlet hene ku heman zimanî dipeyivin. Hemû dewletên ereban heman ziman û zimanê hevparê erebî bi kar tînin. Dewletên wek Îngilistan, Îrlanda û Amerîkayê jî bi îngilizî dipeyivin. Gelek dewletên Başûrê Amerîkayê jî bi spanyolî dipeyivin.

Yekîtîya Dîn: Li gorî têgihîştina yekîtîya dînî, netewe komek wiha ye, ku ji mirovên bi ser heman dînî ve girêdayî pêk tê. Di avakirina hinek dewletan da dîn bûye faktoreke sereke. Wek mînak, boşnak, xirwat û sirp herçiqas ji heman nijadê bin û xwedîyê zimanekî hevpar bin jî, 3 dewletên cuda ava kirine. Sedema cudabûna wan ya neteweyî û dewletbûnê, dîn e. Xirwat katolîk in, sirp ortodoks in, boşnak jî misliman in. Li herêmên cuda yên cîhanê sedema avabûn û berdewambûna gelek dewletan dîn e. Wek mînak, Pakistan û Endonezyayê bi saya mislimantîyê dewletên xwe ava kirine û bi saya vê ew dikarin hebûna xwe bidomînin.

Dîsa jî di warê pêkhatina neteweyê de bandora dîn sînordar e, divê girîngîya wê neyê mezinkirin. Li cîhanê li beramberî hebûna çend dînan bi sedan dewlet hene. Ji ber vê yekê gelek dewlet bivê-nevê bûne mensûbên heman dînî. Mirovên ji heman dînî ne, neteweyên cuda pêk anîne û herwiha dewletên cuda ava kirine.

Nirxandin: Li gorî teorîya objektîf ya neteweyê, netewebûn bi yekîtîya nijadî, yekîtîya zimên an jî bi yekîtîya dînî pêk tê. Lê xuya ye ku geşedanên di pêvajoya netewebûnê da vê teorîya objektîf ya neteweyê piştrast nake. Wiha ku netewebûn ji yekîtîya nijadî, yekîtîya zimên an jî bi yekîtîya dînî zêdetir, bi cudahîya nijadî cudahîya zimên an jî cudahîya dînî pêk tê. Yanî di warê hêmanên objektîfî de ji hevparîyan zêdetir, cudahî dîyarker in. Bi gotineke din, yekîtîya nijadî rê li ber yekîtîya neteweyî venekirîye, lê belê cudahîya nijadî dikare rê li ber cudahîya neteweyî veke. Bi heman awayî yekîtîya dîn an jî mezhebî rê li ber yekîtîya neteweyî venekirîye, lê belê cudahîya dînî an jî mezhebî dikare rê li ber cudahîya neteweyî veke.

Ya rast hêmanên objektîfî di warê avakirina netewe-dewletê da faktorên girîng in, lê bi tena serê xwe nikarin kirûya (waqia) neteweyê îzah bikin. Hinek netewe-dewletên cuda hene ku mensûbên heman nijadê ne. Herwiha netewe-dewletên cuda yên ku bi heman zimanî dipeyivin jî hene. Ji ber vê yekê nikare were gotin ku mirovên ji heman dîn/mezhebê, wê neteweyê pêk bînin û dewletekê ava bikin.

Di warê pêkhatina neteweyê da nabe ku derbarê bandora hêmanên objektîfî da tiştekî mîsoger were gotin. Her yek ji wan hêmanên objektîfî di dem û cihên cuda da li gorî yên din hîn bi bandor bûye. Ger em bixwazin vê îzahetê bi mînakan şênber bikin, em dikarin bibêjin ku di netewebûna civatên wek xirwat, boşnak û sirpan da faktora sereke ne nijad an jî ziman e, tenê dîn e. Di netewebûna civaka arnawid (alban) de jî faktora sereke ziman e. Ji ber ku herçiqas beşeke (piranî) neteweya arnawid misliman û beşeke din jî kirîstîyan be, ev cudahî nebûye sedema du neteweyên cuda. Arnawidên misliman û kirîstîyan xwe ji heman neteweyê qebûl kirine.

Her wiha hinek civak jî hene ku herçiqas ew xwedîyên yekîtîya nijadî, yekîtîya zimanî û yekîtîya dînî bin jî, xwe wek neteweyên cuda dibîne. Wek mînak, ereb endamên heman nijad û dînî ne û zimanekî hevpar dipeyivin lê dîsa di bin sîwana dewletên cuda da dijîn.

Weke tê dîtin ku hinek civak di warê hêmanên nijadî, ziman û dîn da herçiqas xwedîyê hevparîyekê bin jî, xwe wek neteweyên cuda dîtin û dewletên cuda ava kirine. Li alîyê din hinek civakên din di warê nijadî, ziman û dîn da herçiqas ji hevdu cuda bin jî, xwe ji heman neteweyê dîtine û qebûl kirine ku wek hemwelatîyên heman dewletê an jî serwerîyê bijîn. Ji bo van civakan ne girîng e ku ew xwedîyên kîjan hêmanên objektîfî ne. Ji bo wan ya girîng ew e ku ew wek hemwelatîyên wekhev xwedîyên heman maf, peywir û azadîyê bin, ku ev jî hilgirên serwerîyê tên qebûlkirin.

1.2. Têgihîştina Neteweyê ya Sûbjektîf

Li gorî têgihîştina neteweyê ya sûbjektîf netewe ew civak e ku ji mirovên bi hinek pêwendîyên sûbjektîf girêdayî hevdu ne, pêk tê. Ev pêwendî, wek hest û fikir xwedîyên taybetmendîyeke manewî û derûnî ne.

Têgihîştina neteweyê ya sûbjektîf cara pêşîn ji alîyê Ernest Renan (1823-1892) ve hatîye teorîzekirin û parastin. Li gorî têgihîştina neteweyê ya sûbjektîf pêwendîya ku di navbera endamên neteweyê de pêk tîne, faktorên sûbjektîf yên wekî dîrok, îdeal, bîranîn, yekîtîya armancê ne. Têkoşîna ku di rabirdûyê da ji bo bidestxistina serkeftîyên hevpar, êşên hevpar, armanca hevpar tê dayîn an jî daxwaza tevgereke hevpar li dijî metirsî û gefan, faktorên wiha ne ku mirovan bi hevdu ve girê didin û neteweyê pêk tînin. Li gorî Renan, netewe ew civak e ku mirovên endam ên wê xwedîyê dîrokeke hevpar in û ji bo siberojê jî xwedîyê îrade û daxwazeke pêkvejiyanê ne.[1] Hêmanên sûbjektîf di avakirina netewe-dewletê de faktorên girîng in lê bi tena serê xwe nikarin kirûya  neteweyê îzah bikin.

1.3. Têgihîştina Neteweyê ya Lîberalîzmê

Li gorî lîberalîzmê netewe, civateke mirovan e ku li ser parçeyê axeke dîyar dijîn û di statuya hemwelatîbûnê de xwe bi xwe birêve dibin. Yanî civata hemwelatîyên dewletekê ye. Meqseda vê ya ji civata hemwelatîyan jî ew e ku hebûna arezû û daxwaza wan ya rêveberîyekê ye. Taybetîya vê rêveberîyê jî ew e ku divê serwerîya xwe ji îradeya hemwelatîyan bigire. Îdeolojîya lîberalîzmê, neteweyê bi parçeyeke axê ra têkildar dike û pêwistîya dewletbûnê diparêze, ku divê ev dewlet jî li ser bingeha civata hemwelatîyên wê axê were birêvebirin. Bi vî awayî dewlet bi axê û hemwelatîbûnê ra têkildar dike. Eslê etnîkî an jî faktorên wek nijad, ziman û dîn dibin faktorên talî.

Lê belê, nêzîkatîya lîberalan ya li ser mijara kîjan civak dikare bibe netewe, bi nakokî û pirsgirêk e. Prensîba lîberalan ya li ser netewebûnê, ji teorîya dîrokê ya lîberal hatiye. Li Ewropaya Rojava bi lîberalîzmê têgihîştina dîrokê guherî ye û pergala nirxên nû peyda bûye. Têgihîştina dîrokê ya lîberalan xwe dispêre doktrîna pêşketin û tekamulê. Tekamula dîrokî ji pêşketina civakî pêk tê, ku ev pêşketin jî wek pêvajoyeke tedrîcî ji malbatê ber bi eşîrtîyê, ber bi herêmîyê, bi awayekî welat ber bi netewebûnê û herî dawîyê jî ber bi dinyayeke yekbûyî ya siberojê pêk tê. Dê zimanekî hevpar yê vê dinyaya yekbûyî jî hebe. Bi gotineke din ev tekamula dîrokî bi awayekî siyasî dê bigihêje lîberalîzmê, bi awayekî aborî jî dê bigihêje kapîtalîzmê.

Guhastina (kişandina) peywendîyên kapîtalîzmê li hemû welatan, wek “nûjenkirina civakên hov” û pêşketinekê tê îdraqkirin. Di vê rewşê de li gorî lîberalîzmê pîvana netewebûnê ew e ku, divê ewqas mezin be ku bikare kapîtalîzmê bidomîne û xwedî şiyaneke wiha be ku bikare wê biguhezîne ber bi bazara derve. Wê ev yek jî wek “neteweya mezin ya xwedî şiyana jiyanê” û “netewe wek pêşketinê” formule kirîye. Ev jî mezinbûn û berfirehbûneke dîyar e ku bi vî awayî dikare civakên piçûk asîmîle bike. Ji bo vê jî “prensîba derazingê” tê gotin. E. J. Hobsbawm dibêje, “Bi şertê ku mezinbûna wê di ser derazingê re be, tenê 3 krîter hene ku xelkek dikare bi awayekî teqez wek neteweyekê were tesnîfkirin. Krîtera yekemîn, pêwendîya dîrokî ye an jî pêwendîyeke ji berê ve heta demeke nêzîk e, ku wê neteweyê li gel dewleta modern girê dide. Krîtera duyemîn, hebûna tebeqeyeke elît ya çandî ye, ku xwedîyê zimanekî neteweyî, edebî û îdarî ye û ji demeke dirêj ve cihûwarbûyî ye. Krîtera sêyem jî, bi mixabînî, şiyana fetheke îspatkirî ye.”[2] Derbarê neteweyê de krîtera bingehîn ya lîberalan, rabirdûyeke hevpar, hebûna komeke elît ya çandî û pêşketineke xurt e, ku bi vê pêşketinê bikaribe mêtingerîya kapîtalîzmê li cîhanê belav bike û dinyayê veguhezîne bazareke kapîtalîst. Di rastîyê de têgihîştina lîberal ya derbarê neteweyê de, berhema lêgerîna çareserkirina pirsgirêkên welatên kapîtalîst yên Rojavayê ne.

Ev her sê têgihîştinên li ser neteweyê, wek teorî piştî ku netewe wek civakeke siyasî derket holê, hatine pêkanîn. Ev teorî herçiqas li gorî faktorên sereke yên netewe-dewletên ku di nîveka sedsala 19an de û bi taybetî di sedsala 20an de hatine avakirin, hatibin pêkanîn jî, têrê nakin. Ji ber vê yekê divê em têgeha neteweyê ji nêz ve bibînin.

1.4. Netewe: Sentêza Hêmana Objektîfî û Sûbjektîfî ye

Pêwendîyên ku civakeke dîyar ya mirovan li ser parçeyê axeke dîyar vediguhezîne neteweyê, ji sentêza herdu hêmanan pêk hatine. Ev hêman, xwedîyên çawanîyeke objektîfî an çandî û sûbjektîfî an siyasî ne.

Hêmana Objektîfî: Hêmana objektîfî civakeke dîyar û erdnîgarîyeke dîyar e, ku ev civak li ser dijî. Ev van wek xalan bibînin.

  • Sêwirandina parçeyê axeke dîyar wek welêt.
  • Hebûna civakeke çandî ya li ser vê axê, ku ev civak xwedîyê zimanê(n) hevpar, dîroka hevpar û hesta aîdîyetê ya hevpar in û ji bo siberojê xwedîyê daxwazeke pêkvejiyanê ye.

Hêmana Sûbjektîfî: Hêmana sûbjektîfî, derbarê xisûsîyeta çalakîyeke wiha de ye, ku civakeke dîyar ya mirovan dixwaze bi vê çalakîyê li ser parçeyê axeke dîyar ya ku wek welat hatîye tesewirkirin, serwerîya xwe, yanê dewleta xwe ava bike û bidomîne. Ev xisûsîyeta wek sîyaset û îdeolojîyê, takekesên ku civaka mirovên li ser parçeyê axeke dîyar pêk tîne, ji bo armanca serwerîyê bi hevdu ve girê dide. Armanca vê sîyaset û îdeolojîyê, li ser maf û peywirên hevpar avakirin û berdewamkirina serwerîyê ye. Wê gavê dikare were gotin ku hêmana sûbjektîfî wek çalakîyeke sîyasî û îdeolojîk serwerîyê dike armanc. Bi gotineke din hêmana sûbjektîfî ya têgeha neteweyê, sîyaset û îdeolojîya neteweyî ye.

Objeya netewebûn û dewletbûnê civata mirovan û erdnîgarîya wê civatê ye. Kirdeya wan jî armanca serwerîya wê civatê ye ku li ser wê erdnîgarîya bi navê welat dijîn û herwiha biryara têkoşînê ya ji bo vê yekê ye. Tiştê ku neteweyê pêk tîne, hêmana sûbjektîfî ye, yanê çalakîya sîyasî û îdeolojîk e, ku armanca wê serwerî ye.

Civateke mirovên dîyar tenê bi rêya sîyaset û îdeolojîyeke neteweyî dikare serwerîya xwe, yanê dewleta xwe ava bike û bidomîne. Bi vî awayî civakeke çandî, bi dewletbûnê vediguheze civakeke sîyasî. Di serdema modern de tenê civateke mirovan ya xwedî dewlet, neteweyek e. Jixwe civaka modern; netewe-dewleta heyî ya di nav pergala netewe-dewletê de ye (Westfalya, Cemîyeta Eqwam, Neteweyên Yekbûyî). Civateke mirovan ya ku di serdema modern da nikaribe bibe xwedîyê hêza avakirinê ya netewe-dewleta xwe, neçar e ku wek kerîyekî mirovan an jî qelebalixîyekê di bin serwerîya dewleteke din de bijî. Li ber vê civata mirovan du alternatîf hene: An dê bi rêya pişaftin an jî entegrebûnê di nav netewe-dewleta serwer de bihele; an jî ji bo şertên xwe yên objektîfî di warê armanca dewletbûnê de biguherîne, dest bi têkoşînê bike. Civateke mirovan ya ku ji bo armanceke serwerîya sîyasî îrade û daxwaza xwe nîşan bide, dibe neteweyek, lê belê di pozîsyona neteweya bindest da ye. Wê gavê dikare were gotin ku him ji bo neteweya serbixwe him jî ji bo neteweya bindest têgeha sereke serwerî ye. Wê gavê em ji nêzîk ve bala xwe bidin ser têgeha serwerîyê.

  1. Serwerî

Şêweyê civaka serdema modern, netewe-dewlet e. Li dinyayê şêweyê netewe-dewletê êdî veguhezîye tekane pergala civakî ya sîyasî. Tiştê ku yekîtîya dubendîya netewe-dewletê pêk tîne jî selahîyeta wê ya serwerîyê ye. Serwerî jî bêyî şêwirandin û destûrgirtinê hêza danîn, tunekirin û cîbicîkirina yasayî ye. Serwerî, desthilatîya seratir, yanî desthilatîya bingehîn e. Desthilatîya serwerîyê ji desthilatîyeke din peyda nebûye û jê zêde nebûye, herwiha ji alîyê desthilatîyeke din ve nehatîye avakirin. Serwerî, di pêvajoya têgehkirin û teorîzekirina sîyaset û hiqûqa modern da têgeha avaker ya bingehîn e. Têgeha serwerîyê di warê naverok û dirûvandina sazîyên sîyasî û hiqûqî yên netewe-dewletê de dîyarker e. Serwerî, cewhera netewe-dewletê û çavkanîya hêza wê ya sîyasî û hiqûqî ye.

Dewleta modern û têgeha serwerîyê di heman dîrokê de peyda bûne. Jixwe geşbûna teorîk-pratîk ya dewleta modern û serwerîyê di nav tevdeyîyekê da ye. Fêmkirina pêvajoya zayîn û geşbûnê ya têgeha serwerîyê, ku hêmana sereke ya dewleta modern e, di heman demê de tê wateya fêmkirina pêvajoya zayîn û geşbûnê ya dewleta modern. Di binyada her cureyên dewletê yên berîya serdema modern da desthilatîya sîyasî du-navendî bûn. Desthilatîya yasadanînê aîdê hêzeke der-civakî an jî hêzeke Xwedayî bû, desthilatîya sepandinê jî aîdê erka rêveberîyê bû. Ji ber vê yekê dewleta berîya serdema modernê, ne dewleta serwer bû. Dewleta modern an jî netewe-dewletê, di sedsalên XV-XVIIan da, di warê civakî da bi merkantîlîzmê û di warê sîyasî da jî bi monarşîya mutleq, dawî li parçebûna erdnîgarî û siyasî ya pergala feodal anî û herwiha bi pêkanîna yekdestî ya danîn û sepandina yasayê, yanî yekdestîya desthilatîya sîyasî, derket holê. Di warê teorîk de jî tiştê divê bihata kirin, peydakirina çavkanîyeke meşrûtîya dewleta modern bû. Di sedsala 16an da, Jean Bodin (1530-1596) di sala 1576a da di pirtûka xwe ya bi navê “Şeş Pirtûkên Dewletê” de têgeha serwerîyê xist nav fikra sîyasî û ev kêmasî ji holê rakir. Bodin ji hêzeke transendetal ya der-civakî an jî ji îradeyeke Xwedayî wêdetir, di warê dinyewî (îradeyeke beşerî) û berdewamîyê da têgeha serwerî ve peywendîya danîn û sepandin yasayê di yekdestî da, yanî di destê dewletê de kir yek. Bi vî awayî serwerî wek têgeheke peyda bû ku navendîbûna desthilatîya dewletê sembolîze dikir. Li gorî Bodin taybetmendîyên serwerîyê mutleqbûn, berdewamîbûn û dabeşnebûn in. Thomas Hobbes (1588-1679) jî di sersala 17an da, di sala 1651ê da di xebata xwe ya bi navê “Levîathan” da ev taybetmendî bi vî awayî qebûl kir lê çavkanîya serwerîyê bi tevahî ji îradeya xwedayî qut kir û sipart takekesên xwedî tevgerên rasyonel. Li gorî Bodin û Hobbes, serwerî aîdê qada dewletê ye, an jî xwedîyê serwerîyê dewlet e.

Jean Jacques Rousseau (1712-1778) li sala 1762yan di xebata xwe ya bi navê “Peymana Civakî” de têgeha îradeya neteweyî an jî serwerîya neteweyî li fikra sîyasî zêde kir û ji wê demê ve ye têgeha serwerîya neteweyî bûye prensîbeke bingehîn ya fikra sîyasî ya modern. Bi vî awayî Rousseau, serwerî li şûna qada dewletê, li qada civakî bi cih kir. Emmanuel Sieyés (1748-1836) di xebata xwe ya bi navê “Çîna Sêyem Çi Ye?” de, li ser zemîna teorîya nûnertîya sîyasî, serwerî di qada neteweyê de bi cih kiriye. Bi vî awayî jî Rousseau û Sieyés serwerî, bi “îradeya giştî” an jî “îradeya neteweyî” ra wekehevî kiriye. Serwerî êdî veguherîye “serwerîya neteweyî”. Di serwerîya neteweyî da, digel ku çavkanîya serwerîyê aîdê qada neteweyê ye, lê di heman demê de mafê bikaranîna wê jî li ser navê neteweyê aîdê nûnerên sîyasî, bi gotineke din aîdê dewletê ye. Ev dewlet, netewe-dewlet e, ku bi neteweyê ra bûye wekehevî. Ji ber vê yekê, serwerî, aîdê tevdeyîya dubendîya netewe-dewletê ye.

Di rastîyê da li herdu serên van dubendîyan jî dewlet heye. Ji ber ku netewe heyîneke wiha manewî an jî razber e ku ji takekesên ku ew jê pêk hatiye, cuda ye û di ser wan ra cih digire. Îradeya heyîneke manewî, yanî heyîneke razber û der-fîzîkî, tune ye. Ji ber ku îrade li cem mirovên xwedî eqil û xwedî pergala nuron ( tûre) heye. Herwiha. têgeha neteweyê, mirovên di rabirdûyê da jiyane û dê di siberojê da jî bijîn, digire nav xwe lê belê îradeya mirovên mirî an jî hîn jidayîknebûyî tune ye. Ji ber van sedeman têgeha serwerîya neteweyî pêşnimayeke zanistî an jî fîksîyonek e.[3] Wê gavê dikare were gotin ku têgeha serwerîya neteweyî ji ber ku razberkirinek e û di rastîyê de ne pêkan e di nav rêveberîyê de be, nikare bibe xwedîyê îradeyeke din jî. Takekesên rasteqîn yên di beşên rêveberîya dewletê de îradeyekê nîşan didin û civaka ku wek netewe tê hesibandin jî vê îradeyê wek îradeya xwe qebûl dike. Ev kar jî bi pergala nûnertîyê dimeşe. Bi vî awayî di serwerîya netewe-dewletê da îdeolojîya ku neteweyê wek serrwer dihesibîne, tê berbelavkirin û wiha pabendbûna xelkê û takekesan ya ji bo dewletê hîn tê xurtkirin.

Desthilatîya serwer, ji alîyê mijarê ve dikare di bin sê sazîyan de were komkirin, ku ji wan ra hêza yasadanînê, hêza rêvebirinê û hêza dadwerîyê tê gotin. Sazîyên ku selahiyetên yasadanînê, rêvebirinê û dadwerîyê bi kar tînin, van selahiyetan ne li ser navê xwe, bi selahiyeta ku ji serwer wergirtîye û li ser navê serwer bi kar tînin. Desthilatîya serwer di warê çawanîbûnê de xwedîyê taybetmendîyên wek mitleq, berdewamî û parçenebûnê ye. Ew van taybetmendîyan bêyî şêwirîna bi kesan û wergirtina destûrê, bi hêza xwe ya danîn, tunekırın û cîbicîkirina yasayê nîşan dide.

Navendîbûna dewletê, yanê “yek”bûn an jî parçenebûna wê bi warê selahîyata wê ya yasadanînê ra têkildar e. Nexwe selahîyata xwe ya sepandin an jî rêvebirinê dikare dewrî ser hinekên din bike. Ji ber vê yekê bi awayekî qismî dewirkirina selahîyata xwe ya rêvebirinê, ne rewşeke dijberî serwerî ye. Ji ber ku selahîyata sepandin an jî rêvebirinê ne şêweyî dewletê, şêweyî rêvebirinê ye. Îcar selahîyata danîn û tunekırına yasayê, şêweya dewletê dîyar dike. Di vê rewşê de netewe-dewlet, ji alîyê rêvebirinê ve him dikare bibe dewleteke unîter, herêmî an jî federal him jî dikare bibe dewleteke demokratîk an jî otorîter û faşîst. Şêweya rêvebirinê çi dibe bila be, di peywendîyên navdewletî û di nav sînorên welat de di warê hêmanên binyada dewletê de selahîyata danîn û tunekırına yasayê tenê aîdê sazîyekê ye. Divê were derbirîn ku heman tiştên hatin gotin ji bo dewleta federal jî weha ne. Ji ber ku rêveberîyên federe, di nav dewleta federal de ne navendên hêzê yên serbixwe ne, tenê selahîyatên qismî yên rêvebirinê ne, ku li gorî destûra bingehîn a federal hatine nasîn. Rêveberîya federal û rêveberîyên federe, di çarçoveya armanc û selahîyatên dîyar ên li gorî destûra bingehîn a federal da wek tevde nûnertîya dewleta federal dikin.

  1. Sînor

Nîşaneya herî berbiçav ya serwerî û serxwebûna dewleta modern ew e ku li ser herêmeke sînorên wê dîyar xwedîyê hêza kontrolkirinê be. Dewlet selahîyeta xwe ya rêvebirin û dadwerîyê li ser herêmeke sînorên wê dîyar, bikar tîne. Di derbarê sînoran de du fonksîyonên dewletê hene. Yekem ew e ku li hemberî gef û metirsîya dagirkirina dewletên din yekîtîya sînoran diparêze. Ya din jî li hemberî gefên navxweyî bi xedarî tevdigere an jî dide hîskirin. Hebûna sînoran, hebûna amûrên tundîyê yên daîmî hewcedar û meşrû dike. Sînor derfetê didin dewletê ku dijminên xwe yên navxweyî û derve dîyar bike. Loma serwerî, ji xeynî parçeyê axeke sînorên wê dîyar, ne tiştekî din e. Jixwe dewleta modern jî ew dewlet e ku sînorên wê bi awayekî mîsoger hatine dîyarkirin. “Parçeyê axeke aîdê dewletê tune ye lê dewlet bi xwe parçeyeke ax e ku sînorên wê hene.”[4] Sînor bi peydabûna netewe-dewletan derketine holê.[5] “Sînor tenê xêzikên wiha ne ku ji bo dîyarkirina serwerîya dewletê hatine xêzkirin.”[6]

Di dema dewletên kevn yên berîya serdema modern da, wek di dema dewletên modern da, sînorên dîyarkirî tune bûn. Di dewletên kevn da li şûna sînorên dîyarkirî, serxetên sînoran hebûn. Sînorên dîyarkirî yên netewe-dewletan û serxetên sînoran yên dewletên kevn bi awayekî girîng ji hevdu cuda ne. Di dewletên kevn da “serxetên sînoran qadeke weha ye ku (ne hewce ye ku bi sînorên dewleteke din re bi hev ve be) li herêmên çeper yên ku otorîteya sîyasî ya dewletê an jî navendî belav bûye an jî lawaz bûye.”[7] Du şêweyên serxetên sînoran hene. 1. Wek parçebûneke dîyar ya di navbera du an jî zêdetirî du dewletan da. 2. Wek parçebûneke di navbera herêmên belawela û cîwarbûyî yên dewletekê da.

Netewe-dewlet tenê naxwaze li ser parçeyê axeke sînordîyar, di heman demê da dixwaze li ser dewlemendî û çavkanîyên binerdê yên wê axê, li ser deryayên li derdora wê, li ser qada hewayî ya wê û ya herî girîng jî li ser mirovên li ser wê axê serwerîyê pêk bîne. Bi vî awayî netewe-dewlet metirsîya navxweyî û derve an jî dubendîya dost û dijmin ava dike û li gorî vê yekê xwe birêxistin dike. Bi vî awayî jî dewlet bi serwerî, sînor û yekdestîya tundîya meşrû xuya dike û berbiçav dibe.

  1. Yekdestîya Tundîya Meşrû

Netewe-dewlet, navenda hêzeke mutleq e ku him yasayan datîne him jî yasayan disepîne. Yanî bikaranîna hêzê an jî zordestîyê bi giştî di bin yekdestîya dewletê de ye. Wê gavê dikare were gotin ku yekdestîya amûrên tundîyê yek ji hêmanên bingehîn yên sazîbûna dewleta modern e. Dewlet bi saya yekdestîya xwe ya li ser bikaranîna amûrê tundîyê dibe asteng ku takekes li hemberî takekesan, kom li hemberî takekesan û heta ji bilî çarçoveya yasa û şertên dîyarkirî dewlet bi xwe li hemberî takekesan tundîyê bikar bîne.  Amûrên tundîyê ev in; ku di nav sînoran de polîs, li ser sînoran jî hêza leşkerî. Bi vî awayî dewlet, bi rêya yekdestîya tundîya meşrû pêkan dike ku hemwelatî îtaetî otorîteya wê bikin.

Dewletên berîya serdema modernê ne xwedîyê yekdestîya tundîyê, yanî ne xwedîyê yekdestîya bikaranîn û kontrolkirina amûrên tundiyê bûn. Pêkhatina kontroleke yekdestîyê ya li ser amûrên tundîyê taybetmendîyeke dewleta modern e. Tundî çawa ku qada tehakumê ya dewletê tarîf dike, di pêkanîna danehev ya sermayeyê de jî faktoreke girîng e. Dewlet bi rêya gelek rêbazan bûye mekanîzmaya herî girîng ya daneheva sermayeyê. Bêyî rola aktîf ya dewleta modern, kapîtalîzm nedikarî geş û belav bibûya. Ji ber vê yekê ye, dewleta modern ji destpêkê ve rêxistineke şer e ku bi şerên navxweyî û derve hatîye sazkirin. Dewleta modern ji bo berdewamkirin û peydakirina mesrefên şer mekanîzmaya rêvebirin û bacgirtinê her tim berfireh kirîye. Di vê pêvajoyê de yekdestîya tundîya meşrû jî pêk anîye.[8]

Dewleta modern bi saya yekdestî û amûrên şer di dîrokê de bûye hêza herî mezin ya tunekirinê. Vê hêzê jî ji pevgihandina peywendî yasa û sepandinê digire. Rewşên wek Komkujîya Ermenîyan, Komkujîya Cihûyan (Holocaust), Komkujîya Kurdan (Enfal) û komkujîya li Yugoslavya Berê mînakên di derbarê hêza tunekirinê ya dewleta modern in. Ji van mînakan jî tê fêmkirin ku hêmanên wekî serwerî, sînor û yekdestîya tundîya meşrû dewletê berbiçav nîşan dide. Lê dewleta modern ji bo ku vê yekê pêk bîne, pêwîstîya wê bi hêmanekê heye ku di serdema dewletên kevn de tune bû. Ew hêman jî rasyonalîte ye.

  1. Taybetmendîya Rasyonel ya Dewleta Modern: Burokrasî

Mekanîzmaya tevlîhev ya sazî û dezgehên (meqamên)  ku dewletê pêk tînin, ji du qadên bingehîn pêk tê. Qada yekem, hêzên biryardayînê yên wek parlamento, rêvebirinê û dadwerîyê, ku nûnertîya serwerîyê dikin, ew ne sazî û dezgehên burokratîk in, tenê nûnertîya qada desthilatîyê ya serwerî yanê desthilatîyê ya sîyasî dikin. Jı ber ko sazîyên ku selahîyetên yasadanînê, rêvebirinê û dadwerîyê bikar tînin, van selahîyetan ne li ser navê xwe, bi selahîyeta ku ji serwer (netewe) wergirtîye û li ser navê serwer bi kar tînin. Qada duyem jî di nav pêvajoyê de pirbûn û curbicurbûna sazî û dezgehên xwedî armanca rêveberî ye. Van sazî û dezgehan di çarçoveya armanceke dîyarkirî de bi awayekî hiyerarşîk xwe birêxistin kiriye. Ev şêweya rêxistinbûnê modela burokratîk e.[9] Rêxistina wê ya burokratîk bi xwe berhemeke aborîya bazarê ye, ku xwe dispêre pergaleke pereyî. Di dewleta modern de serkeftin û serdestîya rêxistinbûna burokratîk, asta serdestîya teknîkî ye, ku di serdema dewletên berîya serdema modernê de nedihat dîtin û pêşbinîkirin. Rêxistinbûna teknîkî ya dewletê, şexsîtî (manewîyat) der kir û karkirina rûtîn ya rêxistina burokratîk, xist şûna berpirsyarîya exlaqî.

Ji ber wê yekê qirkirinên wekî komkujî yên ku berîya serdema modern tune bûn an jî hebûna wan ne pêkan bû, wek encameke karê burokratîk yê dewletên modern derketin. Ji ber ku di karê hiyerarşî ya burokratîk de qirkirinên wekî komkujîyan wek karekî teknîkî tê kirin. Kesên vî karî dikin, di nav mekanîzmaya burokrasîyê de wek ku karekî ji rêzê bikin, xemê naxwin û jiyana xwe didomînin. Rêxistina hiyerarşîk ya burokrasîyê wek şalekê ser berpirsiyarîya exlaqî dinixumîne. Rêxistina burokratîk, tundîya dewleta modern veşartî dihêle ku civakê pasîfîze dike. Bi vî awayî wek hêmaneke girîng a zext û tundîya li ser tebeqe û alîyên bindest dinixumîne û nahêle dewleta modern rastî metirsîyê were û berdewamîya xwe pêk bîne. Lê ji bo karkirina mekanîzmaya burokrasîyê pêwîstî bi hiqûqê heye.

  1. Taybetmendîya Hiqûqî ya Dewleta Modern

Li gorî fikra berîya serdema modern, hêza yasadanînê, yanî serwerî, aîdê hêzeke xwezayî ya der-civakê an jî aîdê îradeyeke Xwedayî ye. Yanê yasa ji alîyê hêzeke pîroz ya der-dinyewî ve tê danîn an nivisîn. Ji vê hiqûqê ra “hiqûqa xwezayî” tê gotin. Ji bo hiqûqa ku li gorî yasa ji alîyê hêzeke dinyewî ve tê danîn jî “hiqûqa pozîtîf” tê gotin. Hêza dinyewî ya ku afirînerê hiqûqa pozîtîf e, îradeya beşerî (mirovî) ye, yanî îradeya giştî ya razber e. Bi gotineke din, ew îradeya neteweyê ye. Hiqûqa modern, berhemeke têgihîştina pozîtîvîst e, ku çavkanî ya xwe ji îradeya mirovî werdigire. Bi vî awayî ji civaka kevneşopîyê derbasbûna civaka modern, di heman demê de tê wateya ji tehakuma hiqûqa xwezayî derbasbûna tehakuma hiqûqa pozîtîvîst.

Hiqûq li gel kontrolkirina kelûpelan û pêkanîna mueyîdeyan li ser tevgerên dijberî yasayan, herwiha birêxistinkirina deshilatîya sîyasî û bernamekirina hinek şêweyên polîtîkayan e jî.[10] Bi vî awayî hiqûq, ne dibe berhema hêzeke Xwedayî ya der-civakî, ne jî dibe berhema îradeyeke Xwedayî. Rasterast aîdê hêza serwer e. Hiqûqa pozîtîf miteberî û tehakûma xwe ne ji dadwerîya xwe, ji taybetmendîya xwe ya fermankirinê werdigire. Ji ber ku dewlet, xwe dispêre hêza bikaranînê ya serwerîyê û hiqûqê datîne. Hiqûq, zimanê dewletê yê peywendîdanîna li gel hemwelatîyan e, ku dewlet ji bo çalakîyên xwe yên di her qadê de pêdivî bi vî zimanî dibîne û fermanên xwe yên giştî bo hemwelatîyan radigihîne. “Yasa, zimanê dewletê ye, ku bi wan bangewazîya hemwelatîyên xwe dike, (…) fermanên giştî ne ku rewşên şexsî li ber çavan nagirin.”[11] Bi vî awayî hiqûq, bi qanîkirina hemwelatîyên ku li ser zemîneke meşrû ya yasayî-aqlî tevdigerin û îtaeta wê dikin, dibe berhem û amûreke sîyasetê.

6.1. Meşrûtîya Wê Ya Yasayî-Aqlî

Çi ji bo dewletên modern, çi jî ji bo dewletên berîya modernê be, ger tiştekî hevpar hebe, ew jî rûbirûmayîna pirsgirêka meşrûtîyê ye. Her dewlet ne ji bo berjewendîyên wan ên şexsî, lê ji bo bawerkirinê û bêyî lêpirsîn, dixwaze tebaa û hemwelatîyên wê îteatê otorîteya wê bikin.[12] Şêweya meşrûtîya dewleta modern, meşrûtîya yasayî û aqlî ye. Ji ber ku berîya serdema dewleta modern, çavkanîya meşrûtî ya desthilatîyê xwe dispart hêzeke nedinyewî. Yanî çavkanîya desthilatîyê ne çavkanîyeke rasyonel bû. Bi têkçûna pergala feodal û bicihbûna dewleta modern çavkanîya meşrûtîyê bi çavkanîya mirovî rasyonel bû. Guherîna çavkanîya meşrûtîyê dê xwe di hiqûqê de jî nîşan bida. Êdî çavkanîya hiqûqê ne îradeyeke Xwedayî ye, takekes û gelên xwedî helwestên rasyonel in. Yanî çavkanîya hiqûqê xwe spart aqil. Bi vî awayî hiqûq, bû karekî dewletê ku bi destê mirovan ve tê çêkirin û gava pêwîst be, tê rakirin. Ji ber vê yekê di warê peywendîyên siyasî de şexs ne li hemberî hevdu, lê “tenê li hemberî yasayê stûyên xwe ditewînin.”[13]

Hiqûqa pozîtîf ji tevahîya wan yasayan pêk tê ku eşkere ye, dikare were pêşbînîkirin, sînorên wê diyar in, niviskî ye û ji alîyê dewletê ve tê danîn.[14] Ji ber taybetmendîya hiqûqa pozîtîf ya pêşbînîbûnê, mirov dikarin xwe di ewlehîyê de hîs bikin. Ji ber ku qaîdeyên hiqûqa pozîtîf dikarin bi hêsanî werin guhertin, ev hiqûq bi hêsanî bi geşedanên nû ra li hevdu dike. Lê di warê rakirina mafên destkeftî û bikaranîna van mafan de, dibe ku yasayên nû rastî zehmetîyan bibin. Li hemberî van metirsîyên wiha wek bergirîyeke parastinê hinek prensîbên hiqûqî yên bingehîn hatine sazkirin. Yasa û cîbicîkirinên van yasayên dijî van prensîban hatine bêhikumkirin. Hemwelatî ne tenê di warê hiqûqa taybet de, di warê hiqûqa giştî de jî xwedîyên mafên destkeftî ne, ku bi hinek prensîbên hiqûqî hatine sazkirin. Binpêkirin û sînordarkirina van mafan ji sazîyên rêvebirin û yasadanînê yên dewletê ra hatine qedexkirin.

Wek encam, mirovê ku wek tebaa di civakên kevn ên berîya serdema modern de dijiya, ku newekhevî bingeheke bivê-nevê ya vê civakê bû, di serdema dewleta modern de bi awayekî hiqûqî dê veguhera mirovê ku xwedî mafên wekhev, xwedî cihekî navendî û xwedî nasnameya hemwelatîyê.

6.2. Hemwelatî

Hemwelatîbûn, ne tenê aîdê dewleta modern e. Hemwelatîbûn ji serdema antîkê ve heye lê bi dewleta modern ve bû xwedîyê cihekî navendî. Ji ber ku di dinyaya modern de wek kirde û objeya avakar (damezrîner) ya dewletê derket holê û veguherîye kirdeyeke normatîf ya dewletê.

Hemwelatîbûn, ji bo peywendîya di navbera dewleta modern û endamên wê de têgeheke dîyarker e. Dewleta modern li gorî armanca xwe wateyeke taybet li têgeha hemwelatîyê bar kirîye. Têgeha hemwelatîyê, ku di warê binyada dewleta modern de hêmaneke sereke ye, xwedîyê 5 taybetmendîyên diyarker in.

Hemwelatîbûn, tê wateya endambûna civakeke siyasî ya wek netewe-dewletê. Ev endamtîyeke fermî ye ku bi maf û peywirên hevpar ên endamtîya netewe-dewletê ve hatîye kokandin. Nabe ku hemwelatîbûn bi dîn û zayendî û aîdîyetên din were sînordarkirin.

Taybetmendîya duyem a hemwelatîbûnê, peywendîya statuyê ye. Em bi xwe hemwelatîbûna xwe dîyar nakin. Hemwelatîbûn ji alîyê netewe-dewletê ve bo me tê dayîn. Hemwelatîbûn statuyek e, ku netewe-dewletê carinan li gorî cihê em lê hatine dinyayê carinan jî li gorî dê û bavê me dide me. Wendakirina hemwelatîbûna dewletekê ne hêsan e. Herwiha derbasbûna hemwelatîya dewleteke din jî herî kêm ew qas dijwar e.

Taybetmendîya sêyem ya hemwelatîbûnê jî, xwedîbûna mafên hevpar e. Pêwendîya hemwelatîyê statuyeke yasayên pozîtîf e. Bi saya statuya hemwelatîbûnê mirov, dewlet jî di nav de, dikare li hemberî her kesan xwedîyê mafên yasayî be. Ji ber vê yekê mafên hemwelatîbûnê bi awayekî eşkere di destûra bingehîn de, ku destûra herî bilind e, cih digire.

Taybetmendîya çarem ya hemwelatîyê jî, peywirên hevpar in. Hemwelatîbûn bi qasî ku mafan dide, peywiran jî li mirov bar dike. Peywirên ku divê hemwelatî bi awayekî yasayî bi cih bînin, xizmeta leşkerîyê û dayîna bacê ye. Dengdayîn him wek mafekî him jî wek peywirekê hatîye ravekirin.

Taybetmendîya pêncem ya hemwelatîyê jî wateya wekhevî ya hemwelatîbûnê ye. Yanî hemû takekes bi statuya hemwelatîyê di nav dewletê de dibin wekhev. Her kesên ku di nav sînorên netewe-dewletê de dijîn û xwedîyên statuya hemwelatîyê ne, di çarçoveya yasayan da wekhev in. Di nav hemwelatîyan de cudahiyeke wek hemwelatîyên wekhev û kêmtir wekhev tune ye. Hemû hemwelatî wekhev in û di ser kesên nehemwelatî û biyanîyan re ne. Li cem yasayan di nav yên wekhev de tu kesek ne yekem e.[15]

Herçî yên tên rêvebirin, di pergala feodal de pabendî senyor in, di pergala monarşiya mutleq de pabendî kral ın. Lê belê di pergala netewe-dewletê de ew pabendî yasayan in ku têde maf û peywirên hevpar hatine diyarkirin. Bi vî awayî, yên ku di serweriya netewe-dewletê de tên rêvebirin wek hemwelatiyên azad û wekhev xwedî têkiliyên serbixwe ne, ji aliyê siyasî-hiqûqi ve pabendî yasayê, ji aliyê sosyo-ekonomîk jî pabendî pere ne. Jixwe netewe-dewlet û hilberîna kapîtalîst rêxistineke civakî û şiklekî hilberînê ye ku di pêvajoyeke wiha de pêk hatiye: wek dîrokî û civakî li Awrupaya Rojava têkiliyên pabendîbûnê yên şexsî veguheziye bo têkiliyên serbixwe yên şexsî an takekesî ku pabendî pere û yasayê ne.

Encam

Carl Schmitt dewletê wek heyîneke sîyasî û sîyasetê jî wek qada selahîyeta dewletê pênase dike. Li gorî Schmitt ji bo ku çawanîya sîyasetê were pênasekirin, divê pêşîyê biryarên xwedîyê naverokeke sîyasî werin tespîtkirin. Ev jî bi peydakirina du têgehên dijber pêkan dibe ku sînorên qada sîyasetê dîyar dikin, Çawa ku biryarên aborî bi têgehên dijber ên “bikar û bêkar”, biryarên exlaqî bi têgehên dijber ên “baş û xirab”, biryarên hiqûqî bi têgehên dijber ên “yasayî û deryasayî” dîyar dibin, divê biryarên sîyasî jî bi têgehên dijber werin pênasekirin.

Schmitt qada sîyasetê bi du têgehên dijber ên “dost û dijmin” pênase dike. Peywira herî girîng ya civakekê ew e ku civaka dost û civaka dijmin tespît bike. Di warê cudahîya “em” û “yên din” de civakên ku em wan wek “dost” dîyar dikin, heyîna me wek civakeke serbixwe û parçenebûyî qebûl dikin. Civakên ku em wan wek “dijmin” dîyar dikin jî ew civak in ku li dijî yekîtî û serxwebûna me dikevin nav tevgerên sîyasî yên gefxwar. Armanca herî girîng ya civakekê yekîtî û serxwebûna wê ye. Tenê bi şertê ku ev werin parastin, çalakî dibin guncaw bo berjewendiya civakê. Schmitt teorîya dewletê bi qadên wek hiqûq, exlaq û aborîyê ra têkildar nake. Ji bo sîyasetê tişta girîng ne yasayîbûn, çalakbûn e. Ji ber ku sîyaset di pêşîya hiqûqê de ye. Biryara sîyasî berîya her tiştî bi pirsgirêka heyînê ra têkildar e. Çalakîya sîyasî, di ser çalakîyên din ra ye. Ji ber ku armanca sîyasetê pêkanîna berdewamîya civakê ye. Civak gava ku nikaribe berdewamîya xwe pêk bîne, jixwe nikare çalakîyên xwe yên din jî pêk bîne. Ji ber ku netewe-dewlet hemû çalakîyên wek qadên hiqûq, exlaq, dîn û aborîyê li gorî dubendîya dost û dijmin dimeşîne.[16]

Ji ber vê yekê jî netewe-dewlet, çawa ku derfetê dide pêşketin û bicihbûna mafên mirovan, wekhevîya hiqûqî û demokrasîyê, herwiha dikare ji bo desthilatîyên otorîter û totalîter jî bingeheke guncaw pêk bîne. Yanî netewe-dewlet rexistineke wiha durû ye ku xwe him bi çekên herî giran ên şaristaniyê û him bi barbarîyê hemilandiye. Sedema vê rewşa nakok jî ew e ku wek du çînên sereke yên civakî, yanî çîna birjûwazî û karker û herwiha hemû alîyên din ên bindest bawer dikin ku wê daxwaz û têkoşînên xwe di çarçoveya netewe-dewletê de pêk bînin û loma jî berê xwe didin vê yekê. Ji ber ku ev alîyên cuda hêvîdar û bendewar in ku daxwazên wan dê di nav netewe-dewletê de werin bicihanîn, netewe-dewlet li welatên Rojava û tevahîyê dinyayê bi sedan salan veguhezî bo rêxistina siyasî ya serwer.

Weku neteweyeke bindest, civaka kurd ji ber vê statûya xwe, her tim rastî rûyê barbarîyê ya dewleten neteweya serdest hatiye û ew wiha naskirine. Loma roja ku kurd bibin xwedî dewlet û serwer, hingê dê bikarin rûyê şaristanîyê ya dewletê nas bikin.

2020/Adar

[1] Kemal Gözler, Devletin Genel Trorisi, Weşanên Ekin, r 2014, Bursa, r. 51-58.

[2] Hobsbawm, Milletler ve Milliyetçilik, Werger, Osman Akınbay, Weşanên Ayrıntı, 1993,istanbl, . r. 55-56

[3] Gözler,  r. 94.

[4] G.Pogi, Devlet; Doğası, Gelişimi Ve Geleceği, Werger, Aysun Babacan, Weşanên Zanîngeha Bilgi, 2008,istanbul, r. 31

[5] A. Giddens, Ulus Devlet Ve Şiddet, Werger, Cmhr Atay, Weşanên Kalkedon, 2008,İstanbul, r. 72-73

[6] B.n.b., r. 74-75

[7] B.n.b., r. 73.

[8] Immanuel Wallerstien, Tarihsel Kapitalizm, Werger, Necmiye Alpan, Weşanên Metis, 2012, istanbl, r. 44-52

[9] Pogi, Devlet; Doğası, Gelişimi Ve Geleceği, r. 42.

[10] Pogi, Devlet; Doğası, Gelişimi Ve Geleceği, r. 40.

[11] Pogi, Modern Devletin Gelişim, Wergeran, Şule Kurt, Binnaz Toprak, Weşanên, istanbl Bilgi Üniversitesi,2009, istanbul, r. 119

[12] Pogi, Modern Devletin Gelişim, r. 112

[13] M.Weber, Toplumsal Ve Ekonomik Örgütlenme Kuramı, Werger, Özer Ozankaya, Weşanên, Cem,2014, istanbu,l r. 329

[14] Pogi, Modern Devletin Gelişim, r. 123.

[15] Pierson, Christopher, Modern Devlet, Wergeran, Neşet Kutluğ, Burcu Erdoğan, Weşanên Chiviyazıları, İstanbul: 2008, r. 175-195

[16] C. Schmitt, veguhêzker,  Pogi, Modern Devletin Gelişimi, r, 19-23