Mahmut Begik/ Tehsîn Taha (1941-1995)

0
215

Ji bo ku ez bikaribim jîyana Tehsîn Tahayî bi awayeke rastî bînin ber çavên xwendevanan, min ewilî, bi kurê Tehsîn Tahayî re, kurê wî yê bi navê Rewan re têkilî danî. Ew ji pirtûkekê jîyana bavê xwe kopya kir û ji me re şand. Lê ev ne bes bû. Pêdivîya me bi hin agahdarîyên din jî hebû. Heya ji destê me hat me ji her kesê ku Tehsîn Tahayî dinase agahî girt.

Tehsîn Taha di 25ê êlûna 1941an de, li başûrê Kurdistanê, li qeza Amedîyê tê dinyayê. Bavê wî memûrê îstîhlakê bûye li ser qeza Amedîyê.

Bavê Tehsînî, Taha Mihemed Selîm di sala 1909an de hatiye dinyayê. Maleke kurdperwer in û her weha rewşenbîr in. Dîya wî ji binemala Simbil Xanê ye. Ew jî di sala 1922an de hatiye dinyayê.

Ji zewaca Tehsîn Taha û xanima wî 8 zarokên wan têne dinyayê:

  • Xerîbe 1939
  • Tehsîn 1941
  • Şerqîye 1943
  • Kamîran 1948
  • Nazik 1954
  • Bedirxan 1957
  • Dîmoqrat 1959
  • Beyan 1961

Dema Tehsîn hêj zarok e, bavê wî tayîn dibe ji bo Mangêşkê. Mangêşkê nehiyeyeke ku li ser bajarê Dihokê ye. Tehsîn li Mangêşkê dest bi dibistana seretayî dike û heya pola 4ê li wir dixwîne. Pola 5ê li Dihokê dixwîne. Pola 6ê li Zaxoyê dixwîne. Di sala 1955an de li Dihokê dibistana xwe ya navendî xelas dike.

Paşî diçe Hedbayê. Di wê demê de Hedba nehiya bajarê Mûsilê ye. Jiyana wî ya dengbêjîyê li Mûsilê dest pê dike.

Di sala 1956-1957an de, ji Mûsilê dizivire û diçe Amedîyê. Dest bi nivîsa daktîloyê dike. Di wan deman de, kesên ku dikaribûn bi daktîloyê binivîsînin zahf kêm bûn.

Di sala 1958an de, dest bi xwendina xwe ya lîseyê (bakelorya) dike. Heya xelas dike navbir nade xwendina xwe. Di heman salê de dikeve îmtîhana radyoya Bexdayê û biserdikeve. Strana xwe ya ewilîn, ya bi navê Aşkere Nakim  li wir, di radyoya Bexdayê de dibêje.

Di sala 1960an de, diçe Peymangeha Hunerî ya Ciwanan ya Li Bexdayê. Li wir xwendina xwe dewam dike.

Di sala 1960ê û di sala 1961ê de, mabeyna kurd û Bexdayê pir xweş nîne. Ereb naxwazin mafên Kurdan yên ku di destûra sala 1958an de hatibûn erêkirin bidin kurdan.  Xwepêşandanên kurdan dest pê kiribûn. Tehsîn Taha jî yek ji wan kurdê di nav bizava de ye. Li Asayîşa Giştî ya Bexdayê 15 roj tê girtin û gelek ezîyetê dibîne.

Di sala 1961an de, kurd û ereb bi hev nakin û şerê mabeyna kurd û ereban dest pê dike. Ji ber ku ev şer di roja 11ê êlûna 1961an de dest pê dike, bi navê Şorişa Êlûnê tê binavkirin. Tehsîn Taha û xalê wî Emer Selîm têne Kurdistanê û tevî Şorişa Êlûnê dibin. Mixabin bi her du kesan 1 tivingeka wan heye.

Lê piştî ku Zaxo careka din dikeve destê ereban, Tehsîn car din diçe Bexdayê. Li wir xwendina xwe dewam dike.

Di sala 1963an de, li Bexdayê tê girtin û salek di zîndanê de dimîne. Di zîndanê de yekem strana wî ku gotiye Têtin Bihar  e. Di zîndanê de, em dibînin ku çend besteyên wî yên erebî jî hene. Weke: Enna Xerîb (Ez Xerîb im.)

Tehsîn Taha, her weha derhêneriya şanoyê jî kiriye. Ez nizanim bo çend şanoyan derhênerî kiriye lê dema mirov li Tehsîn Taha temaşe dike, mirov dibîne ku li ser dikê jî her wekî ku di şanoyeke muzîkal de dileyize, stranên xwe dibêje.

Piştî ku Hesen El Bekir bû serokkomarê  Îraqê, Tehsîn Taha ji Zîndanê berdidin. Ew careka din dest bi xwendina xwe dike. Îmtîhanên wî hene. Lê mirov nikare bêje ku ew azad e. Ew di bin çavdêrîya Emnîyeta Bexdayê de ye. Ji ber ku sîyasî ye û di zîndanê de maye, dewletê ew ji yûrdê derdixin.

Tehsîn di wan maweyan de diçe li malên hevalên xwe û li malên mirovên xwe dimîne. Dema diçû maleke, hêzên ewlekarîyê ew taqîb dikirin. Carna ji bo xwe ji taqîba wan xelas bike, xwe di ser xanîyan de diavêt ser xanîyeke din, da dewlet nikaribe ew taqîb bike.

Tehsîn û Ebdulemîr Semawî têne tewanbarkirin ji bo ku bi navê peymangehê belavokek hatîye belavkirin. Ev dibe sedem ku li Mûsilê li wan tehqîq bête vekirin.

Tehsîn Taha di 11/12/1968an de, tê wezîfedarkirin weke mamosteyê dersên mûsîqê (muzik), ji bo lîseya (bakelorya) bajarokê Mexmûrê. Li wir gelek salan dersên mûsîqeyê dide xwendevanên Mexmûrê.

Di sala 1968an de, ji Mexmûrê tayîn(neqil) dibe ji bo Xwendegeha Hewlêrê ya Nûmûneya Yekîtîyê ku bi erebî jê re dibêjin Medresetul Erbîl El Ûla. Li vê xwendegehê heya dawîya sala 1970êyî dimîne.

Li Hewlêrê Tehsîn Tahayî heya dawîya 1970an dimîne. Tehsîn û desthilatdarên xwe li hev nakin û car din tê wezîfedarkirin ji bo qeza Mexmûrê.

Piştî peymana 11ê Adara 1970yî, mafên kurdan berfireh dibin. Tehsîn Taha gelek caran diçe radyoya Bexdayê beşê kurdî. Hetta dema ku Mihemed Şêxo çûbû Bexdayê, ew û Tehsîn Taha li wir hev dîbûn. Strana Tehsîn Tahayî ya bi nav û deng ‘Aso! Ey Hewar’ ê bi hev re gotibûn. Lê dema ku Mihemed Şêxo strana Aso dibêje, Tehsînî jê re dibêje ku ‘dema ku tu vê stranê dibêjî herkes wisa dizane ku ev stran ya te ye’.

Tehsîn yek ji alema hunermendên kurd bû. Bi hemû hunermendên wê demê re, çi mezin û çi biçûk bi hev re tev digeriyan. Elî Merdan, Mihemed Arif, Hesen Cizrawî, Meryem Xan, Îsa Berwarî û hwd…

Tehsîn çendekê li Mexmûrê karê xwe dimeşîne lê car din ew tê Hewlêrê û mamostetîya xwe berdewam dike.

Di sala 1974ê de, Tehsîn Taha dizewice û 4 zarokên wî çêdibin.

Di sala 1975an de, li ser têkçûna Şorişa Êlûnê ku kurd derbasî Îranê dibin, Tehsîn Taha strana xwe ya bi nav û deng  ‘Ey Felek’ ê dibêje.

Di sala 1989an de, (berîya serhildana mezin bi 2 salî) Mihemed Pîroz ew dişîne bajarokê Kelekê. Li wir car din di xwendegehê de dersên mûsîqî dide.

Berîya serhildana 1991ê, diçe Dihokê û car din dizivire Hewlêrê. Di sala 1991an de, serhildana li dijî desthilatdarîya Saddam Huseyîn çêdibe. Her deverên Kurdistanê tevlîhev e. Tevî ku tevlihevî heye jî, di seranserê Iraqê de, ciyê herî bi ewle, car din Kurdistan e. Ew jî li Kurdistanê dimîne.

Em di konserên wî de, kemanjenê navdar Dilşad Seîd jî dibînin. Tê gotin ku Dilşad Seîd li ser daxwaza Tehsînî, ew xwe bi pêş dixe û dibe navdartirîn kemanjenê kurd û yê dinyayê.

Hozanê hêja Birader û Tehsîn Taha, di sala 1992an de, li Swêdê hev dibînin. Lê dema ku Tehsîn diçe Hollandayê, li wir dostanî û hevalînîya wan didome. Strana ‘Darvanîyo’ dide Birader û Birader, di nav albuma xwe de wê stranê dibêje.

Weke berhemên Tehsîn Tahayî, behsa 8 albûmên wî têne kirin. Lê belkî ev jimare, weke yên ku bi rêk û pêk hatine tomarkirin bin. Ji ber dema ku em li stranên Tehsîn Taha dinêrin, stranên wî ne yên 8 albuman in. Belkî yên 80ê albuman in.

Tehsîn Taha, di 13yê Adara 1994an de, bi hunermend Fûad Ehmed re diçe Hollanda ku konserek bide. Lê piştî ku diçe Hollanda, li wir bi cîh dibe û nazivire welatê xwe.. Li wir nexweş dikeve û wî dibin nexweşxaneyê. Nexweşîna wî kanser e. Xelasî ji destê nexweşîyê nîne.

Di 28ê gulana 1995ê de wefat dike.Cenazeyê wî tînin bajarê wî, bajarê Amedîyê û li wir dispêrin axa Kurdistanê.

Di mesela cenazeyê wî de, li ser heval û dostên Tehsînî û her weha li ser kurdên ku ji Tehsînî hez dikirin, gelek rexne hene. Dema tabûta wî radikin, li dora 150 kes tevî merasima cenazeyê wî yê li Hollandayê dibin. Lê mesele ne mesela 150 kesî ye. Dema konser dida, bi deh hezaran însan dihatin konsera wî. Çima di rakirina cenaze de, kêm kurd hebûn! An di xweşî, şahî û dawetan de, em birayên hevin lê di şîn û giriyan de em ne birayên hev in? Biryar ya xwendevana ye.

 

 

Bersiv bide

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivsîne
Ji kerema xwe re navê xwe binivsîne

*