( Ziman û Peyman)

                   Tekoşîn û serhildana her gelî, bi serhildana çandî destpêdike”

                                                                                                                  (CABRAL)     

Wek tê zanîn, ziman ne tenê di nabeyna mirovan û civakê de navgîna ragîhandinê ye,

ziman îfadekirina çanda civakê ya bi tevayî ye jî.

Hîngî zarok di hemla dîya xwe da ne, gelek taybetmendîyan ji dayika xwe digrin. Deng, yek ji van taybetmendiyana ne. Ev dengana, gava zarok tê dinê û bi zimanê dayika xwe diaxife dibe bingeha zimanê dayikê. Dîsa zarok hewcedarîyên xwe yê herî hêsa bi van dengana tîne ziman. Ewilî bi dîya xwe ra, dû ra jî bi derdora xwe ra bi vî zimanî dikeve têkilîyê. Ji ber vê yekê ziman, bi taybetmendîyên din yê çandî ra xwe bi kesayetiya wi zarokî ra dike taybetmendîya herî girîng.

Tê zanîn ku kesek zimanekî din çikas baş hîn bibe jî, ji alîyê kesayetiya mirovan da zimanên dû ra hînbûyî, wek zimanê dayikê bandora xwe nikare li ser mirovan bike. Wek dîsa tê zanîn ku ziman, ji bo civakek etnîkî bingeha esasî ye. Gava mirov ji nav neteweyekê an grûbek etnîkî ziman rake, ji aliyê taybetmendiya etnîkîyê em kanin bêjin tiştekî namîne. Ziman, ji bo etnîsiyê wek neynikekê ye û civak xwe di zimanê dayikê da dibîne û nas dike.

21ê Sibatê çima wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” tê pîrozkirin

21ê Sibatê wek  “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” ji alîyê UNESCOyê ve di 17.11.1999 da hatîye îlankirin û ji sala 2000 î vir da jî tê pîrozkirin. Sazîya Perwerdehîyî Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO),  tekoşîna gelê Bengiladeşiyê ya di roja 21ê Sibatê sala 1952an da ji bo zimanê zikmakî dabûn,  wek sembolekê( nîşanîyek) qebûl kir û ev roja, wek “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” ragihand.

Gelê Bengladeşî û bi taybetî xwendevanên Bengladeşî, ji bo zimanê Bengalî, li ber zimanê Pakîstanî-Ûrdî bibe zimanê fermî, xwepêşandanek girseyî lidarxistin. Di vê çalekiyê da 11 xwepêşandêr ji alîyên polîsan ve hatin kuştin. Ev daxwazîya gelê Bengladeşî, her berdewam kir û Dewleta Pakîstanê neçar ma û di 1956 de zimanê Bengalî jî wek zimanê Ûrdî kir zimanê fermî. ( Bengladeş heta 1971 di bin dagirkerîya Pakîstanê de bû)

UNESCO, bi îlankirina vê rojê ra, dixwaze balbikşîne ser zimanê di xetere da û zimanê li ber windabûyînê da ne. Ji bo vê jî bi pêşengiya NY û UNESCO yê gelek peyman, agadarî û pêşgirî hatine girtin. Di van peyman, agadarî û pêşgiriyan da, bang li dewletan tê kirin û ji wan, di derbarê kêşeyên ziman û çandan da çareserî tê xwastin.

Her çiqas hinek agahiyên ne mîsoger be jî, li gor raporta Ethnologueyê ( Atlasa UNESCO yê ye) ya herî dawî,  heta nûha li rûyê cihanê hijmara zimanên hatiye peyitandin( tespîtkirin) 6912 ye. Li gor zimanzanê Avûstralyayî Chrîstoper Moseley 2511 ziman di bin xetereya windabûyînê da ne. Li gor raporta Ethnolgueyê, 96 ji sedî nifûsa(serjimêr) cîhanê,  320 zimana bikartînin. 4 ji sedî nifûsa cîhanê jî, zimanê mayî bikartînin. ( Li gor sejimarîya 2022an nifûsa dinyayê 7milyar 924 miyon e. Li gor vê hijmaê 7milyar û 500 milyon kes 320 zimana, yên mayî ji 6592 zimana diaxifin).

Dîsa li gor vê raportê, zimanên di bin xeterîya tunebûnê da ne,  wek “ji birîndarbûna sivik bigre heta mirinê” bi pênc asta hatîye tespît kirın.

607 ziman wek birîndariya sivik di pêvajoyek hessas da,

632 ziman wek birîndarên di asta nexweşxaneyê da,

502 ziman di xeterek cidî da û

538 ziman jî li ber lêxweytîkirina zede di asta xetereyek wehîm (xeternak)da ne.

220 ziman jî di van 60-70 salên dawîn da mirin e.

(www.ethnologue.com- www.unesco.org/culture )

 Raporta UNESCOyê,  zimanên di bin xeterê da ne bi awakî din disenîfîne (tasnîf dike).

Gor vê senîfandinê ;

Zimanên di grûba “hessas de an li ber xeterê” da ne, tenê di nav malbatan da li malan bi zarokan ra tê axaftin.

Zimanên di “ bin xeterê” da ne, êdî li malan bi zarokan ra wek zimanên zikmakî nayê axaftin.

Zimanên di “bin xetera ciddî” da ne, tenê kal û pîr dizanin û diaxifin, zarokên wan bes fêm dikin lê neviyên wan tu fêmnakin.

Zimanên di bin “xeterek wehîm” da ne jî, tenê kal û pîr dizanin û karin biaxifin.

Gerînendeyê (Midûr) UNESCOyê Koichiro Matsaura wiha dibêje:

 “Bi mirina zimanekî gelek berhemên mirovahiyê yê çandî ya ne maddî (razber) jî winda dibin. Bi taybetî helbest, destan, gotinên pêşîyan û henek jî bi ziman ra winda dibin û vana ji bo civakekê mîrat û kevneşopîyên devokîne.

Zimanên winda dibin di derbarê gerdûnê da zanînên resen jî bi xwe ra dibin.”

Giringîya vê rojê, ji bo jîyana nirxên mirovahiyê bi taybetî jî balkişandina ser zimanên zikmakî ye.

 Lê mixabin, li ruyê cîhanê bi navê zordestiyê û nîjatperestiyê ji bo zimanên hindikahiyan û çandên cûda rêzgirtin û tolerans neme ye. Ev nêhirtina û sedemên wekî din,  nirxên mirovahîyê li ser cîhanê her roj kêm dike. Di rastîyê da ya ku wenda dibe û her roj dimire û dihere perçeyek ji her civakê û ji her kesî ye.

Li ser ziman û çandên cuda helwesta Dewleta Tirk çi bû û çi ye?

Wek tê zanîn, proja Komara Dewleta Tirkîyê, ne projeyek netew dewlet bû, lewra li holê netewek tunebû, ji ber vê sedemê gere pêşî dewletek bahata avakirin, ji ber vê proja di sere damezrênerên komarê da projek dewlet netew hebû. Di diskura di sere wan da, li Tirkîyê tenê netewek he bû û ew jî navê xwe tirk, zimanê xwe Tirkî, ola xwe İslam û mezheba xwe jî Sunî bû. Lê ev gotara û hedefa ne rastîya Anatolyayê bû; di dîroka Anatolyayê da rastî, her dem pirzimanî, pirolî û pirçandîtî bû ye.

Ji bona damezrênerê Komara Tirk, ev rastîya him hebû, him jî tune bû. Tune bû lewra ji bo proja dewletek ya bingeha xwe li ser nîjatperestîyê ava bike gere ev rastîya tune ba. He bû; lê gere ev rastîya bi destê demûdezgeyên dewletê bi tundî an bi asîmîlasyonê, bi koçberkirinê an ji welat derxistinê be jî divê bi aweyekî di nav “qaşo piraniya Tirkan” da û di nav “çanda û zimanê Tirkî” da bahata pişaftin û bahata helandin.

Bi rastî ev proja, wek tê zanîn ku ji bo gelek ziman û çand û civakên ne ji ola Îslamê bûn em kanin bejin biser ket. Ji alîyên din ve, gelên ku ji Balkanan û yên ji Kafkasan û ji deverên din hatibûn Anatolyayê, ji bo nasnameyek serdest  xwe bi ziman û çanda tirk ve girê dan. Hindikahiyên ne ji ola İslamê bûn, wek Rûm, Ermen û Cihû li ber êrîş û gefên nîjatperestî heta salên 1960î bi awayekî ji mal û milkên xwe bûn û welat terk kirin. Yên mayin jî bi hijmarek kêm û dilşikestî di nav tirseka ji alîyên nîjatperestan ve hatibû çêkirin da qaşo jîyan û hîn jî dijîn..!

Li gor Atlasa UNESCO yê, di sere sedsala 20an da, li Tirkîyê 36 ziman dihate axaftin. Ji vana ziman mirîne û panzdeh ziman jî bi hawakî di nav xetereyê da ne.

Ji van zimanan Mlahsö (zarava Surî ya Tirkîyê), Greka Kapadokyayî û Ubihî li Tirkîyê ji sala 1950yî vir da mirine.

Yên hasasin û li ber xetereyê de ne; Abhazî, Adîgeyî, Kabartayî û Dimilkî (Zazakî) ye. Abazî, Ermenîya Rojava, Hemşînî, Lazî, Greka Pontûsî, Romanî û Sûretî di bin xetereyê de ne.

Zimanên di bin xetereya mezinde ne û li ber windabûyînê ne jî; Gagavûzîya Balkanên Başûr, Ladîno/ Jûdeo- Îspanyolî û Turoyayaî ye.

Ertevînî jî edî zimanekî mirî ye.

Di serê sedsala 20an da van zimanana, li Anatolyayê zindî bûn û dijiyan. Lê mixabin polîtîka nîjatperest ya red û înkar gelek ziman ji holê rakirin.  Bi rastî, bi van zimanan ra çand, berhemên civakî û fikr û raman jî qetil bûn.

Ne Makezagona Komara Tirkîyê û ne jî belgeyên navnetewî yê ku sistema dewleta Tirk xwe dispêrîyê – Peymana Lozanê jî di nav de ye-  rastiya gelê Kurd û daxwaza gelê Kurd ya ji bo “bi zimanê zikmakî perwerdehiyê” nikane ji holê rake, ji ber ku millete kurd milletekî li ser axa xwa milletekî xwecîh e.

Beriya ku em belgeyên navnetewî binirxînin û di derbarên van belgeyan de helwesta Dewleta Tirk bidexuyakirin, em li zagona bingehîn (destûr) ya Tirkîyê binêrin. Dewleta Tirk, daxwazên gelê Kurd û pêşniyariyên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, bi sedema sazkirina ev xalên makezagonê û bi sedema serwerîya xak û netewa Tirkiyê red dike.

 Felsefeya damezirandina komara Tirk li ser red û îkarê hatiye avakirin. Ev polîtîka bi hinek guhertinan be jî bi esasî hîn jî berdewam e. Ev felsefa di makezagonê (destûr)  da  xwe bi zindî nîşan dide.

“Makezagona Tirkîyê xala 3em: Dewleta Tirkiyê, bi welat û netewa xwe tevahiyek e û nê dabeşkirin.

xala 66an: Kesên ku bi pêwendiya hemwelatîbûyînê bi dewleta Tirk ve girêdayîne, Tirk in.

xala 42/1an: Tu kes, ji mafê perwerdehiyê û hînkirinê nête mahrûm kirin.

xala 42/9an: Ji xeynî zimanê Tirkî, tu ziman ji bo hemwelatiyên Tirk di saziyên perwerdehiyê û hînkariyê da  bi navê zimanê zikmakî nête xwend kirin û hînkirin.

Hukmên peymanên navnetewî veşartîne.”

Li gor destur-makezagona dewleta Tirk, kesên ku hemwelatiyên Tirkîyê ne Tirk in

Gor makezagonê Kurd û kesên ku hemwelatiyê Tirkîyê ne jî Tirk in.

Gava ku herkes Tirk in wê demê zimanê zikmakî yên hemwelatiyên Tirkîyê jî Tirkî ye û bê Tirkî jî tu zimanekî din bi navê “zimanê zikmakî” li sazîyên perwerdehiyê nête xwend kirin û hînkirin.

Gava ku mirov li peymanên navnetewî bi taybetî xalên li ser ziman û çand dinihêrin, di hiqûqa navnetewî ya mafên mirovan da sazkirina mafên çand û zimên gelekî di pêş da ye. Ev hewildana saziyên navnetewî yên ji bo mafê çand û bi zimanê zikmakî perwerdehiyê gelek pêywira jî dide ser milên dewletan ku ev peymanana vajo kirin e. Dewletên ku van peymanana vajo bikin û tekin warê cîbicîkirinê(mer’iyet), lazime di nav dewleta xwe da van erkana bîne cîh û astengiyên li ber mafên çand û ziman hene jî ji holê rakin û makezagon û zagonên xwe biguherînin. Ji ber vê yeke dewletên hevdem û demokratîk êdi nikane xwe ji van erkane dûr bixin.

Nuha em li van peymanên navnetewî yên mafê mirovan, mafê perwerdeyê, mafên hindikahîyan netewî, mafên gelen xwecîh, mafên olî din av xwe da pejirandî û helwesta dewleta Tirk ya ji bo van mafana çîye binêrin.

      1. Daxuyannameya Mafên Mirovan a Gerdûnî ya Netewên Yekbûyî
      2. Peyman û Protokolên Mafên Mirovan ya Ewrûpayê
  1. Peymana Navnetewî ya Mafên Sîyasî û Kesane(şexsî)

(Xala 1em li ser dîyarkirina(tayinkirina) ayîndeya gelan, xalên 2, 4, 24em li ser mafên zarokan û xalên 25, 26, 27an li ser parastina mafên hindikahîya ne.

Dewleta Tirk ev peymana 04.06.2003an da pesend (tesdîq) kirîye û 23.12.2003an da kirîye mer’îyetê( cibicîkirinê) Lê ji bona xala yekem beyan,  ji bona xala 27’an jî dûreperêz ( îhtiraz) nîşan da ye.

  1.  Peymana Mafên Aborî û Civakî ya Netewên Yekbûyî

Xalên 2, 13, 15an li ser mafê perwerdehiyê ye. Ev peymana jî, ji alîyê dewleta Tirk ve 04.06.2003an da hatîye pesendkirin û 23.12.2003an da kirîye mer’îyetê( cibicîkirinê) lê ji bona bicîhanîna vê peymanê beyan hatîye dayîn li dijî vê xalê dûreperêz(ihtîraz) nîşan da ye û ev xala 13min e ya mafê perwerdehiyê saz dike.

  1. Peymana Mafên Zarokan ya Netewên Yekbûyî

 (Ev peymana ji alîyê dewleta Tirk ve di 09.12.1994an da hatîye pesend kirin û  4.5.1995an da kirîye mer’îyetê( cibicîkirinê). Xalên 2, 7, 17an, ji bo zarok ji amrazên ragîhandinê yê giştî sûd wergirin, xala 29an mafên perwerdehiyê, xala 30yem jî, li ser mafên sûdwergirtina ku li ser cudahatiya ziman, ol û çandî hatîya sazkirin.

Dewlwta Tirk, ji bo xalên 17, 29 û 30emin dûreperêz (îhtîraz) nişan da ye.

  1. Peymana Netewên Yekbûyî ya Pêşîlêgirtina ji bo Her Cûre Cudahîkeriya Nîjatperestî. (Ev peymana ji alîyê dewleta Tirk ve 03.04.2002an de li ser xala 22 an bi dûreperêz (îhtîraz) nişandayîn hatîye pesendkirin.,
  2.  Peymana  Navnetewî ya di Perwerdehîye de li Dijî Cudahîkerîyê  (UNESCO)
  1. Peymana Derbarê Parastina Mîratên Çandî yê Nedîtbar (UNESCO)

 (Tirkîye hîn ne terefê van herdu peymana ne)

  1. Peymana Çarçove Hindikahiyên Netewî û Şerta Ewropayê ya Zimanên Heremî û Hindikahiyan. ( Ev herdu peyman ji aliyên dewletên ku endamê Konseya Ewrûpayê ne, hatiye îmze kirin. Lê ji aliyê Tirkîye ve nehatiye îmzekirin ku ew jî yek ji endamê Konseya Ewrûpayê ye.)
  2. Beyannameya Mafê Gelê Xwecihî ya Neteweyên Yekbûyî ( Tirkîyê vajo kirî ye, lê li ser xala 14an dûreperêz (îhtîraz) nişan daye.

11.Beyannameya Mafên Mirovan Ya Ewropayê Protokola pêvek ya yekem. ( Ev beyannama ji alîyê Tirkîyê ve hatîye qebûlkirin û erka Dadgeha Ewropayê jî hatîye qebûl kirin lê li ser xala 2em ya mafê perwerdehîyê saz dike da dûreperêz (îhtîraz) nişan daye.)

  1. Peymana Navnetewî ya Li Dijî Cûdahîkirina di Perwerdehîyê da Neteweyên Yekbûyî ( Tirkîyê vajo kirî ye, lê li ser xala 1 û 4an dûreperêz (îhtîraz) nişan daye ku ev xalaana li ser mafê perwerdehîyê ye)

Çima ev guman, îhtîraz nîşan dayîn, tirûşî û xweragirtin li dijî peymanên navnetewî?

Çima raberkirinek tund û nîjatperestî ji bo daxwazên bi zimanê Kurdî perwerdehî?

Wek tê zanîn, Komara Tirkîyê, li ser rastî û taybetmendiya pirzimanî, pirolî, pirçandiyek Anetolyayê nehate damezirandin û damezrênerên komarê ev taybetmendiya Anetolyayê liberçav negirtin. Di mîjo û stratejîya wan da ji bo dewletek ku ew dixwazin damezirînin da gere ev rastîyana nehata dîtin. Ji bo vê jî,  gere ev rastîyana bihate înkar kirin û di nav pêvajoyek pişaftinê da ji holê bihata rakirin. Ger van taybetmendiyana bên dîtin û bên qebûl kirin wê demê komarek ku kadirên damezrênerên komarê ji xwe ra kirine armanc wê nehata damizirandin.

Wek me li jor jî rave kir, li ber vê proja damezrênerên Komarê, astenga mezin gelê Kurd bûn. Damezrênerên Komarê jî ev rastîya baş dizanîbûn. Gava Komar bi vî şeklî hata damezirandin, wek tê zanîn Kurd bi tundî li dijî vê projê derketin, tekoşîn û serhildanên wan bi qetliyaman hate tepeser kirin.

Di Peymana Lozanê da tenê Rûm, Ermen û Cihû wek “hindikahiyên olî” hate qebûl kirin. Her çiqas mafê wanê olî û mafê perwerdehiya ziman hate dayîn jî, di nav pêvajoyê da ji wana gelekê wî bi şêweyekî mecbûrî hate koçber kirin û yên mayî jî bi polîtîkayên nîjatperest hate bêdeng kirin.

Gelên ji Qafkasan û Balkanan hatibûn jî, xwe di nav nasnameya Tirk de bi sitare kirin û bûn xwedî derfet û bûn kadir û rêvebirên komarê di brokrasîyê da, bi taybetî di nav sazîyên ewlekarîyê da û bazirganîyê da. Ji bo wana, Komara Tirkîye welatê wanê stare bû û di bin nasnameyaTirk da xwe ewla û bextewar dîtin û bibûn xwedîyê vê projeya Kemalîstan.

Lê Kurd bi hezar salabûn ku li ser welatê xwe bi cîh û warbûn û dijîyan. Welatekî wan, ziman û çand û kevneşopîyek wan hebû. Ji dîrokek bi hezar salan li ser axa xwe dijîyan û gelekî xwecîh bûn. Di dema Împaratorîya Osmanîyan da xweser (otonom) jîyabûn; lê mixabin bi pêvajoya Lozanê û damezirandina Komara Tirkîyê şûn ve xwe ji mafên sîyasî, çandî û netewî bêpar dîtin.

Saziyên dewletê, bi her amûrên ku di destê wan de ye hate ser gelê kurd. Bi amrazên ragîhandinê bi dibistanan, “bi xebatên unîversîteyan yê qaşo zanistîya beravojî” bi pradîgma dîrokek sexte, gelê Kurd hate red û înkar kirin. Wana di demek ne dûrûdirêj da tunebûna hesabê gelê Kurd kirbûn, lê derbasbûna di bin gelek zilm û zordarîya Dewleta Tirk da, Kurd her çikas koçberî Anatolyayê hate kirin û cî bi cî asîmîle bûn jî, daxwazên xwe yên netewî, sîyasî û çandî her çû bi şêweyekî zanistî û hiqûqî bilind kirin.

Yên komar damezirandibûn hinek tişt nehesibandibûn. Ew jî îrada gelê kurd, ziman û çanda wî ya qewîn û ya bi bavûkala ve girêdayî.

Ji ber vê yeke, daxwazên gelê kurd yên ji bo “bi zimanê kurdî perwerdeyî”, ji alîyê dewletê ve bi tûndî hate raberkirin. Îro ev daxwazîya meşrû, ahlaqî, mirovane û xwezayî ji daxwazên sîyasî zêdetir Dewleta Tirk dike tengasiyan. Lewra ev daxwaziya, him ji aliyê reya giştî û him jî ji aliyên reya navnetewî ve wek daxwaziyek meşrû û mirovane tê nirxandin û tê destek kirin.

Gere herkes bizane ku, destpêka çareserkirina kêşeya kurd, çareserkirin û naskirina ziman û çanda kurdî ye. Gava ku ziman bibe zimanê perwerdeyê û nasname bête qebûlkirin dê daxwazên sîyasî jî li dor geşbûn û pêşveçûna ziman wê derkeve asta daxwazîya netewî.

Dewlet dizane ku mafê ziman û naskirina nasnameya kurd wê rê li daxwazên netewî û siyasî jî veke. Ji bona vê gava ku daxwaza mafê zimên dibe dewlet hêç û har dibe û wê demê xwe dispêre makezagona xwe û hinek peymanên ku wê bê avêtin sergoya dîrokê.

Zimanê Kurdî rûmet û wîjdanê gelê kurd e. Ev rûmet û wîjdan li dij asîmîlasyonê çeka herî mezin e.  Kurd, gere vê rumetê ne wek mîrasê bavûkalê xwe lê wek deynê zarokên xwe bihesibîne.

Gava ku zimanê Kurdî ji holê rabe,  em êdî nikanin qala erdnîgarîyekê,  qala dîrokekê, qala çandek hevpar û ne jî qala ayîndeya netewa Kurd bikin. Gava em qala daxwazên gelê Kurd yên sîyasî bikin, divê daxwaza “bi zimanê kurdî perwerdeyê” wek mafekî sereke û ya mayîn û nemayînê di rojevê da bihêlin.

Di bin tunekirin û asîmîlasyonek dijwar da be jî, zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê gîhaye astek zimanê dewletî. Tenê ne li her perçeyê Kurdistanê, li dîyasporayê jî bi deste kedkarên zimanzanê Kurdî, Zimanê Kurdî bûye zimanê romanê, zimanê perwerdehiyê. Lê mixabin li Bakurê Kurdistanê, Zimanê Kurdî bi taybetî zarava kirmanckî(dimilkî- zazakî) û dû ra zarava Kurmancî di bin nîr û asîmîlasyona zimanê Tirkî da di bin xeterek gewre da ye. Bi pêşveçûyîna navgînên ragîhandina giştî û di bin perwerdaya bi zorî ya zimanê Tirkî da, zimanê Kurdî di pêvajoyek hasas û girîng da derbas dibe. Her çiqas bi dayina hinek mafên ne dîyar û pratîk wek “TRT Kurdî, biryara ji bo “zimanên dijîn” li zankoya vekirina estûtîyan, ji bo weşanên berhemên hunerî û wek dersa bijare di dibistanan da ji bo polen 5,6,7,8 an û hinek mafên ne dîyar û hwd. jî,  li Bakurê Kurdistanê, zimanê Kurdî di bin xetereyê de ye û divê hewildanên mezin, çalekiyên bibandor bên kirin wek gelê Bengiladeşî.

Li gor min, şert û mercên daxazên mafên ziman û çand di cîhana îroyin de hergî diçe dikeve rojevê dinyayê. Tu dewletên demokratîk nikane li ber van daxawazên mirovî û meşrû berxwe bide. Lewra dewletên di sedsala 20an da li ser fikrê netew dewletan hatin damezirandin, di nîvê duyem sedsala 20an da li ser Şerê Cihanê ya Duyem şunda, rastîya civakên xwe ditin û ji alîyên mafê mirovan da, xwe ji nû ve bi rêkûpêk kirin. Piretnîkî, pirolîtî, pirzimantî û pirçandîtî hate qebûl kirin û ev pêvajoya bi taybetî li dewletên demokratik heta îro bênavber hate berdewam kirin. Ji ber vê, Kurd çikqas karibin mafê bi zimanê Kurdî perwerdehîyê daxwaz bikin û bi dîplomasîyek xurt vê daxwazê li her platformên navnetewî û di nav Kurdistanê da di rojevê kin, serkeftina di vî warî da wê rê li daxwazên sîyasî jî veke.

Di demborîyek nêz da, Raporta Tirkîyê ya bi destê parlementerê Xiristiyanê Demokrat yê Hollandeyî Ria Ooman-Ruijten ve, ji Parlementoya Ewrûpyê ra hate amadekirin da tê gotin ku, gere li dibistanên dewletê û di sektora taybet da rê li ber zimanê Kurdî vebe û di jîyana sîyasî da astengên heyî jî ji holê rabe. Ev raporta ku pêşkêşî Parlamentoya Ewrûpayê hatiye kirin, ji aliyê Parlementoya Ewrûpayê ve hatîye pejirandin.

Dîsa çend rojên berê ji aliyê Komela Kurdî (Kurdî Der) ve li ser elfabeya Kurdî hinek afîş hate daleqandin; ev çalekiya bi rastî gelek deng da û bala raya giştî jî kişand. Zaroken Kurd, li ber bilborda wek ku tiştekî nû kifş bikin bi meraq û kelecanekê bextewariya xwe dîyar dikirin. Daxwazên mafê azadîya zimanê Kurdî bi her şêweyî gere ji rojevê dernekeve.

Çalakîyên ji bona dersa bijare ya Zimanê Kurdî hate kirin, îsal bi awakî bibandor di  nav raya giştî da cîh girt. Derxistina astengîyên ji layên rêvebirîyên dibistanan ve û ji bo perwerdehîya Zimanê Kurdî nebûna mamosteyan rastîyek kul i ber çav bû. Lê ji ber ku samîmîyete Dewleta Tirk bê deşîfrekirin, gere mafê ku heyî di her platformê da û bi taybetî li lav gele Kurd da tu carî ji rojevê nete derxistin.

Li Bakurê Kurdistanê her çikas erdnîgariya Kurd bi şêweyekî hatibe parastin jî, ji ber koçberîya bi dil û ya bi zorî hijmarek mezin ya nufûsa gelê Kurd di nav Tirkîyê de belav bûye. Bi taybetî Kurdên Anatolyayê û yên ku li welêt ketine bajarên mezin, mixabin di bin nîrê asîmîlasyonê da gelek taybetmendiyê xwe û bi taybet jî zimanê dayikê winda kirine. Pişaftina ziman û çand û nîrê zordariyê li ser nasnama Kurd berdewam e. Ev pêvajoya pişaftin û helandinê xetereyek mezin li ser nifşê nû anîye holê û nifşê nû hergî diçe ji ziman, çand û ji hizrê welatperwerîyê bidûr dikeve.

Ev rewşa ku Kurd tê da ye li ser daxwazên siyasî ji bandorek çêkirî ye.  Gava zimanê siyasetê û zimanê sîyasetvanan ne Kurdî be daxwaz û bernameyên sîyasî jî li gor vê rewşê xwe diperisîne.

Jîyana Zimanê Kurdî, hebûn an tunebûna gelê Kurd e. Heta ku ev mafê rewa bidest keve,  Kurd gere li her deverê welat û cîhanê di nav tekoşînê da bin. Ji bo vê jî gere her malek bibe dibistanek û her kurdek jî bibe mamostayek.

         

Çavkanî:

  1. Di Hiqûqa Netewî û Navnetewî de Mafên Hindikahîyan ( Mînoretan)

  (Waqfa  Lêkolînên Civak û Hiqûqê)

  1. ( www.ethnologue.com – www.unesco.org/culture)