Pêşgotin

Heger hinek kesên nekurd ji min bipirsin »kurd kî ne«, ez dê bibêjim: »Kurd miletek in ko eve dused sal in osmanî û sefewî, paşê jî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye bi piştgiriya Ewropayê û Rûsyayê dixwazin nesla wan ji ser rûyê erdê rakin lê belê bi ser neketin. Kurd miletekê qayîm e, xweragir e, serhildêr e, xudanesl û binyad e. Kurd di nêv agirê cehennema çar dewletan de; bi çiyayên xwe, bi zimanê xwe, bi pêşmergeyên xwe, bi alaya xwe û bi agirê newrozê serê xwe hildidin û têknaçin. Kurd miletekê jixwemezintir e.«

Eve çil sal in ko bîreweriya min ya siyasî heye û eve sih sal in ko aktîv rewşa siyasî, civakî, edebî û kulturî ya miletê kurd ji nêzîk ve teqîb dikim û gelek caran di nêv germahiya heqîqî ya bûyer û qewimînan de me. Ez bextewar im ko kurê vî miletî me, ez serbilind im ko çîroka jiyana min beşek ji çîroka vî miletî ye.

Miletê ko çîrokeka wî ya siyasî, yanî dozeka wî ya neteweyî û hikimdariyê nebe ew milet dê têkbiçe. Her kurdekê ko çîrokeka wî, yanî viyan û hirsa wî ji bo biserketinê nebe ew dê têkbiçe. Ev kitêb ne çîroka jiyana min ya şexsî ye, lê belê çîroka van bîst salên dawiyê ya miletê kurd e ko bi zimanê min, bi çavên min, bi fikra min û bi çîrokbêjiya min hatiye nivîsandin. Hertim ez ji bo kesên dî dibêjim »bibe çîrokbêjê xwe«. Tu hebûna xwe îsbat bike û dane ber çavên min da ez bizanim ko tu heyî.

Di sedsala bîstê de kurd miletekê xusirî bû. Dewleta Iraqê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê li ser axa kurdan û li ser cendekên kurdan hatin ava kirin. Brîtanyaya Mezin û dewletên ewropî bûn »dayînên« welidandina van sê dewletan û tepeserkirina miletê kurd. Lewra di avakirina Komara Kurdistanê li Mihabadê jî de kurdan xwe wekî »mitefiqa« Rûsyayê yanî Yekîtiya Sovyetan ya berê hesiband û careka dî xusirîn.

Di destpêka salên 1990-ê de û piştî operasyona hilweşandina rejîma dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisênî, li başûrê Kurdistanê kurd cara ewilî bûn mitefiqên heqîqî yên Emerîkayê û dewletên ewropî û hêdî li vê cîhanê bûn hevbeşên »biserketiyan« û dergehên nû ji bo kurdan vebûn.

Rûsya yan jî Yekîtiya Sovyetan ya berê hîç demekê nebûye dosta kurdan û xêra kurdan nexwestiye. Emerîkayê û dewletên ewropî jî gelek caran »xiyanetên« mezin li kurdan kirine û pişta xwe dane kurdan, lê belê di heman demê de ji mecbûrî be jî bûne terefdarên hebûna miletê kurd wekî deverên federal di çarçeweya van dewletên heyî de.

Bi qencî û xirabiyên wan ve em wekî miletê kurd îro li meydana siyasî ya cîhanê mitefiqên Emerîkayê û Ewropayê ne. Heger rojekê kurd dewleteka serbixwe ava bikin jî dê bi hevkariya Emerîkayê û Ewropayê be. Rûsyayê tenê ji bo rêlibergirtina têkdanên wê bînin bîra xwe û hesabekê jê re bikin.

Di vê kitêbê de gelek behsa başûrê Kurdistanê têt kirin ji ber başûrê Kurdistanê îro di meydana siyasî, stratejîk, aborî û eskerî de, serkêş û serwera hemî miletê kurd e û Emerîka jî dema ko hesabekî bo kurdên parçeyên dî dike li hemahengiya digel başûrê Kurdistanê difikire û wisa plan dike.

Miletek çiqasê »jixwemezintir« be jî ne bêyî kêmasî ye û di vê kitêbê de tu dê rexneyên nêvxweyî jî bibînî. Navê gelek kesan di vê kitêbê de derbas dibe. Her rexneyek hebe li karê wan kesan e û ne li şexsiyeta wan e. Hemî jî kurdên ezîz in û rêza min bo hemiyan jî heye.

Di van tekstan de tu dê zimanekê edebî ko bi rengdêran xemilandî be nebînî. Xweseriyeka zimanê min yan jî usluba min ew e ko bi komek û hevokên yekser dinivîsînim û konkret behsa meseleyan dikim. Hêvî dikim ko xwendevan – nemaze rojnamevanên kurd – bi hûrî li usluba nivîsandina van tekstan temaşa bikin û di karên xwe yê nivîsandinê de îstifadeyê jê bikin. Komek û hevoksaziya (sentaks) van tekstan li gor dirûv û ruhê zimanê kurdî ye.

Ji aliyê îmla û rastnivîsandinê ve jî zimanê kurdî ji zimanê tirkî cida ye û xwendevan dê şopa rastnivîsandina mîrê kirmanciya modern mîr Celadet Alî Bedir-Xanî di zimanê vê kitêbê de bibînin.

Her îsal, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kitêba rêberê kurd serok Mesûd Barzanî »Bo Dîrokê« bi wergera min çap bû. Ez piştrast im ko xwendevan hem ji kitêba serok Barzanî, hem ji malpera Nefelê û hem ji nivîsarên min yên dî usluba min baş nas dikin û zimanê vê kitêbê bi wan ne xerîb e.

Û xwendevan dê şopa botaniyê jî di zimanê vê kitêbê de bibînin ji ber ez ji Botan im û bi av û hewayê wê herêma li nik min qedirbilind mezin bûm.

Stockholm, 7-ê tebaxa 2021-ê