Agahiya ku qala Şerîf Paşa ligel 15 nas û hevalên wî yên swêdî dike di kataloga pêşangeheke bîranîna hunermend û nivîskar Albert Engström de cîh girtiye. Ev katalog wek pirtûk di sala 1941an de hatiye weşandin. Li gorî agahiya katalogê navê vê karîkaturê wiha bûye: “Navdarên Stockholmê li derveyî Hasselbacken” (Kända stockholmare utanför Hasselbacken). Hasselbacken navê restoraneke (loqinte) dîrokî ye ku li Djurgårdenê dimîne (taxeke Stockholmê). Ev restoran wê demê navendeke giring bûye bo endamên elîta Swêdê, gelek caran li wir civiyane. Djurgården ku ji giravekê pêk tê yek ji wan cîhên ku hêjayî dîtinê tê hesibîn û bi xweşikbûna xwe hatiye nasîn, bi taybetî dema bihar û havînan ev der dibe cîhekî seyran û gerê bo bi hezaran kesên swêdî û turîstan.

Hemû berhemên Albert Engström ji hezarî zêdetir bi pêşangeheke mezin li Mûzeya Neteweyî li Stockholmê hatine nîşandan (1941). Karîkatura Şerîf Paşa ligel hevalên wî bi nimreya 757an di kataloga pêşangehê de cîh girtiye (Albert Engström, Minnesutställning, Stockholm, 1941)

 

Ji kataloga pêşangeha sala 1941an (rûp.192)
Ji kataloga pêşangeha sala 1941an (rûp. 92)

 

Ne tenê ev karîkatura, qasî ku em zanin Albert Engström du karîkaturên Şerîf Paşa yên din jî çêkirine û bi vî awayî hejmara berhemên wî yên ku Şerîf Paşa nîşan didin derdikeve sê heban. Di vê kataloga pêşangehê de navên ji hezarî zêdetir berhemên wî yên wek nîgar, karîkatur, berhemên avî û boyaxên rûnî hatine nîşandan.

Di binê agahiya katalog de hatiye nivîsîn ku ev karîkaturê navdarên Stockholmê li dora sala 1900an hatiye çêkirin û orjînala berhemê li bal Doktor Carl Philipson bûye. Wisa xuya dibe ku dema pêşangeha sala 1941an ev berhem ji vî doktorî hatiye deynkirin û di pêşangehê de hatiye nîşandan. Ji der vê agahiyê tu agahiyeke din nekete destê min. Mirov dikare bêje  ku vê agahiya piçûk rê li ber min vekir bona ez vê nivîsê amade bikim. Ez bi salan li pey şopa vê karîkaturê ketim, min xwest vê berhema dîrokî bibînim, lê mixabin ez bi ser neketim. Min gelek pirtûk û çavkaniyên Albert Engström û yên li ser hunera wî raçav kirin bo ez rastî şopa vê berhema xweveşartî, wendabûyî û jibîrbûyî bêm, lê van hemû hewldanên min tu encam nedan. Min nikaribû mizgînîyekê bidim xwendevanan, heyranên mijara Şerîf Paşa û mirovên meraqdar yên wek min.

Li gorî vê agahiya jorîn navên van 16 kesên ku di karîkatur de xuya dikin ev in (birêzkirin li gorî katalogê ye):

1-Cherif Pascha (Şerîf Paşa, sefîrê osmanî li Stockholmê),  2-Johan Nordling (nivîskar),  3-Josef Sachs (bazirgan, avakarê firoşgeha NKyê), 4-Hjalmar Branting (sîyasetmedar, serekê Partiya Sosyal Demokratan),  5-Anna Branting (nivîskar, jina Hjalmar Branting), 6-Tecla Åhlander (şanoger), 7-Hans Hildebrand (arkeolog),  8-Albert Engström (nivîskar, wênesaz, karikatûrîst), 9-Hugo Valentin (dîrokzan), 10-John Forsell (stranbêjê operayê), 11-Harald Wieselgren (pirtûkxaneger), 12-Ellen Key (nivîskar), 13-Pehr Staaff (rojnamekar, rexnegirê şanoyê û şanonivîs), 14-Gustaf Fränckel (şefê Restorana Hasselbackenê, 15- Anders de Wahl (şanoger), 16-Hasse Zetterström (nivîskar).

Çawa li jor jî xuya dike çêkirê vê karîkatura Albert Engström bi xwe jî di nav vê koma kesayetiyên navdar de cîh girtiye. Ji ber ku me karîkatur nedîtiye, em tam nizanin ka wan kesan gelo çawa poz dane û ew bi kîjan kincan xuya dikin. Navê karîkaturê: “Navdarên Stockholmê li derveyî Hasselbacken” e (Kända stockholmare utanför Hasselbacken).

Restorana Hasselbacken. Hunermend Albert Engström dema çêkirina vê karîkatura wendabûyî pêşiya vê restorana dîrokî wek mekan ji xwe re hilbijartiye
Restorana Hasselbacken. Hunermend Albert Engström dema çêkirina vê karîkatura wendabûyî pêşiya vê restorana dîrokî wek mekan ji xwe re hilbijartiye

Restorana Hasselbacken. Hunermend Albert Engström dema çêkirina vê karîkatura wendabûyî pêşiya vê restorana dîrokî wek mekan ji xwe re hilbijartiye

Di dawiyê de min biryar wergirt ku ez wêneyên van 16 kesan berhev bikim, li gorî agahiya vê katalogê wan rêz bikim û bi pîşên (meslek, kar) wan ligel sala bûyîn û mirina wan li jêr wek albûmeke piçûk biweşînim. Min xwest ne bi karîkatur be jî qet nebe wan kesan wek komekê bi wêne nîşan bidim bo xwendevan hewa wan salan bikşînin hundirê xwe. Hêvî dikim ku ev nivîsa min û ev albûm bo peydakirina kopîyake vê karîkaturê jî bibe wesîle!

Bi saya van wêneyan min xwest ez we xwendevanan bibim destpêka sedsala 20an û bi kurtî be jî bi wêne û çend gotinan nasiya we bidim van navdarên Stockholma wê demê ku elîta swêdî pêk anîne. Karên wan rengînîke mezin nîşan dide wek sefîr, nivîskar, bazirgan, sîyasetmedar, şanoger, arkeolog, wênesaz, dîrokzan, muzîsyen, rojnameger. Di nav van navdaran de 3 heb jî jin in.

Hunermend Albert Engström dema rêzkirina van navan de wek kesê pêşîn (li serê çepê yê komê) cîh daye Şerîf Paşa û ew kiriye ”paşayê komê”. Mirov ji naverok û mijara vê karîkaturê derdixe ku Şerîf Paşayê kurd di van salan de li Stockholmê gelek populer bûye û zehf hatiye hezkirin. Albert Engström xwestiye vê elîta Stockholmê ya van salan bi karîkatur bi bîr bîne. Lê karîkatura vê komê wenda ye, tenê navên van kesên komê tên zanîn. Ji ber vê yekê min xwest ku piştî 126 salan van kesên giregir û bijarte wek li jêr bi wêne bînin bal hev bo sedsala me silavekê bide wan û wêneyên wan raste rast bi tevayî bibîne. Pêkanîna vê albûma jêrîn wek temsîl, jinûveçêkirinek (rekonstruksîyon) hêvî dikim kêfa temaşevanan zêdetir bîne. Ev wêneyê tevahiya komê bi rastî bedewî û xweşikîyeke mezin dide dîroka têkiliyên kurd û swêdî yên dîrokî û çandî.

“Navdarên Stockholmê” bi wêne
“Navdarên Stockholmê” bi wêne