Daxuyanîya Çapemenîyê Vîyana, 17ê Îlona 2024an Enstîtuya

24 Xelata Şerefnameyê ya sala 2024an – Perwîz Cîhanî

Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2024an roja şemîyê, 14ê Îlona 2024an dîyarî nivîskar, werger û lêkolînerê kurd yê qedirbilind Perwîz Cîhanî kir ji bo ked û xebatên wî yên demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de û bi taybetî di warê wergera ji zimanê Farsî ber bi kurdî ve.

Birêz Dr. Perwîz Cîhanî, ku zêdetirî çil salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, yek ji giringtirîn nivîskarên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê çand û zimanê Kurdî de bandoreka wî ya mezin heye.

Kurtejîyana birêz Perwîz Cîhanî

Perwîz Cîhanî, Sala 1955an li gundê Belesora Jêrîn ya bi ser bajarê Xoyê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatîye cîhanê. Debistanên seretayî û kutayî li bajarên Xoy û Selmasê xwendîye. Li zanîngeha Peyamê Nûr li Ûrmîyê ziman û toreya Farsî qedandîye û sala 1993yan karnameya karnasîya ziman û toreya Farsî ji wê zanîngehê wergirtîye.

Ji salên 1975-1981, 6 salan weke mamostayê debistana seretayî li gundên ser bi bajarê Xoyê xwandebêjî kirîye. Sala 1983-84 wek lêkolerê li ser jîyana koçerên Kurd li Sazumna Eșayirî ya Ûrmîyê da xebitîye.

Salên 1984- 88 li radiyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmîyê da weke nivîskar û bêjerên du bernameyên ferhengî xebitîye. Di gel karê radiyoyê sala 1984an di gel mamosta Hêmin Mukrîyanî li bajarê Ûrmîyê di Intișarata Selahedîn Eyûbî da kovareke Kurdî bi navê Sirwe, ku bi herdu zaraveyên Kurmancî û Soranî dihate weșandinê damezrandine. Deh salan ta 1995an weke cîgirê rêdaktor û berpirsê beşa kurmancî ya kovara Sirwe di Weşanên Selahedîn Eyûbî da xebitîye.

Sala 1995an bi neçarî ji Kurdistanê derketîye û li welatê Siwîsrayê bûye penaber. Salên 2002- 2005 li zanîngeha Zürichê li fakûlteya Felsefê beşa rojhelatnasîyê dest bi xwendinê kirîye. Çar salan weke mamosteyê ziman û toreya Kurdî li zanîngeha Mardîn Artuklu de dersên zimanê Kurdî ji bo xwendekarên lîsans û lîsansa bilind daye.

Mamoste Perwîz Cîhanî gelek pirtûk û berhemên wî weke gotar, helbest û kurteçîrok di gelek kovarên kurdî yên cur bi cur de hatine weșandin. Li gelek bajarên Kurdistanê û yên Awropayê semînar li ser ziman û toreya kurdî pêşkêş kirîye û di gelek konfiransan de beşdar bûye.

Hinek ji berhemên wî:

– Mem û Zîna Ehmedê Xanî Ûrmîye Weşanên Selahedîn Eyûbî sala 1987

– Nûbara Biçûkan ya Ehmedê Xanî Weşanên Selahedîn Eyûbî sala 1987

– Rênivîsa Kurdî bi herdu șêweyan, WeşanênSelahedîn Eyûbî sala 1988

– Peyam, komelekurteçîrok, Weşanên Bûyerên Rojhelat, Orient Realites, Swîsra/Isviçre 1997

– Ax Șilêrok, helbest, Weşanên Apec. Stockholm, Sweden, 1997

– Alole, komelekurteçîrok, Weşanên Doz, Istenbol, 2002

– Hezarav, ferhengek thematîk li ser Avê, Weşanên Doz, 2004

– Bilîcan, roman, Weşanên Doz, Istenbol, 2005

– Mem û Zîna Xanî bi șirove û rave, Weşanên Nûbihar, istenbol 2007

– Wergerra çarîneyên Omerê Xeyyam, Weşanên Nûbihar Istenbol, 20015

– Çîrokehelbest, ji folklora Kurdî, Weşanên Wardoz, Amed, 2019

– Biratîya Quling û Ruvî, berhevokek ji folklora Kurdî, Weşanên Sîtav, 2019

– Wergêrran dubeytîyên Baba Tahir, Weşanên Nûbihar

– Lêkolîn li ser Leyla û Mecnûna Sewadî, Weşanên Sîtav. Sala 2021

– Berawirdkarî li ser Mem û Zîna Hewramî û Beyta Mem û zînê ya Oskarman, Weşanên Peywend, sala 2022

– Wergêrran û dahênana Xosrew û Şîrîna Nizamî, Weşanên Nûbihar, sala 2023

– Wergêrran û dahênana Leyl û Mecnûna Nizamî, li jêr çapê ye – Wergêrran Şahnameya Firdewsî, berga yekem li jêr çapê ye – Şiroveya Dîwana Melayê Cizîrî ( li jêr edîtê da ye)

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurd:

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Xelata Şerefnameyê her sal ji alîyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya Kurdî pêşkêş dikin, tê dîyarîkirin.

Lîsteya Xelatgiran:

Sala 2018an, birêz Prof. Celîlê Celîl

Sala 2019an, birêz Şahînê Bekirê Soreklî

Sala 2020an, birêz Konê Reş

Sala 2021an, birêz Jan Dost

Sala 2022yan, birêz Firat Cewerî

Sala 2023yan, birêz Deham Ebdilfetah

Sala 2024an, birêz Perwîz Cîhanî

Enstîtûtya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

Navê fermî bi almanî “Kurdisches Kulturinstitut Wien”. Dezgeheka çanda Kurdî ya serbixwe ye. Ew di sala 2017an de ji alîyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên Kurd ve li welatê Awustiryayê bi armanca parastina kelepûr û zimanê Kurdî hatiye damezirandin.

Mebestên sereke yên Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ew in ku bikare çand, tore, huner û zimanê Kurdî bi xelkê Awustiryayî bide nasîn û têkilîyan di navbera welatîyên Awustiryayê û Kurdan de biafirîne û xurt bike.

Giringtirîn çalakîyên Enstîtuya Kurdî kûrsên fêrkirina zimanê Kurdî ji bo revenda Kurdî li Awustiryayê û şagirtên Kurd û yên bîyanî yên Zanîngehên Vîyanayê ne. Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê kûrsên zimên bi her du zaravayên Kurmancî û Zazakî pêşkêş dike. Kurmancî û Zazakî jî li ser sê astan tên hînkirin.

Ji bilî kûrsên fêrkirina ziman ve Enstîtuya Kurdî çalakîyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên Kurdî yên nû û birêvebirina gotûbêjan li ser wan. Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê bi mêvandarîya nivîskar, helbestvan, romannivîs û rojnamevanên Kurd radibe û derfetê ji wan re bi rêya konferans û hevdîtinan peyda dike, da ku ew berhemên xwe bi Kurdên dîyasporayê re parve bikin.

Ji bo Têkilîyan:

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê

Rêveberê Xelata Şerefnameyê: Salih Qitî

E-Mail: [email protected]

Telefona Vîyana: 0043660 7399395