“...Mîrata bilbilê vê sibê dixwîne bi sî û sê zimana...”

Fauna (alema ajalan) û flora (alema nebatan) di edebîyata kurdî de mijareke gelek rengîn û hezkirî ye. Bi vê nivîsê min xwest bala xwendevanan bikşînim ser mijara bilbilê ku di ziman, folklor û edebîyata kurdî de bi pirzimaniya xwe hatiye nasîn. Bilbil çivîkeke (çûk) koçber e, dema payîz nêzîk dibe wek gelek çivîkên din koçberî welatên germ û germîstanan dikin. Bi dengê xwe yê xweş hatiye nasîn.[1] Di zimanê erebî, farisî û tirkî de ji vê ajalê re bulbul tê gotin. Bilbil di edebîyata cîhanê de yek ji wan temayên rengîn pêk tîne.[2] Li ser mijara bilbilê li welatên din gelek xebat û berhem hatine amadekirin û weşandin. Wek mînak di Libris de (kataloga hevpar ya pirtûkxaneyên Swêdê), em rastî qasî 660 çavkanî û materyalên gelek jihev cihê tên ku  navê wan ji peyva “näktergal” ê (bilbil) re têkildar in. Ev 660 çavkanî li gorî gelek pîvanan hatine beşkirin bo karên xwendevan û lêkoleran hêsantir bibe, wek mînak em dibînin ku ji van 366 heb pirtûk in, 244 heb berhemên edebî ne…

Di folklora kurdî de bilbil

Bi giştî jî bilbil bi kanîna xwe ya xwendina gelek deng û melodiyan li ser pêkhatina hin form û cûreyên folklorîk jî bandûrek hiştiye, wek hin gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî: "Herkes bilbilê zimanê xwe ye", "Flankes wek bilbilan dipeyîve", “Her bilbil bi zimanê  xwe dixwîne”, “Bilbil kirine qefesa zêrîn dîsa gotiye ax welatê min” ... Têderxistinoneke (mamik) kurdî jî wiha dibêje: “Çi xaniyek damiştî, bilbil tê de rûniştî” (bersîvê wê: xanî: dev, bilbil: ziman). Hin gotinên pêşiya bilbil û ajalên din ji aliyê zên û xweşbûna dengan de ji hev cihê kirine, wek mînak “Bilbil anîne gîhandine kerê” û “Bilbil stra ker çû afira”.[3] Di warê niqaş, dîtin û dan-standinên li ser zimanê kurdî ev gotinên pêşiyan yên ku têkildariya wan bi mijara bilbilê û ziman re hene dikarin di pêşerojê de bo dîroka zimanê kurdî kêrdar û rênîşandar bin. Em di lîsteyên nav û paşnavên kesên kurd de jî rastî navê Bilbil tên, wek mînak paşnava zimanzanê kurd Mîkaîl Bilbil bala me dikşîne, paşnav û karê wî xweş gazî hev dikin. Bi navê Bilbilê nehiyeke girêdayî Efrînê jî li Rojavayê heye, mimkûn e cîhine din jî li Kurdistanê dîsa hebin ku navên wan Bilbilê ayn jî Bilbil be. Komek dengbêj û hunermendên kurd ên mêr û jin wek “Bilbilê Kurdistanê” û “Bilbila Kurdistanê” hatine navandin, mîna Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Mihemed Arif Cizrewî, Eyşe Şan, Mihemed Şêxo...

Bilbilên nêr bo li hemberî çivîkên din warên xwe biparêzin û bo bilbilên mê cezb bikin û bala wan bikşînin bi taybetî êvaran zêdetir dixwînin, ev hewldanên wan wek gazî û bangekê jî dikarin bê hesibînin. Dema bilbilên nêr û mê cot dibin, tên bal hev dengê wan herderê hildide. Li ser daran diwîtin û dixwînin bo dema kurkê kêfa bilbila mê bînin. Ew melodiyên wan yên kurt wek qudretekê, wek huner û zar-zimanekî hatine nirxandin. Mijara bilbilê di edebiyata gelek netewan ya devkî û nivîskî de cîh girtiye. Di zaravayê kurmancî de bi piranî jê re dibêjin bilbil, lê di ferhengên kurdî de em rastî peyvên wek endelîb û tûteber jî tên.[4] Peyva endelîb ku hevwateya bilbilê pêk tîne ji erebî hatiye ketiye nav kurdî, wek mînak di destana Xelîl Begê de em rastî vî navî tên:

Sube ye xunav li gelî

Endelîb (andelib) dixûnitin digel bilbilî

Ezê biçime tewafa gerdenê hemayilî…[5]

Pirzimaniya bilbilan

Cara yekem mijara bilbilê berî çend salan bala min jî kişand. Divê em li vir dîyar bikin ku di zimanê edebîyata kurdî ya devkî û nivîskî de têgeha pirzimaniya bilbilan bi wateya pir-dengî, pir-awazî û xwendina pir-melodiya wan îfade dike. Rêza kilameke kurdî bandûreke mezin li ser min hişt. Dengbêj Şeroyê Biro di rêzeke kilama bi navê “Li min li min” de wiha digot: “...Mîrata bilbilê vê sibê dixwîne bi sî û sê zimana”. Çima “sî û sê ziman (33) ?”. Belkî jî ev yek dixwaze hejmara rojên di mehekê de hene yan jî  hejmara hebûna 32 diranan di devê mirov de nîşan bide, derxe pêş.

Weylê dînê wezê navê te nizanim

Divêm Hewê, li min li min divêm Hewê

Oy de vê sibê mîratê bilbilê dixwîne sî û sê zimana[6]

....

Piştî ku ez di çend kilamên kurdî yên din de jî rastî vê pirzimaniya bilbilan hatim mijarê zêdetir bala min kişand. Di kilameke kurdên Serhedê de min dît ku bilbil vê carê qasî bi çil û çar (44) zimanan dixwînin:

Li vî erdî

Li vî erdî, li vî ezmanî

Bilbilê malxirab rûniştiye serê darê

Dixûne bi çil û çar zimanî

Keç kulmalbavê, duakî rebê li alemê jorîn dikim

Hûn bên -amîn

Bûka mala bavê min bibyayî

Helal li vî canî…[7]

Di şaxeke din ya heman kilamê de vê carê hejmara zimanên ku bilbil dixwînin dighêjin sêsed şêst û şeş (366) zimanan. Ev yek tavilê jimara rojên ku di salekê de hene, tîne bîra me:

Lê, lê dînê

Vî erdî, vî ezmanî

Mîratê bilbil sekiniye

Ser belgê gulê minra dixûne

Sêsed şêst û şeş zimanî

Tu dînî, dînî. Tu dînî…[8]

Di ziman û edebîyata gelên din de jî ev pirzimaniya bilbilê derdikeve pêşberî me, wek mînak Fînlandiya peyva bilbilê bala me dikşîne. Di zimanê fînlandî de bo bilbilê satakieli tê gotin (sata: sed, kieli: ziman) ango çivîkeke ku di wateyeke mecazî de sed zimanî dixwîne/distrê. Wek xuya dibe peyva sata dişibe peyva kurdî sed jî. Mirov gelek meraq dike gelo ev peyva hînd-îranî “sed” çawa hatiye ketiye nav zimanê fînlandî ku wek zimanekî koma ural-altay tê hesibîn? Piştî hin lêkolînan min dît ku ev navê bilbilê yê fînlandî sata ji peyva ćatám ya zimanê kevnar ê hind-îranî hatiye wergirtin û ketiye nav tûrikê xizna zimanê fînlandiya nûjen. Ne tenê ev peyva fînlandî ku bo bilbilê tê gotin, nivîskar Berjin Haki bala me dikşîne ser peyva hezarawaz jî. Di zimanê edebî de bi taybetî di zimanê hunera helbestvaniyê de bo bilbilê peyva hezaravaz (hezar deng) jî tê bi kar anîn, ango çivîka ku hezar dengan derdixe.[9] Li ser vê mijarê di romanekê de qala serpêhatiya vê bilbila hezaravaz tê kirin. Li gundekî herêma Wanê jinek hebûye ku zarokê wê çênebûne, ew jî çûye bin dara gûlê, li wir bi girî derd û kulên xwe ji gul û bilbilê re vegotiye. Ew li wir fêr dibe ku şahê bilbilan wefat kiriye, navê wî hezarâvâz bûye. Piştî vê hevdîtinê êdî nivîskar dest pê dike çîroka “Bûka Zer û Hezarâvâz” vedibêje. Çîrok yek ji wan berhemên balkêş pêk tîne ku li ser bilbilan hatiye gotin.[10]

Ev agahiyên jorîn dewlemendî, curbecûrî û aloziya melodiyên bilbilê bi vekirî eşkere dikin. Em zanin ku di repertuara bilbilê de bi sedan bang û dengên cuda hene. Ev pirzimaniya bilbilan, wek sembol dikare alîkariya me jî bike bo têgihîştina me ya pir-zarava û pir-devokiya zimanê kurdî. Kî zane belkî jî di pêkhatina ziman, muzîk û evînî de bilbilan berî mirovahiyê roleke ku heta niha jî nayê zanîn, lîstine!

Gul û bilbil

Bilbilên Cizirî, Xanî û Teyran: ên hevêş, hevderd û hevdeng

Mijara bilbilê di edebîyata kurdî ya klasîk û ya modern de mijareke balkêş e. Mirov dikare bêje ku her helbestvanekî kurd xweyê bilbilekê ye. Evîna bilbilê ji bo gulê bê sînor e, ji ber reng, bedewî û bîna gulê bilbil tim û tim serxweş e. Têkiliya di navbera van herduyan de serpêhatiya evîn û bêrîkirineke bêdawî û xurt tîne zimîn, wek vê gotina pêşiyan “Bilbil mir, gul çilmisî” ku her tiştî eşkere dike.[11] Di Dîwana Melayê Cizîrî de li baxçeyê gulan, li ser çiqlên gulan em gelek caran rastî bilbilan tên. Bilbil aşiq e, gul maşûq e. Ew nikarin ji hev dûr bikevin, bilbil cevherê gulê ye. “Gerçi bilbil cewherê zatê gul e. Lê gulê rewneq ji işqa bilbil e”[12] Li gorî Melayê Cizîrî bilbil çav berdidin gulan, lê ew bi xwe gulek û kulîlkeke narê dixwaze. “Bulbulan sed gul di çavin, çav li sed gul dî dikin / Min di baxê gulîzaran yek gul û gulnarî bes”[13]. Dema bihar tê li gorî Melayê Cizîrî qîrin û qîjîna (qal û şer) bilbilan zêde dibe[14] û carina jî ew xwe û bilbilan dide ber hev, xwe di dinya bilbilan de dibîne, xwe dişibîne bilbilan: “Mînet ku ne wek bilbilan mihnetebes (derdkêş) im ez”.[15]

Ehmedê Xanî yek ji wan helbestvanên kurd e ku di berhema xwe ya navdar Mem û Zîn de bilbilê dide nasîn, xwendevanan li bax û baxçeyan digerîne. Di beşa 33an ya berhema Mem û Zîn de ne tenê hevderd, nivîskar dixwaze hevdengên xwe jî bibîne: “Hevdengê min e ew, navê wî bilbil”.

...

Fersendeke xweş e ku em biçin û bikin geşt û seyran

Da em temaşe bikin li lawirên kûvî û li teyran

 

Me bîhistiye ku teyrek heye, di baxçeyan de dijî

Wek rengê qijikan reş e bextê wî jî

 

Lê jar û bêhêz e, bêmecal û bêtawan e

Ji ber evîna rûyê gulên sor bengî û perîşan e

 

Bi rojan dike hewar û dike zarî

Û xwîna xwe dixwe bi şevên tarî

 

Tim û tim dike qîrîn û xûle-xûl

Hevdengê min e ew, navê wî bilbil

 

Hevderdekî qenc e ehlê hal e

Dermanekî derdê min li bal e

 

Dilo, were em biçin nepenî, haydar nekin çû kesan

Hêj ku di laşê me de heye giyan

 

Belkî bi nesîhet û şîretan ew bilbil

Me azad bike ji qeyd û zincîran, hêsa bike li me dil.[16]

Ehmedê Xanî wek li jorê jî xuya dike bilbilê wek hevderdekî xwe û wek hevdengekî xwe dihesibîne, gelek nêzîkî xwe dibîne. Mirov dikare bêje ku bilbil tenê nebûye “hemderd” û “hemdeng” ên wek Ehmedê Xanî, bilbilan ev derd û deng bi dorberê xwe re parve kirine û gîhandine me xwendevanên kurd jî.

Helbestvan û dengbêjê navdar Feqiyê Teyran jî di hin helbestên xwe de cîh dide bilbilê, bi vî awayî bilbilê bi me xwendevanan dide nasîn. Li rêzên jêrê mirov bi rehetî fam dike ku “jan û derdê” bilbilê çi ye? Ew aşiqê gulê, gul maşûqa wî ye. Ev aşiq û maşûq bi sedsalan di edebîyata gelên Rohilata Navîn de bûye mijareke hezkirî:

Feqe û bilbil

...

Bilbil dîsa xeber da

Qismet cara ewel bû

'Aşiq bûme li werda

Maşûqa min sorgul bû

Dikêşim jan û derda

Lew min birîn di kul bû…[17]

Ne tenê di helbestan de, di berhemên wek roman, serhatî û cureyên din yên edebîyatê de jî ev mijara derdikeve pêşiya me. Nivîskarê namdar Yaşar Kemal di romaneke xwe de cîhekî fireh dide helbestvanê kurd Feqiyê Teyran. Yaşar Kemal di cîhekî de wî bi “Dengbêjê Teyran” dide nasîn. Wek tê zanîn Teyran û Kemal herdu jî ji herêma Wanê ne.[18] Di romaneke wî de tê gotin çivîkek heye ku gelek kesan tenê dengê wî bihistîye, lê belê ew bi xwe nedîtiye. Feqiyê Teyran jî li pey şopa vî teyrê efsûnî dikeve, Kurdistanê serobino dike bona wê bibîne. Ew dibe pisporekî dengan, awaz û zimanan. Di dawiya vê beşa romanê de nivîskar têzeke balkêş pêşta dikşîne:  “Ji avabûna dinyayê vir  de heta niha zimanê teyran yek Silêman zanibû û yek jî Feqiyê Teyran zanibû”.[19] Belkî vî dengbêjê çivîkan zimanê bilbilê jî zanibûye!

Bilbil: Perçekî edebîyata kurdî ya protestoyê

Çawa em dibînin gelek kelbestvanên nûjen hêviyê ji bibilan dikin. Mijara bilbilê di berhemên gelek nivîskarên nûjen ku li dora kovara Hawarê de berhev bûne derdikeve pêşberî me, wek mînak du helbestên Cegerxwîn bala me dikşînin wek Bilbil û Gul[20], Ez û Bilbil.[21] Ji van berheman hinek bûne mijara perçeyên stranên hezkirî ku bi salan di nav gel de, ji aliyê dengbêjan de hatine gotin. Herdu peyvên bilbil û gul wek xuya dike bi tîpa -l diqedin û ji ber vê yekê di gelek helbestan de kafîyê pêk tînin. Her çiqas kelemên (strî) gulê bilbilê biêşînin jî bilbil li hemberî van dijwariyan disekine, dilsoziyeke mezin nîşan dide. Evîna di navbera wan de gelek caran gotina dil tîne bîra mirovan û ev peyv jî bi tîpa -l diqede: bilbil, gul û dil. Dema çivîk dixwînin, ew herwiha rengekî mezin didin şahiya hatina biharê û demên ronak. Nivîskar û helbestvanê kurd Osman Sebrî dema di helbesta bi navê Bihar de qala hatina vê demsalê dike, dibêje: “Tev rabûn teyr û tû” û bilbilê jî wek dengbêjekê dide nasîn:

...

Bilbil dibe dengbêjê wan,
Dike qîrîn ji dil û can.
Pîroz dikin rojên ji hev,
Hîn xweştir e bihara şev...[22]

Yek ji vê nifşê jî Seydayê Tîrêj e. Helbesta wî ya bi navê Bilbilê Dilşadî heta niha wek perçeyekî mûzîkê ji aliyê hunermendên wek Şivan, Xecê û Alîn... de hatiye gotin. Seydayê Tîrêj di vê helbesta dirêj de bilbilê wek “bira”, “birader” dibîne, gazî wî dike: “Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar”. Li ber bilbilê digere bo ku ew bê hawara welêt, li dijî hêzên neyar û dijmin bike qîrîn. Helbestvan dixwaze ew bi wî dengê xwe yê xweş bê alîkariyê û ew dengê xwe bilindir bike. Seydayê Tîrêj li vir gilî û gazinên xwe jî rêz dike. Ew bi vê daxwazê bêgûman giringiya yekitiyê derdixe pêş û dixwaze wan bilbilan seferber bike bo xelasiya kurdan: 

Bilbilê dilşadî

Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e
...
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
...

Meydane ji bo hirç û çeqel, rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar

Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e.

Di nîvê vê helbesta dirêj de ku li jorê mirov dixwîne Seydayê Tîrêj bedbîn e. Lê nîvê din yê helbest de li jêrê ew êdî bûye kesekî hêvîdar, hejmara peyvên wek ronahî, nûr, tîrêj, rewşan, fetl, siberoj û hêvî zêdetir dibin. Hêvîya wî gelek ji bilbilê heye, mirov dikare navê helbestê Bilbilê Dilşadî wek “Bilbilê rind” jî bixwîne:

  ...

Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e

Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

Rewşen kirî Kurdistan,bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e[23]
…

Qîrina bilbilan hêvîke mezin peyda dike. Ji ber vê Seydayê Tîrêj berê xwe dide bibilê, li ber digere û jê tika dike were meydanê: “Gorî (canbexş) te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar”ê!

Tê gotin ku ji ber xweşbûna dengê bilbilê, ew xistine qefeseke zêrîn, demekê tê de maye, lê bilbil gelek aciz û xemgîn bûye. Vî cezayî di dawiyê de kakilê vê gotina pêşiyan pêk aniye: “Bilbil kirine qefesa zêrîn dîsa gotiye ax welatê min”. Serpêhatiya bilbilê ku di kilama Bilbilo de cîh girtiye ji aliyê hunermend Aramê Tîgran de wek stran jî hatiye gotin.[24] Bêwelatî, zordestî û perîşaniya gel di kilamê de mijareke sereke ye, hertim rewşa kurdên koçber ku li dûrî û xeribiyê dijîn, aniye ber çav û bîra me. Min ji strana Bilbilo gelek hez kir, bi taybetî jî rêza “....Perîşano, de sêwîyo, mihaciro”, di dawiyê de min ev rêza di destpêka pirtûkeke xwe de wek epigraf jî bi kar anî.[25]

Bilbilo

Hey lê, lê wayê birîndaro bilbilo
Wê bayê lêxist, hêlîn tev xerakiro
Perîşano, de sêwîyo, mihaciro
Tu bi hesreta hêlîna keviro

Bilbilê reben gune ye nalîlîn e
De xema şalûr e, ji xwe re xweş dixwîne
De derdê bilbilê ne qefesa zêrîn e
Wetanê xwe ra bi kul û birîn e.

Hey lê le wayê gidî bilibilo ax û ax
Tu çima mayî wisa bê dar û şax
Tu reben î gune yî, tu sêwî yî
Stara te tune tu bê ci yî.[26]

Di naqarata kilama bi navê Koçero Bilbilo Lo de jî ev temaya dûrî û xeribiyê derdikeve pêşberî me guhdaran:

Bilbilo lo, koçero bilbilo

Bilbilo lo, xerîbo bilbilo

Bilbilo lo, mehkimo bilbilo

Bilbileke din

Bilbil di edebîyata kurdî de bi hesreta welat û azadiyê dijî, bi vî awayî ew di helbestên gelek nivîskaran de dibe sembola welatevînî û azadiyê. Gul jî gelek caran Kurdistanê temsîl dike. Li gorî lêkolînekê bilbil bi wateyeke fireh hebûna hunermendên kurd (dengbêj, helbestvan, vebêjên destan û çîrokan) tîne zimîn.[27] Ji ber vê veguhirîna helbestî bilbil di edebiyata kurdî de zêdetir dikin qîrîn û gazî.  Helbestvanên kurd ev qîrînên bilbilan wek bang û gaziyên polîtîk nirxandine. Helbestvanên kurd di salên tengasî, dijwarî, şer û serhildanan de ji bilbilan alîkarî, piştgirî, medet xwestine bo ew bên hawara wan. Helbestvan hêviya bilbilan mane bo ew bi deng, qîrîn, xwendinên xwe û bi vê sîstema wan ya sîgnalan bên alîkariya wan. Bi vî awayî bilbilan bi salan di helbestvaniya kurdî ya nûjen de wek tema cîhekî berbiçav girtine, entegreyî hest û ramanên welatparêzî û neteweparêziya kurdî bûne. Ne tenê koma kurdan, bilbil bûne dengê hemû bindest, hejar û tengezaran. Di dewrên dijwar, bêçaretî û bêgaviyê de kurdan, dengbêjan ve helbestanvan û  çawa me li jorê dît ji hemû hêzên jîndar alîkarî xwestine, ji çûkên difirin jî!

Encam

Di vê nivîsê de min xwest ku li ser zimanê bilbilan re balê bikşînim ser wan zordestiyên ku ev 100 sal e ku li bakurê Kurdistanê li hemberî zimanê kurdî her berdewam kiriye û niha jî dike. Zimanê bilbilan her hebûye/heye, lê belê zimanê kurdî bi salan wek “zimanekî tune” li Tirkiyê hatiye hesibînin. Ne tenê bi nivîskî, gelek caran axaftina vî zimanî jî hatiye qedexekirin, ev ziman bi navine bêteşe hatiye navandin, wek zimanê çîya, zimanê melez, zimanê nedîyar, zimanê nefambar, zimanê nenas, zimanê nefermî, zimanê neqanûnî, zimanê qedexe, zimanê neziman...

 

 


 


[1] Hûn dikarin li vir dengê bilbilan bibihîsin: nhttps://www.xn--lintujen-net-ocba.net/satakieli/?type=laulu-645

[2] Yek ji van berheman serhatiyeke nivîskarê îngîlîz Oscar Wilde (1854-1900)  ye. Di vê serhatiya trajîk a bi navê Bilbil û Gul de bilbilek dixwaze alîkariya evîna xort û keçekê bike, lê hewldanên wê di ro de diçin, ew belasebeb dimire.

[3] Hecîyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, 1985, rûp.96.

[4] Zana Farqînî, Türkçe-Kürtçe Sözlük, Enstitûya Kurdî, 2000, rûp.217-218. Li vir di wergera gotineke pêşiyan ya tirkî de dêvla bilbilê bi xeletî peyva quling cîh girtiye: Bülbülün çekiği dili belası: “Çi tê serê quling ji qîrîna quling e”.

[5] Rohat Alakom, Evîneke Romantîk-Trajîk: Şaxên Destana Xelîl Begê. Nûbihar, nr. 140/2017, rûp.12-21. 

[6] Cewat Merwanî, Stranê Arşîva Radyoya Erîvanê-4, DMK, 2020, rûp.728. https://www.youtube.com/watch?v=LU_0bM0mgVI&list=RDLU_0bM0mgVI&start_radio

[7] Hecîyê Cindî, Kilamê Cimeta Kurda, 1975, rûp. 71.

[8] Hecîyê Cindî, rûp. 20.

[9] Hezaravaz navê koma ”Hezaravaz Ensemble” ya hunermendê kurd Adnan Karim e jî.

[10] Berjin Haki, Tersine Akan Zaman III, Zilan’ın Son Mevsimi, Sınırsız, 2025, rûp. 29-36. Ev roman ji 3 cildan pêk hatiye.

[11] Hecîyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, 1985, rûp. 96.

[12] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan (Metnê kurdî & Türkçe Tercümesi), Nûbihar, 2008. Ji tîpên erebî latînîzekirin: Selman Dilovan, Kürtçeden Türkçeye Çeviren: Osman Tunç, rûp. 69.

[13] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, rûp. 352.

[14] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, rûp. 328.

[15] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan, rûp. 332.

[16] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn. Wergêrê tîpên latînî û kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, 1995, rûp.457. Me li vir ew rêzên Ehmedê Xanî bi kurdiya xwerû ya M. Emîn Bozarslan, pêşkêş kiriye.

[17] M. Xalid Sadînî, Feqiyê Teyran (Jiyan Berhem û Helbestên Wî), Nûbihar, 2022, rûp.154.

[18] Rohat Alakom, Rastîhevhatina du waniyan: Feqiyê Teyran û Yaşar Kemal, rupelanu. com, 4-6-2022 (Berê di “malpera duvar” de derketiye).

[19] Yaşar Kemal, Karıncanın Su İçtiği, Bir Ada Hikayesi II, Adam Yayınları, 2003, rûp. 374.

[20] Cigerxwîn, Hêvî, Weşanên Roja Nû, 1983, rûp.63-64.

[21] Cigerxwîn, Dîwana Yekan: Sewra Azadî, Weşanxana Deng, 1992, rûp.192-193.

[22]  Osman Sebrî, Elifbêya Kurdî, Şam, 1955, rûp. 51.

[23]  Seydayê Tîrêj, Dîwan (Xelat, Zozan, Cudî), Peywend, 2014, rûp.120-121. Ji bo zimanê helbestê li vê nivîsê binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2024/08/09/zimane-helbesta-bilbile-dilsadi-ya-seydaye-tirej/

[24] Cewat Merwanî, Stranê Arşîva Radyoya Erîvanê-3, DMK, 2020, rûp.61. https://www.youtube.com/watch?v=N1zSThDHXoY

[25] Rohat Alakom, Silêmanê Kurd, Apec, 2019. Pirtûk li ser zarokekî kurd e ku di sala 1918an de dayîk û bavê xwe di şer de wenda dike. Ew wek zarokekî sêwî ji herêma Qersê derdikeve paşê li ser Gurcistan û Ukraynayê re tê Swêdê (1929).

[26] Aramê Tîgran di hevpeyvînekê de dibêje: “Besteya pêşîn ku bavê min daye min perçeyê Bilbilo ye”, Yeni Özgür Politika, 9-8-2018.

[27] Abdurrahman Gümgüm, Kürt Edebiyatında Şiir Ve Halk Şarkıları Tahlilleri, Nûbihar, 2022, rûp. 178.