Dixwazî em bêjin “pirsgirêka mafên kurd”, “lêgerîna çareserîya mesela kurd”, “demokratîzebûn” an jî mefhûmekî din, dema ku em behsa çareserîya pirsgirêka kurd yan jî çawanîya çareserîya wê bikin, ku em dîroka bihûrî yan jî bi kêmtirîn bûyerên dîroka sedsala dawî di ber çavê xwe re negrin, nemimkune em meseleya kurd rast têbigîjin û çareserîyek ji wê re bibînin. Bêguman di nivîsekê wisa de nemimkune em bi berfirehî behsa dîroka kurdan û di dîrokê de têkilîyên kurd-tirkan bikin. Lêbelê dema ku em hinek tiştan bibîrneyînin, em nikarin di gengeşîkirina li ser pirsgirêka kurd de rêbazekî dirist û zemîneke rasteqîn a çareserîyê peyda bikin.
Kurd xelkekê qedîm ê Rojhelata Navîn û Mezopotamyayê ye û di navbera dewletên Turkiye, Îran, Iraq û Suryeyê de hatine parçekirin. Kurd di vê herêmê de bi tevî ereb, faris û turkan xwedî nifuseke herî zêde û miletekî bêdewlet e. Di gelek belge û ewraqên dîrokî de cografya ku kurd li ser jîyane bi navê “Kurdistan”ê hatîye dîyarkirin û naskirin. Ji ber ku di vê nivisînê de dîyarkirina hemû belgeyan nemimkun e, ez dixwazim wek mînak tenê behsa çendek ji wan belgeyan bikim ku xwendevan jî bi hêsanî dikare wan bidest bixîne. Mîsal; di ferman û nameyên ku ji alîyê Padîşahên Osmanî ve ji “mîr” û serokeşîrên kurdan re hatine şandin de û heman demî di Nexşeya Asya Navîn a ku sala 1893ê ji alîyê Dewleta Osmanî ve hatîye amadekirin de Kurdistan û wîlayetên di nav herêma Kurdistanê de pirr bi zelalî hatine dîyarkirin. Her weha di pêvajoya damezrandina Komarê de jî, li ser navê M. Kemal û damezrênerên din, di name û têlgirafên ku ji bo kesên navdar, serokeşîr, roşinbîr û malmezinên kurdan hatine şandin de û di gelek komcivînên Meclîsê Mebusan de pirrî caran navê “Kurdistanê” hatîye bikaranîn û nivîsandin.
Yek ji sedemên herî girîng ê parçebûna kurd û Kurdistanê, jeopolîtîka cografya Kurdistanê ye. Mesela mafê kurdan yan jî “mesela Kurdistanê”, ji peymana sala 1514 ya navbera “mîrîtî”yên kurd û Dewleta Osmanî bigre hetanî pêkhatina sazûmana nû ya piştî Şerê Cîhan ê Yekem û îro, bûye meseleyek herî girîng û bitesîr a navbera dewletên herêmî û hêzên navneteweyî yên ku dixwazin li herêmê kontrola xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê mesela kurd, ji dervayê konjonktora sîyasî û herêmî ya îro, meseleya hebûnek dîrokî û sîyasî ye. Ev jî bi kurtayî, wek miletekî otantîk ê vê cografyayê, xwe bi xwe rêvebirina li ser xaka xwe ye, yan jî meseleya dewletbûnê ye.
Piştî Şerê Cîhan ê Yekem ji bo ku li Anatoliyê li hemberê Yonanan tevgerek bête rêxistinkirin Mustefa Kemal ji alîyê Padîşah ve hate wezîfedarkirin û bi keştîyê rêkirin bajarê Semsunê. M. Kemal dema ku digîje Semsunê, ji bo piştgirî xwestinê pêşîyê ji serokeşîr, malmezin û roşinbîrên kurd re têlgirafan rêdike. M. Kemal dema ku vê alîkarîyê ji kurdan dixwaze, pêre jî dibêje “di vê avayîya nûh de wê heq û hiquqê kurdan jî bêne nasîn”. Beşekî kurdan bersîveke erînî didin M. Kemal, lêbelê beşekî din jî bawerî bi Kemal nakin û dest bi pêkanîna rixistinên neteweyî dikin. Di destpêka Şerê Umûmî de Prensîbên Wîlsonî hatibûn ragehandin û herweha ji alîyê Bolşewîkan ve jî “mafê dîyarkirina çarenûsîya xwe” wek prensîbekî esasî yê fehma çepgirî û kominîstîyê hatibû dîyarkirin. Piştî Şerê Umûmî jî ev prensîb di hinek peymanên navneteweyî de hatibû pesendkirin. Kurdên miletperwer di çarçova vê konseptê de dest bi têkoşîna rizgarî û azadîyê kirin. Tevgera Qoçgirî(1919), Tevgera Şêx Mehmûdê Berzencî(1919-1930), bi serokatîya Xalid Begê Cibrî û hevalê wî Tevgera Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê(1925), Tevgera Agirî (192-1932) û Dêrsimê(1922-1938) ji bo pêkanîna vê armancê çêbûn. Hikumeta Anqerê û reîsê wê M. Kemalî digel Îngiliz, Firansiz û Bolşewîkan peymanên veşartî-aşkera pêkanîn û bi piştgirîya van dewletan jî tevgera rizgarî û azadîxwaz a kurd têkbir.
Piştî ku Anqerê Peymana Lozanê çêkir û Meseleya Musilê jî çareser kir, helwesta xwe ya derbarê kurdan hîn zelaltir dîyar kir. Ji wê gavê şûnde netewetîya turkan li ser bingeheka nijadperestî dest bi înkarkirina û tunekirina “ewê din” kirin. Salên 1926an êdî telaffûzkirin(bilêvkirina) navên etnîkî yên wekî kurd, ermen, laz, çerkez û wd. jî hate qedexekirin. Êdî dema ku M. Kemal behsê unûsrên esasî yên Komarê dikir digot: “Unsûrê esasî yê Komara me xelkê turk e”. Ev daxuyanî û daxuyanîyên wekî din dîyar dikin ku polîtîkaya damezrênerên Komarê, li ser înkarkirina grubên etnîkî û neteweyî yên din hatîye pêkanîn. Armanca esasî ya vê polîtîkayê, asîmîlekirin û turkkirina etnîsîte û miletên di nav sînorên “Mîasqê Mîllî” de ye. Ji bo pêkanîna vê armancê polîtîkayên ku hatin tetbîqkirin, tiştên ku hatin kirin bi mefhûmên wekî tenkîl, tehcîr, mubadele, înkar û asîmlasyonê hatin binavkirin.
Di encama polîtîka turkkirinê de kurd ji welat û xaka xwe hatin dûrxistin û bi zordestîyê hatin asîmîlasyonkirin. Di serî de bi rêya polîtîka Wezareta Perwerdeyî, rojname û televîzyonan naveroka peyvên “kurd” û “Kurdistan”ê di wateya “neyînî”, “paşvemayî” û “ne medenî” de li serê însanan de hate bicîkirin. Zimanê kurdan hate înkarkirin û qedexekirin, zayîna dayikên kurd û navdanîna zarokên wan jî bû mijara ewlekarîya neteweyî. Îro jî her roja ku zarokên kurdan diçin dibistanê mecbur dimînin ku bi nîzamekî eskerî rawestin û bêjin em “turk” in û bi turkbûna xwe bextewar in. Ev bûyer û tetbîqên wisa, di peymanên navneteweyî yên îro de wek “jenosîda kulturî” têne binavkirin.
Dîyar dibe ku di derbarê meseleya kurd de polîtîka Komara Turkiyê, di çaçoveya “endazerîya komelayetî” de li ser bingeha înkarkirin û asîmîlasyonê bûye. Ev bûyer û qewimandinên ku di dîroka Komarê de pêkhatine, mixabin ku 86 salan şûnde ji alîyê Serokwezîr Erdoxan ve wisa hatin îtirafkirin “bi salan li vî welatî tiştina çêbûn, nasnameyên etnîkî yên cûda ji welatê me hatin qewirandin. Gelo me bi vê yekê qezenc kir? Ku em rastîyê bêjin, ev yek encama fehmekî faşîzan bû.” Bi derengî be jî, li ser vê yekê li xwe mikurhatina Serokwezîrê Komara Turkiyeyê, ji bo çareserîya pirsgirêkan gavekî erînî ye. Di dawîyê de hem raya giştî ya turk û hem jî hinek rêvebirên dewleta turk têgehîştin ku ev 100 sal e, bi van rêbaz û polîtîkayên têne tetbîqkirin pirsgirêk çareser nabin.
Eger bi rastî jî hikumet bixwaze bi nîyeteke baş û ji dil û can “meseleya kurd” bi rêyeke demokratîk çareser bike, bêguman di rewşekî wisa de rêya çareserîyê pirr girîng dibe. Ji bo vê yekê, divê berîya her tiştî bêyî dîyarkirina xetên sor û sînoran, mesele bi awayekî azad hem ji alîyê raya giştî ya kurd ve û hem ji alîyê raya giştî ya turk ve bête gengeşîkirin. Herweha divê qasê hesasiyetên raya giştî ya turk, hesasiyetên raya giştî ya kurd jî li ber çavan bêne girtin. Dema ku ev gengeşîyên li ser meseleya kurd têne kirin, bi taybetî jî divê belge û arşîvên pêvajoya damezrandina Komarê ji bo lêkolîn û lêkolîneran bêne vekirin û meseleya kurd wekî encama bûyerên 25-30 salên dawî neye nîşandan. Lênêrîneke wisa tê vê wateyê(manayê), “meseleya kurd”, bi mesela bêçekdarkirina PKKê ve tête girêdan. Bêguman ji çarçoveya tûndrewîyê(şîddetê) derxistina meselaya kurd girîng e û pêdivîye jî, lêbelê ku “meseleya kurd” bi çekberdan PKKê ve bête girêdan yan jî herwekî ku DTP dibêje bi “azadbûna Ocalan” ve bête girêdan, ev dibe nerastî û şaşîyeke bingehîn.
Îro dema ku em pirsgirêkên wekî “lêgerîna çareserîya mesela kurd”, “demokratîzebûn” yan jî “lêgerîna çareserîya mesela ermenan” gengeşî dikin, bêguman ev yek ne li dervayê rewşa sîyasî ya navneteweyî ye û belkû jî tesîra navneteweyî ji hemûyan zêdetir e. Lewra ev pirsgirêkên ku îro têne gengeşîkirin, ji damezrandina Komarê vir ve di rojevê de ne. Em vê yekê jî dizanin ku di dîroka Komarê de pirsgirêkên bingehîn, bi îrade û dînamîka navxweyî nehatine çareserkirin. Û eger îro em di derbarê hewldanên çareserî û gengeşîya van pirsgirêkan de, bandora hêzekî derveyî yan jî bandora DYAyê bigerin, divê ev yek, di armanca sîyasî ya Dewleta Turk de bête dîtin, ku dixwaze wekî hêzeke herêmî di nav sîstema global de cih û rola xwe ya nû bigre. Ew alîyê navnetewî yê ku DYAyê tevlî vê pêvajoyê dike ev e. Divê lêgerîna derbarê çareserîya mesela kurd, çekberdan yan jî bêçekdarkirina PKKê û pêşxistina têkilîyên bi Hikumeta Herêma Kurdistanê re jî di vê çarçocê de bêne fikirandin û têgehîştin.
Di vê pêvajoya ku “mesela kurd” tête gengeşîkirin de, wezîfe û mesulîyetîya DTPê jî pirr girîng in. Lêbelê DTP di civîn û mitîngên xwe de helwestek teng û lawaz nîşan da; ji mesûliyetîyê reviya û ji bo çareserîya mesela kurd Ocalan derxist pêş. DTPê, bi vê helwesta xwe ji hemû dinyayê re dîyar kir ku ew xwe wekî subjektek(kirdeyek) sîyasî û muxetabê çareserîya doza kurd nabîne. Bi vê helwestê dîyar bû ku ji bo çareserîya mesela kurd projeyek DTPê tune ye û wê xwe bi mesela muxetabgirtina Ocalan ve kilît kirîye. DTP bi vê performans û helwesta xwe nîşan dide ku ew xwe wekî alîyekî îradî yê çareserîya mesela kurd nabîne, berevajî wî ketîye poszîyonek astengîyê. PKK û DTPê bi vê polîtîkaya xwe, daxwazên neteweyî-demokratîk ên civaka kurd, bi azadbûn û muxetabgirtina Ocalan ve girêdane. Ev jî tête vê wateyê ku ji bo PKK û DTPê, Ocalan li ser mileta kurd û daxwazên wê de ye. Têgehîştin û lênêrînek wisa, her gav dê li pêşîya hewldan û lêgerîna çareserîya mesela kurd de bibe asteng.
Îro, wekî pêvajoya Şerê Yekemîn e; hem di têkilîyên sîyaseta navneteweyî de hem jî li herêmê guherînên pirr girîng çê dibin; li Rojhelata Navîn û gelek herêmên jeopolîtîk ên din de ji bo desthelatdarî û ji nû ve parvekirina dinyayê, têkoşîneke dijwar tête kirin. Di destpêka vî sedsalê de kurdên ku welatê wan hatibû parçekirin, îro unsurên dînamîkek pirr girîng ê guherîna cografya sîayasî ya Rojhelata Navîn in. Cûdahîya îro ji pêvajoya Şerê Umûmî û Şerê Cîhan ê Duyemîn ev e; dema Şerê Sar xelas bûye, statukoya herêmî guherîye/diguhere, meseleya kurd û Kurdistanê di rojeva cîhanê de ye. Îro li ser çareserîya mesela kurd di çarçova modêla “federalîzm”, “serxwebûn”, “komara demokratîk” û “osmanîyetî/osmanîyetîya nû” de fikir û lênêrînên cûda têne gengeşîkirin. Hebûna lênêrînên cûda normal û pêdivî ye. Ya girîng ev e, ku rêbaza çareserî û pêşnîyarên cûda bi awayekî azad û di nav şertên wekhev de bêne gengeşîkirin. Kurd bi hezar salan e ku digel xelkên vê herêmê dijîn, bêguman naxwazin problemên xwe yên bi dewletên dagirker û serdest ên herêmê re bi rêya şîddetê çareser bikin. Bi rêya dîyalog û peywendîyan çareserkirina probleman, rêbaza herî maqul û medenî ye. Dîyalog û peywendî jî, ancax li ser bingeha rêzgirtin, berjewendîya hevpar û wekhevîya sîyasî mimkun dibe. Di vê çarçovê de, bêyî şirovekirina nîyeta hikumetê, destpêkirina pêvajoya ji bo lêgerîna çareserîya mesala kurd erînî ye. Di vê rê de her pêngava şênber a ku bête avêtin, dê samîmîyet û îstiqrara hikumetê dîyar bike. Eger hikumet bi rastî û awayekî samîmî bixwaze bi rêyekî demokratîk û aştîyane mesela kurd çareser bike, avêtina pêngavên li jêr dîyarkirî, dê ji bo xweşkirina rêya çareserîya mesela kurd bibin wekî kevirên hîmdar:
Ji damezirandina Komarê vir ve, sûc û faalîyetên rêxistinên veşartî yên ku ji alîyê dewletê ve li Kurdistanê hatine danîn, divê bêne aşkerekirin û herweha ji bo îro jî bitaybetî fealîyet û têkilîyên Ergenekona “Rojhelatê Firatê” bêne dîyarkirin. Fealîyetên wisa, di nav civata kurd de ji alîyê maddî û manewî ve bûne sedemê birîn û xusarên girîng. Ji ber vê yekê, divê rayedarên dewletê ji kurdan lêborînê bixawazin. Lewra dema ku civak(komele) rûbirûyê dîroka xwe bin; dikarin ji tirs û êş û şermezarîyên xwe xelas bibin.
Divê belge û arşîvên derbarê pêvajoya damezrandina Komarê bêne aşkerekirin û vekirin ji bo lêkolîn lêkolîneran. Bi taybetî jî divê belgeyên derbarê mahkemekirina Komîteya Îstiqlal a Kurdistanê û serokên wê Xalid Begê Cibrî û Yisuf Zîya bêne aşkerekirin.
Gundên hatine valakirin û kesên ku ji ber sedemên ciyawaz ji welatê xwe hatine dûrxistin, divê bêne vegerandin û herweha xusarê wan ê maddî û manewî jî bête telafîkirin.
Divê hemû qedexe û astengîyên li ser zimanê kurdî bêne rakirin; bi zimanê kurdî hemû faalîyetên medyayê bêne serbestkirin û partîyên sîyasî karibin bi zimanê kurdî propaganda xwe bikin.
Divê navê eslî(kurdî, ermenî, sûryanî) yê gund, qeza, bajar, çîya û erdan ji zimanê turkî bêne vegerandin ji bo zimanê kurdî.
Divê mutleq sîstema cergevanî(qurucîtî) bête betalkirin; bi şertê ku mafê şexsî û hiquqî yê wan bête parastin û bêyî ku malbatên wan bêne mexdurkirin.
Divê qonax bi qonax li hemû unîversîteyên li Kurdistanê Beşê Ziman û Edeba kurdî bêne vekirin; herweha jî Enstîtûyên Kurdolojî bêne damezrandin ji bo lêkolîn û lêgerîna li ser ziman, dîrok, huner, folklor û etnolojîya kurdan.
Divê rewşa şer bi dawî bête û şertên çekberdana PKKê bêne amadekirin; bi navê çi dibe bila bibe, divê tundrewî-teror wekî terzekî sîyasetê neyê bikaranîn.
Kurd û turk li ser bingeha wekhevîya sîyasî, aîdîyet, bikaranîna ziman û çand xwe bi awayekî xweyî rûmet û rizamend dikarin bi hev ra bijîn. Ji bo vê yekê jî divê Yasayek Esasî ya nû bête amdekirin û ev mafê wan bi hukma yasayê bête garantîkirin.
Divê armanc û mûfredata Perwerdeya Neteweyî bête guhartin û ji nû ve tarîf bibe; naveroka wê ya nijadperest û etnîkî bête guhartin, gotarên ku hebûna miletê kurd înkar û rencîde dike jê bêne derxistin. Bi taybetî jî divê “sonda” turkbûnî ya ya ku bêriza zarokên kurdan her roj bi wan didin xwendin bête rakirin.
Di nav pêvajoya dîrokê de cografya ku kurd li ser jîyane bi navê “Kurdistanê” hatîye nasîn, divê îro jî herêma ku kurd li ser dijîn awakî fermî bi navê Kurdistanê bête navkirin û nasîn.
Divê li tevayîya Turkiyeyê kurdî wek zimanekî fermî yê duyemîn û li herêma Kurdistanê jî wek zimanê fermî yê herêma Kurdistanê bête pejirandin.
Dema ku em werin ser mesela muxetab girtinê, bêguman DTP yan jî grubeke din ê kurd bi serê xwe nikarin miletê kurd temsîl bikin. Ji bo temsîla miletê kurd, divê di destpêkê de Meclîsa Rûsipîyan bête hilbijartin û di nav vê Meclîsê de hemû temsîlkarên grubên sîyasî, roşinbîr, serokeşîr, axa, şêx, ulema û şexsîyetên navdar ên kurd cihê xwe bigrin. Û paşê jî divê ev Meclîs bi awayekî demokratîk bête hilbijartin û bibe organa temsîlî ya herêma Kurdistanê.
Her wekî ku ji turkên Qibrisê û turkmenên herêma Kurdistanê û wd. re rewa hatîye dîtin, divê li herêma Kurdistanê jî ala Kurdistanê wekî sembola temsîlî ya miletê kurd bête pejirandin.
Divê memur û rêvebirên Herêma Kurdistanê kurd bin û zimanê kurdî baş bizanin. Herweha divê rêvebirên wekî walî û mudirên asayîşê bi hilbijartinên demokratîk bêne ser wezîfe.
Divê teşkîlata polîs û cendirmeyên Herêma Kurdistanê ji kurdan pêk bên.
08/09/2009
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.