Ji bo bidestxistina armancekê rêyên cuda hene. Mirov, kom, rêxistin an jî netewek li gor bîr û baweriyên xwe rêyeke hildibijêrin û li gor wê tevdigerin. Ev rewşa xwezayî ye. Rewşa ne xwezayî ew e ku rê û armanc ne li gor hev bin. Du mînakên wê hene. Yek jê ew e ku mirov armanca xwe baş nas neke û ji ber vê yekê rêya ku hildibijêre wî/wê ber bi berovajî armancê bibe. A didoyan jî ew e ku mirov rêya xwe jî armanca xwe jî baş bizanibe lê ji bo bidestxistina piştgiriyê bi awayekê cuda pênase bike. Yanî armanca xwe ya rastî veşêre û ji bo piştgiriyê bidin, mirovan bixapîne.

Her du rewşên ku li jor hatin qalkirin di demên dawî de li bakurê Kurdistanê bi taybetî li ser mijara ziman xwe eşkere dikin. Mijara vê nivîsê bi giranî xala yekem e. Lê ji bo ku mijar baş bê famkirin divê em pêşî  qala wateya netewê bikin. Ji ber ku gelek xeletî di bin navê netewîbûnê de tên kirin.

Netew, komeke mirovan a diyar e ku li ser axeke diyar serwer in.* Di vê pênaseyê de ji bo netewê sê xalên bingehîn hene. Komeke mirovan, axeke ku sînorên wî diyar in û serwerî… Ger em van xalan baş fam nekin, em bi hêsanî dikarin bêyî zanebûn li ser navê netewîbûnê xisarê bidin netewa xwe û doza netewî.

Ji bo ku em bikaribin qala netewê bikin divê pêşî komeke mirovan ku xwedî nirxên hevpar bin hebe. Dîrok, çand, ziman, ol û hwd. van nirxên hevpar pêk tînin. Ev koma mirovan a xwedî nirxên hevpar dema bibe xwedî armanceke siyasî ya hevpar, wê çaxê ber bi netewbûnê ve gav diavêje.

Ji bo netewbûnê xala duyemîn ax e. Divê ew koma mirovan a xwedî nirx û armanca hevpar li ser axeke ku sînorên wî bi awayekê misoger diyar in bijî.

Xala sêyemîn a netewbûnê serwerî ye. Divê ew koma mirovan a xwedî nirx û armanca hevpar, li ser perçeyek axê ku sînorên wî diyar in serwer be. Yanî bikaribe zagonan çêke, wan zagonan pêk bîne û xera bike.

Ji bo ku koma mirovan bibe netew divê ev her 3 xal jî bi cî werin. Yek jê kêm be em nikarin qala netewbûnê bikin.

Miletê Kurd xwedî nirx û armanceke hevpar e û bi hezaran salan e li ser axa Kurdistanê dijî. Lê em li ser axa xwe ne serwer in. Wê çaxê em nabin netew? Ger miletek li ser axa xwe ne serwer be lê serwerîya kesî qebûl neke û ji bo ku bibe serwer têbikoşe xala sêyemîn pêk tîne û em dikarin bibêjin netew e. Miletê Kurd jî bi sedsalan e vê îradeyê nîşan dide û têdikoşe. Loma em dikarin xwe wekî netewa Kurdistanê pênase bikin. Heta pênasekirineke din şolîkirina mijarê ye.

Li bakurê Kurdistanê gelek rêxistin hene ku xwe wekî rêxistinên netewî bi nav dikin lê bi hişmendîyeke kêmnetewî dixebitin. Sîyaseta kêmnetewî bi kurtasî ew e ku koma mirovan xwe wekî perçeyekî pergala heyî bihesibînin û di wê çarçoweyê de bixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Yanî doza serwerîyê li ser axa xwe nekin û çareseriyên wan di bin serwerîya heyî de bin. Di çend salên dawî de mînakên herî li ber çav xebatên li ser zimanê Kurdî ne.

Îro gelek kom doza Kurdî dikin ku bibe zimanê perwerdehiyê, li saziyên fermî bê bikaranîn heta bibe zimanê fermî yê duyemîn. Di hemû daxwazên bi vî rengî de xala hevbeş ew e ku di bin serwerîya pergala heyî de çareseriyan pêşniyar dikin. Pêkanîna wan daxwazan tu xisarê nade serwerîya serdestan. Bileks ji ber ku hin daxwaz bi cî tên û zextên li ser miletê Kurd di vî warî de sivik dibin, entegrasyonê xurt dikin. Loma ev daxwaz her çi qas bi niyeteke baş bên kirin jî daxwazên siyaseta kêmnetewî ne û em nikarin bi van daxwazan xwe wekî kom/mirovên netewî bi nav bikin.

Li bakurê Kurdistanê mînaka xebata netewî ya li ser ziman sonda jîyana Kurdî ya PCSê ye. Ji ber ku PCS ji bo ziman tu daxwazeke ji serdestan nake û li hember serwerîya wan bi metoda berxwedana pasîf dixwaze bingehek ji serwerîya miletê Kurd re amade bike.

Em dikarin daxwazkirina ji dewleta serdest wekî turnusolê bi kar bînin. Ger çareseriya me ew be ku em ji dewleta serdest hin daxwazan bikin û ev daxwaz xisarê nedin serwerîya wan wê demê daxwaza me daxwazeke siyaseta kêm netewî ye. Lê em ji serdestan tu daxwazan nekin û bingehek ji bo serwerîya xwe amade bikin, ku ewê jî xisarê bide serwerîya wan, wê demê daxwazên me daxwazên siyaseta netewî ne.

Dema em wateya netewê nizanibin, ferqa di navbera siyaseta netewî û ya kêmnetewî ji hev dernexin, emê bibin parêzerên pergala(sîstema) serdestan ên xwebexş. Loma ji bo ku em ferqê bibînin her du mînakên li jor nivîsandî girîng in.

Mirov armanca xwe baş nizanibe/nas neke gotin û kiryar ji hev cuda dibin. Ev cudabûn mirovan ji armancên wan dûr dixe. Mirov tê wê astê ku ji bo armanca xwe li dijî armanca xwe têdikoşe. Îro rastiya li bakurê Kurdistanê ev e.

15.08.2024

*Mehmet Emîn ASLAN – Devlet ve Egemenlik Teorisi, Werger: R. Ç.,  r. 430,