Pîrozname
Hejmara ewil “Rojnawe” we min xwend. Gelek pê çavnûr û dilxweş bûm. Sed aferîn bi xîret û hîmeta we.
Xwedê teala, emrê we dirêj; hîmeta we zêde bike. Hûn dizanin ku hîmeta mêran, çîyan dibin tênin. Hacetî qisekirin e. Edîb, mezinê me, cenabê “Hacî”, binêr çi gotiye:
“Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa debine xirabe abad
Enwaê milel di gewre ta çûk
Xemlêwe memalikî weku bûk
Yek bergin û yek ziban û yek reng
Bê xeybet û eyb û ar û bêdeng
Dunya be teranî dixun û dedeny
Her çûnî meramyane dekeyn
Her kurd in eger çi pakî merdin
Pamalî zimane misilî kirdin
Her manewe bênewa û mezlûm
Wek yewmî xerabezarî meş’ûm
Ger baîs em depirsî ka me
Şertî le ke bo hemû temame
Ew şerte be gelî îttifaqe
Ger Mereş û Wane ger Iraqe
Qesrîke yesax ew nîfaqe
Ger wa neyê babî her be ttifaqe
Sed şêx û mela û emîr û xanî
Bo lezzet û îşî zindeganî
Lew lawe ewan be hîlesazî
Lem lawe eman be teqlebazî
Qeryan be hemû welatewe da
Na milk û reiye pakî fêwta
Yekyan emey to dekey neyan kird
Xemîyane nebû “Kurd” ger hemî mird”
“Rojnawe” we pîroz bî. Pîrozkirin li ser min ferz e. Ez ferza xwe bi çend xeberî bê ser û bin eda dikim. Ji min erz, ji we qebûl. Xayeta nivîsîna min ew e ku vê wesîla xitabeya û cenabî Hacî binivîsim. Rehmeta Xweda lê bê. Bifikirin çi ( mirarî redir) rêtîye. Rûhê wî bi fatîhayek şa kin. Xeber divê wek guhar li go bin. Li cîyek weha gotiye:
“Kê dilê Kurdekan yad rakin
Bese em neqse guê le min nakin”
Di ciyekî da weha nivîsandiye:
“Hacî sa bi sî ye sed hezar def’e
Pêm goî em qisane bê nef’e
Ji rojî ewil le bende û îrad
Xizmetî xelke qismetê ekrad
Bawke her çon tu dellê wa ye
Jê dekim em qisane xuraye
Qebr û qamçî bikem be ser xoma
Eme lem bûwite illet û sewda
Be qisey çake destîyan degirim
Terkî nakim be lewme ta demirim”
Xudanê bi fezl û kemal, qedr û qîmeta kelamî Hacî û alîcenab ku çavî zemanê, emsalî nedîtîye. Me dirêj kir. Em bêne ser meqseda xwe; eva (xitabaya) cenabê Hacî li jêr rêz dikim:
Selamullahî minnî kullî yewmin
Le eshaban sahibê xîret û dîn
Le bêarî hemîyan gote yadim
Rumûzî îttifaq û îttihadim
Li ber dewrê le eqran û emsal
Le “Kurdan im” depirsî derbû-l emsal
Le bo em yek du eş’ar reş û rût
Heta peyda bû rûhim kê ye serlût
Defermûwî em ezabe bo çi debî
Çi melzûme eger çavêt neêşî
Qirb kuweyê kim be ser xoma le xeyret
Xewm naê le daxî milk û milet
Eger wek min xeberdar bî le dewlet
Le heyfan xot dixenkînî bê bê pet
Çiwar mîlyone Kurdistan nufûsî
Be qisey ehlê texmînî ke nûsî
Hemûyan şêrî bêşen Xatemî cûd
Le şer da key wucûd û behrî mehdûd
We lakîn faîdey çî herc û mercin
Le de’wa da legel yektir be mercin
Le koyî ganusten her çende şêr in
Wekû kerûşkê çaw aza û kiwîrin
Ewî î’la ye destey şikare
Emî edna ye bestey zulfî yare
Ewî aza ye Şehname dexwînî
Emî miskîne genim û ce reçînê
Emanet bê şiûr û gêj û wêjin
Mûtî lotexur her zebêjin
Kurêkî wan bû hestîyê ser pê
Bizanî çûn her kes kewte ser rê
Bika seyrî cerîde û halî millet
Kitêbî taze û tarîx dewlet
Bizanî ta cî qewmawe le etraf
Serapa agire etraf û eknaf
Eger kurdêk nekin lem beyn da zû
Memalik katikî zanit le des çû
Kemî sehra û derya dête colan
Bi xeyrî pê kurey fewc û siwaran
Be ter xanî be ser naçî keme û paş
Le her lawe dêtan hêrin û kuwaş
Le jêr pê da deçin heyf û mixabin
Ke dabin êwe dişminan şa bin
Be xeyrî rûmî û îngiliz û rûsî
Ber najîn keme nîwan binûsî
Le cêy xudiyan hiltawin bêxîret
Le dunya nêwî xoyan nawe dewlet
Serapa sahibî sikke û sipahin
Wekû Cem sahib text û kulahin
Le tedbîrî umurî milûkî xoyan
Şerîkin penîye doz û şah û gavan
Le her weqtî yekî ke hate hawar
Le cotyar û şivan helîazar
Le coşin û le nêşa mêşî hengin
Yemnî çi kafirin ya ne frengin
Wekû bistûme bew def’î mesayib
Ême tedbîr girt û fikrî sahib
De kurey da welayet bebine ehbab
Wekû şexsekî wahidin le her bab
Le ewlatir weha newş bête ser wê
Le Botan ta Baban û Serhed rê
Bebine yek le te’lîm û le nûsîn
Cil û berg û zeban û resm û ayîn.
“Rojnawe”ya we bi sureta Selaheddîn Eyûbî xemilîye. Rastî bêjim bi şerefa wî kemilîye. Ew Selaheddîn ku şeş sed sal e ku navê wî, mêraniya wî, edaleta wî temamê dunyayê girtîye û alem ji wî behs kirîye û wê bike. Hal ew e ku kurdan xeberdarî wê qiseyê nîye. Sibebek wî ji nezanî û nexwendinî ye.
Eger em xwenda bûna, zana bûna le hal û ehwalê kalî û baban, şareza bûna we kû “Gabeş”di nav alem da mehrûmê her tiştî nediman. Navê bav û bapîrê me, şêxê dime, melayê dime, muelifê dime winda nedibû.
Le her alêk û wa le bin ta’nê dost û dişminan wa nediman wekû xelkê cewherê xwe nîşan dida.
Ew şairê bilindpaye yê me Hacî Qadirê çi fermûye;
“Eger Kurdek qisey babî nezanî.
Mueyyen daykî hîze, babî zanî.
Selahaddîn û Nûreddinû kurdî
Ezîzanê Cezîre û Mûş û Wanî
Mehelhel Eredeşêr, Deysemî şêr
Qubad û baz û mîrî Erdelanî
Emane pakîyan kurdin nihayet
Le ber bê defterî nûsîne fanî
Kitêb û defter û tarîx û kaxiz
Be kurdî kir benûsraye zebanî
Mela û şêx û mîr û padîşaman
Heta mehşer dima naw û nîşanî”
Eger em şîyar nebin, wekû alem nexebitin, le bin dest û pê dijminan de dê bînin îqame bi çavê xû we dît ku di nav çar pênc heyvan da li misilmanan çi qewimî û bi serê wan de çi hat.
Îro heyf e, jîna me mewqufî bi xebata me ye, nexu filata me, felaha me tune ye. Madem ku weha be lazime ku em jî bixebitin ev rûreşî, ev rezîlî, ev carisî, ev bêariya ha ji xwe dûr bikin. Riya misilmanî û mêranî bigirin, xu bizanin. “We innemel mu’minin î xwetin” (Bêguman mûmîn-misliman birayê hevdu ne) cewherê mêranîya xwe nîşan bidin. Baqî selam û tehiyyat.
Fî 11 Hezîran sene 329 (24 Haziran 1913)
Modanî X.
Çavkanî: Seîd VEROJ, Cemîyeta Hêvî Ya Feqehê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyeti) û Rojî Kurd (1913), Dara Yayınları, Diyarbakır, 2020
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.