Çiqa mêze dikim, bi tu awayî bi serê min nakeve ku melayê dime, xwendayê dime bo çi qisetê xwe be kurdî dikin û di medresan da dersê ku dixweynin be Kurdî me’nayê wî divên. Wextê ku lazim bî, kaxidê xwe temessûkê xwe ya bi erebî ya bi farisî ya turkî dinivîse û be kurdî nanivîse. Ji xala min ve ya ku mutleq, mutleq di wê da hîkmetek, sirrek heye ku em pê nizanin. Eger mirovek ji bo xatirê bavê xwe ewê hîkmetê, ewê sirrê bêje min, em dê ji wî minetek mezin hilînin. Heya xoş e dê li ser serê xu daynin û ji vê mêzekirinê jî xelas bin.
Her çi derheq vê behsê bêjin û çi sebeb nîşan bidin beradayî ye, bergeyê tiştek nagirî. Çira ku îro dunya di dunyayê da hewqa milet û qewm heye ku “em yekî wan qenc nas nakin” hed û hesabî wî tune bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, kitêban çê dikin û mekteb û medreseyê xwe da talîmî zarokê di xwe dikin. Yek ji wan ranebûye negotîye ku zimanê me, xwendin û nivîsandina wî zehmet e. Ez dê bêşermî zimanê miletek dî qebûl bikim.
Îro îngiliz, fransiz, alman, moskof, îtaliya li ku diçin heman mekteban vedikin, bona bi zimanê xwe te’lîmkirin. Sebebê wî çi ye, hebit hebit di wê da ji bo miletê xwe faîdeyek dîtine. Eger tê de faîdeyek nedîna çi ra hewqa zehmetan didane xwe.
Ew bi aqil in, nexwe em? Ev muheqeq e ku ew ji me aqiltir in û ji me şehrezatir in. Sed mîr û navdarê me li ber zaroyek heft salîyê wan newêre devê xwe veke, xeberek bibêje. Sebebê wî wekî roja ronî eşkere ye, ew zana ne. Em nezanin bo çi ew zana bûne “ba wucud mêranî û jîrîya me” em nezan mane.
Ewela li zimanê xwe, li miletê xwe, li qenc û xerabê xû xwedî bûne. Em nebûne. Zaroyê wan nava şeş hîvan da xwendin û nivîsandin hîn dibin, ê me nava deh salan da du huruf hîn nabe.
Ma qê ew mirov in em ne mirov in? Belê em mirov in, feqet derheq derdê ha da bêxîret û bêhîmet in. Ew xîret û camêrî ku lazim e teelluq bi şêx û meleyê me dike. Şêx û meleyê me ne bo me û xasima ji bo keç û kurê me, ji bo şivan û gavanê me çi fikir dikin, mezinê me ji vê nezanîyê dê me çawan xelas bikin? Hukmê “Telebul ilmî ferîdetun ala kullî muslîmîn we muslîmetun” (hînkirin-hînbûna zanistê ferze li ser hemî jin û mêrên misilmanan) çawan bi cî bînin? Em niha dixwazin ku ji bo zû xwendin û nivîsandin hînê me bikin, xwe ji belayê nezanîyê xelas bikin. Di nav alemê da heyîn û tuneyîya me yek dê bibî.
Ev heqîqeta ha gelek da û nezerê eqtabê dewran Şêx Ebdilqadirê Nehrî, Şêx Ehmed Kakeî û Şêx Mihemed Firsafî, Quddze sirrûn ûl alemê da mueyyen bûye ku ji doza kurdan bi zimanê kurdan kitêbê çêkirine.
Hal ew e ku melayê me, feqîê me li pey wan nimûne ew meqsed çak fewitandine. Inşellah Hezretî Seyid Ebdilqadir Efendî xidmeta babê xu yê mazin li rê tewad bike heya heşrê navê xu be muxlisê kurdan dê şohret bide. Hêvîya min her teceddî û bi vê heye. Niha em çavên cewaba melayê Musul, Dîyerbekir, Bitlis, Ezurûm, Bexdad, Sine, Silêmanî, Kerkûk û Xerpûtê ne. Paş cewaban di nav sê-çar hîvan da xwendin û nivîsandina kurdan bi çi dê bibî, em dê bêjin.
Ji bo wê şiîrek çend misreê Hacî Qadirr jî li vir em dinivîsin, belkû ji wê jî faîdeyek bigirin û ji xewa giran a nezanîyê şîyar bin.
“Her Kurde le beynî kulî milet
Bê behre le xundinê kitabet
Bîgane be tercimey zebanî
Esrarê kitêb xelqî zanî
Yekser ulema durist û wurdî
Ta bixuninewe du herfê kurdî
Ustendî xetin le em seyane
Wek kê ne zebanî xoy nezane
Mumkin nîye der biçî le cengî
Hetî reqsim û xetî frengî
Sahibî kitêb û peyame her kes
Ême benî bûwîne qewmî Çerkes
Ême mûmînin ne rûsin
Bo çî kufre zebanman binûsîn
Milet bê kitêb û bê nûsîn
Xeyrê kurdan nîye le riwê zemîn
Sê qebîle heqîr û bêrûmetin
Kurd û rûm û yehûd gumrahin
Rûm û çû çake îttifaqî heye
Kurde bêxîretî û nfaqî heye
Cengeney êre ba wucûd kirin
Herwekî dom ême der be derîn
Lê we aqiltirîn bi sed menseb
Gurî xoyan denêrne mekteb
Êştekî ................. Kurdistan
Her le Botanewe heta Baban
Em hatîwan mektebîn be keser
Kurdekan bar dekin wekû maker
Wa dîyare heta ke dunya da bê
Kurdekan halîyan debê wa bê
“Cû” çî qedrî heye le naw kurdan
Xeyrê leydan û cûyin û têheldan.”
Modanî X.
Kaynak: Seîd VEROJ, Cemîyeta Hêvî Ya Feqehê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyeti) û Rojî Kurd (1913), Dara Yayınları, Diyarbakır, 2020
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.