1. Destpêk

Babeta vê pêşkêşîya berdest, Abdurehîm Rehmî Hekarî û xabata wî ya li ser zimanê Kurdî û materyalên ji bo perwerdeyîya bi zimanê Kurdî ye. Armanca wê jî, di destpêka sedsala bihurî de bi giştî ronîkirina lêkolîn û xebatên li ser kitêbên dersê yên bi zimanê kurdî û di nava wan de jî bi taybetî xebatên Abdurehîm Rehîmî Hekarî yên heta salên destpêka Cimhurîyetê. Bêguman rêbaza xebatên weha jî pir girîng e; lêkolîn û lêgerîna belgenameyên dîrokî, hevberkirina wan bi mînakên wekî hev re pir girîng e.

2. Di Destpêka Sedsala 20an de Xebatên Li Ser Kitêbên Perwerdeyî û Nimûneya Kavaîdê Lîsanê Kurdî

Li gor agahîyên berdest ên îro, “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi” ya Omer Avnî Efendî, yek ji xebata sereke ye ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî hatîye nivîsîn di destpêka sedsala 20an de. “Omer Avnî Efendî, sala 1325 (1909-1910)an, di Mekteba Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê de mamosteyê Kavaîdê Osmanî bûye.”[1] Kitêba wî ya bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kürdî” (Kavaîdê Zimanê Kurdî) jî, di vê demê de hatîye çapkirin. 

Di bareyê tarîxa nivisîn û çapkirina kitêba navborî de, di arzûnameya serdana ji bo wergirtina destûra çapkirina pirtûkê weha hatîye nivisîn: ”Ji Wekaleta Bilind a Wîlayeta Elezîzê re û ji bona Wekaleta Mudûrîyeta Mearîfê; Rîsaleya min a bi navê Kavaid-i Lisan-ı Kürdi ji alîyê Encûmenê Mearîf ve hatîye vekolandin û di 26ê Teşrîna Paşî ya 1317 (9ê Kanûna 1901)an de bi jimara 2849an biryara ji bo çapkirina wê hatîye dayin û ji bo Encûmena Bilinda a Mearîfê hatîye rêkirin da ku gavek zûtir rusxeta çapkirina wê bête derxistin.... Mamosteyê Kavaîdê Osmanî yê Ruşdîyeya Elezîzê: Omer Avnî”[2] Li gor dîtina Osman Aydin, “ev pirtûk di navbera salên 1890 û 1900î de nivisandîye.”[3] Li gor Sadık Albayarak, “Kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, di sala 1318 (M. 1900/1901)an de hatîye nivisîn û di sala 1328 (M. 1910-1911)an de bi rusxeta fermî li bajarê Elezîzê di çapxaneya Hacî Xurşîd Efendî de hatîye çapkirin û li ser hev 48 rûpel e.”[4] Ji têlgirafnameya wî ya ji bo Rojnameya Teavûn û Teraqî ya Kurdan (RTTK) weha dîyar dibe ku Omer Avnî Efendî, ji bo çapkirina kitêba xwe ya bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” (Kavaîdê Zimanê Kurdî û Nimûneya wê ya Tetbîqata Edebî), destnivîseka wê di dawîya sala 1908an de ji rêvebir û merkeza rojnameyê ra şandîye. Ji bo agadarkirina rêvebirên rojnameyê jî têlgirafekê ji wan re rêkirîye. Rêvebirên rojnameyê, di bersiva têlgirafa wî de dibêjin: “Omer Avnî Efendîyê mamosteyê Kavaîdê Osmanî yê Ruşdîyeya Eskerî ya Elezîzê, bi têlgrafekê me agadar kirîye ku bi navê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” berhemekê ji bo rojnameya me şandîye. Berhema navborî hîn negihiştîye ber destê me. Em ji bo xebat û alîkarîya te sipas dikin, piştî belavkirina di rojnameyê de em dixwazin wek kitêb bidin çapkirin.”[5] Lêbelê weha dîyar dibe ku destnivîsa kitêbê negihiştîye navenda rojnameyê yan jî berîya çapkirina wan li Elezîzê hatîye çapkirin. Li gor neqilkirina Mehmed Bayrak, “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, sala 1325 (1909)an li Elezîzê di çapxaneya Xurşîd Efendî de hatîye çapkirin û li ser hev 48 rûpel in.[6] Nivîskar Mufîd Yuksel jî dibêje: Kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî” ji 98 rûpelan pêk hatîye û di sala 1328 (1912)an li El-Azîzê hatîye çapkirin.”[7] Li gor nivisîna RTTK, navê temam û dirêjê kitêbê “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” ye. Hinek lêkolîner vê navî wek du kitêbên cûda şirove dikin; “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî” û “Edebî Tatbikat Nümûnesi”. Bi dîtina min ev şirove nerast e. Bi îhtimaleke mezin yek kitêb e û navê wê yê rastîn jî “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî ve Edebî Tatbikat Nümûnesi” ye û ji du beşan pêk hatîye.

Di “Muqadîme”ya kitêbê de, van xusûsîyetan ji alîyê Omer Avnî Efendî ve hatine destnîşankirin: “Ev rîsale bi sê zimanan hatîye amadekirin; bi kurdî, erebî û farisî. Bi lutif û qencîya Xwedê, ez pirr hêvî dikim ku bi vê rîsaleyê, çawa ku zarokên kurdan bi turkî fêr dibin herweha dê zarokên turkan jî bi kurdî fêr bibin.”

Omer Avnî Efendî, nivîsa “pêşekî” ya “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, bi dost û hevalê xwe yê nêzîk, bi Kemaledîn Efendîyê Xarpûtî daye nivîsandin. Kemaledîn Xarpûtî, merivekî alim, edîb, nivîskar û fazîletdarekî ji mala “Efendîzade”yan bû. Kemaledîn Xarpûtî, nivîsa “pêşekî” ya pirtûkê, di 25ê Eylûla 1317 (8ê Çirîya Pêşî ya 1901)an de nivisîye û têde dibêje: “Xwedayê gewre axaftin û qebîlîyeteke bilind daye mirovan. Ji ber vê yekê mirov, qewm bi qewm ji hev cihê kirine û li vê dinyayê bi tevî van qewman, bi hezaran ziman hatine meydanê. Bêguman ji alîyê dînî û dinyewî û bi her alîyê xwe ve pêşkevtina her komekê mirovan ji alîyê zanîn û medenîyetê ve, ancax bi qasê xizmeta xwe ya li ser ziman dikarin mesafe bigrin û bi saya wê dikarin di warê perwerdeyî û şaristanîyê de pêş bikevin. Di vî rewşa hanê de, her derê memleketê padîşahê Osmanî bûye menbaya îlim, îrfan û pêşkevtinê, ronahîya îlmê li van deran belav dibe lê mixabin xelkê eşîrên li Kurdistanê di halekî bedewîyetê de mane û nekarin qasê pêdivî ji vî îlmê fayde bibînin. Xelkê kurd ji xeynî zimanê kurdî, bi tu zimanekî din nazanin û wekî zimanên din qewaîdekê wê yê sererast nîne. Cara pêşî ye ku “Qavaîdê Lîsanê Kurdî”, ji alîyê perwerdekarekî pispor û hêja Omer Avnî Efendîyê mamosteyê Ruşdîyeya Arapgîrê ve hatîye nivîsandin ku ew jî bi eslê xwe mensûbê eşîreke kurd e. Ev kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kürdi”, bi destûr û îradeya Siltan Ebdulhemîd hatîye amadekirin, da ku li herêmên xelkê eşîrên kurd, di Mektebên Seretayî de wek kitêba dersê bête qebûlkirin û xwendin. 

Ku ev kitêb, bi taybetî di mektebên alîyê Anatolyayê de ji bo dersdanê bête xwendin, dê ji mamosteyên Wezareta Mearîf re asanîyekê pirr mezin çêbike. Omer Avnî Efendî, bi amadekirin û nivîsîna kitêba “Kavaid-i Lisan-ı Kurdî”, karekî hêjayê teqdîrê kirîye û xizmetekê mezin ji ziman û edebîayta kurdî re kirîye. Ji ber vê xebata xwe ya hêja, ji alîyê hemû efradên kurd ve bi memnûnîyetî hatîye pêşwazîkirin.”[8] 

Dema em tarîxa nivîsandina kitêba Kavaîdê Lîsanê Kurdî binêrin, weha dîyar dibe ku ji destpêka salên 1900î vir ve, babet û daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî di rojevê de ye, lê mixabin hîn jî ew mafê rewayê miletê kurd ji alîyê desthilatdarên dewletê ve nehatîye qebûlkirin. 

Di pêvajoya Meşrûtîyeta Duyemîn de jî, ji alîyê çapemenî, rewşenbîr û rêxistinên kurd ve daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî hatîye kirin. Di nav rûpelên Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan û Rojnameya Şerq û Kurdistan de, gelek meqale û nivîsên li ser vê babetê hatine belavkirin. Li ser vê babetê nivîseke balkêş a wê demê, nivîsa Bedîûzeman Mele Seîdê Kurdî ye ku bi sernivîsa “Kurd muhatacê çi ne?[9] hatîye belavkirin. Edîtorîya rojnameya Şerq û Kurdistanê, piştgirîyek aşkere daye daxwazname û pêşnîyara wî ya ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî. nivîs û daxwaznameya Mele Seîdê Kurdî dubare çapkirine û di wê kurtepêşekîyê de weha hatîye gotin: “Hezretî Bedîûzeman Mele Seîd Efendî, ji bo pêkhatina perwerdeyîya bi zimanê kurdî, daxwaznameyek pêşkêşî mabeynê (daîreya perwerdeyî) kiribû û di netîceya vê hewldana xwe de rastê gelek musîbetan hatibû. Em bi neşirkirina sûretekî vê daxwaznameyê îftixar dikin.”[10] Seîdê Kurdî ji ber vê “daxwazanme”ya ku di nav rûpelên Şerq û Kurdistanê de jî hatîye neşirkirin, ji alîyê dadgeha eskerî ya wê demê ve hatîye mehkemekirin û ji ber vê yekê gelek musîbet hatine serê wî. Naveroka daxwaznameya wî bi kurtayî weha ye:

“Bi biryar û xîreta hikumetê li bajar û bajarokên Kurdistanê xebata dirustkirin û avakirina dibistanan dest pê kirîye, em bi vê yekê kêfxweş û sipasdar in. Lêbelê ji van dibistanan, tenê zarokên aşînayê zimanê turkî îstîfade dikin. Ji ber ku mamosteyên van dibistanan ne weqfê zimanê herêmî û gelek zarokên kurd jî ne aşînayê zimanê turkî ne, ew ji perwerdeyî û medreseyên îlmê ku çavkanîya kemalîyetê ye, mehrum dibin.

… Çareserîya vê yekê ev e: Ji bo ku bibe sebebê teşwîq û mîsalek xuyayî, divê li sê herêmên cûda yên Kurdistanê bi navê Medreset’ûl Zehra medrese bêne çêkirin. […] Digel sazkirina van sê sazîyên perwerdeyî, divê piştgirîya pêşxistina hinek medreseyên din jî bihête kirin. Pêkanîna vê yekê gelek muhîm e, ev, bi maddî û manewî yek ji sebebê girîng ê heyatîyeta dahatûya Kurdistanê temîn dike.”[11] 

3. Piştî Meşrûtîyeta Duyemîn Hewldanên Ji Bo Perwerdeyîya Bi zimanê Kurdî

Di bername û armanca cemîyetên Kurd ên ku piştî Meşrûtîyeta Duyemîn hatine damezirandin de, daxwaza perwerdeyîya bi zimanê kurdî gelek bi aşkereyî hatîye nivîsîn, hewldan û xebatên li ser zimanê kurdî, amadekirina pirtûk û materyalên wî dewam kirine. Ji bo pêkhatina vê armancê; Cemîyeta Me­arîf û Neşriyata Kurd, di bernameya xwe de vê armancê weha anîye ziman: Ji pirtûkên kavaîdê (rêziman) yên mewcud kîjan aqilane be, komele dê wan bide çapkirin; ji bo pêkanîna dersên bi zimanê kurdî di xwendegehên pêşîn de, cemîyet (komele) dê pirtûkên pêwîst biweşîne; komele dê dersxaneyên şevane veke; komele dê bixebite ku xwendegeheka mamostayan a kurdî saz bike.”[12] Xelîl Xeyalîyê Modkî jî di meqaleyek xwe de muhtacî û pêdivîya xebatên li ser zimanê kurdî weha dihêne ziman: 1- Ji bo xwendin û nivîsandinê herf, 2- Ser terzek nû elîfbayek, 3- Ji bo zanîna temamê zimanê kurdî “qamûsek”, 4- İlmî halek, 5- Kitêbên hîsabê, 6- Amadekirina serf û nehwek (gramerek) ji bo zimanê kurdî.”[13] Hemdî Sulêmanê Ezirganî jî di meqaleya xwe ya bi nsernavê “Kürdistan’da Eğitimin Düzene Konulması ve Diriltilmesi Yolu” de dibêje: “Mektebên ku li Kurdistanê bihêtin vekirin, ji bo ku di van mekteban de perwerdeyîya bi zimanê kurdî bihête kirin, divê komîsyonek bihête çêkirin ji kesên ku kurdî baş dizanin û ev komîsyon rêzimanek, lûxatek û kitêbên pêdivî yên din amade bike.”[14] Şerê Giştî yê Cîhanê ku dest pê kir, hemû xebata cemîyet û rêxistinên Kurdan li Îstenbolê hate rawestandin, pirranîya rêvebir û endamên van cemîyetan rêkirin cepheyên şer. Ji van xebat û nimûneyan dîyar dibe ku xebata ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî û amadekirina materyalên pêdivî yên dersê, ji serê salên 1900î vir ve dest pê kirîye.

4. Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê Xebatên Li Ser Zimanê Kurdî û Abdurehîm Rehmî Hekarî

Piştî îlankirina Meşrutîyetê, Cemîyeta Neşrê Mearîfa Kurd hatibû damezrandin û di bin rêvebirîya vê komelê de jî bi navê “Mekteba Meşrûtîyetê” dibistanek kurdî hatibû sazkirin. Vê komelê xebata xwe heta destpêka Şerê Giştî yê Cîhanê berdewam kir. Bi tevî destpêkirina şer, hemû cemîyetên Kurdan hatin girtin û betalkirin. Wekî gelek xwendekar û ciwanên Kurd, Ebdurehîm Rehmî jî di çarçoveya ragehandina seferbêrlixê de rêkirin cepheyên şer. Ew, di 3yê Adara 1916an de, li Bedlîsê bi dîlî ketîye destê artêşa Rus û heta destpêka sala 1918ê li girava Nargînê girtî maye û di bin esaretê de jiyaye. Piştî ku ji girava Nargînê direve, nêzîkê 10 mehan li Bakûyê dimîne û di dawîya sala 1918an digîje Îstenbolê. Dema ku digîje Îstenbolê, bi navê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê rêxistineke nû ya Kurdan hatibû damezirandin û ew jî dibe endamekî aktîf ê vê rêxistinê.    

Piştî ku Şerê Giştî yê Cîhanê bi dawî bû, cemîyetên ku berîya Şerê Giştî hatibûn damezrandin, ji nû ve dest bi xebatê kirin û di vê pêvajoyê de Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurd (CNMK) bi navê Kürd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti / Cemîyeta Temîmê Mearîf û Neşrîyata Kurd (CTMNK) ji nû ve hate sazkirin. Herweha Cemîyeta Hêvî ya Telabeyên Kurd (CHTK) jî, ji nû ve hate sazkirin ku Ebdurehîm Rehmî yek ji endamê wê cemîyetê bû. Di vê pêvajoyê de piranîya xebatên li ser ziman, edebîyat, tarîx û kultura kurdan bi pirranî di rêberîya cemîyeta CTMNK de hatine rêvebirin. Di nav damezrênerên vê cemîyetê de şexsîyetên wekî Bedirxanzade Mehmed Emîn, Dr. Abdullah Cevdet, Bedirxanzade Mithad Beg, Seyfullah Begê mebûsê Erzerumê, Taha Efendîyê mebûsê Hekarî, Tewfîq Begê mebûsê Wanê, Bedirxanzade Kamil, Bedirxanzade Abdurahman, Mehmed Efendîyê mebûsê Gêncê, Mîr Seyfeddînzade Husên Awnî Beg, Mîralayî Mahmud Samî Beg, Mehmed Faîq Efendiyê Dîyarbekirî, Bediüzzeman Seîd Efendî, Xelîl Xeyalîyê Modkî û Kurdîzade Ahmed Ramiz.[15]

Di van salan de yek ji kesayetên ku bi xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî tête nasîn Mihemed Mîhrî yê Sineyî ye ku bi nivîsandina kitêba xwe ya “Mukaddimet’ûl İrfan”[16] bûye pêşengekî xebatên ser zimanê Kurdî. Çawa ku ji navê wê jî dîyar dibe, ev kitêb, muqadîmeya xebata wî ya bi navê “Îrfan” e. Ev kitêba li ser hevberkirina guherîna deng û peyvên zar û zimanê kurdî, yek ji xebatên sereke ye ku di destpêka sedsala 20an de hatîye nivisîn. Danasîna kitêbê cara pêşîn di hejmara duyemîn a kovara Jînê de hatîye kirin ku di roja 14ê Teşrîna Ewela 1334an (1918) de hatîye belavkirin. Piştî belavkirina vê kitêbê, xebatên wî yên li ser ziman, di bin sernameya “Îrfan” û “Esas” de, di hejmarên ciyawazên kovara Kurdistanê[17] de hatine belavkirin.  

Di vê demê de kesê din ê ku li ser zimanê Kurdî û materyalên perwerdeyîya bi zimanê kurdî kar kirîye, Abdurehîm Rehmî yê Hekarî ye. Ew, di sala 1892an de li gundê Elbaka bi ser Hekarîyê ve ji dayik bûye. Navê dayika wî Emetullah Xanim û yê bavê wî jî Mîr Mihemed Pertew e. Ji ber ku mamosteyên berêz di pêşkêşîya xwe de bi berfirehî behsa bîyografya Abdurehîm Rehmî Hekarî kirin, ez naxwazim dubare behsa jîyana wî ya takekesî bikim. Ew, yek ji wan nivîskar û rewşenbîrê navdarê kurd e di destêka sedsala bîstan de. Wî digel zimanê kurdî, bi zimanê erebî, farisî, turkî, rusî û almanî zanîbû.[18] Xebata wî ya rewşenbîrî, di salên 1912an de bi tevlîbûna Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd dest pêkirîye. Ji Şerê Giştî yê Cîhanê şûn ve dema ku Cemîyeta Tealîya Kurdistanê tête damezrandin, ew dibe yek ji endamên herî aktîf ê cemîyeta navborî. Ew heman demê mamosteyê kurmancî yê E. W. Charles Noel bû û di sala 1919an de bi erêkirina CTK digel Celadet, Kamûran Bedirxan, Ekrem Cemîlpaş û Noelê serbazê îngiliz tevlî seyehata Meletiyê bûye û li ser E. W. Charles Noel helbestek nivîsîye.[19]

Di kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestî[20] de ku nêzîkê CTK bûn, gelek nivîs û helbestên wî hatine belevkirin. Ew wek “şaîrê millî”[21] yê Kurdan dihate naskirin. Di nav CTKê de, komek bi navê “Kürd Eserleri Tetkik Komisyonu” yanî (Koma Tetkîkkirina Eserên Kurdî) hatîbû damezrandin û ew yek ji endamên wê komê bû. Li ser gelek babetên cûre bi cûre yên çand û rewşenbîrîya Kurdî nivîs û berhemên wî hene. Di vê pêşkêşîyê de ez dê bi taybetî behsa xebata wî ya li ser zimanê kurdî û herweha bi gotina wî “Kitêbêd Mektebê” yanî kitêbên ji bo perwerdeyîyê bikim.

 Li ser ziman kitêba wî ya bi navê “Kilîla Xwendinê”, elifbaya kurmancî ye. Herweha bi zimanê Kurdî û Osmanî bi sernivîsa “Kürd Gençlerine Bir Hediye/ Xelatek ji bo Ciwanên Kurd” amade kirîye ku pêk hatîye ji sê beşan. Ev xebata wî di hejmarên kovara Jînê de bi sernivîsa “Tesrîfa fi’îlan” weka cedwel 1-2-3 bi zimanê Kurdî û osmanî hatine belavkirin.

Di binê cedwelê (tabloya) kêşandina lêkeran de, bi sernameya “İfade” têbinîyek (notek) hatîye lêkirin ku ji vê têbinîyê weha dertê ku wî bi navê “mufessel kavaid” (rastnivisîna kavaîdê) xebateke din çêkirîye lêbelê nehatîye çapkirin. Ew dibêje: “İfade: Birtakım madde-i muvani’den dolayı Kürd lisanının mufessel kavid kitabını neşr edemediğimden müteessifim.”[22] Mixabin ev berhemên wî heta vê gavê jî çap nebûne.

Herweha di kovara Kurdistanê de, di bin sernavê “Asar-i Kurdiye (Eserên Kurdî) de nûçeyek hatîye belavkirin ku li gor vê nûçeyê du kitêbên Abdurehîm Efendî hatine çapkirin. Di nûçeyê de weha hatîye gotin: “Ji alîyê biraderê me yê muhterem Abdurehîm Efendî ve “pîyesa” bi navê “Gazîya Welat” û mecmûyek ji helbestên wî yên kurdî hatine çapkirin. Em xwendina van kitêbên navborî pêşnîyarê we xwendevanên hêja dikin.”[23]

Wî digel xebata li ser ziman, di bin sernivîsa “Kitêbêd Mektebê” de, diwazdeh kitêb amade kirin û ji wan diwanzdeh kitêban sisêyê wan hatine çapkirin bi navê;

1- Kilîla Xwendinê,

2- Eqîda Îmanê (Ulmê Dînîye) (Ji bo sala yekê)

3- Dersa Dîn (Ulmê Dînîye) (Ji bo sala didoyê) (1337)

Li gor nivîsandina Geverî, bi navê “Dersa Dîn”, “Gazîya Welat” û “Kilîla Xwendinê” sê kitêbên wî hatine çapkirin.[24] Li gor daxuyanîya di paşîya kitêba “Dersa Dîn” de, kitêbên ku amade kirine û li ber çapê bûne neh lib in:

1-    Qisa Pêxemberan (Tarîxa Îslamê),

2-    Qisa Xelîfan (Tarîxa Îslamê),

3-    Serbehir (Kıreat),

4-    Hejmar (Hesab),

5-    Erdê Xwdê (Cografya),

6-    Welat (Cografya),

7-    Mirov (Hıfzıssıhha),

8-    Nûbara Piçûkan (Lugat),

9-    Dersa Şerîetê (Ulumê Dînî ye).[25] 

Di salên 1920an de yek ji kêtêbên ku ji bo perwerdeyîya bi zimanê kurdî hatine amadekirin, kitêba bi navê Hînkerê Zimanê Kurdî ye. Li ser bergê pêşî yê kitêbê nivîsîye: Ji neşriyatên Cemîyeta Hêvî ya Telabeyên Kurd e. Rehberê zimanê her du kurdî: Kurmancî û Babanî.[26] 

Dawîyê; Ji sed salî zêdetir e ku mewzûya perwerdeyîya bi zimanê kurdî di rojevê de ye û ew rojev îro jî berdewam e. Bi kurtayî em dikarin bibêjin Abdurehîm Rehmî Hekarî, yek ji wan rewşenbîrê Kurd ê sedsala 20an e ku bi xebata xwe ya li ser ziman, edebîyat, şano û şiîra kurdî tête nasîn û bi wesfê “şairê millî” yê Kurd hatîye pênasekirin. Herweha digel berhemên wî yên navborî, di dema berîya damezrandina Cimhurîyetê de, di kovar û rêjnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestî de li ser mewzûyên cûre bi cûre gelek nivîsên wî jî hatine belavkirin.


* En nivîs, pêşekîya min a ji bo Sempozyuma Navnetewî Ya Kurdîyatê; "Ebdurehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî Ya Çandî" li Universiteya Wanê di roja 30-312ê Gulanê de. 2025

 

Kurteya Navan:

CHTK             Cemîyeta Hêvî ya Telabeyên Kurd

CTK                Cemîyeta Tealîya Kurdistanê

CNMK Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurd

CTMNK          Cemîyeta Temîmê Mearîf û Neşriyata Kurd

RTTK             Rojnameya Teavûn û Teraqîya Kurd


[1] Ramazan Yetik, Son Devir Harput (Elazığ) ve Dersim (Tunceli) Uleması, Yüksek Lisans Tezi, Erzincan 2018), r. 162-163, (Erzincan Binali Yıldırım Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Tarih Anabilim Dalı)

[2] BOA, MF_MKT_ 0184_00074_01_001, Yer Bilgisi: 1084-74

[3] Osman Aydın, http://www.rupelanu.org/kurtce-gramer-yazan-ilk-kurt-826h.htm, 11 Eylül 2021

[4] Sadık Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, Cilt 4, İstanbul Büyükşehir Belediyesi Kültür İşleri Daire Başkanlığı Yayınları, İstanbul 1996, r. 207 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[5] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi (Kovara Kurdî-Tirkî 1908-1909), no: 6 (9ê Kanûna Paşîna 1909), Wergê: M Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, r. 327 (Ji Arşîva Lutfî Baksî)

[6] Mehmed Bayrak, https://studylibtr.com/doc/2216848/harput-lu-%C3%B6mer-avni-efendi-ve-%E2%80%9Ckavaid-i-lisan, 10/12/2016

[7] Müfit Yüksel, Ana dilde Eğitim Ve Kürtçede Alfabe-İmlâ Meselesi-7, https://www.yenisafak.com/yazarlar/mufit-yuksel/ana-dilde-egitim-ve-kurtcede-alfabe-iml-meselesi-7-40358, 20.09.2021

[8] Sadık Albayrak, Son Devir Osmanlı Uleması, Cilt 4, İstanbul Büyükşehir Belediyesi Kültür İşleri Daire Başkanlığı Yayınları, İstanbul 1996, r. 208-209 (Ji arşîva Lutfî Baksî)

[9] Bn. Kürd Teavün ve Terakî Gazetesi, No: 2, Kürdler Neye Muhtaçtır?, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1998, r. 92

[10] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[11] Molla Said-i Meşhur, Kürdler neye muhtaç?, Şark ve Kurdistan, no: 1, Kürdler ve Kurdistan [Kurd û Kurdistan], 20ê Mijdara 1908. Bn. http://www.kovarabir.com/molla-said-i-meshur-kurdler-neye-muhtac-sark-ve-kurdistan-sayi1-20-kasim-1908/ , 16.02.2015

[12] Jîn: Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Cild: 2, Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanaxaneya Deng, Uppsala/ Sweden, 1985, r. 492

[13] M. X., Ziman (15 Temmuz 1329), Rojî Kurd, j.: 3, Memduh Beg Matbaası, İstenbol, 1 Ağustos 1329, r. 21

[14] Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, no: 8, Kürdistan’da Eğitimin Düzene Konulması ve Diriltilmesi Yolu, Wergêr: M. Emîn Bozarlsan, Weşanxaneya Deng, Sweden, 1998, r. 402-403

[15] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, cild 2, Mütareke Dönemi, İletişim Yayınları, 4. Baskı, 2010 İstanbyul, s. 224

[16] M. M., Muqeddimet’ûl İrfan, Naşiri: Arvasizade Seyyid Mehmed Şefik, Necmî İstikbal Matbaası, İstanbul, Hicri 1336-Mali 1334 (1918)

[17] Kurdistan, 30 Kanun-i Sani 1335/30 Kasım 1919

[18] Mehmûd Lewendî, Armanc, Hejmar: 145, Çileya Pêşîn 1993, r. 7

[19] Kurdistan, No: 16, 27 Teşrin-i Sani 1335

[20] Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kürdistan, Serbestî, sayı: 483, 2 Mayıs 1919

[21] Jîn, Bir Şehid-i Millet, Sayı 36, 21 Haziran 1336 (21 Haziran 1920)

[22] Mehmûd Lewendî, Armanc, Jimar: 145, Çileya Pêşîn, 1993, r. 6

[23] Kurdistan, Birinci sene, No: 10, Necm-i İstikbal Matbaası, 19 Temmuz 1335 (19 Temmuz 1919)

[24] Ayhan Geverî, Derwaze, Jimar: 1, Gulana 2017 s. 148-155

[25] Ji mala Hekarîyan Nevîyê Hecî Teyar Beg: Abdurehîm Rehmî, Dersa Dîn Li Ser Mezhebê Îmam Şeafî (Kürdçe Din Dersleri), İstanbu/Cağaloğl, Necm-i İstikbal Matbaası, 1338-1340

[26] Hînkerê Zimanê Kurdî (Rehberê zimanê her du Kurdî: Kurmancî-Babanî), Necm-i İstikbal-Bab-ı Âli-Ebulsuûd, Numro: 75, 1921-1337