1. Ala neteweyî
Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku bi tevî çêbûna netewe-dewletan peyda bûne bikim. Bêguman berîya netewe-dewletan, alayên dewletên bajaran û dewletên feodal jî hebûn. Alayên neteweyî yên îro, ji destpêka salên 1600ê virde hatine bikaranîn û paşê li temamê dinyayê belav bûne. Ji vê demê şûn ve, alayên neteweyî yên ku peyderpey têne qebûlkirin, êdî temsîla hikumdarek an jî xanedanek nakin, temsîla netewe dikin. Di vê pêvajoyê de, alayên neteweyî di destpêkê de ji alîyê Îspanya, Cimhurîyeta Holanda û Danîmarkayê ve hatine qebûlkirin. Eger em bi awayekî giştî dîroka netewe-dewletan bi Şoreşa Fransayê bidin destpêkirin, li ser vê pêvajoyê nêzîkê 235 sal derbas bûne. Ji têkçûna dewletên feodal ên wekî qralîyet û împeratorîyan şûn ve, netewe-dewlet çêbûn, her netewe-dewletek ji xwe re bi navê alaya neteweyî sembolek giştî destnîşankirin. Sembolên wekî ala, serwerî û sînor netewe-dewletan dîyar dikin. Di bin desthilatdarî û nav sînorên netewe-dewletan de; digel alaya neteweyî, alayên herêmên otonom û federal jî hene. Îro di rêxistina Neteweyên Yekgirtî de, her netewe-dewletek bi alaya xwe têne temsîlkirin. Alaya miletên bêdewlet û bêstatu bi awayekî fermî nayê naskirin. “Her Milet xweyîyê alekê ye. Ala nîşana milet û welat e. Tevayîya heyîna miletan di ala wan de civîyaye.”[1] Di vê çarçoveyê de, îro alaya fermî ya Kurdan û Kurdistanîyan, alaya rengîn e ku li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê hatîye hilkirin. Alaya rengîn a Kurdistanê, di pêvajoya têkoşîna serxwebûn û rizgarîya neteweyî ya Kurdististanê de peyda bûye û di dema Hikumeta Şoreşa Agirî û damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê/Komara Kurdistanê de, bi biryara hikûmeta Cimhurîyetê bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin û hilkirin.

2. Ala netewî ya Kurdistanê
Alaya netewî ya Kurdistanê, berhemê xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê kurd e. Ew ala ku di dema Hikumeta Şoreşa Agirîyê û Cimhûrîyeta Kurdistanê de hatîye hilkirin û ji wê şûn ve jî bûye alaya fermî ya Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin. Alaya neteweyî ya ku salên 1928-1930ê li Agirîyê di ber Fermangeha Leşkerî ya Kurdistanê de hatîye hilkirin, ji wê şûn ve li rojhelatê Kurdistanê di dema damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê (22.01.1946) de hatîye hilkirin û îro jî bi hinek guhartinên piçûk li başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin, ew ala ye ku di serê salên 1920an de hatîye çêkirin. Qedrî Cemîl Paşa di bîranînên xwe de dibêje: Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîya Kurd (CTÎK), reng û şiklê ala neteweyî ya kurd destnîşankirîye û ala Kurd ji sê rengan pêk hatîye; li jorê wê sor, nava wê sipî û li jêrê wê jî kesk û di nava wê de li ser rengê sipî şiklê rojê heye.”[2]
Refîq Hîlmî di Yadaştnameya xwe de, di derbarê hilkirina ala Kurdistanê ya dema Yekemîn hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî de dibêje: Li mala Şêx Qadirê serokê Meclîsa Millî civîneke mezin hat çêkerin û piştî guftûgoyekê dûr û dirêj, biryar hat dan ku li Mizgefta Mezin civînek giştî çêbe û bi destûreke resmî alaya Kurd a resmî bê hilkêşandin. Ew roja ku ji bo vê civînê hatibû tesbîtkirin, nêzîkî 10 hezar kes li ber Mizgefta Mezin berhev bûn.”[3] Ala ku sala 1919an li Silêmanîyê hatîye hilkirin; pêkhatîbû ji zemîneke kesk, di nava wê de bazineke sor û di nava bazinê de hîlalekê.
Alaya li ser nasnameya CTKê, di sala 1920an de ji alîyê Zeynelabidîn Fanî ve hatîye çêkirin. Zeynelabidîn Fanî, sekreterê dawî yê CTKê ye, di nîvê sala 1920an de ji parçebûna cemîyetê şûn ve, wî ji sekreterîyê îstifa kirîye. Di bareyê alaya li ser huwîyeta CTKê de, Seyîd Mihemedê lawê Seyîd Abdulqadirê Nehrî di dema mehkemekirina girtîyên 1925an de dibêje: “Ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê katibê umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin, wê demê ew katibê Umûmî yê CTKê bû.[4] Di berdewamîya parastina xwe de sebebê çêkirina alayê weha dihêne ziman: “Ala Osmanî vemirî, me ala Kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”[5] Reng û sembolê alaya li ser weraqeyên CTKê; zemîna rûyê wê pêk hatîbû ji rengekî kesk û di nava wê de rojekî tîrêjdayî hatibû neqişkirin. Hebûna alaya Kurdistanê, ji alîyê dozgerên mehkemeya salên 1925an ve jî hatîye tesbîtkirin. Dozgerê mehkemeya Tirkiyê ji Kemal Fewzî dipirse û dibêje: “Di cemîyeta we de Ala Kurdistanê jî hatîye dîtin.”[6]

Alaya Kurdistanê li meydana giştî, cara pêşîyê sala 1921ê di dema serhildana Koçkirîyê de hatîye hilkirin. Îsmaîl Heqî Şawesê ku wê demê di nav ordîyê de bi rûtbeya bînbaşîtîyê wezîfedar bû weha dibêje: "Alaya Kurd li Îmranîyê hate hildan û li şaneşînan li ba bû."[7] Ji serhildana Koçkirîyê şûn ve, di dema ragehandina Komara Sor a Kurdistanê de hatîye hilkirin ku ji jor ber bi jêr ve pêkhatibû ji sê rûberên wekhev; sor, kesk û zer û di nava wan de jî roj hebû. Ji Tevgera 1925an şûn ve, gelek kadro û serkirdeyên Kurd derbasê Binê Xetê bûn û li wê derê di 5ê Cotmeha 1927an de bi navê Xoyb ûnê rêxistineke nû damezrandin. Xoybûnê, dest bi rêxistineke nû kir, li çîyayê Agiriyê di bin Fermandarîya Îhsan Nûrî de baregaha Fermandarîya Leşkerî ya Kurdistanê çêkirin, hikumeteke demkî ragihandin û Ala Kurdistanê wek ala fermî ya vê hikûmetê hate hilkirin. Di nameya ku roja 1ê Tebaxa 1928an ji alîyê Memduh Selîm Begê nûnerê sîyasî yê Xoybûnê ve ji bo Cemşîd Begê (Îhsan Nûrî) Serleşkerê Giştî yê Tevgera Serhildana Agirîyê re hatîye şandin de dibêje: “Ew nimûneya alaya ku ji alîyê hikumeta Agirî ve hatîye qebûlkirin, di kongreya me ya yekemîn de hatibû qebûlkirin. Şiklê wê weha ye: Ji jor ber bi jêr ve pêk hatîye ji sê şirîdên (rûberên) wekhev ên rengîn; li serê jorê sor, li navê sipî û li binîya wê jî kesk heye. Li ser rengê sipî yê navîn, rojekî zer ê gilover heye ku tîjên wî li ser herdu rengên jêr û jor belav bûne.”[8]
Ji wê şûn ve jî, di gelek çalakîyên Xoybûnê de ew alaya rengîn hatîye hilkirin heta damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê.
Di berîya îlankirina Cimhurîyeta Kurdistanê de, li Rojhelatê Kurdistanê, xebata rêxistinî û sîyasî ya neteweyî bi pêşengîya Komela Jîyaneweyî Kurdistan roj bi roj pêş diket. Bi hevkarîya hinek Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, hewl didan ku alaya dema serhildana Agirîyê, bi guhartina hinek sembolan amade bikin ji bo paşerojê. Şikil û sembolê alaya Komara Kurdistanê; jorê wê ji rengê sor û nava wê sipî û jêrê wê jî kesk e, li nava wê nîvrojek heye û li ber wê pirtûkek, li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hene.
Alaya ku hatibû amadekirin, paşê ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve jî tête erêkirin û cara pêşî di roja 17.12.1945an de, li ser banê daîreyekî fermî yê hikumeta Îranê hatîye hilkirin. Ji wê şûn de, di roja 22.01.1946an de damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê li meydana Çarçiraya bajarê Mehabadê hate ragehandin. Alaya ku ji berê ve hatîbû amadekirin, di wê roja dîrokî de bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” hatîye bilindkirin.

Di mitînga ragehandina komarê de, Reîsêcimhur Pêşewa Qazî Mihemed, di axaftina xwe de li ser wê alayê sond dixwe û weha dibêje: “Ez bi Xwedê, bi kelama mezin a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya gava dawîya nefesa canê xwe û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawîyê, bi can û mal di rîya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê de bixebitim.”[9] Ji wê rojê şûn ve, “bi fermana cenabê Qazî Mihemed serokê mezin û pêşewayê Kurdistanê, biryar hate dan ku Alaya sê reng a Kurdistanê li her bajarekî Kurdistanê bête hildan.”[10]
Berîya ku Cimhurîyeta Kurdistanê bête rûxandin, di roja 17.12.1946an de hevdîtina dawî ya General Mistefa Barzanî û Reîsêcimhur Qazî Mihemd çêdibe. Di dawîya hevdîtinê de, Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû dipêçe, wê radimûse û dirêjê destê Mistefa Barzanî dike û weha dibêje: “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwarim hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”[11]
Alaya ku li Başûrê Kurdistanê hatîye hilkirin, wek ala fermî ya Herêma Federe ya Kurdistanê, di destûra Dewleta Federal a Iraqê de hatîye nasîn û qebûlkirin. Ev ala, ji layê sazîyên navnetewî yên wekî Neteweyên Yekgirtî (UN) û Yekîtîya Awrupayê û dewletên wd. ve jî hatîye pejirandin.

3. Wateya reng û remzên li ser ala Kurdistanê
Serokê pêşî yê Xoybûnê Celadet Bedirxan dibêje: “Ala Kurdan; ji jor ber bi jêr ve li ser hev ji rûberên rengîn ên sor, sipî û kesk pêk hatîye, di nava wê de roj diçirise.”[12] Wateya reng û remzên li ser alaya Kurdistanê: Rengê sor, têkoşîn û xwîna miletê kurd nîşan dide; rengê sipî, dilpakî û aşîtîxwazîya wan û rengê kesk jî bereket û ciwanîya axa Kurdistanê nîşan dide. Rojê 21 tîrêjê çirisî yê navê jî, remza kulturî û netewî ya miletê Kurd e. Dema em bala xwe bidin avahîyên kevnare û perestgehên Kurdan, em dibînin ku li ser gelek cîyan remzê rojê heye.
Şaîrê navdarê Kurd Hejar, li ser reng û remzên (sembolên) alaya Cimhurîyeta Kurdistanê weha nivisîye:
“Parçekey sê rengî xoy deniwênî rengî sûr dellê
Ta tinokêk xwênî kurd mabê qedî min nanewê
Sipîyekey mujdeyî beyanî bextî kurdî kird beyan
Rojî bextî kurd peyda bû nema perdeyî şewê
Du gullî genmî, dellê agat le rizqî xot bibê
Xot ke birsî bo çî dujmin pêy bijîn lêre û lewê
Pêw dellê nûkî qelem ger jînî xoş û pêdewê
Xeyrî min desnakewê bo rêya teraqî û pêşrewê
Rengî sewzî yanî dayikî (Nîştiman) lew rokewe.”[13]
Di encamê de; dixwazim bala we bikşînim li ser du xalên girîng û dawî bi gotina xwe bînim. Îro ala Kurdistanê, bi biryara Meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê hatîye qebûlkirin û di Yasa Esasî ya Dewleta Federal a Iraqê de jî hatîye naskirin. Herweha ji alîyê sazîyên navnetewî yên wekî Yekîtîya Neteweyan (UN), Parlementoya Yekîtîya Awrûpa û gelek dewletên din ve bi awayekî fermî tête naskirin. Li Tirkîyê jî, dema ku serok û serokwezîrên Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo hevdîtinên fermî têne serdana wan, di balfirxane û mekanên hevdîtinê de ala Kurdistanê tête hildan. Lê mixabin her carê hinek nijadperest, beşekî çapemenî û akademîyê, hinek qelemşor û nûnerên partîyên sîyasî yên Tirkiyê êrîş dikin, hewl didin û dixwazin ala Kurdistanê, wekî ala PKKê nîşan bidin, da ku rewabûn û meşrûtîyeta wê ji holê rakin. Ev helwest, encama zihnîyeta kolonyalîst e, manîpulasyonekî pirr girîng e û dixwazin bi vî awayî, her daîm zixtên serwerîya xwe li ser miletê Kurd bidin hîsskirin.
Alaya ku ew dixwazin wek sembola PKKê nîşan bidin, PKK ji wan bêtir dijayetîya wê dike. Serokê rêxistina navborî A. Ocalan di kitêba xwe ya “Konfederalîzma Demokratîk” de dibêje: Ji ber ku dema netewe-dewletan xelas bûye, dema tevgera rizgarîya neteweyî jî bidawî hatîye. Ji ber vê yekê, meriv behsa neteweyeke Kurd ê bi serê xwe bike nerast e, Kurd ancax wek unsurekî kulturî û zimanî dikarin di nav yekrêzîya neteweya Tirk de hebûna xwe berdewam bikin. Ez dijberê dewleta neteweyî û ala neteweyî me, nahêlim Kurd bibin miletperwer (nasyonalîst) û nahêlim ala neteweyî ya ku hestê wan ê miletperwerîyê geş bike bête hilkirin.
Pêgirtîyên vê rêxistinê, ji ber fehm û feraseta nerast a serokê xwe, ala rengîn a ku berhemê têkoşîna netewî ya sed salî ya çar parçeyên Kurdistanê ye û îro li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê bi fermî hatîye hilkirin, nas nakin û herweha dijberîya wê dikin. Îro li Rojavayê Kurdistanê ku ew bi xwe jêra dibêjin “Bakurê Suriyê”, ala rengîn a Kurdistanê hatîye qedexekirin. Di gelek xwepêşandanên muxalîf de, gava ku ala Kurdistanê dihête hildan, mudaxale dikin, nahêlin û bêhurmetîyê li wê dikin. Divê her kurdekî bipirse, di rewşekî weha de, gelo çi ferq di navbera zîhniyeteke weha û dagirkerên Kurdistanê de dimîne?
- Axaftina min a bi minasebeta panela roja alaya Kurdistanê ku ji alîyê sê partiyên sîyasî yên bakurê Kurdistanê ve hatibû sazkirin.
 
[1] Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar: 9, În, 30 îlona, Çapxana Tereqî, Şam-1932
[2] Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürdistan Davası), Özge Yayınları, Ankara, 1991, r. 61-62
[3] Refîq Hilmî, Yadaşt Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Şêx Mehmûd, Weşanxaneya Lîs, Çapa Yekem, 2010, r. 270
[4] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951
[5] Seyid Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2
[6] Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 956
[7] Îsmail Heqî Şaweys, Şoreşa Koçgirîyê, Kovara Bîr, Hejmar: 1, Bihar 2005, r. 37
[7] Sedat Ulugana, İhsan Nuri Paşa’nın Anıları, Ağrı İsyanı Raporları, Dipnot Yayınları, Ankara, 2023, s. 284
[8] Seîd Veroj, Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Sîtav, Wan, 2019, r. 22
[9] Kurdistan, Jimar: 1, Sala Yekem, Mehabad, Pêncşem, 11.01.1946
[10] Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Doz, 2006 Stenbol r. 104
[11] Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar: 9, În, 30 îlona, Çapxana Tereqî, Şam-1932
[12] Kurdistan, Jimar: 1, Sala Yekem, Mehabad, Pêncşem, 11.01.1946, r. 3
                
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
                    
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.