Mehmed Mihri Hilav Makaleleri
Mehmed Mîhrî Hîlav (1885-1957):
Mehmed Mîhrî, ramangê¬rekî (mutefekkîrekî) girîng ê miletê kurd e. Dema em li ko¬varên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan binêrin em dibînin ku gelek nivîsên wî yên ciyawaz di nav rû¬pelên van kovaran de hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî, di nav rûpelên kovarên nav¬borî de li ser mijarên sîyasî, felsefî, sosyal, edebî, ziman¬zanî û kulturî gelek meqale nivîsîne. Ji ber vê yekê, ew, bi nav û nasnameyên cûr bi cûr; wek sîyasetmedar, rojname¬van, zimanzan, şaîr, rexnegir û hiquqzan tête naskirin. Di dirêjayîya vê nivîsê de, em ê bi kurtayî behsa van hemû xusû¬siyetên wî bikin.
Mehmed Mîhrî, bi eslê xwe xelkê rojhelatê Kurdistanê ye, Li bajarê Sinê û gundê Diseyê ji dayik bûye. Li gorî gotina kurê wî Selaheddîn Hîlav, “Mehmed Mîhrî Beg li Sinê ji dayik bûye (1885), deh (10) xuşk û birayên wî hebûn; dido ji wan keç û Ew li nik bavê xwe dest bi xwendinê dike. Piştî temamkirina xwen¬dina seretayî, “berê xwe dide bajarê Sinê û li ber destê hinek alimên navdar ên wê herêmê jî ders digre. Ji wê şûn ve diçe şaroçkeya Bêzareyê, ji wir jî derbasê bajarê Serdeştê dibe û li nik Mela Qadir xwendina xwe dewam dike. Piştî wê jî berê xwe dide Hewlêra başûrê Kurdistanê û li nik Mela Ebubekir sala 1904ê îcazeta melatîyê werdigre û vedigere gundê Di¬seyê.” Li vê derê demek di medresê de dersa xwendin, xî¬tabet û felsefê dide. Û paşê ji ber hinek nakokîyên malbatî, terka bajarê Sinê dike û berê xwe dide bakurê Kurdistanê û tê bajarê Wanê li herêma Serhedê. “Demek li bajarê Qersê dimî¬ne û paşê diçe Erzerumê. Ji wir ve jî, di destpêka sala 1911 de bi riya Trabzonê re derbasê Îstenbulê dibe.”
“Li Îstenbulê di Medresa Fatîh de bi pileyeka baş xwen¬dina xwe temam dike û bi alîkarîya mamosteyê xwe Husên Hûsnî Efendî yê ku wê paşê bibe xezûrê wî, di heman Med¬resê de dibe dersîam.” Di vê pêvajoyê de li Îstenbulê gelek kurdên navdar nas dike û yek ji wana jî Îsmaîl Heqîyê Babazade ye, ku wê demê Wezîrê Perwerdeyî bûye. Mehmed Mîhrî, bi teşwîq û alîkariya Îs¬maîl Heqî dest bi xwendina Darûlfûnunê dike û perwerdeyî¬ya hiquqê dibîne. Piştî çend salan xwendina xwe xelas dike û dibe parêzer (abuqat). Mehmed Mîhrî, di vê pêvajoyê de li Îstenbulê gelek kurdên rewşenbîr û xwendekarên ciwan nas dike, bi wan re têkilîyên germ pêktîne û peyderpey jî ew têkilî geş dibin.
Sala 1912, di roja 27.07.1912an de li Îstenbulê Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd tête damezirandin. Piştî damezrandina Komela Hêvî, di demeke kurt de gelek endamên wê çêdibin. Di nav van endaman de yên herî naskirî ev in: “Kemal Fewzî û birayê wî Zîya Wehbî, Nejmedîn Husey¬nî yê Kerkûkî, Ezîz Babanzâde, M. Şefîq Arwasîzade, Hemzeyê Muksî, Tayib Elî yê Xarputî, Ebdulkerîmê Suleymanî, Mem¬duh Selîm Beg, Salihê Diyarbekirî, Ekrem Cemîl Paşa, Eb¬dilqadirê Diyarbekirî, Asaf Bedirxan, Mistefa Reşat ê Dîyarbe¬kirî, Dr. Mistafa Şewqî yê Mahabadî, Mîhrî yê Sineyî, Dr. Fuad, Evdirehîm Rehmîyê Hekarî.” Damezrandina Komela Hêvî û xebatên wê, di nav ciwan û xwendakarên kurd de gelek tesîr dike. Piştî weşandina çar jimaran, çapkirina kovara Rojî Kurd hatî¬ye rawestandin. Li şûna wê, di dawîya sala 1913an de, bi navê Hetawî Kurd kovareka nû hatîye weşandin. Bi tevî destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanî, xebata hemû komeleyên Kurd tene rawestandin û betalkirin.
Piştê bi dawîhatina Şerê Yekem ê Cîhanê, Împeratorîya Os¬manî têk diçe û rewşeke nû peyda dibe. Digel çêbûna rêxistin û cemîyetên nû, Komela Hêvî jî careka din tête sazkirin û bi navê Kurdistan dest bi weşandina kovareka nû dikin. Di vê pêvajoyê de jî Mehmed Mîhrî, bi awayekî çalak di nav xeba¬ta netewî û azadî ya miletê kurd de ciyê xwe digre. Ew, hem endamê Komela Pêşketina Kurdistanê ye û di nav rûpelên ko¬vara Jînê de nivîsên wî têne belavkirin, hem jî endamê Kome¬la Hêvî û xwedî îmtiyaz ê kovara Kurdistanê ye. Arwasîzade Mehmed Şefîq jî sernûserê kovara Kurdistanê ye.
Mehmed Mîhrî di sala 1920an de, bi Şazîye Xanima qîza mamosteyê xwe Husên Husnî yê Daxistanî re dizewice. Ji ber ku ew xwendevanekî serkevtî bû û mamosteyê wî pir jê hes dikir, lewma qîza xwe Şazîye xanim jî di panzdeh salîya wî de bi dilekî rehet dabû ev xwendevanê xwe yê jîr û jêhatî. Di vê zewacê de bi navê Lamîa, Sûheyla û Leyla sê keçê wan û bi navê Selaheddîn û û Nejmeddîn jî du lawê wan çêdibin. Se¬laheddîn ji bo alîyê dayika xwe dibêje: “Alîyê dayika min lez¬gî-çerkez e; bavê dayika min jî kurd e û dayika wî jî reşik e.” Ji nav zarokên Mehmed Mîhrî yê herî navdar, felsefezan Selaheddîn Hîlav e.
Herwekî me li jorê jî gotibû, Mehmed Mîhrî jî bi edebîyatê re mijûl bû û herweha ew bi xwe jî edîbekî bixwebawer bû. Lewma demekî mamostetîya edebîyata tirkî jî dike û herwe¬ha di kovarên Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistanê de li ser ziman û edebîyata Kurdî gelek nivîsên wî hatine belavkirin. Pêşketin û elaqa wî ya alîyê edebî, bi vê dîyaloga wî û Selaheddîn Hîlav bêtir ronî dibe. Selaheddîn dibêje li ser pirsek min a derbarê edebîyatê de, bavê min gote; “Dema em Fuzulî, Nefî û Baqî jê derxînin Tanzîmat-manzîmat giş derew in, li pey wan jî Yehya Kemal û Nazim Hîkmet têne. Şairên rastîn ev in. Di rexneyê de jî Nurullah Ataç heye”.
Mehmed Mîhrî di rêya edeb û edîban de, xwe wek xelîfe û şopgerê Nalî12 dide nasandin û weha dibêje; “Min bi xwe, ji nav hemû raman û nêrînan, ji nav hemû kesên xwedî îlim û basîret, ji taca edîbên kurd û belkî ustadê yekane yê ehlê şiîrê merhum Mele Xidirê Nalî ji xwe re kirîye rêber.”
Di destpêka salên 1920an de çêbûna bûyerên wekî Tevge¬ra Qoçgirî (1919) û têkiliyên Komela Pêşxistina Kurdistanê, di sala 1923an de damezrandina Komara Tirkiyê û bi taybetî jî serhildana 1925an rewşekî nû derdixe holê û pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Ji wê demê şûn de, hem li Îstenbulê û hem jî li Kurdistanê cî û war li ser serê gelek rewşenbîr û sî¬yasetmedarên kurd teng dibe. Hinek ji wan mecbûr dimînin birevin derve, hinek hatin zîndanîkirin û kûştin, hinek jî xwe li ber çavan dûrxistin û bêdeng kirin. Mehmed Mîhrî, yek ji wan kesan bû ku xwe bêdeng kir. Ji ber Tevgera 1925an, de¬mekî li Îstenbulê tête hepiskirin û paşê wî serbest berdidin. Em dikarin bibêjin ku piştî vê pêvajoyê, demekî dirêj ji ber çavan dûr û bêdeng dimîne. Bêguman ev rewşa hanê gelek tesîr li wî dike, ku ji bo dîyarkirina halê xwe yê ruhî dibêje: “Yên wek min bi êş û derd heyatê derbas dikin.”
Sala 1934ê dema ku “qanûna bernav”an dirûst dibe, di mana “ji alîyê avê” de, bernava “Hêlav-Helav” bikartîna û paşê ev peyv wek “Hîlav” tête bikaranîn. Bi tevî ku bernaveke nû girtibû, li ser bergê pirtûka xwe ya ku bi navê “Fuzulî Divanın¬dan” (Ji Dîwana Fuzulî) sala 1937ê hatîye çapkirin, navê “Avu¬kat Mehmed Mîhrî” bikaranîye, bernavê xwe yê nû nenivîsîye. Li ser bergê pirtûka wî ya ku sala 1943ê, bi navê “Ahlak Yük¬seliş Kaynağı ve Mutluluk Ocağıdır (Exlaq Jêderka Bilindbûn û Serkanîya Bextewarî ye) hatîye çapkirin, “Mehmed Mîhrî Helav” hatîye nivîsîn.
Digel ev çar pirtûkan, li ser meseleyên sîyasî, felsefî, sos¬yal, edebî, zimanzanî û kulturî jî bi dehan meqale û lêkolînên Mehmed Mîhrî di nav rûpelên rojaname û kovarên wekî Rojî Kurd (1913), Hetawî Kurd (1913-1914), Jîn (1918), Kurdis¬tan (1919-1920), Dicle Kaynağı (Serkanîya Dîcleyê-1948), Hetawî Hewlêr (1955-56), Gelawêj, Zarî Kurmancî û wd. de hatine çapkirin. Ji van ni¬vîsan hinek li ser malpera www.kovarabir.com têne weşandin, lêbelê ji bo ber¬hevkirin û wergerandin û ji nû ve çapkirina nivîsên ev rewşenbîr û ramangêrê hêja yê milletê kurd xebateke ber¬firehtir divê.
Xebatên wî yên li ser zi¬man jî dîyar dikin ku Meh¬med Mîhrî, zimanê kurdî û zaravayên wê pir baş zanîbû û digel wan zimanê fransizî, erebî, farisî û turkî jî baş zanîbû. Digel ev xusûsiyetên wî, hi-nek wesfên wî yên din jî hebûn: “Mehmed Mîhrî ji sporê gelek hez dikir, melevanekî pir baş bû, siwarekî pir baş bû, meraq¬darê nêçîrvanî bû, mirîyê zarokên xwe bû û merivekî maqûl bû.”
Di dawîyê de em dikarin bibêjin ku ev xebat û berhemên wî yên jîyana 72 salan, neynika xebata wî ya ji bo miletê kurd e. Herwekî ku bi xwe jî gotinên şairekî neqil dike û dibêje: “Berhemên me nîşanê hebûna me ye, piştî me li berhemên me binêrin.” Ev rê, ji bo wî “rêya eşqê bû” û ew di vê rê de “bi ronahîya xwe” meşîya.
Mustefa Begê Kurdî - Mehmed Mîhrî (M. M.)
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd Dili Üzerine Çalışmaları- Seîd VEROJ
Mihemed Mîhrî Hîlav ji afirênerên rewşenbîriya nûjen e
Kürdlerin Hissiyat-ı Necibesi - Mehmed Mihri
BÎRA ME-Mehmed Mihri/ İlim ve ulemanın gaye ve hedefi [1]
BÎRA ME- Mehmed Mihri/ Müsemmasız İsimler ve İsimsiz Müsemmalar
M. M. (Mehmed Mihri)/ Îrfan: Kürdçe, Türkçe, Arapça, Farsça ve Fransızca Lûgat