Gelî xelqê bajêr: Em û hûn di gundekî da, di nav eşîrekê da, birayê hev bûn. Şîna me, şayîya me, hewar û gazîya me, yek bû. Bi hev ra radibûn û rûdiniştin. Me li hev dawa mezinayî û piçûkî nedikira. Zaroyê me bi hev ra şivanî û gavanî dikiran. Keç û jinê me bi hev ra diçûne bêrî û kanîyan.
Dewr û zeman, we ji me qetand. Hûn çûne bajaran, em mane li gundan. Çavê we li bajêr da vebû. Hûn xwedan mal bûn; em feqîr û belengaz man. Gava ku hûn zimanê xelqê bajêr hîn bûn, ji gundîtî û kurdîtiyê vegeriyan. Xwe ji cinsek dî hesab kir. Êdî di mabeyna me û we da tu eleqe, yek hevalîyek nema. We bi vê jî qenat nekir, hergav ji xerabîya me, ji nezanîya me bas kir. Zaliman li ser me rakir. Her çi ji dest we hat we kir. Tu rehmek ber nanî. Herçiqa em gundî ne, nezan û belengaz in, feqet em ji cinsê xwe nabûrin, wekî we belayê ser cinsê xwe nabin.
Hûn çira ji me ar dikin sûcê me? Sûcê me eger nezanîna me ye, sebebê wê jî hûn in. Eger wextê ku Xudê teala kerema xû we şareza kir, we jî mirovatîyek meyildarîya me neçaran bikira, îro em jî wekî we şarezayê alim dibûn. Weha nezan nediman, cewherê me û yê we yek bû. Li mabeyna me da ferqek tune bû.
Ey xelqê bajer: Hûn qenc bizanin ku bê me hûn nikarin. Eger em nebin hûn bi çi bajêrê xû, qesrê xû, malê xû xweyî dikin?
“Bi ziman” zanînek terka millîyeta xû kirin û te’dayîya cinsê xû rewa dîtin, eger di kitêbê misulmanî da hatîye nivîsandin; nîşanê me gundiyan bidin. Em jî pê bihesin. Gilî û gazinan bihêlin.
Nexû hûn li me neheqî dikin. Emrê Xudê bi cî nayînin. Werin ji Xudê bitirsin, me ji biratîya xû mavêjin.
Hûn dizanin ku em we û bab û bapîrê we nas dikin. Hûn ji ku hatine û çi kes in. “Xelqêd bajêr” ji erdan şîn nebûne, ji ezmanan nehatine helbet ji terafê bajêr hatine. Li terefê bajaran ji xeynê kurdan em kes nabîn.
Em mezinayîya we qebûl dikin. Bikevine pêşiya me, rêya heq û neheq nîşanê me bidin. Xelq çawan xweyîtî li cinsê xû dike, hûn jî li me wusan xweyîtî bikin. Bi derdê me xemî; bi şayîya me şa bin.
Hûn zana bûne; em nezan mane. Ji destê we her tişt tê ji destê me tiştek nayê.
Di rêya Xudê da gelî xelqê bajêr, esl û bestê xwe wenda mekin. Di nav alemê da xû û me caris mekin. Ji me gotin; ji we bîstin..
Înnellahe xebîrun bi zatihîssudûr. (Bêguman haya Xudê heye ji her tiştî.)
M. X.
Kaynak: Seîd VEROJ, Cemîyeta Hêvî Ya Feqehê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyeti) û Rojî Kurd (1913), Dara Yayınları, Diyarbakır, 2020 (Rojî Kurd, Hejmar: 4)
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.