Kovara BÎR (Seîd VEROJ): Ji kerema xwe ra hun dikarin bi kurtayî behsa xwe û partiya xwe bikin?

Cidan Yusif Elî: Navê min Cidan Yusif Elî ye, endamê serkirdayetîya Partî û nûnerê wê yê li Herêma Kurdistanê û herweha endamê komîteya herêmî ya ENKSê me. Navê rêxistina me, Hereka Îslah (Bizotneweya Çaksazî) e. Em sala 2008ê ji Partiya Pêşverû veqetyan û bi navê Hereka Îslah (Bizotneweya Çaksazî) damezrandin. Dema me dest pêkir, beriya wê, hinek nakokî di nav partiya me ya sereke ya ku berê em têde bûn yanî Partiya Pêşverû de hebûn. Hinek ji me endamên Qiyadê bûn, hinek jê kadroyên dereca didoya û sisêya bûn. Me nikarî bi hev re dirêj bikin û bixebitin. Em mecbûr bûn weka niha ku me vê navê lêkiriye Hereka Îslah, em di bin sîwana ev navî de bûn partiyek serbixwe yê nav partiyên ku hene di rojava de, da ku em bi hev re kar bikin. Di wextê damezrandina partiyê de bi vî navî me kongreyek çêkir. Di kongrê de birayar hat sitendin ku bernameya me ya siyasî wek bernameya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê be. Zêdeyê bernameya ENKSê li cem me nîne em bixwazin. Em di bin rêz û hêza kesên kurd li hemû şehr û mintiqeyên kurdî hene, partiya me muhawele dike daxwaz û armanc û ramanên milletê kurd di vê rêzê re pêk bînin an jî daxwazên kurda cîh bi cîh bikin. Li hemû ciyên ku kurd hene hevalên me tê de peyda dibin. Rêxistina me; di destpêkê de komîteya merkezî heye, heyeta tenfîzî beranberê mekteb Sîyasî ye. Komîteyên herêman, komîteyên fer'î hene. Me berî şorişê ev nav li xwe kiriye. Wexta şoreş dest pê kir, genc û xortan nav li xwe kirin wek tevgerên ciwana. Teqrîben navê gêncan ku li xwe kirin û navê me, li hev rast hatin.

- Nêrînên we ya li ser çareserîya mesela kurd û dahatûya wan a li Sûryê de çi ye?

- : Wek min got, di bernameya xwe de em dibêjin çareserkirina dawa kurdi li Sûriyê, bi nîzamek nemerkezî, demokratî, parlemanî, teadudî çê dibe, ku mafê milletê kurd jî têde bên parastin. Me tebenî kiriye li gor bernameya ENKSê yê dîyarkirina Mafê Çarenûsî. Mafê Çarenûsî, di hundirê Sûriyek ku bi erd û milletê wê parastî be û perçe nebe. Em vêya dibêjin ji bo ku biraderên xwe yên ereb netirsînin, li ba wan diyar be, li ba Eremen û Ereb û Tirk û Aşûrî û hemû kesan… li ba hemû milletên ku hene li Sûriyê. Ji bo ku netirsin ji parçekirina me ya Sûriyê.

- Em dibînin ku di Kurdistana rojava de gelek partiyên sîyasî hene û piraniya wan jî, ji partiya sereke ya PDKS (Nûredîn ZAZA-1957) têne, ji aliyê daxwaz û nêrînên sîyasî ve jî nêzîkê hev in. Herweha îro piraniya van partiyan di bin sîwana ENKSê de jî gihîştine hev. Bi tevî ku van partîyan ji aliyê programa sîyasî ve nêzîkê hev in û îro jî karîne di bin sîwana ENKSê de bicivin, digel vê yekê çima ewqas partîyên cihê peyda bûne? 

- : Milletên bindest mehrûmin ji her tiştî. Ji valahî û betaliyê, millet bi hev re meşxûl dibe. Partiya yekem ya sereke çêbû di 14yê Hezîrana sala 1957an de. Ew partî, yekemîn partî bû ku bi serokayetiya Nûreddîn Zaza hat damezrandin. Ji wê tarîxê û heya niha weqas partî ji vê partiyê çêbûn. Piştî ku şoreşa Sûriyê destpêkir, ENKS çêbûye. Bernameyên siyasî gelek nêzîkî hev bûne û teqrîben bûye yek. Em jî dixwazin di bin vê sîwanê de partiyên me rêxistin bin, ne şexsî bin. Saziyên siyasî bin, bi deng û bi sindoq û muesesat tê de çêbin. Ne tenê yek şexs îdare bike û têde teserufê bike. Mesela wek partiya me, me yekîtiyek sîyasî li darxistiye. Wê di nêzîk de çêbe, emê îlan bikin. Di nav 16 partiyan de 3 partî bi hev re îttîfaq kirine. Partiya me, di bin serokatiya Mistefa Oso de Partiya Azadî û El Partî ya rehmetî Ebdurehman Alûcî. Me ev 3 partî bi hev re bername çêkiriye. Wê di nêzîk de derê ser riya erdê. Navê wê jî Îtîhada Sîyasî yanî Yekîtîya Sîyasî ye. Hêj nehatiye ragihandin.

- Em dizanin ku di roja 11/07/2012 de li Hewlêrê di bin çavdêrîya Hikumeta Federal a Kurdistanê de peymanek (girêbestek) di navbera ENSK û Encûmena Gel (PYD) de hate îmzekirin û di wê peymanê de biryarên pir girîng hatin pejirandin. Lêbelê em dibînin û dibihîsin ku di pratîkê de pêdivîyên wê peymanê bi temamî nayin cîbicîkirin. Li gor dîtina we girîngîya peymana Hewlêrê çi ye, çiqas tête tetbîqkirin û aliyê vê Peymanê di rastiyê de xwe çiqas bi wê ve girêdayî dibînin?

- : Ev peyman wexta çêbûye bi rastî li cem milletê me, li rojavayê Kurdistanê firehiyek çêkiriye. Tengahî çêbûbû, em nêzîkî birakujiyê bûbûn, nêzîk bû ku em bihevkevin. Çi yên Encûmena Gel û çi yên ENKS û yên serbixwe. Ev peyman bi piştgirîya Heremê û serok Mesûd Barzanî, bi rîayeta û di bin çavdêriya wan de biryar dan. Me dît yekhêzî çêdibe, hêzeka qewî û xurt çêdibe. Li hember xismên me û hember hevbeşên me yên Sûriyê de. Mixabin kêmahî tê de zahf çêbûn, peyman cîh bi cîh nedibû. Ê me, em dibînin kêmasî bêhtir ji aliyê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistan de dihat xistin. Bi tevî hemû kêmasiyan, Desteya Bilind di netîca wê peymanê de çêbûye. Îro dîsa li Kurdistanê ne. Digel serok Mesûd dicivin. Ji ber kêm û kêmasiyên ku çêbûne, kî îltîzam pênekiriye li hemû şarên Kurdistana Rojava, çi kêmanî çêbûne, belkî dest deynin ser û em jî bi hêvî ne ku ev peyman here serî. Ji ber ku xelasiya milletê me û pêşî lêgirtina birakujî di duruskirin û tetbîqa vê peymanê de ye.

- Hem di nava ENKSê de û hem jî bi Encûmena Gel (PYD) re çi problemên navxweyî yên rêxistinê kurd hene?

- : Welahî problema yekemîn û sereke ku em hemû jê aciz in, ew kesên çekdar ên biraderên Encûmena Gel in, hinek tengayiyê çêdikin. Dixwazin çalakiyên ku dibin û tiştên ku pê radibin hemû bi destê xwe tenê bikin. Naxwazin hevbeşî bi ENKS re bikin. Ew dihêle ku kêm û kêmasî çêbibin. Ji aliyê milletê me ve, ji aliyê Encûmenê ve pêdihisin ku yek dixwaze hemû tiştî bi xwe re bibe û bi destê xwe pêkbîne û hevalên xwe hemûyan bêpar bike. Em vê yekê rast nabînin. Divê em hemû bi hev re bin. Eger destê me di destê hev de be, em ê bêhtir milletê xwe razî bikin bi serfirazî bi tiştekî baş û bi gavê durust û qonax bi qonax pêk bînin. Em ê milletê xwe bibin qonaxa selametiyê.

- Li ser rewşa heyî û rizgarbûna hinek bajar û bajarokên Kurdistana rojava gelek tişt têne gotin. Di rastiya xwe de rewşa van deveran çi ye? Li wan deveran rêvebirî çawa hate bidestxistin, rêvebirina van bajar û bajarokan bi çi awayê dibe?

- : Di gumana min de tiştê ku aqilê min jê dikşîne ez dibêjim serxwebûna bajarên kurdî, rastiya wê nebû. Ti serxwebûn û azadî çênebûbû. Hinek deverên medenî yên sivîl yên di destê desthilatê de, di şûn xwe de hiştin, ji wan re pêwistî nebû, berdan. Biraderên me yên PYD û hinek partiyên Encûmenê, dest danîn ser hinek ciyên baregeh, ciyên ku vala bûn û desthilatê hêzên xwe jê kişandin. Hê jî hêzên desthilatê û emna wan li hemû deverên Kurdistanê hene, ji derekî kêm nebûne. Heger bixwazin kesên çalakvan û kesên ku hukumet çavtengiya jê dike, diçin wan digrin û mudahema malên wan dikin, bi şev an bi roj be dewriyeyên asayişê yan jî parastina heremê ya desthilatê, hê jî li ciyê xwe ye li hemû deverên Kurdistana rojava. Ez nabînim ku ew tiştekî durust bû. Tiştek xef an veşartî xwestin bixin di nav me de û fitekî çêbikin di nav kurdan xwe bi xwe de û di nav kurd û opozisyona Sûriyê de û herweha di nava kurdên rojava û hukumeta Tirkiyê de. Di bawerîya min de mesele ew bû. Daxwaza desthilata Beşer jî ew bû. Em dibînin ew jî naçe serî.

- Ez bi hinek mirovên ku ji ber zixtên PYDê û çekdarên wê, ji rojavayê Kurdistanê revyana hatine aliyê Qiziltepe û Nisêbînê bi wan re peyivîm, ji kiryarên PYDê û alîgirên wê gelek aciz bûn. PYD, li Kurdistana Sûryê, bi taybetî jî li hemberê rêxistin û kurdên li dervayê xwe polîtîkayek çawa dimeşîne?

- : Wellahî astengiyan ji bo yên dervayê xwe re çêdikin. Em hêvî dikin ku biraderên me yên PYDê, dev ji vê aqiliyê, ji vê seqafetê berdin. Divê baweriya wan çêbibe bi xweşî û bi biratiyê, em hêza xwe bikin yek. Û destê xwe bidin destê herkesî yên çalakvan li şehrên Kurdistana rojava, ji bo ku em bikaribin ji vê qonaxê bi selametî derbas bibin. Heger bimînin li ser aqiliya xwe, ji wan pêve kes nîne û nahêlin ji bilî wan kes li şehrên Kurdistanê çalakî bike, zerarê digihînin xwe di dereca yekem de û digihînin milletê xwe, digihînin tevgerê û digihînin şoreşa Sûriyê bi tememî. Çalakî dibin, ne ku nabin. Lê ew naxwazin kesên xeyrî wan çalakiyek bikin, çavtengiyê dikin. Ez vêya şaş dibînim û divê vêya nekin. Divê tevger bibe merkezî û di nava milletê xwe de belav bikin bi biratî, bi hevbeşî milên xwe bidin hev û îdara şehrên Kurdistanê bikin.

- Dema ku em rewş û tecrubeya Kurdistana Îranê ya 1979an bînin bîra xwe, hun derbarê têkilîya opozîsyona kurd û ereb de çi difikrin? Û têkilîyên navbera ENKS-Encumena Gel û ENS, di kîjan astê de ne?

- : Bi bawerîya me, em wek kurd beşek ji milletê Sûriyê têne hesab, em hevbeşê milletê Sûriyê ne. Divê destê me di destên hev de be. Em bê hev, bi tena xwe nikarin tiştekî bikin. Eger ew jî bê me tiştan bikin kêm e. Divê em bawer bin û xwediyê baweriyê bin ku em hevbeşê milletê Sûriyê ne. Bê opzîsyona Sûriyê, bê hevbeşî em ê nikaribin tiştên baş û durust bi dest xwe bixin. Divê em baweriyê li cem hemû opozîsyona Sûriyê çêbikin û bi hemû hêzan re têkildarbin, bi eleqakat bin, bi hevpeyman bin û xwedî hevpeyv bin. Divê em qeziya xwe bi wan bidin fêmkirin bi rengekî ku em wan netirsînin. Qederê em xistine hevbeşê hev. Divê em karibin xwe biparêzin, û wan bi qeneetkirin bidin ku Sûriya di rojên pêş de wê Sûriyeka demokratî, azad, hemû millet û hemû kes tê de xwedî maf be, xwedî cîh û xwedî gotin û keramet û hurmet be.

- Piştî pêkhatina Peymana Hewlêrê, Encûmena Gel yan jî PYD xwe ji Komîteya Kordînasyonê hilkişand yan peyman û têkilîyên wan berdewam dikin?

- : Ez dibêjim berdewam dikin. Ji me re gotin bêhnfirehiyek bidin me heya ku em karibin xwe jê vekişînin. Heyeta Tensîq heye. Ew di vê heyetê de ne. Em razî an ne razî beşek ji opozîsyonê ne. Em ji bernameya wan ne gelek razî ne. Bi Heremê re gelek sistayiyê dike. Lê em dixwazin ku hevalên me û biraderên me yên PYDê xwe ji opzisyonê vekişînin da baweriya wan bi qeziya kurdî weke ku Encûmen dixwaze, weka ku Desteya Bilind dixwaze eger baweriya wan bi vê meselê neyê, dive ew xwe jê vekişînin. Divê PYD xwe ji hemû ciyên opozîsyonê vekişîne, ji yên ku baweriya wan bi mafê milletê kurd nayê.

- Hinek partî û aliyên sîyasî dibêjin PYD hevkarîya rejîma Baas dike û bi rêdan û piştgirîya wan zixt û hukum li ser partî û grubên din dike. Gelo ev yek raste?

- : Ez nizanim dereca rastiyê tê de çend e. Bes hinek elamet hene, dîyar dike ku îhtimala piştgirî û têkiliya wan a bi rejîmê re hindik hebe. Gerek taktîkî be, ew jî dixwazin jê îstîfade bikin û rejîm jî di weziyetek qels de ye, weziyeta wan gelekî xerab e. Belkî hevalên me yên PYDê dixwazin weka taktîk, ji rejîmek zeyîf îstîfadê bikin.

- Hun polîtîka Turkiye ya derbarê Sûrye û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

-: Heta niha tiştek wazih nîne. Di beranberî mewqûfa Tirkiyê de esas demokratî ye, îslamî ye, îslameka demokratîk e, tiştê ku heya niha dike, weke opzîsyon û milletê kurd tiştê ku dilê me lê rihet bibe me nediye. Em dixwazin tiştek dîyar û aşkera ji hêla Tirkiyê de û desthila wan de derkeve, bêjin bê ka milletê kurd û mafê wan çiye, çareserî li cem wan çiye? Heta niha li cem me nediyare, çilo lê dimeyîzînin. Em gelekî jê ne razîne.

- Hun polîtîka Rusya ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

- : Polîtîkaya Rûsyayê, em dibînin weka hevbeşê rejîma Sûriyê di xwînrijandina milletê Sûriyê de.

- Hun polîtîka Îranê ya derbarê Sûryê û kurdên li Sûryê çawa dinirxînin?

- : Her weka polîtîkaya Rûsya û xerabtir e. Hevbeşê rejîmê ye di xwînrêjê û kuştin û zora ku li ser milletê xwe dike de.

- Hun li gor rewşa îroyîn, geşepêdanên li Sûryeyê çawa dinirxînin? Bi xwepêşandan û şerê Artêşa Azad têkbirina rejîma Baas mimkune gelo?

- : Her berxwedana millet ya sereke ew e. Xwepêşandan eger bi rêya aştiyane bibûna, wê ji me re gelek baştir bûya. Lê rejîmê milletê me xiste di xana teng de, di devera teng de ku parstina xwe bike. Em dibînin Artêşa Azad îtîbar dibe weka parastina nefsî û ne arteşek ji betalî çêbûye. Mecbûr bûn ji zilm û zor û kuştina zêde û koçberî û girtin û heps û zîndanan. Beşek ji millet, ew Artêşa Azad ku ji artêşa rejîmê vediqetiya û bazdida û direviya, mecbûre xwe biparêze û milletê xwe biparêze, bi tiştên ku di dest de heye, bi van îmkaniyetên ku hene, vaye em dibînin, bi baweriya me rejîm diçe, diroxe û mecal nîne ebeden hîç şik li cem me nîne ku dirêj bike û ev rejîm li ser desthilatê bimîne. Bi eksa wê divê rojên wê nêzîk bin. Bi destê milletê Sûriyê, bi hemû milletê Sûriyê lê bi alîkarî û piştgiriya millet û dewletên heremê û yê cîhanê yê kamil yên xwedî biryar, em muhtacî alîkariya wan in. Rêxistinên sîvîl, rêxistinên hukmî, dewlet bin, Meclisa Ewlekariyê be yan jî Yekîtiya Dewletên Ereb be, çi hêzên navdewletî yên ku hene em muhtacê alîkariya wan in.

- Ji daxuyaniyên Artêşa azad û hinek aliyên din ên sîyasî dîyar dibe ku dixwazin herêma Kurdistana Rojava jî bikşînin nav qada şerê germ. Li hemberê vê yekê fikira we çiye û ku tiştekî wisa biqewime dê helwesta we çi be?

- : Ciyê Artêşa Azad li herêma kurdan, li Kurdistana Rojava nîne. Sebebekî jê, milletê kurd li rojava dikarin herêma xwe biparêzin. Artêşa Azad gereke biçe cih û deverên ku nikarin xwe ji rejîmê biparêzin. Em dibînin milletê me yê kurd li rojavayê Kurdistanê, heta vê deqa ku em tê de ne, karine xwe biparêzin. Eger roj qewimî û teng bû, em naxwazin tu kesê çekdar bikevin herêma Kurdistana rojava, em besê xwe hene.

- Bê ku mudaxeleyek navnetewî çêbibe li hemberî rejîma Baas, serkeftin mumkune gelo?

- : Eger mumkun be jî, wê dirêj bibe, wê qurbanî zêde bibin. Eger zû mudaxele bikin, ez dibêjim em wek partî, wek kurd, wek kesên Sûrî divê derî were girtin li pêşiya kuştina milletê Sûriyê. Ev rijandina xwîna milletê me yê Sûriyî bi çi rengî dibe bila bisekine, çi bi piştgirîya hezên neteweyî û navneteweyî dibe bi demekî zûtir milletê Sûriyê ji vê rejîmê xelas bikin, em razî ne.

- Van rojan di çapemenîya navnetewî de gengeşî û pêşnîyarên ji bo pêkanîna Hêrêmeke Parastî di bin sîwana hêzên navnetewî de zêdetir bûne. Di derbarê vê mijarê de hun çi difikrin?

- : Em dibêjin tiştek baş e, pêwîste.

- Piştî têkçûna rejîma Baasê, hun dixwazin sîstemek çawa bête damezrandin û di nav vê sîstemê de wê statuya miletê kurd çi be?

- : Rejîm diçe. Em dixwazin sîstema nûh azad, demokratî, parlemanî û nemerkezî be, hemû rengên Sûriyê bila têde hebin. Hingê mafê kurda di nîzama vî rengî de tê parastin.

- Li Sûryeyê piştî têkçûna rejîma Baas û Beşar Esad, mimkune ku di navbera grubên etnîkî(qewmî), mezheb û dînên cûda de pevçûnên navxweyî peyda bin? Bi taybetî jî di navbera Alewî, Sûnnî, Dûrzî û Xrîstiyanan de?

-: Ne mumkune, dûr e. Di nav me de ev nisbet hindik e. Ji ber ku milletê Sûriyê xema ku niha dixwin ew e, wê çawa ji vê rejîmê xelas bibe. Rejîmeka bi yek rengî ku em weka malbatek bin û ew jî werin bikevin şûna Beşer Eshed û zilm û tade li beşek milletê Sûriyê bikin, ew jî wek wan wê lê were. Em dixwazin ev rejîm were guhertin ji bo zilm û zor û tade li ser milletê Sûriyê nemîne û wekhevî di nav milletê Sûriyê de çê be. Ez gelek dûr dibînim ku şerek qewmî an mezhebî di nav me de çêbe.

- Em wisa dizanin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, ji panzde grub û rêxistinên cûda pêk hatiye. ENKS bi çi awayê rêxistina bûye, armanc û hedefa wê ya sîyasî çiye? Û heta vê gavê kîjan daxwazên wan ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Sûryê ve hatine qebûlkirin?

- : Heya îro hîn tiştê ku dilê me bixe cîh qebûl nebûye. Bes di demek nêzîk de rûniştinek di nav her du encûmenan de wê li Hewlêrê çêbibe. Ji bo ku ev mesele çareser bibe, her du encûmen ew tiştên ku li cem wan hene, wek her du alî ji bo Sûriya nûh çi dixwazin, wê deynin ber hev. Çi hevbeşî tê de heye wê ji hev derbixin, da ku karibin li ser bernameyek li hev bikin.

- Ji aliyê armanc û hedefa sîyasî ve çi cûdayî di navbera ENKS û Encûmena Gel (PYD) de heye?

- : Cûdayî hebû, lê wextê Peymana Hewlêrê di nav her du encûmenan de hate îmzakirin, hingê wan jî dîtina siyasî kirin weka ya merkeziya siyasî di Sûriyê de. Di peymanê de em her du wekhev dibêjin.

- Weka encam mesaja we çiye gelo? Ji bo Kurdên Sûriyê û Kurdên din.

- Di vê qonaxê ku guhertinên mezin li Rojhilatanavîn de çêdibin, divê em yekhêziya xwe dirist bikin û biparêzin, hemû kurdên parçeyên din bi hev re alîkar bin, diyaloga me bi hemû millet û cihên qerarê re yên di cîhanê de hebe, em dengê xwe bigihînin wan û em karibin tada û zilim û zora li ser milletê me ji wan re bêjin. Em dixwazin di Sûriyê de ev kuştin û tengahî û zora ku rejîm li ser milletê dike hemû bêne sekinandin û em jî bi yekhêziya xwe bigihên mafên xwe; bi durustbûna daxwazên xwe, bi rastbûna mafên xwe yên neteweyî û qewmî di Sûriyê de.

- Em ji bo vê hevpeyvîna ji cenabê we re sipas dikin.

- : Serkeftin ji bo we û ji Kovara Bîr re, we derfetek da me ku em ronahiyê bixin ser ramanên xwe bi riya we li ser rojavayê Kurdistanê. Em zor zor menûn in.

Hewlêr, 06.09.2012