“Sed qa’îme û qesîde kes naykirrê be pûlê
Rozname û cerîde kewtote qîmet û şan.”
Hecî Qadirê Koyî
KURTE[1]
Mewlanzade Rifat, şexsiyetekî namdar û girîng ê tevgera nasyonalist a kurd e di destpêka serdema 20an de. Ew, bi nasnameya xwe ya rojnamevanî, nivîskarî û sîyasetmedarî tête naskirin. Digel rojnameya Serbestîyê, rêvebirî û berpirsyarîya derxistina gelek weşanên din jî kirîye ku di vê meqaleyê de navê wan derbas dibin. Ji nav wan weşanan ya herî temendirêj Serbestî ye.
Weşana rojnameya Serbestî, dem deman bête rawestandin jî, bêtirî diwanzdeh salan berdewam kirîye. Di nav weşanên wê demê yên kurdan de, ji xeynî Serbestî, rojname û weşaneke wisa temendirêj nîne. Bêguman di wê dema dirêj de, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî dewre bi dewre guherîn çêbûne; ku di vê xebatê de ew guherîn, bi ser sê dewreyan ve hatine destnîşankirin. Di dewreya sisêyan de; Serbestî wek weşanek bi girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ve hatîye weşandin. Di dewreya sisêyan de, bi vê yekê ve girêdayî, naverok û temaya nivîsan jî guherîye.
Peyvên sereke: Serbestî, Mewlanzade Rifat, Rojnamevanîya Kurd, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê
ABSTRACT
Mewlanzade Rifat was a renowned and significant figure of the Kurdish nationalist movement at the beginning of the 20th century. He was known by his identities as a journalist, a writer and a politician. Beside the journal Serbestî, he acted as the executive and administrator of many other publications which are mentioned in this article. Among all those, Serbestî was the longest-lasting one.
Although with intervals from time to time, the journal Serbestî was published for more than twelve years. There are no other Kurdish journals or publications of those times that lived as long as Serbestî did. Of course, there were occasional alterations in the editorial policy of Serbestî during that long time, which are addressed in this work in three periods. In the third period, Serbestî was published as an organ linked to the Kurdistan Tealî Association. As a result of that fact, the content and theme of the articles changed in that period.
Key words: Serbestî, Mewlanzade Rifat, Rojnamevanî, Rojnamevanîya Kurd, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê
Destpêk
Dema behsa dewreya sereke ya rojname û rojnamevanîya kurdan bibe, bêguman divê navê Serbestî û Mewlanzade Rifat, di xetên pêşî de bêne lêkirin. Serbestî, yek ji rojnameya herî temendirêj a salên dawî yên dema Dewleta Osmanî û destpêka sedsala 20an e
Xwedî û mesulmidurê Serbestîyê Mewlanzade Rifat; kesayetekî namdar, mûtefekîr û têkoşerekî girîng ê wê demê ye. Ew, bi xebat û nasnameya xwe ya rojnamevanî, sîyasetmedarî û dîplomatî tête naskirin. Herweha hosteyekê polemîkê û xwedîyê qelemeke tûj bû.
Di vê xebata berdest de, li gor çavkanîyên mewcud, bi giranî dê alîyê wî yê rojnamevanî, sîyasî û têkilîya wî ya bi tevgera kurd û Kurdistanê re derkeve pêş. Ji destpêkê hetanî dawîyê, fikir û ramanên Mewlanzade Rifat, sîyaseta weşandina rojnameya Serbestî û ew guherînên fikrî û sîyasî yên ku di nava demê de bi wî re çêbûne, bi ser sê dewreyan ve hatine parvekirin.
1. Mewlanzade Rifat kî ye?
Mewlanzade Rifat, kurê nivîskarê namdar Abdurrehman Nacîm[2] e. Bi eslê xwe ji başûrê Kurdistanê, ji mîrekên Silêmanîyê ye û endamê malbateke namdar û ji giragirên wî bajarî ye. Ew, nevîyê kesayetîyekî navdarê wê deverê Mihemed Beg e û malbata wan bi leqaba xwe ya Mewlanbegzade têne nasîn.
M. Rifat, di sala 1969an de li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Roja ji dayikbûna wî dîyar nebe jî, li gor nameya wî ya ji Nabî Begê Sefîrê Atînayê re ku di 15yê Hezîrana 1909ê[3] de rêkirîye, ew roj di çil salîya xwe de bûye. Li gor vî yekê, ew di sala 1869an de ji dayik bûye. Dema em kar û wezîfeyê wê demê yê bavê wî binêrin, dîyar e ku ew li bajarê Stenbolê ji dayik bûye. Agahdarîyên me yên li ser zaroktî, xwendina seretayî û navendî, jîyana wî ya malbatî, perwerdeyî û sîyasî pirr kêm in û nebes in.
Li ser dema jîyana wî ya xwendina bilind û piştî wê, lêkolîner Murad Issı dibêje:
“Mewlanzade Rifat Begî Mekteba Hiquqî Şehane xwendîye. Piştî xelaskirina mektebê, demekî di Qelema Matbûatî Ecnebîye de kar kirîye. Ji ber jêhatîbûn û serkevtinên wî, hatîye terfîkirin ji bo Qelema Tehrîrat a Muteserrifîya Beyoglu. Û ji wê şûn ve jî, hatîye tayînkirin ji bo midurîya hepisxaneya bajarê Sînopê. Li ser şikayeta Muteserrifîya Sînopê, roja 22yê Tebaxa 1895ê di derheqê wî de lêpirsîn hatîye kirin û di encama wê de li wî bajarî hatîye girtin... Demekî li Sînopê girtî dimîne, paşê bi biryareke nû wî sirgûnê bajarê Çorimê û ji wê derê ve jî rêdikin Qeyserîyê.”[4] Alî Bîrîncî jî dibêje: “Li ser vê dema jîyana wî, tiştê ku tête zanîn ev e, ku di sala 1896ê de li bajarê Qestemonîyê katibîya xusûsî ya walî Xelîl Beg kirîye.”[5] “Li ser sirgûniya wî jî du sebeb têne dîyarkirin: Yê yekemîn, hal û hereketên wî yên neminasib; yê duyemîn jî, terefdarîya wî ya ji bo Sultan Reşadê V. ye.”[6]
Li gor nivîsandin û ewraqên fermî, M. Rifat hetanî Adara sala 1905an li Qeyserî girtî bûye. Ew bi îdeaya nêzîkbûna bi Sultan Mehmed Reşat re tête tawanbarkirin û 12 sal ceza ji bo wî tête birrîn. Ji ber vê, wî bi cezaya sirgûnê rêdikin bajarê Sanaya Yemenê. Lêbelê nayê zanîn ku di kîjan tarîxê de ji Qeyserîyê rêkirine Yemenê. M. Rifat van rojan di nav tengasîyên gelek mezin û tunebûnê de derbas dike. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn, efûyeke giştî tête derxistin û wekî gelek sirgûniyan ew jî vedigere Stenbolê.
2. Derxistina efûyê û vegera ji bo Stenbolê
Di 24ê Temûza 1908ê de bi tevî îlankirina Meşrûtîyeta Duyemîn, efûyeke giştî tête derxistin û Mewlanzade Rifat jî dikeve ber vê efûyê û vedigere Stenbolê. M. Rifat di bîranînên xwe de li ser îlankirina Meşrûtîyetê dibêje:
“Roja 23yê Temûza 1908ê bi rastî jî cejneke mîllî ye û hêjayê pesindanê ye. Bayê vê roja hêja jîyanê lûl kir, em jî rizgar kirin û wekî bi hezaran mexdûrên sîyasî, ji bajarê Sanaya Yemenê yanî ji cîyê nefîkirina me ya dawî …”[7] “Wekî her kesî, me jî berê xwe da wî bajarî û dixwest gavekî zûtir bigîjin Stenbola ku ji tarîtîya reş a îstibdadê, xweşikayîya xwe ya sirûştî wenda kiribû... Hîn di destpêka rêya hatinê de me digot, ku Sultan Abdulhemîd di meqamê xîlafet û seltenetê de bimîne, ji bo dahatûya welat xeterîyeke mezin e û me jî ditirsîne... Armanca me, rûxandina desthilatdarîya Abdulhemîd bû.”[8]
Piştî ku digîjin Stenbolê, li ser rewşa û dîmena sîyasî ya wê demê dibêje: “Dema em vegerîyan Stenbolê, rêvebirên Cemîyeta Îtîhad û Terakkî di nav serxoşîya înqilabê de bûn.”[9]
Mewlanzade Rifat, ji vegera Stenbolê şûn ve, li hemberî îstibdadê û ji text daxistina Abdulhemîd, dest bi mixalefet û têkoşîneke dijwar dike. Dibêje:
“Pêşîyê em bi nefîkirîyan re hatin ber hev, bi kurê Şêx Ubeydulahê Nehrî yê Seyîd Abdulqadir Efendî re hevdîtin pêkanîn û me pêşniyara yekîtîyê ji welatîyên ermenan re kir.”[10]
Di vê navberê de ji alîyê kesên nefîkirî û hin dijraberên îstibdadê ve, bi navê Cemîyeta Fedekarên Millet (CFM) rêxistinek hatibû damezirandin. M. Rifat û hevalê wî Hesen Fehmî jî tevlî xebata CFM dibin. Di 16yê Îlona 1908ê de, li ser navê cemîyetê, di bin mesûlmidurî û sernivîskarîya Necîp Nadir Beg de rojnameya Hukuk-î Umumîye tête neşirkirin. Necîp Nadir mixalîfeke dijwar ê îstibdadê bû û 23 hejmarên vê rojnameyê bi mesûlmidur û sernivîskarîya wî dihêne neşirkirin. Piştî ku Necîp Nadir ji bêgavîyê karê rojnameyê dihêle, li şûna wî endamê cemîyetê Mewlanzade Rifat dibe mesûlmidurê rojnameya Hukuk-î Umumîye.
M. Rifat bi vê pêngavê, cara pêşîyê dest bi xebata weşangerîyê dike û hetanî hejmara şêstî (60), vî karî dimeşîne. Xebata wî ya di nav CFM de, zêde dewam nake û M. Rifat di bîranînên xwe de dibêje: “Me dît ku kesên bîyanî (nenas) tevlî Cemîyeta Fedekaran bûne û ji ber vê yekê em ji cemîyetê veqetîyan û me dest bi neşirkirina rojnameya Serbestî kir.”[11]
Bêguman armanceke M. Rifat û hevalên wî û polîtîkayek weşana Serbestî hebû. Dema em bala xwe bidin naveroka rojnameyê û çalakîyên M. Rifat, dîyar dibe ku li gor rewşa sîyasî ya demê, di polîtîkaya weşana Serbestî de jî guhartin çêbûne.
Divê guherîna polîtîkaya weşana Serbestî û fikrên M. Rifat, bi ser sê dewreyan (qonaxan) ve bête nirixandin: Qonaxa yekemîn, ji destpêka weşana Serbestî bigire hetanî pêkhatina Bûyera 31ê Adarê ye; dewreya duyemîn, weşana Serbestî ya li Misir, Parîsê û ji nû ve li Stenbolê ye; dewreya sêyemîn jî, karkirina Serbestî wek organa Cemîyeta Tealîya Kurdistanê ye.
3. Derçûn û dewreya yekemîn a rojnameya Serbestî
Çawa ku li rêzeyên jorê jî hate gotin, di vê xebata berdest de, ji destpêka çapkirina rojnameyê bigire hetanî nefîkirina duyemîn a 21ê Nîsana 1909ê, bi navê dewreya yekemîn a Serbestîyê hatîye binavkirin. Politikaya weşana Serbestîyê, di vê dewreyê de xwe sipartiye van armanc û prensîbên bingehîn: Weşaneke serbixwe ya bêlayen; parastina nirx û destkevtîyên Meşrûtiyetê; têkbirina Îstibdata Abdulhemîd; di çarçoveya “Osmanîparêzî” de pêkanîna sîstema “Adem-î Merkezî”; mixalefeteke çalak a dijraberê desthilatdarîya Îtihad û Terrakkîyê; bêyê cudatî xistina di navbera dîn û unsurên ciyawaz de, parastin û tercumanîya fikrên welatîyên zulmdîtî.
3.1. Xusûsiyetên teknîkî, kunye û ciyê weşandinê
Neşrîyata rojnameya Serbestî, roja 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 (16yê Sermaweza 1908) dest pê dike. Hemû hejmarên Serestîyê li ber destêe me tune bin jî, ji hejmara 1ê bigre hatanî 498an, hemû hejmarên rojnameyê di kutibxaneya Beyazid a Stenbolê de peyda dibin. Lêbelê divê li ser rêzehejmarên rojnameyê têbinîyek bête dîyarkirin; ji hejmara 245an (31ê Adara 1919) şûn ve di hejmara 1ê Nîsana 1919yê de reqama 456 hatîye lêkirin û hejmarên mayî li gor vê reqamê dom kirine. Bi îhtimaleke mezin li vê derê xeletîyek çêbûye, divê em bala xwe bidinê. Ji xeynî van hejmaran, bi alîkarîya lêkolîner Murad Issı hejmarên 595, 596, 597, 598, 600 û 601 jî gihîştin ber destê min, lê mixabin di dema pêkanîna vê xebatê de bi tevî hemû hewldanan, min nikarî hejmarên mayî bidest bixim. Li gor agahdarîyên heyî, “Serbestî li ser hev 770ê hejmar”[12] hatine belavkirin. Li ser bergê hejmara yekê (1.), tarîxa duşembeya 3yê Teşrîna Sanî ya 1324 hatîye nivîsandin û li ser bergê hejmara 601an jî tarîxa yekşema 25ê Nîsana 1920î hatîye nivîsandin. Li ser bergê hejmara 1ê û alîyê rast ê nivîsa “Serbestî”yê weha hatîye nivîsandin:
Yekşem, 3yê Teşrîna Sanî 1324 (16yê Sermaweza 1908); xwedî û midur: Mewlanzade M. Rifat e; ji bo meseleyên îdarî û karê nivîsê muracatî midur bikin; Adres: “Yeni Postane karşısında Ferruh Bey Hanı’nda mahsus daire” (Di Xana Ferruh Beg de daîreya xusûsî ya li hemberî postexaneya nû); ewraqên ku ji bo rojnameyê bêne şandin nayin vegerandin. Di binê nivîsa “Serbestî”yê de rûmêzek weha hatîye nivîsandin: “Rojnameyeke rojane ye û bêyî ku li cudahîya cins û mezhebên osmanîyan binêre xizmeta hiquqa hemûyan dike.” Li alîyê çep ê nivîsa “Serbestî”yê jî weha hatîye nivîsandin: Bûhayê abonetîyê: “Ji bo welatê Osmanî, Bulgarîstan, Bosna Hersek, Misir û Girîdê salane 180 û şeş mehane jî 90 quriş e. Ji bo welatên din jî salane 38 frank e. Ji bo îlanan jî miqaweleyên cuda têne çêkirin.”[13]
Li vê derê dixwazim ronahî bidime ser nûqteyekê; divê bête zanîn ku di wergera tarîxên Rumî û Hîcrî yên di vê xebatê de, rêbera wergera “Türk Tarih Kurumu” hatîye bikaranîn.[14]
Li ser bergê hejmara 498an jî ev agahdarî hatine nivîsandin:
“Xwedî û midurê wê: Mewlanzade Rifat e; rojnameyeke rojane ye û sala wê ya yanzdehemîn e; stûnên me ji nivîsên rêya heqîqetê re vekirîne; nivîsên hatine rêkirin neşir bibin yan jî nebin, nayin vegerandin.”[15] Adres û telefona wê jî weha hatîye dîyarkirin: “Dîvan yolunda Kadınlar Dünyası’nda bir özel daire/ İstanbul (di rêya Dîwanê de daîreyeke taybet a cîyê kovara Cîhana Jinan/ Stenbol), qutiya posteyê 346 û hejmara telefonê jî 2474 e.”[16]
Ji xeynî hejmara 172yan, hemû hejmarên din ên Serbestîyê, di qewareyê 40cm x 54cm de hatine çapkirin; her yek hejmara wê 4 rûpel e û di her rûpelêkî de 5 stûn nivîs hatine lêkirin. Hejmara 172yan, wek hejmareke taybet hatîye çapkirin; qewareyê wê 13cm x 19cm ye, bi tevayî 32 rûpel e û di şiklê yek stunê de hatîye lêkirin. Hejmara 7 û 8an, roja 10ê Çirîya Paşîn a 1324an (1908) bi hev re hatine çapkirin. Herweha roj û hejmara 24ê Adara 1325ê dubare û hejmara 140î jî li pey hev du car hatîye çapkirin.
Nivîsên rojnameyê li gor babetên xwe, di bin sernivîsên stunên cur bi cur de hatine belavkirin. Di bin sernivîsa “Sîyasîye” de, meqaleyên sîyasî yên li ser rojevê hatine belavkirin. Di bin sernivîsa “Hudud-î Dahîlîye” û “Hudud-î Harîcîye” de jî, nûçeyên hundir û derve hatine nivîsandin. Bi piranî di rûpelên dawî de jî nameyên xwendevanan hatine belavkirin. Di gelek stunan de nivîsên bêîmze hene û di hinek hejmaran de jî stûnên vala hene, ew jî dîyar dike ku hin nivîs hatine sansurkirin.
Sansur, yek ji zixtên desthilatdarîya sîyasî bû û hemû weşan û rojnameyên mixalif ên wê demê hatine sansurkirin, lêbelê weşanên wek Serbestî û wd. jî bi taybetî hatine sansurkirin.
3.2. Nivîsa edîtoryal û armanca weşanê
Di her hejmarekê Serbestîyê de nivîsa sereke ya edîtoryal heye ku bi giranî nêrînên rojnameyê pêşkêş dike. Di hejmara 1ê de nivîsa edîtoryal bi navê “Meslek” hatîye nivîsandin û heman nivîs di hejmara 1., 2., û 3. de jî hatiye belavkirin û di naveroka wê de dibêje:
“Serbestî, bi hemû wateya xwe ve “hurr” e. Ew dê ji xeta fedekarîya ji bo parastina memleket û îdareya Meşrûtîyetê paşve nemîne. Em dê ji bo ronîkirina hemû xelkê û pêkanîna yekîtîya unsurên ciyawaz ên osmanî bixebitin, di rastiyê de yekwucudîya tevna civakî pêk bînin û karibin xîret bikin ku hêzek li hemberî dijminên xaricî amade bikin. Serbestî; dê berdewamî kêmasîyên karmendên dewletê û tevgerên wan ên dijî berjewendîyên mîllî, bi îsrar bîne ziman û tenkîl bike. Herweha dê bi lêkolînan hereketên wisa ji millet re arz bike û “qanûna” ku parastina hiquqa milletê dike, dê bibe rêbera yekane ya hereketa wê.
Serbestî, dê namûs û heysiyetê wek sertaca meslekê bibîne.... Serbestî, wê tenê heqîqetê bîne ziman û li rêya çareserîyên medenîbûna milletê bifikre.
Xulesa Serbestî; bi awayekî giştî, bêyê ku cudatîya dîn û unsuran bixe navbera wan, dê bibe parastvan û tercumanê fikrên welatîyên zulmdîtî. Ev e, mesleka wê.”[17]
Piştî ku weşana Serbestî dest pê dike, di nav demeke kurt de zixtên desthilatdarî jî pêre tên; doz û cezayên ji bo M. Rifat peyderpey têne birrîn. Ji nûçeyek hejmara 3yan dîyar dibe ku ji xwedîyê Serbestîyê re doz hatîye vekirin û ceza li wî hatîye birrîn. “Xiyaben ji Mewlanzade Rifat Beg ê midurê rojnameya Serbestî re 3 meh cezayê hepiskirinê hatîye birrîn.”[18]
3.3. Xebata rojnamevanî û sîyasî ya mixalif; kuştina sernivîskarê Serbestîyê
Piştî ku Serbestî dest bi weşanê dike, di demeke kin de bi xeta xwe ya serbixwe, di nav xelkê de kutleyek pêgirên wê çêdibin û her roj tîraja wê zêdetir dibe. M. Rifat di vê hengameyê de qîma xwe tenê bi rojnamevanîyê naîne, dixwaze tevlî sîyasetê jî bibe.
Di wê pêvajoyê de li ser esasê parastina fikra “Adem-î Merkezî”, Partîya Ahrara Osmanî hatibû danîn. Ev partî, yekemîn partîya mixalif bû li hemberî desthilatdarîya Îtihad û Terrakkîyê. Prens Sebahedîn serokê manewî yê partîyê bû. Piştî ku Partîya Ahrar tê damezirandin, ji ber parastina fikra wê ya “Adem-î Merkezî”, M. Rifat û hevalên wî jî xwe nêzîkê vê partîyê dikin. Bi vî awayî M. Rifat, qîma xwe tenê bi rojnamevanîyê neanîye, ji alîyê sîyasî ve jî piştgirîya Partîya Ahrarê dike lêbelê ne endamê wê ye. M. Rifat di bîranînên xwe de dibêje: “Ji alîkî ve em ne endamê Partîya Ahrar a Prens Sabaheddîn bûn lê me piştgirî dida wê, ji alîyê din ve jî em dixebitîn ku partîyeke sîyasî ya nû damezirînin.”[19] Li gor dîtina T. Z. Tunaya, wê demê “Serbestî adeta wek rojnameya Partîya Ahrar”[20] kar kirîye.
M. Rifat û rojnameya Serbestî, li hemberê desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî, bi tevî grub û rêxistinên mixalifên nêzîkê hev, mixalefet û têkoşîneke dijwar kirine. Ji ber vê yekê, zixt û zordestîya li ser mixalefetê her ku diçû girantir dibû; her rojê ku derbas dibû cînayetên sîyasî zêdetir dibûn. Di vê pêla terora desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê de, gelek caran rasterast yan jî bi rêya sîxuran, M. Rifat û Serbestî jî hatibûn tehdîtkirin û gef li wî hatibû xwarin. Piştî van tehdît û gefxwarinan, roja 6ê Nîsana 1909ê, Hesen Fehmî yê sernivîskarê Serbestîyê li ser pira Galatayê hate kuştin.
3.4. Weqaya 31ê Adarê û M. Rifat
Li ser kuştina Hesen Fehmî hefteyek derbas bû, di 13yê Nîsana 1909an de bûyerên bi navê “Vaka 31 Adarê” rû dan. Ji ber têkilîyên wî û Partîya Ahrar û serokê wê yê fexrî Prens Sabahedîn, M. Rifat ne tam di nav vê bûyerê de ye û ne jî li derveyê wê bû. Ew di destpêkê de, vê bûyerê wek hewldaneke xelasbûna ji rejîma îstibdad û desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê dibîne, di vê çarçoveyê de xwe nêzîkî wan dike, tevlî hin vexwendin û civînên wan dibe. M. Rifat di dema pêşketin û geşbûna bûyeran de, rêvebirên vê hewldanê baş nas dike û dibîne ku planek, rêxistinek û cesaretekî ciddî yê aktorên vê bûyerê nîne. Û pê bawer dibe ku rêvebirên Ahrarê nikarin bibin rêber û serokê şoreşekê. Bi gotina M. Rifat:
“Ev serhildan, trajedîyeke mezin bû. Bi lûtfa xwedê bê zerareke mezin derbas bû. Ev bûyera mezin, di çarçoveya xîyalên armanceke mezin de, ji alîyê Presn Sebahedîn Begê kurê Damat Mehmûd Paşa ve hatîye sazkirin û amadekirin. Hedefa wê ya yekemîn, ji text daxistina Sultan Abdulhemîd û têkbirina desthilatdarîya Îttîhad û Terakkî bû. Heta wê gavê, me ev partî wek grubeke sîyasî qebûl dikir û ji ber vê, piştgirîya wê dikir. Lê bûyerên pêkhatî pirr bi zelalî dan dîyarkirin; ew unsûrê ku partîyeke sîyasî bi rê ve bibe û bilind bike, ne bernameya wan a fewqalede û bêqisur e, ne jî qabîlîyet û qerardarîya rêvebirên wê ye.”[21]
M. Rifat, li ser Bûyera 31ê Adarê, van rexneyan li gruba Prens Sebahedîn digire û herweha kirinên desthilatdarîya Cemîyeta Îttîhad û Terakkî jî bi zimaneke dijwar rexne dike û dibêje:
“Di welatê me de bi tevî îlankirina hurriyetê, hinek zorbe peyda bûn û ew serserî bi navê “Îttîhad û Terakkî” museletê xelkê bûn. Xwestin di bin tehakuma xwe de milletê biçewsînin û bi xogîyê ve girê bidin. Wekî hovan êrîşê kesên xwedî heysîyet û namûs kirin. Bûne parastvan û penageha diz û namerdan. Xwestin bi qedera millet bileyzin û desthilatdarîya osmanî di destê xwe de bikin wek pêleystikekê. Ji bo menfaetên xwe yên kirêt, enwayî cînayet û xerabî kirin. Carina tecawizî mafê şexsekî û carina jî yê cemîyetekê kirin, ji wê jî bêtir bi giştî tecawizê unsûrekî osmanî; muqeddesat û nirxên wan ên pîroz kirin. Eger xelkê reben nikarî tehammul bi vê yekê bike û serî hilda, wê gavê jî wek “Murtecî” hatin binavkirin. Bi top û tifingên xwe çûn bi ser wan de; ew kuştin, serjêkirin, xeniqandin û nefîkirin.”[22]
Ji têkbirina “Weqa 31ê Adarê” şûn ve, desthilatdarîya Îtîhad û Terakkî, tenê bi pêkanîna teror û zordestîya sîyasî namîne, ji alîyê îdeolojîk ve jî di nav rêxistinê de guhartin çêdibin; ji xeta “Osmanîparêzî”yê bêtir, ber bi “Tûranperestî-Tirkperestî” ve diçe. Ji alîkî ve desthilatdarîyeke wekî rejîma îstibdadê pêk tîne û ji alîyê din ve jî sîyaseta netewî-etnîkî derdixe pêş. Ji ber vê rewşa nû, gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd ên ku berê li ser esasên “Osmanîparêzî”yê di nav tevgera Îtîhad û Terakkî de cî girtibûn, ji wan vediqetin û hinekê wan rêxistinên xwe çêdikin û hinek jî di nav rêxistinên mixalif de xebata xwe didomînin.
M. Rifat, ji ber van Bûyera 31 Adarê, dîsa rastî êrîşên desthilatdarîya Îtîhad û Terakkîyê tê; ji alîyê Dîwana Herbî Urfî ve bi egera têkilîya wî ya bi vê bûyerê re, 10 sal cezayê nefîkirinê ji bo wî tête birrîn, careke din ji bêgavîyê berê xwe dide welatên bîyanî.
4. Dewreya duyemîn a rojnameya Serbestî; çapa li Parîs û Misrê
Di vê xebatê de, ew dema ku bi navê dewreya duyemîn tête binavkirin, ji biryara nefîkirina Dîwana Herbî Urfî ya 21yê Nîsana 1909ê dest pê dike û hetanî rawestandina weşana Serbestî ya ber bi dawîya sala 1912yê dewam dike.
M. Rifat, hefteyek ji pêkhatina bûyerên 31ê Adarê şûn ve, mecbur dimîne careke din Stenbolê ter bike. Di 21ê Nîsana 1909ê de berê xwe dide Misrê û piştî rêvîtîya 5 rojan digîje Qahîreyê. Li Misrê nexweş dikeve û ji ber nexweşiya xwe derbasê Atînayê dibe. Dema ku ew li Atînayê bû, Dîwana Herbê Urfî ya Stenbolê, biryara destgîrkirina wî derdixe û îlan dike.
M. Rifat, ji demekê kin şûn ve, ji Atînayê diçe Parîsê. Li Parîsê serdana Şerîf Paşa dike. Şerîf Paşa bi xwe jî mixalifekî meşhur ê wê demê bû û “sala 1909ê li Parîsê bi navê Partîya Osmanî ya Islehata Esasî”[23] partîyek damezirandibû. M. Rifat li wê derê dibe endamê vê partîyê û li ser ji nû ve neşirkirina Serbestîyê, ew û Şerîf Paşa, di 27ê Temûza 1909ê de peymaneke dualî ya li ser 12 bendan çêdikin. Naveroka peymanê, li ser temînkirina mesref û polîtîka rojnameya Serbestî bû.
Ji îmzekirina peymanê şûn ve Serbestî, li Parîsê bi heftane tête weşandin û li ser hev 13 hejmarên Serbestî li Parîsê têne çapkirin û paşê ji ber hin nakokîyên navbera alîyan, Şerîf Paşa piştgirîya ji bo çapkirina Serbestî qut dike û ji ber vê yekê çapkirina rojnameyê tête rawestandin.
Piştî rawestandina weşana Serbestî, M. Rifat dîsa berê xwe dide Misrê. Li Misrê ji nû ve hewl dide ku neşrîyata rojnameya Serbestî bidomîne û hetanî Sibata 1910an, 7 hejmarên din li vê derê çap dike û neşriyata rojnameyê tête rawestandin. Paşê bi têkilîya hin dostên xwe hevdîtinekê bi Hîdivê Misrê re pêk tîne, di encama vê hevdîtinê de mîqdarek alîkarîya maddî ji wan digre û dîsa ji bo çapkirina rojnameyê berê xwe dide Parîsê. Vê carê jî 4 hejmarên Serbestî li Parîsê çap dike. Ji çapkirina 4 hejmaran şûn ve, piştgirîya maddî qut dibe û ji bêgavîyê cardin vedigere Misrê.[24]
M. Rifat bi tevî hemû bargiranî û zehmetîyên nefîkirinê, ji prensîbên xwe yên bingehîn tawîzan nade û bi xwe jî dibêje: “Me hemû jîyana xwe bi azadî derbas kir. Me azadîya xwe, bawerîya xwe û wijdana xwe nekir malzemeyên yekî.”[25]
M. Rifat sala 1911yê çûye Atînayê û li wê derê bi piştgirîya rumên kevnewelatîyên osmanî rojnameyên Faruk (3 hejmar) û Cîhad (11 hejmar) neşir kirine.[26] Lêbelê nêrînên wan û hikûmeta Yûnanî ne li hev in. Ji ber vê yekê, her roja ku derbas dibe zixtên hikûmetê li ser wan zêde dibin. M. Rifat dibêje: “Me dît ku rewş xerab e; me biryar dan ku vegerin welat û teslîm bibin.”[27]
Dema tê Stenbolê bi biryara Dîwana Herbî Urfî cezaya îkameta mecbûrî digire û wî rêdikin bajarê Bûrsayê. Ji demekê şûn ve, guhartineke îdarê çêdibe, Îtîhad û Terakkî ji hikûmetê vedikêşe û bi serokatîya Ahmed Muhtar Paşa hikûmeteke nû tê danîn û efûyek tê derxist, ew jî dikeve ber vê efûyê û ji Bursayê vedigere Stenbolê.
Ji bo çapkirina Serbestîyê serdana Wezareta Daxîlî dike, lê wezaret destûra weşandina rojnameyê nade. Paşê hin guhartinên qanunî çêdibin û di encama wê de, roja 29ê Temmûza 1912yê dîsa neşirkirina Serbestîyê li Stenbolê dest pê dike. Mixabin zêde dirêj najo û di 1ê Îlona 1912 de bi biryareke sîyasî, neşirkirina rojnameyê tête rawestandin.[28]
Piştî rawestandina weşana Serbestî, sala 1913yê hem di jîyana wî ya şexsî û hem jî ya fikrî de guhartinên girîng çêdibin. Mewlanzade Rifat, sala 1913yê, di 44 salîya xwe de, bi Nûrîye Ulvîye Xanim re dizewice.
Nurîye Ulvîye Xanim, jineke aktîvîst a wê demê bû û bi navê Cemîyeta Mûdefaa-î Hukuk-î Nîsvan [Komeleya Parastina Mafê Jinan-KPMJ] rêxistinek qanûnî bi tevlî hevalên xwe damezirandibûn û li ser navê vê cemîyetê kovara Kadınlar Dünyası [Cîhana Jinan-CJ] derdixist.
Nûrîye Ulvîye Xanim li ser fikiryata derxistina kovareke wisa dibêje: “Fikra derxistina kovareke wisa, ji alîyê Mewlanzade Rifat ve hate pêşniyarkirin û ji hejmara 163yan şûn ve jî ew bi xwe bû mesûlmidurê kovarê.”[29]
5. Şûrê Dîwana Herbî Urfî li ser Serbestîyê
Di dema weşan û karkirina rojnameyê de, Dîwana Herbê Urfî rehetî nedaye Serbestî û M. Rifat; ji ber nivîsên wî û sernivîsên rojnameyê, ew gelek caran mehkeme kirine, ceza dane û carina jî mehkemeyên wî, bi biryara beratkirinê bidawî hatine. M. Rifat, di hejmara 211 ya Serbestîyê de, polîtîkaya hikûmetê û helwesta Dîwana Herbî Urfî rexne dike û dibêje:
“Kes nikare bi cebren destekê bide hikûmeteke wisa ku zulm û zordestîya wê cîhanê tije kirîye. Ji ber vê, divê Padîşah û mebûs mewcûdîyeta xwe bidin dîyarkirin, hikûmeteke nû bînin ser millet ku ew hikûmet mexseda miletê ne bi fikir û gotinan, di pratîkê de pêk bîne.
Îro mutefekirên milletê, hurrîyeta axaftinê, hurrîyeta kombûnê û hurrîyeta çapemenîyê dixwazin.
Hikûmetek pêdivî ye ku sikûnet û asayişê pêk bihêne, vî rewşa xirab bidawî bike û tehdîdên navxweyî têk bibe…
Rizgarkirina heysîyeta me ya millî, wezîfeyeke ferdên bi heysîyet e…”[30]
Sawcî piştî ku vî beşê nivîsa M. Rifat dixwîne û dibêje, nivîseke wî ya din jî heye ku di heqê wê de jî mahkeme hatîye vekirin û dixwazim van herdu dosyayan bigehînim hev. Ew nivîsa ku bûye mijara mehkemekirina wî, di 10ê Kanûna Ewel de hatîye neşirkirin û naveroka wê jî wisa ye:
“Rewşa me ya navxweyî: Li Stenbolê jîyana aborî ya memûran û qata navîn, bûye wek afet û musîbetekî. Tu emlaq, alav û keresteyê xelkê û memûran nemaye ku di bazaran de bifiroşin û bixin rehîna tefecîyan.
Hikûmet ev e; ku probleman çareser bike, musîbet û felaketan bide derbaskirin. Dema ku birçîtî, buhayî, bela û musîbet dewam bikin, bi çi awayê hebûna hikûmetê tête tesawirkirin.”[31]
Piştî xwendina xulesaya van nivîsên M. Rifat, di berdewamîya wê de îddîayên serokê mahkemê û biryara wê hatîye nivîsandin. Di vê biryarê de Sawcî Sabrî Beg dibêje:
“Nivîsên ku di nav rûpelên Serbestîyê de bi navê “Bugünkü Vazifeler” [Wezîfeyên îro][32] û ya ku di hejmara 11yê Kanûna Ewel de bi navê “Ümidimiz boşa çıkmasın, biraz nur” [Bila hêvîya me betal nebe, hinek ronahî] hatine belavkirin, emnîyeta sîyasî ya dewletê û daxilîyeya wê nexistîye xeternakîyê, ji ber vê yekê heyeta mahkemeyê biryara beraetkirina M. Rifat dide.”[33]
6. Guherîna fikrî û sîyasî: Ji xêza “Îtîhadî Osmanî” û “Adem-î Merkezî”yê, ber bi parastina serxwebûna Kurdistanê ve
Di sala 1913yê de, di jîyana wî ya fikrî û sîyasî de guherînên girîng çê dibin. Wekî fikrîyateke giştî ya gelek rêxistin û rewşenbîrên kurdên wê demê, M. Rifat jî di destpêkê de çareserîya meseleya qewmî-neteweyî, di çarçoveya fikra “Îtîhadî Osmanî” de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê miletên di nav sînorên împeratorîyê de dinirixand.
Ji nîvê sala 1913yan şûn ve, êdî “rejîma dewletê di çarçoveya bernameya Cemîyeta Îtihad û Terakkî de, sîyaseteke tundrew a tirkparêzîyê dimeşand. Armanca sereke û yekane ya Cemîyeta Îtihad û Terakkî ev bû; bi awayekî mutlaq tirkkirin û yan jî ji binî ve tesfîyekirina unsûrên din bû.”[34]
M. Rifat jî di vê pêvajoyê de wekî gelek sîyasetmedar û têkoşerên mixalif, êdî îqna bûye ku ji xeyrî rêxistinbûna milletê kurd û serxwebûna Kurdistanê rê li ber wan nîne.
Di van salan de, fikra neteweyî roj bi roj di nav civata kurd de geş dibû. Di sala 1908an de Cemîyeta Teavûn û Terakkî ya Kurdan hatibû damezirandin û bi wê ve girêdayî Rojnameya Teavûn û Terakkî ya Kurd (RTTK) dest bi weşanê kiribû. Di sala 1912 de Cemîyeta Hêvî ya Xwendekarên Kurd (CHXK) hatibû damezirandin û ciwanên neteweyî yên kurd peyderpey li dewrûberê vê cemîyetê berhev dibûn û li ser navê cemîyetê weşanên nû dihatin belavkirin. Di xebata civakî û sîyasî ya Komela Hêvî, kovarên Rojî Kurd û Hetavî Kurd de, her ku diçû fikr û daxwazên neteweyî bêtir derdiketin pêş. Jixwe berîya wê jî, têkilîya M. Rifat bi van rêxistin û kovaran re hebû.
M. Rifat, di rewşeke wisa de berê xwe ji fikra “Îtîhadê Osmanî” ber bi daxwazên neteweyî yên kurd ve dide. Ji vê demê şûn ve, meyla wî ya li ser meseleya Kurdistanê, têkilîya wî ya bi rêxistin û weşanên kurd re, kûrtir û berfirehtir dibe. Ev dem û dewreya nû, bi nameya wî ya ji bo kovara Hetavî Kurd dest pê dike. Ew di nameya xwe ya ji bo rêvebirên Hetavî Kurd de, ji alîkî ve bersiva Abdullah Cevdet jî dide û dibêje:
“Nûha wezîfeya me ev e, divê bîzatîhî em kurd bi xwe li çareserîya mesela xwe bigerin. Ew ên ku li pey îdealeke mîllî baznedin, milletê xwe nas nekin, bê ruh in û di nav koma beşer de pirr bi paş ve mane. Bêruhbûna milletekî tesewir bikin, mirov çi qas diêşîne.”[35]
Em dibînin ku hemû milletan ji bo bilindbûn û pêşketinê, ji xwe re helqeyeke neteweyî dîyar kiriye. Eger armanceke zelal û dîyar li meydanê tune be, rêkirina ciwanên kurdan ji bo Anatolyayê bêfayde ye… Divê em berîya her tiştî armancên xwe dîyar bikin, zûtirîn dem bi metanet amadekarîya xwe bikin û paşê biçin Kurdistanê.”[36]
Abdullah Cevdet jî di çaçoveya van munaqeşeyan de, li ser pirsgirêka neteweyî nêrîna xwe weha tîne ziman û dibêje: “Serdema me, serdema netewetîyê ye. Hikûmet û dewletên otorîter ên tewr radîkal jî nikarîn pêşîya vê cereyanê bigirin û dê nikaribin jî.”[37]
7. Dewreya sêyemîn a rojnameya Serbestî û M. Rifat
Di vê dewreyê de M. Rifat, hem rojnamevan û hem jî sîyasetmedarekî çalak e; wî rasterast di navenda sîyasetê de cî girtîye, yek ji damezirêner û serkirdeyê herî girîng ê tevgera kurd e û karê çapemenîyê jî li ser navê tevgera neteweyî ya kurd dimeşîne. Ew, digel Emîn Alî Bedirxan, yekemîn partîya sîyasî ya bi navê Partîya Radîkala Gel damezirandine û paşê jî bi tevî hevalên xwe beşdarî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê bûne û bi xwe jî dibe endamekî navendî yê CTKê.
7.1. Mewlanzade Rifat û Partîya Avam a Radîkal
Piştî Şerê Yekemîn û îmzekirina Peymana Mondrosê, seha sîyasetê geş û gurr dibe, kurd jî di vê sehayê de rasterast bi rêxistinên xwe cî digrin. Lêbelê xwe ji zemîna sîyaseta giştî ya wê demê jî dûr naxin û têkilîyên xwe bi grubên mixalif ên din re jî qut nakin.
Ji îmzekirina Peymana Mondrosê şûn ve ji alîyê dîroka damezirandinê ve partîya ku pêşîyê tê avakirin, Firkaya Avam a Radîkal [Partîya Gel a Radîkala] e. Partîya Gel a Radîkala (PGR), di roja 22 Teşrîna Ewel a 1334ê [22yê Kewçêra 1918] de hatîye damezirandin û serokê wê jî Mewlanzade Rifat e. Li gorî agahdarî û nivîsandina Tarik Zafer Tunaya, di nav lîsteya damezirêner û rêvebirên wê de navê van şexsîyetan derbas dibe: “Mevlanzade Rifat Beg (reîs), Emîn Alî Beg (ji Mifetîşîya Malîyeya Edirneyê teqawît e), Mazlûm Beg (rojnamevan), Mehmed Faîk Beg (ticar), Ragip Beg (xwedîyê rojnameya Mudafaa), Babanzade Azîz Beg.[38]
Di beyannameya partîyê de dibêje:
“Em bi xwe, terefdarê guhartina hemû usûl û mewzûata hazir in. Ev jî, di destpêkê de ancax bi qebûlkirina projeya teşkîlateke medenî, hevdem û muntezem mimkun dibe. Heta ku em îndeksa (fihrîsta) teşkîlateke wisa bingehîn, berfireh, medenî û hevdem dernexin meydanê û hîmên wê dirust nekin, ji alîyê îdarî û hukmî ve nekevin li ser rêyeke medenî û hevdem; dev ji zîhniyeta xwe ya nexweş, zerardar û kevneşopî bernedin, bêguman em nikarin doza mafê dîyarkirina dahatûya xwe bi meqamên Awrupayî bidin guhdarkirin.”[39]
Li ser navê Partîya Radîkala Gel, di 26ê Çirîya Pêşîn a 1918an de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] kiriye”[40] Di nav rûpelên vê rojnameyê de bi hemû hêz û karînê, ev xusûsîyet hatine parastin:
“Divê meqamê Şêxulîslamî ji mueseseya dewletê bête derxistin û wek mueseseyeke xeyrî resmî ya Îslamî bête îdarekirin; îdareya weqfan dewrê cemaatan bibe; ji bo jinan mafê hilbijartinê bête qebûlkirin; medrese bêne guherîn û bibin mekteb, îdareya wan jî bi tevlî weqf û dahatûyan ve dewrî Wezareta Maarîfê bibe; herweha divê tekke dewrê şaredarîyê bibin, dahatûya wan û weqfên bi wan ve girêdayî, ji bo avakirina museseyên wekî Sêwîxane û Darulacaze bêne xerckirin.”[41]
Partîya Radîkala Gel, di beyannameya xwe de parastina pêkhatina reformên hevdem dike û dibêje:
“Divê Qanûna Esasî ji nû ve bête tenzîmkirin; hilbijartina mebûsan li ser sîstema adedî nîsbî bête duristkirin; usûla îdareya mehelî û qanûna memûran ji nû ve bête tertîbkirin; otorîterîzm û bandora leşkerî bête rakirin; di çarçoveya pêşxistina çandinîyê de zîraet bête îslahkirin; bi teşwîq û rênîşandanê sinayî bête îhyakirin; malîye li gorî zîhnîyeta esra nû bête sazkirin; ji bo pêşxistina perwerdeyê, divê hejmara mekteb û medreseyan bête zêdekirin û yekrêzîya wan bête pêkanîn.”[42]
Di navbera dema damezirandina Partîya Gel a Radîkal (PGR) û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de demek pirr kurt heye; PRG, di roja 22 Teşrîna Ewel a 1334ê [22/10/1918] de hatîye damezirandin û CYKê jî di 17yê Kanûna Ewel a 1918yê de hatîye damezirandin. Em hîn bi zelalî nizanin di navbera vê partî û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de çi têkilîya organîk hebûye, ew nedîyar e. Mewlanzade Rifat, “Endamê merkeza umumî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bû.”[43] Damezirênerekî herî girîng ê vê partîyê jî Emîn Alî Bedirxan e. Emîn Alî Bedirxan, di CTKê de jî cîgirê serok ê yekemîn e. Tenê statuya van herdu damezirêneran, ji bo têkilîya CTK û Partîya Radîkala Gel dîyardeyeke berbiçav e. Dîrokzan T. Z. Tunaya di derbarê siyaset û helwesta partîyê de dibêje “Damezirênerê wê Mewlanzade Rifat, mixalîfekî dijwar ê Îtîhad û Terakkîyê bû û di nav gruba Şerîf Paşa de jî cî girtibû. Ev, di nav sîyaseta wê demê de cephe û cîyê partîyê jî dîyar dike.”[44] T. Z. Tunaya, di pirtûka xwe ya navborî de dibêje li gor agahdarîyên hejmara 170. a rojnameya Alemdar, ev partî û Partîya Demokrat bûne yek.
Bi îhtîmaleke pirr mezin, ev partîya ku bi navê “Partîya Demokrat” hatîye binavkirin, di eslê xwe de “Partîya Demokrata Kurd” e. Em hebûna partîyeke wisa, ji raporteke bi hejmara “FO371/4192” ê roja 30ê Îlona 1919 yê Komîserîya Bilind a Birîtanyayê fêr dibin.[45]
7.2. Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (Komeleya Pêşxistina Kurdistanê)
Hîç neteweyek nikare hêvî û daxwazên xwe yên pêşkevtinê bi bê rêxistinê û hîç rêxistinek nikare bernameya xwe bi bê netewe pêk bîne. (Memdûh Selîm Begî)
Li ser roja damezirandina CTKê, tarîxên cihê têne dîyarkirin. Tunaya, li gor nivîseke Wezareta Navxweyî, dibêje ev komel di roja 17yê Kanûna Ewel a 1334ê [30yê Kanûna 1918][46] de hatîye damezirandin. Di tuzika (rêznameya) navxweyî ya Komelê de jî tarîxa 6 Teşrîna Sanî 1334 hatîye nîşandan [19 Kanûna 1918]. Di maddeya yekemîn a nîzamnameyê de armanca cemîyetê weha hatîye nivîsandin: “Ji bo temînkirin, parastin û pêşxistina berjewendîyên giştî yên kurdan, rêxistineke bi navê “Cemîyeta Tealîya Kurdistanê”[47] hatîye damezirandin. Qedrî Cemîl Paşa jî endamê vê rêxistinê bû û di bîranînên xwe de dibêje: “Di dawîya Şerê Giştî de welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo serxwebûna neteweya Kurdistanê bi navê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) komeleyeke sîyasî damezirandin.”[48]
Her çiqas di armanc û daxwazên sîyasî de yekrêzîyek tune be jî, di daxuyanî û têkilîyên dîplomatîk de rêvebirên CTKê, ji bo milletê kurd, mafê dîyarkirina çarenûsîyê diparêzin û dixwazin “Prensîbên Wîlson” ji bo çareserîya meseleya milletê kurd jî bête tetbîqkirin. Ev daxwaz, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî tête pêşkêşkirin û dibêje: “Li gor Prensîbên Wîlson, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezirînin.”[49]
Li gor raporteke Wezareta Derve ya Brîtanyayê ku hejmar (FO371/4191) e û di 17yê Hezîrana 1919yê de hatîye rêkirin: “Navenda CTKê li Stenbolê ye û li Diyarbekir, Dêrsim, Sêrt, Xarpêt û Meletiyayê jî bûroyên wan hene. “Serbestî”, propagandaya CTKê dike. Tenê li Stenbolê hejmara endamên vê rêxistinê nêzîkî deh hezar in.”[50]
Di raporta navborî de, navê serok û endamên navdar ên CTKê, wekî li jêrê hatine dîyarkirin:
“Serok: Seyîd Abdulqadir
Endamên wê yên berçav jî ev in:
Mistafa Zîhnî Bedirxan, Emîn Alî Bedirxan Beg, Seyîd Mehmed Efendî, Seyîd Abdullah Efendî, Mehmed Alî Bedirxan Beg, Hemze Beg, Bînbaşî Emîn Beg, Bînbaşî Silêman Nûrî Beg, Dr. Mehmed Şukrî Beg, Hecî Alî Riza Efendî, Alî Îhsan Beg, Alî Heyder Beg, Ahmed Arîf Efendî, Mihemed Nûrî Efendî, General Hemdî Paşa, General Mistefa Paşa, Mewlanzade Rifat Beg (xwedîyê rojnameya Serbestî)”[51]
7.3. Serbestî wek weşana rojane ya CTKê kar dike
Wekî ku li jorê jî hate gotin, M. Rifat, endamekî aktîf û navendî yê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê bû. Herweha Serbestî jî, piştî Şerê Giştî, gihiştîye dewre û statuyeke nûh. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê (CTK) tête nasandin. Abdurrehîm Rehmî yê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, li ser vê têkilîyê weha dibêje:
“Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiquqa me ya millî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutalaakirin… Û ji bo ku abonetîya van rojnameyan bêtir bibe, divê ehemîyeteke zêde bête nîşandan û bûhayê abonetîya rojnameya rojane ya Serbestî û kovarên heftane yên Jîn û Kurdistan rasterast ji bo navenda cemîyeta me bêne şandin.”[52]
Suleyman Tevfîkê îdarekarê rojnameya Turkçe Îstanbulê jî li ser vî dewreya Serbestîyê dibêje: “Bi tevî pêkhatina mutarekeyê Mewlanzade dest bi weşandina Serbestîyê kir. Serbestî, fikrên Cemîyeta Tealîya Kurd belav dikir.”[53]
Ji van agahdarîyan dîyar dibe ku Serbestî, di vê dewreyê de wek weşaneke rojane ya CTKê hatîye neşirkirin.
7.4. Hinek meqale û nivîsên di nav rûpelên Serbestîyê de
Ji ber ku hemû hejmarên Serbestî li ber destê me nînin, li gorî lêgerêna me ya li ser hejmarên berdest, li ser navê Kurd û Kurdistanê hin nivîsên girîng ên li jêrê di nav rûpelên Serbestî de hatine neşirkirin.
Di nav rêza nivîskarên vê dewreyê de, navê kesayetîyên wekî M. Rifat, Kamuran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Ebdurrehîm Rehmî Hekarî, Bedîûzeman Seîdê Kurdî, Tewfîqê Silêmanî, M. A., Xelîlê Siwêrekî, Îbrahîm Memdûh, Îbrahîm Merdux, Zuhdîzâde Ahmed Huseyn, N. N. û wd. hene. Herweha hin navên maxlas jî wekî “Qabaqulaq” û “Ferîde” hatine bikaranîn. Di vê dewreya nûh de, di nav rûpelên Serbestî de gelek nûçe û nivîsên li ser kurd û Kurdistanê hatine çapkirin.
Birrek ji wan nivîs û meqaleyan ev in:
- Kamiran Bedirxan, Kürdler hakkında [Der heqê kurdan de][54] - Serbestî, Bugünkü vazifeler [Wezîfeyên îroyê][55]
- Kamiran Bedirxan, Kürdistan-1[56]
- Kamiran Bedirxan, Kürdistan-4[57]
- Celadet Alî Bedirxan, Kürdler ve İttihad siyaseti
[Kurd û sîyaseta îtîhadê][58]
- Mewlanzâde Diwan-i Harbe Urfî’de
[Mewlanzade di Dîwana Herbî Urfî de][59]
- Kamiran Bedirxan, Kurdistan[60]
- Kamiran Bedirxan, Kurdistan hakında selahiyetdar olmayanlar
[Ew ên ku di derheqê Kurdistanê de ne selahîyetdar in][61]
- Serbestî, Kürdler ve Kurdistan: Kürd vatandaşlara
[Kurd û Kurdistan: Ji kurdên welatî re][62]
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kurdistan: Kürdistan’da haleti fikriye
[Kurd û Kurdistan: Li Kurdistanê rewşa fikrî][63]
- Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd hemşirelerimiz
[Kurd û Kurdistan: Hemşîreyên me yên kurd][64]
- Serbestî, Kürdler ve Kürdistan: Kürd muhacirlerinin vaziyeti
[Kurd û Kurdistan: Rewşa mihacirên kurd][65]
-Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kurdistana kurd memurler
[Kurd û Kurdistan: Memurên kurd li Kurdistanê][66]
- Abdurehîm Rehmîyê Hekarî, Kürdler ve Kürdistan [Kurd û Kurdistan][67]
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana doğru-2
[Kurd û Kurdistan: Ber bi Kurdistanê ve-2][68]
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Nazik bir vaziyet karşısında
[Kurd û Kurdistan: Li hember wezîyeteke nazik][69]
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kurd lisani
[Kurd û Kurdistan: Zimanê kurdî][70]
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan-3 [Kurd û Kurdistan-3][71]
- Cizreli Taceddin Taqî, Kürd mektubu [Mektuba Kurd][72]
- Serbestî, Kürdistan Teali Cemiyeti Beyannamesi
[Beyannameya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê][73]
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdlerde İttifaq
[Kurd û Kurdistan: Îttifaqa di kurdan de][74]
- Kamiran Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürdistana göz dikenler
[Kurd û Kurdistan: Yên çav berdane Kurdistanê][75]
- Celadet Bedirxan, Kürdler ve Kürdistan: Kürd edebiyatı- Mem û Zîn-I-2
[Kurd û Kurdistan: Edebîyata Kurdî- Mem û Zîn-I][76]
- Sîvereklî Hîlmî, Aziz Kürdistan [Kurdistana Xoşevîst][77]
- Serbestî, Kürd Teali Cemiyeti’nden [Ji Cemîyeta Tealîya Kurdistanê][78]
- Serbestî, San Remo Konferansı [Konferansa San Remo][79]
- Mevlanzade Rifat, Ümitlenelim mi? [Gelo divê em bi hêvî bin?][80]
Ji ber ku hemû hejmarên Serbestîyê li ber destê me nînin, agahdarîyên ji Gulana 1920an şûn ve bigre hetanî dawîya salên 1922yan de gelek kêm in. Hejmara dawî ya li ber destê me, numro 601 e, di 25ê Nîsana 1920an de hatîye çapkirin û li ser bergê wê dibêje “sala 12yan”.
7.5. Parçebûna CTKê û helwesta M. Rifat
Geşbûna bûyeran, pêşketinên li herêm û cîhanê, di nav damezirêner û rêvebirên CTKê de li ser paşeroja Kurdistanê, nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê, beşekê wan muxtariyet û beşekê din jî serxwebûnê diparastin.
“Piştî parçebûna (jihevbûna) CTKê, Mewlanzade Rifat di nav rêza damezrênerên Cemîyeta Teşkîlata Îçtîmaîyye de cî digre.”[81] Li ser dubendîya di nav CTKê de, Seyîd Mihemedê kurê Seyîd Abdulqadir dibêje: “Di nav CTKê de, Emîn Alî Bedirxan, Halîl Rehmî Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Mewlanzade Rifat û Kemal Fewzî “îstiqlalê” diparastin.”[82] Mumcu jî dibêje di nav vê grubê de: Şexsîyetên wekî “Emîn Alî Bedirxan Beg, Ferît Bedirxan Beg, Babanzade Şukrî Beg, Babanzade Hîkmet Beg, Dr. Abdullah Cevdet, Dr. Şukrî Mehmed Beg, Kemal Fewzî yê Bedlîsî, Ekrem Cemîl Paşa, Necmedîn Huseynî yê Kerkûkî, Memdûh Selîm Begî û Mewlanzade Rifat”[83] hebûn.
Piştî jihevbûnê, grubên cihê cihê çêbûn û xebata wan nêzîkê sal û nîvek berdewam kir lêbelê nikarîn rêxistinek li gor pêdivî û bersiva demê pêk bînin. Ji ber vê yekê xebatên ji bo yekgirtinê dest pê kirin. Di dawîya xebatên yekgirtinê de “Komîteya Kurd a Stenbolê”, “Komîteya Kurd a Erzeromê” û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê ya li Misrê, bi tevî hin grub û rêxistinên din bi navê “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (KÎK)” rêxistineke nû damezirandin. Li gor konsolosê Rûsî Pavlovskî, “Komîteya Kurd a Stenbolê û Komîteya Kurd a Erzeromê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.”[84]
Di raprotek veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje; vê rêxistinê, ji ber xweparastin û şupheyên hikûmetê, sala 1921ê qerargaha xwe birine Erzeromê û serokê wê jî Mîralay Xalid Beg e.[85]
8. M. Rifat di nav lîsteya 150yan de
Di sala 1923yê de pêkhatina Peymana Lozanê, rewşeke nû derdixe holê; di vê peymanê de bendek li ser sirgûnkirina mixalîfên tevgera M. Kemal hebû ku TBMMyê li gorî vê bendê, navê M. Rifat jî xistîye nav “sirgûnên 150yan.”[86]
Ji ber ku navê M. Rifat jî ketibû vê lîsteyê, cardin mecbûr ma ku di dawîya sala 1922yan de Stenbolê terk bike. Li gor agahdarîyên Alî Bîrîncî, “Ta ku M. Rifat ji ber sirgûna 150yan Stenbol terk kirîye, neşirkirina rojnameya Serbestî jî dewam kirîye.”[87] Lê mixabin hejmarên wê demê li ber destê me nînin.
Piranîya nefîkirîyên lîsteya 150yan, derbasî welatên dorûberê Tirkiyê bûne, bi taybetî jî derbasî Sûriye û Lûbnanê bûne. Lewra “li gorî pêdivîya Peymana Lozanê, rasterast mafê welatîbûna multecîyên li Sûriye û Lûbnanê hebû.”[88]
9. Têkilîya bi tevgera 1925an û Xoybûnê re
Ji sala 1920ê şûn ve, pirranîya mesaîya M. Rifat bi xebata sîyasî, hewldan û têkilîyên dîplomatîk derbas dibe. M. Rifat, di dawîya sala 1922yê de Stenbolê terk dike, berê xwe dide Yûanîstanê. Ji wir ve jî derbasê rojavayê Kurdistanê bûye û li bajarê Helebê bicî bûye.
Li vê derê bi tevî hevalên xwe “Rêxistina Kurdên Helebê” damezirandine û bi xwe jî rêvebirîya vê rêxistinê kirîye. Ew, rasterast tevlî xebat û çalakîyên Tevgera 1925an û xebata Xoybûnê bûye. [89] Ji ber xebatên wî yên sîyasî M. Rifat, berdewamî ji alîyê îstixbarata Îngiliz û Fransiz ve hatîye şopandin.
Li ser têkilîya M. Rifat û Xoybûnê, lêkolîner Murat Issı dibêje: “Wê demê li ser M. Rifat agahdarî û raportên îstixbarî yên rojane hatine amadekirin û li gor van raportan, di pêvajoya damezirandina Xoybûnê de, ji alîyê M. Rifat ve wezîfeyên girîng hatine pêkanîn.”[90] Di raporteke îngilizî yê bi hejmara C/3551 ê roja 30.08.1928an de lîsteyeke endamên aktîf ên Xoybûnê hatîye çêkirin ku di nav wan de navê kesên wekî: “Mevlanzade Rifat, Alî Îlmî, Memdûh Selîm, Celadet Bedirxan, Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mustefa Berazî, Dr. Şukrî Sekban, Cemîl Begê Baban, Xelîl Rehmîyê Bedirxan Beg, Awnî Bedirxan Beg.” hene.
Xabat û têkilîyên wan ên sîyasî, ne bi dilê dewletên emperyalên Brîtanya û Fransa bû. Di raporteke roja 6ê Sibata 1929ê ya ofîsa Wezareta Derve ya Fransayê de lîsteyek xebatkar û têkoşerên tevgera kurd û ermenan hatîye rêkirin ji bo departmana kontrolkirina pasaportan û têde navê têkoşerên neteweparêz ên kurd weha hatine rêzkirin:
“Navê wan Ciyê wan
Celadet Alî Bedirxan Beg Îran
Memdûh Selîm Cemîl Beg Heleb
Sûreya Bedirxan Beg Qahîre
Kamil Bedirxan Beg Tiflîs
Kamuran Bedirxan Beg Suriye
Emîr Xan Bedirxan Suriye
Xelîl Ramî Bedirxan Beg Heleb
Awnî Bedirxan Beg Qahîre
Kenan Âlî Bedirxan Heleb
Mewlanzade Rifat Beg Heleb”[91]
Li gorî vê raportê, “evan kesên ku navê wan li jorê hatine nivîsandin, çûyina wan a ji bo nava Iraqê hatîye qedexekirin.”[92]
10. Nivîs û pirtûkên M. Rifat
Wî di xebata xwe ya nivîskarî û çapemenîyê de xweyîtî û mesûlmidurîya gelek rojname û kovaran kirîye. Herweha ew nivîskarê wan bû û di van rojname û kovaran de gelek nivîs û meqeleyên wî hatine çapkirin û belavkirin. Ji bo berhevkirin û lêkolîna wan xebateke hîn berfireh divê. Ji xeynî nivîsên wî yên di rojname û kovarên wekî Hukuku-ı Umumiye, Înkılab-î Beşer (wek organek PRG), Âkil, Âhalî, Meşrûtîyet, Faruk, Cîhad[93] û Serbestî, Hevatî Kurd, Jîn û wd. de ev pirtûkên wî hatine çapkirin:
1- Bilanço yahud Vatan Uğurunda Çektiklerim-1909
[Bîlanço yan jî di Rêya Welat de].
2-Yemen Hakkında Dahiliye Nazırı Talat Bey Efendi’ye Açık Mektup-1911
[Di derheqê Yemenê de Nameya Aşkera ji Nazirê Daxîlî Talat Begî re].
2- 31 Mart Bir İhtilalin Hikayesi-1911
[31 Adarê Çîroka Îhtîlalekê].
3- Türkiye İnkılabının İçyüzü-1929
[Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê].
4- Mevlanzâde Rifat’in Anıları [Bîranînên Mewlanzade Rifat].
5-Siyonistler Osmanlıyı Nasıl Yıktı-1923
[Sîyonîstan Çawa Dewleta Osmanî Rûxand].[94]
Encam
Mewlanzade Rifat, li Stenbolê ji dayik bûye, li wê derê bi karê rojnamevanî, sîyasetmedarî û çapemeniyê re mijûl bûye, yek ji şexisyetên herî balkêş ê kurd e. Rojnameya Serbestîyê, di rêvebirîya M. Rifat de ji diwanzdeh salan bêtir weşana xwe domandiye û rojnameyeke herî temendirêj a wê demê ye ku ji alîyê kurdekî Silêmanî ve hatîye weşandin. Ew, bi fikrên xwe yên pirrlayenî û mixalif tête naskirin û gelek rojname derxistine. Ji ber vê yekê bûye hedefê zixt û zordarîyên desthilatdarîya sîyasî, gelek caran hatîye destgîrkirin û nefîkirin.
Ji xebat û çalkîyên M. Rifat dîyar dibe ku ew, têkoşerekî sînornenas û evîndarê azadîyê bû. Van taybetîyan di bîranînên xwe de weha tîne ziman: “Ez evîndarê hurrîyetekê bêsînor im, ez dixwazim hemû welatî û hemû mirov, heta dixwazim hemû benî beşer; bi tevî nijadên sipî, zerik û reşik giş bibin hevparê evîna me.”[95] M. Rifat wek evîndar û têkoşerekî doza rewa ya milletê kurd û hurrîyetê, di rêya vê xebata dûr û dirêj a bênavber de, 8ê Îlona 1930ê li bajarê Helebê di 71ê salîya xwe de çû ser dilovanîya xwe.
Jêder
1. Pirtûk:
Bardakçı, M. (2014). İttihatçı’nın Sandığı, İstanbul: Türkiye İş Bankası Yayınları
Beysanoğlu, Ş. (2001). Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), cild: 3, Ankara: Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları
Birinci, A. (2001). Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât, İstanbul: Dergâh yayınları
Birinci, A. (2001). Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım, İstanbul, Dergâh Yayınları
Cemîl Paşa, E. (1992). Muhtasar Hayatım, (Çapa Duyem), Ankara, Türkiye: Beybun Yayınalrı,
Cemîl Paşa, Q. (Zinar Silopî). (2007). Doza Kur distan, Dîyarbekir: Weşanên Bîr
Cevdet, Dr. A. (2002). İttihad Yolu, A. Meretowar (Amadekar), Rojî Kurd (j. 2, r.51-52), İstanbul: Weşanên War
Dêrsimî, Dr. Nûrî. (1997). Hatıratım (Çapa Yekem), İstanbul: Doz Yayınları
Göldaş, İsmail. (1991). Kurdistan Teâlî Cemîyeti (Çapa Yekem), İstanbul: Doz Yayınları
Hanioğlu, Dr. M. Şükrü. (1981). Bir Siyasal Düşünür Olarak Doktor Abdullah Cevdet ve Dönemi, İstanbul: Üçdal Neşriyat
Hişyar, Hesen. (1999). 63 yıl sonra Şeyh Said direnişi, War (h. 8, r. 22-36), İstanbul: Weşanên War
Hür, Ayşe. (2011). Resmi tarihin hainleri: 150’likler, Taraf gazetesi
Şaweys, Îsmaîl Heqî. (2005). Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Wer. R. Lezgîn), Bîr (h. 2, r. 35-40), Hewlêr: Çapxaney Wezaretî Perwerde
Jongerden, Joost. (2008). Türkiyede İskan Sorunu ve Kürtler, İstanbul: Vate Yayınları
Jwaideh, W. (2014). Kürt Milliyetçilinin Tarihi Kökenleri ve Gelişimi (Çapa Heştem) (İ. Çekem & A Duman, Wer.). İstanbul: İletişim Yayınları
Karay, Refik Halit. (2009), Bir Ömür Boyunca, İstanbul: İnkılap Yayınları
Malmîsanij. (2000). Cizîra Botanli Bedirhaniler (Çapa Duyem), İstanbul: Avesta Yayınları
Malmîsanij. (1991). Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, Sweden: Weşanên Jîna Nû
Mesut, Ahmet. (1992). İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), İstanbul: Doz Yayınları
Mojab, Shahrzad. (2005). Devletsiz Ulusun Kadınları, İstanbul: Avesta Yayınları
Mumcu, Uğur. (1991). Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Ankara: Tekin Yayın Evi
Nacim, Abdurrahman. (1309/1891-1892). Gulzarı Asar, Beyrut: Beyrut Edebiye Matbası
Mazıcı, Nurşen. (1984). Belgelerle Atatürk Döneminde Muhalefet (1919-1926), İstanbul: Dilmen Yayınevi
Passport Control Department, foregin office, February 6, 1929, S. 36141
Olson, Robert. (1992). Kürd Milliyetçiliğinin Kaynakları ve Şeyh Said İsyanı, Ankara: Öz-ge Yayınları
Öngider, Seyfi. (2003). Kuruluş ve Kurucu Bir Gayri Resmi Tarih Çalışması, İstanbul: Aykırı Yayınları
Rifat, Mevlanzâde. (2010) 31 Mart; Bir İhtilalin Hikayesi (Çapa Sêyem) (Wer. Berîre Ülgenci). İstanbul: Pinar Yayınları
Rifat, Mevlanzâde. (2009). Sürgün Hatıralarım. (Amadekar: Mithat Kutlar), İstanbul: Avesta Yayınları
Rifat, Mevlanzâde. (2000), Türkiye İnkılabının İçyüzü (Çapa Duyem), İstanbul: Pınar Yayınları
Rojî Kurd-1913. (2002), İstanbul, Weşanên War
Paşa, Şerif. (1990). Bir Muhalifin Hatıraları, İstanbul: Nehir Yayınları
Şimşir, Bilal. (2009). Kürtçülük: 1787-1923 (Çapa Sêyem), İstanbul: Bilgi Yayınevi
Tevfik (Özzorluoğlu), Süleyman. (2011). II. Meşrutiyet’ten Cumhuriyet’e: Elli Yıllık Hatıralarım, Hazırlayanlar: Şaban Özdemir-Tahsin Yıldırım, İstanbul: Dün Bugün Yarın Yayınları
Tunaya, Tarık Zafer. (2010). Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild:2 (Çapa Çarem), İstanbul: İletişim Yayınları
Tunaya, Tarık Zafer. (2010). Türkiye’de Siyasî Partîler, Cild: I (Çapa Çarem), İstanbul: İletişim Yayınları
Zürcher, Erik Jan. (2005). Savaş, Devrim ve Uluslaşma, İstanbul: Bilgi Üniversitesi Yayınları
2. Kovar û rojname:
Hetavî Kurd (5ê Teşrîna Ewel 1913). h: 1, İstanbul
Hetavî Kurd (1913). h. 2, İstanbul
Kürt Tarihi (Ağustos-Eylül 2011), h. 8, İstanbul
Serbestî (3 Teşrînisani1324), h. 1, Constantinople
Serbestî (5 Teşrini Sani 1908), h. 3, İstanbul
Serbestî (1326-1918), h. 172, İstanbul
Serbestî (16 Kanun-i Evvel 1918). h. 176, İstanbul
Serbestî (21 Kanun-i Evvel 1918), h. 181, İstanbul
Serbestî (25 Kanuna Ewel 1918), h. 185, İstanbul
Serbestî (26 Kanun-i Evvel 1918). h. 186, İstanbul
Serbestî (28 Kanun-i Evvel 1918), h. 188, İstanbul
Serbestî (2 Kanun-i Sani 1919), h. 193, İstanbul
Serbestî (7 Kanun-i Sani 1919), h. 198, İstanbul
Serbestî (22 Şubat 1919), h. 209, İstanbul
Serbestî (23 Şubat 1919), h. 210, İstanbul
Serbestî (24 Şubat 1919), h. 211, İstanbul
Serbestî (24 Şubat 1919), h. 211, İstanbul
Serbestî (7 Nisan 1919), h. 462, İstanbul
Serbestî (19 Nisan 1919), h. 470, İstanbul
Serbestî (25 Nisan 1919), h. 476, İstanbul
Serbestî (26 Nisan 1919), h. 477, İstanbul
Serbestî (28 Nisan 1919), h. 479, İstanbul
Serbestî (29 Nisan 1919), h. 480, İstanbul
Serbestî (30 Nisan 1919), h. 481, İstanbul
Serbestî (1 Mayıs 1919), h. 482, İstanbul
Serbestî (2 Mayıs 1919), h. 483, İstanbul
Serbestî (3 Mayıs 1919), h. 484, İstanbul
Serbestî (4 Mayıs 1919), h. 485, İstanbul
Serbestî (5 Mayıs 1919), h. 486, İstanbul
Serbestî (6 Mayıs 1919), h. 487, İstanbul
Serbestî (7 Mayıs 1919), h. 488, İstanbul
Serbestî (8 Mayıs 1919), h. 489, İstanbul
Serbestî (9 Mayıs 1919), h. 490, İstanbul
Serbestî (10 Mayıs 1919), h. 491, İstanbul
Serbestî (11 Mayıs 1919), h. 492, İstanbul
Serbestî (14 Mayıs 1919), h. 495, İstanbul
Serbestî (15 Mayıs 1919), h. 496, İstanbul
Serbestî (20 Mayıs 1919), h. 497, İstanbul
Serbestî (21 Mayıs 1919), h. 498, İstanbul
Serbestî (20 Nisan 1920), h. 595, İstanbul
Serbestî (21 Nisan 1920), h. 596, İstanbul
Serbestî (22 Nisan 1920 ), h. 597, İstanbul
Serbestî (23 Nisan 1920), h. 598, İstanbul
Serbestî (24 Nisan 1920), h. 600, İstanbul
Serbestî (25 Nisan 1920), h. 601, İstanbul
Toplumsal Tarih (Nisan 2010), h. 196, İstanbul
3. Malper:
http://www.kovarabir.com, 19.11.2013
http://web.firat.edu.tr, 20. 03. 2015
http://www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008
http://www.ttk.gov.tr/, index.php?Page=Sayfa&No=385
[1] Seîd Veroj, Nûbihar Akademî, 2016, Cilt: 2 Sayı: 6, 46 - 70, 01.06.2016
[2] Seîd Veroj, Abdurrehman Nacîm, Kürt Tarihi, sayı: 22, Ocak –Şubat 2016
[3] Mewlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], Avesta Yayınları, 2009, İstanbul, r. 70
[4] Murat Issı, Hürriyet Aşığı Bir Osmanlı-Kürt Aydını: Mewlanzâde Rifat Bey, Toplumsal Tarih, no: 196, Nisan 2010
[5] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, 2001, Stenbol, r. 381
[6] Murat Issı, J. b.
[7] Mewlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım, 2009, Avesta Yayınları, İstanbul, r. 21
[8] Mevlanzâde Rifat, 31 Mart: Bir İhtilalin Hikayesi, Pınar yayınları, çapa 3., 2010, Stenbol, r. 96, 97
[9] Ali Birinci, J. b.
[10] Mewlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım, r. 21
[11] Mewlanzâde Rifat, J. b. r. 28
[12] bn. Meqaleya navborî ya Murad Issı. Toplumsal Tarih, no: 196
[13] Serbestî, no: Constantinople, 1, 3yê Teşrîna Sanî1324 (16yê Sermaweza 1908)
[14] Bnr. http://www.ttk.gov.tr/index.php?Page=Sayfa&No=385
[15] Serbestî, no: 498, 21ê Gulana 1919
[16] Serbestî, no: 176, 16yê Kanûna Ewel a 1918
[17] Serbestî, Meslek, no: 1, Constantinople, 3yê Teşrîna Sanî1324 (1908)
[18] Serbestî, no: 3, 5ê Teşrîna Sanî 1324 (18yê Sermaweza 1908)
[19] Mevlanzade Rifat, Sürgün Hatıralarım, r. 29
[20] T. Z. Tunaya, Türkiyede Siyasî Partîler, Cild: I, İletişim Yayınları, çapa 4., 2010, r. 180
[21] Mevlanzâde Rifat, 31 Mart: Bir İhtilalin Hikayesi [31 Adarê, Çîorka Îhtilalek], Pınar Yayınları, 3. Baskı, 2010, İstanbu, r. 112.
[22] Serbestî, no: 172, 1326
[23] Mevlanzâde Rifat, 31 Mart, Bir İhtîlalin Hikâyesi, r. 28
[24] Şerif Paşa, Bir Muhalifin Hatıraları [Bîranînên Mixaliekî], Nehir yayınları, Stenbol, 1990, r. 89
[25] Mewlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım [Bîranînên Dema Nefîyê], Avesta Yayınları, İstanbul, 2009, r. 89
[26] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh Yayınları, Şubat-2001, Stenbol, r. 383
[27] Mevlanzâde Rifat, J. b., r. 90
[28] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât [Di Sîya Dîrokê de ji Meşahîrên Meçhûl Çend Zat], bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, Stenbol, r. 383
[29] Shahrzad Mojab, Devletsiz Ulusun Kadınlar [Jinên Neteweya Bêdewlet], Avesta Yayınları, 2005, Stenbol, r. 86
[30] Serbestî, Mevlanzâde Dîvan-î Her-î Ûrfî’de [Mewlanzade di Dîwana Herbî Urfî de ye], no: 211, 24ê Sibata 1919
[31] Serbestî, Mevlanzade di Dîwana Herbî Urfî de ye, no: 211, 24 Şubat 1919
[32] Serbestî, Bugünkü Vazifeler, no: 185, 25 Kanuna Ewel 1918
[33] Serbestî, no: 211, 24 Şubat 1919
[34] Dr. Nûrî Dêrsimî, Hatıratım [Bîranînên Min], weşanên Doz, çapa 1., 1997, Stenbol, r. 31
[35] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına [Ji Damezrênerên muhterem ên Hetavî Kurd re], Hetavî Kurd, no: 2, 21 Teşrin-i Sani 1329
[36] Mevlanzâde Rifat, Muhterem Hetavî Kurd gazetesi kurucularına, Hetavî Kurd, no: 2
[37] Dr. Abdullah Cevdet, İttihad Yolu [Rêya Yekîtîyê], Rojî Kurd, no: 2, 6ê Temûza 1329 (1913), Weşanên War, 2002, Îstenbul, r. 52
[38] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild: 2, 4. Baskı, 2010, İstanbul, s. 105.
[39] Radikal Avam Fırkası’nın Beyannamesi, Serbestî, no: 176, 16yê Kanûna Ewel a 1918
[40] Mevlanzâde Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, r. 319
[41] J.b., r. 320
[42] Serbestî, no: 176, Radikal Avam Fırkası’nın Beyannamesi,16yê Kanûna Ewel a 1918
[43] Mevlanzâde Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, r. 270
[44]Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild: 2, 4. Baskı, 2010, İstanbul, r. 105-106
[45] Bn. Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, 1992, Stenbol, r. 97
[46] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasi Partiler [Partiyên Sîyasî Li Turkiyeyê], Cild: 2, İletişim Yayınları, çapa 4., 2010, İst. r. 198
[47] J. b., r. 215
[48] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51
[49] Bîlal Şimşir, Kürtçülük [Kurdîtî]: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305
[50] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, 1992, Stenbol, r. 41
[51] J. b., r. 41-42
[52]Hekkarili Abdurrahim Rahmi, Kürdler ve Kurdistan, Serbestî, no: 483, 2 Mayis 1919
[53] Süleyman Tevfik (Özzorluoğlu), II. Meşrutiyet’ten Cumhuriyet’e: Elli Yıllık Hatıralarım [Ji Meşrûtiyeta II. ber bi Cumhurîyetê ve:], amd. Şaban Özdemir-Tahsin Yıldırım, Dün Bugün Yarın Yay., İstanbul, 2011, r. 513-514.
[54] Serbestî, no: 181, 21 Kanun-i Evvel 1918
[55] Serbestî, no: 185, 25 Kanuni Evvel 1918
[56] Serbestî, no: 186, 26 Kanun-i Evvel 1918
[57] Serbestî, no: 198, 7 Kanun-i Sani 1919
[58] Serbestî, no: 209, 22 Şubat 1919
[59] Serbestî, no: 210, 23 Şubat 1919
[60] Serbestî, no: 462, 7 Nisan 1919
[61] Serbestî, no: 470, 19 Nisan 1919
[62] Serbestî, no: 476, 25 Nisan 1919
[63] Serbestî, no: 477, 26 Nisan 1919
[64] Serbestî, no: 479, 28 Nisan 1919
[65] Serbestî, no: 481, 30 Nisan 1919
[66] Serbestî, no: 482, 1 Mayıs 1919
[67] Serbestî, no: 483, 2 Mayıs 1919
[68] Serbestî, no: 484, 3 Mayıs 1919
[69] Serbestî, no: 485, 4 Mayıs 1919
[70] Serbestî, no: 486, 5 Mayis 1919
[71] Serbestî, no: 487, 6 Mayis 1919
[72] Serbestî, no: 487, 2 Mayıs 1919
[73] Serbestî, no: 488, 7 Mayis 1919
[74] Serbestî, no: 489, 8 Mayis 1919
[75] Serbestî, no: 490, 9 Mayis 1919
[76] Serbestî, no: 491, 10 Mayis 1919
[77] Serbestî, no: 492, 11 Mayis 1919
[78] Serbestî, no: 595, 20 Nisan 1920
[79] Serbestî, no: 598, 23 Nisan 1920
[80] Serbestî, no: 600, 24 Nisan 1920
[81] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 61
[82] Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, cild: 3, 2001, Ankara, r. 951
[83] Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması (1919-1925), Tekin Yayın Evi, 1991, Ankara, r. 186
[84] Raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzeromê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008
[85] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, 1992, Stenbol, r. 143
[86] Ayşe Hür, Resmi tarihin hainleri:150’likler, Taraf gazetesi, 3 Temmuz 2011
[87] Ali Birinci, Tarih Uğurunda Matbuat Âleminde Birkaç Adım [Di Rêya Dîrokê de ji Alema Matbûatê Çend Gav], Dergâh Yayınları, İstanbul, 2001, r. 19
[88] Karay, Refik Halit; Bir Ömür Boyunca, İnkılap Yay., İstanbul, 2009, r. 240
[89] Dr. Murat Issı, Kürt Tarihi, no: 8, 2013, r. 60
[90] Dr. Murat Issı, Mevlanzâde Rifat Bey ve Kurdistan [Mewlanzade Rifat Beg û Kurdistan], Kürt Tarihi, sayı: 8, Ağustos-Eylül 2013
[91] Passport Control Department, foregin office, February 6, 1929, S. 36141
[92] J. b.
[93] bn. M. Issı, Toplumsal Tarih, no: 196, Nîsana 2010
[94] Ali Birinci, Tarih Gölgesinde Meşâhir-i Meçhûleden Birkaç Zât, bn. Sicill-i Ahval Defteri (BOA. C. 18, s 125), Dergâh yayınları, Şubat-2001, İstanbul, r. 384-85
[95] Mevlanzâde Rifat, Sürgün Hatıralarım, Avesta Yayınları, İstanbul, 2009, r. 60-61
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.