Xwişk û birayên hêja.

Bi rêz û dildarî we hemûyan silav dikim.

Ez ji dil gelek kêfxweş im ku îro em li vir bi hev re ne, da ku li ser pirsgirêk û pêşeroja neteweya Kurd, li ser nirxên me yên hevpar û berpirsiyariya me ya siyasî biaxivin.

Îro em li vir ne tenê ji bo parvekirina fikrên xwe, lê di heman demê de ji bo fêmkirina hev û hev têgihiştinê, û ji bo ku ramanên cuda di bingeheke hevpar de bi hev re bin, civiyane.

Ez wisa bawer dikim ku ji bo neteweyên bindest hêza herî mezin ew e ku bi raman û bizavên xwe yên siyasî yên cuda bikarin bi hev re biaxivin û li ser bingeha armanc û regezên hevpar yekbûna xwe pêk bînin.

Ji bo beşdariya we, hest û alîkariya we û ji bo baldarî û berpirsiyariya we li ser têkoşîna serwerîya neteweya Kurd, ez ji dil ji we her yek re spasiyan dikim.

Herweha, ji bo ku bi rêya vê bernameyê re fersenda axaftinê da min, ez spasiyên xwe pêşkeşî Akademiya Hêvî û hemû keddar û xebatkarên wê dikim.

Bi destûra we, niha dixwazim dest bi axaftina xwe bikim.

Têgeha Netewe

Kurd,  civakeke diyar e û welati wê Kurdistan di nav çar devletên kolonyal de hatiye parvekirin. Lêbelê li gor devletên kolonyal û neteweyên serdest, Kurd netewe nînin, belkû grubeke etnîkî an jî yek ji wan grubên gel in. Lêbelê li gor kirdeyên siyasî û aktorên cîvaka Kurdan jî, civaka Kurd, netewe ne. Civakeke etnîkî (gel)  û civakeke neteweyî, li gor naveroka sîyaset û serverî ji hev cuda ne. Ji ber vê yekê em ê têgeha neteweyê analîz bikin.

Em ê neteweyê wekî yekparebûniya hêmanên kirde (subjektîf)  û hêmanên objektîf analîz bikin. Em ê neteweyê  ne wekî bihevrebûnekê, lê bi têgeha yekparebûyinê re analîz bikin. Yekparebûnî ew rewş e ku bihevrebûn bêkêmasî temam bûye.

Hêmanên objektîf; civakeke mirovî ya diyar û erdnîgariyeke sînorên wê tam diyarkirî ye.

 1- Civakeke mirovî ya diyar;  li ser erdnîgariyeke sînorên wê tam diyarkirî dijî ku xwedî ziman an zimanan, dîrok, îradeya jiyana bihevre ya pêşerojê û hesta aîdiyetê ya hevpar e.

2- Erdnîgariya diyar; herêmeke xwedî erdnîgariyeke bi sînor e ku civakeke mirovî ya diyar dikare bi berdewamî li serê bijî û serwer be.

Hêmanên Kirde: Serwerî û sîyaseta netaweyî ye.

1- Serverî; wekî hêza qanûnçêker û cîbicîker tê wateya desthilatdariya herî bilind. Ji bo ku mirov behsa hebûna netewe û netew-dewletê bike, divê neteweyek li ser welatekî xwedî desthilatdariya herî bilind, yanî serwerîyê be. Çavkaniya îdeolojiya netewe û netew-dewletê, îdeolojiya serwerîyê ye.

 2- Sîyaseta Neteweyî; çalakîyeke siyasiye ku civakeke mirovî ya diyar li ser erdnîgariyeke diyarkirî damizrandina serwerîya xwe ye. Heger civakeke mirovî, di revşa netew-dewletê de be, peywira sîyaseta neteweyî  parastin û pêşvebirin û domandina serveriyê ye. Di rewşa netew-dewletê da peywira sîyaseta neteweyî dewlet bixwe dike. Neteweyên serwer, pêdiviya xwe bi siyaseta neteweyî nîne. Ji ber ku dezgehên ku taybetmendiyên dewletê pêk tînin, fonksiyona siyaseta neteweyî hildane ser xwe. Yanî, rêxistinbûna ku ji aliyê taybetmendiyên dewletê ve hatiye avakirin, parêzkar û domkarê hêmanên dewletê ye. Jixwe tu pirsgirêkeke neteweyên serwer derbarê hêmanên dewletê de nînin. Mijara siyasetê ya neteweyên serwer, bi pirsgirêkên li ser taybetmendiyên dewletê peyda dibin re têkildar e. Bi gotineke din, bi pirsgirêkên ku ji rejîma siyasî pêk tên re têkildar e.

Pirsgirêkên ji ber rejimên siyasî, yanî awayên rêxistinbûnê yên wek demokrasî, faşîzm, pergala takepartî an jî firepartî, rêveberiya federal, rêveberiya unîter pêk tên, û her weha pirsgirêkên ji ber cudahiyên civakî-aborî, mijarên li ser rêxistinbûna taybetmendiyên dewletê ne. Ji ber vê yekê, siyaseta neteweyî ya bizavên siyasî yên neteweyên serwer, di bingeha xwe de, xwedî karaktereke nijadperest û faşist e û ji ber vê karaktera xwe, ne rewa ye.

Lê belê siyaseta neteweyî ya neteweyên bindest rewa ye. Ji ber ku siyaseta neteweyî ya neteweyên bindest, amûra sereke ya bidestxistina serwerîya xwe ya neteweyî ye. Neteweyên bindest, tenê bi têkoşîna saziyên siyasî û civakî yên li ser bingeha rêberiya siyaseta neteweyî dikarin ser welatê xwe serwer bin.

 Siyaseta neteweyî dikare demokratîk an jî nîjadperest be. Di rewşa niha de, civaka mirovên ku li ser erdnîgariyeke diyar dijîn, bi gelemperî ji komên etnîkî, dînî, zimanî û çandî pêk tên. Heke ev komên cuda, ji bo parastina maf û berjewendiyên xwe, bi awayekî xweser li dijî dewletê xwe rêxistinê bikin û di armanca serweriyê de bi hev re lihevkirin çêbikin, wê demê ev cure siyaseta netewî, siyaseta neteweyî ya demokratîk e. Ev cure siyaseta ku di bingeha lihevkirina etnîk, dînî û zimanî de tê avakirin, siyaseta neteweyî-demokratîk e. Lê heke siyaseta neteweyî armanca xwe li ser serweriya yek koma etnîkî ava bike, ev wek siyaseta nîjadperestî tê pênasekirin.

Hingê em dikarin têgeha neteweyê wiha pênase bikin: Netewe civakeke mirovî ye ku li ser erdnîgariyeke sînorên wê tam diyarkirî bi awayekî serwer dijî ku xwedî ziman an zimanan, dîrok, îradeya jiyana bihevre ya pêşerojê û hesta aîdiyetê ya hevpar e.

Di dema modern de civakeke ku xwediyê serwerî ango xwediyê dewletê be netewe ye. Nasnameya vê dewletê, netew-dewlet e. Jixwe hêmanên devletê û hêmanên neteweyê yek in. Ji bo têgihiştina têgeha neteweyê, pêwîst e ku em bi kurtasî li têgeha netew-dewletê binêrin.

Netew-Dewlet

Netew-dewlet, ji yekparebûniya hêmanên sabît, neguherbar û taybetmendiyên guherbar pêk tê. Sê hêmanên netew-dewletê hene. Ev hêman; netewe, welat û serwerî ye. Netew-dewlet xwediyê sê taybetmendiyên bingehîn e. Ev; taybetmendiya rêxistinbûna rasyonel ya dewletê, taybemendiya wê ya hiqûqî ya pozîtîf (rewabûna hiqûqî-rasyonel û hemwelatî) û taybetmendiya wê ya monopoliya (tekel) şîdeta rewa ye. Rêxistina siyasî ya ku ji yekparebûna rêxistinbûna hêmanan û rêxistinbûna taybetmendiyên pêk tê, netew-dewlet e. Em dikarin pênaseyeke wisa bikin ku hem hêman û hem jî taybetmendiyên bingehîn ên netew-dewletê bihewîne. Netew-dewlet rêxistineke siyasî ye ku ji aliyê neteweyeke serwer li welatekî sînorên wî tam diyarkirî, bi rêxistiniya rasyonel, hiqûqa pozîtîf û monopoliya li ser şîdeta rewa hatiye avakirin. Tiştê ku divê li vir were destnîşankirin ev e ku hêmanên dewletê ew xislet in ku taybetmendiyên dewletê mimkun û têgihbar dikin. Ji ber vê yekê ev her sê hêman ji bo hemû netew-dewletan hevpar in. Taybetmendiyên dewletê, li gor serweriyê yanî awayê çêkirin û pêkanîna qanûnan nîşan didin. Loma jî taybetmendiyên dewletê ne sabit û berdewam in, lê li gorî dewletan diguherin.

Me bi kurtî netewe û netew-dewlet eşkere kir. Em li gor vê yekê li rewşa civaka Kurd binêrin.                                       

Di serdema modern de ji bo civakên ne-serwer du alternatîf hene. 1- Bi rêya asîmîlasyonê an entegrasyonê, di nav netew-devletê serwer de dihelin. 2- Bi rêya siyaseta neteweyî, ji bo armanca serwerîya xwe têkoşîn dikin. Îradeya xwe û tercîhên xwe di armanca serwerî anku dewletbûnê de diyar dikin, ew civaka mirovî netewe ye, lê belê neteweya bindest e. Ji ber ku civakek xwedî serwerî nebe û ji bo serwerî têkoşînê neke, wekî netewe nayê pênasekirin. Ji ber ku netewe civaka siyasî ye, ji serwerîyê ve cudati nayê pênasekirin. Civaka ku xwedî serwerî ye, netew-dewlet e, lê civaka ku ne xwedî serwerîyê ye û ji bo vê têkoşîn dike, neteweyek bindest e . Ji ber vê yekê, ji aliyê her du -yên serbixwe û yên bindest- ve peyva sereke serwerî ye.  Ji ber vê yekê em ê serhildanên Kurdan li gor têgihiştina çarçoveya serweriyê analiz bikin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Kurdistan bi peymana Lozanê hate parçekirin û çar beş de hatin dagirkirin. Her çend ev parçekirin ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatibe jî, Kurdan di hemû parçeyan de li dijî dagirkeriyê û koloniyalîzmê serî hilda. Di 1919an de, Melîk Mahmud Berzencî li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Îngilîzan serhildan kir. Di heman demê de, li Koçgirîyê jî Kurd li dijî hukûmeta Ankara ya bi serokatiya Mustafa Kemal têkoşîn kirin. Piştî damezrandina Cumhurîyeta Tirkiyeyê, li dijî dagirkerî û îlhakê, serhildanên bi serokatiya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), bi serokatiya Xoybûn û her weha Dersîmê çêbûn. Li Rojhilatê Kurdistanê (Îran), bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Komara Kurdistanê (Mehabad) di navbera 1945-1946an de  hate damezrandin. Li Başûrê Kurdistanê (Îraq) jî, di navbera 1931-1960an de, têkoşîna bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam bû. Nasnameya ku ev rêbaza çareseriyê ji bo civaka Kurd pêşniyaz dike, nasnameyeke neteweyî ye.

Lê piştî 1960an, PDK  ji siyaseta neteweyî dûr ket û bi şîara “Ji Îraqê re demokrasî, ji Kurdistanê re otonomî” xeteke siyasî ya herêmî esas girt; bi gotineke din, pêşiya serwerîya xwe ya neteweyî girt û bi siyaseta daxwaza nîv-otonomîyê di nav dewleta Îraqê de têkoşîn kir. Li Bakurê Kurdistanê, rêxistina “PKK”’ê  bi hêz e û kirdeya siyasî ya serwer e. Çareseriyê ku PKK ji bo meseleya Kurd pêşniyaz dike ev e ku: Kurd bêyî xwediyê statûyeke siyasî û çandî bin, bi navê “Tirkiyeyîbûn”ê di çarçoveya dewleta Tirkiyeyê de bibin Tirkiyeyî. Lê bi rastî, ev modela siyasî proseseke tirkbûnê ye. Aliyên siyasîyên din ên Kurdî, çareseriyê di nav sinorên netew-dewletên zordest de dibînin û pêşniyazên wan li ser bingeha mafên kêm-neteweyîyê ne. Ji ber vê yekê, di çarçoveya têgihiştina serwerî de, ev modelên siyasî ne têkoşînek bo serwerîya xwe ya neteweyî, lê belkî qebûlkirina rol û ciheke di bin serwerîya netew-dewletên zordest de ye. Lê nasnameya ku ev rêbaza çareseriyê ji bo civaka Kurd pêşniyaz dike, nasnameyeke etnîk e, ne nasnameyeke neteweyî ye.

 Nirxandin

Îro neteweya Kurd bi du awayên siyasî yên cuda dikare selahiyeta serweriya xwe bi dest bixe. Yek jê avakirina netew-dewleta xwe ye. Îro hem helwesta kirdeyên siyasî yên Kurdan û hêza ku ji vê rastiyê pêk tê, û hem jî bi taybetî hevsengiyên hêzên navdewletî rê nade vê yekê. Sedema sereke ya vê rewşê ev e ku kirdeyên siyasî yên kurd nekaribûn di rêberiya siyaseta neteweyî-demokratîk de li ser armanc û regezên hevpar yekbûna xwe pêk bînin. Ji bo ku tevgera neteweyî ya kurd ji siyaseta neteweyî-demokratîk mehrûm e. Hingê em li avahiya siyasî ya din binêrin. Geşedan û tecrubeyên heta îro nîşanî me didin ku demokrasiya konsensus ya federal ew şêweyê rêveberiyê ye ku dikare siyasetên li ser çareserkirina pirsgirêka serweriya neteweyên bindest pêk bîne. Îro dewletên mîna Swîsre, Belçîka û Bosna-Hersekê bi demokrasiya konsensus ya federal têne birêvebirin. Demokrasiya konsensusê şêweyekî demokrasiyê ye ku dikare ji bo pirsgirêkên ku ji rêxistinbûna hêmanên dewletê pêk tê, çareser bike. Herçi pirsgirêka neteweyên di bin zulmê de ne; ev ji desteserkirina welat û serweriya wan ji aliyê netew-devleta zordest ve pêk tê. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka neteweyên bindest bidawîanîna desteserkirina welat û serweriya wan e. Ev yek tenê bi modela demokrasiya konsensus ya federal ve pêkan e.  

Îro roj, partîyên siyasî yên li derveyî “PKK”’ê, çareseriya siyasî ya ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê pêşniyaz dikin, sîstema federaliyê ye. Lê ew ne modela demokrasîya konsensusa federaliyê ye. Em jî, ji bo Kurdistaneke serbixwe pêk bê û ji bo her parçeyekê ku tê de yekîneyeke federe bê avakirin, modela demokrasîya konsensusa federaliyê ya li Bosna-Hersekê tê bikaranîn pêşniyaz dikin. Sedema vê jî ew e ku modelên din yên demokrasiyên federalî, çareseriya neteweyan û komên etnîk yên bindest, ne li ser hêmanên dewletê, lê di reformên taybetmendiyên dewletê de digerin. Divê sîyaseta neteweyî-demokratîk a Kurdan; çareserîya pirsgirêka neteweya Kurd, ne tenê bi rêxistinbûna taybetmendiyên dewletê, di guhartina yekparebûna  rêxistinbûna taybetmendiyên dewlet  û rêxistinbûna hêmanên dewletê de bibîne. Ew sîyaseta Kurd a ku çareseriyê di guherandina hêmanên dewletê de nebîne, ne sîyaseta neteweyî ya Kurd e, ew dibe parçeyek ji sîyaseta netew-dewleta serdest.                                                                                

                                                                                                           Mehmet Emin Aslan, Dîyarbekir  30.10.2025


Not: Ev nivîs, axaftina min e li AKADEMÎYA HÊVÎ ye. Lê belê, AKADEMÎYA HÊVÎ axaftina min ji beşa netew-devletê dest pê kiriye.