
1950an vir de netew-dewlet û zanyarên siyasî derbarê dewlet û siyasetê de teorî û modelên nû pêş xistine. Taybetmendî hevpar ya van xebatên teorîk û modelî, bûye sedem ku têkoşîna mafdar a neteweyên bindest ji siyaseta netewî-demokratîk, yanî ji armanca serwerîyê bê dûrxistin. Îro roj netew-dewletên serdest ên ku Kurdistanê par ve dikin, ji bo ku têkoşîna aktor û kirdeyên siyasî yên neteweya Kurd ji siyaseta netewî-demokratîk dûr bixin, her cure amûrên îdeolojîk, siyasî, zext û manîpulasyonê bi kar tînin. Îcar bi vê perspektîfê ve em li têgeha netew-dewletê û mijara zanista siyasetê binêrin.

Têgeha Netew-Dewletê
Em ê dewletê wekî yekparebûniya hêmanên sabît, neguherbar û taybetmendiyên guherbar analîz bikin. Em rêxistina ku ji hêmanên netew-dewletê hatiye avakirin weke rêxistinbûna netewe û rêxistina ku bi taybetiyên netew-dewletê hatiye avakirin weke rêxistinbûna îdarî pênase dikin. Rêxistina siyasî ya ku ji yekparebûna rêxistinbûna neteweyî û rêxistinbûna îdarî pêk tê, netew-dewlet e. Em ê dubendiya rêxistinbûna neteweyî û rêxistinbûna îdarî, ne wekî bihevrebûnekê, lê bi têgeha yekparebûyinê re analîz bikin. Yekparebûnî ew rewş e ku bihevrebûn bêkêmasî temam bûye. Hingê em li têgeha netew-dewletê re ji nêzîk de binêrin.
Hêmanên Netew-Dewletê
Sê hêmanên netew-dewletê hene. Ev; netewe, welat û serwerî ye.Hingê em li hêmanên netew-dewletê binêrin.
1-Netewe, civakeke mirovî ye ku li ser erdnîgariyê yê sînorên wê tam diyarkirî bi awayekî serwer dijî ku xwedî ziman an zimanan, dîrok, îradeya jiyana bihevre ya pêşerojê û hesta aîdiyetê ya hevpar e.
2- Welat, herêmeke erdnîgariyê yê xwedî sînor e ku netewe dikare bi berdewamî li ser bijî û serwer be.
3- Serwerî, wekî hêza qanûnçêker û cîbicîker tê wateya desthilatdariya herî bilind. Ji bo ku mirov behsa hebûna dewletekê bike, divê neteweyek li ser welatekî xwedî desthilatdariya herî bilind, yanî serwerîyê be. Ev her sê hêman aliyê hevpar yê hemî netew-dewletan e.Yanî aliyê hevpar yê dewletên wekî kapîtalîst, sosyalîst, unîter, federal, lîberal, faşîst, totalîter an teokratîk e.
Netew-dewlet, xwedî rêxistineke netewe-civakê ye ku ji yekparebûniya hêmanên netewe, welat û serweriyê pêk tê. Ji bo avakirina dewletekê divê ev her sê hêman bên cem hev û yekparebûna wan bê temînkirin. Her yek ji van sê hêmanên ku dewletê pêk tînin bi heman astê girîng in. Ji van her sê hêmanan ne ku yek ji wan li gorî yên din bingehî an girîng e û yên din talî an ne girîng in. Hingê em dikarin dewletê li gorî hêmanên wê wiha pênase bikin: Dewlet rêxistineke siyasî ye ku dema neteweyek li ser welatekî sînorên wê tam diyarkirî serweriya xwe saz dike, pêk tê.
Taybetmendiyên Netew-Dewletê
Li nik sê hêmanên ku dewletê pêk tînin, taybetmendiyên ku dewletê pêk tînin jî hene. Dibe ku hejmara van taybetmendiyan li gorî nivîskaran biguhere. Li gorî me netew-dewlet xwediyê sê taybetmendiyên bingehîn e. Ev; taybetmendiya rêxistinbûna rasyonel ya dewletê, taybemendiya wê ya hiqûqî ya pozîtîf (rewabûna hiqûqî-rasyonel û hemwelatî) û taybetmendiya wê ya monopoliya (tekel) şîdeta rewa ye. Hin nivîskar jî taybetmendiyên wekî berdewamî û kesayetiya hiqûqî wekî taybetmendiyên dewletê pêşniyaz dikin. Li gorî me, ji ber ku taybetiyeke hêmana serweriyê berdewamî ye, ne pêwist e ku berdewamî wekî taybetmendiyek were destnîşankirin. Herçi kesayetiya hiqûqî ye, ev pêdiviya taybetmendiya rêxistinbûna rasyonel û taybetmendiya hiqûqî ya pozîtîf e.
Niha em bi kurtî taybetmendiyên dewletê rave bikin.
Taybetmendiya yekem a dewletê ew e ku xwedî rêxistinbûneke rasyonel e. Her netew-dewlet, weke pêkhateyeke serwer, rêxistinbûna xwe ya rasyonel bi belgeyekê bi navê destûra bingehîn pêk tîne ku ji aliyê wê ve hatiye çêkirin. Bi gelemperî rêxistinbûna rasyonel a dewletê ji lebatên wek qanûndanîn, cîbicîanîn û dadwerî û herwiha ji saziyên girêdayî van lebatan pêk tê. Têkilî û erka van saziyan ya bihevûdu re di destûra bingehîn a welatê têkildar de tê diyarkirin.
Taybetmendiya duyemîn a dewletê ew e ku xwedî hiqûqeke pozîtîf e. Çavkaniya hiqûqê xwe disipêre îradeya neteweyî. Hiqûq faaliyeteke dewletê ye ku ji aliyê nûnerên îradeya netew ve tê kirin û dema pêwîst be ji holê tê rakirin. Çavkaniya huqûqê êdî ne îradeya Yezdanî ye, lêbelê îradeya neteweyê ye ku bi rasyonelî tevdigerin. Yanî, çavkaniya hiqûqê xwe disipêre aqlê mirovan. Ji ber vê yekê di têkiliyên siyasî de mirov ne li hemberî hevûdu, lê “tenê li hemberî qanûnê serê xwe ditewînin”.[1] Piştî ku rewabûn ji îradeya îlahî û serweriya dînî qut bû, hiqûq jî ji hiqûqa tabiî yan siruştî qut bû û bû hiqûqa pozîtîf. Hiqûqa pozîtîf tevahiya qanûnan e ku vekirî, pêşbînîkirî, daxwazkirî, sînordiyarkirî, nivîskî û ji aliyê dewletê ve hatiye danîn.[2] Niha em têgeha hemwelatiyê binêrin. Mirovê ku beriya serdema modern, di civakên kevneşopî de wekî tebaa dijiya ku newekhevî prensîbeke domdar û tabiî bû, niha weke pêdiviya taybetmendiya hiqûqî ya netew-dewletê, ew di pozîsyona navendî de dibe kesekî xwedî mafên wekhev û xwedî nasnameya hemwelatiyê.
Ya sêyemîn jî monopoliya şîdeta rewa ye. Amûrên monopoliya şîdeta rewa polîsên di nava sînor de û hêza leşkerî ya li ser sînoran e. Monopoliya amûrên şîdetê yek ji taybetmendiyên bingehîn ên dewletê ye. Ev yek dikare wekî garantîyekê were dîtin ku kesên di nav sînorên welatekî de dijîn ku dewlet doza serweriyê lê dike, ji bilî dewletê ji aliyê hêzeke din ve rastî tundiyê nayên.
Di vê rewşê de em dikarin pênaseyeke bêtir berfireh bikin ku hem hêman û hem jî taybetmendiyên bingehîn ên netew-dewletê dihewîne. Netew-dewlet rêxistineke siyasî ye ku ji aliyê neteweyeke serdest li welatekî sînorên wî tam diyarkirî, bi rêxistiniya rasyonel, hiqûqa pozîtîf û monopoliya li ser şîdeta rewa hatiye avakirin. Tiştê ku divê li vir were destnîşankirin ev e ku hêmanên dewletê ew xislet in ku taybetmendiyên dewletê mimkun û têgihbar dikin. Ji ber vê yekê ev her sê hêman ji bo hemû netew-dewletan hevpar in. Taybetmendiyên dewletê, serweriyê yanî awayê çêkirin û pêkanîna qanûnan nîşan dide. Loma jî taybetmendiyên dewletê ne sabit û berdewam in, lê li gorî dewletan diguhere. Piştî vê ravekirinê, em ê mijara zanista siyasetê binêrin
Mijara Zanista Siyasetê
Heta Şerê Cîhanê yê Duyem mijara esasî ya zanista siyaseta dewlet bû. Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, zanista siyasetê zêdetir li ser desthilatdariya siyasî an pergala siyasî an jî rejîma siyasî mijûl bûye. “Komeleya Zanistên Siyasî ya Navdewletî” ku bi pêşengiya UNESCOyê hatiye damezrandin ji sala 1949an ve her sê salan carekê kongreyan li dar dixe ku komeleyên zanistî û zanyarên Bloka Rojava, Bloka Rojhilat û dewletên Cîhana Sêyem wek endam tê de beşdar dibin. Di van kongreyan de li ser vê fikrê li hev kirine ku mijara zanista siyasetê desthilatdariya siyasî an rejîma siyasî ye.[3] Bi vî awayî, li gorî têgihiştina siyasî ya ku ji salên 1950an vir de li cîhanê serdest e, mijara zanista siyasî ne dewlet e, lê rejîma siyasî ye. Li gorî vê têgihîştina siyasî ya serdest, dewlet nikare bibe mijara zanista siyasî ji ber ku têgeheke razber e. Ji ber vê yekê di qada siyasî de ne dewlet, lê rejîma siyasî tê nîqaşkirin. Li gorî me mijara zanista siyasetê dewlet bi xwe ye. Rejîmên siyasî, yanî awayên rêxistinbûnê yên wekî demokrasî, faşîzm, pergala yek an firepartîyî, rêveberiya federal, rêveberiya unîter, mijarên rêxistina îdarî ya dewletê ne.
Bi derxistina dewletê ji mijara zanista siyasetê, hatiye armanckirin ku hêmanên dewletê, yanî têgehên wek netewe, welat û serwerî li derveyî qada siyasî bihêlin. Lewra hemû dewletên li cihanê di astên cuda de xwedî pirsgirêkên netewe ne. Derxistina hêmanên dewletê ji çarçoveya zanista siyasetê bûye sedema derxistina pirsgirêkên neteweyên bindest ji derveyî siyasetê.
Nirxandin
1-Netew-dewlet û demokrasiya lîberal, ku wek şêweya rejîma wê ya herî baş tê qebûlkirin, dihêle ku cudahiyên civakî-aborî derbikevin qada siyasî û bi rêya partiyên siyasî û komên zextê ve bibin mijara bazarîkirinê. Lê belê destûr nayê dayîn ku daxwazên netewî yên netewên bindest derxin qada siyasî û pêşî lê tê girtin.
2- Yek ji sedemên ku nahêle netewên bindest têkoşîna xwe ya li ser polîtîkaya netewî-demokratîk bimeşînin, ew têgihîştina dewletê ye, herwekî ku ew ji rêxistineke îdarî ve îbaret e. Îdeolojiyên lîberalîzm û Marksîzmê ji bo ku ev têgihiştin bibe têgihiştineke berfireh, tevkariya herî mezin kirine. Lîberalîzm dewletê wekî amûreke pêkanîna ewlekarî û edaletê pênase dike. Li aliyê din Marksîzm dewletê wekî amûreke zordestîyê ye ku kar û barên hevpar ên çîna bûrjûwaziyê bi rê ve dibe pênase dike. Her du îdeolojî jî dewlet wek beşeke û sîrayeteke aboriyê dîtine. Bi vî awayî ev jî bû sedem ku dewlet wekî amûrek ku ji rêxistinbûna îdarî pêk tê were naskirin û ev têgihîştina nerast û netemam pişt re hema bibêje veguherî qebûleke hevpar. Lê çareseriya pirsgirêka neteweyên bindest ne tenê di guhertina rêxistinbûna îdarî ve pêk tê de, divê di guhertina yekparebûna rêxistinbûna îdarî û rêxistinbûna netewe de were lêgerîn.
3- Di roja me de Netewe Kurd bi du avahiyên siyasî yên cuda dikarin selahiyeta serweriyê bi dest bixin. Yek jê avakirina netew-dewleta xwe ye. Îro hem helwesta kirdeyên siyasî yên Kurdan û hêza ku ji vê rastiyê pêk tê, hem jî bi taybetî hevsengiyên hêzên navneteweyî rê nade vê yekê. Hingê em li avahiya siyasî ya din binêrin. Geşedan û tecrubeyên heta îro nîşan didin ku demokrasiya konsensus ya federal ew şiklê rêveberi ye ku dikare hilberandin û pêkanîna siyasetên li ser çareserkirina pirsgirêka serweriya neteweyên di bindestê de çêbike. Îro dewletên mîna Swîsre, Belçîka û Bosna-Hersekê bi demokrasiya konsensus ya federal têne birêvebirin. Lê sîstemên federal ên din rê nadin ku pirsgirêka serweriya neteweyên bindestê de çareser bibe. Yanî, ew cure rêveberiyeke xwecihî û nenavendî ne ku ji aliyê siyasî û yasayî ve bêhtir hatine rayedarkirin. Ev metin parêzvaniya demokrasiya konsensus ya beşdariya federal dike. Demokrasiya beşdar modêleke demokrasiyê ye ku dikare ji bo pirsgirêkên ku ji rêxistibûna îdarî pêk tê, çareseriyan peyda bike. Yanî, demokrasiya beşdar dikare ji bo pirsgirêkên wekî mafên jinan, mafên civakî-aborî, maf û azadiyên bingehîn ên demokratîk çareseriyê bibîne. Demokrasiya konsensusê şêweyekî demokrasiyê ye ku dikare ji bo pirsgirêkên ku ji rêxistinbûna neteweyî pêk tê, çareseriyan derxe holê. Herçi pirsgirêka neteweyên di bin zulmê de ye; ev ji desteserkirina welat û serweriya wan ji aliyê netewe-dewleta zordest ve pêk tê. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka neteweyên bindest bidawîkirina desteserkirina welat û serweriya wan e. Ev yek tenê bi modela demokrasiya konsensusê ya federal ve pêkan e.
4-Têkoşîna ji bo maf û azadiyên demokratîk û ji bo bidestxistina mafên civakî-aborî hwd. yên neteweyên serdest û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk ên neteweyên bindest dikare hevkariyê bike. Ev hevkarî encax bi veguherandina demokrasiya konsensus ya beşdariya federalî ber bi armanceke hevpar ve pêkan e. Dibe ku ev têkoşîn veguhere dewleteke konfederal an jî netewe-dewleteke cuda. Lêbelê, ev hevkarî divê di hemû rewşan de modela demokrasiya konsensus ya beşdariyê armanc bike.
5- Divê sîyaseta netewî-demokratîk a Kurdan; çareserîya pirsgirêka neteweya Kurd, ne tenê bi rêxistinbûna îdarî, di guhartina yekparebûna rêxistinbûna îdarî û rêxistinbûna netewe de bibîne. Ew sîyaseta Kurd a ku guhartinê di guherandina hêmanên dewletê de nebîne, ne sîyaseta netewî ya Kurd e, ew dibe parçeyek ji sîyaseta netewe-dewleta serdest.
Not: Îro (20.04.2025) li Amedê di navende Platforma Ciwanên Serbixwe de, gotûbêjek li ser "Têgeha Netewe-Dewlet" hate pêşkêşkirin, ev metna axaftina min e. Tirkîya vê metnê jî li jêrê ye.
***
Ulus-Devlet Kavramı Üzerine
1950’lerden beri ulus-devletler ve siyasal bilimciler, devlet ve siyasete yönelik yeni teoriler ve modeller geliştirdiler. Bu teorik ve model çalışmaların ortak özelliği, baskı altında olan ulusların haklı mücadelelerini ulusal-demokratik siyaseten yani egemenlik hedefinden uzaklaştırmaya yol açmıştır. Günümüzde Kürdistan’ı paylaşan ezen ulus-devletleri, Kürd ulusunun aktörlerinin ve siyasi öznelerinin mücadelelerini ulusal-demokrat siyaseten uzaklaştırmak için, her türlü ideolojik, siyasal, baskı, manipülasyon gibi araçları kullanmaktadırlar. Bu bakış açısı ile ulus-devlet kavramına ve siyaset bilimin konusu bakalım.
Ulus-Devlet Kavramı
Biz, devleti; sabit, değişmez olmazsa olmaz ögelerin ve değişebilen özelliklerin bütünselliği olarak analiz edeceğiz. Ulus-devlet ögelerinin oluşturduğu örgütlenmeye ulus örgütlenme, ulus-devlet özelliklerinin oluşturduğu örgütlenmeyi ise idari örgütlenme olarak tanımlamaktayız. Ulus örgütlenme ile idari örgütlenmenin bütünselliğinden oluşan siyasal örgütlenme de ulus-devlettir. Ulus örgütlenme ile idari örgütlenme ikilemini bir birliktelik değil, bir bütünsellik kavramından hareket ederek analiz edeceğiz. Bütünsellik, birliktelik halinin eksiksiz tamamlanmış durumudur. O zaman ulus-devlet kavramına daha yakından bakalım.
Ulus-devlet üç ögeye sahiptir. Bunlar; ulus ülke ve egemenliktir. O zaman ulus-devletin ögelerine bakalım.
(1) Ulus, sınırları kesin olarak belirlenmiş bir coğrafya üzerinde egemen olarak yaşayan, ortak dile ya da dillere, tarihe, gelecekte birlikte yaşama iradesine ve aidiyet duygusuna sahip olan bir insan toplumudur.
(2) Ülke, ulusun devamlı olarak üzerinde yaşayabileceği ve egemenlik kurabileceği, belirli sınırları olan bir coğrafyadır.
(3) Egemenlik, yasa yapma ve uygulama gücü olarak en üstün iktidar demektir. Bir devletin varlığından bahsedebilmek için, bir ulusun bir ülke üzerinde en üstün iktidara yani egemenliğe sahip olması gerekir.
Bu üç öge, tüm ulus-devletlerin ortak yanıdır. Yani kapitalist, sosyalist, uniter, federal, liberal, faşizm, totaliter ya da teokratik vb. devletlerin ortak yanıdır.
Ulus- devlet; ulus, ülke ve egemenlik ögelerinin bütünselliğinden oluşmuş bir ulus toplum örgütüne sahiptir. Bir devletin kurulabilmesi için bu üç öğenin bir araya getirilmesi ve bütünselliğinin sağlanması gerekir. Devleti oluşturan bu üç ögenin her biri aynı derecede önemlidir. Bu üç ögeden biri asıl veya önemli, diğerleri tali veya önemsiz değildir. O zaman devleti ögeleri bakımından şöyle tanımlayabiliriz. Devlet, bir ulusun sınırları kesin bir şekilde belirlenmiş bir ülke üzerinde egemenlik kurmasıyla oluşan bir siyasal örgütlenmedir.
Devleti oluşturan üç öğenin yanı sıra bir de devleti oluşturan özellikler vardır. Bu özelliklerin sayısı yazara göre değişebilir. Bize göre, ulus-devletin üç temel özelliği vardır. Bunlar; devletin rasyonel örgütlenme özelliği, pozitif hukuksal özelliği (yasal-ussal meşruiyet ve yurttaş), meşru şiddet tekeli özelliğidir. Bazı yazarlar, devamlılık, hukuki kişilik gibi özellikleri de devlet özellikleri olarak öne sürmektedir. Bize göre, egemenlik ögesinin bir niteliği süreklilik olduğundan ötürü, devamlılığı bir özelik olarak belirtmeye gerek yoktur. Hukuki kişilik ise, rasyonel örgütlenme özelliğin ve pozitif hukuksal özelliğin bir gereğidir.
Şimdi devletin özelliklerini kısaca açıklayalım.
Devletin birinci özelliği bir rasyonel örgüte sahip olmasıdır. Egemen bir varlık olarak her ulus- devlet, kendi rasyonel örgütünü, kendisi tarafından oluşturulan anayasa denen bir belgeyle ortaya koyar. Genellikle devletin rasyonel örgütlenmesi, yasama, yürütme ve yargı organlarından ve bu organlara bağlı kurumlardan oluşur. Bu organların birbirleriyle olan ilişkisi ve işlevi ilgili ülkenin anayasasında belirtilir.
Devletin ikinci özelliği bir pozitif hukuka sahip olmasıdır. Hukukun kaynağı ulus iradesine dayandırılmıştır. Hukuk, ulus iradesinin temsilcileri tarafından yapılan ve gerektiğinde ortadan kaldırılan bir devlet faaliyetidir. Artık hukukun kaynağı tanrısal irade değil, rasyonel davranan ulustur. Yani hukukun kaynağı akla (ussa) dayalıdır. Onun için siyasal ilişkilerde kişiler birbirlerine değil, “yalnızca yasaya boyun eğmektedir.”[1] Meşruiyetin Tanrısal iradeden ve dinsel egemenlikten kopmasıyla birlikte hukuk da tabii ya da doğal hukuktan kopmuş ve pozitif hukuk haline gelmiştir. Pozitif hukuk, açık, öngörülebilir, istenmiş, sınırları belli, yazılı ve devletin kendi koyduğu yasalar bütünüdür.[2] Şimdi vatandaş kavramına bakalım. Modern öncesinde eşitsizliğin vazgeçilmez bir esas ve tabii olduğu geleneksel toplumlarda tebaa olarak yaşayan insan; ulus-devletin hukuksal özelliğinin gereği olarak hukuk nezdinde eşit haklara sahip, merkezi konumda olan vatandaş kimliğine sahip bir insana dönüşecektir.
Üçüncüsü ise, meşru şiddet tekelidir. Meşru şiddet tekelinin araçları ise sınırlar içinde polis, sınırlarda ise askeri güçtür. Şiddet araçlarının tekeli, devletin temel özelliklerinden biridir. Bu da devletin egemenlik iddiasını ortaya koyduğu ülke sınırları içinde yaşamını sürdürenlerin, devletten başka bir gücün şiddetine maruz kalmayacağına dair garanti olarak değerlendirilebilir.
Bu durumda ulus-devletin hem ögeleri hem de temel özelliklerini içeren daha geniş bir tanım yapılabilir. Ulus-devlet, bir ulusun sınırları kesin bir şekilde belirlenmiş bir ülke üzerinde egemen olmasıyla oluşan, rasyonel örgüte, pozitif hukuka, meşru şiddet tekeline sahip bir siyasal örgütlenmedir. Burada önemle belirtilmesi gereken şudur; devletin ögeleri, devletin özelliklerini mümkün ve anlaşılabilir kılan niteliklerdir. Bu nedenle bu üç öge, tüm ulus-devletlerin ortak yanıdır. Devletin özellikleri ise, egemenliğin yani yasa yapma ve uygulama biçimini ifade eder. Onun içindir ki, devletin özellikleri sabit ve sürekli değil, devletten devlete değişik olur. Bu açıklamadan sonra siyaset bilimin konusuna bakalım.
Siyaset Bilimin Konusu
İkinci Dünya Savaşı’na kadar Siyaset biliminin temel konusu devlettir. İkinci Dünya Savaşı’ndan sonra ise, siyaset bilimi giderek siyasal iktidar ya da siyasal sistem veya siyasal rejim konuları üzerine yoğunlaşmıştır. UNESCO’nun öncülüğünde kurulan ve Batı Bloku, Doğu Bloku ve Üçüncü Dünya devletlerinden bilimsel derneklerin ve bilim adamlarının üye olarak katıldıkları “Uluslararası Siyasal Bilim Derneği” (IPSA), 1949 yılından bu yana her üç yılda bir kongreler düzenlemişlerdir. Bu kongrelerde siyaset biliminin konusunun siyasalsiyasal rejim olduğu fikrinde birleşmişlerdir.[3] Böylece 1950’lerden itibaren dünya düzeyinde egemen olan siyasal anlayışa göre, siyaset biliminin konusu devlet değil, siyasal iktidar, siyasal rejim olmuştur. Bu egemen siyasal anlayışa göre, devlet bir soyut kavram oluşundan ötürü, siyaset biliminin konusu olamaz. Böylece siyaset arenasında devlet değil, siyasal rejim tartışılmaktadır. Bize göre, siyaset biliminin konusu devlet ’in kendisidir. Siyasi rejimler yani demokrasi, faşizm, tek ya da çok partili sistem, federal yönetim, uniter yönetim gibi örgütlenme biçimleri, devletin idari örgütlenmesinin konularıdır.
Devleti siyaset biliminin konusunun dışına çıkararak, devlet ögelerini yani ulus, ülke ve egemenlik kavramlarını siyasal alanın dışında tutmayı amaçlamışlardır. Çünkü tüm devletlerin farklı düzeyde ulusal sorunları vardır. Devletin ögelerinin siyaset bilimi konusu dışına itilmesi dolayısıyla ezilen-ulusların sorunlarının siyasetin dışına itilmesi sonucunu getirmiştir.
Değerlendirme
1- Ulus-devlet ve onun en iyi rejim biçimi olarak kabul edilen liberal demokrasi, sosyo-ekonomik farklılıkların siyasal alana taşınmasına ve siyasal partiler ile baskı grupların aracılığıyla pazarlık konusu yapılabilmesine yol verir. Ancak baskı altında olan ulusların, ulusal taleplerinin siyasal alana taşınmasına yol verilmemekte ve engellemektedir.
2- Baskı altında olan ulusların ulusal-demokrat bir siyaset üzerinde mücadelelerini yürütmelerini engelleyen nedenlerden biri de, devleti, idari örgütlenmeden ibaret olarak idrak edilmesidir. Bu idrakin yaygın bir anlayış haline gelmesine en büyük katkı yapan liberalizm ve Marksizm ideolojileridir. Liberalizm, devleti güvenliği ve adaleti sağlayan bir araç olarak tanımlar. Marksizm ise, devleti burjuva sınıfının ortak işlerini yöneten bir baskı aracı olarak tanımlar. Her iki ideoloji de devleti, ekonominin bir uzantısı, bir yansıması konumuna indirgemiştir. Böylece devleti, idari örgütlenmeden ibaret olan bir araç olarak tanınmasını sağlamıştır, neredeyse bu yanlış ve eksik anlayış bir ortak kabule dönüşmüştür. Oysa baskı altındaki ulusların sorununun çözümü yalnızca idari örgütlenmenin değil, idari örgütlenme ile ulus örgütlenmenin bütünselliğinin değişiminde aranmalıdır.
3- Günümüzde Kürd Ulusu, egemenlik salahiyetini iki farklı siyasal yapı ile ele geçirebilir. Biri ulus-devletini kurmaktır. Bugün hem Kürdlerin siyasi öznelerinin pozisyonu ve bundan kaynaklanan gücü hem de özellikle uluslararası güç dengeleri buna imkân vermemektedir. O zaman diğer siyasal yapıya bakalım. Günümüze kadar olan gelişmeler ve deneyimler göstermiştir ki, baskı altında olan ulusların egemenlik sorunun çözümüne odaklanan politikaların üretilmesini ve uygulanmasını sağlayabilen yönetim biçiminin federal konsensüs demokrasisi olduğudur. Günümüzde İsviçre, Belçika ve Bosna-Hersek devletleri federal konsensüs demokrasi ile yönetilmektedirler. Oysa diğer federal sistemler, baskı altında olan ulusların egemenlik sorununu çözmeye yol vermezler. Yani, bir nevi siyasi ve hukuki bakamından daha çok yetkilendirilmiş bir yerinden yönetimdirler. Bu metin federal katılımcı konsensüs demokrasisini savunmaktadır. Katılımcı demokrasi, daha çok idari örgütlenmeden kaynaklanan sorunlara çözüm üretebilen bir demokrasi modelidir. Yani katılımcı demokrasi, kadın hakları, sosyo-ekonomik haklar, temel demokratik hak ve özgürlükler gibi sorunlara çözüm üretebilir. Konsensüs demokrasi, ulus örgütlenmeden kaynaklanan sorunlara çözüm üretebilen bir demokrasi biçimdir. Baskı altında olan ulusların sorunu; ezen ulus-devlet tarafından, ülkelerinin ve egemenliklerinin gasp edilmesinden kaynaklanmaktadır. Bu nedenle, baskı altında olan ulusların sorununun çözümü, ülkelerinin ve egemenliklerinin üzerindeki gaspın sonlandırılmasıyla olur. Bu da ancak federal konsensüs demokrasi modeliyle gerçekleşebilir
4- Egemen ulusların demokratik hak ve özgürlükler, sosyo-ekonomik, vb. hakları ele geçirme mücadeleleri ile baskı altında olan ulusların ulusal ve demokratik haklarını ele geçirmeye yönelik mücadeleleri ortaklaşabilir. Bu ortaklaşma; ancak federal katılımcı konsensüs demokrasisini ortak amaca dönüştürmekle mümkün olur. Söz konusu mücadeleler, konfederal devlete ya da ayrı bir ulus-devlete de dönüşebilir. Ancak bu ortaklaşma, her durumda katılımcı konsesüs demokrasi modelini hedeflemelidir.
5- Kürd ulusal-demokratik siyaseti; Kürd ulusunun sorununun çözümünü idari örgütlenmenin değil, idari örgütlenme ile ulus örgütlenmenin bütünselliğinin değişiminde aranmalıdır. Değişimi devlet ögelerinin değişiminde aramayan bir Kürd siyaseti, Kürd ulusal siyaseti olmayıp ezen ulus-devletlerinin Kürdistan’daki siyasi akımlarından biri olur.
[1] Weber, Max, Toplumsal ve Ekonomik Örgütlenme Kuramı, Çev: Özer Ozankaya, Cem Y. İstanbul, 2014 s. 329.
[2] Pogi, Modern Devletin Gelişimi, Çev: Şüle Kut-Binnaz Toprak, İstanbul Bilgi Üniversitesi Y. 2009, s. 123.
[3] Kapani, Münci, Politika Bilimine Giriş, Bilgi Y. Ankara, 2014, s. 25
[1] Weber, Max, Toplumsal ve Ekonomik Örgütlenme Kuramı, Çev: Özer Ozankaya, Cem Y. İstanbul, 2014 s. 329.
[2] Pogi, Modern Devletin Gelişimi, Çev: Şüle Kut-Binnaz Toprak, İstanbul Bilgi Üniversitesi Y. 2009, s. 123.
[3] Kapani, Münci, Politika Bilimine Giriş, Bilgi Y. Ankara, 2014, s. 25
Yorumlar (0)
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yazın.