Daxwaza modelek nû mijar girîng e û daxwazek zelale..
Ez ê li ser esasê rastiyên dîrokî û dînamîkên milî, du modelên ku di Têkoşîna rîzgarîya milî de hatine bikaranîn rawestim.
Li ber destê me du model hene:
1- Modela serkêşîya partîyê an jî modela Partîyê.
2- Modela ku ji dînamîkên milî pêk were, ÊNÎYA milî.Ezê herdu modelan (serkêşiya partî û serkêşiya ênî/îhtîmala leşkerî) li ber çavan bigirim û li ser wan bi mînakan rawestim, bikim, mînakên sereke ku wek model derkevin ber me û bi taybetî rewşa Herêma Kurdistanê jî wek mînak, tê de bînim ber şîrovê û rexnê.
1. Modela serkêşiya partî (an jî “pêşengîya sistema partîyê”)
Ev model di piraniya têkoşînên rizgariya neteweyî yên sedsala 20an de serdest bû. Di vê modelê de partî, xwe wek nûnerê yekane yê “gel” û “pêşenga şoreşê” dibîne, hêza leşkerî jî di bin kontrola xwe de digire.Encama herî berbelav:
Piştî serketinê, partî bi hêsanî dibe “dewlet”. Sîstema yekpartî, kontrola hişk a civakê û di dawiyê de dîktatorî an jî otorîtarîzm derdikeve. Burokrasîya partîyê xwe wek çînek serdest dike desthilatdar û dewletê bi astek diktatorî û totalîter, di destê xwe de dihêle. Piraniya mînakên Afrîkayê û Asyayê wisa bûne:Angola (MPLA), Mozambique (FRELIMO), Zimbabwe (ZANU-PF), Eritrea (EPLF/PFDJ), South Sudan (SPLM), Uganda (NRM), Ethiopia (EPRDF), Rwanda (RPF) → hemû ji tevgerên rizgariyê derketin û piştî desthilatê bûn sîstemên otorîter an jî nîv-otorîter. Piraniya wan kleptokratîk jî bûne. Cezayîr (FLN) û gelek welatên din jî heman rêçê girtin.Îstîsna (kêm in): Namibia (SWAPO) û Afrîkaya Başûr (ANC) – demokratîktir man, hilbijartin pêk hatin û guherîna serokatiyê çêbû, lê dîsa jî partîya serdest demeke dirêj kontrola xwe parast. Somaliland (SNM) – tevgera leşkerî-partî zû (di sala 1993an de) desthilat radestî rêveberiya sivîl kir û sîstema pirpartî ava bû. Ev yek ji îstîsnayek herî serkeftî ye.Sedema sereke ya têkçûnê: Partî di dema şer de “monopolîya rastiyê” û “mafê rêvebirinê” ji xwe re dibîne. Piştî şer jî heman mantiq berdewam dike: Bi helwesta “Me rizgarî anî, loma em divê herdem serwer bin.”(!) Yanî mafê serwerîyê wek heqekî, mafê xwe yê rewa dibîne û ev jî ber bi dîktatorîyê û totalîterîzmê ve diçe!
2- Modela serkêşiya ênî / leşkerî
Ev model ku ez pêşniyar dikim – ênî hemû dînamîkan di bin ala neteweyî de digihîne hev û di bin ênîyekê de dihone, dimeşîne. Piştî rizgariyê, desthilat radestî parlementoyê dibe – di teoriyê de xweşik e. Lê di pratîkê de jî pirsgirêkên di vê modelê de jî hene, divê tedbîr bên stendin.Yekem, divê di honandina dînamîkan de yekitîya partîyan û hêzên siyasî ne esas bin! Divê yekitîya dînamîkên heyî yên milî ên Kurdistanê esas bên girtin. Ji ber ku yekitîya partîyan, an jî hêzên sîyasî esas bên girtin; kî xurt be û bêhêz be, desthilat dikeve destê wî û dikare pêşîya pir tiştan bigire û serdestîya burokrasiyek elit bixwe re bîne.Mînakên serkeftî, an nîv-serkeftî:Portugal (Şoreşa Karanfilê – 1974): Tevgera Leşkerî (MFA) dîktatoriya Salazar-Caetano xist. Di demeke kurt de desthilat radestî sivîlan kir û demokrasiya pirpartî ava bû. Ev yek ji îstîsnayên herî zelal e, ku leşkerî bi serkeftî derbasî sîstema demokratîk bû.Tirkiye (bi serkêşîya Atatürk): dewleta Tirkîyeyê bi serkêşîye leşkerî hate avakirin. Piştî avakirinê, yekpartî hate avakirin (CHF-CHP), ev heta 1946 dîktatorîyek (yek partî) di bin vesayeta milîtarîzmê de meşîya. Piştî 1946 an derbasî sîstema pirpartî bû. Lê wesayeta leşkerî berdewam kir û heta destpêka sedsala 21ê wek “parêzvanê rejîmê” ma û çendîn caran destwerdan di sîstemê de kir.Mînakên têkçûyî an otorîter: Piraniya welatên Latîn Amerîkayê, Misir (Nasser û paşê Sisi), Pakistan, Myanmar, Sudan û gelekên din – ênî an jî generalên serkeftî xwe wek xwediyê dewletê dîtin û nedîtin ku desthilat bi temamî radestî parlementoyê bikin. Di gelek rewşan de ênî dibe “dewleta di nav dewletê de” û demokrasî qels dimîne (praetorianism).Xetereya sereke: Ênî jî, wek partî, dikare xwe wek “nûnerê yekane yê neteweyê” bibîne. Dema ku yekîtiya neteweyî qels be, an jî komên cuda hebin, ênî bi xwe jî dikare bibe sedema dabeşbûnê, an jî dîktatoriyê. Di virde wek tedbîr ku em bikaribin pêşîya dîktatorîyê bigirin, divê hêzên çekdar her di bin serwerîya sîyasî de bin û nikaribin di warê desthilatdarîyê de hewlan bidin xwe. Demokmrasîya di navbera dînamîkên milî de jî divê wek hev xwedî gotin û temsîlê bin, ku mafê desthilatdarî neke destê grûbet burokratik û bingeha kêşeyên dershilatdarî çênebin. Hêza Leşkerî, tenê parêzvanên welatin û divê wilo jî bimînin.1. Dînamîkên neteweyî û rewşa Herêma KurdistanêDema du an zêdetir partî/hêzên leşkerî hebin û her yek li herêmekê bibe desthilatdar, avakirina îradeya milî û dewleta navendî pir zehmet dibe.
Li Herêma Kurdistanê: Ji şerê navxweyî yê 1994–1998 ve, du herêm (zer – PDK û kesk – YNK) û du hêzên peşmerge (Yekîneya 80 û 70) hebûn. Ji sala 2003ê ve jî, herçendî di kaxezê de hikûmet û parlemento hebin, di pratîkê de du desthilatên paralel berdewam in. Parlemento û avakirina kabîneyê gelek caran têk çûne, an jî dereng mane (mînak di 2024–2026 de jî astengî berdewam in). Di îlona 2026an de yekkirina peşmerge bi fermî hate ragihandin, lê hîn jî du fermandariyên herêmî hene û bandora partiyan bi temamî berdewam e.Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêk ne tenê “partî” ye, belku nebûna monopolîya hêza leşkerî ya milî û nebûna mekanîzmayên zelal ên radestkirina desthilatê ye.Encam û nirxandina rastînDi herdu modelan de jî xetere hene. Serkêşiya partî pir caran dibe bingeha dîktatoriyê. Serkêşiya ênî jî pir caran dibe sedema “desthilatdariya leşkerî” an jî kontrola berdewam a leşkerî li ser siyasetê. Ji bona ku ev tehlûke dernekevin ber me, divê di destpêkê de tedbîr bên stendin.Mînakên serkeftî yên demokratîk (Portugal, Somaliland, Namibia, Afrîkaya Başûr) hemû hevpariyek heye:
Yekkirina hêza leşkerî di bin kontrola sîvîl de.
Mekanîzmayên zelal û demkî ji bo radestkirina desthilatê.
Hebûna civaka sivîl a xurt û çanda demokratîk.
Nebûna monopolîzasyona ideolojîk a ku dibêjin, “em tenê rast in”!Modela ku ez pêşniyar dikim (ênî û paşê desthilatê radestî parlementoyê bike) di teoriyê de ji modela pêşengî ya partîyê baştir e, lê dîrok nîşan dide ku serkeftina wê bi şertên zelal ve girêdayî ye: ênî divê bi rastî “milî” be (ne partîyî, di virde divê ênî ne ji yekitîyek sîyasî, yekitîya partî û hêzên sîyasî, divê ji yekitîya dînamîkên milî yên welat were avakirin.) û piştî şer bi dilxwazî desthilatê radestî parlementoyê bike. Ev yek kêm caran çêbûye, lê metoda herî rast e.Kurdistan (bi taybetî Herêma Kurdistanê) ji bo modela “ênîya neteweyî + radestkirina desthilatê bo parlementoyê” amadekirin pêwîstî bi guherînên kûr û demdirêj heye. Ev model di teoriyê de xweşik e, lê di pratîkê de tenê dema ku çend şertên bingehîn pêk werin dikare biserkeve. Li jêr rêbazên pratîk û realîst in, li ser esasê mînakên dîrokî (Portugal, Somaliland, Atatürk û têkçûnên Afrîkayê) û rewşa heyî ya Herêmê.2. Yekkirin û depolîtîzekirina hêza leşkerî pêngava herî girîng e.Peşmerge divê bi rastî milî bibe. Di îlona 2026an de yekkirina fermî hate ragihandin, lê hîn du fermandariyên herêmî (zer û kesk) û bandora partiyan heye.Divê: Hemû yekîneyên 70 û 80 bi temamî di bin Wezareta Peşmerge de bên yekkirin, bêyî ku fermandarî li gor partiyê be.
-Fermandarên bilind ne li ser bingeha dilsoziya partî, belku li ser bingeha jêhatîbûn û dilsoziya neteweyî bên hilbijartin.
-Budçeya leşkerî, çek û meaş rasterast ji hikûmeta Herêmê (ne ji partiyan) werin.
-Perwerdeya leşkerî li ser “ala milî” û “mafê milet” be, ne li ser îdeolojiya partiyekê an partîyan.Bêyî monopolîya hêza leşkerî ya milî, modela ênî nabe. Du an sê ênî = du an sê dewletên biçûk bi xwe re tîne. Divê em li henber vê tedbîrên xwe di asta Kurdistanê de bigirin û modelek taybet ya Kurdistanê derxin holê, ku pêşîya gelek nexweşîyan bikaribe bigir e.1. Avakirina çanda “milî” li şûna “partîyî”Perwerde û medya: Dibistan, zanîngeh û medya divê zêdetir li ser dîroka hevpar, ziman, çand û berxwedana neteweyî bisekinin, ne li ser qehremanên partiyan.Nîşan û sembol: Ala Kurdistanê, Sirûda milî û rojên milî divê di ser sembolên partiyan de bin.Jin û ciwan: Tevlêkirina jinan û ciwanan di rêveberiya leşkerî û sivîl de (ne wek nîşaneyên partî) dikare monopolîya malbatî-partîyî bişkêne.2 Mekanîzmayên zelal ên radestkirina desthilatêEv yek di modelê de herî girîng e. Divê ji niha ve:Destûrek an jî qanûnek zelal hebe ku bibêje: “Piştî serketina têkoşîna milî an jî di rewşên krîtîk de, ênî desthilatê di nava X mehan de radestî parlementoya hilbijartî dike.” hebe. Parlemento û dadgehên serbixwe xurt bibin da ku ênî nikaribe paşê bibêje, “em parêzvanê neteweyê ne” û destdanîne ser desthilatê. Mînakên serkeftî (Portugal 1974–1976, Somaliland 1991–1993) nîşan didin ku leşkerî tenê dema ku xwe wek “amûr”ek rizgarîyê û parastina xakê bibîne, ne wek “xwedî”, dikare desthilatê bi hêsanî berde.3. Xurtkirina civaka sivîl û dezgehên neteweyîSendîka, rêxistinên jinan, xwendekaran, rewşenbîran, hunermendan, rêxistinên meslekî, ayînî û rêxistinên xwecihî divê ji bandora partiyan azad bibin. Encumena milî an jî meclîseke fireh (ji dînamîkên milî yên Kurdistanê) dikare wek “şêwirmendê ênî” xizmet bike û piştî şer bibe bingeha parlementoyê. Aborî: Çavkaniyên petrolê, bac û budçe divê di bin kontrola hikûmeta navendî de bin, ne di destê partî, an malbatan an de bin.Realîte û xetereyên heyîNiha jî amade nînin ku PDK û YNK hîn wek du dewletên biçûk tevdigerin. Malbata Barzanî û Talabanî desthilatê parve dikin. Bêyî ku her du alî razî bibin, an jî zexta gel û civaka sivîl zêde bibe, di van mercan de guherîn zehmet e.Xetere: Ger ênî yek bibe lê hîn jî di bin bandora yek partî an malbatê de be, ew ê bibe dîktatoriya leşkerî-partîyî (mînakên Misir, Pakistan, gelek welatên Afrîkayê).Dem: Ev amadekarî ne di nava çend salan de, belku di nava 10–20 salan de dikare pêk were. Pêngavên piçûk (yekkirina rastîn a peşmerge, qanûnên depolîtîzekirinê, perwerdeya milî) divê niha dest pê bikin.Kurte: Kurdistan dikare ji bo vê modelê amade bibe tenê heke:Hêza leşkerî bi rastî bêt milîkirin û bicarekê ji bin bandora partîyan derkeve. Ew çanda “em partî ne” biguhere bo “em milet in”!
Di avakirina ênîyê de mekanîzmayên zelal ên radestkirina desthilatê, ji destpêkê ve divê bên nivîsandin û pejirandin.Bêyî van sê xalan, modela ênî jî dikare, bê ku tedbîr bên stendin, bibe sedema dabeşbûnê an jî dîktatoriyê, mîna modela partî. 03.10.2026