S. VEROJ: Gelo Behman Qubadî kî ye, kîngê û çawa dest bi hunermendîya sînemagerîyê kirîye û heta nûha çi berhem daye? Nav û naveroka wan çi ye?
Behman QUBADÎ: Ez Kurd im. Ji Kurdistana Îranê bajarê Banê (nifûsa wê nizîkê çarsed hezar e û di navbera Iraq û Îranê de ye) û gundê Serdavê me. Sih û du (32) salî me. Zaroktîya min li ciyê ku fîlm hatîye kêşandin li wan deran derbaz bûye, mezin bûme. Min li Zankoya Tehranê beşa sînemayê xwendîye. Berîya sêzdeh (13) salan min dest bi xebata sînemayê kirîye. Min bi kurtefîlman dest bi hunermendîya sînemayê kir, sih û çar kurte fîlmên min hene. Ez çûme dibistanê, lê piştre ez têgeham ku dibistanê tiştek nedaye min.
Bi esasî ez di van kurtefîlman de hînê hunermendîya fîlm û sînemayê bûme. Hûn bi vê fîlma min jî dibînin; hemû kurtefîlmên din jî li ser jîyana însanan in. Fîlmên min hemû di wan herêman de hatine kêşandin, naverok û mijara wan jîyana gelê Kurd e; berhmên pêjin û zanînên ku gelê Kurd dane min, kambaxî û zehmetîya jîyana wan, bihurîya min û malbata min û hevalên min, êş û dijwarîya şer in.
- Liser hunermendîya we bêtir tesîra kîjan ekol û kevneşopan heye? Nêzikayîya fîlmên we û Yilmaz Guney bi hev re heye gelo?
- : Ez şopgerê tu kevneşopekê nîn im, lê tu ê bêjî tesîra wan li ser te nebûye? Tesîra her fîlmekî li ser meriv çêdibe, fîlma herî sivik be jî. Lêbelê ez girêdayî tû ekolekê, şopgerekê, "–îzm"ekê nîn im. Belê fîlma min realîst e, lê bi girêdayî ekolekî nîn im. Êkstperîzma sînemaya Alman jî bi min xoş e, lê ez ne Êkistperîst im. Dogma sînemaya Danîmarkî jî tesîr li min dike, lêbelê ev tesîr umumî ye, tenê îlham ji wan digrim.
Min fîlmên Yilmaz Guney temaşe nekirine, ez wî zêde nas nakim, min di demekê gelek bihurî de tenê fîlma Rê temaşe kirîye, lê wê demê jî min nizanibû ev fîlm ya Yilaz Guney ye.
- : Gelo em dikarin bahsa sînemaya Kurd bikin, yan jî em dikarin bêjin sînemaya Kurd heye? Sînemaya Kurd ger hebe ew di kîjan qonaxê de ye.
- : Sînemaya Kurd wekî zarokekê nûzayî ye. Hîn dest birêveçûnê nekirîye. Bi gelemperî ji bo tevayî dinyayê em dikarin bêjin, kîngê ku li welatekî di salê de nizîkê bîst fîlman bête çikirin wê demê em dikarin bêjin sînema li wê derê geş bûye. Belê, virda wêda hinek tişt çêbûne, lêbelê rewş pirr zayîf û paşve ye. Lê ez bawer dikim piştî panzdeh-bîst salan rewş dê gelek baş be. Ne tenê Behmanek, ne tenê Yilmazek, ... wekî din divê gelek Behman û gelek Yilmaz derkevin. Di Kurdistana Îranê de vê gavê gelek xort bi karûbarê sînemayê re mijûl in. Bi tevî ku ji alîyê aborî ve rewşa wan nebaşe, hemû jî bi cehd û fidekarîya xwe vê xebatê dikin. Lêbelê em nekarin bêjin sînemaya Kurdistanî heye.
- Li Kurdistana Îranê xebatên rewşenbîrî û hunermendî bi taybetî jî yê sînemayê di kîjan qonaxê de ye? Li ber xebatên we asteng çêdibin gelo?
- : Ez naxwazim bersîva vê pirsyara te bidim, lewra ev pirsyarek polîtîk e. Ez naxwazim polîtîkayê tevî vê xebatê bikim. Lewma ez bersîv nadim. Lêbelê piştî xilasbûna hevpeyivînê em dikarin bi taybetî bipeyivin. Lê bi kurtî ez dikarim bêjim ku di encamê de ev fîlm li Îranê û bi Kurdî hatîye çêkirin, tu pozekî wê jî nehatîya qutkirin û dewleta Îranê vê fîlmê jibo xelata oskarê endam nîşan daye.
- Berîya nîşandan fîlma Dema Sermestîya Hespan we çi dipa û çi bersîv girt? Lewra hûn dibêjin Senaryoya vê fîlmê nehatîye nivisîn, her tişt berhemê xwezayîya jîyana leyîztikvana ye, ... mesaja ku we dixwest bi vî fîlmê bigehînin temaşevanan, gehîşte cîyê xwe gelo?
- : Min gelek zêde temaşevan dipa û min dixwest li her derê dinyayê jî bête nîşandan. Ez ji zarokan gelek hêvîdar bûm, min bawer dikir dê gelek baş be. Gelek bawerîya min bi zarokan hebû, ez ji fîlmên realîst hîn bûbûm ku bi zarokan û mirovan re têkilî çawa tête danîn û çawa biser dikeve. Heta nûha min kurtefîlm çêdikir, ev yekemîn fîlma min a dirêj e. Min gelek şik dikir, gelo temaşevan dê karibin 80 deqîqe tehamula vê fîlmê bikin yan na. Fîlma min gelekî bala Kurdan kişand û nêzikayîyeke dilînî dît.
- Gelo ji alîyê lîteratorê ve terza(rêbaza) hunermendîya we ya sînemayê, em dê çawa binav bikin, binasin?
- : Ez naxwazim xwe di çarçova lîteratorekê de bidime nasandin. Ev yekemîn fîlma min a mîtrajdirên bû, ez xwedî îdîakî pirr mezin nebûm. Ez dixwazim terza sînemayekê dramî ya pirr bihêz pêk bînim; ku ev fîlm xwe bisipêre pelge û xîyalan, di nav- bera pelge û xîyalan de bawerîya temaşevanan bi rastinîya wê hebe.
- Hun dibêjin wek derhênerek Emîr Kusturîca diecibînim, di fîlmên we de tesîra wî heye gelo?
- : Na. Fîlmên min û Emîr Kusturîca ji hev gelek dûr in, lêbelê gelekî hes ji wî dikim. Ji Anclopolîs jî gelek hes dikim, ji Keya Rustemî jî gelek hes dikim, ... Ez ji wan hes dikim, lê heskirin nayê mana ecibandina terza wan.
- Berîya ku hûn werin Dîyarbekir di derbarê vî bajarî de pêjin û ramana we çi bû û we çawa dît? Gelo Dîyarbekir xoş e yan Mahabad?
- : Ez kelagirî bûm. Ji bo min pêkhatina xewnekê ye, dikarim ewqas bêjim. Û dîtina van însanan, bi taybetî jî ê zarokan. Gelek dişibin yên me. Tu xerîbîtî nakşînim. Dema ku ez li Dîyarbekirê digeryam, min merivên di romanên Yaşar Kemal de dîtin.
- Tû ji kerema xwe re dikarî derbarê xebatên xwe yên nû de agadarî bidine me?
- : Di fîlma min a nû de zarok nîne, dê jin û mêrên gihiştî bileyzin. Bi taybetî mijara projeya min a nû; Mûzîka Kurdîstanê ye. Çîroka sê dengbêjan e ku qasê 1600 km rêyekî dirêj dikudinîn û di vê rêwîtiyê de li her gundî de ji alîyê gundîyan ve bi mêvanî têne mazubandin. Ev fîlm jî wê li herêma Banê bête kêşandin.
- Bi rêka Kovara WARê, mesaja ku hun dixwazin bidin hemû temaşevenan û bi taybetî jî xelkê Dîyarbekirê çiye?
- : Bila pirr herin sînemayê û temaşa fîlman bikin. Sînemayê wek hobî û meşxulîyetekê nebînin. Bi saya sînemayê merivin cûda cûda nasbikin, herêmên din nas bikin. Sînema çalekîyek e. Dema xwe vala neborînin. Jixwe jîyana me bi xwe di nav tengasîyên gelekî mezin de ye. Eger çend seet dema we ya vala hebe, wê jî bi tiştekî erênî biborînin.
- Em ji we ra gelek sipas dikin bi navê Kovara War.
- : Ez jî sipas dikim, hêvî dikim hûn di xebata xwe de serkevtî bin.
(Kovara War, Hejmara: 12, Bihara 2004)