Parçekirina Kurdistanê di navbera çar dewletan de ne tenê dabeşbûneke coxrafî ye; di heman demê de avakirina pergaleke kolonyal a sîstematîk e li ser gelê Kurd. Wekî ku Lorenzo Veracini di pirtûka xwe ya bi navê Settler Colonialism: A Theoretical Overview (2010) de diyar dike, kolonyalîzma niştecî ji mêtingeriya klasîk cuda ye. Mêtingeriya klasîk bi mantiqa çûnûhatinê kar dike, lê kolonyalîzma niştecî bi nêzîkatiya “comes to stay” (hat daku bimîne) mayinde ye û li ser bingeha tunekirina xwecihiyan, yanî “effacement”ê hatiye avakirin. Niştecî xwe wekî “xwecihî” ji nû ve pênase dike û heqîqeta dîrokî berovajî dike (Veracini, r. 3–8, 33–52).

Li Tirkiyeyê, di salên 1920 û 1930î de li herêmên ku Kurd lê dijîn polîtîkayên îskana mecbûrî hatine meşandin, piştî salên 1980î bi hezaran gund hatine şewitandin û valakirin. Di salên 2015-2016an de li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Diyarbekirê bi rêya hendek û qedexeyên derketina derve bajaran wêran kirin û gel bi darê zorê ji cih û warên wan kirin. Pêşniyara İlber Ortaylı ya ji bo bicihkirina koçberên Uygur û Kirgiz li Kurdistanê, nîşan dide ku ev mantiqa kolonyal hîna jî zindî ye.

Lê belê ev pergal ne tenê li ser ax û demografiyê kar dike; di heman demê de xwe li ser bedena jinê jî ji nû ve hildiberîne. Koçberiya bi darê zorê, asîmîlasyona çandî, bêparhiştina jinan ji mafê perwerdehiyê, şideta zayendî ya sîstematîk û kontrolkirina bedena jinê, rûyên herî kûr ên serdestiya kolonyal in. Jin di nava navenda şideta li ser bingeha etnîkî û zayendî de ne.

Em dikarin vê şideta piralî bi têgeha “şideta epîstemîk” a Gayatri Chakravorty Spivak çêtir fêm bikin. Pergala kolonyal jinan ne tenê bi fîzîkî, lê belê bi tunekirina dîrok, ezmûn û dengê wan ve vediguherîne rewşeke nexuyayî. Chandra Talpade Mohanty di pirtûka xwe ya Feminism Without Borders (2003) de feminîzma bi navenda Rojava rexne dike û diyar dike ku ev feminîzm vê şidetê rewa dike; “Jina Cîhana Sêyem” wekî mexdûreke homojen, pasîf û li benda rizgarkirinê nîşan dide (Mohanty, r. 17–42).

Metafora “axa bakîre” ya di berhema Partha Chatterjee "The Nationalist Resolution of the Women’s Question" (1990) û di berhema Anne McClintock Imperial Leather (1995) de jî heman tiştî vedibêje: Pergala kolonyal jinê hem wekî sembola neteweyê hem jî wekî nesneyeke (objeyeke) ku divê were kontrolkirin bi cih dike. Di bin van şert û mercan de rizgariya jinê, ji rastiya kolonyal cûda nabe.

Tam di vê xalê de, feminîzma neteweyî ya Kurd wekî bersiveke mecbûrî li dijî şideta kolonyal ji dayik dibe. Ji ber ku serdestiya kolonyal rasterast bedena jinê û nasnameya wê dike hedef, têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna azadiya neteweyî cuda nabe. Feminîzma neteweyî red dike ku azadiya jinê ji çarçoveya kolonyal qut bike. Diparêze ku azadkirina jinan tenê bi pirsyarkirin û derbasbûna sîstema kolonyal a giştî pêkan e. Ji ber vê yekê, têkoşîneke hevdemî hem li dijî kolonyalîzma niştecî û hem jî li dijî strukturên patrîyarkal (baviksalarî) esas digire.

Feminîzma neteweyî jinan ne tenê wekî mexdûr an jî wekî amûreke pasîf a projeyên îdeolojîk dibîne; wan wekî kirdeyên (subje) dîrokî û polîtîk bi cih dike. Rola jinê ya di têkoşîna neteweyî de ne wekî “temamker”, lê belê wekî yek ji hêmanên avaker ên azadiyê dinirxîne. Wekî ku Linda Tuhiwai Smith di berhema xwe ya Decolonizing Methodologies (1999) de destnîşan dike, girtina navenda ezmûn, bîranîn û pratîkên berxwedanê yên jinan, li dijî hilberîna zanistî ya kolonyal qadeke epîstemîk a alternatîf diafirîne. Ev hem têkoşînek e li dijî şideta epîstemîk, hem jî perçeyekî bingehîn ê pêvajoya kirdebûna jinê ye.

Wekî encam, têkoşîna jinên Kurd ne tenê têkoşîna wekheviya zayendî ye; di heman demê de têkoşîneke neteweyî ye ku li dijî serdestiya kolonyal tê meşandin. Feminîzma neteweyî, bi yekkirina azadiya jinê û azadiya neteweyî, vê têkoşînê vediguherîne pêdiviyeke dîrokî. Ev têkoşîn ne di qalibên sînorkirî yên feminîzma gerdûnî ya bi navenda Rojava de, ne jî di dahfika entegrasyonê ya pergala kolonyal de cih digire.

Azadiya jinên Kurd tenê bi pirsyarkirin û derbasbûna pergala kolonyal bi awayekî giştî û bi domandina bibiryarî ya vê xeta têkoşîna dualî ya feminîzma neteweyî pêkan e.