Li gor belgenameyên Tirkîyê, “Şimalî Kurdistan Cemiyeti” an jî bi kurdî Cemîyeta Şîmalî Kurdistan (CŞK), ji alîyê grubeke serkirdeyên Kurd ên ku ji ber hinek nakokîyan ji Xoybûnê veqetyabûn hatîye damezrandin û pirranîya wan darbasê başûrê Kurdistanê bûne. Sedemê esasî yê veqetandina wan a ji Xoybûnê, gengeşî û rexnegirîya li ser têkilîyên bi Ermena re bû. Qasim Firatê kurê Şêx Elîriza; rêxistina navborî wek partî bi nav dike û dibêje: “Navê wê, Partîya Şîmalê Kurdistan e û ji alîyê Şêx Elîriza (1896-1969) ve hatîye avakirin. Lê piştî ku rêxistin deşîfre dibe û îhtimala hepiskirin û cezakirina Şêx Elîriza der tê meydanê, Şêx Selahedînê birayê wî mesûlîyetîya rêxistinê digre ser xwe. Di dawîya mehkemekirinê de ji bo Selahedîn 12 sal ceza tê birrîn.”[1] Li gor gotine Mehmûd Feyzîyê kurê Şêx Melîk jî, serokê Cemîyeta Şîmalê Kurdistan Şêx Elîrizayê kurê Şêx Seîd bûye û têkilîya cemîyetê bi Seyid Tahayê birazayê Seyîd Evdilqadir re jî hebûye û herweha Şêx Selehedînê birayê Elî Riza Efendî jî di nav vê rêxistinê de bûye. Li gor agahîya M. Emîn Sever û Tahsîn Sever; Ehmed Severê birayê Xalid Begê, Sadîyê Telha (ji pismamên Xalid Beg e), Yadoyê Dimilî, Fehmîyê Bîlal jî di nav vê rêxistinê de bûne. Piştî derçûna efûya 1928an, pirranîya endamên vê cemîyetê di dawîya sala 1928an de hatine bakurê Kurdistanê. Mohra cemîyetê di hezîrana sala 1930an de li ser Sadiyê Telha hatîye girtin.
Di rojnameyên wê demê yên Tirkîyê de; Şêx Selehedînê kurê Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe, bi avakirina rêxistina veşartî ya Şîmalî Kurdistan Cemîyetî (ŞKC) hatine tawanbarkirin. Li gor nivîsandina rojnameya Cumhuriyetê ŞKC, li Erzerumê hatîye damezrandin, mohra navend û şubeyên cemîyetê jî li Erzerumê hatîye çêkirin.… Li ser mohrê remzê xençer û dest û li jorê wan jî roj heye û kurteya navê cemîyetê wek ŞKC hatîye lêkirin. Ji nivîsa li ser mohrê, sê peyv bi tevî tercûmeya wan a tirkî hatine dîyarkirin; “Hogirî-muhipler, ve evina[2]- birlik, Azadegan- kurtarmak (kurtarıcı). Li gor nivîsandina rojnameya Cumhurîyetê, bi navê “koma yekem”, “koma duyem”, “koma sêyem”, “koma çarem”, “koma pêncem”… Ji bo şubeyan jî mohr hatine çêkirin. Herweha li gor ehlî hibreyê hatîye tespîtkirin ku zimanê li ser van mohran, zimanê alîyê herêma Hekarî ye.”[3]
Ji ber rêxistina ŞKC, li bajarên Erzerum, Mûş û Elazîzê bi dehan kes têne girtin. “Ji Erzerumê; Sadîyê kurê Telha, ji gundê Ezîzan a Çebaxçûrê ye. Yên din: Çaran, Şewqî, Omer, Xalidê kurê Ehmed.”[4] Li gor nivîsandina rojnameyên wê demê, “Bi girêdayî vê tewqîfatê kesên ku li bajarên Erzerum, Mûş û Elezîzê hatine girtin, beyannameyên Xoybûnê belav kirine.”[5] Di berdewamîya nivîsê de dibêje: “Li gorî beynameyek berdest a Xoybûnê, ev kesan bi Cemîyeta Xoybûnê re eleqedar in. Li gorî beyannameyê, di navbera Xoybûn û tevgera Agirîyê de jî, têkilîyeke manîdar heye. …. Weha tê zankirin ku ev cemîyeta Selehedînê kurê Şêx Seîd, şaxekê ji Cemîyeta Xoybûnê ye. … Di amadekirina hedîseyên Agirî de, di dereca sereke de bandora Cemîyeta Xoybûnê heye.”[6] Li gor nivîsandina rojnameya Milletê, tesîra sê navendan li ser tevgera Agirî heye; “Li gor agadarîya hedîseyên Agirî, ev hereket ji sê merkezan ve tête tehrîqkirin; Heleb, Mûsil û Makû.”[7] Bi aşkerayî nîşandana van sê merkezan, tête vê manayê; li Helebê Xoybûn heye, li Mûsilê Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê heye û li Makûyê jî piştgirîya Simkoyê Şikak heye.
Li gor agadarîyên rojnameya navborî; “Navenda giştî ya Xoybûnê li bajarê Helebê ye û Dr. Şukrî reîsê wê ye… Katibê umûmî yê Xoybûnê jî Memduh Selîm e. Ew berîya du salan ji alîyê Fransizan ve ji bo mamosteyîya Lîseya Antaqyayê hatîye tayînkirin. Roja ku civîna cemîyetê hebe, Memduh Selîm diçe Helebê û tevlî civînên cemîyetê dibe… Li Şerqê hinek şûbeyên Xoybûnê hene, Cemîyeta Şîmalî Kurdistan a ku li Erzerumê ji alîyê Şêx Selehedînê kurê Şêx Seîd ve hatîye avakirin, yek ji wan şubeyan e.”[8] Di rojnameya Vakitê de jî li ser armanca Xoybûnê û şubeyên wê weha hatîye nivîsandin: “Cemîyeta Xoybûnê ji bo îstiqlala Kurdistanê hatîye damezirandin û serokê wê Dr. Şukrî ye. Navenda vê cemîyetê li Helebê ye û bi girêdayî wê navendê du şube li Şerqê hene û her yek şubeyek çar pênc azayên wê hene. Selehedînê kurê Şêx Seîdê darvekirî, xebitîye ku bi navê CŞKê, şubeyek vê rêxistinê ava bike.”[9] Li gor nivîsandina rojnameya Vakitê, “Selehedînê kurê Şêx Seîd, bi wesîteya qumandanê Îlgiliz, li mekteba Herbîyeya Iraqê xwendîye.”[10]
Di dawîya mehkemekirina endamên CŞKê de, ji bo Şêx Selehedîn û Sadîyê Telha diwanzdeh sal ceza hatîye birrîn û maznûnê (tawanbarên) din hatine berdan. Li gor gotina Mehmûd Feyzî yê kurê Şêx Melîk, di rastîya xwe de serokê CŞKê, Şêx Elî Riza (1896-1969) bûye lêbelê ji ber rewşa demê û kar û barê malbatê, Şêx Selehedîn mesûlîyetî girtîye ser xwe. Sadîyê Telha, ber bi dawîya xelaskirina ceza xwe, bi biryarnameyek taybet di Hezîrana sala 1942an de li hepisxaneya Sîwazê bi biryara jimar 1103/1674 hatîye darvekirin. Rojnameya Milletê li ser Sadîyê Telha weha nivisîye: “Sadîyê kurê Telha, yekî bejindirêjê zayîf, porhinekirî û simêlên wî dirêj in. Piştî serhildanê reviyaye çûye Sûriyê, demeke dirêj li wê derê maye, bi cemîyeta Xoybûnê re ketîye nav têkilîyan. Piştî efûya giştî, ew jî dîsa vegerîyaye memleket.”[11]
Jêder: Seîd VEROJ, Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanî, Weşanên Peywend, Wan, 2022
[1] Kasım Fırat, Röportaj, Dava, sayı: 8, 1990, r. 13
[2] Mimkûne ku rastîya vê peyvê “hevîn” yanî “yekîtî” be. Wê demê nivîsa li ser mohrê dibe Hevîna Hogirên Azadegan.
[3] Cumhuriyet, 6 Temmuz 1930, r. 4, Vakit, 150’likler, 7 Temmuz, 1930, r. 2
[4] Cumhuriyet, 6 Temmuz 1930, r. 1
[5] Cumhuriyet, 9 Temmuz 1930, r. 4
[6] Cumhuriyet, 9 Temmuz 1930, r. 4
[7] Milliyet, 10 Temmuz 1930, r. 4
[8] Cumhuriyet, 9 Temmuz 1930, r. 4
[9] Vakit, 8 Temmuz 1930, r. 1
[10] Vakit, 8 Temmuz 1930, r. 2
[11] Milliyet, 1 Ağustos 1930, r. 1
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.