Gelî mezinê kurdan!

Hûn qenc dizanin ku bab û bapîrê we mezinahîya “Kurdan” ji bo xwe şeref zaniye û gava qewimîye, di rêya wan da û di rêya musulmanî da malê xwe, canê xwe daye. Şahidê vê qiseê jî tarîx e.

Îro çi ciriyaye û çi qewimîye ku hûn wekî wan mezinahî li kurdan nakin, riya heq-neheqî nîşanê wan nadin?

Nexû di we da xûna kal û baban nemaye ku kurdê reben tazî û birçî bi hêvîya mezinahîyê li ber derê we dicivin, ji dest zemanî û xerabîya welatî hewar û fîzan dikin û ji we arîkarî dixwazin, hûn pêş bi wan û ne bi hewar û gaziya wan dikin, kezeba wan dişewitî, birînê wan dêşî, nalînê wan bilind dibî, hêstirê wan wekî barana nîsanê dibarî, yek ji we ranabî li wan bextereşan napirsî, bi dermanê mezinayî bi şerefa bab û kalî. Bi xîreta musulmanî, birîna wan malmîratan derman nakin.

Ev kurd, bê xwedan, belengaz ku mewcê wan, guneê wan ji xeynî bitabiya we, ji xeynî xulamîya we tu nîne (tew nîne). Wesan dizanin ku eger hûn nebin, li rûyê erdê najîn di nav xelqê da, bi we dinazin û dipesinin bi xebera we radibin û rûdinitin. Gava ku bi qewimê malê xwe, canê xwe di ber we da didin.

Ev kurdê bextereş ku we wan ji rûyê xwe avêtiye, ne bab û kalê wan bi mêranîya xwe, çar hezar sal e ku welatê xwe, erdê xwe, namûsa xwe, dînê xwe, jînar û dijminê xwe xweyî kirîye. Ew roja biqewme wê îsbat bikin ku kurê van egîdan, van cewaîran in.

Ev kurdê alem nizanê bê rûmet ku hûn wan ji mezinayîya wan şerm dikin û diqehirin xelq bi wan û bi nezanîya wan dikenin, tehnan li wan didin, ji xeynî xerabî tiştek ji destê wan nayê. Dibên ger wan bav û kalan nînin ku gava di qewimîya jin di zarowî wan, ciwan û kalê wan, wekî şêran radibûne pîyan, xûna dijmin û neyaran dirêtin, bi şûrê xwe welatan digirtin, xanîyê dîn û dewletî ava; navê kurdîtî bilind dikirin.

Silliremah ilewalî en mealîna

Westeşhedîi beyz hel xab recafîna

Beyta 1. [1]

(Ji wan rimên ku ji jor ve bi ser me de ku wekî baran dibarîyan pirs bikin ka gelo sebat û xîreta me.” Gelê kurd” li hemberî wan çito bû ye? Şahid, pêlewan û egît berxwedana me hinga hêwirze û şemate û teqereqê şûran li ser we çi bû ne. Yê ku ji bona kurd ne di binê we de tirs û lerz û hejçê dibûne an na. Êdî ew ê rastîyê bibêjine we.)

Ev kurdê neçar, jar ku hûn li wan nanêrin, eger rabûna biçûna xwe bavêtina nav eşîrkî, li ber derê wan bigeriyana, ew eşîr ji bo navê xwe, ji bo sîyaneta namûsa xwe, malê xwe, canê xwe dê li ber wan bida, wan ji wê tenganîyê dê xelas bikira.

Weha xuya dike ku hûn li kurdê neçar xudanî nakin. Em îcar berê xwe bidine mêrê di xwe, derdê xwe ji wan ra bêjin, belkî bi rûhaniyeta pêxember ew ji me ra çareyek bikin. Nexû halê me xerab e.

Li kû ye alê Eyûb û Merwanê Kurdî, alî Wexnaz li kû ye? Walîyê Senendec û begzadeê Rewandiz li kû ye mêrê Cizîr û Botanê di wan li kû ye? Hakimê Soran û Baban serê xwe hilînin, halê kurdan bibînin, çawanin li destê kafirê dewr li îmanê ew welatê kû we bi malê xwe, bi canê xwe xudanî lê dikir û di rêya musulmanî da û xûnan dirêt, medresan vedikir. Îro bê xweyî maye ew kurd kû we ji canê xwe zêdetir wan hez dikir. Îro zelîl e, bin piyan da ye, ew mêranîya ku di rêya dîn da nîşan didan, îro derheqê hev da îcra dikin.

Nava wan da ne îlm maye, bi sene’et bi şev û bi roj li xerabîya hev digerin, mekteban çê nakin, medrese ava nakin, ji nav xwe xerabî û neyarî hilnaynin, dormedorê wan neyar girtîye heja ew bêxeber in, şiyar nabin.

Ew ê ku mezin û maldar in, ji kurdê neçar bêzar in, ew ê ku belengaz nizanin ji destê wan tiştek nayê.

Îro ji xeynî çend feqiyê “Civata Hêvî” kes ji bo derdê kurdan nagirî, ev pepûk û koyîn diha çi dikarin bikin.

Wekî temamê mezinê kurd, wan nedine bin çenegê xwe, xudanî li wan nekin.

Ew tiştê ku “Kurd” muhtacê wan in bê hed û bê hesab in, bê arîkirin tiştek çê nabî. Lewra teawun û tenasur wa gotine gelî mezinê kurdan, ji musulmanê Rûmêlî îbretê bigrin. Ev felaketa ku bi ser wan da hat, Xudê neke bi ser we da bê, we nedî ku kafir nîr dan kesret meydan ber mizgeftê wan xerab kir, yek ji wan nehişt.

Ev bêxîretîya ha hilînin. Rabin bi hev bikevin, wekî bira bin, bixebitin. Birayê me ereb û turk, çawan li musulmanîyê dixebitin, qewmê xwe şiyar dikin, mekteban vedikin, hûn jî wusan bikin. Nav kurdan da tu neyarîyek tu dijminîyek nehêlin. Nexû di bin pê Mosqof û Îngilîz da dimînin. Ji gazin û lomeyê tarîxan bitirsin, navê we bila bi qencî bê nûsandin, bi xerabî neyê nûsandin. Tarîx bêeman e.

“Ebed sita wechek mîn hicabe

Feel seyf la yeqte’ fî qerabe

           Wel yes la yerheb mîn zeîre

           Îza ixtedî muteceben bixabe”

(Kurd êdî nû ji bin xêlî û perdan derdikevin, huner û rêya xwe nîşan didin. Çi ku şûr heya kalanê xwe da be, hunerê bi ser hinga di hêwirka xwe da xwe şarge bike êdî ku rêkarwan di dûrê wî da dibuhurin ji miremira wî natirsin kurd, nû êdî hişyar dibin. Ji xwe bê agahî çi kurd dima xîret û şerefî ne.

Ha kurd nû bi qerar û xîret li xwe binêrin, çito di binê lingan da tête pelçiqandinê. Kurdên qehreman, qenc bifikirin da ku hûn bibînin wan bend kine pê bigre û yekîtiya we bes hevgelî û yekîtiya we bi serok û pêşewayê we ve çito qet qetî kirine, çito hûn ji hevudu cuda kirine êdî ku hevdîna we çê nabe.)

Beyta 2-3.

(Êdî ji qehran eger devê wan diçe hê dixwazin ku heyfa xwe ji wan hilînin welê dest û lingê wan di qeyd û bendan de bes dîl û esîr in di destê neyaran da. Êdî çare û havil ji bona wan ne maye. Bask û qudûmê wan şikandine. Bes huner purtav naête wan.) 

Ew halê ku em tê da ne ev felaket ku bi ser musulmanan da hatîye, xûna dilan ji çavan dibarînê, bê nûsandin û fîzarkirin, def’a wê nabî, çareê wê nifaq û xebat e, heman tifaq bikin, bi tifaq û bi xebata xwe dostan şaniyaran kûr bikin manayê beytê şairê erebî pak mutale bikin.

Beyta 4-5.

(Li ser her darê û devîyek, li ser axa welat şêrek razayî heye. Li ser her çîyayekî mezin û bilind ku serî ber bi jor ve hildaye serokekî mêrxas û bi rûmet heye. Êdî ji mezinahî û merdiya wan e ku gelê kurd ji bona xwe camêrî û qencî rewa dîtîye. Wusa xuya dibe ku ew hê ji bona jiyana xwe bilind kirine.

Beyta 6.

Dema şer û cengan hinga borîn ji wan diçe bes halan di xwe hildidin hê tu dizanî ku ew şêrine niximandî ne. Bi rimm û şûran û gurz û kulmina xwe darê pahîr dakeftina dijmanan.

Beyta 7.

Êdî dijmin wusa guman dikin ku tîrnê wan pêtî ne, agir in wekî tîrêjine sitêrkan bi ser dijmin dikin rûpûze, bilind dibarin.

Beyta 8.

Piçûkatî ne şermezarî û kêmahî ye ji bona piçûkan e, wan re kalemêrî ne kêmahî û şermezarî ye. Ji bona kalepîran e, wan re êdî bi gelemperî çi ji bo mêr çi zaro û kalemêra hemûya fêris in, qehreman in.

Beyta 9.

Di civîn û civatan de heke bêdeng û bêaxaftin bimînin, ev, ji pakiya nijadiya wan e lêbelê hinga di civîn, civat û dozan de, biaxivin gotin wêjehiya wan hemûya zanahî, eqilmendî û şîret in.

Beyta 10.

Êdî çi sûcê me başqe hiştiye ku şûran ji ser serê me hilnadin, her mudam seriyan dibirin, digel ku rewşa me di welatê me de, rind û qenc û delal e, her mudam wekhevî, biratî û aştî dixwazin.

Beyta 11.

Bes li derdore me ji gelên bi navê musulman, zaf gel û leşker hene. Êdî wekî taviyê zîpika buharê bi ser me de dibarin, xwe di ber hev de dikin kalî, pîrî nijadê kurdan kokbir bike.

Beyta 12.

Êdî em ê bi kîja cihî ve û bi çi rûyî li gelên cîhanê binêrin? Ta ku talanbir û kujrawan firwarî bikine. Di şiêrên me de bi talan û xenîmetê hene. Zindan hene, koçberî û lêdan û hê jî serbirîn û daleqan.

Beyta 13.

Êdî ji bona me an mêrxasî an mirin û neman bes ger dîrok navê me qehreman binivîse an jîyan wekî jiyanek dilşad û dilgeş bes serbest û azad. )

Xayeta me îslamiyet e, quweta me tam e ji bo musulmanî ye. Heyf e ku ew quwet bela bê, neyarê dîn û dewlet firset bibînê.

 12 Agustos 1329

M. X.

 

Kaynak: Seîd VEROJ, Cemîyeta Hêvî Ya Feqehê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyeti) û Rojî Kurd (1913), Dara Yayınları, Diyarbakır, 2020 (Rojî Kurd, Hejmar: 4)


[1] Me ev ravekirina beytên Arebî, bi xêra seydayekî hêja yê Amedê wergerand kurdî. Navê xwe hewce nedît. Em ji wî re sipas dikin. (Werger).