Xudayê Tala “mirovan” ji “dewaran” bi ziman û aqil veqetandiye. Ziman ji bo gotin, guh ji bo bihîstin, çav ji bo dîtin daye.
Ew mirovê ku aqilê wî hebe tefekkûra qenc û xerabî neke, zimanê wî hebe pê xeber nede we derdê xo pê nebêje, guhê wî hebe emrê Xwuda we Nebî û mezinan seh neke, çavê wî hebe ew alem û ew senetê ecêb, ew avayîyê bilind, ew mektebêd mezin wê nebîne, ji bo xwe, ji bo jin û zaroyê xwe tefekura tiştekî neke, ew mirov dunya û axretê de kor e, bi kêrî tiştekî nayê, ferqa wî û dewar tuneye. Mirov ew mirov e ku daîma xelq ji wî xêrek, bergeyek digire, mirovê bêxêr û bêberge heyînî û tuneyîya wî yek e.
Îro di rûyê erdê de nêzîkê şeş mîlyon kurd heye û hemû bi aqil in, bi guh in, bi çav in. Li ba mileta xwe, xasime ji bo misilmanîya xwe bi zimanê xwe çend kitêb nivîsandine, çend mekteb û medrese vekirine, çend zaro li ber xwendinê danîne, çend mele û feqîyê me rabûne li gundan gerane ji bo misilmanîya wan şîretan kirine, çend mîrê me, çen serekê me civiyane ji bo xo û ji bo miletê xo fikrek kirine, çend şêxê me ji bo îtihada kurdan civiyane, çend eşîran bi hev xistine, adetê kuştin û talanbirinê ji nav wan rakirine.
Zaroyêd wan şîyandine mekteban.
Mezinêd kurdan ji bo xo û ji bo mileta xo, di nav miletê wî çi cî hazir kirine? Îro di nav xelqê da rûmeta wan çîye we bav û kalê wan çer kirîye? Ew dê çi bikin, yan dê kurd ji nû heya roja qîyametê di vî halî da bihêlin.
Ya Rebbî tû qadir î! Rehmek bixî dilê şêx û mela û mîr û serekê kurdan, rabine pîyan berê xo bidine şîyarkirina wan.
Ey Xuda tû kerîm î! Bi kerema xo van kurdên nezanê şîqar ji dest dijminan xelas bike. Îro sêsed mîlyon misilman heye hemî bi rê zimanê xo dixunin û dinivîsin, tu zîyanek ji bo dînê xo ferz û tesewur nakin. Ji bo pêş çûnê çi lazime ew îcra dikin, em jî lazime tebayê wan bin îro pêve bi zimanê xo bixunin we biniwîsin. Çend feqeyê kurdan xîreta kurdanîyê di wan da peyda bû, rabûn çûwana “Hêvî” çêkirin, paşê rojnama “Rojî Kurd” der xistin ji dil û can dixebitin, lazime kû hun jî arîyê wan bikin. Ev arîkirin li we ferze, wacib e, bê arîkirin dunyayêda tiştek nabî.
Ewê kurd e, ar û namûsê xîretê kurdîtîyê têda heye we ji tenê dost û dijminan diqehire, şerm dike bila arîyê wan bike!
Ev arîkirin jî qisim qisim e, hinek bi qelema xwe, hinek bi îlmê xwe hinek bi malê xwe. Temamê wî arîkirinê ji bo pêşçûna Kurdan e, ji bo mirovbûna wan e.
Kurd îro muhatacê çi ne, em ewan bêjin:
1. Ji bo xwendin û nivîsandinê herf.
2. Ser terzek nû elîfbayek.
3. Ji bo zanîna temamê zimanê kurdîtîyê “qamûsek”.
4. İlmî halek.
5. Tarîxê bav û kalê kurdan we enaneya wan.
6. Welatê kurdan we adet û teb’ê wan we mîqdar û navê eşîran.
7. Kitêbê hîsabê.
8. Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek.
9. Tercumeyê halê mezinêd kurdan.
10. Edebîyata Kurdan we navê şaîrê wan.
Ji bo çêkirina van tiştan çiqas kitêbên kurdî heye lazime ewan bişînin. Ji dengbêjan lawjok û çîrok û qewlê kurdan (gotinên pêşîyan) pirs kin we binivîsin we rêkin. Mela û feqehêd kurdan çi dizanin bila bêjin. Tu texsîratek tê nekin, herkes di terafê xo da xizmetek bike, zû bi zû mirov digîhe xereza xo. Gelî biran ji we hêvîya min ew e ku xizmeta kurdîtîyê û misilmanî neavên pişt guhê xo, misilmanî ji we hêvîya xizmetê dike.
15 Temmuz 1329
M. X.
Çavkanî: Seîd VEROJ, Cemîyeta Hêvî Ya Feqehê Kurd (Kürd Talebe Hêvî Cemîyeti) û Rojî Kurd (1913), Dara Yayınları, Diyarbakır, 2020 (Rojî Kurd, Hejmar: 3)
Şirvove (0)
Hêj şîrove nînin. Şiroveya yekem tu bike.